[AW69A1]
Ji bo kurdan pęvajoyeke dîrokî dest pę kir : 'Kurd li hespę xwe siwar bűn' 
Encama hilbijartinęn gißtî ű deverî yęn Tirkiyeyę ligel Tirkiyeyę li cîhanę jî, bű sedema gotűbęj ű nirxandinęn dűvediręj. Bi taybetî ręjeya reyęn MHP'ę bű cihę balkęßiyę. Bi xurtbűna MHP'ę re li Tirkiyeyę pęßî borsa tęk çű. Dűre karsaz ű derűdoręn siyasî ßaß ű metel man. Di heman demę de pisporęn polîtîkaya derveyî, der heqę tękiliyęn Tirkiye ű welatęn cîhanę de guman ű metirsiyęn xwe anîn zimęn ű bi taybetî jî bi riya peyaman dewlet hißyar kir. Li gorî gelek siyasetmedar ű nivîskaran xurtbűna DSP'ę ű MHP'ę girędayî girtina Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan e. Bi baweriya raya gißtî ya Ewrűpayę jî, girtina Öcalan bűye sedema guherîna rejîma Tirkiyeyę. Ev yek ji aliyę nivîskaręn tirk ve bi awayekî sergirtî be jî tę pejirandin. Wekî mînak nivîskarę rojnameya Cumhuriyetę Hikmet Çetinkaya di nivîsa xwe de sernavekî wiha bi kar anîbű:"Çepgiręn neteweperest ű rastgiręn neteweperest." Çetinkaya di nivîsa xwe de diyar dike ku DSP ű MHP bi saya girtina Öcalan bűne partiyęn herî mezin. Bi taybetî jî Çetinkaya der barę xurtbűna MHP ű DSP'ę de balę dikißîne ser pęvajoya pißtî girtina Öcalan ű cenazeyęn leßkeręn ku di ßer de hatine kußtin. Wekî din, ji niha ve li Tirkiyeyę guherîna MHP'ę tę nîqaßkirin. Hinek nivîskar diyar dikin ku MHP xwe ji nű ve saz dike ű ber bi demokratîkbűnę ve diçe. Li aliyę din Serokę ßaxa MHP'ę yę Stenbolę di bernameyeke Kanal 7'de da zanîn ku HADEP wekî ßubeyęn leßkerî yęn PKK'ę kar dike. Dîsa Serokę Gißtî yę MHP'ę Devlet Bahçeli da xuyakirin ku heya pęßengęn PKK'ę ű artęßa wę neyęn tasfîyekirin, xebatęn bo çareseriya Kęßeya Kurd bękęr in. Li ser heman mijarę nivîskara Sabahę Gülay Göktürk got ku, guherîna MHP'ę "li dijî zagonęn xwezayę" ye. 
Hilbijartineke antî-demokratîk 
Tę ragihandin ku HADEP'ę jî li gorî hilbijartina sala 1995'an, di hilbijartina 1999'an de serkeftineke baß bi dest xistiye. Her çiqas HADEP'ę di hilbijartina gißtî de encameke baß negirtibe jî, di hilbijartina deverî de li Kurdistanę 7 bajaran belediyeyę bi dest xistin. Tevî vę yekę li dora 35-40 heb belediyeyęn navçe ű belediyęn Kurdistanę bi dest xistin. Roja ku hilbijartin dihatin lidarxistin Serokomar Süleyman Demirel diyar dikir ku, dę Tirkiye bi hilbijartineke demokratîk berę xwe bide sala 2000'an. Li aliyę din hilbijartinęn gißtî ű deverî ji bo HADEP'ę di rewßeke antî-demokratîk de li dar ketin. Li gelek bajar, navçe ű beldeyęn Kurdistan ű Tirkiyeyę reyęn HADEP'ę hatin dizîn, gelek rey hatine betalkirin ű gelek rey jî ji aliyę partiyęn wekî MHP, DSP, DYP ű ANAP'ę ve hatin ßewitandin. Li Kurdistanę jî sandoqęn hilbijartinę ji aliyę tîmęn taybet, leßker ű cerdevanan ve hatin revandin. Li ser hilbijartinęn ku antî-demokratîk derbas bűn, ręveberęn HADEP'ę didin zanîn ku, kurd di nav hesabę hilbijartina demokratîk a dewletę de nehatine fikirîn. Dema raya gißtî berę xwe dide hilbijartinę rastî vę tespîta ręveberęn HADEP'ę tę. Wekî mînak li Męrdîn, Qers, Îdir, Riha ű Műß'ę di navbera HADEP ű partiyęn din de pęßbaziyeke mezin rű da, lę ji ber ku ew heręm bi giranî di bin kontrola cerdevan ű leßkeran de ye, hęzęn dewletę nehißtin ku rey bi awayekî demokratîk bęne jimartin. Her wiha li bajaręn wekî Amed, Meletî, Dîlok, Semsűr, Erzerom, Erzîngan, Elezîz, ßirnex, Batman, Bedlîs, Wan, Çewlik, Sęrtę ű digel bajaręn din, hilbijęręn kurd reya xwe dibin siya çekan de bi kar anî. Ligel hemű astengî, pest ű kotekiyęn deweleta tirk gelę kurd nűneręn xwe li heft bajaręn mezin ęn Kurdistanę wekî Amed, Batman, Wan, Çewlik, Sęrt, Agirî ű Colemęrgę anîn ser kar. Ji aliyę din ve 29 nűneręn hilbijartî yęn HADEP'ę, ji ber bendę ji mafę mebűsiyę bępar man. 29 mebűsęn CHP'ę jî ji ber heman sedemę li derveyî meclîsę man. Di hilbijartinan de li gorî encamęn nefermî DSP'ę 22.49, MHP'ę 18.14, FP'ę 15.20, ANAP'ę 13.24, DYP'ę 12.15, CHP'ę 8.75, HADEP'ę 4.8 rey bi dest xist. Di hilbijartinęn deverî de HADEP'ę encamake baßtir (%7) girtiye. 
Di çapemeniya tirk te analîzęn balkęß 
Di hilbijartinan de kurdan li metrepolęn Tirkiyeyę jî ligel hemű astengiyan zor dane partiyęn din. Li Edene, Męrsîn ű çend navçeyęn Stenbol ű Îzmîrę di hilbijartinęn deverî de HADEP bi partiyęn din re kete qayißkęßanę. Bi taybetî jî li Męrsîn ű Edenę HADEP'ę reyeke bilind bi dest xist. Li navçeya Męrsînę ya bi navę Akdenîz HADEP'ę belediye qezenc kir. Li ser van yekę ű demokratîknebűna hilbijaritnan ű serkeftina HADEP'ę nivîskaręn rojnameyęn tirk jî analîz ű nirxandinęn rasteqînî dikin. Wekî mînak nivîskarę rojnameya Milliyetę ßahin Alpay di nivîsa xwe de da zanîn ku HADEP li gel hemű pest ű kotekiyęn dijwar di hilbijartinę de bi ser ketiye ű dę serketîtir be. Rojnameya Radîkalę jî bi sernavekî nűçeyę diyar dike ku di hilbijartinan de partiya herî qezenckar HADEP bűye. Rojnameya Radikalę got, ligel ku dewletę nehißt berendamę HADEP'ę Zeynel Bađýr bikeve Lîceyę jî, dîsa ew bűye serokę belediyeyę. Li aliyę din nűçegihanęn Aktüelę Defne Asal ű Nejdet Açan nirxandineke balkęß kirin. Ew bi bîr dixin ku, li Çîna Sor ű Vîetnamę dîplomasî ű aßtî ji aliyę Serokę DYA'ę yę antî-koműnîst ű nîjadperest Nîxson ve, li Fîlistînę îmzeya aßtiyę a yekemîn ji aliyę serokę rastgir ę Îsraîlę Yîtzak Rabîn ve hatiye avętin. Lewre bi baweriya wan, li Tirkiyeyę jî heman ezműna dîrokî di çareseriya Kęßeya Kurd de, rębaz cuda be jî, hatiye ber MHP'ę. Nivîskarę rojnameya Sabahę Cengiz Çandar jî di nivîsa xwe de da xuya kir ku kî çi dibęje bila bęje, di hilbijartinan de 'Baßűrę Rojhilat' a HADEP'ę ye. Dîsa nivîskarę kovara Aktűelę Ahmet Altan jî da zanîn ku bi îhtîmaleke mezin, guherîn dę ji Tirkiyeyę dest pę bike. Bi nęrîna Altan, hikűmetę kî saz bike ű nęzîktedayîna partiya sazkar her çi be, di navbera du salan de, ji bo çareseriya Kęßeya Kýbrýs ű Kęßeya Kurd dę gavęn radîkal bęn avętin. 

[AW69A2] 
'Rejîm bi guherîna partiyan naguhere' 
Serokę Belediyeya Amedę Feridun Çelik li ser encama hilbijartinan pirsęn me bersivandin. Çelik, diyar kir ku her çend ne bi dilę wan be jî, HADEP ligel hemű astengiyęn dewletę yęn mîna doza girtine, pest ű kotekiya midűręn emniyetę ű reydayina eßkere, di hilbijartina bi ser ketiye. Çelik, li ser helwesta gel ű MHP'jî wiha axivî: "Li gel her tißtî girseya me dengę xwe yę aßtiyę li qadan bilind kir. Bivę nevę ev encam me dixe bin berpirsiyariyekę. Di serî de partiya me alîgirę çareseriya Kęßeya Kurd e. Bi awayekî xwezayî jî wę tękiliyęn me bi otorîteya navendî re çębin. Ev nayę wateya guherîna HADEP'ę. MHP'ę jî encameke wisa qet hęvî nedikir. Endamęn wę yęn ku di nav partiyęn din de cih digirtin, li hęlîna xwe vegeriyan. Heta niha ji bo kurdan ferqa ANAP'ę ű MHP'ę nîn e. Çi partiya ku hatibe ser kar, bi hestęn nîjadî kar kiriye. Lę Devlet Bahçeli di daxuyaniyeke çapemeniyę de diyar dike ku ew HADEP jî di navde cudatiyę naxin navbera partiyęn ku belediye qezenc kirine. Li Tirkiyeyę rejîm divę bi destę desthilatdaran, bę guhartin. Kîjan partî jî were ser kar, ev yek naguhere. Jixwe heta niha dewlet ji aliyę kesęn nîjadpereset ve dihate bi rę ve birin ű ev kes li hemberî kurdan bi awayekî despotîk tevgeriyane. ANAP hatiye DYP çűye, MHP hatiye Fazîlet çűye. Wę hinek derkevin bi guhę MHP'ę bigirin, ji bo berjewendiyęn xwe bi kar bînin ű wę bęjinę: 'Tuyę vę meseleyę çareser bikî.' Ew jî mecbűr e çareser bike. Çawa ku gelek tißt bi RP'ę dane kirin." Her wiha Ferîdűn Çelik da zanîn ku gelę kurd berpirsiyareke mezin ű dîrokî daye wan, ew dę lę bixebitin ku vî barî hilgirin. 

[AW69A3] 
'Em dę di demeke kurt de li Amedę mamostetiyę bikin!' 
Kurdan qedexeya li ser kurdî li aliyekî, ji bo ku bi zimanę xwe peyivîn, "pere" dane dewleta tirk. Dema behsa zimanę kurdî dibe, műyę serę rayedaręn dewletę dibin ßűjin. Vę dawiyę berdevkęn dewletę, dîsa bi dűvikę propagandaya "bi zimanę kurdî perwerdehî naçe serî" girtiye. Lę ev ji 20 salan zędetir e, li Swędę, ku gelek kurdan navę wę nebihistiye, kurd li dibistanan hînî zimanę xwe dibin. Tißtę herî balkęßt ű ecęb, dema li dibistanę zarokek bi tenę hebe jî, mamoste wî/wę hînî kurdî dikin...! . Nűnerę me yę Swędę ßoreß Reßi li ser dîroka perwerdehiya li Swędę ű naveroka wę, girîngiya zimanę zikmakî, helwesta malbatęn kurd ligel Amed Tîgrîs hevpeyvînek pękanî. 
Wekî em pę dizanin, we heta niha gelek pirtűk nivîsîne an jî wergerandine. Hűn dikarin hinekî behs bikin? 
Belę. Ez dikarim wan berheman wiha bi nav ű ręz bikim. Berhemęn ku beßek ję min ű çend kesęn din bi hev re nivîsandine an jî wergerandine: 
"Em Bixwînin 1-2, Em Binivîsin, Kurterastî, Dîroka Kurdistanę, Cografya Kurdistanę, ßerę Kendavę ű Kurd, Ken ű Girîn." Wergeręn ku min bi xwe an jî bi kolektîv kirine: Pirtűka Ýsmail Beßikçi Çend Gotin li Ser Ronakbîręn Kurd (min ű J. Espar), pirtűka Abdullah Öcalan a Ji Sedsala 19. Heya Îro Rastiya Kurdistan ű Tevgera PKK'ę. Wergeręn ku min bi xwe kirine: Çelenga Jinan Hevala Zîlan, Pirtűka Abdullah Öcalan a bi navę Perspektîv, ya Leo Tolstoy a bi navę Du Heval in. Yęn ku min bi xwe nivîsîne: Nîßan ű Dawetęn Kurdî, Navęn Kurdî, PKK ű Baßűrę Biçűk in. 
Biręz Tîgrîs, her çend kurd li welatę xwe li sę parçeyan, ji mafę perwerdehiya bi zimanę zikmakî bępar in jî, ev ji 20 sal an zędetir e ku li Swęde bi zimanę xwe perwerde dibin. 
Hűn dikarin wekî mamosteyekî zimanę kurdî, dîroka vę perwerdehiyę bidin xuyakirin? 
Di sala 1984'an de min dest bi mamostetiya kurdî kir. Wekî min di serî de jî got, ez li welęt mamoste bűm, lę ne mamosteyę kurdî, yę tirkî bűm. Ji ber ku karę min mamostetî bű, wę demę bi tenę pirsa zimęn dima ű min bi kurdî jî dizanibű. Sîstema Swędę, di sala 1977'an de dest bi perwerdehiya bi zimanę zikmakî kiribű. Ew komęn biyaniyęn ku li Swędę dijiyan, bi qanűnî mafę wan çębű, ku zarokęn wan jî di dibistanęn swędî de hînî zimanę xwe jî bibin. Lę, bi ßertekę ku dę ű bavęn wan bixwazin ű di vî warî de serî li biręveberiya dibistanę bidin. Kurdan jî di wan salan de dest bi perwerde ű hînbűna zimanę zikmakî kiriye. Lę wę demę li Swędę kurd gelek kęm bűn. Bi tenę li heręma Stockholmę çend zarokęn kurdan diçűn dersęn zimanę zikmakî. Pißtî Cűntaya 1980'yî ku kurd hatin Swędę, mamostetiya kurdî jî dest pę kir. 
Ji bo ku kesek bikaribe li Swędę mamostetiya kurdî bike, du ßert diviyan: 
Yek; divę mirov li welatę xwe mamoste be ű bi qasî çend salan mamostetiyę bike ű heger karę mamostetiyę hebe, kesęn wiha dikarin mamostetiya kurdî bikin. Ya duyem; demekę li Swędę di dibistana mamostetiya Swędę de beßa kurdî vebű. Dibistanę du caran mezűn da ű pißtre hate girtin. Niha ne bi tenę ji bo mamosteyęn kurd, her wiha ji bo hemű komęn biyanî dibistanęn mamostetiyę tunene. 
Carina rayedaręn Tirkiyeyę dibęjin, Swęd ji bo ku Tirkiyeyę perçe bike, alîkariya kurdęn wę derę dike. Di warę perwerde ű zimanę zikmakî de dewleta Swędę ferq dixe navbera zimanę kurdî an mamosteyęn kurdî ű yęn din? 
Tißtekî wiha tuneye. Li Swędę mafę zimanę zikmakî qanűnî ye ű bi tenę ne ji bo komeke biyanî ye, ji bo hemű grűbęn biyanî (tirk, faris, ereb hwd.) derbas dibe. Ji bo kurdan jî wiha ye. Li Swędę, ev maf ji bo kurd ű tirkan eynî ye. Lę, li Swędę ji derî zimanę zikmakî qanűneke din heye. 
Dewleta Swędę mafekî taybet daye zimanę kęmayetiyan (azýnlýk), ku bi latînî ję re dibęjin mînorîtet. Ev jî, bi tenę ji bo samiyęn ku li bakurę Swędę dijîn, fînîyęn ku li Swędę ű romenęn (çîngene) ku li dinyayę belav bűne ű bę dewlet in, derbas dibe. Li Swędę ev hersę grűb, xwediyę statűyeke taybetî ne ű dewlet ji wan re îmkanęn berfireh pęßkęß dike. Yanî statűya zimanęn zikmakî ű ya kęmayetiyan ne yek e. Ji derî van hersę grűbęn zimanan, mafęn yęn din wekhev in. 
Niha li Swędę çend mamoste ű çend ßagirtęn kurd hene? 
Li seranserę Swędę bi qasî 100 mamosteyęn kurd, di zarokxane (kreß), dibistana seretayî (îlkokul), dibistanęn gel (halkokulu) ű lîseyan de kar dikin. Her wiha di navbera 3,4 hezarî de jî ßagirtęn kurd hene, ku ew diçin dibistanęn kurdî. Ewqas jî zarokęn kurdan hene ku naçin dibistanęn kurdî. Hinek ji wan dę ű bavęn wan naxwazin ű hinek ji wan jî di ßűna kurdî de diçin tirkî, erebî an jî farisî. 
Çima ew kurdî naxwazin? 
Çend sedem hene. Yek; li Swędę zimanę zikmakî ne mecbűrî ye, bi daxwaza dę ű bavan ve girędayî ye. Heger dę ű bav bixwazin dibistan mecbűr in, ku ji zarokęn wan re mamoste bibînin, ku nexwazin zarok naçin dersęn zimanę zikmakî. Dę ű bav her sal bi destpęka dibistanę re, divę ji bo zimanę zikmakî serî li biręveberiya dibistanę bidin. Heger vę yekę nekin, zarokęn wan nikarin beßdarî perwerdehiya zimanę zikmakî bibin. Ya duyem; gelek kurd hîn jî girîngiya zimanę zikmakî nizanin ű ji ber vę yekę zarokęn xwe ji bo zimanę zikmakî qeyd nakin. Ya sęyem; hinek kurdęn ku tękiliya wan bi Tirkiyę re heye, ji konslosxaneyęn tirk ditirsin, ku giliya wan were kirin. Ji bo wę yekę zarokęn xwe naßînin dersęn zimanę kurdî. Ev malbat, di ßűna kurdî de zarokęn xwe dißînin dersęn tirkî. 
Ev 15-16 sal in, ku hűn li Swędę mamostetiya kurdî dikin, gelek ßagirtęn we dibistan qedandin ű îro di nav civata kurd de kar dikin. Hűn sűd ű encama perwerdehiya bi zimanę zikmakî dibînin. Fędeya vę yekę çi ye? 
Ev pirsa we gelekî girîng e ű di cih de ye. Em di dersęn zimanę zikmakî de, bi tenę behsa ziman, xwendin ű nivîsandinę nakin ű li ser van mijaran ranawestin. Em li gorî bernameyeke neteweyî ű demokratîk perwerdehiya kurdî dimeßînin. Kurdistanę bi ßagirtęn xwe didin nasandin ű hezkirin. Dîroka kurd ű Kurdistanę hînî wan dikin. Li ser edet ű nasnameya kurdî radiwestin. Bi kurtahî, em nîßtîmanperwerî ű kurdayetiyę bi wan didin nasîn. Ji ber vę yekę, ew ßagirtęn ku bi salan diçin perwerdeya kurdî, di pratîka jiyana xwe de, ji yęn ku din dîyar in ű di navbera wan de ferqeke mezin heye. Gelek ßagirtęn min niha di dem ű dezgehęn kurdan de dixebitin. Wek mînak; niha ji wan çend di televîzyon kurdî de kar dikin. Ez bi wan gelekî serbilind im. Dema ez wan ßagirtęn xwe dibînim, bawer bikin ji kęfan lingęn min erdę nagirin. Gelo mirov dikare bęje, dema di rojęn pęß de, li welęt îmkan çębin, dę ev ßagirtęn îroyîn bikaribin, di warę ziman ű węjeya kurdî de erk ű rola xwe hilgirin? Bęguman. Lę ne hemű, beßek ję dę rola xwe pęk bînin. Ji ber ku ji niha ve berhem ű encam diyar e. Ev nifßę me yęn nű, yęn ku li Ewrűpayę mezin bűne ű li vir perwerdeyehiyeke baß dîtine. Lewre di her warî de ew dikarin rola xwe pęk bînin. Lę metirsînek jî (tehlîkek) heye. Heger ev nifß, li Ewrűpayę winda nebe, ji welat ű nißtîmanperweriyę bi dűr nekeve! 
Mamoste, tengasî an jî arîßeyęn mamosteyęn kurdî di çi warî de hene? Wekî di warę zimęn, pirtűkęn dersę, materyal ű hwd? 
Dema me li Swędę dest bi perwerdehiya bi zimanę zikmakî kir, tu pirtűk ű materyalęn perwerdehiyę ji bo kurdî tunebűn. Me gelek zehmetî kißand. Pißtre ez jî di nav de, me bi salan komîte ű komîsyonęn pirtűk ű materyalęn kurdî saz kirin. îro li gorî 10-15 sal berę rewß gelekî baß e, lę tęr nake. Niha di polęn (sinif) me yęn kurdî de, gelek pirtűk ű materyal hene ű piraniya wan ji aliyę mamosteyęn li Swędę ve hatine çękirin. Çend ji wan jî li Berlînę hatine amadekirin. Lę, ev pirtűk ű materyal ne li gorî polęn serbixwe ne, li gorî rewßa zimanę zikmakî ű rewßa welatęn Ewrűpayę ne. Mirov di rojęn pęß de dikare ji wan sűd bigire ű li gorî rewßa welęt çębike. Li ber destę me, niha alfabe, pirtűkęn xwendinę, dîrok ű cografya Kurdistanę ű li ser kurd ű Kurdistanę çend pirtűk ű materyalęn kurdî hene. Her ku diçe zęde ű baß dibin. 
Hűn di perwerdehiya kurdî de kîjan alfabe ű ręzimana kurdî bi kar tînin? 
Em alfabe ű ręzimana Celadet Bedirxan bi kar tînin ű li ser bingeha wę perwerdehiyę dimeßînin. Lę, li gorî prensîbęn pedagojîk, ßertęn Swędę ű asta(sewiya) zarokan guhartinęn biçűk tę de çędikin. Pirtűkęn ku ji bo dersę hatine amadekirin ű yęn ku bęn amadekirin, li ser bingeha alfabe ű ręzimana Celadet ű birayę wî Kamran Bedirxan in. 
Hűn mamosteyęn kurd, bi çend alfabe ű zaravayęn kurdî ders didin? 
Bi du zaravayęn kurdî: kurmancî ű soranî. Niha bi dimilî (zazakî) mamoste ű materyal tunene. Zarok jî kęm in. 
Hűn di hefteyę de çend saet dersęn kurdî didin? 
Dibistanęn ku zarokęn kurdî li wir gelek in, li gorî asta polan grűb tęne çękirin ű her grűbę saetek mafę wę yę dersę heye. Lę, li dibistaneke ku zarokek bi tenę jî hebe, pęwîst e ku, mamoste saetekę dersa wî/wę bide. Ji derî wę, ew zarokęn ku nű hatine Swędę, baß bi swędî nizanibin an jî di dersęn xwe yęn swędî de ne serketî bin, mafęn wan heye, ku di hefteyę de, ji bo her zarokekî/e saet an du saetan mamosteyę/a zimanę zikmakî alîkariya wî/wę bike. 
Heta du sal berî niha, di destpęka dibistanę de, mamosteyę/a zimanę zikmakî ű yęn swędî li hev dikirin, ku di kîjan saetî de zarok dę here dersa zimanę zikmakî. Lę, niha ev qanűn hate guhartin. Ji bo zimanę zikmakî, divę dersęn swędî biqedin ű pißtre, zimanę zikmakî dest pę bike. Yanî pißtî nîvro zarok tęn perwerdehiya zimanę zikmakî. Ev jî polîtîkaya Swędę ye, ku zimanę zikmakî kęm bike ű pę re pę re ji navę rabike. Ji ber ku pißtî nîvro, zarok bi xwe naxwazin werin perwerdehiya zimanę zikmakî. Hevalęn wan ęn swędî diçin malę. Piraniya zarokan pißtî dibistanę diçin sporę dikin. Ji aliyę din ve zarok diwestin, birçî dibin. Lę, ew dersęn alîkar ku me got, ji bo ew zarokęn ne serketî, wekî berę di nav dersęn swędî de jî tęne dayin. 
Mamoste, ez ji bo van agahdariyęn we, li ser navę Azadiya Welat spasiya we dikim.
Heger gotinekę we ya dawî hebe, fermo! 
Bęguman li derveyî welęt sűda perwerdehiya zimanę zikmakî gelek e, lę ya herî girîng perwerdehiya li ser axa welęt e. Ez bawer ű hęvîdar im, ku di demeke gelek kurt de, em dę li Amedę dest bi perwerdehiya kurdî bikin. Ez ji vę yekę re amade me. Wekî tę zanîn, ez jî xebatkarekî kevn ę Azadiya Welat im. Kęm be jî, piçek nan ű xwęya min jî di xebata wę de heye. Ev demeke diręj e, ku îmkanęn min dest nedan ku ez alîkariya rojnameya xwe bikim. Ez dę hewl bidim, ku ji vir bi ßűn ve alîkariya wę bikim. 
Jînenîgarî: "Ne dę ű bavę min ű ne jî tu kesî din dizane, ez kîjan salę çębűme. Lę li gorî qeyda nifűsę, ez di sala 1946'an de li Licę hatime dinyayę. Ez hîn 78 salî bűm, bavę min mir. Min di neh saliya xwe de, li Licę li Gazi Ýlkokulę dest bi dibistanę kir. Ji derî dusę zevî ű rezek, tu mal ű mulkę me tune bű. Ez di nav xizanî ű bękesitiyę de mezin bűm. Min hem dixwend ű hem jî kar dikir. Hema hema karę ku min nekiriye tuneye. Pißtî xwendina destpękę, min li Erxeniyę dest bi dibistana mamostetiyę kir. Di sala 1969'an de ez bűm mamoste ű min li gundę Licę li Cinezűr ű pißtre li ßęxanę mamostetî kir. Di nav komela mamosteyan TÖBDER'ę ßűbeya Licę de wekî serok, sekreter ű nűnerę ßűbę çend sal min kar kir. Ji ber sedemęn sîyasî gelek caran hatim girtin ű pirsiyarkirin. Di sala 1977'an de ji ber sedemęn civakî ű sîyasî bęgav mam, ku dest ji mamostetiyę berdim. Min di wę demę de bi Partiya Komunîsta Tirkiyę (TKP) re kar dikir. Ez di eynî salę de, bi malbatî derketim derveyî welęt. Me di demeke gelek kurt de, bi polîtîk ű îdeolojîk li hev nekir ű ez ji TKP'ę qetiyam. Bi qasî salekę, li welatęn sosyalîst ji destę biręveberęn Partiyę min gelek ęß ű elem dît. Di dawiya sala 1978'an de vegeriyam Amedę. Bi qasî salekę, di bin merc ű ßertęn gelek dijwar de li welat ű metropolęn Tirkiyeyę mam. Vę carę min dest pę kir bi DDKD re xebitîm. Carek din bęgav mam ű berî hatina Cűnteya 1980'î ez derketim derveyî welęt. Bi awayekî perîßanî li gelek welatęn Ewrűpayę geriyam ű heta ku ez gehîßtim Swędę; ędî cűntaya 1980'î hatibű ser hukim. Ez li Swędę bűm penaberę sîyasî. Bi hatina Cűntayę re wekî gelek ręxistinęn kurd DDKD jî felißî ű li ber xwe neda. Çend grűbęn biçűk çębűn. Demekę min jî di nav grűbekę de cih girt ű pißtre min bawerî pę anî, ku em xwe dixapînin an jî dil didin ber xwe ű min dev ji wan berda. Min dest bi mamostetiya kurdî kir ű carina jî bi kurdî hinek tißt nivîsandin. Wekî xebatkarekî, min heta îro di gelek kovar ű rojnameyęn kurdan de her cure kar kir. Sę sal berî niha, min çend bernameyęn zarokan amade kirin ű Med TV ew weßandin." 

[AW69A4] 
Sed ű pęncî hezar dilî bo azadiyę avęt 
Di van salęn dawîn de, ku tękoßîna gelę kurd li bakurę Kurdistanę di bin ręberiya PKK'ę de gihîßtiye asteke bilind ű berfireh, gelę kurd ędî serkeftina xwe pir nęzîk dibîne ű ji bo wę jî tim di qada xebat ű xwenîßandanan de amade ye. Di roja 17'ę avręla 1999'an de jî, careke din ji cîhan ű dagirkeręn Kurdistanę re hat îspatkirin ku, kurd ji bo çareserkirina doza bi ßan ű ßerefa xwe yę her tim di meydanan de be. Yę li nirxęn xwe yęn neteweyî xwedî derkeve ű li ku dibe bila bibe gelę kurd dę Serokę xwe yę neteweyî ji bîr nake. Riya wî, riya xizmet ji bo mirovahiya hemdem, riya azadiya Kurdistanę bernade ű ev bizava dîrokî wę were berdewamkirin. Ji serę sibę ji her aliyęn Ewrűpayę jin, męr, zarok, mezin, pîr ű ciwanan berę xwe da paytexta Almanyayę Bonnę. Ji sę milan: Jozefhohe (baska sor), Pűtzchenzmark (baska zer) ű Nîederkasseler (baska kesk) ref bi ref xwe gihandin cihę mitîngę ya bi navę Freizeitpark / Rheînaue. Saet li dora 12'ę nîvro li meydana mîtîngę her ku diçű hejmara mirovan zędetir dibű. Pißtî demeke kurt, zędetirî 150 hezar kes li qadę civiyabűn. "Azadî ji bo Öcalan, aßtî ji bo Kurdistan!", "Bijî Serok Apo!", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok!" çend sloganęn ku di vę çalakiyę de hatibűn qęrandin bűn. Hunermend Ciwan Haco, pißtî axaftina vekirinę hat ser sehneyę ű bi stranęn xwe beßdar coßandin. Pißtî Haco, Serokę PKDW'ę Yaßar Kaya jî derket pęßberî dilxwazęn Öcalan ű bi awayekî nivîskî mesaja xwe ragihand. Pißtre stranbęja kurd Beser ßahin (Besę) jî bi stranęn xwe yęn ßoreßgerî bernameya xwe bire serî. Ji wezîręn berę yęn Amerîkayę Ramsey Clart bi ßandina mesaja xwe ya nivîskî ji bo Öcalan azadî xwest. Uru Avnery, ku yek ji parlamenterę berę yę Îsraîlę bű, Ulla Lotzer ku nűnera Partiya Sosyal Demokrat a Almanya, yek ji senatoręn berę yę Îtalyayę ű gelek ßexsiyetęn din, her yekî bi rengekî pißtgiriya xwe bo Serokę Neteweyî anî zimęn. Stranbęjęn kurd Merziye ű Nasir Rezazî jî bi hevre çend stranęn ßoreßgerî pęßkęß kirin. Ji hęla Konseya Ręveber a PKK'ę ve mesajeke tęrnaverok hate xwendin. Di mesaję de, li ser yekitî ű pęßeroja rewßa ßoreßa kurd, mizgîniyęn mezin hatin dayîn. Her wiha li ser siyaseta çewt a dewleta tirk, agahiyęn pęwîst hatin dayîn Saet li dora 16:00'an hunermend ßivan Perwer dest bi bernameya xwe kir. Beriya konsera xwe ßivan Perwer bi zimanęn kurdî ű almanî li ser fedekariya gelę kurd dîtinę xwe rave kirin. Her wiha hunermendę kurd dîsa bi her du zimanan siyaseta qiręj a dewleta tirk ű qomploya li dijî Serokę PKK'ę ßermezar kir. Belę... Di 17'ę avręla 1999'an de gelę kurd careke din yekbűna hęz ű îradeya gel ű girędana gelę Kurdistanę bo serokatiya PKK'ę, ji hemű cîhanę re da îspatkirin. 

[AW69A5] 
'Gurgeboz ji nű ve dizűrin' 
Dengvedana hilbijartinęn Tirkiyeyę 
Hilbijartinęn li Tirkiyeyę di çapemeniya cîhanę de bű sedema nirxandinęn cur bi cur. Tißtę ku zęde li ser hatiye rawestandin karkirina DSP ű MHP'yę. Nirxandina hevpar xeternakiya gurbűna neteweperestiyę ye. Bo niműne rojnameya Franfurter Rundschau di hejmara xwe ya roja 21'ę avręlę de cih da nivîseke bi sernavę "Gurgeboz ji nű ve dizűrin..." Tirkiyeyę hęz da neofaßîstan". Rojnameya Suddeutsche Zeitung cih daye nűçeyeke bi sernavę "Tirkîtiya nű", di vę nűçeyę tę gotin, Tirkiye ji Ewrűpayę dűr dikeve ű xewnęn împaratoriyeke mezin a bi navę "Turan" dibîne. Ji Ewrűpayę dűrketina Tirkiyeyę, wekî dîtineke hevpar a çapemeniya Ewrűpayę balę dikißîne. Nirxandinęn bi heman ßęweyî di gelek weßanęn din de jî cih girtiye. Bo niműne, Rojnameya Liberation gotiye: "Tirkiye ji Ewrűpayę rűyę xwe ba dide." Rojnameya belçîkî Le Soirę dibęje, "Tirkiye neteweperestiya xwe nîßan dide", "Dîsa rojnameya belçîkî Le Matin gotiye "Zędebűna neteweperestiya xeternak" Di rojnameya Swîsreyę Der Bund de sernavekî balkęßtir hatiye bikaranîn: "Gurgebozęn ku postę berxan li xwe pęçan e". Rojnameya yewnanî To Vima jî ev nirxandin kiriye: "Neteweperestî Tirkiyeyę jehrî dike". Rojnameya Swîsreyę Tages Anzeigerę di nűçeyeke xwe de jî da zanîn ku "Demokratîkbűna ku maye bihareke din". Di bin sernav re spotę bi rengę "Li Baßűrę Rojhilat ręveberî kete destę kurdan, ew jî ditirsin ku bi gurgebozan re rű bi rű bimînin. Di nűçeyę de hatiye daxuyandin ku MHP hęza xwe ji ßerę li Kurdistanę digire ű hebűna kurdan nas nake. Di dema hilbijartinę de jî ciwanęn endamę MHP'ę ęrîßę konvoyęn HADEP'ę ű partiyęn çepgir kiriye. Digel serkeftina DSP, MHP ű xetereyęn ku ev yek bi xwe re tîne, serkeftina HADEP'ę ű pest ű pękutiyęn li ser vę partiyę jî bűne mijara nűçeyęn HADEP'ę. Bo niműne Rojnameya Liberationę roja 21'ę avręlę cih daye nűçeyeke bi sernavę "Li Tirkiyeyę serkeftina hilbijartinę ya partiya kurdgir e". Di vę nűçeyę de hatiye daxuyandin ku HADEP'ę li Kurdistanę ręveberiya belediyeya gelek bajaran bi dest xistiye. Di nűçeyę hatiye gotin ku ręveberiya 40 bajarî ketiye destę kurdan. Her wiha nűçe balę dikißîne ser dijwariyęn li pęßberî wan ręveberęn nű jî. Di gelek nűçe ű ßîroveyęn din jî li ser HADEP'ę hatiye rawestandin. Bo niműne sernavę nűçeyeke Reutersę wiha ye: "Besę ędî çewsandin, ez dengę xwe didim HADEP'ę", di nűçeyeke din a Reutersę de tę gotin ku HADEP li heręma kurdan bi ser ketiye. Radyo Free Europe jî di nűçeyeke xwe bal kißandiye ser serkeftina HADEP'ę ya di hilbijartinę. Di nűçeyę de li zilma li ser HADEP'ę jî hatiye rawestandin. 

[AW69A6] 
Di çapemeniya cîhanę de kurd 
Di çapemeniya biyan de Doza Sedsalę 
Serkeftina DSP ű MHP'ę girîngiya parastina ewlehiya canę Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan li ber çavan raxist. Lewre pißtî hilbijartinę bi rojekę dozgeręn DGM'ę dan zanîn ku dozname (îdianame) ya Öcalan hatiye amadekirin ű tę de cezayę daleqandinę bo Öcalan tę xwestin. Li ser vę yekę hikűmeta Îtalyayę di cih de reaksiyona xwe nîßan da ű da zanîn ku bi encama hilbijartinę re ewlehiya jiyan Öcalan nemaye. Wezîrę Karę Derve yę Îtalyayę Lamberto Dînî helwesta Ewrűpayę ya li hemberî Kęßeya Kurd rexne kir ű bal kißand ser durűtiya di vî warî de. Di çapemeniya biyan de tę gotin ku partiya faßîst Öcalan bi dar ve bike. Di nűçeyeke Ajansa AP'ę ya roja 21'ę avręlę de hatiye gotin ku dibetiya darvekirina Öcalan zęde bűye. Di nűçeyę de van gotinęn berdevkę MHP'ę Ata Türkođlu cih girtiye: "Heke dadgeh cezayę mirinę bidę, em dę dengę xwe bidin da ku ew bę darvekirin." Gotinęn paręzerę Öcalan A. Zeki Okçuođlu ęn bi rengę "Niha selmandina biryara darvekirinę ji berę hęsantir bűye" jî di nava nűçeyę de cih girtiye. Di nűçeyeke AFP'ę ya roja 21'ę avręlę de jî li ser heman mijarę hatiye rawestandin. Di nűçeya navborî de hatiye gotin ku dirűßmeya sereke ya MHP' "bimre Öcalan" e ű ev yek jî dibetiya selmandina biryara daleqandinę zęde dike. Dîplomatekî ewrűpî jî gotiye, "Zędebűna hęza neteweperestan rîska daleqandina Öcalan zęde dike." 

Reuters 
Li gorî nűçeyeke Reutersę ku roja 19'ę avręlę hate belavkirin,Rűsyayę będengiya Ewrűpayę ya li hemberî ęrîßa Artęßa Tirk a li ser baßűrę Kurdistanę ßermezar kir. Wezîrę Karę Derve yę Rűsyayę bi daxuyaniyekę ęrîßa Tirkiyeyę ßermezar kir. Di daxuyaniyę de Kęßeya Kurd ű ya Kosovayę wekî hev hatiye dîtin ű ev tißt hatine gotin: "Ji Rojava nebűna tu reaksiyona li hemberî van kußtinan durűtiya rojavahiyan nîßan dide.Di mînakekę de dijwariyęn çareserkirina kęßeyęn hundirîn dibin sedema ęrîßa NATO'yę, di mînaka din de będengmayina rojavahiyan tę dîtin." Li aliyę din Iraqę li ba Yekîtiya Ereban giliyę Tirkiyeyę kir ű xwest ku hęzęn Artęßa Tirk ji baßűrę Kurdistanę derkevin. 

AP 
Ajansa AP'ę roja 20 avręlę nűçeyeke ßîroveyî belav kiriye. Di nűçeyę de hatiye gotin ku kurd bi alîkariya Neteweyęn Yekbűyî "NY" mayinan paqij dikin. Nűçe bi serpęhatiya xortekî 14 salî yę bi navę Îsmaîl Alî dest pę dike. Alî li gundekî çiyayî di 5'ę rezbera 1998'an de ji ber teqîna mayînę lingekî xwe dide der. Di hevdîtina ku li nexweßxaneyę bi wî re hatiye kirin de dibęje ne gengaz e ku mirov bi lingekî bilîze. Di nűçeyę de hatiye gotin ku li baßűrę Kurdistanę ku nifűsa wę 3.3 milyon e, 10 milyon mayin hatine bicihkirin. Li gorî agahiyan li Baßűr ji 1991'ę vir de 2900 kesî ji ber mayinan jiyana xwe ji dest daye ű % 20'ę zeviyan ji ber mayinę nayę bikaranîn. Hatiye gotin ku xebatęn derxistina mayinan di meha avręlę de dest pę kiriye ű heta niha 600 wekî pisporę vî karî hatine perwerdekirin ű 14 kűçik jî ji bo vî karî ji Afrîkaya Baßűr dane anîn. 

Washington Post 
Di rojnameya Washington Postę de li ser Kongreya Neteweyî ya Iraqę (INC) nűçeyeke ßîroveyî hatiye amadekirin. Di nűçeyę de li ser kesayetiya Serokę INC'ę yę berę Ahmed Çelebî hatiye rawestandin. Tißtę ku ji nűçeyę derdikeve ev e ku CIA'yę ew wekî serokę hęzęn dijber ęn Iraqę berpirsiyar kiriye, lę di rastiya xwe de li ser gelę Iraqę tu bandora wî nîn e. Çelebî li Urdinę ji ber diziya ku kiriye, ceza xwariye ű niha jî naxwaze hesabę pereyęn ku Amerîkayę dayę, bide INC'ę. Ji ber her kes ji wî bi gilî ye, ew di civîna ku 7-8'ę avręlę li Londonę pęk hatiye de, ji serokatiyę hatiye xistin ű ręveberiyeke hevpar hatiye hilbijartin. Ji vę nűçeyę diyar dibe ku DYA nikare li Iraqę xwe bigire.

[AW69B1] 
Hefadę Çiyayę Tűrcelę: Pîro Ecer 
Pîro Ecer jî wekî gelek kurdan di rojeke tijî kul ű keser de, di sala 1965'an de li gundę Mavanę bi ser Derikę Çiyayę Mazî ve ji dayik bűye. Jiyana wî, heta van salęn dawîn jî li gund ű li navçeya Dęrikę derbas bűye. Wî jî ew agirę ku li welatę wî pęketibű, giß bi çavęn serę xwe didît ű dijiya. Her ku ßerek an ßahiyek li dor gundę wan ű navçeya wan çędibű, wî jî di bedena xwe de ew hîs dikir. Dorpęçkirina bandora ßer ű serhildanęn gel, ew jî pir zexm kiribű. Ewqas zexm kiribű ku ędî dikarîbű ji bo welatę xwe, ji bo ręberę xwe her kesî bißewitîne ű ęgir bi bedena xwe bixe. Ű wî jî ew kir. Dîsa hîsęn wî ewqas geß bűbűn ku, dikarîbű xwe tevlî zarokęn xwe bißewitîne. Beriya ku xwe bißewitîne ji qîza xwe Ronahî re dibęje: "Qîza min ka ez ű tu em xwe bißewitînin!" Belę... Wan rojęn ku her kesę kurd ę bi xîret di nava xwe de tengijîbű ű her kesî dixwest papűçka xwe deyne ser xebat ű serhildanę. Her kesî ji her kesî dipirsî: "Em çi bikin?" "Serok hatiye girtin. Ma hę heta kengî?" Pîro jî li dora xwe dinihęrî, wî jî hewl dida ku deng bilind bibin. Li her derę agir, li her derę qęrîn, li her derę bombe, li her derę meß ű bazdan... Lę li dora mala wan tißtek tunebű. Jixwe vę yekę ew qehr dikir ű ew ber bi teqînę ve dibir. Di dilę xwe de wî digot: "Çawa mirov wiha będeng dimîne! Çima ev mirov li malęn xwe rűnißtine?" Li mirovęn Taxa Çay a Męrsînę ecębmayî dima. Taxa ku berę bi nav ű deng bű, çi pę hatibű? Di rojęn serî de wî hinek xort ű zarok dan dora xwe ű agir li taxę pęxist. Lę qet ne bi dilę wî jî bű ű dilę wî rehat nedikir. Ji kę dipirsî gißan digot: "Em nizanin, em dę çi bikin? Em ßaß bűne!" Lę wî zanîbű dę çi bikin: Serîhildan. Ji ber wę yekę jî cudahiyeke mezin di nava hißę wî ű mirovęn taxę de çębűbű. Sebra wî nema ku ewqas serhildan dereng bikeve. Biryara xwe dabű: "Divę ez bibim Mazlűm!" Ędî amadekariya agirę ku di bedena xwe de bike Newroz dikir. Li malę wekî ku temenę xwe qedandibe tevdigeriya. Deynę dikandaran giß dabűn ű temî li zarokęn xwe, jina xwe ű cîranęn xwe dikirin. Zarokęn xwe: Leyla, Ronahî, Zana ű Nalîn li dora xwe kom dikirin, tevlî diya wan. Bi hev re stran digotin, dűrißme hildidan. Malbata wî pę hesiyabűn ku dę Pîro çalakiyeke pęk bîne. Lę nizanîbű ku wę bedena xwe bike agir. Wan ję re digot: "Hinekî bi sebir be! Ka derdora me çi bike. Em jî wiha bikin?" Lę wî digot: "Na. Divę her kes xwe berpirs bibîne ű bi xwe tißtekî bike. Kes li benda kesî nemîne. Her kes peywirekę hilde ser milęn xwe." Roja 25'ę Reßemiyę bi erebeya xwe berę xwe da sűkę. Cara dawî li mala xwe nihęrîbű, li zarokęn xwe nihęrîbű. Zarokęn wî jî amadekariya ßahiyeke bűkę dikirin ku herinę. Wî jî amadekariya çűyinekę dikir. Bîdonek benzîn jî peyda kiribű. Ędî veger tunebű. Bi erebeya xwe di ber dikana ku her roj tę re derbas dibű, buhurî. Bi lez dîsa vegeriya. Benzîn derxist ű agir gur kir. Dikandar bi pelę silkan hewl da, ku ęgir vemirîne lę ew dixeyîdî. Agirę ku l i erdę vęketibű, wî jî xwe li nava agirî diavęt erdę. Agir vemirî bű, ew jî xedar birîn bűbű. Pęßî ew birin nava bexçeyę porteqalan. Derdora wî, malbata wî pę nehesiyabű. Pîro ji derdora xwe re digot: "Min nebin nexweßxaneyę. Tu tißt bi min nehatiye." Biribűn nexweßxanyę. Lę tu sűde ję re çęnebű. Her ku diçű birînęn wî xedar dibűn. Ji ber wę yekę jî rakirin Enqereyę. Lę ew jî bi kęr nehat ű roja 12 adarę jiyana xwe ji dest da. Wę roję çiyayę ku wî hefadî (paręzkarî) ję re dikir, Çiyayę Tűrcelę ű Çiyayę Mazî gißan bejna xwe tewandibű. Pîro jî wekî ßehîdęn din bi termę xwe jî, tirsek pir mezin xiste dilę neyaran. Wę roję kolanę Dęrikę mißt tijî leßker bűbűn. Ew jî ędî bűye çirűskeke ji çirűskęn tavę ű welatę xwe ronî dike, li nęzî Kaniya Xabę. 

[AW69B2] 
Bavę "Faîlî Meçhűl'ekî": Di nava nivînęn xwe de hate kußtin 
Murat Akman, roja 21 rębendanę sala 1997'an de li Stewrę, li mala xwe, di nava nivînęn xwe de hate kußtin. Lę męrkujęn wî, li kolan ű kuçeyan xwe li ba dikin. Malbata Akman berî niha bi 8 salan, ji ber ku ji bo cerdevantiyę zor lę hate kirin, ji gundę Dengizę koçî navenda Stewrę (Savur) kir. Roja 21 rębendanę sala 1997'an de li Stewrę, 10 ßevę di nava gerîla ű leßkeręn tirk de ßerekî rű da. Vî ßerî heta 6 sibehę berdewam kir. Di encama vî ßerî de polîs ű leßkerek hate kußtin. Pißtî vî ßerî leßkeręn tirk berę xwe da malan. Yek ji van malan, mala bavę Murat Akman Faysal Akman bű. Di vę navę de leßkeran li ber çavę Faysal Akman lawę wî Murat Akman, di nava nivîna wî de gulebaran kir. Akman bavę du zarokan bű. Pißtî vę bűyerę, bavę Murat Akman serî li Dadgeha Mafęn Mirovan a Ewrűpayę da. Doza Akman hîna jî didome. Me li ser jiyan ű kesayetiya Murat Akman ű bűyerę ligel bavę wî Faysal Akman kurtehevpeyvînek pęk anî. Hűn dikarin hinekî behsa Murat Akman bikin? Tękiliya wî ű tękoßînę çawa bű? Murat li derdorę bi duristî ű welatparęziya xwe dihate nasîn. Wî, hez ji gelę xwe dikir. Ew, li dijî ßerę qiręj, ku KT'ę dida meßandin, bű. Murat, tu caran nedixwest dayik bigirîn. Baß e. Murat Akman çima bű hedefę dewletę? Ji ber ku hez ji gelę xwe dikir. Hűn dikarin hinekî din li ser kußtina wî me agahdar bikin? Berî bűyerę bi 3 mehan, ji ßubeya leßkeriyę bo wî teblîgat hate ßandin ű ji wî daxwaza çűyina leßkeriyę hate kirin. Lę lawę min leßkeriya xwe kiribű. Di vę teblîgatę dihate gotin ku, ji bo kutabűna leßkeriya wî 13 roj mane. Berî vę bűyerę tißtekî bi vî rengî hatibű serę wî? Na. Lę bűyeręn bi rengî gelekî qewimîn ű diqewimin. Lę tu bűyer, wekî kußtina Murat li ber çavan ű eßkere nehatibű kirin. Ev jî qiręjiya ßerę li Kurdistanę dide xuyakirin. 

[AW69B3] 
Berhemek Ji Ronesansa Kurd: Orkestraya Neteweyî ya Kurd 
Duristkirina orkestrayeke senfonî, her dem ji bo hunermendęn akademîsyen ęn kurd, li her çar parçeyęn Kurdistanę daxwazeke dęrîn bűye. Yek ji hewlęn baß di vę rębazę de, ji destpęka salęn 90'î ji aliyę Ebdu Cemal ű çend hunermendęn din yęn ciwan, li baßűrę Kurdistanę dest pę kir ű wan karî yek-du konsertan pęßkęß bikin. Lę mixabin ji ber pißtgirînekirina saziyęn hunerî ű aborî nekarîn xebata xwe bidomînin ű karę orkestreyę bi pęß bixin. Di heman çaxę de em dikarin bibęjin, ev tękçűna nebű sebeba dilsariya hunermendęn akademîsyen ęn kurd, ji bo sazkirina orkestrayeke kurdî. Ji bona wę jî ev car li derveyî welęt ű ji bo heman armancan, bi hevkarî ű pißtgiriya Akademiya Çand ű Hunera Kurdî ya li Almanyayę pęngavek pęßketîtir ji bona damezrandina wę hate avętin. Di destpękę de bi destpęßiya hunermendę nemir Qadir Dîlan ű Akademiya Çand ű Hunera Kurdî gelek hunermendęn kurd li hev civiyan ű pißtî çendîn rűnißtin ű gotűbęjęn dűvediręj, ketin nava pękanîna hewl ű xebatęn xwe. Di yekem pęngavę de bi bangkirina aműrjen ű kompozîtoręn akademîsyen ęn kurd li derveyî welęt karîn programeke gelek kurt, mîna ezműnekę ji bo orkestraya kurdî pęk bînin. Ev pęngav bű sedema jiyandin ű mezinbűna mebesta pękanîn ű damezrandina orkestraya kurdî. Pißtî wę hindę hate zanîn ku hunermendęn kurd dikarin bibin xwedî orkestrayekę. Di wextę amadekirina duyemîn konsertę de, navę wę Orkestreya Neteweyî ya Kurd hate danîn. Her çend rewßa siyasî ya Kurdistanę di roja îro de pir dijwar ű giran e jî, Orkestraya Neteweyî ya Kurd li derveyî welęt her tim di halę pęßketinę de ye. Heya niha Orkestreya Neteweyî ya Kurd zędetir ji 15 karęn kompozîtorî yęn kurdî ű biyanî, ji muzîka Barok hetaya nűjen, pęßkeßî gel kirine. Armanca Orkestreya Neteweyî ya Kurdî, beriya her tißtî dewlemendkirin ű nasandina muzîka zanistî ya kurd bi gelęn Ewrűpa ű her wiha berevajî vę jî nasandina muzîka ewrűpî bi gelę kurd. Her wiha xebitandina hunermendęn Akademiya Kurd ű girîngî pędana hunera li ser wan e. Mirov dikare çend damezrîner, xebatkaręn orkestrayę wiha bide nasîn. 
Qadir Dîlan 
Bo yekem car Qadir Dîlan harmoniya Tonalę ji muzîka klasîk ya Ewrűpayę veguhastiye nava muzîka kurdî ű bi heman ßęweyę muzîka kurdî jî aniye nava muzîka ewrűpî. Qadir Dîlan, di sala 1966'an de bo xwendina muzîkę gihîßt Pragę. Pißtî çend salan, çendîn marßęn kurdî ű awazęn folklorî di muzîka kurdî ű di muzîka Ewrűpayę de bikaranîn. Qadir Dîlan, di sala 1929'an de li Silęmaniyę ji dayik bűye ű di temenę ciwaniyę de dest bi xwendina muzîkę kiriye. Em dikarin wî wekî hunermendę kurd ę yekem bihesibînin, ku gelek amuręn (enstűrmental) muzîka Ewrűpayę yęn mîna klarnet, trampet ű hwd anîne nava muzîka kurdî. Dîlan yek ji damezrînerę Orkestraya Neteweyî ya Kurd tę jimartin. Hinek xebatęn wî mîna Demî Raperîn, Fentazî, Bîrewerî (bîranîn). hwd bo orkestrayę hatine nivîsîn. Ev xebatęn wî, çend caran ji aliyę Radyoya Pragę ű Orkestraya Pragę, her wiha çend cara jî ji aliyę Orkestraya Neteweyîya Kurd ve hatin pęßkęßkirin. Qadir Dîlan di 18'ę adara 1999'an de li Pragę çű ser dilovaniya Xwedę ű li vir hate veßartin. 
Abdullah Cemal 
Abdullah Cemal, di sala 1965'an de li Silęmaniyę hatiye dinyayę. Yek ji ciwanęn bi bizav ű pirxebat bűye, ku li Bexdayę xwendina akademiya hunerî biriye serî. Niha jî li wir mamoste ű serperißtę Senfoniya Orkestraya Bexdayę ye. Abdullah Cemal heya niha çend xebatęn xwe bo orkestrayę amade kirine. Ji kompozîsyonęn wî yęn hilbijartî, mîna konsert bo sentor ű orkestra hene. Senfoniyeke wî ji aliyę Orkestreya Neteweyî ya Kurd ve dę bę pęßkęßkirin. 
Kompozîtor ű Dîrîgęnt Nejat Emîn 
Nejat Emîn di sala 1966'an de li Kerkukę hatiye dinyayę ű ji 12 saliya xwe dest bi xebata muzîkę kiriye. Di bin çavdęriya mamosteyęn mîna Enwer Qerecdaxî, Ferîdon Dartaß ű Xalid Serkar de fęrî muzîkę bűye. Cara yekem di Koma Muzîkę ya Zarokan ya Pîremęrd de xebitiye (1980-82). Di sala 1982'yan de çűye Ewrűpayę ű ji 84'an vir de xebatęn xwe yę muzîkę li Danîmarkayę didomîne. Di navbera 1986-1988'an de xwendina peymangehę li Kopenhagę bi dawî aniye, ku piyano, keman, harmonî ű hînkirina guh ji wan in. Di sala 1991'ę de li Polonyayę xwendina kompozîsyonę ku pęnc sal in, di bin çavdęriya Prof. Françißek Wozniak de, di çar salan de bi pîleyek bilind qedandiye. Hem di dema xwendinę de hem jî pißtî ku qedandiye li Polonya, Kanada ű Danîmarkayę beßdarî gelek pęßbirkîyęn kompozîsyonę bűye ű du caran xelata yekem wergirtiye. (Li Polonyayę Xelata Fogey ű li Danimarkayę Xelata Bernard Rosen Feldî wergirtiye) 
Ýsmail Bulut 
Ýsmail Bulut, di 1'ę reßemiya 1967'an de li Erzeromę ji dayik bűye, di sala 1977'an de çűye Almanyayę ű di heft saliya de bi xebata koroyę dest karűbarę muzîkę kiriye. Neh salan ji Prof. Dr. Sigfried Ulbricht dersa kompozîsyonę ya taybet girtiye. Ji 70'î pę de li Kurdistanę carina kompozînîstęn kurd serî hildane, ku ji wan kesan li rojhilatę Kurdistanę di dawiya salę 1980'yî de mirov dikare navę Hoßeng Kamkar bide. Her wiha yekemîn car li bakurę Kurdistanę jî kompozînîstekî kurd bi navę Ýsmail Bulut gihißtiye ku heya niha sę senfonî ű çend muzîkęn kameralî nivîsandine. Senfoniya Ýsmail Bulut ya duyem ku zędetir ßęweyę Richard Straus girtiye nava xwe, ji bo yekemîn car ji aliyę Orkestraya Neteweyî ya Kurd ve hate pęßkęßkirin. 
Ako Azîz 
Wekî hate gotin ku dawiya 1980'yî ű destpęka 1990'î bű salęn dewlemendbűn bo pęgihîßtina çendîn muzîsyenęn kurd e. Piraniya wan bęyî xwendina taybet a li ser kompozîsyonę ű tenę bi xebata li ser aműrekî ku piranî keman bű an jî xwendina taybet a li ser harmonîyę bű, bi rengekî zanistî muzîk bi dawî aniye, dest avętiye kompozîsyonę. Ji nava van hunermendan kompozîtoręn ßareza yęn wekî Ako Azîz, Berzan Yasîn, ßęrwan, Karîn, Abdullah Cemal derketine. Hinek ji wan mîna Abdullah Cemal karę wan ę sereke bűye kompozîsyon. Ako Azîz di 1967'an de li Silęmaniyę ji dayik bűye. Azîz ji 9 saliyę xwe ve mijűlî xwe perwerdekirinę li ser kemanę ye. Niha konsert masterę Orkestraya Neteweyî ya Kurd e. Xanbacî ji bo keman ű piyanoyę nivîsandiye, Necat Emîn bo orkestrayę dabeß kiriye ű ev yek wę di programeke orkestrayę de bę pęßkęßkirin. 
Aro Stephanian 
Aro Stephanian yek ji kesęn ku rębaza kompozîtorę navdar Komętas bi baßtirîn ßęweyî dißopîne ye. Komętas ji ber ku li ser muzîka kurdî jî di heman demę de wekî yekmîn kompozîtorę kurd tę hesibandin. Aragaz yek ji staranęn kurdî ku Stephanian ji bo sofran digel piyanoyę çękiriye ku ji aliyę kompozîtorę kurd Necat Emin ve hatiye wergerandin bo ser műrę trampęt ű ji bo orkestreya hatiye dabeß kirin ű wę konsertekę bę pęßkęßkirin. 

[AW69B4] 
Evîna Fatima Salih Axa ű Mihemedę Mîrę Hoska (I) 
Bayę evîna Bęrîvanekę ű çelengsiwarekî Salih Axa li Deßta Rewandűzę xwedî ęl, eßîr ű pezę giran e. Keçeke wî heye navę wę Fatimę ye. Heçî Fatimę, li dinę xweßikbűn ji kesî re nehißtiye. Nav ű dengę xweßikbűn ű rindbűna Fatima Salih Axa li her derę belav bűye... Li Hoskan ciwanęn gund derketibűn rasta bęndera ű ji xwe re bi gogę dilîstin. Li nav xortan Mihemedę kurę Mîrę Hoska jî hebű. Mihemed, tam hatiye kemala xortaniyę ű męr li ber çavęn xwe li dinę nabîne. Li nav Ęla Hoska pîrek jî heye, ji xwe emrę xwe biriye serî ű hew kurekî wę yę bi tenę heye. Pîrę, ne bi dilekî lę, li bihezar dilî bi ser kurę xwe de dilerize. Dinya tevde li alîkiyekî, kurę wę ję re li aliyekî. Kurę pîrę jî, li rasta bęnderan li nav xortan bi gogę dilîze. Vę carę dema xort bi gogę dilîzin ű Mihemedę kurę Mîrę Hoska jî jixwe weke hęç be ű çima sînga wî li sînga kurę pîrę dikeve ű belengazo lawę pîrę tep ű li erdę dikeve. Ji xwe ve dihere ű dixeriqe. Rebeno wekî deh roj berę miribe. Pîrę pę dihese, tę ser kurę xwe. Pepűkę li xwe dixe, digirî. Dijűn ű nifiran dike, dibęje: "Kę lę xiste, kę lę xiste?" Dibęjin, Mihemed lę qelibî. Pîrę berę xwe dide Mihemed ű dibęje: "Ma te xęr e lawo. Te pozę xwe bilind kiriye ű tu xwe di xortan de didî. Tew, tu dibęjî qey çűye Fatima Salih Axa ji xwe re xwestiye." Gava pîrę van gotinan dibęje, Mihemed sar dibe, wekî ku tu satilek ava sar bi ser da kî, wa dicemide. Welhasil, qasekę paßę, kurę pîrę hat ser xwe ű pîrę kurę xwe rakir bire malę. ßev bű nîvę ßevę lę, xew nekete çavęn Mihemed. Nîvę ßevę rabű xençera xwe girte ű berę xwe da aliyę konę pîrę. Xençera xwe kuta ser dilę pîrę ű got: "Ez qesem bi navę Xwedę dikim, tu cih ű meskenę Fatima Salih Axa ji min re dibęjî, bibęje, ger tu nebęjî ezę te bidim ber vę xençera han ű hebek ji hestiyę te sax nehęlim." Pîrę xwe vir de wę de da ű got: "Wey li min, ma ev çi bű? Çi qewimî, mi çi bi xwe kir?" Mihemed got: "Çareya te tune, gere tu bęjî." Pîrę got: "Ęla salih Axa li Deßta Rewandűzę li alî pera avę kon vedane. Aliyek konęn wî deßt e, yek çiya ye. Çiqas feqîr ű fuqare hene, tim xwe li wî digirin. Tu here, ger Xwedę bike, tuyę bibînî." Mihemed ji nav konan derket, qasekî meßiya. Paßę di xwe de fikirî ku ger bi van cil ű bergęn axatiyę here, wę tu car negihę miraz ű meqsedan. Vegeriya, bedlek cilęn ßivanan ű feqîran li xwe kir, berę xwe da oxirę ű pißta xwe da felekę, rę girt ű meßiya. Mihemed sę roj ű sę ßevan, li ser rę dirban, banî ű newalan meßiya. Parçeyęn cilęn wî bi guliyęn dar ű deviyan ve man. Bi zeraqa derketina tava roję re li zozanę Rewandűzę ji wan pirsî got: "Lawo hűn ßivanęn kę ne? "Gotin, 'em ßivanęn Salix Axa ne.' Nebęjin?" Gotin 'Belę wele.' Mihemed ji wan pirsî, 'Hűn ßivanan nagirin?' Gotin: "Na wele, em ßivanęn xerîb nagirin." Çima? "Gotin 'Pezęn me winda dikin, tifingęn me didizin, keçęn me direvînin. Ji bo vę yekę em jî ßivanę xerîb nagirin.' Mihemed pirsa konęn Salix Axa kir ű berę xwe da aliyę ęlę ve ű pęncsed heb kon li dora konęn mezin hatine danîn, dę ewledę xwe diavęje. ßingîn ű gimgima misînęn çay ű qehwę ne. Mij ű morana çay ű qehwę di ser konan re weke ewr wergirtiye. Berę xwe da konę mezin ku bimeße, lę, di xwe de fikirî ku "bi van cilęn feqîran ez herim vî konę mezin bi Xwedę ne kes silava min digire ű ne jî kes merhebayiyę dide min." Berę xwe wergerand ba konekî ji ręzę, li qeraxę. Konę ku Mihemed berę xwe dayę ew jî bűk ű zavakî ku li gorî adetan hîn nű ji xwe re zewicîne ű konę xwe nű vekirine ku ji xwe re malekę ava bikin. Mihemed silav li wan da ű ęvara wan bi xęr kir. Ewan jî gotin 'bi xęr ser çavan re.' Mihemed got 'Hűnę męvanan bihewînin?' Gotin 'Ser seran, ser çavan. Tu męvanę ezîz, męvan męvanę Xwedę ye.' Mihemed derbas bű aliyę hundur, ßîva wî çękirin danę. Pißtî xwarina ßîvę, mazűban ji Mihemed re got: "Em herin oda axa, adeta me ev e." Rabűn, tev de çűn konę Salih Axa. Bi fermana Xwedę, çawa ku hîn baß rűnenißtibin, ßivanekî Salih Axa ji ßivan pirsî, got: 'Lawo te xęr e?' ßivan got: 'Begę min. Va ye, ßeß mehęn min in ku ez ji te re ßivantiyę dikim. Min gelekî bęriya malî ű zarokęn xwe kiriye. Jixwe qewlę min jî teman bűye.' Salih Axa got: "Ę berxęm, qe neba te sę roj berę xeber bida min, minę ji xwe re ßivanek din bidîta." Wę demę mazűbanę Mihemed rabű piyan ű got: 'Begę min, tu li ßivan digerî aha va ye ji te re ßivanekî din.' Mihemed rabű piyan, ger bejnek li sere weke ßitlek rihanę. Kurmanciyek di dev de ye ku mirov xwezî lę guhdar bike. Salih Axa, çiqas li ber digerîne lę, lawik jî pę re dibeze. Salih Axa got: "Lawę min, tu dikarî herî ber pez?" Mihemed got: "Belę ezę çima nikaribim? Ez ne ker im, ne kor im, ne seqet im ű ne ez tawî me, ne ez bawî me. Di cih de bedlek cilęn ßivantiyę danę. Mihemed, kulavę xwe avęt ser milę xwe, gore ű çarox xistin lingęn xwe ű berę xwe da nav keriyęn pez. Fatima keça Salih Axa jî, her roj serę sibehę zű radibe, cariyan ű bęrîvanan weke çawîßan li ser wan disekine ű wan dixebitîne. Bi wan mast dide keyînę, nan ű xwarina ßivanan dide çękirin. Xwarina ßivanan ű elbęn ßîr dide destęn wan ű wan dißîne bęriya sibehę. Bęrîvan hatin cihę bęriya sibehę ku xwedęyo çi bibînin; ger xortek ji bo ßivantiyę hatiye ber pez ku bejneke li ser e weke ßűrę di kalan de. Tu dibęjî qey hema teyrekî baz ű ji xwe re li vę çola han hatiye, li erdę daniye. Bęrîvanan wexta çav berdanę, hiß ű aqil di serę wan de nema, av ji devę wan herikî. Vî alî ű wî alî avętin henek ű qerfikan, bi hev re lîstin. Dema doßîna pez, lehiya ßîr ajote ser kiras ű xeftanę bęrîvanan. Hema bęjin ku heram be dilopa çira ßîr nekete nava elban. Bęrîvanan, ji ber çűyîna aqil a ji sewdayę, doßîna keriyęn dinę ji bîra kirin. Sę rojan ewa derbas bűn. ßivanęn keriyęn dinę nihęrîn ku ne kes tę ji bo bęriyę ű ne jî kes ji wan rewarinę dißîne. Roja sisiyan rabűn. Pez ajotin alî konan ve. Fatim hate pęßiya ßivanan, got: "Lawo we xęr e?" ßivanan got: "Xatűnę, ev sę rojęn me ne em li çolę birçî ne. Ne kes ji me rewarinę tîne ű ne jî kes tę bęriyę. Gelo, ev çi hewal e?" Fatim rabű xwarin da ßivanan ű got: "Hela hűn herin ber pez, ezę li çareya wę binihęrim." Fatim, bęrîvanan digire bin pirsę. Lę, bęrîvan xwe vir de ű wę de didin ű rastiya meselę ję re nabęjin. Tirsa wan ew e ku ger Fatim pę bihese ku wa lawikekî delal hatiye ber pez, belkî ew jî bę bęriyę ű jixwe, Fatim jî qîz e, ger çav berde, wę dilę wę jî tękeve ű wę Mihemed ji destęn wan here. Jixwe, bi zor Xwedan li wan hatiye rehmę ű wer xortekî delal ji wan re ßandiye vę çola hanę. Lę belę, bęrîvan bęçare li xwe tęn mikurę ű dibęjin: "Xatűnę, ęde ßivanekî nű hatiye ber pezę mala bavę te. De bę bavo tu dibęjî hema teyrekî baz ű ji xwe re daniye li ser erdę. Bejnek li ser e weke ßiva zîvę. Kesę tu car xortek ewa nedîtiye." Fatim pißtî ku li wan guhdarî dike, dibęje: "Qehbikno! Pűßtino, weleh min zanîbű hűn li çolę tolaziyan dikin. Va ye emrę min bîst ű yek e hîn çavęn min bi çolę neketine. Ezę li ser van gotinęn we sibę herim bęriyę. Ger gotina we rast be ędî bęrî li min jî qebűl e. Na, ger ne wer be ezę poz ű guhęn we jękim ű ji bo îbret we berdim nav ęlę." Fatim pißtî ku vę ßertę hanę diavęje navę, ędî ßev lę diręj dibe. Ędî Fatim jî hîn çelengsiwarę xwe nedîtiye ű dilę wę wekî çűçika ber biharę lę dikeve. Fatim ji vę ßevę pę de radibe serę xwe dißo, porę xwe ßeh dike, gulîkęn reßqeytanan di hev de dihűne. Xemleke bűkanî li ser bejn ű bala xwe dadike. Jixwe, bęhna misk ű anberę weke bęhna ßitlęn rihana teze li der ű dor belav dibin. Ű xißîn ű mißîn jî dikeve ser xeml ű xęzan. Bi ßeveqa sibehę re qanzekę sor dike, dide ser birinca medrebęn Çiyayę Qerecdaxę ű tevlî qeymax, mast ű nivîßka sibehę. Dest diavęje elban ű dide pęßiya bęrîvanan, hędî hędî berę xwe didin cihę bęriya sibehę. Fatimę hat cihę bęriya sibehę. ßimik ű gore avętin dera hanę. Zend ű bendęn xwe berjor hildan. Derpiyęn ßamgęlanî kißandin heta kap ű nîrę, rűnißte li ber elbę. Lingęn xwe li dora elbę pęçan ű bang li ßivan kir ku ję re pez vegerîne ji bo doßînę. Mihemed, dest avęte mîhekę, vegerande anî ber bęriyę. Ę de Xwedęyo... Dema Mihemed çav berda bęrivanę... ßewq ű ßemala eniya gewer sorbűyî, lęvęn gilyazî, diranęn hűr ę mircanî, ma wan herdu çavęn reßbelek ű mijag ű ebrű ji xwe weke tîr ű kevanęn di destę nęçîrvanęn xezal ű pezkoviyan, męr ew e ku awir bide. Aqil di serę Mihemed de nema li wę çolę. Ędî ji ber bayę evîn ű sewdayę, beran ű nęrî vedigerandin ji bo bęrîvanę. (Dę bidome.) 

[AW69B5] 
Li Stenbolę Mîhrîcana fîlman a Navneteweyî 
18'mîn Mîhrîcana (Festîval) Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolę di 16'ę avręlę de li Sînemaya Emekę bi axaftina Serokę ÝKSV'ę (Ýstanbul Kültür ve Sanat Vakfý) dest pę kir. Festîval bi organîzekirina Weqfa Huner ű Çandę ya Stenbolę (ÝSKV) tę biręvebirin ű wę di navbera 17'yę avręlę ű 2'yę gulanę de bidome. Îsal ji 35 welatan dora sed ű pęncî heb fîlm tevlî festîvalę dibin. Ev festîval her sal di destpękę de xelatan dide kesęn ku ji bo pęßketin, girseyîbűn ű ręxistinbűna sînemaya tirkan dixebitin. Îsal ji ber ku keda wan di sînemaya tirkan de çębűye, lîstikvan Neriman Köksal, derhęner Ertem Güneß, nivîskar Vedat Türkali ű fîlmsaz (Yapýmcý) Türker Ýnanođlu hęjayî xelata "Rűmeta Sînemayę" hatin dîtin ű wan di roja vebűna festîvalę de xelata xwe girt. Li dű xelatdayînę festîvalę bi fîlma "Tango" yę perdeyę xwe ji temaßevanan re vekir. Her wiha festîval ji bo hinek fîlman du beßęn taybet vediqetîne. Yek: Ji bo bîranîna "Hostayęn ku jiyana xwe ji dest daye." Di vę beßę de fîlmęn wan tęne pęßkęßkirin ű beßa din jî ji bo "Ji Hosteyan re Hurmet"ę tę veqetandin. Di festîvala îsal, beßa "Bîranînę" de Alfred Hitchcock bi 16 fîlmęn wî tę bibîranîn. Ji bilî Hitchcok derhęneręn navdar ęn wekî: Akîra Kurosawa bi fîlmę wî yę "Raßomon", ji bo bîranîna Alan J. Pakula jî filmę wî yę bi navę "Hemű zilamęn Serok" tęn nîßandayîn. Dîsa di beßa "Ji Hostayan re Hurmet" de fîlmęn Yýlmaz Güney jî cih digirin. Fîlmęn Güney ku dę bęne nîßandayîn ev in: Seyîtxan, Guręn Birçî ű Hęvî. Wekî tę zanîn Yýlmaz Güney bi fîlmę xwe yę "Seyîdxan" di sala 1969'an de xelata "Lîstikvanę Herî Baß yę Męr" stendibű. Dîsa di sala 1970'yî de jî bi fîlmę xwe yę "Hęvî" xelata "Jűriya Festîvala Edene"yę girtibű. Ji bilî Yýlmaz Güney fîlmęn Abbas Kiarostamî, Mario Monicelli ű hwd. tęn nîßandayîn. Her wiha digel van herdu beßan gelek beßęn din jî di festîvalę de cih digirin. Çend heb ji wan ev in: "Ciwanęn Binavűdeng ęn Sînemaya Cîhanę", "Ji Festîvalęn Dinę Çend Fîlm" ű hwd. Di beßa "Welatek ű Sînemayek" de ku ev beß kirine kevneßopî îsal cih dane fîlmęn Spanyayę. Bi taybetî fîlmęn Spanyayę yęn ku di sala 1997-98'an de hatine çękirin, cihę xwe di festîvalę de girtine. Di beßa sînemaya tirkan de fîlmęn ku bal a mirov dikißînin jî hene. Di vę beßę de çend heb ji van fîlman ev in: "Gemide", "Yara" "Kaçýklýk Diplomasisi", "Hoßçakal Yarýn", "Propaganda"‚ "Leoparýn Kuyruđu", "Laleli de Bir Azize", "Kayýkçý", "Karanlýkta Uyuyanlar", "Her ßey Çok Güzel Olacak" ű "Günaße Yolculuk" in. "Güneße Yolculuk" di nav van de ya herî balkęß e ű "Xelata Aßtiyę", "Xelata Hęßîn a Firîßte"yę stendiye. Ev fîlm ji aliyę Yeßim Ustaođlu ve hatiye çękirin ű lîstikvanęn wę jî Newroz ßahin, Nazmi Kýrýk ű Mizgîn Kapazan in. Ev lîstikvan xebatkaręn Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) yę, beßa sînemayę ne. Fîlm, li ser tękiliya du xortęn ku ji Anatolî ű Kurdistanę hatine Stenbolę, hatiye honandin. Bi kinahî jiyana wan a li Stenbolę radixe ber çavan. Di festîvalę de 12 fîlm ji bo xelata "Laleya Zer" bi hev re ketine pęßbaziyę. 

[AW69B6] 
Ji bo welatparęzęn bawermend, berhemeke nű: Tîręjęn Bawerî 
Geßedana tevgera azadîxwaz a gelę kurd di hemű qad ű tebeqeyęn civakę de guherîneke berbiçav pęk anî. Civak bi gißtî rękxistî bű ű vę yekę bandoreke eręnî li pir-rengî ű pirdengiya civakę jî kir. Kesęn ji bîr ű rayęn cur bi cur, bi ßęweyekî nű ręxistinęn xwe yęn xweser pęk anîn ű di nava ręxistinęn welatparęz de wan jî cihę xwe girt. Bi taybetî pirdengiya di warę bîr ű baweriya olî de ßayanî nirxandinę ye. Ji Yekîtiya Alewiyan bigire heta, Yekîtiya Ęzidiyan ű ji wę jî heta Hereketa Îslamî ya Kurdistanę gelek tevger ű komele hatin avakirin. Digel vę yekę gelek weßanęn kurdęn welatparęz jî derketin holę. Di meha reßemiyę de weßaneke nű li yęn heyî zęde bű. Ew weßan, kovara "Tîręjęn Bawerî" yę ye. Her wekî ji navę wę jî diyar e, ev kovar ji hęla kurdęn welatparęz ęn bawermend ve tę derxistin. Nivîsęn kovarę hem bi kurdî hem jî bi tirkî ne. Rűpelęn kovarę bi navęn wekî gotar, lękolîn-lęgerîn, ciwan ű pękenok hatine beßkirin. Di pęßgotina kovarę de tę diyarkirin ku ewę bi pęnűsa xwe li hemberî bazirganęn dînę îslamę ű zaliman rawestin. Di kovarę de bi taybetî nivîsa Hasan (R) balę dikßîne ser xwe. Hasan(R) di nivîsa xwe ya bi sernavę "(Qedexe ű înkara Ziman ű Çanda Gelę Kurd)" de balę dikßîne ser polîtîkayęn dewleta tirk ęn pißaftinę. Hasan(R) diyar dike ku bi van ęrîßęn li ser çand ű zimanę kurdan tenę psîkolojiya gelan tę xerakirin. Nivîsęn din ęn di kovarę de cih digirin ev in: Siyasal Süreç (Rojeva siyasî), Ýslamda Cihad (Di îslamę de cîhad), Gençlik (Ciwan), ßîmal Yýldýzlarý (stęrkęn bakur), Qedexe ű înkara ziman ű çanda gelę kurd, Din ve toplumsal tekamül (Ol ű tekaműla civakî), Peygamberimizin Hayatý-1- (Jiyana pęxemberę me), Zelalkirina armanc ű mebestęn îslamę, Qurana pîroz, Tefsîr, Dersęn ßerîetę, Çend ßîretęn Seîdę Kurdî, Mücahidelerin Kaleminden (Ji pęnűsa Műcahîdeyan), Ýslamî Öncüde Ahlak (Di ręberatiya islamî de Ehlaq), Tarîh-araßtýrma (Dîrok- lękolîn), Tufan ve Yafes (Tűfan ű Yafes) Kovara Tîręjęn Bawerî ku li Stenbolę çap dibe, bi gißtî ji pęncî rűpelî pęk tę. 

[AW69B7] 
Nűbihar bi hejmara xwe ya nű derket 
Kovara mehane ya çandî, hunerî ű edebî Nűbihar, bi hejmara xwe ya nű derket. Di vę hejmarę de kesęn ku bi nivîsęn xwe cih girtine ev in: Sabah Kara (Ji Berpirsiyarę Gißtî Nameyeke Vekirî), Osman Tunç (Hec, Qurban ű dengvedana li ser Çiyayę Erefatę), Selman Dilovan (Tehfîl), R. Karakaya (Mala Minę), Mela Emîn Heyderî (Ereb çi demę hatine Mezopotamyayę), Metînę Licî (Ji Licę çend gotinęn pęßiyan), Tehsîn Ýbrahîm Doskî (Mela Mehműdę Yűsifî), Îbrahîm Kurmanc (Mar ű Çivîk) ű Süleyman Çevik (Riya aqil yek e: Divę pirsgiręka kurd çareser bibe). Her wiha di kovarę de helbestęn Dost Çiyayî (Rűbarek e diherike dilę min), H .Hemo (Raperîn di tariyę de ), Sidiq Gorîvan (Tunetî ye), hene. Abbas Alkan, Abdurrahman Cűdî ű Sebeheddîn Bidlîsî jî, bi wergeręn xwe di kovarę de cih girtiye. Di destpęka kovarę de nivîsa Sabah Kara balę dikßîne ser xwe. Kara, di nivîsa xwe ya bi sernavę "Ji Berpirsiyarę Gißtî Nameyeke Vekirî" de, li ser nivîseke ku di hejmareke berę de hatibű weßandin, radiweste ű ji ber ku nivîs li ser remza Nűbiharę derçűbű, çewtiyęn di nivîsę de çawa ku wî eleqeder dike, wekî kęmasî ű çewtî dinirxîne ű xwendevanan hißyar dike. Nivîseke din ku divę mirov li ser raweste, nivîsara Kelawij Salih a bi sernavę "Xemla Jina Kurd" e. Nivîs ji aliyę Sebaheddîn Bidlîsî ve hatiye wergerandin. Kelawij Salih ku yek ji nivîskaręn jin a ereb e, di gotara xwe de li ser rewßa jina kurd sekiniye ű jiyana wę raxistiye ber çavan. Salih bi taybetî li ser aßtîxwazî, ßervantî ű exlaqę jina kurd disekine ű Adîle Xanima Helebçeyî ű Fatîme Xanima Qatenî ya Rewandűzę wekî mînak dide. 

[AW69B8] 
Pękenok - Azad ű Mamoste 
Azad zarokekî kurd e ű diçe dibistana seretayî ya tirkan, lę gelekî dixwaze ku bi zimanę kurdî binivîse ű bixwîne. Azad rojekę dîsa diçe dibistanę, bavę wî pereyan didę, ji bo ku gava li dibistanę birçî bibe, ji xwe re tißtekî bikire. Azad serę sibę pereyęn xwe nade bi xwarinę, diçe bi rojnameyeke Azadiya Welat dide. Rojnameya xwe dike nava pirtűka xwe ű diçe dibistanę. Mamoste dibęje: "Bila her kes pirtűkęn xwe derxe, deyne ser maseyę." Azad jî pirtűka xwe ya ku rojname jî di nav de ye datîne ser maseyę. Rojnameyę radike ű lę męze dike. Mamoste wî dibîne, ber bi Azad ve diçe ű dibęje: "Ev çi rojname ye di destę te de?" Azad radibe ser piyan ű dibęje:"Mamoste ev rojnameya Azadiya Welat e. Yanî rojnameyeke bi kurdî ye." Mamoste dibęje: Kurdî qedexe ye. Vir ne dibistana kurdî ye. Vir dibistana tirkî ye. Li vir tenę tirkî azad e. Azad dibęje: Ez dikarim tißtekî bibęjim? Mamoste: Belę. Kerem ke. Azad: Mamoste aniha tu dengę kűçikekę, yanî hewtîna kűçikekę hînî pisîkekę bikî, ew pisîk jî dengę xwe ji bîra bike, qet dengę pisîkan nizanibe ű tu wę berdî nav pisîkan wę ew pisîk çi bike? Mamoste: Nizanim. Azad: Dema ew pisîk wekî kűçikan bihewte, ew pisîkęn din wę birevin ű wę her yek bi cihekî ve bibezin ű belav bibin. Ma nerast e? Mamoste: Te ev mesele ji bo çi, ji min re got? Azad: We kurd tev bela kirine, zimanę me qedexe kiriye. Ez jî dixwazim zimanę xwe hîn bibim. 
Hirç ű mirovę tirsonek 
Du mirovęn gundî bi hev re diçin çiyę. Ji bo ku ji xwe re hem nęçîrę bikin ű hem jî hewaya paqij a xwezayę bigirin. Dema ji gund dűr dikevin dibînin ku di nav dar ű beran de hirçek ber bi wan ve tę. Her du gundî li hev dinihęrin ű li çareya serę xwe digerin. Yek ji wan ji revę re xurt e ű tirsonek e. Yę din nikare bibeze ű ji hirçę jî natirse. Ji hevalę xwe re dibęje: "Divę em ji hirçę netirsin ű ji ber wę nerevin. Gava em ję netirsin, wę ew jî bi ser me de neyę ű wę bi riya xwe de biçe. Lę ger em ję bitirsin ű birevin wę bela xwe di me bide. Dilę xwe qewîn bigire ű netirse, hirç nikare tißtekî bi me bike." Her ku hirç ber bi wan ve tę, mirovę tirsonek xwe paß de dide. Mirovę din çiqas got; 'ma hevalo tu yę çawa min tenę di nava destę hirçę de bihęlî?' jî fęde nekir ű mirovę tirsonek weke bayę reviya ű çű xwe di pißt latekî de veßart. Hirç bi ser zilamę din de hat. Zilam jî ji ber ku nedikarî bireve ű tenę nekarî li hemberî hirçę li ber xwe bide, xwe li erdę wek miriyan diręj kir. Hirç hate ser zilęm, ser ű guhęn zilęm, poz ű devę zilęm bęhn kir ű bi paß de vegeriya çű. Pißtî ku hirç ji ser zilęm çű, zilamę tirsonek ji pißta lęt derket ű hat ber hevalę xwe ű ję pirsî: - Hirçę bi te tißtek nekir ű çű, lę min tißtek meraq kir; hirç hat ber te, devę xwe kir guhę te ű tißtek ji te re got. Gelo çi got? - Ez ji te re bibęjim hirçę ji min re çi got? - Ę wele tu bibęjî wę baß bibe. - Hirç hat ber min, devę xwe kir guhę min ű ji min re got: "Yę ku te li erdę bihęle ű here ędî pęre hevaltiyę neke!" 

[AW69C1] 
Pißtî hißyarkirina PKK'ę tűrîzmę top avęt 
Qidűmę aboriya tirk ßikest 
Ev demeke kurt e ku berpirsiyaręn Tirkiyeyę ketine nava xwę ű ęgir. Tirsa tękçűyîna aboriyę tu car ev qasî ręveberęn Tirkiyeyę netirsandibű. Tu dibęjî qey tengasiya qeyrana konjoktűrel a li cîhanę ne bes e, îcar jî di rűyę PKK'ę de aborî ketiye qeyranę. Her çiqas niha zerpa bayę vę qeyranę ne xuya be jî dę di demeke kin de her tißtî belawela bike. Tirkiye dę hem ji ber bandora qeyrana cîhanę hem jî ji ber qeyrana tűrîzmę gurbűna tengasiya aboriyę çawa çareser bike? Piranî jî li pey hilbijartinę desthilatdariya nijadperest dę polîtîkayeke çawa bimeßîne ű aboriyę bi çi awayî sererast bike? Çimkî ev tengasî ne notî (mîna) tengasiyęn berę ye. Qeyrana li Rűsyayę rę li ber firotina malę tekstîlę ű damezirandina înßaatę girt. Hewldanęn Çîn, Hîndîstan ű dewletęn Asyaya Navîn ji hęla pęßbirkę ve bazaręn tekstîla Tirkiyeyę li Ewrűpa ű Amerîkayę xiste destę xwe. Bi taybetî bi pęvajoya ku Serokę PKK'ę Abdullah Öcalan çűbű Îtalyayę ű peyre jî bi komployę girtina wî re bayekî giran li Tirkiyeyę xist. Her wiha helwesta Tirkiyeyę ya nijadperest derkete ber çavę gelę cîhanę. Dîsa ęrîßęn li ser gelę kurd ű li hemberî vę berxwedana kurdan qewimî. Pevçűn ű pozberiyęn li metropolan li hemű cîhanę hate dîtin. 
Rezervasyon tęne betalkirin 
Ji ber van bűyeręn ku di pęvajoya dawîn de qewimîn, ßęniyę Ewrűpayę yę ku her sal ji bo ger ű qirkirina westa xwe dihate Tirkiyeyę biryara xwe guhart. Tűrîstęn ku ji berę ve bo xwe cih veqetandibűn, rezervasyonęn xwe betal kirin. Welatęn Yewnanîstan, Portekîz, Îspanyayę dewsa Tirkiyeyę girt. Li gorî daxuyaniya Serokę Tursabę Talha Çalmýß di meha nîsanę de ji sedî 60'ę ku berę bo xwe cih veqetandine, rezervasyonęn xwe betal kirine. Dibęje ku 'hęviya me ya ku di serę vę havîne de dest pę kiriye, ßikestiye. Hinek tesîs hetanî 15'ę gulanę girtî ne. Tenę hęviya me ji bo dawiya havînę ye. Bűyeręn ku li Tirkiyeyę diqewimin bala hemű dilxwazęn tűrîzmę dikißîne. Bombeya ku li Taksimę teqiya, bűyera ku li Mavi Çarßýyę pęk hat ű ji bilî wan, çalakiyęn ku bęnavber berdewam kirin ji bo betalkirina cihveqetandina tűrîzmę bűn hincet. Li gorî daxuyaniya xwediyę Oger Turîzmę Vural Oger, pißtî ku bűyera Mavi Çarßýyę pęk hat, di hefteya yekemîn de 15 hezar ű di tevaya mehę de jî 30 hezar kesî cihgirtina xwe betal kiriye. Her sal, ji xeynî bernameyęn asayî bername dîsa çędibűn ku tűrîstan bi balafiran ve bigihînin Antalyayę. Lę îcar ev ne gengaz e ű heta bigire otel bi sedî 15 kapasîteyę ve dixebitin. Berę ji bo męvandariya ßevekę 150 mark dihate stendin lę niha daketiye 100 markî. Lî vę yekę jî bala kesekî nekißand ű hejmara tűrîstan zęde nebű. Li gorî sala 1997'an sala par kompanyaya Lufthansayę kapasîteya xwe ji sedî 40 zęde kiribű. Lę îsal rezervasyon ji sedî 30 betal bűn. Kesęn ku biryara hatina xwe ya bo Tirkiyeyę betal kirine bi piranî ji DYA, Awusturya, Hollanda, Fransa ű Almanyayę ne. 
ßîrkatęn tűrîzmę berę xwe dan hemwelatiyęn xwe 
Li ser van qewimînan saziyęn tűrîzmę yęn li Tirkiyeyę biryar dan ji bo ku bi hęsanî ji giraniya xesaretę bifilitin berę xwe bidine turîstęn li Tirkiyeyę. Kesęn ku berę xanî ű pergala xwe ji bo gelę xwe qedexe kiribűn niha jî bi pey van ketine. Ręveberęn tűrîzmę dixwazin ku ji bo tűrîzma hundirîn pęß ve biçe dewlet krediyę bide gel ű gel teßwîq bike. Lę ev jî negihîßte serî. Îcar jî gelę Tirkiyeyę ji bo ger ű bęhvedanę berę xwe da Ewrűpayę ű welatęn din. Çimkî hem cihęrengę ű hem jî erzaniya gera Ewrűpayę pęßbaziyę veguhaste dijî Tirkiyeyę. Li Ewrűpayę ji hęla bicihbűn ű ji hęla lęgerîne ve erzaniyę dest pę kiriye. Gava ku li gorî lęgerîn ű raçavkirina kompanyayę, gerę ev taybetiya dilxwaziya gelę Tirkiyeyę dît, biryar da ű gera ku ji bo Tirkiyeyę betal dibe, bi heman bihayî ji bo welatine din organîze kirin. Li ser vę Tirkiye kete hewldanę ku pęßiya vę kęßeyę bibire. Lę hemű hewldanęn Tirkiyeyę bi avę de çűn Di encamę de li gorî salęn berę ji sedî 30'yę tűrîstęn tirk çűne welatęn Ewrűpayę. Hema bęje di Cejna Qurbanę de li dora 80 ű 100 hezar kes çű Ewrűpayę. Li gorî texmînęn pisporan di demeke nęzîk de ev hejmar dę bigihęje 150 hezarî ű dawiya salę jî dę ji 500 hezarî derbas bibe. Li gorî berpirsiyarę 'Vip Turizm Dýß Turlarę' Serdar Gören, di Cejna Qurbanę de ji van ji sedî 30 kes çűye derveyî welęt. Ev kapasîteyeke mezin e. Li gorî Mudurę Gißtî yę Duru Turizmę Yusuf Duru jî di salekę de 500 hezar kes ji bo gerę diçe derveyî Welęt. Lę bi qasî ku xuya dibe îsal ev hejmar dę hę jî zęde bibe. Li ser van bűyeręn ku diqewimin xwediyęn tesîs ű saziyęn tűrîzmę behtir qehirîne. Ji bo vę dixwazin dewlet tękeve nava hewldanan ű wan ji nava tengasiyę bifilitîne. Devletę jî di heman demę de dest bi kampanyayęn navneteweyî kir. Li aliyekî îlanęn li ser bedewî ű xweßikiya Tirkiyeyę dan, li aliyekî karę lobiyę meßandin ű li aliyę din jî riyęn bertîlę vekirin ű gotin ku ji bo berjewendiyan hemű rę meßrű ne. Lę kampanyaya taybetî ne ji bo teßvîqa tűrîzmę bű. Dewletę bęhtir Pirsgiręka Kurdî xiste rojeva kampanyayę. Li gorî vę, "li Tirkiyeyę Pirsgiręka Kurdî tune ye. PKK jî qediyaye. Bila kesek ji teqîna bombeyan netirse ű tękeve behrę, bigere ű bęhn vede." Lę di serî de Almanya hema bęje tevaya dewletan diyar kir ku "Tirkiye heręma ßer e. Kî biçe berpirsiyariya wî-wę hilnagirin ser xwe." Pey vę daxuyaniyę jî gelęn ewrűpayî lingę xwe bi temamî li çűna Tirkiyeyę birîn. Bi vî awayî tę nirxandin ku hewldan ű tevgera Serokę PKK'ę Abdullah Öcalan ji Tirkiyeyę re ji bilî fatűraya siyasî fatűrayeke aborî a giran derxistiye. Gava ku Serokę PKK'ę Abdullah Öcalan çű Îtalyayę Tirkiyeyę ambargo danî li ser malę Îtalyayę ű di dawiyę de zerareke mezin dît. Lę bi qasî ku xuya dibe ligel vę xesarę qeyrana tekstîl, înßaat ű her wiha qeyrana aboriyę ya gelemperî ya cîhanę dę giraniya xwe bide der. Her çiqas di serę salę de hîn tißtek derneketibe holę jî dę ber bi nîvę havînę bandora xwe berbiçavtir bike. 
Divę karkeręn kurd refęn xwe diyar bikin 
Di sektora tűrîzme de piraniya karkeran kurd in. Ev karker bi piranî bi zend ű bendęn xwe dixebitin, nekarkeręn teknîkî ne. Garsonî, paqijkarî, barkęßî ű karęn din yęn li ser milan dikin. Li gorî xebatkaręn wergerę an teknîkî kęm jî destmizę distînîn. Xęynî vę sîgorta an jî hęzeke ku wan biparęze tune ye. Ji ber vę xwediyęn kargehan çi wextî dilę wan bixwaze dikarin wan ji kar biavęjin. Karker li hemberî van biryaran stűxwar ű będeng in. Bes gurbűna berxwedana gel, di hilbijartinę de serkeftina nijadperestan refan zelaltir dike. Ji ber vę bo karkeręn kurd refgirtin pęwistir dibe. Hem ji hęla çînî ű hem jî ji hęla neteweyî ve dę bi lez hißę xwe bidine serę xwe ű helwesta xwe diyar bikin. Eger vę yekę nekin ji bo jiyanę tu rę li ber wan namîne. Li aliyekî destengiya aborî ber bi birçîbűnę ve dibe, li aliyę din jî ęrîßęn nijadperest qet mafę jiyanę nade wan. Welatęn biyanî jî dę notî berę kurdan wekî penaber nepejirînîn. 

[AW69C2] 
Ejderhayę hemdemî 
Dewleta Tirk mîna du maręn du li ser milęn Dehaq derketibűn bi du rengan propagandaya xwe ya nemirovane bi du seriyan ku ji devę wan jehr dirije, ęrîßî gelę me dike. Ji aliyekî ve, dewleta tirk bi mebesta "rizgarkirina Kosovayę destdiręjiyę li dewleta sirban dike" ű li aliyę din jî, bi hemű hęza xwe li pey saziyęn mîna MEDTV, Özgür Politika, HADEP, PKDW, Înstîtuta Kurdî digere da ku wan ji holę rake. Bi ser van tißtan de jî MÝT'ę dest bi ęrîßeke bi dizî kiriye li ser partiyęn Kurdistanę. Bo niműne, di vę dema dawiyę de gelek belavokęn kęm ű erzan li ser Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK)ę ű ręberę wę yę hęja Prof. Dr. Gaborî li Ewrűpa bi ßęweyekî bęexlaqî ű bi navę PÎK'ę tęn belavkirin. Ji bo ku vę partiyę ű serokę wę Dr. Gaborî ji holę rakin, ketine nav hewldanęn kiręt. Lę wekî ku kurd dibęjin: "Bila mala dewleta Romę bißewite..." Ma ev dewlet ęrîßî kę dike ű kę nake? Ma kî dikare vę hovîtiya dîrokî veßęre? Dewleta tirk bi nijadperestiyę, bi binpękirina mafęn mirovan ű bi durűtiya xwe ędî li cîhanę deng daye. Tißtę ku dewleta Tirk ű ajanęn wę yęn kurd li hemberî gelę me dikin naçin serî, ji ber ku gelę me ędî hißyar bűye.. Lę tißtę, ku hîn bęhtir dilę mirovan dihejîne, ew e ku welatęn rojavayę li gel vę dewletę durűtiyeke mezintir diyar dikin. Di dema ku ev dewlet ęrîßan xwe dibin ser tevgera Kurdî ű dibęjin, ku ev tevger hevalę ßer ű cengę ye ű pęwîst e ew bibe tevgereke aßtîxwaz, li mezintirîn bajaręn Amerîka New Yorkę, welatparęzęn Kosova cilęn leßkerî li xwe dikin ű li ber çavęn amerîkiyan bi sloganan neteweyî yęn cengawerî bi rę dikevin, ku biçin li welatę xwe ßer bikin. Li Almanyaya nazîk jî, min bi çavęn ser xwe dît, ku komikek ji ciwanmęręn Kosova bi cilęn UÇK xwe amade kirine ku li Otobűsekę siwar bibin, bi hęviya, ku ew biçin welatę xwe ű li hemberî sirbiyan ßer bikin. Ev ji aliyę Ewropiyan ve mîna rizgarxwazęn welatparęz tęn hejmartin ű xortęn kurd ęn, ku diçin serî li hemberî dewleta Romę ya xwînmij ű mîna Zehak jehr ji devę wę dirije, mîna terorîstan tęn hejmartin. Gelo! ma cîhan vę yekę dipejirîne? Ta çi demę ew dikarin bi du pîvangan bipîvin ű bi du kęlan bikęlin? Xuyaye ewęn, ku îro nikarin pir serbilind bin, heval ű alîgeręn rojavayę ne... Ji ber ku ew jî dibînin, ku ev rengę durűtiyę gihaye ezmanan ű nema xwedayę me yę gewreban dipejirîne. Hęviya wan bi dadmendiya Amerîka ű Ewropa birîn bűye... Lę dîsa jî, divę em kurd neyaran li xwe pir nekin. 

[AW69C3] 
Qertafęn kurdî bes in 
Di hejmara 162'an a Azadiya Welat, rűpel 5 de di bin sernavę "Hinek qertafęn kurdî" de nivîsek ji hęla S. Berbang ve hatiye nivîsandin. Di vę nivîsę de di nav qertafan de /-ayetî/ jî cih girtiye. Li ser wę qertafę jî hinek mînak hatine dayin. Ji wan mînakan ji bilî "mirovayetî"yę (zimandiręjan em hînî vę peyvę kirine) mînakęn "birayetî, kurdayetî" ku li gorî dîtina min seyr in. Rastiya wan her du bęjeyan "biratî, mirovahî, mirovatî" ye. Parkît (paßgir) li gorî tîpa dawîn dirűv digire. Divę ez bidim xuyakirin ku dema min ev yek dît ez ketim bęhęviyeke mezin, min got çawa kęmasiyeke wiha hatiye kirin ű qertafa erebî mîna qertafeke kurdî hatiye pejirandin. Ev kęmasî ne tenę di Azadiya Welat de di hinek cihęn din de jî hatiye dubarekirin. D. Îzolî ev paßgir mîna paßgireke kurmancî di ferhenga xwe de bi cih kiriye. Biręz Mîrhem Yiđit jî di pirtűka xwe ya bi navę "Helwest" de cih daye peyvęn bi parkîteyęn mîna /-ayet/, /ayet-î/, /-ayetiyet/. Wekî mînak: Kurdayetî, serokatî, serokatiyat ű hwd. bi kar anîne. Osman Aytar jî navę pirtűka xwe daniye "Kurdistana fîftî-fîftî" ew jî çewtiyek e. Heta di klasîkęn kurdî de jî ev helwesta çewt balę dikißîne. Bo niműne, Ehmedę Xanî dibęje "Da xelqî nebęjitin E-krad/ Bę marîfet in, bę esl ű binyad in." Lę wî ew peyv di nava dunikan de daye. Celadet Bedirxan jî di ręzimana kurmancî de du peyvęn bi qertafęn tirkî bi kar anîne. Wekî qewçî, deveçî... Ez nizanim Mîr Celadet bi çi mebest ű ramanę xwedî li wan qertafan derketiye. Spîkeręn MED-TV'yę jî di bin bandora wan de mane, gelek peyvan çewt bi lęv dikin. Berî niha bi çend mehan min li ser vę mijarę nivîsek ji Înstîtuya Kurdî ya Stenbolę re ßandibű ű min dabű zanîn ku ev qertaf ne bi kurmancî ye, bi erebî ye. Wekî mînak Cumhuriyet, milliyet, hürriyet, ßexsiyet, însaniyet, cemiyet, hidayet, cinayet ű hwd. Eßkere ye ku qertafęn zimanę kurdî gelek in ű tęrî me dikin. Ji bilî peyvęn hevedudanî nęzî 60 paßgir di pirtűka ręziman a Mîr Celadet Bedirxan ű 80 jî di ferhenga D. Îzolî de hene. Ma qey yek ji wan li peyva kurdî nehat ku we paßgira zimanę erebî bi kar aniye? Ehmedę Xanî kurmancî, kurmancîtî bi kar aniye. Gotiye "bifikr ji ereb heta ve gurcan/ Kurmancî ye bűye sibhę bircan" (Mem ű Zîn, rűpel:56) Di hejmareke Azadiya Welat de bi biręz Mahmut Baksi re hevpeyvînek hatibű kirin. Di vę hevpeyvînę de biręz Baksi "kurdewar, kurdewarî" bi kar aniye. Binęrin çiqas peyveke xweß ű watedar e. Li ser vę mirov dikare çend mînakęn din jî bide: Cemawer, bendewar, bîrewer... Dema em peyva bendewarî dahűrînin, kurdewarîbűna wę darî çavan dibe: Bend-e-war-î ango ji bend bi qertafa /e/ bende ji bende bi qertafa /war/ bendewar ű ji bendewar jî bi alîkariya qertafa /î/ bendewarî pęk tę. Nivîskar ji ręzimanę ne berpirs in, ji wan re ręziman ev çend ne girîng e; ziman jî. Ev bar dikeve ser milęn pisporęn ręziman ű rastnivîsa kurdî. Lewre jî divę ew gelekî hißyar ű baldar bin. 

[AW69C4] 
Rastkirina çend çewtiyan 
Her çiqas ez ne zimanzan bim jî, çend xalęn ku bala min kißandine ez li gorî zanebűna xwe rave dikim. Spîkeręn MED-TV'yę ű çend nivîskaręn me hinek biwęj ű bęjeyan çewt bi kar tînin. Wek mînak: 
Kujer: Bi wateya kujyar dixebitînin. Di rastiya xwe de kujer tißtę ku dikare bikuje ye. Mînak derbeyeke kujer, nexweßiyeke kujer ű hwd. 
Kujyar: Kesę ku mirov kußtiye ango męr kußtiye ango qatil e. 
Kiryar: Kirde, faîl e. Ne lęker ango kirin e. Lę hin kes di cihę kirinę de bi kar tînin. Mînak: Celalettin Yöyler, A. Welat, hej.5 "kiryaręn çaßik ű keran qet nakevin pirtűk ű defteran..." Ji bilî vę nivîsę di nivîsęn hejmar 95 ű 108 de jî diyar dibe ku ew di cihę "kirin"ę de hatiye bikaranîn. Lę ew yek ne di cihę xwe de ye. Spîkeręn MED-TV'yę heman peyv gelek caran di heman wateyę de bi kar aniye. 
Beyar: necotkirî (bęyar, bęxwedî) ji layę nivîskaran ve gelek caran bi maneya bejî hatiye bikaranîn. 
Xalę çę: Bi baweriya min ev biwęj di kurmancî de tunebű. Biręz Mîrhem Yiđit di pirtűka xwe ya bi navę Helwest de ji dęla "męrę çę" de bi kar aniye. 
-iyet: ne kurdî ye. Paßgireke bi erebî ye. Lę Mîrhem di heman pirtűkę de bi bęjeyęn kurmancî ve zeliqandiye. Mînak: Kurdatiyet, kesatiyet, serokatiyet... 
Bęjeyęn ku di ferhenga D. Îzolî de çewt hatine ravekirin 
Brűsk: Ev peyv di wateya beledî (ßîmßek) de ye, lę wekî bilęc (berq) hatiye ravekirin. 
Balîfamęr: Marmaroka girs e. Îzolî ję re salyangoz (ßeytanok) gotiye. 
Betan: facia ye. Îzolî tendon (kiriß) nivîsandiye. 
Hît: Îzolî "tiftik keçisi" nivîsandiye, lę bizina mű ye. 
Qűß: Seneda paß kurtan e, lę Îzolî wekî navteng rave kiriye. 
ßalik: qaqilę dora liba nok, nîsk ű kizinę ye. Lę Îzoli gotiye nîsk, nok ßîn 
ßikęr: koma keviran e (bi piranî li nava rez ű zeviyan in). Heta mamoste Cîgerxwîn di helbesteke xwe de wiha dibęje: "Yek yek dizîn ew zinar ű kelem/ ßikeftek mezin, ßikęrek li cem. Lę Îzolî gotiye, zinaręn li çiya. 
Rijî: bęrűn, będon e. Lę Îzolî wekî "tisî" rave kiriye. 
ßixre: Aműrekî sapkißandinę ye, lę Îzolî gotiye sapkißandin. 
Xirtik: Difterî (kußpalazý) ye, Îzolî gotiye "bođmaca". 
Ikýnma: birhdan e, Îzolî çewt rave kiriye. 
Kýzýl: soring e, Îzolî wekî mękutok rave kiriye. 

[AW69D1] 
101 saliya rojnamegeriya kurdî ű Azadiya Welat 
Vę hefteyę rojnamegeriya kurdî 100 sal li pey xwe hißt, kete sala 101'ę. Di van salan de rojnamegeriya kurdî di bihuręn gelekî teng re derbas bűye. Bi sedan rojnamegeręn kurd hatin girtin ű bi dehan rojnamegeręn kurd bi destę hęzęn tarî hatin kußtin. Lę digel hemű astengiya jî çapemeniya kurd jî wekî gelę kurd li ser piyan ma ű li ber xwe da. Dirűvę rojnamegeriyę li gorî demę ű mercęn tę de hate guhartin, lę kakilę wę neguherî. Îro jî piraniya kurdan bi zimanę xwe rojnamegeriyę nakin. Di du rojnameyęn rojane, ajansek, çend rojnameyęn hefteyî de bi zimanę tirkî an jî tirk-kurdî kar tę meßandin. Di warî de Her wiha kurd ędî di warę weßangeriya dîtbarî de jî xebatę dikin, lę di televîzyonę de jî dîsa giraniyeke berbiçav a zimanęn biyanî heye. Di warî bi tenę Azadiya Welat wekî weßaneke awarte darî çavan dibe. Digel derbasbűna 100 salî jî di nav rojnamegeręn kurd de (bi taybetî li bakurę welęt) hevgirî ű hißyariya pîßeyî pęk nehatiye. Lewre jî kevneßopa bi bîranîn ű pîrozkirina rojęn girîng bi cih nebűye. Pîrozkirina salroja despękirina rojnamegeriya kurdî jî wekî kevneßopekę bi cih nebűye. Di sedsaliya rojnamegeriya kurdî bi hin çalakiyan hate pîrozkirin, lę 101 saliya rojnamegeriya kurdî wekî salęn din dîsa di nav będengiyę de derbas bű. Di nav keftűlefęn bo hilbijartinę de hate jibîrkirin. Lewre jî li ser vę roja girîng tu çalakî pęk nehatin. Lę ev yek nayę wę wateyę ku di warę rojnamegeriyę de gavęn ber bi pęß nayęn avętin. Di warę pęßketin ű nűjenbűnę ędî rojnamegeriya kurd jî lingę xwe li lingę rojnamegeriya welatęn din digire. Bo niműne weßanęn kurdî jî wekî weßanęn gelęn din li ser rűpelęn înternetę xwe nîßan didin. Niha di beßa çapemeniya kurdî de weßanęn wekî Özgür Politika, Dugir, The Kurdistan Observer, Rojbaß di męj ve li ser rűpelęn înternetę cihę xwe girtibű. Wan demęn dawîn jî pęßî kovara Serxwebűn ű pißtre jî Azadiya Welat cihę xwe li ser rűpelęn înternetę girt. Cihgirtina Azadiya Welat li ser rűpelęn Înternetę xwediyę wateyeke taybet e. Lewre yekemîn car e ku weßaneke xwerű bi kurdî ű hefteyî dikeve înternetę. Bi vę yekę Azadiya Welat qeyd ű bendęn li ber xwe dikißîne, sînoran derbas dike ű dikeve mala her kurd ku dikare bikeve înternetę. Ędî dę her mirovę welatparęz karibe nűçeyęn li ser welatę xwe bi zimanę xwe yę zikmakî bixwîne. Her wiha dę karibe çanda xwe ya gelęrî ű nűjen ji nęzîk ve nas bike. Bi hęviya ű hewla avętina gavęn mezintir, em 101 saliya rojnamegeriya Kurdistanę li hemű hempîßeyęn ű gelę xwe pîroz dikin. 

[AW69D2] 
Zelal bű 
Hilbijartin xilas bű. Li Tirkiyeyę du partiyęn nîjadperest bűn xudanę dengęn zęde. DSP ű MHP. Raya gißtî yekę (DSP) bi ßovenîtiya çep, a din (MHP) jî bi xwînmijiyę nas dike. Eßkera ye ku desthilatiya Tirkiyeyę kete destę ßovenîstan. Nayę wę wateyę ku partiyęn din bűna çętir bű. Dîsa zelal bű ku dewleta Tirk gihîßte armanca xwe. Ji bo ku HADEP nekeve meclîsa wan. Di nűner karnekirina HADEP'ę de tenę astengiyęn dewletę ne sedem in. Li hemberî hemű ęrîßęn dewletę, heke kurdan deng bidana xwe bawer dikim ku HADEP jî dę biçűya meclîsę. Bi kęmasî be jî cihęn di nava agir ű ßer de welatparęziya xwe eßkera kir. Bi piranî bajaręn nęzîkî Tirkiyeyę ű kesęn di bajaręn tirkan de dijîn qîmeta hilbijartinan nezanî. Mixabin dîsa ev firsend derdan. Niha bi dengęn kurdan dîsa nijde, serokçehß ű xwefiroß dibin nűner. Hat zanîn ku li hemberî hemű astengiyan HADEP'ę ji sih nűnerî zędetir bidest xist. Neçűyîna wan ya Meclîsa Tirk rűreßiya Dewleta Tirk e. Li gorî encamęn hilbijrtinan tißtekî din ę balkęß jî zelal bű. Di hilbijartinęn 95'an, yekgirtineke aßtî ű demokrasiyę hatibű çękirin. Hevgirtineke biręz bű, pîroz bű. Di vę hilbijartinę de ew partiyęn dema berę yekgirtin bi HADEP'ę re çękiribűn, serbixwe ketin hilbijartinan. Wan digot: "HADEP bi dengęn me encama 95'an wergirtibű. Lę tu caran qala me nehatiye kirin...." Niha em di encama hilbijartinan de dibînîn ku tu quwet ű hęza van partiyan tunebűye. Gißt nebűn xudanę pűanekę. HADEP'ę hem nîsbetî belaviya wan ű hem jî li hemberî hemű aloziyęn dewletę hejmara xwe parast. Ne tenę parast, zęde kir. Ji bo gißtiya Tirkiyeyę bi ser keft. Ji niha ßűn de pęwîst e ku her partî li gorî quweta xwe biaxive. Lę dîsa ji bo siyaseteke legal li Tirkiyę pęwîst e ku partiyęn li ser navę kurdan dixebitin, bęn cem hev. Encama herî mezin jî belediye ű nűnertiyęn din ęn heręmî ne. Dema ev nivîs dihate nivîsîn, hemű encam zelal nebűbűn. Lę dîsa aßkera ye ku bi kęmasî ßeß bajaręn (Amed, Sęrt, Çewlik, Batman, Wan ű Culemęrg) kurdan ű gelek navçe (ji sihan pętir) niha di destę HADEPę de ne. Nűnerîtiya meclîsa bajaran jî girîng e.(Tirk dibęjinę Ýl Genel Meclisi) Eve encameke nű ű dîrokî ye. Ji roja ku Dewleta Tirk hatiye damezirandin heya niha bűyereke siyasî ya wisa çęnebűye. Bi rastî jî ew nűneręn gelę xwe ne. Ű piraniya wan jî ji nîvî bęhtir bi dengęn bajaręn xwe hatine hilbijartin. Dewleta Tirk jî dixwest ku di sîstema hilbijartinęn heręmî de guhartineke wisa çęke. Ew guhartin bi destę gelę kurd hate çękirin. Erę em dizanin ku astengiyęn pęßiya wan jî mezin in. Mîna ambargoyęn aborî, ęrißęn madî ű manewî. Dîsa jî em bawer dikin ku ewę wezîfeyęn xwe bi serbilindî cih bînin. Ji bo wę jî wezîfeyeke mezin dikeve ser milęn bajariyęn wan, hemwelatiyęn wan. Ew pęwîstiyęn ji serokęn belediyeyan ęn partiyęn din tęn xwestin, ji van serokan nayę xwestin. Di qada navneteweyî jî bandora wę dę zęde bibe. Lę heke ew serokęn me yęn belediyeyan bi ręxistin ű sazî bin. Heke saziyęn me yęn li derveyî welat xwe bizanin. Bi gißtî Tirkiyeyę nijdęn xwe paqij kirin ű desthilatdariya wan bi fermî bű. Ji kęßeya kurd re rojęn pęßiya me dę çawa be, em nizanin. Mirov her du serokęn partiyęn mezin dibîne, hęviyęn mirov aloz dibin. Bajaręn Kurdistanę jî van hęviyan geß dikin. Ji ber ku meclîsęn belediyan ű meclîsęn bajaran li ser jiyana bajaran xudan erk in. Desthilatdariya nű ya bajaręn Kurdistanę li gelę me, Serokatiya belediyeyan li serokbelediyeyan pîroz be. Hűn ne tenę serokęn av, rę ű pira ne. Hűn hęviya pęßeroja me ne. Dibe ku xebata we li ser qedera me jî bandoreke baß çęke. 

[AW69D3] 
Mensűbiyeta romanę 
Haßîm Ehmedzade ji rojhilatę welęt e. Li bajarę Upsala rűdine ű yek ji çend kesan e ku li ser dabaßęn edebiyatę ßareza ű bi kapasîte ye. Hefteya bihurî li Înstîtuya me biręz Haßîm li ser "teoriya romanę" semînerek da. Ev semîner dę di mehęn pęßiya me de bi du semîneręn din bę temamkirin. Ew jî "Roman li Rojhilata Navîn" ű "Roman li Kurdistanę " ne. Em di destpęka karę edebiyatę de ne. Di vę eniyę de jî em dereng mane, kelepor ű sermayeya heye jî qels e, sererű ne xurt e. Ji bo ku em karibin rewßa xwe binirxînin, asta xwe nas bikin, cihę me li ku ye, di vî alî de pirsgirękęn me çi ne, agahdarbűna li ser hinek pîvan, qeyde ű qaîdeyęn edebî, ji bo me jî mercęn sereke ne. Mîna her ßaxî li vir jî bingeh ű pęzanîneke fikrî, akademîkî, kitębî tę xwestin. Di vę semînerę de Haßim hewl da ku bersiva vę daxwazę bide. Di beßa nîqaßę de her çendî dę di semîneręn pißtre de bi firehî bibe yek ji xalęn navendî, çend deqîqe be jî berę gotinę kete ser mensűbiyeta romanę. Fikir bi gißtî ew bű ku tißtę romanekę dike romana filan neteweyî yan neteweyę din, ziman e. Roman bi kîjan zimanî hatibe nivîsandin, li ser wî zimanî tę hesabkirin. Romana bi tirkî di beßa tirkî de ye, erebî di nav berhemęn erebî de ű ya bi kurdî jî di nav refęn kurdî de tę bicihkirin. Gava tu diçî kitębxaneyekę ű li berhemekę dipirsî yan jî lę digerî ziman e tißtę ku rępęßanderiyę dike. Otorîteyęn di vî warî de jî ziman ji bo mensűbiyeta berhemekę wekî faktorę ewil qebűl dikin. Lę bi vę tesbîtę re divę hejmarek tißtęn din bęne gotin: 1- Însan, bi gißtî ű xwende bi taybetî di bin bandora duh de ne. Herkes hindik gelek bi nirxandin, tarîf ű tesbîtęn sal ű sedsalęn bihurî re barkirî ye. Tarîfa romanę ű tesbîta ku mensűbiyeta romanę bi tenę bi ziman ve girę dide berę qonaxekę ye. Jiyan di tarîf ű tesbîtan de berdewam hilnayę ű tim tißtekî li derve dimîne heye. 2- ßert ű welatę tarîf li wir çębűye ű ev tesbît lę hatiye kirin, xweser ű diyar e, wek realîteyeke neteweyî bisînor e, tę de bivę nevę kęmasiyek dimîne. 3- Em kurd neteweyeke çend zimanî ne. Neteweyeke wekî neteweya kurd bi kurdî ű tirkî, kurdî ű farisî, kurdî ű erebî ű heta kurdî ű rűsî, ewqas ziman bi hev re zanibe tune. Ev jî sebeba sereke ye ku bi sedan ű belkî hę zędetir nivîskar, zana, siyasetmedar ű welatparęzęn me ne, bi zimanę dayika xwe belę bi zimanę neteweyeke ji neteweyęn serdest ű dagirker an jî bi zimanekî ewrűpî dinivîsin. 4- Di dawiyę de mirov dikare nivîskaręn esil kurd bike çend kategorî: a) Kategoriya ku di berhemęn wę/wî de qet pęjin ű bęhneke kurdî tune ű ne xwediyę paxavekę ne ku tękiliya wę/wî bi kurdayetiyę re hebe. b) Kategoriya ku di berhemęn wan de mebest -li vir berhemęn edebî ne--hin navęn bi kurdî hene ű ne xwediyę derdekî neteweyî ne. c) Kategoriya sęyem ku giß berhemęn wan neteweyî ne, tijî mesaj in, bi mebestęn ronîkirin, hißyarkirin ű organîzekirina kurdan hatine pę ű ji ber vę jî di nav zimanęn ku bi wan hatiye nivîsandin de cih digirin. Bi baweriya min dema em mensűbiyeta berhemęn edebî nîqaß dikin, divę em van çend xalan jî li ber çavan bigirin. 

[AW69D4] 
Li ser Hilbijartinę 
Bi ya min bila tu kes zęde bęhęvî nebe, bila tu kes bęmoral nebe. Lę bila tu kes zęde kęfa xwe jî neyine ű pesnę xwe nede. Lewra mirov dikare hilbijartina 1999'an bi du awayan binirxîne. Heke bi awayekî realîst ű zanistî bęte nirxandin, hinek zanînęn hęja yęn ji bo pęßeroję ku pęßiya me vekin, dę derkevin holę. Bila tu kes nebęje pęwistî bi nirxandinę tune ye; em nikarin wextę xwe bi axaftinę derbas bikin. Ji mirovęn ku raya xwe daye HADEP'ę heta bi sekreterę gißtî, mafę hemű kesęn ku xwedî ked in heye ku di heqę vę hilbijartinę de dîtin, pęßniyar, rexne ű çavdęriyęn xwe bibęjin. Divę tu kes nebęje îro dewlet bi me re ßer dike, lewma jî divę ku em kęmasiyęn xwe binax bikin. Helbet wext ű cihę axaftinę jî li gorî adetę hîn baßtir e. Divę di wextek ű cihekî maqűl de mirov bipeyive. Encameke eręnî ya hilbijartinę ev e: Tevî hemű pękutî, astengî, będerfetî ű bęnesîbiya me, dîsa li welęt HADEP bű partiya yekemîn. Li gelek cihęn welęt jî, mîna Dęrsim, Bedlîs, Elezîz, zęde ne serkeftî bű. Ev encam tę wę maneyę ku hę jî li gelek deveran kurd di bin bandora polîtîkayęn dewletę de ne. Li van deveran xebateke taybetî, zehmet ű bi sebr pęwîst e. Li cihę mîna ßernexę ku tu xebatęn HADEP'ę lę nîn in, dîsa rayęn herî zęde hatin standin. Lę li cihę mîna Stenbol ű Edenę ku xebata HADEP'ę lę pir e ű kurd jî lę pir in, li gorî nîsbetę deng nehatine standin. Ji ber vę yekę gelek rojnamegeręn tirkan dibęjin; "nîjadperestiya kurdî li ser axa wan hate hepskirin." Di tesbîtkirina namzetan de rastiyekę xwe da der. Ew rastî ev e ku hę jî em gelekî biçűk ű di ser re, li doza xwe ű li meseleyan dinęrin. Di heqę vę meseleyę de gotinek heye pir tę dubarekirin: "Ku HADEP darekî jî bike namzet ewę dengan bistîne". Rastiyeke vę gotinę heye, lę heta ku rast e, divę mirov baß bizanibe ű ji hev kifß bike. Ev gotin ji bo kurdęn mîna ßîręzę bi tękoßînę ve hatine zeliqandin tę wateyekę. Heke ku em bibęjin tenę dengęn welatparęzęn ji can ű dil dixwazin, ev gotin rast e, na, ger ku armanca me dorfirehtir be, ev gotineke eletewß e. Di nav xebatan de ev rastî di kesayetiya hinek namzetan de bi awayekî berbiçav derkete hole. Lewra li hinek cihan dema ku namzetę mebűsiyę, an jî yę serokbajariyę dihate nasandin, yęn hazir, bawer nedikirin ku bi rastî jî ev e namzetę HADEP'ę. Bi gotina gel "męß ji ber wan nedifirîn." De ka çawa ewę bikaribe gel temsîl bike. Naxwe divę mirov baß bifikiriya ku kę li ku deverę namzet nîßan bide. Tevî hemű kęmasiyan ű her çiqas li metrepolan hindik ray hatibin standin jî, li gelek cihan ßerę qiręjî hate teßhîrkirin, gelek kurdęn ku ji rastiya xwe dűr in, bi ser xwe ve hatin, ango rastiya xwe nas kirin. Li welęt jî yekîtiya kurdan zexmtir bű ű moralę gel xurtir bű. Di vę nivîsara xwe de ez nikarim bi awayekî dorfireh li ser gelek encamęn hilbijartinę rawestim. Mirov dikare bi awayekî tękűz, ji her hęlę ve xebat ű encamęn hilbijartinę binivîse ű ji bo pęßeroję wekî belge bihęle. Lewre xebatęn wiha di dîroka me de gavęn girîng in. Divę ku bibin mîras ji nifßęn nűhatî re. Belediyeyęn ku hatine bidestxistin mewziyęn mezin in. Heke ku bi mesűliyeteke giran bęne bikaranîn, ne tenę ji hęla siyasî ve , ji bo berjewendiyęn gel ęn rojane jî, baß peywira xwe bi cih bînin ji bo gelę me ű doza me nîmeteke mezin in. Ji asfalt, av, kanalîzasyon, tesîsęn sporę, nexweßxaneyęn biçűk, atolyeyęn xebatę bigire, heta bi pirtűkxane ű salonęn teatrę ű projeyęn din, dę çima di nav projeyęn belediyeyęn HADEP'ę de cih negirin. Divę belediyeyęn HADEP'ę bi tiliyan bęne nîßandan. 

[AW69D5] 
Hilbijartinęn bi dek ű dolap 
Li Tirkiyeyę hilbijartin, ji bo ku qeyrana pergalę, ya ku ji pirsgiręka kurd ű ßerę qiręj diqewime, bętir xirab nebe, pęk tęn. Lę ji ber ku hilbijartin, bi awayekî nedadyane çędibin, ji aloziyę xilasbűn jî çęnabe. Sedema bęçareseriyę, li meclîsę temsîlnekirina kurdan e. Heręma ku herî zęde beramberî newekheviyę dimîne, cografyaya kurdan bi xwe ye. Rejîmę, derfetęn xwe hemű seferber kirin ű di nava çepera tirsę de ji xwe re torek honand. Ev tor, ku bi binpękirina nirxęn mirovahiyę ű hiqűqę serbilind dibe, di vę hilbijartinę de jî, di zűtirîn katę de derkete holę. Fermana pîrebokę jî postalęn leßkeran ű lűleyęn tivingan bű. Fermana hęza serdest li hemberî kesęn ku dengęn xwe nadin siyasetmedaręn di dilqęn "sivîl" de ne, diyar bű. Ji bo ku encamę bigirin, bi her cűre rębazęn antî-demokratîk xwestin hilbijęr ű sendoqę bixin bin kontrola xwe. Ev, tękoßina rűmeta mirovahiyę bű. An bindestan dę postal maçî bikira, an jî bi "mohra na!" dę wekî ßoreßgerę navdar CHE bigotana :"Mirin ji ku ű çawa tę bila bę, ser çavan ű ser seran!" "Ji bo HADEP'ę Belę!" wekî mora ku heręmę dinimîne xwe da der. Kesęn li hemberî vę yekę dîsa çavnebariya xwe nîßan dan, xwestin ku bi awayę "Dengdana eßkere, jimartina bi dizî" rę li ber vę tercîhę bigirin. Çepera zilmę, pęka rűmeta mirovahiyę neanî ű HADEP'ę, tevî navçeyęn wekî Licę ku dewletę bo wę digot "Qet na!", deveręn wekî Amed, Batman, Çewlik, Colemęrg, Agirî, Sęrt ű Wanę serokatiya belediyeyan stand ű gotina Demirel a bi rengę "Heger kurd hebin dę di sendoqan de derkevin holę." bersivand. Jixwe kurdęn ku xwedî li rűmeta mirovahiyę derketin ű dengęn xwe dane HADEP'ę, baß zanibűn ku temsîlkirina wan li meclîsę zęde ne pękan e. Dengdana ji bo HADEP'ę li dijî çeper ű pîreboka tirsę, bi tenę helwesteke birűmet ű însanî bű. Tabloya meclîsę, ku deriyę wę ji bo kurdan hate girtin, panoramaya Tirkiyeyę careke din raxist ber çavan. Li gorî encamęn ne fermî DSP yekemîn, MHP duyemîn, FP jî bű partiya sęyemîn. Lę yek ji wan jî bi giranî ji bo tercîha gel nebűn bersiv. Ev rewß nîßan dide ku hilbijęr baweriya xwe bi tu partiyęn rejîmę nayine. Di kesayetiya van partiyan de, rejîmę careke din winda kiriye. Lewre yek ji van partiyan jî nikare Kęßeya Kurd çareser bike. Ev partiyęn ku, dę di pęvajoya nű de enflasyon, ręz ű ręçikęn antî demokratîk ű organîzasyoneke ku ji tenduristî ű perwerdehiyę dűr e, dę pęßwazî bikin, rewßa gelę tirk ku hęvîßikestî ye ű ji aliyę ruhî ve tęk çűye, radixe ber çavan. DSP ű MHP ku wekî tercîha gelę tirk tę ne nîßandayîn, bi hev re jî tevbigerin, ji hev cuda jî tevbigerin, dę careke din Tirkiyeyę bixin bin baskę MC (Milliyetçi Cephe/Eniya Neteweperest) yeke nű. Encam çi dibe bila bibe, heta ku kurd neyęn temsîlkirin, yek ji wan jî nikare kęßeyę çareser bike. Lę di ręveberiya heręmî de, dę HADEP kurdan temsîl bike. Jixwe tercîha mezin a kurdan jî ev bi xwe bű. Di warę heręmî de be jî, wę xwe jî, bajarę xwe jî, ew bi rę ve bibin. 

[AW70A1] 
Paręzeręn Abdullah Öcalan: Tecrît jiyana Öcalan tehdît dike 
Dozgeręn DGM'ę doznameya der barę Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan de, da ber çapę. Di doznameyę de tißtekî cihęreng balę nakißîne, tißtęn ku berę di çapemeniyę de hatine weßandin, hatine dubarekirin. Tißtę ku di doznameyę de balę dikißîne, dîsa hebűna gelę kurd hatiye înkarkirin. Li gorî dozgeręn DGM'ę, gelekî bi navę kurd li Tirkiyeyę nîn e. Her wekî dihate zanîn, di dawiya doznameyę de ji bo Öcalan cezayę darvekirinę hatiye xwestin. Vę daxwazę, di qada navneteweyî gelekî deng veda ű gelek saziyęn navneteweyî li dijî vę daxwaza dozgeran nerazîbűna xwe diyar kir. Bo niműne, Parlementoya Ewrűpayę da zanîn ku ew dę du parlementeran wekî çavdęr bißînin dadgeha Öcalan. Li gorî nűçeyeke ku roja 27'ę avręlę di rojnameya Özgür Politikayę de derket, berdevkę Parlementoya Ewrűpayę mebűsę îngiliz Russel Johnston, li ser vę mijarę daxuyaniyek daye çapemeniyę ű di vę daxuyaniyę de hatiye gotin ku, dę parlementerę macar Andreas Barsony ű yę Fîlandî Gunnar Jansson wekî endamęn Parlementoya Ewrűpayę beßdarî dadgehę bibin. Her wiha Ręxistina Efűyę jî daxuyand ku ew dę çavdęran bißînin dadgehę. Roja 29'ę avręlę ji aliyę vę ręxistinę ve daxuyaniyek hate dayin ű di vę daxuyaniyę de ji serokwezîrę tirk hate xwestin ku bi awayekî dadyane darizandina Öcalan bę misogerkirin. 
Mercęn ku Öcalan tę de ye girantir dibin 
Li aliyę din paręzeręn Öcalan bal kißandin ser rewßa ku Öcalan tę de ye ű diyar kirin ku Öcalan belkî di bin van mercan de nikaribe parastina xwe bike. Paręzeręn Öcalan serî li Komîteya Parastina Ji Îßkenceyę jî da ű ję xwest ku bi awayekî ręk ű pęk biçin serdana Öcalan. Di serîlędana paręzeran de tę gotin ku mercęn tecrîtę bandoreke neyinî li tenduristiya fîzîkî ű derűnî ya Öcalan dike ű ew merc rę li ber amadekirina paręznameyę digire. Paręzeręn Öcalan diyar kirin ku rę li ber hevdîtina wan jî tę girtin ű ev yek jî xetereya li ser tenduristiya Öcalan zędetir dike. Bo niműne berî hevdîtina dawîn, ji paręzeran re hatiye gotin ku divę ew bi keßtiya xwe biçin Îmraliyę lę ji ber ku ketina heręmę bo keßtiyęn sivîl hatiye qedexekirin, ev yek tę wateya astengkirina mafę hevdîtinę ű xweparastinę ya Öcalan. Her wiha paręzeręn Öcalan ji ber ku di nava rűpelęn xwe de heqaret li wan ű Öcalan hatiye kirin, der barę 18 rojnameyęn tirkan de daxuyaniya sűc da. Paręzeran xwest ku, çapemenî dev ji vę helwesta xwe ya neyinî berde ű li gorî sinc ű ręçikęn rojnamegeriyę tevbigere. Hate gotin ku, heke bi vî awayî neyę tevgerîn, ew dę serî li saziyęn pîßeyî yęn navneteweyî ű Dadgeha Mafęn Mirovan a Ewrűpayę bidin. 
ERNK: Tekane wezîfeya gelę me parastina Serokę Neteweyî ye 
Konseya Serokatiyę ya PKK'ę jî li ser qewmînęn dawîn ű rewßa Öcalan roja 24'ę avręlę daxuyaniyek da çapemeniyę. Ev daxuyanî roja 26'ę mehę ji hęla Ajansa DEM'ę ve hate belavkirin. Her wiha ERNK'ę jî li ser mercęn ku Öcalan tę de ye daxuyaniyek belav kir. Van her du daxuyaniyan di çapemeniya navneteweyî de bi berfirehî cih girt. Di daxuyaniya Konseya Serokatiyę ya PKK'ę de tę gotin ku, encama hilbijartinęn li Tirkiyeyę ji hęla hęzęn împeryalîst ű dagirker ve hatiye diyarkirin ű serketina MHP ű DSP'ę ji męj ve hatiye plankirin. Serkeftina van partiyan jî wekî dîlgirtina Öcalan ű girtina MED-TV'yę parçeyekî komploya li dijî gelę kurd tę nirxandin. Her wiha ęrîßa li ser Yűgoslavyayę jî wekî parçeyekî heman planę tę dîtin ű durűtiya hęzęn împeryalîst tę ßermezarkirin. Li ser rewßa Öcalan jî di daxuyaniyę de ev tißt hatine gotin: "Kirinęn ji bo tasfiyekirina Serokę me yę neteweyî jî (wekî daxwazeke dirűvę faßîzmę yę nű) dę zędetir bibin. Îßkenceyęn fîzîkî, derűnî ű tibî dę zędetir bibin." Wekî din hatiye gotin ku hęzęn dagirker dixwazin Öcalan ji holę rakin ű hemű xebatęn wan vę yekę nîßan dide. Dîsa daxuyanî balę dikißîne ser girtina MED-TV'yę, zilma li ser HADEP'ę ű tę gotin ku dę mercęn jiyanę ji bo gelę kurd ű hęzęn demokratîk girantir bibin. Di daxuyaniyę de hatiye xwestin ku gelę kurd ű hęzęn demokratîk li hemberî vę yekę hißyar be ű ji bo gurkirina tękoßînę hęza xwe bike yek. Her wiha hatiye diyarkirin ku, wę PKK li hemberî vę ęrîßa hęzęn dagirker ßerę rizgariyę gurtir bike ű bersiveke tund bide hęzęn dagirker ű împeryalîst. Di daxuyaniyę de bi van gotinan stratejiya xwe ya rojęn li pęß diyar dike: "Wę Partiya me mafę jiyanę nede hęzęn ku mafę jiyanę nade gelę me." Di daxuyaniya ERNK'ę de jî li ser planęn împeryalîstan tę rawestandin ű tę gotin ku hęzęn împeryalîst nikarin gelęn bindest rizgar bikin. Dîsa tę ragihandin ku hęzęn împeryalîst dixwazin li heręmę, Tirkiyeyę bikin hęzęke sereke, li ber vę yekę jî kelema herî mezin PKK ye. Lewre jî ew dixwazin heta sala du hezarî PKK'ę ji holę rakin. Jiholęrakirina Öcalan di vę daxuyaniyę de jî wekî parçeyekî plana împeryalîstan hatiye destnîßankirin. Daxuyaniya ERNK'ę bi vę bangę diqede: "Peywira sereka ya gelę kurd parastina canę Serokę Neteweyî ye. Ji bo pękanîna vę wezîfeyę divę hemű gelę Kurdistanę rabe ser piyan." 

[AW70A2] 
Divę rojnamegeriya kurdî bikeve xeteke neteweyî 
Biręz Aktaß, me 101. salvegera rojnamegeriya kurdî li pey xwe hißt. Ji hingî heta îro rojnamegeriya kurdî gihaye çi qonaxę? 
- Wekî hűn pę dizanin, di destpęka vę sedsalę de Kurdistan hate parçekirin. Tevgeręn neteweyî yęn kurdan serhildan dane destpękirin lę hatin ßkęnandin. Lewma miletę kurd kete nava będengiyeke dijwar. Lę îro em dibînin, di dawiya sedsala 20'an de, gelę kurd careke din li xwe vedigere. Hęza neteweyî ya kurdan, ger mirov bi çavekî gißtî lę binihęre, li her çar beßęn Kurdistanę ű li derveyî Kurdistanę bi quwet bűye. Çapemenî jî, neynika miletekî ye, neynika dewletekę ye. Bęguman îro çapemeniya kurdan, li gorî neteweyeke wekî kurdan będewlet, bęmaf gelek pęßketî ye. Bi salekę berî niha, ez çűme Qahîreyę. Dostę min Elî Bedirxan, ku ji malbata Bedirxaniyan e ű li Misirę derhęnerekî navdar e, hinekî qala serpęhatiya Mîqdat Bedirxan kir. Bi pey agahiyęn Elî Bedirxan, Mîqdat Mîthat Bedirxan rojnameya Kurdistanę di bin tengasiyęn mezin de, di nava feqirtiyę de yanî di tunebűnę de çap kiriye. Wî, gelek caran bi ßev çűye kar kiriye ű rojnameya Kurdistanę çapkiriye. Lę niha wekî hűn jî dibînin, em li navenda televîzyoneke kurdî vę hevpeyvînę çędikin ű çapemeniya kurdan gihîßtiye wę qonaxę ku, televîzyoneke me ya peykę(uydu) heye. Di van deh salęn dawî de astengiyęn ku derketin pęßberî çapemeniya kurdî çi bűn? 
- Di van 10 salęn dawî de, ji bo dîroka çapemeniya kurdan gavęn herî mezin hatin avętin. Çima ev pęßveçűn çębű? Wekî diyar e, Tevgera Kurdan ya Azadîxwaz li bakurę Kurdistanę bi ßęrę çekdarî yę gerîla, derfetęn gelek mezin derxistin holę. Ev yek ję bű. Di van deh salęn dawî de, mirov dibîne ku çapemeniya kurdan giraniya xwe dide ser enformasyonę yanî ragihandinę. Berî vę bi 10 salan mijara çapemeniya kurdan a bingehîn, danasîna Doza Kurdistanę bű. Yanî çapemeniyeke îdeolojîk ű siyasî bű. Lę îro rojname, kovar ű televîzyoneke kurdan jî heye. Ev weßan, bętirîn giraniya xwe didine ser ragihandinę yanî nűçeragihandinę. Ji ber ku ędî Doza Kurdan tę nasîn. Wekî din, dema mirov behsa rojnamegeriya kurdî bike, lazim e mirov navę rojnameyęn ku bi kurdî tęne weßandin, hilde. Lę li aliyę din, çapemeniya ku giraniya xwe dide ser Kęßeya Kurd ű Kurdistanę, ku tę dę kurd kar dikin, heye. Ew sazî, bi sermayeya kurdan hatine avakirin lę ne bi zimanę kurdî ne. Mesela Yeni Ülke, Gündem, Özgür Gündem, Özgür Bakýß ű îro li derveyî welęt Özgür Politika. Ev rojname bi naveroka xwe kurdewarî ne lę mirov bi her awayî nikare van wekî rojnameyęn kurdan qebűl bike. Lę, bo niműne rojnameya Welat, bi her awayî rojnameyeke kurdan e. Hemű elementęn wę kurd in. Belę, bi vę yekę ve girędayî, hűn li welęt ű li derveyî welęt rewßa rojnamegeriya kurdî, çawa dinirxînin? 
- Dema ez li Tirkiyeyę bűm, deh sal berę min li Stenbolę di çapemeniya tirk de dest bi rojnamegeriyę kir. Pißtre min di kovar ű rojnameyęn kurdan de kar kir. Dema ez li Stenbolę bűm, hema bęje serę her mehę carekę ez diçűme Kurdistanę. Min bűyeręn li wę derę dißopandin. Wekî tę zanîn, di van deh salęn dawîn de, gelek rojnamegeręn kurd hatin ßehîtkirin, ketin zîndanę ű îßkence dîtin. Tißtę girîngtir, rojnameyęn kurdan hatin bombekirin. Îro jî ev rewß kęm ű zęde berdewam e. Lę tißtekî din li wę derę hebű; germahiyeke mezin, heyecaneke mezin hebű. Li wir destę me bi rehetî digihißte welatę me, bęhna ßer dihate pozę me. Me mirovęn ßoreßger nas dikir. Em di nava gel de bűn, em di nava dilę bűyeran de bűn. Eva gißt ji bo rojnamegerekî avantajęn mezin in. Lę tengasiyęn aborî ű teknîkî hebűn. Zilm ű zora dewleta tirk hebű. Dîsa jî ji rewßa niha ya Ewrűpayę hęsan ű baßtir bű. Ji ber ku li Ewrűpayę toreyeke kemilî ya rojnamegeriya kurdî peyda nebűye. Rewßenbîr ű rojnamegeręn kurd bi hűrbînî li bűyeran nanihęrin. Ez dikarim bibęjim, persfektîva rojnamegeręn kurd li welęt ű Tirkiyeyę firehtir e. Lę MED TV'yę pir tißt guhert. Baß e. Kęmasî ű arîßeyęn çapemeniya kurd ęn herî girîng çi ne? 
- Kęmasiya herî mezin, siyaseta çapemeniyę baßebaß nehatiye rűnißtandin. Toreyeke çapemeniyę di van deh salęn dawî de çębűye, lę hîna neketiye xeteke neteweyî. Lewre divę çapemeniya kurdî bikeve xeteke neteweyî. Lę bi baweriya min tengasiya herî mezin, perwerdehiya mirovan e. Çapemeniya kurdî teknîkeke gelek pęßketî bi kar tîne. Lę tevî teknîkę, giraniyę nade ser perwerdehiya mirovan. Lewre divę ji bo pęßveçűna rojnamegeręn kurd, em bikevin nava hewldaneke mezin. Bi dîtina we, rojnamegerî ji bo neteweyekę tę çi wateyę? 
- Niha sedsal 21'an, wę bibe sedsala ragihandinę. Mesela beriya ku ßerę li Kosovayę rű bide, NATO ű Emerîkayę ęrîß bir ser Belgradę. ßerę li wir di CNN' ę de dest pę kir. Bi kurtayî çapemenî wekî boriya nefesę ya (zengelűra) neteweyekę ye. Li aliyę din ger di sedsala 21' an de, zimanę neteweyekę nebe zimanę ragihandinę ű çapemeniyę, wę ew ber bi tunebűn ű mirinę ve biçe. Lewre teqez divę zimanę kurdî bibe zimanę çapemenî ű ragihandinę. Çębű. Di vî warî de, MED TV ji bo kurdan tę çi wateyę? 
- Bęguman MED TV ji bo gelę kurd gelek tißt e. Yekem car e saziyeke wekî MED TV'yę sînorę ji nava Kurdistanę rakirine. Ji aliyę din ve gelek hevalęn me yęn rojnameger ę ewrűpî ji MED TV'yę re dibęjin; "Kurdistana Virtuel an Kurdistana Nîgaßî(sanal)" Bi baweriya min ev nirxandin gelekî di cih de ye. Bęguman kęmasiyęn MED TV'yę jî pir in, lę MED TV'ę di xeteke neteweyî de weßana xwe pęk anî. Wekî din wę, ßerę qiręj ę li Kurdistanę raberî bîneręn xwe kir. We behsa kemasiyęn MED TV kir. Hűn dikarin diyar bikin? 
- Bi baweriya min, kęmasiya mezin, bernameyęn bi zimanę tirkî gelekî zęde bűn. Pęwîst e di pęßeroję de seatęn weßanę bi zimanę tirkî gelekî kęm bibin. Wekî hűn pę dizanin li bakurę Kurdistanę asîmîlasyona dewleta tirk zęde ye ű bi milyonan kurd lę dijîn. Piraniya wan bi zimanę dayika xwe nizanin. Lewre jî divę MED TV weßana xwe bi bęhtirîn tęxe xeteke neteweyî. Lę ne tenę ji bo temaßekaręn xwe yęn li bakurę Kurdistan ű Tirkiye. Divę xitabî her çar parçęn Kurdistan ű cîhanę bike. Divę hem weßana xwe li ser xeteke neteweyî xurt bike ű hem jî berę xwe bide cîhanę. Puxteya gotinę; pęwîst e ßexsiyeteke çapemeniya kurdî ya taybet hebe. Ez bawer im di vî warî de gavęn girîng hatine avętin ű pęßveçűn hene. Ji Musa Anter bigire heta Mehmet ßenol, rojnameya Welat ű MED TV ev tore berdewam e. Lę gerek e, her ku diçe çarçove berfirehtir bibe ű destűrnameyeke (anayasa) çapemeniya kurdan bę nivîsîn. Lewma ręz ű ręçikęn çapemeniya kurdî ne nivîskî ne. Bi baweriya min, etîka rojnamegeriya kurdî çębűye. Gerek ędî hin zagon ű pîvanęn me jî hebin ű her wiha em bigihęjin standarteke navneteweyî. Gelę kurd bęhtir hűn bi bernameya "Ronahî"yę nas kir. Gelo çima evqas dilę kurdan bi "Ronahiyę" ronî dibe? 
- Ez dę çęli nirxandinęn bîneręn Ronahiyę bikim. Kurdęn li her çar parçęn Kurdistanę ű cîhanę li Ronahiyę temaße dikin. Sedema wę ya yekemîn, Ronahî, li ser nűçegihandinę hatiye avakirin ű bi zimanę kurdî, bi zimanę dayika me ye. Wekî din gelek caran, em zimanę kurdî, wekî min got, bi tenę wekî zimanę muzîk, folklor ű dîlanę dibînin. Lę ger em di warę dîplomasî, siyasî ű hwd. de zimanę kurdî bi kar bînin, wę dilę gel bęhtir pę germ bibe. Li aliyę din me bes mijaręn tękildarî Ewrűpayę hilnedan, li darę dinyayę çi tißtę tękilî kurdan bű mijara lękolînęn me. Me dil heye bűyeręn nű bi nęrîneke neteweyî ű zimanekî rewan ű ßahîk raberî gel bikin. Wekî mînak, cara yekemîn kurdęn li Îsraîlę di "Ronahi"yę de berbiçav bűn. Her wiha me bi navę "Bingeha Flamenko Dengbęjiya Kurdî ye" çękiribű, ew bű mijara lękolîna du zanîngehęn ewrűpî. Wan em dawet kirin. Dema navę Mehmet Aktaß tę hildan, ji ber xwe ve kurdęn Sovyetistanę tęne bîra mirov. Ev tękilîdarî ű hezkirina we ya bo kurdęn Sovyetistanę ji ku tę? 
- Bernameyęn dokumanter, belgefîlm bi lękolînęn baß ava dibin. Bęguman redaksiyona Ronahî tim lę dixebite, da ku tevahiya bűyeręn li darę dinyayę, ku li ser kurdan in, pęßkęßî temaßekaręn xwe bike. Karę em dikin ne ji bo min, ji bo temaßekaran e. Berî her tißtî em dibęjin: Em dę çawa bala temaßekaran bikßînin? Lę bi raya min kurd dixwazin hevdu nas bikin. Serpęhatiyęn hev hîn bibin. Ji ber ku gelę kurd ji hev pirtî pirtî bűye, ji hev belav bűye.Wexta me bername li ser kurdęn li Misirę çękir, kurdęn ku wekî ereban xuya dikirin, derketin, gotine me: "Em kurd in. Em ji eßîra nizanim Mala Koroxlî ne." Van tißtan gelekî bala temaßekaran kißand. Bîneręn me gotin: "Binęr! Kurd li Misirę, Pakistanę ű li Urdunę jî hene." Ev ji bo kurdan tißtekî nű bű ű gelekî bala wan kißand. Li aliyę din kurdęn Qafkasyayę bi çand, ziman ű hęviyęn xwe gelekî resen ű orjînal mane. Sed sal berę hinek klam ű stranęn kurdî ji xwe re birine, îro hîna jî ev tradîsyon(kevneßopî) berdewam e. Lę hîn bi pęß de çűye. Ez jî dixwazim bigerim lę ev daxwaza temaßekar e jî. Bi baweriya min rojnameger her tim di nava gel de ne. Rojnamegerî li ser maseyę tę kirin. Divę ev bibe daxwaza me ye ya duyemîn ne ya yekemîn. Baß e. Ji bo pęßeroję we çi proje ű plan heye? 
- Bi rastî ez jî baßebaß pę nizanim çendî bi rojnamegeriyę ve girędahî ye lę ez dixwazim li ser dîrok, çand ű jiyana kurdan belgefîlmekî sînemayę çębikim. Di van 34 salęn dawî de hin hewldanęn min çębűn, lę hîna jî projeyęn bi dilę min nehatine pę. Bo niműne; sedsal bi dawî dibe. Pęwîst e em belgefîlmę sedsala 20'an ę kurdan pęk bînin. Ji Serhildana ßęx Ubeydullan bigire heya Ýmraliyę. Ger em vî belgefîlmî çękin ű bikin 2030 beß, wę bi milyonan kurd pę perwerde bibin. Lę ev kar ne karę kesekî an du kesan e. Divę bi dehan rojnameger, bernamesaz ű teknîker hebin. Ev xewnek e. Lę ez pę bawer im, siberoj ev belgefîlm dę bę çękirin. Her çend evqas ne mezin bin jî, dusę projeyęn min ęn din hene ű her wiha berdewamkirina Ronahî ye. Pißtî 101 salan hűn rewßa rojnamegeriya kurdî çawa dinirxînin? 
- Pęßeroja rojnamegeriya kurdî bi pęßeroja Tevgera Neteweyî ya kurdan ve girędahî ye. Ji ber ku hîn sermayeya taybet a kurdan neketiye warę çapemeniyę. Sermayeya taybet a kurdan heye lę hinekî qels e. Ez dinyaya wan biçűk dibînim. Yanî sermayedaręn neteweyî yęn baß ęn kurdan peyda nebűne. Hîna xwendevan, temaßekar ű ręxistin alîkariyę didin saziyęn çapemeniyę. Lewre ez dibęjim, wekî min di serî de jî got divę berpirsiyaręn saziyęn me, ji bo sedsala 20'an gelek projeyan hildin dest. Di serî de jî gihandina mirovęn nű. Divę çapemeniya kurdi bikeve xeteke neteweyî. Ez ji bo pęßeroję bi hęvî me. Lę vę yekę, bi tenę rojnamegeręn kurd ęn profosyonel dikarin pęk bînin. Divę saziyęn me xwedî proje bin. Her wiha divę em rűyę vegerînin sedsala 21. Mirov dikare bibęje zimanę çapemeniya kurdî kemiliye an na? 
- Mixabin bi her awayî zimanę rojnamegeriya kurdî nekemiliye. Dema mirov behsa rojnamgeriyę dike, du tißt tęne bîra mirov: Yek bi kîjan zimanî? Du, zimanę taybetî yę çapemeniyę. Mixabin niha bi taybetî li bakurę Kurdistanę, zimanę taybetî yę rojnameyę nayę bikaranîn. Ev kęmasiyeke gelekî mezin e. Mesela Azadiya Welat bi kurdî tę weßandin ű li dora 45 hezarî tę firotin. Lę em dibęjin bi tenę li bajarę Stenbolę 3 milyon kurd hene. Li bakurę Kurdistanę 15-20 mîlyon kurd dijîn. Lę çima evqas tę firotin. Ger mirov vę yekę bi tenę bi kęmzanîna zimanę kurdî ve girębide, ne di cih de ye. Her wiha divę rojname ű kovaręn ku bi kurdî tęne weßandin, bi teknîkeke wisa bęne çapkirin ku, bala xwendevan bikßîne ű zimanę kurdî bi wan bide hezkirin. Wekî din pęwîst e ji bo perwerdehiya bi zimanę kurdî, di serî de MED TV, bikeve nava hewldanęn mezin, da ku zimanę kurdî bi tenę nebe zimanę lîstik, muzîk ű govendę. Divę bibe zimanę jiyana modern ű her wiha bibe zimanę ragihandinę. Ma zimanę ragihandinę çębűye? Bi baweriya min çębűye. Mesela zimanę Azadiya Welat ű kovaręn ku li Swędę bi kurdî derdikevin, ber bi standartbűnę ve diçe ű rűnißtiye. Wekî din di bernameyęn MED TV'yę de zimanekî kemilî tę bikaranîn. Di bernameyęn em çędikin de hędî hędî zimanę kurdî ber bi zimanę televîzyonę ve diçe. Bęguman ev pęßveçűnęn baß in. Zor spas, da ku we dema xwe bo me terxan kir... 
- Ez jî spasiya we dikim ű slavęn xwe yęn ßęrîn bo xwendevanęn Azadiya Welat dißînim. Her wiha divę em hemű xwendevanęn Azadiya Welat, her yek ji me xwendevanekî nű peyda bike. Divę em tîraja wę bigihęjînin 10 hezaran. Qet nebe berî sala 2000'î hedefa me ya biçűk ev be ű em bibin rojnameyeke rojane. Ędî pißtî sala 2000'î rojnameyeke bi kurdî ű rojane ji bo me ßert e, li ku dibe bila bibe. 
Portre: 
Mehmet Aktaß di nava rojnameyęn tirk de dest bi rojnamgeriyę kir. Ew, girîngiyeke mezin dide zimanę rojnamegeriyę ű wiha dibęje: "Divę zimanę kurdî bi tenę nebe zimanę lîstik, muzîk ű govend e. Divę bibe zimanę jiyana modern ű her wiha bibe zimanę ragihandin ű înformasyonę. Ma zimanę ragihandinę çębűye? Bi baweriya min çębűye. Mesela zimanę Azadiya Welat ű kovaręn ku li Swędę bi kurdî derdikevin, ber bi standartbűnę ve diçe ű rűnißtiye." 

[AW70A3] 
Endamę MYK'ya KESK'ę Faysal Özçift: '1'ę Gulanę dę bibe qada bangawaziya kurdan' 
Endamę Lijneya Ręveber a Navendî ya KESK'ę Faysal Özçift ku di nav konfedarasyonę de sekreterę Beßa Mafęn Mirovan e jî, der barę 1 Gulanę, muxalefeta civakî, tewra Türk-Ýß ű Hak-Ýß'ę ű çend xalęn din de pirsęn me bersivandin 
Biręz Özçift, em dixwazin ku hűn encamęn hilbijartinan jî li ber çavan bigirin ű wisa bersiv bidin. Li gorî we li vę cografyayę wate ű girîngiya 1'ę Gulanę çi ye divę çawa bę pîrozkirin? 
- Di serî de dixwazim bibęjim ku 1'ę Gulanę îsal, dę ji pîrozkirinęn 1'ę Gulanę yęn berę zęde-zęde cudatir be. Ji ber vę cudabűnę, bi taybetî li bajarę Stenbolę hézęn dewletę bi hewlęn giran ketine nava tevgerę. Daxuyaniyęn qedexekirinę ji raya gißtî re ragihandin. Lę li hemberî biryardarbűna muxalefeta civakî ku konfederasyona me jî tę de ye, mecbűr man ku gavęn xwe bi paß ve biavęje. Di serî de Stenbol, li gelek bajaręn mezin, dę cejna 1'ę Gulanę were pîrozkirin. 
1'ę Gulanę, dę bibe qada bangawaziya azadiya gelę kurd. Her wiha dę bibe qada xwestekęn karker ű kedkaręn tirk ű kurd. Bęguman 1'ę Gulanę dę bibe roja jiholęrakirina astengî ű qedexe kirinęn li hemberî gelę kurd ű kedkaran jî. Çawa ku di Newrozę de, tevahiya qad ű kolan ji kurdan re hatin qedexekirin, bi zordarî ű pest ű kotekiyęn giran bi ser Kurdan de çűn jî, bi ser neketin ű qad ű kolan dîsa jî kurdan re man, ez di wę baweriyę de me ku, vę carę jî, çiqas astengî derxin pęßberî me, dę gelę kurd ű kedkaręn tirk ű kurd bikin ku kesęn dixwazin ku naveroka rojęn wiha watedar vala bikin, pißta stűyę xwe bixurinîn. 
Pęvajoya ku em tę de ne, bi rastî jî pęvajoyeke reß ű tarî ye. Panoramaya ku pißtî hilbijartinę derket holę, panoramayeke karesat e. Di vę panoramaya reß ű tarî de, qîrkirin ű bangkirina daxwaz ű xwestekęn azadixwaz ű însanî, gelekî girîng ű watedar e. Ez di wę baweriyę de me ku, dę gelę kurd derkeve qadan ű azadiya xwe bilęv bike. Gelę Kurd dę carekę din qîr bike ku roja wan nayę tarîkirin. Bi kurtasî ez bibęjim cejnęn wiha qedexe bikin jî nekin ji, kevneßopiya tękoßînę dę her berdewam be. 
Türk-Ýß ű Hak-Ýß'ę, der barę bihevre pîrozkirinę de helwesteke cuda nîßan dan. Diyar e ku ev sendîkayęn navborî dę pîrozbahiyęn xwe di salonan de heps bikin. Hűn vę yekę çawa ßîrove bikin. Helwesteke bi vî rengî dę bandoreke çawa li pîrozbahiyan bike? 
- Ne xęr! Helwesta van sendîkayan dę bandorę li pîrozbahiyan neke. Berę jî ketibűn nav keft ű leftęn wiha. Di destpęka salęn 90'î de jî dema kesęn ßoreßger ű welatparęz derketin qadan, van herdu sendîkayan xwestin ku naveroka 1'ę Gulanę ű ruhę tekoßűnę vala bikin. Pißtre bi armanca ku 1'ę Gulanę bikin "Rojeke fermî" di nav çalakî ű xwepęßandanan de jî cih girtin. Lę mixabin girseyęn xwe jî seferber nekirin. Em dikarin bibęjin ku TÜRK-Ýß jî, HAK-Ýß jî, di rastiyę de ne ręxistinęn karker ű kedkaran e. Îro her kes dizane ku ji bo berjewendiyęn xwe ű rejîmę kar dikin, ne ji bo karkeran. Wę karker bęyî van sendîkayan jî kolanan dagirin. 
We got ev sendîka ne sendîkayęn karker ű kedkaran e. Nexwe hűn wan çawa bi nav dikin? 
- Çawa ku dewleta tirk, ji bo rę li ber tekoßîna rizgariyę bigire, tevahiya mafęn wan ęn însanî binpę bike, qoriciyan derdixe holę ű wan bi kar tîne; ez dikarim bibęjim ku TÜRK-Ýß ű HAK-Ýß ji bo ked ű rűmeta kedkaran binpę bikin, li ser keda wan rűnęn, dixebitin. Ango ew jî sendîkayęn qoricî ne. Jixwe di serî de, ev her du sazî bi destę dewletę hatine damezirandin. 
Li gorî we, di pęvajoyeke ku guręn boz dizűrin ango pęvajoyeke ku bayę neteweperestan berz ű xurt bűye de divę helwesta sosyalîst ű muxalîfan çawa be? 
- Wekî hűn jî dizanin, hilbijartinęn derbasbűyî ji me re nîßan dan ku sosyalîst ű çepgiran peywira xwe baß bi cih neanîne. Ji pirsgiręk ű aloziyęn gel dűrbűn, li gorî xwe wekî muxalefet hesibandin. Ji bo ku ji HADEP'ę dűr bikevin, li hincetan geriyan. Ev tewreke neyęnî ű handîkapeke mezin bű. Divę ev pęvajo bibe pęvajoya dersgirtinę ű ji yekîtî ű bihevrebűna sosyalîst ű muxalîfan re, rę veke. Lewre jî 1'ę Gulanę ji bo vę yekę, li gorî baweriya min divę bibe destpęk. Bi hevrebűn ű yekîtiyek heger li qadę pęk were dę ev yek ji bo pęßeroję jî bibe hęviyeke xurt ű girîng. 
Biręz Özçîft, gotinęn we yęn dawî... 
- Li dijî hemű astengiyan jî ku Almanyaya Hîtler ű Îtalyaya Műsolînî tîne bîra mirov, ez bawer im ku kesęn li cem azadî, ked ű aßtiyę cihę xwe digirin, dę tu car serę xwe netewînin. 

[AW70A4] 
Kę çi got? 
Aydemîr Güler (Serokę Gißtî yę SÝP'ę): 
Di 1'ę Gulanę de em wekî SÝP li qad ű meydanan e. Em dę dilsozî ű girędana xwe li hemberî ßehîdęn xwe qîr bikin. Encamęn hilbijartinę, girîngiya yekîtî ű bihevrebűna çepgiręn tirk ű kurd baß radixe ber çavan. Pęwîst e ku em tękoßîna hevpar biręxistin bikin. Tę xwestin ku neyartiya bi kurdan re bę afirandin. HAK-Ýß ű TÜRK-Ýß baß dikin ku dernakevin qadan. Lewre ew ne layiqî wan deran e. Ew axayęn sendîkayan e. Divę di zűtirîn katę de li dijî faßîzmę xeta berxwedanę pęk were. 
Kemal Okutan (Endamę Meclîsa Partiyę ya HADEP'ę) 
Ji bo ku em xwe bigihînin gelę tirk ę kedkar ű ji bo ku em mesajęn rast bidid karkeran, em dę giraniya xwe bidin 1'ę Gulanę. Tevî zordarî ű astengiyan, tevî politikayęn ku mirovan ji dirűv dixin, em dę hewl bidin ű 1'ę Gulanę li qadan pîroz bikin. Ręlibergirtina faßîzmę encax bi yekgirtina çîna karkeran pękan e. Eniyeke bi vî rengî wę pißta vę pęla neteweperest ű ßoven bißkîne. Di vî warî de çi ji destę HADEP'ę were dę bike ű di vî warî de ji bo ku eniyeke çepgir saz bibe dę hewl bide xwe. 1'ę Gulanę ji bo vę yekę firsendek e. Divę kedkar ű karkeręn kurd xwedî li vę roję derkevin, lewre ev roj ne di bin tekela tu kesî ű ręxistinę de ye. 
Hakan Tahmaz (Endamę Lijneya Ręveber a Navendî ya ÖDP'yę) 
Diyar dibe ku neteweperestî ű ßovenîzm di rojęn pęß de wę zęde zęde derkeve pęß. Bi taybetî di pęvajoya darizandina Öcalan de, wę hin derdor vę hincetę jî bi kar bînin. Lewre jî divę hęzęn sosyalîst ű çepgir li hemberî vę pęla ßoven hißyar bin. Divę roja 1'ę Gulanę kesęn alîgirę azadî, ked ű wekheviyę ne bibin yekdil, yekmil ű yekmęjî. 
Mehmet Kýlýçarslan (Cîgirę Serokę Gißtî yę EMEP'ę) 
Di yekę gulanę de, tevî sendikayęn karkeran em dę li meydanan bin. Emę li gorî ruh ű naveroka 1'ę Gulanę tevbigerin. Emę di bin ala fikra ku naveroka sendîkayan vala nake, lę, xurt dike de bin. 
Aßur Kurgen (Serokę Beßa Biręxistinbűnę ya DÝSK/Genel-Ýß'ę) 
Ji 15'ę avręlę heta niha DÝSK Ű KESK di nav dan ű standin ű xebatę de ne. Ez bawer dikim ku her çiqas TÜRK-Ýß ű HAK-Ýß'ę biryareke qiręj jî girtibin, ßaxęn van saziyan tevî karkeręn wan guh nadin vę yekę. Di belediyeyęn ku em biręxistin in de xebatęn me bęrawestan berdewam in. Îro peywira hęzęn demokasiyę girantir bűye, me hay ji vę yekę heye. 

[AW70A5] 
Serokę Yűgoslavyayę Slobodan Mîlosevîç : 'Berî NATO'yę "tevgera cudaxwaz" ne çekdar bű' 
Roja 26'ę avręlę li ser navę Khou-TV'yę Dr. Hatchett bi Serokę Yűgoslavyayę Slobodan Mîlosevîç re hevpeyvînek pęk anî. Ji ber ku çapemeniya hęzęn împeryalîst cih da daxuyaniyęn aliyę din ę ßer, em hinek xalęn girîng ęn vę hevpeyvînę pęßkęßî we dikin. Serok Clinton we wekî qesabę Balkanan bi nav dike, ew we wekî Hîtlerekî nű ű mirovekî din bi nav dike ű berpirsiya hemű arîßeyęn em li balkana pę re rű bi rű ne dixe stűyę we. Hűn bi rastî wekî ßexs kî ne? Hikűmeta we du ßeran dimeßîne li hemberî Yűgoslavyayę ű li dijî gelę me. Yek ßerę çekdarî ye ű yę din jî ßerę medyayę ango ßerę propagandayę ye. ßerę propagandayę berî yę çekdarî dest pę kir ű armanca wę biçűkxistina welat, gel ű serokatiya welatę me ye da ku gelę DYA bibe pißtevanę vę ęrîßa çekdarî. ßerę medyayę nîßan dide ku amadekariyęn wan ęn ji bo ęrîßę ji męj ve hatine kirin. Lewre jî em qurbaniyęn wan her du ßeran in. Qurbaniyęn ßerę çekdarî gelę sivîl ę welatę me bi xwe ye. Lę qurbaniyęn ßerę din ne bi tenę em in. Her wiha demokrasiya Amerîkayę jî qurbaniya vî ßerî ye. Heke li welatekî ręveber tim derewan ji gelę xwe re bikin, ramana gißtî li ser agahiyęn derew pęk bînin, mirov li wî welatî nikare qala demokrasiyę bike. (...) Li gorî Clinton sedema kęßeya di navbera du welatan de nepejirandina peymana li Fransayę ye. Çima Yűgoslavyayę peymana navborî ßanenav nekir? We qala gotűbęjan kir, lę li Fransayę qet gotűbęj pęk nehatin. Di nava wan sę hefteyan de (du hefte li Rambouillet, hefteyek li Parîsę) di navbera lijneyan de hevdîtinek bi tenę jî pęk nehat. Lijneyęn li wir nekarîn ji hev re peyvekę jî bikin. Lewre mirov nikare çęlî gotűbęjan bike. Îcar em bala xwe bidin lijneyę. Li aliyekî lijneya Sirbistanę heye ku nűneręn hemű civakęn li Kosovayę di nava xwe de dihewîne. Digel nűneręn sirban sę heb jî nűneręn albaniyan di nava lijneya me de cih digirt. Li aliyę din jî lijneya cudaxwazan hebű. Ji męj ve nęzîktędayina me ya bo kęßeyę ev bű: Kęßeya Kosovayę dikare li ser bingeha wekheviya gelan ű hemwelatiyan çareser bibe. Li heręmę sirb jî hene, 250 hezar sirb li wir dijîn ű kalikęn wan berî albaniyan li wir bi cih ű war bűn. Kosova warę sirbiyan ę qedîm e, gelek perestgeh ű cihęn dîrokî yęn sirban li wir hene. Li heręmę ne tenę albanî çaryek milyon sirb, 200 hezar misliman, 150 hezar misirî ű 50 hezar tirk hene. Tevî ku tirk kęmtirîn gelę heręmę ye jî dibistanęn wan hene ű bernameyęn televîzyon ű radyoyan bi tirkî jî tęn pęßkęßkirin.(...) Li Rambouilletę hate xwestin ku em serxwebűna Kosovayę bipejirînin, ne xweserî (otonomî) yę. Ez bawer im kes tißtekî bi vî rengî napejirîne. Em qala xweseriyę dikin, qala wekheviyę dikin, em qala serxwebűna tevgera cudaxwazęn albanî nakin. Di wę hevdîtinę de ev tißt hebű. Ew dixwazin di nava Sirbistanę de dewleteke serbixwe pęk bînin. Lę di nava Sirbistanę de ew hindikahî ne, li her derę Sirbistanę albanî hene. Divę bę zanîn ku li Sirbistanę 26 hindikahî dijîn. Albanî jî di nav de bi tu qewmî re arîße derneketine. Arîße bi tevgera cudaxwaz a albanî re derketine. Heta mirov dikare bibęje tevgera cudaxwaz jî berî NATO'yę çek bi kar nedianîn. (...) Gelę Amerîkayę her roj di televîzyonęn xwe de dîmenęn trajîk ęn penaberęn albanî dibîne. Neteweyęn Yekbűyî dibęje heta zędetirî 532 hezar kes ji Kosovayę hatine vederkirin ű ew di bin mercęn gelekî giran de dijîn. Gelo polîtîkayeke we ya ji Kosovayę vederkirina albaniyan heye? Tu polîtîkayeke min ű welatę min nîn e ku tu hemwelatiyęn xwe ji tu cihę welatę xwe veder bikin. Divę ez bibęjim ku dema bi Xirvatistanę re ßer hebű, me hemű xirvatiyęn li Sirbistanę parastin. Her wiha di dema ßerę Bosnayę de jî me hemű misilmanęn li Sirbistanę parastin. Em ji hemű serdanvanęn xwe yęn biyanî re dibęjin ku Yűgoslavya mînakeke baß a nęzîktędayina baß a li hemberî hemű hindikahiyęn neteweyî ye. Li gorî me pîvana demokratbűna welatekî nęzîktędayina desthilatdaręn wî welatî ya li hemberî hindikahiyan e. Heke em bęn ser pirsa we, rast e gelek kes ji Kosovayę direvin, ne tenę albanî gelek kes direvin. Ev jî encama bombebaranę ye. Her kes direve; sirb, tirk, mitrib, misilman ű tabî albanî jî, serjimara wan ji gißkan zędetir e. Ne tenę mirov-hemű giyanewer ji ber bombebarana NATO'yę direvin. (...) 
Pireyęn ku neqediyane jî dibin hedefa NATO'yę. 
Ji roja ku ęrîßęn hewayî yęn NATO'yę dest pę kiriye heta roja îro zędetirî 30 pire bi bombebarana hęzęn NATO'yę hatin rűxandin. Ji van bi hindikayî 3 heb bi 300-400 km'yî dűrî heręma Kosovayę ne. Tę gotin ku rűxandina van pireyan tu bandorę li ßerę Kosovayę nake lę ziyaneke mezin dide gelę Yűgoslavyayę. Hinek ji van pireyan hę di rewßa avakirinę (înßaat) ę de ne. Pireya li Ostruznica ű pireya ku Kovin ű Smederevo digihîne hev ji ber ku hę neqediyabűn bi tenę ji hęla kesęn sivîl ve wekî peyarę dihatin bikaranîn. Ji rűxandina van pireyan gelę sivîl ziyanę dibîne. Hęjayî gotinę ye ku 4-5 pireyęn ku hatine rűxandin li navçeya ku Miloseviç desthilatdariya heręmî winda kiriye ye. 
Nivîskar Harold Pinter ßerkar ßermezar kirin. 
Nivîskarę navdar Harold Pinter bi daxuyaniyekę ęrîßęn li ser gelę Kosovayę ű ęrîßęn NATO'yę ßermezar kirin. Pinter di daxuyaniya xwe de da zanîn ku NATO gelę Sirbistanę ceza dike ű Clinton jî bi vę helwesta xwe ya xeternak bi qasî Mîlosevîç sűcdar e. Da zanîn ku bi vę helwesta ęrîßkar a NATO'yę derbeyeke kujende li Neteweyęn Yekbűyî xistiye. Li gorî Pinter Clinton riya nebixęr a Bush ű Reagan dikudîne ű Tonny Blair jî li ser ßopa Thatcher in. Nivîskarę navdar Dewletęn Yekbűyî yęn Amerîkayę wekî hęzeke xeternak ű jikontrolę derketî bi nav kir. Pinter bi bîr xist ku bi gemaroya li ser Iraqę nęzîkî milyonekî zarokęn Iraqî hatine kußtin ű niha jî bi vę biryarę gelę sirb tę kußtin. 
Gerry Adams : NATO durű ye 
Serokę Sinn Feinę Gerry Adams beßdarî civîneke "Ewlehiya Ewrűpa ű Bęlayeniya Îrlandayę" bű di vę civînę de bal kißand ser durűtiya NATO'yę ű xwest ku Kęßeya Kosovayę bi guftűgoyan çareser bibe. Adams Serokę Yűgoslavyayę Mîlosevîç jî bi tundî rexne kir ű ew wekî îhlalkarę mafęn mirovan ę mezin bi nav kir. Serokę Sinn Feinę di diręjahiya axaftina xwe de da zanîn ku kesęn mîna Mîlosevîç ji ber pißtevaniya NATO'yę bűne xwedan çek ű hęzdar bűne. Gerry Adams diyar kir ku dewletęn mîna Endoznezya ű Tirkiyeya ku kurdan diçewsîne jî ji ber sersarî ű durűtiya NATO'yę dikarin zilma xwe bidomînin. Adams xwest ku Îrlanda bęlayeniya xwe biparęze ű nebe endamę NATO'yę. 

[AW70A6] 
MGK'ę biryara xwe bi cih anî 
Li gorî agahiyęn ku ji çavkaniyęn HADEP'ę bi dest ketine, MGK'ę ręjeya dengęn ku dę HADEP bistîne berî hilbijartinę bo raya gißtî diyar kir ű pißtî hilbijartinę jî ji bo ku dengęn HADEP'ę dernekevin ser vę ręjeyę dest avęt hinek "bergiriyan". Tę gotin ku di lępirsîna MGK'ę ya berî hilbijartinę de ręjeya pißtevanęn HADEP'ę wekî %13 derketiye, lę ev ręje wekî %5 bo raya gißtî hatiye ragihandin. Li pey agahiyęn ku çavdęręn HADEP'ę dane, ji bo bicihanîna biryara MGK'ę li gelek deveran rayęn HADEP'ę hatine dizîn an jî betalkirin. Ev çavdęr bűyeręn li cihęn mîna Dęrsim, Îdir, Giyadîn, Műß ű Męrsînę wekî mînak pęßkęß dikin. 

[AW70A7]
Demirel li Washingtonę jî ęrîßî çapemeniya kurd kir 
Li gorî agahiyęn ku ji çavkaniyęn cur bi cur bi dest ketine, Serokomarę Tirkiyeyę Süleyman Demirel di hevdîtinęn xwe yęn li Washingtonę de jî girtina Rojnameya Özgür Politika ű DEM Ajansę xwestiye ű ji bo girtina MED-TV'yę spasiyęn xwe pęßkęßî Serokwezîrę Îngilistanę Tonny Blair kiriye. Serokomarę Tirk Demirel li Washingtonę bi Serokwezîrę Almanyayę Gerhard Shöder re hevdîtinek pęk anî ű ji Shröder xwest ku ew jî gaveke wekî Îngilistanę bavęje. Hate gotin ku Demirel di hevdîtinęn xwe de giranî daye ser înkarkirina Kęßeya Kurd, ev dîtin bi van gotinęn Demirel jî hatin selmandin: "Em lę dixebitin ku tękiliyęn PKK'ę yęn navneteweyî qut bikin." Demirel bi boneya pîrozbahiyęn 50 saliyę yęn NATO'yę çűbű Washingtonę. 

[AW70A8]
Serokę Dadgeha Zagona Bingehîn Demokrasî xwest 
Serokę Dadgeha Zagona Bingehîn Ahmet Necdet Sezer, roja 26'ę avręlę di axaftineke xwe de nedemokratîkbűna zagona bingehîn a Tirkiyeyę anî zimęn ű xwest ku xalęn antî-demokratîk bęn guhartin. Sezer bal kißand ser nakokiya di navbera zagonęn navneteweyî ű xalęn antî-demokratîk ęn Tirkiyeyę de ű pęwîstiya lihevanîna wan anî ser zimęn. Serokę Dadgeha ku heta niha bi dehan partî bi biryara wę hatine girtin, jiholęrakirina zagonęn ku li ber azadiya derbirina ramanę dibin asteng jî xwest. Zagonęn ku guhartina wan ji hęla Sezer ve hate xwestin ev bűn: Zagona Tekoßîna Bi Terorę Re, Zagona Partiyęn Siyasî ű Zagona li ser DGM'ę. 

[AW70B1] 
11 salęn tęr serpęhatî ű tękoßerane: M. Selim Suncak 
Hevalę Hesen (M.Selim Suncak) di sala 1960'î de li gundę Tinatę bi ser Nisębînę ve ji dayik bű. Malbata wî xizan ű feqîr, bavę wî bi destekî bű. Xwißk ű birayęn wî, ji ber feqiriyę koçî Îzmîrę kiribűn. Hesen, li ber destę bavę xwe dima ű karę malę hemű li ser milęn bű. Lewre Hevalę Hesen hę zű ked ű kedkarî nas kir. Hevalę Hesen mirovekî beßerxweß ű devliken bű. Ew, pir bi hevalęn xwe re girędayî bű ű her di ber hevalę xwe re cangorî dikir. Her ku diçű ber karik ű pęz, yęn cîranan jî bi xwe re dibirin. Lewma her kesî hez ję dikir. Di sala 1989'an de bi xurtbűna Partiyę re Hevalę Hesen jî tękoßîn nas kir. Xwendin ű nivîsîna wî pir kęm bű. Salekę an jî du salan dibistan xwendibű. Her tim dixwest bi hevalan re bikeve perwerdehiyę. Li ser tękoßînę bi hevalan gotűbęjęn dűvediręj digerandin. Pißtî van gotűbęjan kęmasiyęn xwe didîtin ű lę dixebitî ku wan sererast bike. Dema heval dihatin gund, xwe digihand cem wan. Pir bala xwe dida hevalan ű li wan guhdarî dikir. Lijneya heręmę, li gundęn heręmę digeriya. Li gundę Hevalę Hesen jî lijneya gund hate danîn. Wî jî di nava lijneyę de cih girtibű. Pißtî vę yekę bęhtir bi Partiyę ve hate girędan. 
Carekę bű dîlę axa 
Zivistanę dema gundî li hev rűdinißtin, dest bi galegal ű latajotinę dikirin. Lę Hevalę Hesen dema li civatę hazir dibű, behsa rojeva ßoreßę dibű. Hevalę Hesen her tim bi lijneya heręmę re li gundan digeriya. Ew, her dem li ser perwerdehiya ciwanan difikirî. Ketibű taya peydakirina pißtgiriya hęza ciwanan. Ciwanan piranî bi xar ű qurißę dilîst. Hevalę Hesen digote wan, ev tißtęn bękęr in, tißtęn ję girîngtir hene. Pißtî demekę wî listîna xaran qedexe kir. Ędî Hevalę Hesen nema vegeriya gund, çalakiyęn xwe ji derveyî gund dimeßandin. Di wę demę de, di navbera Partiyę ű KUK'ę ßer derket. Hevalę Hesen bi xwe jî li dijî KUK'ę ßer kiribű. Pißtî ku ßer rawestiya, KUK'çiyan bi bębextî Hevalę Hesen li Nisębînę dîl girt ű radestî Hesen Axa kirin. Berî wę demę Hesen Axa ji aliyę hevalan ve hatibű gulebarankirin ű birîndar bűbű. Ji vę yekę li dijî Partiyę neyartiyeke dijwar dimeßand. Li derdora Axę sih-çil çete ű tirßikçî civiyabűn. Ev kes li benda fermana Axę bűn ku Hevalę Hesen bikujin. Axa ji hevalę Hesen re dibęje: "Dev ji vę dozę biqere, em dę te berdin." Hevalę Hesen jî dibęję: "Ez dest ji Partiya ku gelę kurd azad ű serbixwe bike, naqehirim. Hűn min berdin, ez dę herim cem hevalan. Çi ji we tę bikin!" Axe lę dinihęre ku nikare Hesen radest bigire, serbest berdide. Pißtî ku Hevalę Hesen hate berdan, ew dîsa hate nava hevalan. Ędî Hesen tękiliyęn xwe bi temamî ji malbatę birîn, 24 saetęn xwe bi tekoßînę ve giręda ű meßand. Pißtî serdariya Cűntaya 12'ę Rezberę Hesen ű bi komek heval derket derveyę welęt ű çűn Bekayę. Pißtî ku du salan perwerdehiya leßkerî ű ramyarî dît, vegeriya welęt ű hat heręma gundę xwe. Lę Hesen ji hęla leßkerî ű ramyarî ve xwe pir bi pęß xistibű. Bi heval ű welatparęzęn kevn re, ji heręmę ű hetanî metropolan tękilî danîn. Ji bo ku Hesen xwe bigihîne welatparęzan ű gel, xwe dikir her ßiklî. Rojekę diçe mizgeftę, di nav gundiyan de nimęję dike. Gundî hemű ji mizgeftę derdikevin, Hesen ű mele tenę dimînin. Mele nasę Hesen e, lę wî nas nake. Mele xwe ji tirsa dißtexilîne. Hesen dibęję: "De we re mele... ku em herin mal." Li ser vę, mele ji tirsa ßaß dibe. Peyre Hesen dibęje mele: "Netirse! Ez ne biyanî me, dost im." Dawiyę mele Hesen nas dike ű diçin malę. Hevalę Hesen ewqas li derdora gundę xwe geriya, lę rojekę jî neçű mala xwe, xwe bi dę ű bavę neda naskirin. Rojekę bavę Hesen li nav rezę xwe bű. Hevalę Refîk bi hevalę Hesen re li cem bavę Hesen bű. Hevalekî ji bavę Hesen pirsî: "Mamę Hecî ma tu zarokęn te tunene, ku tu bi wę kalîtiya xwe kar dikî." Bavę Hesen dibęje: "Lawekî min hebű mîna we derket nav telebeyan. Ez nizanim sax e an mirî ye." Heval gotę: "Ma ku tu Hesen bibînî tu yę nas bikî?" Bavę Hesen got: "Ev çend sal in min neditiye. Ma ezę ji ku nas bikim." Hevalę Hesen li wir xwe bi bavę xwe nade naskirin ű veqetiya. Pißtî ku veqetiyan ű ßűn de, hevalekî Hesen rexne kir ű gotę: "Çima te xwe bi bavę xwe neda naskirin." Hesen gotę: "Bavę min nizane derewan bike. Her roj serbaz wan dibe qereqolę, ku ję bipirise ma te lawę xwe dîtiye? Wę bavę min bibęje: 'Belę min dîtiye'. Ji ber vę yekę min xwe bi bavę xwe neda naskirin." Hevalę Hesen rojekę bi milîsekî re silavan ji bavę xwe re dißîne. Bavę Hesen dibęję: "Silavęn wî li ser çavan. Lę ku lawę min be, wę bę guhę ... ję ke." Milîs vę meselę ji Hesen re dibęje, Hesen dibęje: "Em ketine taya qezenckirina însanan, bavę min dibęje: 'Were guhę ... ję ke'." 
Sę caran birîndar bű 
Hevalę Hesen li gelek heremęn Kurdistanę xebat kir ű bi awayekî neyę hejmartin, bi dijmin re kete tűßę (çatýßma) ű cerdî ser dijmin kir. Gelek caran ji xefik ű kemînęn dijmin filitî. Sę caran di tűßę de birîndar bű. Cara yekemîn li ßirnexę, cara duyemîn li Midyadę, ya sęyemîn di sala 1987'an de li Nisębînę li gundę Műßtînę, heval civîna heręmî dikin. Heval hîn di civînę de bűn, xayînę Ehmedę ßęxę ji nav refę hevalan direve ű bi hezaran leßkerî tîne ser wan. Dijmin hevalan dorpęç dike ű di nav wan de tűß derdikeve. Li wę derę pęnc heval ßehîd dikevin. Hevalę Hesen jî birîndar dibe. Xwe bi zikißkę, di nava pezę ßivanekî ve dikißîne gund. Dijmin bi dű ręça xwînę de diçe gund. Lę berî ku dijmin bigihęje gund, Hesen birîna xwe derman dike ű ji gund derdikeve. Lę dîsa jî dijmin ßopa xwîna wî dibîne ű dide pey ßopę. Di nav Hesen ű dijmin de tűß derdikeve, hetanî ku tarî bikeve erdę. Peyre Hevalę Hesen ji cihę ßer vedikiße ű xelas dibe. Taybetiyeke Hevalę Hesen a din jî; yazdeh sala di nava ßerę çekdarî de ma, rojekę xwe bi dę ű bavę xwe neda naskirin ű bi wan re nehate dîtin. Qet berjewendiyęn malbatę nedixist pęßiya berjewendiyęn Partiyę ű gel. Xwe ji hęla girędana malbatę ve azad kiribű. Di nav ßer de hatibű qusandin. Ji hęla ramyarî ve jî, ji rewßa gel fęm dikir ű ji tengasiyęn gel re dibű çareserî. Hevalekî sernerm, bęhnfireh, zarxweß, bi mezinan re mezin, bi zarokan re zarok ű cengawer bű. Ji vę yekę, mirovęn heręmę pir ję hez dikirin ű lę guhdar dikirin. Sala 1989'an de, di Lijneya Eyaleta Męrdînę Heręma Duyemîn de cih girtibű. Peywira fermandariya hęręmę girtibű ser xwe. Hevalę Hesen kir ku gelek cerdevanęn heręmę çekęn xwe deynin. Bi vî awayî dengę Hesen bi serfirazî ű cangorî belav bűbű ű dihate zanîn. Ji zarokęn biçűk bigire hetanî kal ű piran, ku mirov digot Hesen, dikaribűn bi rojan qala wî bikin. Ewqas xwe bi wan dabű hezkirin. Hevalę Hesen ű koma wî li Midyadę bi dijmin re dikeve tűßę. Dijmin bi hęzeke giran bi ser wan de diçe. Sę rojan tűß berdewam dike. Hesen bi du hevalęn xwe ve tę Nisębînę. Li wę derę jî livbaziyekę dikin ű diçin mala hevalekî xwe. Hinek pędiviyęn xwe pęk tînin ű ji gund derdikevin. Birayę hevalę wan jî, bi wan re derdikeve hetanî derveyî gund. Dinęrin ku dijmin wan teqîb dike. Ji vę yekę, kesę gundî nikare vegere gund. Ji neçariyę heval dibęjinę: "Îßev bi me re bimîne. Sibę vegere mal." Her çar heval tęne li hemberî gundę Hatxę dikevin stargehę. Wexta ku dikevin stargehę dijmin wan dibîne. Sal 1990, sisęyę meha remezanę bű. Dijmin derdorę stargehę bi tanq ű topan dorpęç dike ű di kozikan de cih digire. Haya hevalan ji tißtekî tuneye; li benda sibehę ne ku mirovę gundî bißînin mal ű dest bi kar ű xebateke nű bikin. 
Bi ßehadeta wî serhildan li dar ket 
Fermandarę artęßa ßerę taybetî, bi dengekî qure ű ji xwe bawer dibęje:"Terorîstno radest bibin! Me hűn dorpęç kirine." Wexta wiha dibęje Hevalę Hesen di kęleka stargehę re serę xwe derdixe, lę dinihęre ku dijmin derdora wan girtiye. Heval ji bo ku naxwazin yę gundî tevî wan ßehîd bikeve, dibęjine wî: "Emę te tazî bikin ű derkeve. Ku ji te pirsîn, bibęję 'Bi zorę ez revandim. Hűn dibînin kincęn min hemű ji min kirine.'" Mirovę gundî naxwaze derkeve, lę nikare bi ya hevalan neke. Xwe tazî dike ű xwe diavęje ser devę stargehę. Bi derketinę re dijmin le direßîne ű birîndar dibe. Yę gundî dibęje: "Ez ne terorîst im. Ez bi zorę revandime." Hesen ű hevalę xwe dijmin baß nas dikin, bi rewß ű hovitiya wî zanin. Radestbűn qet nayę bîra wan. Her sę heval li hev dinihęrin ű xwe diavęjin stűyę hev, xwe li hev dipęçin, hev tęr maçî kirin ű ßűn de ji hev re dibęjin: "Serkeftin" Her sę heval çekęn xwe dißkęnîn ű bi hev re dibęjin: "Berxwedan Jiyan e. Bijî Serok Apo. Bijî Serxwebűna Kurdistan." Hevalę Hesen devę demançeya xwe dike bin argűßka xwe ű lingę wę dikßîne. Her dű hevalęn din jî çembilę narîncokę dikßînin ű xwîna her sę hevalan tevîhev dibe. Pißtî ßehadeta Hevalę Hesen ű mirovęn wî ű gel cendekę wî bir Tinatę. Bi bihîstina ßehîdketina Hevalę Hesen re ji Kerboran, Nisębîn, Hezex, Mehsert ű gundęn derdorę, gel bi jin ű zarokan ve, kincęn xwe yęn rengereng li xwe kirin ű xwe xemiland. Bi qamyon, texsî ű dolmîßa hatin ser gora Hevalę Hesen. Hesen li ala Partiyę pęçan, bi lîlandin, govend ű dîlanę wan ew kir nav kerwana ßehîdan. 

[AW70B2] 
'Ez hesreta te nebim mirinę': Evîna Fatima Salih Axa ű Mihemedę Mîrę Hoska (2) 
Wę demę Fatim bi serę lęvan dikene ű bi dengekî mękewî bi hawe diavęje ser lawkę ßivan: 
Ę de lo lo lawiko lo lo...! 
Devę min nagere ez bęjim ßivano! 
Min tu car ne dîtiye ű ne jî bihîstiye 
ßivanan beran ű nęrî, vegerandine ji bo bęriyę 
Ę de lo lo lo lawiko męvano lo lo...! Wę demę Mihemed dev lę ziwa dibe, ji fediyan di xwe de dicemide ű ßeqiz dibe. Careke din Fatim dest pę dike: 
Ę de begę min dilę min dibęyo 
Ę de mîrę min dilę min dibęyo 
Erę lawiko ez dęn ű bala xwe didimę 
Lingęn te ne lingęn çaroxan e 
Milęn te ne milęn kurk ű kulavan e 
Destęn te ne destęn dar ű çovan e 
Ay de lo lo lawiko męvano lo lo...! 

Erę lawiko ez dęn ű bala xwe didimę 
Lingęn te lingęn zeng ű qonderan e 
Milęn te milęn abayę Besraniyan e 
Xwezî te derdę xwe ji min re bigota 
Gelo çima tu hatî ji bavę min re 
Li vę çola hanę bűyî ßivan e lo lo...! 
Ay de lo lo lawiko męvano lo lo...! Mihemed wę demę tę derdixe ku ew Fatima Salix Axa ye. Lę, xwe qure dike ű li xwe danayne, lę vedigerîne: 
Erę xatűnę dilę min dibęyo lę! 
Jixwe zozana bavę te bi jimare heye 
Xatűnę van henek ű tinazęn xwe bi min neke 
Qey nesîbę min di nanę bavę te de tuneye 
De ezę herim lę lę xatűnę lę lę! Fatim dęn ű bala xwe didiyę ku ev lawikę xweßik pir delalî ű nazik e ű ji ber van gotinęn wę xeyidiye ű wę here. Vę carę xwe nerm dike ű li ber digere, dibęje: 
Erę begęm dilę min dibęyo lo lo...! 
Rast e zozana bavę min qaet li me ye 
Bi hezaran pezęn bavę min bi jimar e heye 
Ęvarę tu were pezę bavę min mexel ke 
Tu berę xwe nede odeya axan ű melan e 
Rűnenę li ber wan e, guh nede gotinęn wan e 
Ceneta wan ji te re lazim nîn e 
Tu ßeva nîvę ßevę were di kozę de 
Li taximę sing ű berę min karxezalę 
Ji xwe re li ceneta rastîn męze ke lo lo...! 
Ay de lo lo lo lawiko męvano lo lo...! Vę carę Mihemed dibersivîne: 
Erę xatűnę dilę min dibęyo lę lę...! 
Lę lę xatűnę min digotî tu keça axan î 
Lę, min nizanîbű tu qeßmera li destę ßivanan î 
Evan karęn tu dibęjî, tu tękiliya min bi wan tune ye 
Duwanzdeh zarokęn min li mal in, çavęn wan li riya min e 
Ez hatim temîn bikim abora zarokęn xwe ye 
Lę, ji ber evan gotinęn te, ezę herim bi xatirę we ye lę 
Ay de lę lę lę xatűnę lę lę...! 
Fatim bihęrse dibę: 
De here karę xwe lo ßivano lo lo...! 
Ez Fatima keça Salih Axa me 
Kevokeke spî li ser ban ű xęniya me 
Sing ű berę min wek zer ßemamokan e 
Ne layiqę devę te yę genî, ßivanę pezan e lo lo...! 
Ay de lo lo here karę xwe ßivano lo lo...! Wę demę cariya Fatimę xwe diavę navę, tirsa wę di Mihemed de ye. Carî dibęje: 
Erę xatűna min dilę min dibęyo lę lę...! 
Eyb ű ßerm e ji te xatűnę ye 
Ger bavę te bi evan gotinęn te bihese 
Qesem dikim wę poz ű guhęn te jęke 
Wę te weke qerwaßekî berde nav ęlę ye lę lę...! 
Ay de lę lę lę xanima minî lę lę...! 
Fatimę, dęn ű bala xwe dayę ku zęde here, wę carî here li ber bavę wę qelaçiyan bike ű wę bavę wę hew bihęle ku ew were bęriyę. Jixwe, ger Mihemed rast bixeyide here, wę ew hesret hew ji dilę wę derę. Wę ßevę ji ber bayę eßqę hiß ű aqil di serę Fatimę de nemabű. Fatimę, dil ű aqil avętin ber qapanan ű męzînę, lę her tim dil giraniya xwe diavęt ser aqil. Kete roja dinę, Fatimę careke din xwe xemiland ű da pęßiya bęrîvanan ku careke din werin bęriya sibehę. Lę, vę carę ka hela em binihęrin Mihemed çi kiriye? Hîn ku bęrî nehatine, Mihemed ji ßivanęn hevalęn xwe re dibęję: "Ezę herim li wę mesîla hanę xwe diręj kim, ger bęrîvan hatin li min pirsîn, bęjin, Mihemed nexweß e." Fatim ű bęrîvanan hędî hędî rę girtin ű hatin bęriya sibehę. Dęn ű bala xwe dan ku Mihemed ne xuya ye. Aqil li serę Fatimę nema li çolę. Cariyan berę xwe dan Fatimę gotin, Agir bi mala bavę te neketę, hingî te serî da ser rebeno, ji destę te neqedande. Ędî em nizanin ku rebeno çű ku derę? Fatimę, lez ű bez kir, xwe gihande ber ßivanan ű gote: "Hűn bidin xatirę Xwedę, lawo ka bęjin ew ßivanę duhîn ji kîjan welatî bű ű di kîjan rę de çű? Lezkin ji min re hespekę vegerînin ez lę siwar bim ű bidim ser ßopa wî." ßivan dibęjin, "De xatűna me. Wele devę me nagere em bęjin. Mihemed nexweßę bęhal e. Wa ye, li wę mesîla hanę razaye." Ewę demę Fatim weke pezę xwę xwaribe ű xwe bikißîne ser avę, berę xwe dide mesîlę, cihę Mihemed lę razaye. Dema çav berdide Mihemed, dibęje: "Wey stűyę min bißikę, çavęn min deręn. Ez vegerim bidoßim ßîrę mihan. Bînim, berdim qirika ßivanę delal. Belkî bißîne ßîfake xęrę Xwedanę rehman." Mihemed, serę xwe radike, çavęn xwe vedike. Fatim cardin dest pę dike: 
Erę mîrę min dilę min dibęyo lo lo...! 
Mihemedo dilę min vę sibehę dilekî tenik e 
Li vę çola hanę tu qusűręn min ef bike 
Qey duh min ji te re çend gotin gotibűn 
Dilę te ji min maye, loma tu nexweß î vę roję ye 
Qesem dikim ger eslę te mirtib ű qereçî be 
Cardin tu ser serę min ű bavę min qebűl î lo lo...! 
Ay de lo lo lo de lo lo nexweßo lo lo...! 
Ev car Mihemed dest pę dike: 
Erę lę lę Fatimę dilę min dibęyo lę lę...! 
Konę mala bavę te mezin e weke xan e 
Aliyek deßt e, yek zozan e 
Di ser de girtiye mij ű moran e 
Xwedę xera ke mala pîrę 
Digot, Fatima keça Salix Axa 
Xweßikbűna wę bi nav ű deng e, li mala bavę xwe giran e 
Sę rojęn ßivanan naqedin roja çaran tu li dű wan î 
Ay de lę lę lę xatűnę lę lę...! 
Dema Mihemed van gotinan dibęje evcar, Fatim xwe dixeyidîne. Mihemed li ber digere, dibęje: 
Erę lę lę Fatimę dilę min dibęyo lę lę...! 
Konę bavę te mezin e weke xan e 
Aliyek deßt e, yek zozan e 
Bi Xwedę konę bavę min ji yę te bętir e 
Ez Mihemed im lawę Mîrę Hoska 
Li ser gotinek pîrę, ketime ser riyan ű dirban 
Min li xwe kiriye çarox ű kulavę ßivanan 
Giß ji bo xatirę qama bűkanî, bejn ű bala zirav 
Ka hela bibînim Fatima Salih Axa li vę dinę 
Hesreta dîtina te xatűnę bi xwe re nebim mirinę lę 
Ay de lę lę lę Fatima min î lę lę lę...! 
Dema Mihemed van gotinan dibęje Fatim jî, vedigere, tę cem ű her du bi hev re li ser bext ű dîn ű îman soz ű biryar didin hev. Li ser qewlę ßivantiyę, ßeß mehęn Mihemed bi ßivanî diqedin. Mihemed berę xwe dide mala xwe ű malbata xwe digire, tîne mala bavę Fatimę. Bi qewl ű resűlę Xwedę Fatimę ję re dixwazin. Dawet ű dîlana wan li dar dixin ű Fatimę digirin ji Mihemed re dibin. 

[AW70B3] 
Xewnęn bi zimanę biyaniyan 
Her tim ku çavę wî bi qonaxa Xurßît Axa diket, hęrseke tolhilînî ű nediyar diket ser dilę Kîrkorę "Gawir". Berî ęvarę ku naxir ber bi çipilę Deßta ßatir Hoyuka ku di bin siya çiyę de xemilî de kir, ew qonax wekî hęlîna tęyrę baz li ser kulingę zinęr xuya dibű. Ji bo Kîrkor, mesűlę ev germa ku deßtę diqewirîne, ew vizikęn ku paß roavan li neslę însęn dibin dujmin, ew çipilę ku siwaran bi lenîßtok ve dadiqurtîne, koremaręn ku bi çokę dayikęn ku zarok li ber siya dara dimęjîne digire, çavkaniya zilma ku hemű malbata wî di çola ereb de bi osmaniyan dabű kalkirin ew qonax bű. Her ęvar ku naxir li nav hoxęn xulaman belav dibű, dűre dinęrî ű li ser wî parçeyek nanę ku xwedanęn naxirę, bi bez didan wî difikirî. Di dilę xwe de li yę Çarhestî hęrs dibű. Ewę ku gotibű "lawę min" ű Kirkor ji dest leßkeręn osmaniyan filitandibű... Yę Çarhestî konę xwe yę reß ű heßt stűn li kęleka gundę ermenan vegirtibű. Cara sifte ku Kîrkor Çarhestî ditîbű. Ew di hewßa wan a mermerî de bi bavę Kîrkor re rűnißtibű ű fîncanek qehwa fal vedixwarin. Wan bi hevdu re bi kurdî qise dikir. Nęzîkî hemű ermeniyan zimanę kurdî dizanin. Lę kurdan wekî zimanę ermeniyan, zimanę cîranęn xwe nedizanîn. Dema ku koçeręn kurd konę xwe li kęleka gundę ermenî vedigirtin, gund ßęn dibű, nęzîkî du hefteyan mirov digot qey li nav gund cejn heye! Kurdan penęr, mast, rűn, lor ű hwd. didan ermeniyan ű ji ermeniyan qenewűç, sandix, qaw ű qeçax, fraq, tißtęn ku bi dest, bi huner dihatin çękirin ű mucewherat digirtin. 
Navbera Haçîkę ermenî bi Çarhestiyę kurd re dost bű. 
Dîsa koçer ji zozanan daketibűn deßtę ű konęn xwe li kęleka gund vegirtibűn. Haziriya zivistanę dikirin. Payîz bű. Roj li ezmęn wekî neynűka di bęrîka ciwanan de dibiriqî. Ji aliyę Kömürlüyę ve keriyek siwar di nav toz ű dűmanę de derket. Bayę xerbî dabűn paß xwe ű ber bi gund ve dihatin. Bavę Kîrkor, Haçîkę ermenî ku van çend mehęn paßîn di nav gund de bi telaß diçű ű dihat, dema ku Mifreza osmaniyan dît, dîsa tevî yę Çarhestî di hewßa mermerî de li bin dara hęjîrę qehwe vedixwar. Haçîk haziriya ßandina dibistanę ya lawę xwe Kîrkor, dikir. Dixwast Kîrkor jî wekî her du qîzikęn xwe yęn mezin bißîne Swîsreyę. Kîrkor tekane lawę malę bű. Her du xwißkęn Kîrkor li mal bi hev re bi fransî qise dikirin, ji bo ku Kîrkor wan fęm neke... Kîrkor di dilę xwe de digot: "xwezî min jî ji zimanę tilsîmî fęm bikira, belkî însan dikare.. hiqest tißtęn balkęß ű xweßik bibęje... Çi zimanekî xweß e, ez jî biçim dibistanę ű vî zimanę nepen hîn bibim....Fîskosęn xwißkęn xwe fęm bikim. xwißkęn ku her tißtî ji min vedidizin. Kîrkor heya niha encax bi zimanę ermenî ű kurdî dizanî. Ew męvanęn ku ji welatęn dűr dihatin ba bavę wî, kî dizane çiqas tißtęn xweß ű balkęß bi vî zimanę ecęb tînin zimęn! Her tim dema ku męvanęn ji dűr dihatin mala wan, Kîrkor bi dilxweßî li kęlek mîndera bavę xwe, çenga xwe dida ser jűniyę bavę xwe ű dixwast maneyęn zarokî bide peyvęn ku ji devę męvanan diweßiyan. Dereng, bi ßev ku ew di xew de diçű, serî li ser jűniyę bavę xwe, hemű xewnęn wî bi wî zimanę nepen ku wî ję fęm nedikir bűn. Kîrkor bi zimanę xewnęn xwe nedizanî. Digot, "dema ku ez mezin bibim, ezę xewnęn xwe tercűme bikim. Yek jî ezę sira fîskosęn xwißkęn xwe derxim holę. Her tim ku Kîrkor zarokatiya xwe dianî bîra xwe weneyęn ku di xeyala wî de mabűn di bin lingęn hespęn mifrezeyęn osmanî de dibűn toz ű dűman, torî ű ębrűtî li hev ű du diqelibî... Bîranînęn wî dibűn wekî wan xewnęn wî yęn bi zimanęn biyanî. Herçî ku porę xwißkęn xwe dianî bîra xwe... Ew porę ku mifrezeyęn osmanî bi destę xwe dißidandin ű di erdę re dikißandin, ji axűjehra hemű maręn deßtę zędetir, ęßek kűr xwe berî dilę wî dida. Cihęzęn xwißkęn wî, marik, mucewherat, destmal ű ew tißtęn zęr ű zîvîn ęn ku di sandoqa bi qenewűç ű neqßa ku bi destę pîs ű gemar hildiweßandin, dibű tîręn pozbijehr ű lanetkirî ű ęßęn giran xwe didan laß ű dilę wî. Węneyę herî zelal ę zarokatiya wî rűyę dayika wî bű. Ew rűye ku li ber tava roję rengekî paxirî girtî. Qirbaçî osmanî rűyę dayika Kîrkor kiribű du ßaqan... Vîqe vîqa jinęn ermenî qet ji guhę wî dernediket. Tîręjęn roję destęn wî dilerizandin. Eger ku Çarhestî bi destę wî negirtibűya Kîrkorę dilę mifrezeyę bi neynűkan derxista, biguvaßta ű xwîna ku dę ję dilop bikira vexwara.. Dema ku mifreze ber bi wî ve hatibű, Çarhestî bi tirkî bi mifrezeyę re peyivîbű ű mifreze destę xwe nedabű Kîrkor. Bi salan ßűn de encax bi ser vebűbű ku Çarhestî wę demę ji mifrezę re gotiye, "ew lawę min e". Gundiyęn ermenî bi benan bi hevdu ve hatin grędan, di bin qirbacęn mifrezeyan de li ewręn toz ű dűmanî yęn deßta germ qelibîn... Ewran, niha li ser dilę Kîrkor giraniyeke dűr ű kűr hasil kiribűn. Çarhestî bi destę Kîrkor girtibű ű ber bi konęn eßîrę ve diçű. Dema ku Kîrkor çű bin kon, zarokęn eßîretę ew bi çavęn wekî heyvę, będeng dawetî lîstika xwe dikirin. Ji wę roję vir de Kîrkor jiyan wekî lîstikek zarokî hilgirte destę xwe. Kî dizane, belkî du, belkî sę ű belkî pęnc payîz paßî ku dę ű bavęn Kîrkor bi hemű gundiyan re li xweliya deßtę qelibîbűn ű bűbűn ewr, telaßek mezin di konęn eßîrę de derket. Hîn çend roj berę heft hespęn eßqiyayęn kurd tazî daketibűn deßtę. Ji tazî daketina hespan hate fęmkirin ku heft peyayęn kurd hatibűn kußtin... Yan jî tißtęn xirab bi ser wan de hatibű. Hespęn tazî dihatin vę maneyę. Rîspiyęn eßîrę ji dűr ve li hespan dinęrîn ű bi çavęn dűr ű kűr difikirîn... Dema Kîrkor fęm kir ku biryarek muhîm hatiye girtin, bękesiya ku heta niha di hundirę xwe de veßartibű ew bi kulîlkęn dara hinarę re kire sirdaß. Di gęrkirina konan de Kîrkor fęm kir ku ev koça ne wekî koçęn din e. Ne dema zozanan bű. Ev koça bi rę ket, li rę ręz bű. Di wę teqereqę de kes ji tunebűna Kîrkor hayedar nebű. Wî xwe di nav diriyan de veßartibű ű li karwanę koça ku bi dűr diket dinęrî. Koç di paß çiyayęn bilin de çal bű. Ędî ew bi tenę bű. Dengę emeleyęn ku li înßaata qonaxa Xurßît Axa dißixulîn ew bi xwe hesand. Dema ku ew çű ser înßaatę emeleyan xebat berdabűn. Bęhnvedana nîvro bű. Bi xwe zembîl berda binę bîrę ű av ji emeleyęn feqîr re kißand. Kesî ji wî re qet tißt negotibű. Ű tißtek ję pirs nekiribű. Ędî herçî dema ku emele tî dibűn, bang Kîrkor dikirin ű av ji wî dixwestin. Kengî ku dawî li înßaata qonaxę hat Xurßît Axa ew dabű ser karę sakiyî (av wan) yę qonaxę. Bi salan karę sakîtî kir. Ji ber ku Xurßît Axa di qirkirina ermeniyan de alîkariya dewletę kiribű, dewletę zeviyęn ku serę sibę di bin siya çiyę de dimîne dabű wî. Serę sibę siya çiyę davęte ser gundę Kîrkor jî. Kîrkor kal bű. Axę sakiyęn cîwan girtin. Ędî Kîrkor naxirvanî dikir. Kîrkor li dű naxirę, giran giran dimeßiya ű digot: Ędî bes e, de bila ew lîstik biqede, bila biqede! Çend payîz derbas bűn kes nizane, Kîrkor di nav xewn ű xeyalęn maręn ku li bin daręn hinarę ku xwe bi kulîlkęn xwe xemilandin bi lîstika evînę dilîstin ve çű.. Deßt germ ű zer bű. Pir wext derbas bűbű ku koçeręn kurd venegeriyabűn. 

[AW70B4] 
Di Mihrîcana Fîlman de: Fîlmęn Îranî bűn 'ßęrînę ber çavan' 
Tirkiyeyî ű kurdistaniyęn bakurî, ligel ku sînema, węje ű hunera rojavayî "heta heft bavęn xwe" dinasin jî, węje ű hunera rojhilatî "bi qasî misqalę zer" jî nas nakin. Tißtę balkęßtir, naverok ű tevna roman ű fîlmęn rojhilatî bi her awayî bęhtir nęzîkî jiyan ű berbora kurd ű tirkan e. Nasnekirina huner ű węjeya rojhilatî, bes bi kęmßarezayî ű pęßneketina cureyęn nűjen ęn węje ű hunera rojhilatî ve ne girędahî ye. Her wiha zihniyeta oryantalîst ű neteweperest jî, rę li ber danűstandina gelan digire. Bo niműne di hin biwęjęn tirkî de ev helwest xweß diyar e: "Ku min ję tißtek fęm kiribe, ez bibim ereb", "Mîna porę ereban bű" hwd. Lę xuya ye ev zihniyet ű pęßdarazî hędî hędî tę ßikęnandin. Ev yek bi fîlmęn îranî, di Mihrîcana Fîlman a Stenbolę ya 18. de cardin berbiçav bű. Lewre jî di vę mihrîcanę de fîlmęn îranî bűn "ßęrînę ber çavę" bîner ű temaßekaran. Gelek kesan ji ber ku bilet peyda nekirin, nekarîn li fîlmęn îranî temaße bikin. Di vę mihrîcanę de, ku dę heya 2'ę gulanę li dar be, 8 fîlmęn îranî hatine pęßkęßkirin: Jina Gulanę (Rakhshan Banî-Etemad), Mala Hevalę Min Li Ku Ye (Abbas Kiarostamî), Ji Nęzîk ve (A. Kiarostamî), Ű jiyan berdewam e (A. Kiarostamî), Çęja Gilyazę (A. Kiarostamî), Sęv (Samîra Makhmalbaf), Reqsa Xubarę (Abolfazl Jalîlî), Leyla (Dariush Mehrjui). Di nava van fîlman de fîlmęn ku herî zęde balę dikßînin ęn Abbas Kiarostamî ne. Kiarostamî wekî yek ji baßtirîn derhęneręn cîhanę tę binavkirin. Di fîlmęn Kiarostamî de, wekî gelek derhęnęręn rojhilatî, tevna fîlm li ser derűniya mirovan, arîßeyęn malbatî ű hezkirina jiyanę tęne ręstin. Bi taybetî zarok ű derűniya zarokan, di fîlmęn derhęneręn îranî de cihekî taybet digire. Bo niműne fîlmę "Mala Hevalę Min Li Ku Ye" li ser derűniya zarokan ßaheserek e. Dîsa fîlmęn "Sęv" ű "Reqsa Xubarę" der barę dijwariyęn li ser zarokan ű hezkirina wan hatine sazkirin. Ev taybetî li cem hemű derhęneręn rojhilatî peyda dibe. Her wiha di węjeya rojhilatî de jî cihę zarok gelekî girîng ű karîger e. Her çend, ji ber ku derhęneręn rojhilatî nikarin li ser bűyeręn siyasî fîlman saz bikin, bęhtir bala xwe didin ser jiyana rojane ű derűniya mirovan jî, li aliyę din jî zarokatî ji ber ku li rojhilatę sext ű dijwar e, ji bo derhęneran mijareke balkęß ű hęja ye. Li aliyę din taybetiyęn belgeyî yęn derhęneręn îranî jî darî çav dibe. Carna dirűvę belgefîlman li fîlman dikeve. Lę ev yek wekî pîne xuya nake ű bîner xwe li fîlm berdide. Wekî din ligel kęmderfetiyę, fîlmęn îranî di warę dîmensaziyę de serketî ne ű mirov pę ditamije. Fîlmęn îranî berî hemű neteweyan bo kurdan girîng ű hęjayî temaßekirinę ne. Lewre ji zimęn bigire heya dirűvę mirov ű avahiyan tîneke kurdewarî ję difűre. Her wiha fîlm bi vî rengî wę hemdilî ű hevgiriya gelan xurt bikin ű rę li ber danűstandinę vekin. Pißtî temaßekirina fîlman, tu dibę qey mirov "birayę xwe yę windakirî" dîtiye. 

[AW70B5] 
Ji kedkaręn welatparęz kovareke nű : Emekçiler 
Di civaka kurdan de hędî hędî hemű kategoriyęn civakę di qadęn xwe de bi perspektîfęn pîßeyî dengę xwe bilind dikin. Di nav kurdan de kedkar, karker, karmend, çi dibe bila bibe, di warę xwe de, xwe wekî eniyekę, wekî mewziyekę dibînin. Kovara mehane ya nűçe-ßîroveyî Emekçiler (Kedkar) jî yek ji berhemęn van kategoriyan e. Emekçiler, ji aliyę kedkaręn welatparęz ve tę derxistin. Hejmara yekem a kovarę digel astengiyęn dewletę di meha avrelę de derket pęßberî xwendevanan. Edîtorę kovarę, di nivîsa despękę de diyar dike ku wan plan ű projeyęn xwe li gorî meha adarę saz kirine lę ji ber astengiyęn ku dewletę derxistine, kovar bi mehek derengî derketiye. Edîtor wiha didomîne: "Derengmayîna ji ber astengiyęn dewletę, bandoreke neyînî li naveroka nivîsęn kovarę kir. Ji ber vę yekę di vę hejmarę de nivîsęn kovarę her çiqas ji rojevę dűr dixuyin jî, em bawer in naveroka wan hîn jî girîngiya xwe diparęze." Kovara Emekçiler (Kedkar) ku xwe wekî dengę kedkaręn kurd bi nav dike xwerű bi tirkî ye. Pęwîst e nivîsęn kurdî jî tę de cih bigirin. Di yek ji nivîsęn kovarę, nivîsa Fadime Gökbakýr a bi navę (Ekonomi: Seçimden Sonra Tufan 'Aborî: Pißtî hilbijartinę tofan e') de tę diyarkirin ku IMF'ę tękiliyęn xwe yęn bi Tirkiyeyę re heta hilbijartinę rawestandiye. Gökbakýr dide zanîn ku birjuwaziya Tirkiyeyę dixwaze ji sandoqan ANAP ű DSP derkeve. Eger ew nebe, dibe ku qeyrana aboriya Tirkiyeyę kűrtir bibe. Di hejmara yekemîn a Emekçiler de nivîsek balkęß a din jî gotara Hüseyin Deniz a bi navę (Emekçileri Satma Konseyi Ýß Baßýnda 'Konseya Firoßkar a Kedkaran li Ser Kar e') ye. Di gotara xwe de Deniz diyar dike ku Civîna Konseya Aborî-Civakî (ESK) ku ji aliyę alîgiran ve wekî serkeftî tę pejirandin, rexne dike ű berevajî vę yekę wę civînę wekî firotina keda kedkaran bi nav dike. Di kovarę de wekî din nivîsęn kesęn mîna Abidin Kýzýlyaprak, Murat Akýncýlar, Ahmet ßiyan, Ýsmail Dizdar ű Nejdet Uygun jî cih digirin. Xwedî ű berpirpirsę karę nivîsaran ę Kovara Emekçiler Ahmet Kaya, armanca derxistina kovarę ji bo me wiha raxekir: "Armanca me ev e ku em bibin dengę kedkaręn kurd. Yek ji hedefęn me ew e ku em bi kurdęn hemű deveręn Kurdistanę, Tirkiye ű Awrűpayę re tękiliyan deynin ű daxwaz, hęvî ű xebatęn wan bi perspektîfa kedkarekî/e kurd yę/ya welatparęz bînin zimęn." 

[AW70B6] 
Ji Baßűrę Biçűk helbestęn jiyan, evîn, mirin ű ronahiyę: 'Di bin dilovaniya jiyanę de' 
Pirtűka helbestan a Mihemed Hemo ya bi navę "Di Bin Dilovaniya Jiyanę de" derket. Pirtűk ji destpęka 1999'an ve gihîßtiye ber destę xwendevanęn Baßűrę Biçűk. Xwediyę Pirtűkxaneya Bedirxan, M. Hemo li Baßűrę Biçűk li Efrinę ji dayik bűye ű ji sala 1980'yî vir de li Helebę dijî. M. Hemo berî vę pirtűkę du pirtűkęn din ęn bi navę Civata Kulîlkan (ßano) ű Seyrana Dil di ßîna Evînę de (helbest) jî weßandibű. Helbestęn "Di Bin Dilovaniya Jiyanę de" ku bi kurdî (zaravayę kurmancî) ű erebî cih digirin, ji bo zimanę erebî ji aliyę Axîn ve hatiye wergerandin. M.Hemo di pęßgotina pirtűka xwe de, sedemęn wergera helbestan bo erebî dinirxîne. Li gorî wî sedem ev in: Di warę nivîsandina kurdî de bi rewßenbîręn ereb bawernekirin, danasîna węjeya kurdî, di pirtűxaneya erebî de cehgirtina zimanę kurdî. Di pirtűkę de bi gißtî 17 helbest cih digirin.Tevna helbestęn Hemo bi piranî jiyan, evîn, mirin ű ronahiyę hatiye ręstin. Mirov dikare navęn çend helbestęn di pirtűka "Di bin dilovaniya jiyanę de" de cih digrin, wiha ręz bike: Raperîn di tariyę de, Helbest, ?..., Dema bedewîß, Nijdar, Gunehkarî ű hwd. 

[AW70B7] 
Pękenok: Hadepiyan bernedin 
Li Gebzeyę roja jimartina dengan, li ser sandoqan çevdęręn HADEP'ę jî hebűn. Çavdęreke partiyęn tirk diçe destavxaneyę ű bi tirs ű qîrîn vedigere ű dibęje: "Li destavxaneyę bombe heye." Polîs di cih de dibęjin: "HADEP'iyan bigirin, bernedin, bila nerevin." Li ser vę gotina polîsan, çavdęrekî HADEP'ę dibęje: "Ka bombe. Ger hűn me digirin, bisekinin, ez biçim binihęrim." Destűr nadin ku çavdęrę HADEP'ę biçe binihęre, her wiha wan wekî sűcdar digirin. Pißtre gazî polîsęn pisporęn bombeyan dikin. Polîs tęn, yek ji wan diçe hundirę destavxaneyę, poßetę digire, destę xwe dike nava poßetę ku tę de pîsî heye. Yekî tę de pîsî kiriye ű daleqandiye. Destę polîs giß di nav pîsiyę de dimîne. Li ser vę yekę çavdęręn partiyan giß dikenin. Wę gavę heman çavdęrę HADEP'ę jî bangî polîs dike ű wiha dibęje: "Biręz meműr, te divę wî bibe laboratuwarę tehlîlę bike ka yę kę ye!" 

Xwendevan paqijiyę dikin 
Li Amedę rojekę berî hilbijartinę, du xwendevanęn zanîngehę gava diçin dibistanę, di rę de yek ji wan kaxiz-maxizęn di destę xwe de davęje rastę ű kolanan qiręj dike. Pißtî hilbijartinę, dîsa heman xwendevan di rę de dimeßin. Vę carę xwendevanę din, kaxizęn di destę wî de davęje erdę. Xwendevanę din li dijî wî derdikeve ű dibęje: 
- Tu çima kaxizęn xwe davęjî ű kolanan qiręj dikî? 
Yę din dibęje: 
- Ma hę duh te jî diavęt. Tu çima ji min re dibęjî? 
Hevalę wî bersivę dide ű dibęje: "Ma duh duh bű, îro îro ye. Duh belediye di destę Refahę de bű, min diavęt, îro di destę HADEP'ę de ye!" 

Di destę HADEP'iyan de histirî heye 
Li bajarekî Tirkiyeyę waliyę bajęr berendamęn belediyeyan ę partiyęn tirkan kom dike ű ji wan re dibęje: "Li hemberî HADEP'ę giß bibin yek ű min mecbűrî girtina destę HADEP'iyan nekin. Lewre hűn dizanin di destę HADEP'iyan de histirî heye." 

Înßelah emę qezenc bikin 
Dayikekę herî dawî di hilbijartina sala 1987'an de dengę xwe bi kar aniye. Di vę hilbijartinę de jî bi kęf diçe ser sandoqę ű dengę xwe dide, bi kęf vedigere ű dibęje: "Min di 1987'an de dengę xwe dabű Turgut Özal wî qezenc kir, aniha min dengę xwe da HADEP'ę, înßelah ewę qezenc e." 

Tu bi xęr hatî Serokę min 
Serokę Belediyeya Licę berî hilbijartinę ji bo propagandayę ßeß caran dikeve rę ku here Licę lę hemű caran jî leßker wî ji deriyę Licę vedigerînin ű nahęlin ku bikeve Licę. Di hilbijartinę de pißtî ku diyar dibe ku wî serokbelediyetî qezenç kiriye, dîsa dikeve rę ű diçe Licę. Îcar, leßkeręn ku nedihißtin ku biçe Licę, berî herkesî diçin pęßiya serokbelediye, pißkovę xwe girę didin ű wiha dibęjin: "Tu bi xęr hatî serokę min, ser seran ű ser çavan."

[AW70C1] 
Di serdema Komara Tirk de lęgerînęn folklorę 
Dema ku em li ser vę mijarę hűr dibin, dîsa dîroka îxanetę; ya ku ji Harpagos dest pę dike ű heya roja îro didome, derdikeve pęßberî me. Gelę kurd di dîroka xwe de ji destę xayinan derdę giran kißandiye. Di vę babetę de jî beramberî xiyaneta Ziya Gökap dimîne. Yek ji lęgerîneręn destpękę yęn KT'ę jî Ziya Gökalp e. Di 1913'an de di nivîseke xwe ya ku di Kovara Halka Dođru de derketiye de, çanda gelę kurd ű Kurdistanę wekî çanda Asyaya Navîn nîßan dide. Ev xebata Ziya Gökalp ji bo lęgerîneręn tirk ęn pęßeroję jî bűye çavkaniya bingehîn. Wekî rapora TOBB'ę ya wę demę tę pejirandin. Gökalp di pirtűkęn xwe de jî, li ser eßîretęn kurd ű jiyana kurdan gelekî radiweste. Ji vî aliyî ve dibe aqilmendę dewleta tirkan ę herî girîng ű dibe serekdizę çanda kurdan. Di sala 1914'an de di Rojnameya Ýlk Adým de Fuat Köprülü di heman salę de di Rojnameya Peyam de R. Tevfik Bölükbaßý derbarę mijara folklorę de kurtenivîs nivîsandine. Ev kurtenivîs bi tevayî li ser ßopa Ziya Gökalp in. Dîsa di weßanęn KT'ę yęn seretayî; Darulelham Külliyeti Defterleri de Rauf Yekta Bey; di sala 1924'an de di Kovara Halk Ýlmi de Selim Sýrrý Tarcan hwd. ku bi serę xwe xebata lęgerîna folklorę didomandin, hewl didin ku bo folklorę saziyek bę avakirin. Ji bo belgekirin, arßîvkirin ű sazîbűna folklorî ű çandî nîqaßęn ber fireh pęk tęn. Ev kes bo damezirandina saziyeke folklorę, ßęwr ű ßîroveyęn xwe ji dewletę re dißînin. Li folklora Trakyaya, Deryaya Reß, Anatolî ű Kurdistanę xwedî derdikevin ű dixwazin ku KT li ser vę babetę saziyan ava bike. Ew kesęn ku mîsyoneriya folklorę, (ango dizîna folklora gelan) didine ber xwe, di dawiyę de pęßniyazęn xwe bi dewleta xwe didine pejirandin. 
Di serdema Komara Tirk de saziyęn folklorę 
Di 1927'an de gava yekem tę avętin. Li Enqereyę Anadolu Halk Bilgisi Derneđi tę avakirin. Ev komele peyre navę xwe diguherîne ű dibe Halk Bilgisi Derneđi. Bi navę Halk Bilgisi Haberleri jî weßanekę çap dike. Di 1932'yan de Halkevi bi navę ßaxęn Gundan saziyekę ava dike. Saziya navborî li Kurdistanę li gund ű bajaran digere, materyalan berhev dike, lękolînan pęk tîne. Der barę xebata xwe de broßűr ű rojnameyan diweßîne. Halkevi bi vę yekę jî nasekine; dizęn navdar (lękolîner ű lęgerîner) digihîne. Di 1955'an de Türk Sanatlarý ve Ananeleri Tetkik Cemiyeti(Komeleya Analîza Huner ű Toreya Gelę Tirk) tę damezirandin. Ev sazî bi çend sal ßűn ve navę xwe diguherîne ű dibe Folklor Araßtýrmalarý Kurumu. Ji bilî van saziyan jî gelek sazî tęne avakirin: Türk Folklor Enstitüsü Kurma Derneđi, Türk Folklor Kurumu(1966), Milli Folklor Enstitüsü(1966), Milli Folklor Araßtýrmalarý Derneđi, Türk Halk Oyunlarýný Yayma ve Yaßatma Derneđi, Türk El Sanatlarýný Yayma ve Yaßatma Derneđi, Türk Folklor Kurumu çend ji wan in. Dizî ű talana ku bi destę van saziyan hatiye kirin, hęj jî baß diyar nebűye. Em hîn nizanin ku çiqas xwîn ji laßę me kißandine ű çi bi xwîna me kirine. Her yekę ji wan, mîna ręxistinęn îstîxbaratę xebatęn xwe domandine. Wan çand ű hunera gelę kurd ű gelęn din belav kiriye. Hewl dane ku bi vę talanę ji xwe re "çandeke nű" "nasnameyeke nű" biafirînin. Bi nirxęn gelę kurd, jiyana xwe bixemilînin. 
Di serdema Komara Tirk de xebatęn berhevokî 
Xebata berhevkirinę digel dijwarbűna xwe xweß e jî. Mirov li gund ű bajaręn welęt gav bi gav digere; dikeve cîhana gelan ű wan dinase, ßîrove dike ű berhemęn girîng bi dest dixe. Li hemberî peykerekî dîrokî arkeolog; bi nasîna melodiyeke winda muzîkjen; bi dozîna parzemînekę dahęner çawa dilxweß dibe; berhevkarekî folklorę jî ew qasî kęfxweß dibe. Destan, motîf, muzîk, reqs; aműręn muzîkę, jiyana rojane, lîstikęn gelęrî, lîstikęn zarokan, cil ű bergęn gelęrî ű hwd. coßeke mezin dike dilę folklorvan. Xebata folklorę bi qasî xweßbűna xwe, pîroz e jî. Dema ku mirov baß di rastiya vę xebatę digihęje, xebata ku dike watedar dibe. Lę xebat tenę ne bes e. Pęwîst e armanca xebatę jî were zanîn. Armanc, neynika herî xurt e. Xebatęn lęgerîneręn tirk ęn li ser folklora kurdî jî, bi armanca xizmeta dagirkeriyę pęk tęn. Di xebata berhevokî ya muzîka gelęrî de navę herî balkęß, Muzaffer Sarýsözen e. Konservatűara Dewletę ya Enqereyę ku girędayî Wezîriya Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ye, di salęn 1937-1957 de li ser hev 19 caran li ser Kurdistanę sefer çękir. Di vî 19 carî de ji 10.000 zędetir melodiyęn gelęrî tomarî plak ű kasetan kir. Melodiyęn kurdî, li gorî alfabeya tirkî ręz dikin ű dikine arßîvęn xwe. Ev melodî, di salęn dawî de tev bi navę "Çanda Tirk" tenę bikaranîn. Serkęßę vę xebatę jî M.Sarýsözen e, ku bi eslę xwe ji Koçgiriyę ye. Di 1957-58'an de Pirtűkxaneya Neteweyî ya Enqereyę Beßa Muzîkę li ser hev 6 caran diçe Kurdistanę. Di encamę de 117 kaset bi melodiyęn kurdî tęne tomarkirin. Van berheman jî dixine arßîva "Çanda tirk." Ji vî aliyî ve xebatęn TRT'ę ji yęn hemű saziyan girîngtir ine. Ji sazîbűna xwe heya îro TRT'ę bi sedan sefer, xebatęn komî, lękolîn lęgerîn, xabetęn bijarte ű xebatęn etűd pęk anîne. TRT di sala 1967'an de li heręmęn Dîlűk, Wan ű Erzeromę bi nęzî deh koman xebatęn berhevkariyę dimeßîne. Ev xebat ji TRT ű Komara Tirk re dibe arßîveke dewlemend. Beriya vę xebatę, arßîva TRT'ę pir qels bű. Ji çend sed melodî ű stranęn gelęrî pęk dihat. Pißtî vę xebatę bi deh hezaran stran ű melodiyęn gelęrî di arßîva TRT' de cihę xwe girt. Niha jî bi navę "Türk Halk Müziđi", "Türk Sanat Müziđi" tenę pęßkęßkirin. Di 1971'ę de, li heręmęn Erzerom, Agirî ű hawirdora wan li ser navę TRT'ę, Nida Tüfekçi 250 melodiyęn def ű zirnę kom dike ű bi heman armancę dike arßîva TRT'ę. Ev melodî jî dibin "Çanda Tirk". Hemű navęn ku di vę xebata qiręj de cih girtine, ji aliyę raya gißtî ve baß tęne nasîn. Bedri Rahmi Eyübođlu, Pertev Naili Boratav, Eflatun Cem Güney, ßerif Baykurt, A. Kutsi Tecer, Hasan Üçok ű hwd. Bi dehan nivîskar, hunermend, lękolîner di vę xebatę de cih digirin. Xebatęn van kesan ji aliyę raya gißtî ve hatine pejirandin ű ecibandin. Piraniya wan jî wekî demokrat, çepgir ű rewßenbîr tęne nasîn. Xebatęn lęgerînęn li ser folklorę, gelek caran bi berhemęn van kesan hatine meßandin. Ev kes di warę folklor, çand ű hunera gelan de bűne çavkanî. Talan ű ßęlandina çand ű hunera gelę kurd hęj jî didome. Lę hęj jî baß nayę zanîn ku ev talankerî çiqasî kűr ű berfireh e. Kîjan sazî ű kes di vę xebatę de cih digirin? Hewce ye ku ev pirs di pęßeroję de bęne bersivandin ű nirxęn ku hatine dizîn yek bi yek derkevin holę. Ev yek dę bi xebata gelę kurd eßkere bibe. 

[AW70C2] 
Peyvęn mecazî 
Ev cűre peyv bi piranî ji navdęrrengdęran ű navdęr-lękeran pęk tęn ű paßgira 'î' tę dawiya wan. Bi piranî bi beßęn laßę mirov (dest, dil, zik, pę, pißt, guh, çav, poz, dev, ziman ű hwd.) ű hin taybetî ű xweseriyęn fîzîkî (diręj, bilind, kurt, sivik, giran, teng, fireh, sor, reß) re tękildar in. Di encama kelijîna van peyvan de peyvęn ku bi wateya mecazî barkirî ne pęk tęn. Ango ędî peyv ji wate ű naveroka xwe ya rastîn dűr dikevin. Dema ku li gorî ręz ű ręçikęn ręzimanî tę dahűrandinan dirűvę biwęjan bi wan dikeve. 
Em çend niműneyan li jęr ręz bikin: 
Destdiręjî: Dest (navdęr), diręj (rengdęr), î (paßgir) 
Çavtengî: Çav (navdęr), teng (lęker), î (paßgir) 
Kerxwirî: Ker (navdęr), xwir (lęker), î (paßgir) 
Peyvęn navborî jî di rastiya xwe de ji du peyvan pęk tęn. Lę bi domana demę re kelijîne ű wan dirűvę peyvekę girtiye. Her wiha peyvęn mecazî ku ji bo nifir, çęr ű qerfan tęne bikaranîn jî bi berfirehî di nava vę beßę de cih digirin. Em di hejmaręn berę de jî bi hevalę Samî Berbang re li ser biwęjan ű gotinęn pęßiyan rawestiyan ű me li cudahiya di navbera wan de kola. Li gorî hin nirxandinan peyvęn navborî ßayes (ßibandin) in. Lę wekî tę zanîn ku di ßayesan de bi tenę ßibandin heye, peyv wateya xwe ya bingehîn ű destpękę diparęze. Lę bi qasî ku tę zanîn biwęj digel ku ßibandinę di xwe de dihewînin jî ji wateya xwe ya bingehîn dűr dikevin ű wateyeke din hildigirin. Lewre jî ędî dirűvę ßibandinę pę nakeve. Li ser peyvęn navborî dîtinęn cuda hene. Li gorî hin dîtinan ev peyv rengdęr in. Tevî lękolîn ű gengeßiyan jî li ser navlękirina van peyvan em negihîßtin encameke teqez. Lewma jî em vę gavę dikarin peyvęn navborî wekî peyvęn mecazî bi nav bikin. 
Aqilsivikî: Kęmaqilî ű neßarezayî 
Bejnbihustî: Cűcebűn, bejn (qam) kinbűn 
Bęhnfirehî: Bi sebr ű arambűn 
Bęhntengî: Acizî, bęzarî 
Cangiranî: Tiral, nelihev ű nejęhatîbűn 
Cansivikî: Jęhatîűn, çalakbűn 
Çavbarî: Nedexesî, xęrxazî 
Çavnebarî: Dexes ű xęrnexazbűn (çekememezlik) 
Çavsorî: Hovîtî, dirindetî(gözü kara olmak hali) 
Çavreßî: Dexesî ű hesűdî 
Çavtengî: Tima ű çikűsbűn 
Çavtirsî: Geflęxwarin, tehdîtkirin. 
Devßkestî: ji bo kesęn reben, belengaz ű sist, tę gotin 
Destdiręjî: Xurtbűn ű karîgerbűn 
Destdiręjî: Tecawizkarî ű çewisandin 
Destengî: Xizanî ű feqîrî 
Destbelayî: Mirovę berxerc ű îsrafkar 
Destbelayî: Mirovę biteßqele 
Destgirtî: Mirovę tasarűfkar 
Destvekirî: Mirovę merd 
Destkinî: Mirovę xizan ű bęîmkan 
Destvalayî: Kesę bękarűbar ű aware 
Dilreßî: Kesę xęrnexwaz, fesad ű hesűd 
Dilkirî: Razîkirin ű dana ber dil 
Dilgirtî: Mirovę xeyidî, dilę wîwę ji kesekî mayî 
Diltengî: Rewßa bęzarî ű hęrsbűnę 
Dilkeçik: Mirovę ßermoke ű nermik 
Dilhewîn: Dilsoz, jidil 
Dilodîn: Mirovę bębiryar ű biguman 
Dilodîn: (Delidolu) 
Dilsoz: Kesę dilxwaz ű hezkiriyę kesekî an jî tißtekî 
Dilgirs: Kesę bęrehm ű bi gir ű kîn 
Dilpolayî: Węrekî, męrxasî ű bętirsbűn 
Dilparsek: Mirovę çavbirçî(maymun ißtahlý) 
Dilsarî: Hęvîßkestîbűn 
Dilse: (ßýpsevdi,mamun ißtahlý) 
Diltenik: Kesę hestiyar (yufka yürekli) 
Guhdiręjî: Ker, Ehmaqî ű kertî 
Guhbel: mirovę sîxűr ű ajan, (radarlarý güçlü) 
Guhrep: Kezę kone ű qurnaz 
Kerxwir: Kesę çavbirçî ű tęrnexwir 
Nefsbiçűkî: Mutevazîbűn 
Pęxasî: Kesę tolaz, lűmpen ű bękęr 
Pęgiranî: Tiralî ű sistî, kesę ne jęhatî 
Pozbilindî: Bo mirovę qure tę gotin (Kibirli) 
Serhißkî: Kesę bi inyad ű dereng tędigihęje 
Serjinik: Męrę ku wekî jinan tevdigere, (kýlýbýk) 
Stuxwarî: Belengazî, rebenî 
Zikzerî: Kesęn ku mirov gelekî ję bęzar ű aciz dibe. 
Zikreßî: Fesadî ű xęrnexazî 
Zimandiręjî: (Geveze, herkese dil uzatmak) 
Zimankurtî: Kesęn sűcdarbűn 

[AW70D1] 
Vîva HADEP 
Hilbijartinęn 18'ę avręlę em ji hev ű din bi dűr xistin. Ligel hißyarkirinęn biręz Samî Tan jî, min mecal ű dem nedît ku ez binivîsim. Ya rast ez ji ber vę ne xemgîn im. Ji ber ku di nav rűpelęn rojnameyę de em rű bi rű hatin ba hev ű din. Bi sedema hilbijartinan min gelę xwe ji nęzîktir ve dît. Ez careke din tęgihîßtim ku em ji bo gelę xwe çi bikin, dîsa jî tęrę nake. Gava mirov dikeve nava gel, gel ji mirov re dibe neynikek krîstal ű mirov tę de, ne tenę rű ű laßę xwe dibîne. Mirov di neynika krîstal de, digihęje kűraniya ruhę xwe ű mirov durűtî, bębawerî, tirsonekî ű hemű kompleksęn xwe yęn bincilkirî yęn veßarî dibîne. Gel vę ßansę dide mirov ku mirov bi ser xwe ve were, li xwe vegere. Tîręjęn ronahiya neynika krîstal, ßoqeke bihęz li dil ű ruhę mirov dixe. Gava mirov dikeve nav gel ßoqeke din jî dixwe. ßoqa dewletę. Mirov dibîne ku dewlet ne tenę bi leßker, polîs, tîmęn taybet; bi tank, panzer ű bi helîkopteran ketiye nav gelę me. Dewlet bi kîn ű nefreteke mezin li wir dijî. Bi derew, bi xapandin ű bi fesadiyę jiyana xwe berdewam dike. Mirov ji nęzîk ve dibîne ku gel çiqas aßtîxwaz be, dewlet jî ewqas ßerűd e. Gel çiqas bi dilrehm be, ew jî ewqas zalim e. Gel bidestvalayî jî çiqas bętirs be, ew ewqas tirsonek e. Xofa ku gel xistiye dilę dewletę, ew bęhiß xistiye. Di nava tenębűnekę de, ne tenębűn, tirs aniye. Ji her tißtî ditirsin. Ji męran, ji jinan ű ya pirtir ji zarokan... Ji siya xwe ditirsin. Tirsę kiriye ku tenę bi çekan bawer bibin ű xwe bispęrin çekan. Li her derę destęn wan li ser çekan in, an jî ew bi xwe li ser çekęn motorîze ne. Ű em çűn. Berendamęn HADEPę... Berendamęn parlementoyę, berendamęn serokatiya belediyeyan, berendamęn meclîsa belediyeyan...Bi krawat, bi solęn boyaxkirî ű bi porę ßehkirî. Ű berendam ji wir rabűn. Bi rűyę kurkirî, bi kincęn űtîkirî ű em bi strana "Amedę-Amedę" bi slogana "Emę xwe jî, bajarę xwe jî, bi xwe îdare bikin." Ű gelę ku będeng dixuya, bi çepik, bi govend, bi lîlandin ű bi îßareta "V" ya serkeftinę bi me ve rabű, pęßwaziya me kirin. Bű vîze vîza tirimbęlan, bű űre űra qorneyęn panzeręn wan. ßaß ű metal man, har ű dîn bűn. Dest bi binçavkirina ű tirsfirandinan kirin. Nehißtin em biçin gundan, riya gundan li me girtin. Nehißtin em bi gel re civînan bikin, em hev ű din himbęz bikin. Nehißtin em afîß, poster ű sembolęn HADEP'ę bidarvekin. Girtin ser avahiyęn HADEP'ę ku her tim bi keç ű xort ű kal ű pîr ű bi zarokan mißt bűn. Nehißtin em ji bajarekî biçin bajarekî din. Li ser riyan, li serę çiyan em dane rawestandin. Bi panzer ű leßkeran dora me girtin. Bi dehan, bi sedan car nasnameya me li cem xwe nivîsîn. Bi sedan car li ser me geriyan, li hundirę sola me, li hundirę cilęn me yęn binî saxtî kirin. Di kerilca guhęn me de, ji me re gotin "Em nahęlin hűn bęne hilbijartin." Mitîngęn me bęsedem qedexe kirin, bi daran ęrîß birin ser jin ű męran. Li Męrdînę 70-80 kes hatibűn binçavkirin. Em çűn cem walî ku em ję bipirsin "çima?" walî got "slogan avętine!" Me ję pirsî "Ma qey avętina sloganan qedexe ye?" Got "Na, belę gotine 'bijî'" Me got "Çi bűye, gotine 'Bijî HADEP' çi zirara vę heye?" Walî yę me got "Pißtî ku we got bijî, li pey vę gotinę, hűn çi gotinę bibęjin jî, em dizanin hűn qesta çi dikin." Me got: "Baß e, de ka em çi bęjin." Walî got: "Nebęjin bijî, hűn çi dibęjin bibęjin. Mesela bęjin Vîva HADEP". Walî dixwest em bi îspanyolî biaxivin. Tu tißtekî ku em ji walî beg re bęjin nemabű, em rabűn derketin, çűn... Me milyon ű nîvek deng girt. Ya rast me milyon ű nîvek deng ji devę ßęr xelas kir. Ev beramberî pęnc-ßeß milyon mirovî dike. Ű pęlek xurt ji binî ve tę. Pęla zarokęn me yęn ku bi keviran nedihißtin ku partiyęn din bikevin nava kuçe ű kolanęn wan. 

[AW70D2] 
Dîwarę ßovenîzmę ű tevgera gelan 
Tirkiye her ku diçe zędetir dibe welatę nakokiyan. Mirov nizane li gorî kîjan gotin ű tevgerę helwest bigire. Li aliyekî dozgeręn DGM'ę hebűna gelę kurd înkar dikin ű ji nű ve vedigerin ser teoriyęn "kart-kurt", li aliyę din Serokę Dadgeha Zagona Bingehîn qala demokratîkbűnę dike ű rakirina qedexeya li ser zimanę kurdî dixwaze. Tißtę ku gotinęn serokę dadgeha navborî girîngtir dike helwesta çapemeniyę ya li hemberî van gotinan e. Dema mirov bala xwe dide çapemenî ű televîzyonęn tirk, tę dîtin ku gißt pißtevaniya vę daxuyaniyę dikin. Mirov di mebesta vę helwestę jî nagihęje, lewre bi salan e ku medyaya tirk li dijî hęzęn demokratîk ű demokratîkbűnę tevdigere, kesęn ku cuda difikire wekî dijminę Tirkiyeyę nîßan dide. Lę îro ji nißka ve wekî pißtevanęn demokratîkbűnę derdikevin holę ű doza azadiya derbirina ramanę dikin. Civaka tirk serdanpę warę dubendî ű nakokiyan e. Li aliyekî fîlmęn Deniz Gezmiß ű Yýlmaz Güney ji aliyę bi sedhezaran kesî ve tęne temaßekirin, li aliyę din dijminatiya herî tund li hemberî tevgera gelę kurd tę meßandin. Gelek kesęn ku li fîlmęn Yýlmaz Güney temaße dikin, bi çavę lehengekî li Deniz Gezmiß dinęrin, pirtűkęn Nazým Hikmet dixwînin ű pißtre dengę xwe didin partiyęn mîna DSP ű MHP'ę. Tę nagihęjin ku jiyana kesęn navborî di ßerę li hemberî bîrdoza van partiyan re derbas bűye. Em bawer in kęm leßkeręn ku li Kurdistanę leßkerî kirine ű li hemberî gelę kurd dest avętine metodęn hovane, pirtűkęn Nazým Hikmet ű Yaßar Kemal nexwendine. Mirov nizane ka çawa ew wan her du tißtan bi hev re dimeßînin. Mirovekî ku helbestęn Nazým Hikmet bixwîne çawa dikare bibe neteweperest ű zilmę li kedkaręn kurd bike. Kesę ku "Mihemedok" nas bike ű dilę wî/wę bibije tevger ű tękoßîna wî, çawa dikare dijminatiya gerîla bike. Lę gelek tirk van her du tißtan bi hev re dimeßînin. Ev jî dide nîßan ku ßerę taybet gelę tirk nexweß xistiye ű ev nexweßî tenę dikare bi tękoßîneke tund a li hemberî ßovenîzmę bę xweßkirin. Lę mixabin hinek çepgir li ßűna ku bi ßovenîzmę re tękoßîneke tund bimeßînin, çavęn xwe ji vę bîrdoza faßîst re digirin ű dixwazin bandora vę bîrdozę xwe bi xwe ji holę rabe. Li vir gotineke rewßenbîrę tirk Mahir Sayýn tę bîra mirov. Wî digot, "ÖDP li cihę ku di ser dîwarę ßovenîzmę re derbas bibe, dixwaze li dora dîwęr bizivire, lę nizane ku ew dîwar bi qasî Seda Çînę diręj e." Ev gotin gelekî di cihę xwe de ye ű di ser wî dîwarî re qewazdan ędî wekî berę ne hęsan e. Lewre berę neteweperestî ew qas ne tund bű. Îro ręjeya pißtevanęn partiya faßîst bűye %18, ű hemű partiyęn birjuwa ji berę zędetir bűne neteweperest. Dengęn ku ÖDP'ę girtine, nîßan dide ku wan nekariye di dor dîwęr re bizivirin, ewę çawa di ser re qewaz bidin em nizanin. Lę em bawer in dę tevgera ßoreßger a gelan wî dîwarî birűxîne. 

[AW70D3] 
Mamoste 
Li rojhelatę Kurdistanę, heręma ßino (Eßneviyę) mala Qaq Mîrza Selîm maleke ketxuda, xwedî zevî ű malet e. Zarokęn dibistanę li malę zęde ne. Jinęn malę ne xwende ne. An jî hemű zanîna wan li ser gundę wan e. Ji ręncberiyę ű maldariyę zędetir tu tęgehißtina wan nebű. Belę di mala wan de berq (elektrîk) heye ű mamosteyeke veßartî. Jin ji dengę Xelîl Xemgîn digihîne canejiniya xwe. Zarok ji programa Rindo hez dikin. Xort bi Siyabend re diçin serę Sîpanę ű dibin jinrevayî ű nęçîrvan. Keçęn malę carinan gerîlan e li serę Çiyayę Cűdî, carinan jî evîndar in li Birca Belek. Zilam jî ji giftűgoyęn siyasî ű dîrokî hez dikin. Dema ßęrko Bękes helbestan dixwîne navsaliyęn malę diçin Silęmaniyę heya Hewlęrę. Carinan jî li dîwana ßęx Seîd, li bajarę Pîran ßer dikin. Ű ya herî girîng, dizanin ku Kurdistan ne tenę gundę wan e. Li çiyayę Elegezę, mala Casimę Heqo. Gelek tißtęn di çîrokan de bűne rastî. Hemű Çarßembiyęn Reß diçin pîrozbahiya Laleßa Nűranî. Li Çiyayę ßingalę oldarî, li Helepçeyę komkujiyan dizanin. Berę Qers ű Agirî di helbestęn dilsojiyę de bűn. Niha carinan ew diçin Wanę. Carinan jî Qers li wan męvan e. Dizanin ku ne tenę Çiyayę Agirî, ermen ű rűs hene, Efrîn ű Qamîßlo jî welatę wan e. Li Kobanę nasnameya Babę Memo ű malbata wî tune bű. Wî xwe sęwî ű bękes dizanî. Keda wî ji bo ßamę, zanîna wî ji tirsa Muxabaratę bű. Di germiyanan de kezeba wî ßewitîbű. Paßę ßareza bű ku li çiyayęn Zagrosan pezkűvî, li zozanęn Feraßînę keviyęn befrę ű avęn sar hene. Ew bi xwe kal bűbű. Memo ßande welatę xwe yę zozanan ű kuhistanan. Li Diyana dayîka Hejar tenę guhdariya Kavîs Axa ű helbesta ßęx Mehműdę Berzencî dikir. Niha dizane ku Hejar, li geliyę Quto li ser dewsa Seyîd Riza ßervan e. Petros li Fransayę hate dinyayę. Ew jî dizane ku Betnahrîn welatę wî ye. Li Amerîka neviyęn Surme Xanim serpęhatiyęn bapîręn xwe yę Patrîk Mar ßeműn baß dizanin. Kendal ű Zelal ji heręma ßerefdînę ne. Lę li Belçîkayę ji dayîk bűn e. Mamosteyę wan yę dibistanę fransî ű flamanî nîßa wan dida. Ew niha bi kurmancî ű zazakî dizanin. Gelo Petrosę Keldanî li Fransayę, nevîçirkęn Mar ßeműn ęn Amerîka, Kendal ű Zelalęn li Belçîka, li Diyana Hejar ű dayîka wî, li Kobanę Babę Memo, Casimę Heqo li Çiyayę Elegezę, malbata Kak Mîrza Selîm li ßino van hemű tißtan çawa zanîn? Di navbera wan ű welatęn wan de sînor, dewlet ű dagirker hebűn. Di mejiyę wan de jibîrkirin ű helandin hebű. Ew biyaniyęn zimanę xwe, dîroka xwe, cih ű warę xwe bűn. Helbest ű govendęn xwe, serhildan ű serpęhatiyęn xwe ji bîr kiribűn. Mamosteya wan MED-TV bű. Ku wę mamosteyę dikarî bikeve hemű mal ű męjiyan. MED-TV ne tenę televîzyonek bű. Męvaneke xweßtivî ű zanyareke biręz bű. Xort ű kal bű, jin ű męr bű, zanîngeh ű govend bű. Kurd, suryanî, ermen ű gelęn dîtir, ßarezayî heqîketeke din jî bűn. Dema pirsgirînga Kurdistanę tę holę, nirxęn nawneteweyî jî radibin. Tu peyman, rębaz ű tęgehißtinęn nawnetewî li ser lingęn xwe namînin. Difelißin. Zagon, hiqűq ű peymanęn nawneteweyî dikevin bin bandora mark ű dolaran. Niha ew mamoste hatiye girtin. Di tarîtiyeke hov ű bęqanűnî de ye. Bi xwînę hatibű avakirin, bi lîstikan hat girtin. Lę dijmin dîsa xwe ű gelę xwe dixapîne. Kęfxweßiyan ji xwe re çędike. Bila çend rojan kęfa wî li dar be. Ez bawer dikim ku, dema bizane roj ű ronahiya wę bi bertîl ű xîlebaziyan nayę reßkirin, dîsa dę roja wî tarî bibe. Kurd bę xwarin dikarin bijîn, lę bę mamoste na. Emę dîsa dibistana xwe vekin, em jî hînî ronahiyę bűn. 

[AW70D4] 
Dimeßim, li bin barana ji ęgir... 
Ezman tarî ye. Cîhanę xwe bi derbekę re girtiye. Ber çavęn min di tarîtiya tariyę de tarî bűye, mîna teniya Mußę reß bűye. Ji min ű wir de dawî ye. Li qiraxę me. Dimeßim bi meßa dildarekî serîlęgeriyayî. Ji hev dernaxim riyan. Hemű rę li ber min, li hev hatine pęçan. Min serę ta ji destę xwe berdaye. Rę pęß min nakin çîk ű çirűskęn Kawa. Çirűskęn wî di tarîtiya demę de reß dibin mîna bextę mirovahiyę. Destęn xwe di tarîtiyę de dipelînim. Tarîtiyę diqelęßim. Rűreßiya zemęn bi çavęn dilę xwe dibînim. Bi tena serę xwe me. Lę li hemberî zemęn ji ya xwe nayęm xwarę, serhißk im, mîna Kawayan. Xwe li defa singę sînoręn tarîtiyę didim, lę ję mîna berikekę dipengizim. Di xeleka mirinę de hatime girtin. Xelek li ser xelekę davęjin bedena min. Striyęn sînoręn azadiya min di giyana min de dieliqin. Wę didirînin. Birîndar dibim. Birîna min ya jiyanę ye, ya cîhanę ye. Ez dilę bibirîn yę cîhanę me. Zimanę kul yę bięß im. Zimanę diręj yę ęß ű birînan im. Ji min diniqutin dilopęn sor. Firat ű Dicle sor diherikin. Sorava wan min li ber xwe dibe. Em diherikin dilę cîhanę. Derî li ber me tęne girtin. ßingîniya çengelęn deriyęn wę di mejiyę min de olanan dide. Serę min li tehtę dixin, bedena min ji hev vediçirînin, dergevanęn azadiyę. Min bernadin. Bi min ve dizeliqin mîna zîloyan. Xwîna min dimijin mîna qirniyan. Mîna meßkekę dinepixin. Cîhanę ez ji rűyę xwe avętime. Lę min xwe ji rűyę cîhanę hîna neavętiye. Min xwe neßemirandiye. Dimeßim, lę bi birînan pir dięßim. Ez pęçayîme, bi tęlęn strîkirî. Mîna masiyę di torę de eliqiyî, pęçayî me. Piyęn min ketine nava çiravę. Tevger min bęzar dike. Dięßim lę dîsa jî, dimeßim ű tevdigerim. 
Ezman tarî ye. 
Bi ewręn tarî seyandî ye. Baran dibare, bi ßelpîn e. Dibare bi ser serę min de. Xwe li min vala dike. Bęhna xwe li min berdide. Min li ber xwe dibe. Dixwaze min di nava xwe de bifetisîne, mirar bike. Di navberę de bi berq ű brűskan tepiskan li nava serę min dide. Findoqan ji serę min dide, bi teriz ű teyrokęn xwe. Hebęn xwe li serę min diceribîne. ßînahiya bihara min diperitîne. Xezeb e ya ku ew dixwaze bi serę min de bîne. Xezeb e ya ku rehm tîne serę min. Baran agir bi serę min de dibarîne. Kizînî ji dilę min radike. Baran agirę di dilę min de gur dike. Barana agir e ya ez li binya wę dimeßim. Xaka di bin piyę min de dihelîne. Piyęn min diperitîne. Bi van piyan dimeßim, reqîniya hestiyęn xwe di kevçika dilę xwe de dibihîzim, lę dimeßim. Bi kaßikę sergermiya xwe ve hildikißim. Dimeßim li binya vę rehmę. Di nava tiliyęn min de çixareya min. Pelę wę ji pelęn dîroka min, titűna wę ji kulîlka li gulîstana, Kurdistana dilan, agirę wę ji ßewata dilę dayikan. Hilmekę li çixareya xwe didim. Bi duxana xwe re, çend peyvęn qedexekirî ku ji dilę min yę kizirî tęn, pif dikim rűyęn zebaniyęn tarîtiyę. Serę xwe radikim. Piyęn xwe bi hęza roniyę ku min bi diręjahiya hezar salan di nava bîra xwe de parastiye, diavęjim tîrîtiya tarîtiyę ű derbasî ronahiya roniyę dibim. 

[AW70D5] 
"Bajarę Mirinę" 
Diyarbekir; zaroka herî esmer a gelę Kurd e. Bajarekî bi kevir ű bextreßiya xwe esmer. Gelek nav di hinavę xwe de dihewîne. Ji Amîdę heta Amedę; ji Diyarbekirę heta Diyarbakýrę tevî wateyęn xwe ręza navan. Çîroknivîs Suzan Samancý, navekî din lę zęde kiriye. Ev nav, yek ji navęn ku salęn dawî yęn Diyarbekir herî baß dianî zimęn bű:"Bajarę Mirinę" Rojęn ku dilopęn xwînę li ser ßevęn tarî yęn Diyarbekirę, dihatin niqutandin. Pißtre xebera nexęr ku zű dihat, an "mirin" bű, an jî będengiya bi rengę "windakirin" bű. Li vî bajarî gelek zarok zęde bűn, ku li benda dę ű bavęn xwe bűn. Zarokęn bi elem, agahiyęn der barę dę ű bavęn winda de, pißtî demeke kin di nav rűpelęn zer ęn rojnameyan ű refęn komele ű dozgeran de, di nav toz ű telazę de man. Pißtî telefona ku ji Dozgeriya Komarę ya Hezexę (Ýdil) bo ÝHD'yę hat, bendemayîna windabűyînę cihę xwe ji nűçeyęn "mirinę" re hißt. Ji bo teßhîsa Fahriye ű Mahmut Mordenîz ku di sala 1996'an de li Amedę ji hęla kesęn ku xwe wekî polîs dabűn naskirin, hatibűn revandin, rayedaręn ÝHD'yę, xizmęn wan anîbű Hezexę. Teßhîs hate kirin lę cendek li holę tune bűn. Ji ber ku cendekęn bi sedan kes xistibűn nava gorekę, eßkerekirina cihę cendek lę ne, nepękan bű. ÝHD, ji kewçęra 1998'an pę ve bo Hezexę çű ű hat. Çavdęrî, lękolîn, węneyęn ku hatin teßhîskirin ű malbat.... Encam? Hezex, Cizîr ű Silopî, ji hęla hęzęn leßkerî ve wekî sęgoßeya mirinę hatibű bikaranîn. Di salęn 1990'î de li vę sęgoßeyę bi sedan kes, guleyekę ji paßiya serę xwe ve hatibűn kußtin. Diyarbekirę, bi revandinęn ku ji hęla hęzęn leßkerî ve dihatin kirin, koçî ßernexę kiribű ű ßernex yek ji navęn Diyarbekirę wergirtibű ser xwe: "Bajarę Mirinę" Di van rojęn dawî de, nűçeyęn ku ji ßernexę tęn, vę gotina li ser bajęr diçespîne. Resul Kýlýç ű Haci Atan ku nű ji leßkeriyę hatine, ji hęla cerdevan ű leßkeran ve tęne kußtin. Du kurdęn ku serę wan bi beramberî pereyan ji gewdeyęn wan hatibűn jękirin, ji hęla Waliyę OHAL'ę ve wekî "Terorîst" hatin îlankirin. Daxuyaniyęn ku malbatęn wan dan, derxist holę ku ji bo serę mirovan pere wekî rębazekę ye. Hevdîtinęn ku parlamenterę Amedę Haßim Haßimi ku bi Serokwezîr Bülent Ecevit re kirin, bęencam man. "Heręma Leßkerî ye, yęn hatine kußtin terorîst in, tißtę bę kirin tune ye" Beriya hilbijartinę li ßirnexę li gorî agahiyęn ku ßefik Tanrýverdi dabű leßkeran, rayedaręn leßkerî ű sivîl ęrîß bir ser gundę Kußtepeyę ű rastî dîmenęn sosret hatin. Cendekę 18 kesęn kußtî ku avętibűn çalekę ű binax kiribűn, dîtin. Li gorî daxuyaniyęn Tanrýverdi ku endamę ręxistina Hizbűllahę ye, di kußtina 18 kesî de tiliya serekcehß ű Serokę Belediyeya Cizîrę Kamil Atak heye. Tę gotin ku berpirsęn vę qirkirina ku di sala 1996'an de pęk hatiye, birayęn Kamîl Atak, Raűf ű Mehműd in. Nűçeyęn bi vî rengî li ßirnexę berdewam in. Ne rayedarek ne jî ręxistineke mafęn mirovan tißtekî nake an jî nikare bike. Diyarbekirßirnex : "Bajarę Mirinę" 

[AW71A1] 
Ewrűpa amadehiya darizandina Tirkiyeyę dike: DMME'ę ji Tirkiyeyę paręzname xwest 
Di Doza Sedsalę de Dadgeha Mafęn Mirovan a Ewrűpayę DMME dę Tirkiyeyę bidarizîne. Berî niha DMME'ę der barę doza Öcalan de bo Tirkiyeyę biryara "îhtiyatî tedbîr" girtibű. Pißtî vę biryarę DMME'ę bi biryareke nű, ji Tirkiyeyę heta 30'ę meha pűßberę paręzname xwest. Li gorî ragihandinan ji paręzeręn Öcalan Hasip Kaplan 29'ę meha avręlę serî li DMME'ę daye. DMME'ę daxwaza Kaplan pejirandiye ű ji bo ku Tirkiye mafdarbűna xwe diyar bike, paręznameyeke nivîskî ję dixwestiye. 

Pirsęn DMME'ę 
Li gorî xala 6'an a peymanę ręz li hemberî mafę parastinę tę girtin? 
Kesę ku daxwazname daye, ligel paręzeran li gorî CMUK'ę hevdîtinęn taybet dike an na? 
Hevdîtin di mercęn çawa de pęk tęn? 
Yę daxwazname daye, bi awayekî azad bi paręzeręn xwe re diaxive? 
Hevdîtin, tęn sînorkirin an na? 
Yę daxwazname daye li Ýmraliyę di rewßa tecrît de ye? 
Awayę darizandinę wę li dadgeheke alînegir ű serbixwe çebibe an na? 
Li gorî vę yekę, wę paręzeręn Öcalan raparastinę (karßý savunma) bidine DMME'ę. Bi vę yekę wę DMME jî biryara hęjayî nirxandinę bigire. Pißtî vę biryarę wę DMME di cih bikaribe hem li Öcalan hem jî li ßahidan guhdariyę bike. Li gorî Paręzer Hasip Kaplan ev jî tę wateya darizandina Tirkiyeyę. Bi baweriya Kaplan, doza Öcalan dozeke navneteweyî ye ű wę darizandin jî navneteweyî be. Ew, diyar dike ku vę pęvajoyę dest pę kiriye, wę hemű dewlet bi rastî ű çewtiyęn xwe dę li pęßberî dîrokę cihę hęjayî xwe bigirin. 
Ji PA'yę bo Öcalan pęßnűma 
Pißtî biryara DMME'ę komęn di bin banę Parlamentoya Ewrűpayę PA'yę de bi ßęweyekî hevpar, di pęßnűmaya ku der barę rewßa Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan de amade kiriye de, ragihand ku pęwîst e Kęßeya Kurd bę çareserkirin. Koma Yekîtiya PA'yę di pęßnűmaya xwe de da zanîn ku, ji bo pękhatina demokrasiyę, pęwîst e mafęn mirovan ű hindikahiyan bęne naskirin. Yekîtiya PA'yę di berdewama pęßnűmayę de diyar dike ku ji bo rawestîna ßer, hikűmeta ku wę ava bibe, divę berę xwe bide reforman ű di qanűna bingehîn de guherînan pęk bîne, da ku rę li ber danűstandinę vebe. Her wiha Yekîtiyę pęßniyaz kir ku, bo pękhatina van yekan, pęßîn pęwîst e tękilî bi nűneręn gelę kurd re bę danîn. Di pęßnűmeya ku ji aliyę Koma Demokrat a Lîberal ve hatiye amadekirin de, sernavekî wiha hatiye danîn:"Pęßeroja Kęßeya Kurd ű Biręz Öcalan" Ev kom jî, biryara DGM'ę ya îdamę ku ji bo Öcalan girtiye ßermezar dike ű dibęje: "DGM nikare darizandineke dadyane (adîl) bike. Ji bo pęßketinę, li heręma ku kurd lę dijîn, divę reformęn aborî, siyasî ű civakî pęk bęn." Koma Sosyalîst jî di pęßnűmaya xwe de diyar dike ku, Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdulah Öcalan , bi tenę li Ewrűpa ű dadgehęn navneteweyî dikare were darizandin. Di pęßnűmaya Koma Keskan de jî tę diyarkirin ku, ji bo aßtiyę ű demokratîkbűna Tirkiyeyę, pęwîst e mafęn çandî, civakî ű polîtîk ęn kurdan bęne naskirin. Hemű koman ji bo rewßa tenduristiya Öcalan bang li CPT (Komîteya Raçavkirina Îßkenceyę)'ę ű Xaça Sor kir. Her wiha dîsa bang li Yekîtiya Ewrűpayę ű Tirkiyeyę jî hate kirin, ji bo ku li gorî normęn hiqűqî yęn DMME'ę ű Konseya Ewrűpayę tevbigerin. 
Paręzeręn Öcalan : 'Heke wiha be emę vekißin' 
Li gel van rűdanęn navneteweyî dewleta tirk hîna jî li ser Öcalan tecrîtę didomîne. 5'ę meha gulanę li ser rewßa gißtî ya Öcalan paręzeręn Öcalan, li Hotela SED a Stenbolę civîneke çapemeniyę li dar xist. Daxuyanî ji aliyę A. Zeki Okçuođlu ve hate xwendin. Di daxuyaniyę de hate diyarkirin ku, ger di demeke nęzîk de mercęn parastinę neyęn pękanîn, ew dę dest ji parastinę berdin. Okçuođlu da zanîn ku, ne di Dadgehęn Îstîklal de, ne di Dadgehęn Leßkerî de ű ne jî di dadgehęn pißtî ręvberiya leßkerî de, mafę parastinę ű paręzer beramberî ewqas neheqiyan nemaye. Wî got: "Ligel ku dewleta tirk alîgiriya qanűnęn navneteweyî dike, di doza Öcalan de, ji ber qanűna tedbîrę ű ęrîßęn li ser me, me nekarî peywira xwe baß bi cih bînin." Okçuođlu da zanîn ku Öcalan gotiye, dę ew pißtgiriya çareseriya demokratîk ű aßtiyane bike: "Em ne tenę Öcalan, em dixwazin paręzeriya biratiyę ű aßtiyę jî bikin. Em heman nęzhiktedayinę ji paręzeręn mudaxîl jî hęvî dikin." Wî da zanîn ku Öcalan hîna ji aliyę komîsyoneke bi navę "Komîsyona Lępirsînę" ve tę pirsiyarkirin. Dîsa wî diyar kir ku berî doz bi dawî bibe, çapemenî ű ręveberęn dewleta tirk muwekîlę wî wekî "kujerę zarokan, hov ű ser cudaxwaz" tawanbar kiriye ű divę bi vî awayî bandorę li darizandinę nekin. Okçuođlu got ku, muwekîlę wî ne sűcdar e ű ji dewletę daxwaza rakirina rewßa tecrîtę ű pękanîna mercęn parastinę kir. 
Di anketan de Kęßeya Kurd 
Li gorî Înstűtiya Lękolînęn Stratejîk yęn Navneteweyî (ESAE)'ę polîtîkaya dewleta tirk a nîjadperest, ku di Kęßeya Kurd de bi kar aniye, bi awayekî neyînî encam daye. Di rapora USAE'yę ya sala 1998/99'an de li ser Kęßeya Kurd ű xwesteka bi hęzbűna Tirkiyeyę ya li Rojhilata Navîn tę rawestandin. Di rapora ku ji aliyę Zanîngeha Oxfordę ve hatiye amadekirin de, tę gotin ku di ßerę 15 salan de, ji her du aliyan 30 hezar mirovî jiyana xwe ji dest daye, lę dîsa jî dewleta tirk nikaribűye muxalefeta kurdan tęk bibe. Dîsa tę diyarkirin ku ji dęvla Tirkiye Kęßeya Kurd bi riyęn dîyalog ű polîtîk çareser bike, welatęn li dora xwe tawanbar dike. Wekî din tę daxuyandin ku Tirkiye ji aliyę leßkeran ve tę biręvebirin. Li gorî înstutiyę, sedema wę yekę jî qelsiya partiyęn siyasî ye. Li aliyę din tę gotin ku artęß di Kęßeya Kurd de polîtîkaya ęrîßkariyę bi awayekî rehet bi kar tîne ű hęzęn sivîl, berî artęßę çareseriyęn mîlîtarîst pęßniyaz dikin. Di dawiya raporę de tę xuyakirin ku dewleta tirk ji ber tękiliyęn xwe yęn bi welatęn li Rohilata Navîn re, dike ku ji Yekîtiya Ewrűpayę biqete. Her wiha rapor, dide zanîn ku Tirkiye di nav dewletęn yekem ęn ku dę bikevin Yekhitiya Ewrűpayę de cih nagire. 

[AW71A2] 
Rojnameger Nadire Mater li ser "Pirtűka Mehmed" axivî: Dayik nobeta zarokęn xwe dißopînin 
Bi xebateke bi vî rengî, we xwest hűn mesajeke çawa bidin? 
-Ez neketim taya peyam (mesaj) ßandinę. Min îdiayeke bi vî rengî jî nîn e. Ez dikarim bi kurtayî, mebesta xwe wiha bidin xuyakirin: Li ser vî ßerî, li Tirkiyeyę, ji generalan bigir heta mafparęzan, her kesî der barę ßer de hest ű ramanęn xwe gotin. Lę belę, tenę yęn ku di nava ßer de ne nepeyivîn. Rewßa van kesan, ku hejmara li dora 2.5 mîlyon e, zęde ne li ser bala kesî ye. Ev kes li ber kamerayan dibęjin: " Dayę li benda min be. Ez ji bo welatę xwe ßer dikim." Lę ev kes pißtî ku vedigerin nava jiyana rojane, çawa tevdigerin? Min dil kir ez balę bikßînim ser vę yekę ű min ji bo van deriyek vekir. Lewre ew dę mesaję ragihînin. 
Li Tirkiyeyę ji bo 'ßehîdan' pesindayineke gelekî mezin heye. Ma di bingeha vę yekę de pesna "artęß ű mîlîtarîzmę" tuneye? 
- Ez dixwazim bi gotinęn ji 42 xortan yekî bersiva vę pirsę bidim. Wî digot: " Divę jiyan li ber dilę me pîroz be, ne mirin." Bi dîtina min ev tißtekî bingehîn e. Lewre wekî ku xortę navborî got, divę jiyan li ber dilę me pîroz be. Lę mebesta min ne jiyaneke będad ű newekhev e. 
Wekî diyar e, li rojęn cejn ű salvegeran televîzyon ű leßker diçin GATA ( Akademiya Tibîyę ya Leßkerî ya Gülhanę)'yę, bi kesęn ku wekî Xazî tęne binavkirin re dipeyivin. Li vę derę xortekî qop, bęmil ű bęçav li ber kamereya dibęje: "Ez çavęn xwe dixwazim." Lę nűçegihanę ku pę re dipeyive, nűçeyę wiha pęßkęß dike: "Çi serbilindiyeke mezin e! Milekî xwe daye" Lę ku em herin bi wî nűçegihanî re bipeyivin, tu caran nexwaze milę xwe bide. Lewre axaftin ű kirin li hev nakin. 
Bęhtir rewß ű derűniya leßkeran derketiye pęß. Ma tesîra ßer gelekî ne berfirehtir e? Rewßa malbatęn leßkeran çawa bű? 
- Bęguman. Bandora ßer li hemű civakę bűye. Lę ji ber ku tesîra ßer bi awayekî ne rasterast li me bűye, em pę nahesin an jî em nexwazin pę bihesin. Pißtî ku min bi dest bi vę xebatę kir, ez ję haydar bűm ku gotina "Agir cihę ku lę pęketiye dißewitîne." çiqas rast ű girîng e. 
Bęguman rewßa malbatan gelekî girîng e. Tißtę herî girîng li vę derę girîngiya dayikę berbiçav dibe. Lewre dema ku ciwan, nęzîkî mirinę dibin, ku evîndar ű dergistiya wan hebe jî, cara yekem diya wan tę bîra wan. Ji ber vę hindę rola dayikan gelekî girîng e. Ji ber ku dayik jî bi awayekî tevî zarokęn xwe leßkeriyę dikin. Bo niműne hin dayik nobetnameya (nöbet çizelgesi) zarokęn xwe dizanin ű nobeta wan dißopînin. 
Wekî di pirtűka we de jî diyar e, ßerę tesîreke mezin li civakę kiriye ű her ku diçe xerabtir dibe. Ma civakę rastiya ßer fęm nekiriye? Gelo civak hîna vî ßerî wekî fîlmekî dihesibîne? 
- Ji encama hilbijartinan diyar e ku hîna fęm nekiriye! Gelek rojnameger ű nivîskaran pißtî ku pirtűk xwend, got: "Me digot em der barę rewßa heręmę de bi gelek tißtan zanin. Lę em tęgihißtin ku zanîn ű agahiyęn me gelekî kęm in." Dema nivîskar ű rojnameger wisa bęjin, mirov nikare ji civakę tißtekî bi vî rengî hęvî bike. 
Dema mirov 2.5 mîlyon leßkeran, tevî nas ű derdora wan binirxîne, ev digihęje nîvę serjimara (nifűs) Tirkiyeyę. Nîvę serjimara Tirkiyeyę bi awayekî tesîra ßer wergirtiye. Xuya ye her tißt bi awayekî sergirtî rű dide. Bo niműne dayikęn ku lawę xwe ji dest dane, li ber kamerayę, di nava psîkolojiya girseyî de dibęjin: "Ez dę lawę xwe yę duyemîn, sęyemîn jî bißînim leßkeriyę." Lę em gelekî baß pę dizanin ku rastî ne wisa ye ű nexwaze lawę xwe bißînę. Dîsa berî vę bi çendekę di bernameya Dr. Stres de dayikeke bi dengekî nizm got: "Ez lawę xwe yę din naßînim." Lę dayikęn din li dijî wę derketin ű wan got: "Em dę bißînin." Lę ez pę zanim, ew jî nexwazin. Ma çima mirov bixwaze lawę mirov bimire? Hem jî ji bo tißtekî ku zęde pę nizanibe... 
Di pirtűkę de tißtekî herî balkęß jî helwesta leßkeręn çepgir(!) e. Ev kes, berî ku herin leßkeriyę li dijî ßer in, niha jî Nazim Hikmet ű "Gülün Solduđu Akßam (ßeva ku Gul Çilmisî)" dixwînin. Lę ev kes, kęm ű zęde wekî dewletę li doza kurdan dinihęrin. Hűn vę yekę çawa dinirxînin? Ma ev ne cihę reßbînî ű bedbîniyę ye? 
- Ji ber ku kęfa min ji bedbîniyę re nayę, ez vę yekę wisa ßîrove nakim. Vę yekę li aliyekî jî ez kęfxweß ű ßaßwaz kirim. Bi vę xebatę min dît ku, li Tirkiyeyę mirov difikirin ű lę dixebitin ku tißtęn ku diqewimin fęm bikin. Her çend mirov nikaribe bi van kesan bigihęje encameke sererast jî lę bi baweriya min ev kes di nava civakekę de bireke (kesim) mezin pęk tînin. Ev kes, tevî ku ketine taya debara (geçim) xwe jî, hewl didin xwe ku bűyer ű meseleyan fęm bikin. Bi raya min ev cihę kęfxweßî ű geßbîniyę (iyimserlik) ye. 
Ew tißtę ku we destnîßan kirî jî jixwe li vę civakę problema gelek kesan e. Gotin ű kirinęn gelek kesan li hev nakin. Lę ez pę bawer im ű hęvîdar im, wę ev tißt safî bibin. Ji ber vę çendę ez ne bedbîn im. 
Lę wekî we jî got xurtbűna MHP'ę darî çavan e... 
- Bęguman xurtbűna MHP'ę gelekî girîng e. Lę dema mirov li hilbijartinęn pißtî serdema 1980'î binihęre, hilbijęran (seçmen) her dem sűprîzek kiriye. Her dem encamęn ne li gorî pęßbîniyęn (texmîn) çapemeniyę hatin wergirtin ű her wiha hilbijęran her dem hin kes ű partî ceribandin. 
Bęßik di xurtbűna MHP'ę de, sersarî ű xemsariya ji bo ßehîd ű leßkeran cihekî gelekî girîng digire. Tevahiya civakę ev kes di ser guhęn xwe re avętin. Ev rewß çawa pęk hat? Bo mînak; di nűçeyęn li ser cenazeyęn ßehîdan de, navę rayedaręn payebilind ęn beßdarî merasîmę dibin heye, lę navę wî xortę ku miriye tune ye. Ji ber vę hindę malbat gelekî tenę man. Lewre bi awayekî surißtî neteweperestî xurt bű. Lę bi nęrîna min ev rewß wiha berdewam nake. Dîsa nęrîneke geßbîn...! 
Li aliyę din ji gotinęn leßkeran diyar e ku, tevî nefretę li hemberî gerîlayan sempatiyeke wan jî heye. Hűn çawa dibînin? 
- Ez jî di vę baweriyę de me. Ji ber ku hest ű ramanęn wan gelekî nelihev ű nakok (çelißik) in. Lewre li Tirkiyeyę her kes li gorî çapemenî ű 'cîhana xwe ya biçűk' li meseleyę dinihęre. Lę dema ku ji gund ű bajarokęn (kasaba) xwe derdikevin, pę dihesin ku mesele ne wekî ku hatiye gotin e. 
Hemű leßker, ęn çepgir jî di nav de, dema dipeyivin dibęjin; "ew der, ev der, ew mirov" Ev bi awayekî qebűlkirina "çand ű diyareke cűda" nîn e? 
- Lę kurd jî ędî wisa dibęjin. Her ku diçe ev yek berbiçav dibe. îro gava "Heręm" tę gotin, Heręma Egeyę nayę bîra kesî! Ji ber ku termînolojiyeke nű hate afirandin. Gotinęn wekî "ev der, ew der, heręm" ędî ne ßîfre ne, gotinęn ji ręzę ne. 
Li ber destę we hin xebatęn din ęn bi vî rengî hene? We dil heye li ser gerîlayan jî xebatę bi vî rengî bikin? 
- Mirov dikare gelek tißtan bike. Jixwe bi vę pirtűkę, min dest bi xebateke bi vî rengî kiribű. Lę herdu bi hevre neçűn serî. Ji aliyę derűnî ve bi min giran hat. Lę min dil heye bi wan re bipeyivim. Lewma bi dîtina min gelek tißtęn ku ew bęjin heye. 
Aliyęn ßer ęn din jî girîng in; gerîla, malbatęn gerîlayan, cerdevan hwd. Lę xebateke li ser gerîla ewqas ne hęsan e. Du sedemęn vę yekę hene. A yekem, ez nikarim bi pey gerîlayan bikevim. Rewßa min a fîzîkî rę nade vę yekę. A duyem, ku ez gerîlayan bibînim jî, bi baweriya min, wę gotina xwe bipîvin ű biaxivin. 
Ev ji 20 salan zędetir e hűn heręmę dinasin. Hűn dikarin węneyekî van 20 salan bikßînin? 
- Berî vę 20 salan me pęjna tißtine din dikir lę îro ne wisa ye. Dema di sala 1977'an de ez çűbűm Batmanę, cudahiya mezin ya di navbera taxęn xizan ű dewlemendan de balę min kißandibű. Hevaleke min ya rojnameger, ku ßerę Bosnayę ßopandiye, ji bo ku here heręmę hate Stenbolę. Min dil kir ez hinekî behsa heręmę bikim. Lę wę guh neda min ű hema bęje wisa got:" Ma tu min bi çi dihesibînî? Min gelek tißt dîtine." Dema em li balafirgeha Amedę peya bűn, ßaß ű metel ma ű wiha got: "Ez hemű gotinęn xwe bi ßűn de digirim." 
Tißtekî ku me nehißt hűn bęjin... 
Ez dixwazim balę bikßînim ser ßîdeta pißtî ßer. Tevî ku di ser ßerę Vîetnamę re evqas sal derbas bűn jî, îro tesîra vî ßerî hîna jî berdewam e. Li Amerîkayę yęn ku bęmal in ű li kolanan ßeperze ne, beßdaręn ßerę Vîetnamę ne. Dîsa yęn ku ßîdetę bi kar tînin, ev kes in. Li welatę me jî, nűçeyęn "rűpel sisę" ęn li ser ßîdetę, piranî wisa dest pę dikin: "Kesekî ku leßkeriya xwe li Rojhilatę Baßűr kiriye...." Ev kesę ku em 18 mehan wekî leheng ű egît bi nav dikin, ji nißke ve dibin męrkuj ű hov. Divę em gelekî bala xwe bidin ser vę yekę. Leßkerekî pißtî ku vegeriyaye malę, dę, bira ű xwißka xwe kußtine. Lę bav ű nasęn wî dikin nakin vę rewßę nikarin rave bikin. 
Dîsa bavę leßkerę ku balafir revandibű wiha digot: " Ęn mirî ßehîd in, ęn seqet Xazî lę emę çi navî li yę me bikin! Dewlet zarokęn me sipsaxlem dibe lę dema li me vedigerîne, kontrol nake. Divę pißtî ku tedawî kir, bißîne malę." Li vî welatî ji sedî pęnc xort di bin tesîra ßer de mane. Ez jî ędî li taksîajoyan hęrs nabim. Pęßîn hîn dibim, gelo ev jî yek ji wan kesan e? 
Rola çapemeniyę di vî ßerî de çi ye? Derdoręn artęßę gotibű: "Em dę bi pißtgiriya çapemeniyę di vî ßerî de bi ser bikevin." 
- Ez dixwazim bi mînakeke biçűk bersiva pirsa we bidim. Dema Hayri Kozakçýođlu paręzgarę (walî) OHAL'ę bű, li Stenbolę beßdarî brîfînga Konseya Çapemeniyę bűbű ű wiha gotibű: "Hűn rojnamegerno! Dema maça Tirkiye ű Swîsreyę hűn dilxwazę kę bin, divę hűn tękoßîna li dijî terorę jî wisa temaße bikin." Ev dîtineke girîng ű bingehîn e. 
Gelo ku heya îro zarokęn van kesan di ßer de bihatana kußtin an jî di nava ßer de bűna, vî ßerî dę evqas diręj bikira? 
- Li her derę cîhanę wisa ye. Dema ßerę Ermenîstan ű Azerbeycanę ez li Bakűyę bűm ű ßerperestî gelekî xurt bű. Lę zarokęn hemű bűrokrat ű payebilindan li Tirkiyeyę li zanîngehę dixwend. Li aliyę din zarokęn hejar ű xizanan digot: "Em bihostek axa welęt jî nadin kesî!" Li vę derę jî wisa ye. Lewre mirov nikare bersiva pirsa "ger bűya" bide. 
Hűn gelek rojnamegeręn cîhanî ű Tirkiyeyî ji nęzîk ve dinasin. Ma rojnameger dema li ser doza kurdan sohbetę dikin, wekî ku dinivîsin dipeyivin? 
- Ez ne li ser çapemeniyę, dę dîsa li ser Hayri Kozakçýođlu mînakeke bidim. Dema ew paręzgarę Stenbolę bű, ręzecivîn dihatin lidarxistin. Di van civînan de, bi ßertę ku neyę nivîsîn, her tißt bi serbestî tę nîqaßkirin. Li wę derę Kozakçýođlu bępaye ű bępęnas(ünvan) axivî, ez ßaß ű metel hißtim. Axaftineke dîrokî bű. Wę demę min di dilę xwe gotibű: "Kesę ku van tißtan dibęje, wę ji bo çareseriya vę meseleyę bixebite." Mixabin wisa nebű. 
Li aliyę din li vî welatî her kes xwedî dîtineke fermî ű nefermî ye. Lę helwesta rojnamegeran girîngtir e. Lewre ew her tißtî radigihînin. Jixwe her tißt bi du-helwestiya rojnamegeran dest pę dike. 
Bi kurtayî Kozakçýođlu çi gotibű? 
- Got: "Meseleya li wę derę aborî, civakî ű çandî ye. Bi tenę bi tevdîręn aborî ű kußtina mirovan çareser nabe." Ma em jî wisa nabęjin! 
Helwesta çapemeniya tirk a der barę ßer de, bi zordariya hin hęzan ve tę girędan. Ma ku îro ev hęz nebin, wę çapemenî li gorî pîvanęn etîkî ű mafęn mirovan tevbigere? 
- Ędî otosansűr heye. Tißtę xeternaktir ev e ű ji vę yekę xwe ßűßtin ewqas ne hęsan e. Li aliyę din li vî welatî, gelek tißt jî hatine gotin. Serokę Dadgeha Bilind (Yargýtay) got: "Li Tirkiyeyę dadgeh ne serbixwe ne." îro jî Serokę Dadgeha Qanűna Bingehîn dibęje: " Li Tirkiyeyę azadiya xwederbirinę (îfade) nîn e. Divę hemű qanűn bęne guhartin." Tu ßaßwaz dibî. Li aliyekî wekî ku her tißt tę gotin, li aliyekî wekî ku tu tißt nayę gotin. Ma di rewßeke wiha de mirov dikare çi bike?! 
Dîroka 'gayrî resmî' ya ßer : "Pirtűka Memed" 
15 sal in gelęn Tirkiyeyî bes ji "daxuyaniyęn resmî" ku li ser maseyę hatine nivisîn, li ser ßer agahî wergirtin. Rojnameyan li ser heman bűyerę jimaręn (rakam) cuda ragihandin. Bi awayekî din rojname ev 15 sal in derewfiroßiyę dikin! 
Pirtűka rojnameger Nadire Mater ya bi navę " Pirtűka Memed- Leßkeręn ku li Rojhilatę Baßűr ßerkirine Vedibęjin (Mehmedin Kitabý- Güneydođu'da Savaßmýß Askerler Anlatýyor)" li ser dîroka "gayrî resmî ya ßer" berhemeke bęhempa ye. Bo niműne dayika Leßkerekî ji Mater re dibęje: "Tißtęn ku ji min re negotin, ji te re gotin. Heft xwezî ez li ßűna te bűma." 
Nadire Mater pirtűk di salekę de amade kiriye ű ligel 42 leßkeran axiviye. Di pirtűkę de serpęhatiyęn leßkeran rasterast hatine weßandin. Pirtűk 267 rűpel ű ji sę beßan pęk hatiye: Memed Dipeyivin, Li Ser Navę Ęn Nekarîne Bipeyivin, Jimar. Di nava pirtűkę de ji bo sînemayę serpęhatiyęn gelekî balkęß ű guncaw hene. Her çend Kurdistanî bi kęm ű zęde bi bűyeręn di pirtűkę cih girtine zanin jî, divę bęhtir ew vę pirtűkę bixwînin. Lewre gelek tißtęn ku hîn bibin hene. Hin jęgirtin ji Pirtűka Memed: 
"...Hin kesę nexweß tiliyęn keçeke mirî jękirine. ...Rojname dibęjin ev mirov hemű nezan in, gißan zanîngeh xilas kiriye. ...Neteweperestęn tűj dema tęn dibęjin 'em dę welęt rizgar bikin.' Lę dema vedigerin wisa nafikirin. ...Nîve ßevę min bi qirka jina xwe girtiye. ...Pißtî 15 salan her roja leßkeriyę di bîra min de ye. Me heya sibe gule teqandin. Serę sibe me lę nihęrî, me qantir kußtine. ...Medya aliyęn xweßik nîßan dide. Lehengî falan bęvan beredayî ye. Ew der ne li ser bala kesî ye. ...Ku Öcalan nebűya mesele dernediket. Rehmetî Türkeß gotibű: "Ez dę di nava sę mehan de safî bikim" Ma çima destűr nedanę. ...Yę li hemberî te wekî artęßekę tevdigere. Çavę li artęßę li ser wan. Çima neqade? Ez jî fęm nakim. ...Fermandarę tofę (bölük) got: "Ku kî ji min re seriyekî bîne, ez dę leßkeriya wî kurt bikim." ...Ku leßker keysa xwe lę bîne, wę bireve. ...Min findiq dane zarokan, jendermeyekî rahißtinę ű got: "Ew terorîst in!" ... Ku ez li Rojhilatę bim, ezę jî pißtgiriyę bikim. ...Leßkeręn kurd hemű kom kirin. ...Me digot eßîr bi hev ketine. Fermandar digot: "Dev ję berde! Bila koka hev biqelînin." ...Li malę min ji bavę xwe re digot koműtan. ...Tîmęn Taybet xwedęyę wę derę ne. ... Kî ji bo çi dimire? Ev ßerę pereyan e." 

[AW71A3] 
Yaser Arafat dewlet îlan nekir 
Serxwebűna Filîstinę "ma bihareke din" 
4'ę gulana 1999'an di ser Peymana Osloyę re 5 sal derbas bűn. Li gorî biryara peymana navborî, diviyabű Kęßeya Filistînę gihîßtibűya encamę ango Filistînî bibűna xwedan dewlet. Rayedaręn Ręxistina Rizgariya Filistînę ( RRF) jî çęlî daxuyaniya dewleteke serbixwe dikir. Lę pißtî ku Serokę RRF'ę Yaser Arafat li gelek welatan geriya, li ser pęßniyaza wan biryara îlankirina dewleteke serbixwe taloq kir. Di biryara RRF'ę de hate gotin ku ew dixwazin mijara serxwebűnę bi hikűmeta nű ya Îsraîlę re nîqaß bikin. Li Îsraîlę dę di 17'ę mehę de hilbijartinęn gißtî bę ne lidarxistin. RRF hęvî dike ku dę Netanyahu nekaribe bi ser bikeve, dę Partiya Karkeran were ser kar. Rayedaręn RRF'ę bi wę partiyę re safîkirina mijarę hęsantir dibînin. Li aliyę din tę gotin ku Arafat ditirse ku heke serxwebűnę îlan bike, dę Netanyahu heręma dagirkirî bi temamî îlheq bike. Ji niha ve nißtecihęn cihű berę xwe daye çękirina avahiyęn nű li ser erdę dagirkirî. Tevî ku Netanyahu di meha kewçęra 1998'an de soza vekißîna ji vę heręmę dabű Clinton jî, ev soza xwe bi cih neanî Roja 4'ę gulanę Serokwezîrę Îsraîlę Benyamin Netanyahu civîneke çapemeniyę li dar xist ű di vę civînę de biryara RRF'ę wekî serkeftina xwe nîßan da. Li gorî Netanyahu, Arafat dîtiye ku dę hikűmeta Îsraîlę reaksiyoneke tund nîßan bide, gav bi paß de avętiye. Lę rayedaręn Partiya Karkeran bi awayekî din meseleyę dinirxînin. Bo niműne, rayedarę Partiya Karkeran Sholomo Ben Amî dibęje: "Tißtę ku ew dibęje serdanpę propaganda ye, dixwaze tękçűna xwe wekî serkeftin nîßan bide." Li gorî Ben Amî filistîniyan ji ber helwesta Netanyahu di qada navneteweyî de pißtgiriyeke mezin bi dest xist. Kesęn di vę baweriyę de nameya ku Clinton ji Arafat re ßandiye wekî niműneya herî diyarî çavan a vę serkeftinę dibînin. Her wiha ew balę dikißînin ser pißtevaniya dewletęn Ewrűpayę jî. Yekîtiya Ewrűpayę daxuniyeke hevpar da ű pißtevaniya xwe ji bo mafę çarenűsiyę yę gelę Filistînę diyar kir. Ręveberiya Filîstinę van tißtan wekî serkeftina xwe dibîne ű di wę baweriyę de ye ku Netanyahu bi vę hißkebaweriya xwe alîkariya wan kiriye. Serokę Partiya Meretz jî vę nirxandinę dike: "Ma dewleta filistîniyan niha nîn e? Ez nizanim dewlet çi ye? Erdę wan heye, serokę wan î hilbijartî heye. Sirűda neteweyî, ala wan, tękiliyęn wan bi 100 dewletî re heye." Arafat jî di heman baweriyę de ye. Wî jî di Televîzyona Filistînę de got: "Ew bixwazin jî nexwazin jî dewleta me jixwe heye." Arafat da zanîn ku dewleta wan roj bi roj gavan ber bi pęß davęje. Helwesta gelę Filistînę ya li hemberî biryara RRF'ę jî bi awayekî din bű. Roja 4'ę mehę li gelek bajaran xwepęßdan li dar ketin ű di van çalakiyan de bi ęrîßęn polîsęn Îsraîlî 17 kes birîndar bűn. Li aliyę din gelek filistînî nerazîbűna xwe li hemberî biryarę tînin zimęn. Li gorî lępirsîna Navenda Lękolîn ű Lępirsînę ya li bajarę Neblűsę pißtevaniya ji bo Arafat ji sedî 80'yî daketiye ji sedî 50'yî. Her wiha gelę Filistînę nerazîbűna xwe ya li hemberî ręveberiya Filistînę jî diyar dike. Tę gotin ku rewßa aborî ya heręmę gelekî xerab e, ręjeya aßbetaliyę ji sedî 40 e ű gelek mirov gilî ű gazinan ji ręveberiyę dikin. Ji ber ku ew karęn nelirę dikin. Li gorî heman lępirsînę ji sedî 71'ę beßdaręn lępirsînę daye zanîn ku ręveberęn heręmî di nav karęn nelirę de ne. Bi tenę ji sedî 26'ę beßdaran hęviya xwe ya demokratîkbűna desthilatdariya Filistînę aniye zimęn. Gelek filistînî dixwazin ku ręveberiya Filistînę ya heyî demokratîktir ű abadantir bibe. 

[AW71A4a] 
ARGK'ę kemîn danî: 9 leßker hatin kußtin 
Li pey ragihandina Paręzgariya OHAL'ę li navçeya Yaylýdereya bi ser Çewlikę ve hęzęn artęßa tirk li kemîna gerîlayęn ARGK'ę qelibîne, 9 leßker hatine kußtin, 5 jî bi xedarî birîndar bűne. Li pey agahiyan, bűyer roja 4 gulanę danę ęvarę pęk hatiye ű pißtî ęrîßę tevgereke leßkerî ya berfireh hatiye lidarxistin. Dîsa li navçeya Çelę bi ser Çolemęrgę ve di encama kemîna gerîlayan de 10 leßker hatine kußtin. Di heman çalakiyę de tanqek ű du jîpęn leßkerî hatine rűxandin. Li aliyę din 3'yę gulanę panzerek li navçeya Midyadę li mayînan qelibiye, 8 leßker mirine ű yek jî birîndar bűye. Wekî din li pey agahiyan ARGK'ę li gelek cihan rę birîne ű nasname raçav kirine. 

[AW71A4b] 
RSF: Tirkiye rę li ber îßkenceyę nagire 
Rojnamegeręn Sînornenas (RSF) di rapora xwa ya sala 99'an de diyar kir ku ji bo îßkence ű ßîdeta polîsan ji holę rabe li Tirkiyeyę bergirî nayęn danîn. RSF'ę di rapora ku bi boneya 3 gulanę roja azadiya çapemeniyę ya cîhanę weßandin de, dide zanîn ku her çend dewleta tirk îmzeya xwe avętiye bin hinek peymanęn navneteweyî jî dîsa îßkence bi awayekî gißtî didome. Li gorî raporę di sala 1997'an de 16, 1998'an de 9 rojnameger beramberî îßkenceyęn zor xedar mane. Bi awayekî gißtî 264 rojnameger hatine binçavkirin. Di raporę de ęrîßęn li dijî MED-TV'yę jî cih digirin ű tę gotin ku artęßa tirk gelek caran bi sînyalan weßana MED-TV'ę asteng kiriye. Wekî din daxwaza serbestberdana Ýsmail Beßikçi, Hasan Özgün ű Dođan Güzel hatiye kirin. 

[AW71A4c] 
MHP li Îdirę malęn kurdan xera dike 
Li Îdirę li Taxa 7 Kasým, ku HADEP partiya yekemîn e, 10 xaniyęn kurdan ji aliyę belediyeyę ve hatin xerakirin. Li pey ragihandinę Serokę Belediyeya Îdirę yę MHP'yî Nurettin Aras bi taybetî berę xwe daye taxęn ku HADEP lę partiya yekemîn e. Li gorî agahiyan, malbatęn ku bi bűyerę hesiyane li dijî belediyeyę derketine, lę bi fermana serokę belediyeyę, zabita ű polîsan ęrîß birine ser malbatan. Di encama ęrîßę de 8 jin birîndar ketine. Li aliyę din Waliyę Îdirę jî ji ber encama hilbijartina nerazîbűna xwe bo mamostayan diyar kiriye ű gotiye: "Diviyabű HADEP'ę evqas deng nestanda." ßaxa Eđitim-Senę ya Îdirę helwesta walî ßermezar kir. 

[AW71A5] 
Di çapemeniya cîhanę de kurd 
"Li dijî Öcalan, doza tolhildanę" 
4 Rojnameya îtalî Corriere Della Sera roja 3'yę gulanę di bin sernavę li jor de nűçeyeke ßîroveyî li ser Doza Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan weßandiye. Di nűçeyę de digel agahiyęn gißtî, li ser bűyeręn li DGM'ya Enqereyę jî hatiye rawestandin. Di nűçeyę de tę gotin ku raya gißtî ya tirk li pey tolhildanę ye ű ev helwesta xwe jî di hilbijartinę de nîßan daye. Di dawiya nűçeyę de van gotinęn balkęß cih girtiye: "Tißtę daxbar, gerîlayęn PKK'ę yęn ku doza xweseriyę dikin, li Tirkiyeyę wekî terorîst tęne binavkirin, lę gerîlayęn UÇK'yę ku ji bo xweseriya Kosovayę ßer dikin jî wekî leheng tęne dîtin." 

"Kurd ditirsin ku ręveberiya belediyeyę ji dest wan bę girtin" 
4 Rojnameya The Independentę di hejmara xwe ya roja 3'yę gulanę de di bin vî sernavî de cih daye nűçeyeke li ser Belediyeya Amedę. Di nűçeyę de ev gotinęn Serokę Belediyeya Amedę Feridun Çelik cih digirin: "Gelę kurd dengę xwe da me, ji ber ku em lę dixebitin ku Kęßeya Kurd ji cîhanę re vebęjin." Di nűçeyę de nirxandina bi rengę "dewlet îdia dike ku pißtevaniya gel bo PKK'ę nemaye, lę gelek Amedî di wę baweriyę de ne ku, her dengę bo HADEP'ę pißtevaniya PKK'ę ye jî" cih girtiye. Di nűçeyę de li ser îhtîmala girtina HADEP'ę jî hatiye rawestandin. Li gorî amadekaręn nűçeyę, hinek Amediyan tirsa xwe ya li ser, ji hęla dewletę ve desteserkirina ręveberiya belediyeyę jî aniye ser zimęn. 

Ji Kęßeya Kurd re çareseriya îslamî 
4 Ajansa Reutersę roja 2'yę gulanę nűçeyeke ßîroveyî ragihandiye aboneyęn xwe. Ev nivîs, ji hęla Jonathan Lyons ve hatiye amadekirin. Di vę nivîsę de Lyons li ser nęzîktędayina nű ya ręveberiya Xatemî ya li ser kurdan dinirxîne. Di nivîsę de çęlî 'çareseriya îslamî' hatiye kirin. Wekî nîßaneya vę çareseriyę, hatiye gotin ku kurdek bi navę Abdullah Remezanzade wekî ręveberę bajarę Senendeję hatiye ßandin. Nűçeyę cih daye van gotinęn wî yęn bi rengę "Xatemî dema hilbijartinę hat Kurdistanę ű got ku kurd gelekî qedîm e ű divę di karę Îranę de zędetir dengę wî derkeve." Ajansę serboriyęn Senendeję wekî ezműneke dijwar a li ber Xatemî nirxandiye. 

[AW71A6]
HADEP'ę qezenc kir dewletę desteser kir 
Li navçeyęn Gihadîn ű Tetwanę dizî, tehdît ű lîstikęn hilbijartinę 
Będadî ű demokratîknebűna hilbijartinęn sala 1999'an bi xwe re gelek encamęn neyînî anîn. Di hilbijartinę de digel ambargo ű qedexeya ku li ser HADEP'ę hatibű danîn jî li ber îradeya gelę kurd tęk çű. Li gelek bajar, navçe ű beldeyęn Kurdistanę belediyeyęn ku HADEP'ę bi dest xistibűn, bi lîstikęn cenbazî ji destę HADEP'ę hatin derxistin. Di nav wan de du belediye hene ku bala raya gißtî tęr dikißînin. A yekem belediyeya beldeya Gihadînę ye. A duyemîn tißtęn ku hatine serę berendamę Tetwanę ye. Li ser hilbijartin ű qewmînan em bi berendama belediyeya Gihadînę Ferrah Diba Ergül ű ßevket Aslan re axivîn. 
Gelę Gihadînę derbeyeke xedar li feodaliyę xist 
Li gorî agahiyęn ku me ji berendama serokatiya belediyeya Gihadînę girtin, li Gihadînę 15 hezar mirov dijîn. Navçe ji dema avabűna Komara Tirk ve di bin desthilatdariya męran de bűye. Dîsa 75 sal in ku heręm ji aliyę malbatęn Peker ű Özmenan ve tę biręvebirin. Pißtî ku HADEP li heręmę vedibe, îradeya gel li dijî îtîfaqęn feodal ű paßverű bandorę li ręveberiyę dike. Li gorî ragihandina Ergül, bi kęmanî 500 jin beßdarî mitîngęn ku li heręmę pęk tęn, dibin. Tę gotin ku bi ciwanan re tękiliyęn temendiręj hatine danîn ű hęza gel derbeyeke xedar li hęzęn paßverű ű feodal xistiye. Bi encama hilbijartinę jî ev yek tę dîtin. Li Gihadînę hejmara hilbijęran 5100 kes bűye. Hejmara reyęn ku hatine bikaranîn jî li dora 4500'î ye. Reyęn ku hatine pejirandin jî 4000 hezar bűye. Ji van reyan HADEP'ę 959, ANAP'ę 757, FP'ę 796, CHP'ę 579, DYP'ę 621 rey standine. Ev encam bi awayekî fermî ji aliyę lijneya hilbijartinę ya bajęr ű navçeyę ve hatiye îlankirin. Berendama HADEP'ę Ferrah Diba Ergül bi 959 reyî wekî Seroka Belediyeya Gihadînę tę hilbijartin. Li ser vę yekę partiyęn wekî ANAP, DYP ű FP'yę di 19.4.1999'an de li dijî encamę derdikevin ű ji lijneya hilbijartinę ya navçeyę daxwaz dikin ku jimartin ji nű ve bę kirin. Lę ev daxwaz ji aliyę lijneyę ve nayę pejirandin. 
Tîmęn taybet reyęn HADEP'ę didizîn 
Li ser vę yekę Ferrah Diba Ergül diçe ku mazbateya xwe bistîne. Lę berî ku Ergül mazbateyę bistîne serę sibeyę tîmęn taybet reyęn hilbijartinę bi serę xwe dibine bajarę Agiriyę. Li bal wan tu kesę peywirdar nîn bűne. 245 rey ji nav ęn HADEP'ę tęn deranîn ű nayęn pejirandin. Lijneya hilbijartinę ya bajęr hejmara reyęn HADEP'ę ji 959'an dadixe 714'an ű bi biryara 'kęmasiya reyan' di cihę HADEP'ę de bo standina mazbateyę FP'ę peywirdar dike. Li gorî berendama HADEP'ę Ferrah Diba Ergül, diviya sandoq li gorî qanűna 298'an di bin çavdęriya serokę sandoqan ű endaman de biçűna bajęr. Dîsa ew diyar dike ku, diviyabű hejmartin ű tasnîf bi awayekî vekirî bihata kirin. Ligel vę yekę serokę lijneya hilbijartinę ya Bajęr Hakim Kamuran Damar bi awayekî veßarî rey jimartine ű nehißtiye ku kes bikeve odeya jimartinę. HADEP'iyęn ku bi bűyerę dihesin li navçeyę meßekę li dar dixin. Di meßę de nęzîkî 40 kes ji aliyę polîsan ve tęn binçavkirin. 
Ergül bi ser neheqiyę de diçe 
Berendama HADEP'ę Ferrah Diba Ergül li ser van rűdanęn neyinî, serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinę dide. Hîna tu encam derneketiye. Li gorî Ergül ji sedî sed ew mafdar e ű ew dę belediyeyę ji destę FP'ę derxe. Li pey van agahiyan Ergül da zanîn ku partiyęn hetanî niha dijberî wan kar kirine, niha pißtgiriya wan dikin. Berendamę ANAP'ę Yaßar Özmen diyar kiriye ku wîjdanę wî ne rehet e, lewre jî ew dę helwesta xwe li aliyę HADEP'ę nîßan bide. Berendama jin Ergül wekî delîl biryara lijneya hilbijartinę ya bajęr ű navçeyę ű raporęn 27 sandoqęn hilbijartinę pęßkeßî lijneyę kirine. Ew diyar dike ku dema encameke dijberî wan derkeve dę serî li Dadgeha Mafęn Mirovan a Ewrűpayę bidin. 
Li Tetwanę gef ű ęrîß 
Li Tetwanę jî di hilbijartinę de gelek astengî derketin. 13'ę meha avręlę berendamę belediya Tetwanę ßevki Aslan ű heyetek ji PM'ya HADEP'ę dixwazin ku bi waliyę Bedlîsę re hevdîtinekę pęk bînin. Ajokaręn teksiyan ji ber ku ji aliyę dewletę ve hatine tehdîtkirin wan li erebeyęn xwe siwar nakin. Ligel vę yekę heyet problem ű astengiyan ji walî re vedibęje. Walî dixwaze ku li polîsan negirin ű îdare bikin. Pißtî hevdîtinę Aslan dixwaze bi qaymeqamę Tatwanę re hevdîtinekę pęk bîne. Mixabin ev daxwaz ji aliyę qaymeqam ve nayę pejirandin. Di vę navberę de Hüsamettin Akdeniz, Çetin Yýlmaz ű Nazým Gönen berî hewlęn Aslan dixwazin ku li Tatwanę hem teßkîlat hem jî bűroya hilbijartinę ava bikin. Ev hewl ji aliyę polîsan ve hatiye berbendkirin. Li gorî ragihandinan simbęlę wan kesęn ku xwestine teßkîlatę ava bikin di bin çav de ji aliyę polîsan ve hatiye qusandin. HADEP'î li hemberî vę yekę reaksiyona xwe nîßan didin. Lę di demeke kin de polîs, leßker, tîmęn taybet ű cahßęn girędayî gundę Sakę dora taxę dixin bin çeperę. 16'ę meha avręlę polîs dibęjin: " Eger hűn ji vir neçin emę dikanę bombe bikin." Berendamę HADEP'ę ßevki Aslan vę carę jî li ser navę xwe serî li lijneya bajęr a hilbijartinę ű emniyetę dide. Daxwaza vekirina teßkîlat ű bűroya hilbijartinę tę pejirandin. Aslan xaniyekî distîne. Polîs dîsa ya xwe dikin ű diçin li daîreya tapoyę, tapoya Aslan desteser dikin. Birayę xwediyę xaniyę ku Aslan distîne tę binçavkirin. Di bin çav de fermandarę tűgayę yę bi navę "paße" dibęje: " Tu Ecevit nas dikî? Ew jî were vę derę em nahęlin HADEP teßkîlatę veke." Li gorî dazanîna Aslan konvoya HADEP'ę ji aliyę tîmęn taybet ve tę sekinandin, pîßtî lęgerînę kaset winda dibe. Roja hilbijartinę jî HADEP'ę nikaribűye çavdęran bißîne ser sandoqan. Kesęn çűne ser sandoqan bi kußtinę hatine tehdîtkirin. Aslan pißtî ku sandoq vedibin diçe ku reyan bihejmęre. Polîs ű cahß wî dîsa bi kußtinę tehdît dikin. Aslan jî ji ber çewsandin ű tehdîtęn kußtinę roja hilbijartinę dev ji her tißtî berdide ű ji Tatwanę direve. Aslan di dawiya axaftina xwe de xwest ku di demek zű de raya gißtî dest bavęje Tatwanę. 

[AW71B1] 
Dayikęn Jiyanę 
Dayika Seyran, deh sal bű, li benda vegera azadiyę bű. Bi rastî qet azadî nedîtibű. Li benda vegerę nebű, li benda hatinę bű. Heta 10-15 sal berę, navę azadiyę jî nizanîbű. Azadî ji bo wę, tęrkirin, mezinkirin ű zewicandina zarokan bű. Zilma koledaran, zilma męran qet ne li ser bala wę bű. Welatę wę, gund, malbat ű kom ű kufletęn wę bűn. Dem ű dewran derbas bűbű... Dayika Seyran destę xwe xistibű neqa xwe ű mîna serokęn ku civatan bi rę ve dibin, wisa ji xwe bawer, bi dengekî xurt ű cesaret ű her wisa bi edeb, ji civatę re diaxivî. Zilamę Dayika Seyran, di ßerę 92'yan ę li Baßűr de ßehîd ketibű. Lewre ew bűbű sermiyan ű malxwęyę malę. Wę, ji męvanekî xwe re wiha digot: "Mirovatî bi dewletę neyę pîvan. 600 sal e, tirk ű bapîręn wan xwedan dewlet in. Ma çi kirine? Li darę dinyayę kî ji wan xweß e? Ji xeynî barbariya xwe bi çi tęne naskirin? Byron kî ye? Hűn pę dizanin? Ji Îngilistanę bű, ne wisa? Gelo ji ber çi wî xwe gorî Yewnanîstanę kir? Hest ű dilînęn wî însanî bűn. Wan zor da wî, da ku ew di oxira Yewnanîstanę de xwe gorî bike. Pîvana mirovatiyę ev yek e!" Męvanęn Dayika Seyran bi mit ű matî lę dinihęrîn, bęyî ku çavęn xwe ję bikutin. Yekî di dilę xwe digot: "Gelę kurd 500 sal li pey çaxę mabű, lę pîrek hęj pirtir. Gelo yę ev dayik aniye vę qonaxę çi ye? Ev çi qudret e!" Dayika Seyran bi coßeke mezin didomand: "Emę komara mirovatiyę ava bikin. Gerîlayęn me çiya azad kirine, ędî dema bajaran e. Ędî em jî li benda azadiyę ne. Dayika Zero di bin xaniyekî xerabe de, tevî du zarokęn xwe jiyana xwe bi zor ű zehmetî derbas dikir. Yek ję lawik, yek ję keçik bű. Lawik 9 salî, keçik jî 7 salî bű. 7 sal berę, dema męrę wę çűbű ßer, ew bi keça xwe Rojda bizar bű. Zilamę wę Hesen, pißtî salekę, di ßer de ßehîd ketibű. Li pey vę yekę Dayika Zero lawę xwe yę mezin Ehmed ßande ßer, da ku çeka bavę xwe hilgire. Lewre axa ku xwîn ji bo wę nayę rijandin, nabe welęt. ßer, pißtî dijwariyęn mezin azadiyę tîne. Salekę bi ßűn de Ehmed jî azad bű. Kete nava karwanę pakrewanan. Li pey Ehmed, Dayika Zero keça xwe Leyla ßande nav refan. Leylayę sę salan nav ű dengę xwe li her derę welęt belav kir. Çend caran birîndar bű. Pißtî sax bű dîsa ßer kir. Lę rojekę Leyla jî bi welatę xwe re zewicî. Destęn xwe hine kirin, xęliya sor da serę xwe ű kete nava karwanę ßehîdan. Her ku Dayika Zero zarokęn xwe bi Welęt re dizewicandin, kęfxweß dibű. Ewqas birűmet dibű. Wę, Azad ű Rojda ji bo rojęn pęß perwerde dikir, da ku biçin cihę bav ű birayęn xwe bigirin. Rojekę rojnamegerek li Kurdistanę digere ű li Dayika Zero rast tę. Pę re dipeyive. Hîn dibe ku męrę wę ű du zarokęn wę ßehîd in. Ję dipirse: "Tu yę Azad jî bißînî ßer?" Dayika Zero: "Belę." Rojnameger dibęję: "Ger ku Azad jî ßehîd bikeve?" Dayika Zero: "Ezę Rojdayę bißînim." Rojnameger cardin ję dipirse: "Lę ku Rojda jî ßehîd bikeve?" Dayika Zero dawiyę wisa dibęję: "Ger Rojda jî ßehîd bikeve, ezę bi daran re bizewicim, zarokan bînim, mezin bikim ű bißînim ßer. Ez vî ßerî bęßervan nahęlim." Ew çend roj bűn, dengę dahol ű zirneyę ji gund xilas nedibű. Keç ű xortan dîlan digirtin ű distrandin. Dengę wan ji dűr ve dilę mirov zîz dikir. Desmalęn kesk, sor ű zer, xęliyęn ji rengę xwînę mala xwediyę dîlanę, mîna rojęn cejnę xemilandibűn. Min tißtek ji vę yekę fęm nedikir. Her ku dengę dahol ű zirneyę li ber guhę min diket, min ji diya xwe dipirsî: "Ev çi deng e?" Diya min hęrs dibű, madę xwe tirß dikir ű hęstir ji çavęn wę dihatin xwarę. Nedixwest li min binihęre. Te digot qey ez ne lawę wę me: "Dayę heyran! Tu çima digirî? Derdę te çi ye? Li mala xelkę dawet e, tu ßîna çi dikî? Ka bęje? Ezę ji bo te qutnî ű qumaßę Îngilistanę, hevrîßîmę Çînę, gűzę Hindę, ßekirę ßamę, Xurmę Bexdayę bînim...!" Dayika min mîna kevir. Te digot qey afat di ser de hatiye. Dawiyę vegeriya ser min ű got: "Bila Xwedę li ßűna te kevirek bida min! Ma min çi xęr ji te dît? Zarę xelkę mezin bűn, bűne męr, tu hîna mîna xwe yî. Derdę min kirî, kęfę te kirî! Ez ji bo çi digirîm, ew behsa çi dike!" Min gotę: "Erę dayę! Ma çi eleqeya vę ű daholę heye?" Wę got: "Kerę evsene! Dengę daholę ji mala Xezalę tę. Daweta kurę Xezalę ye." Dema behsa kurę Xezalę dikir, madę wę xweß dibű, mîna guleke sor vedibű. Hęstiręn xwe paqij dikir ű digot: "Bila kes nebîne." Min gotę: "Erę. Ma tu çima digirî?" Gote min: "Ez ji bo te, halę te digirîm. Dema kurę Xezalę tę bîra min, ez ßa dibim. Ku ew nebűya, dengę daholę nedihate guhę me. Ew nebűya, belkî çavęn me bi dewletan jî neketa. Heft xwezî, ku min jî rojekę daweta te mîna daweta kurę Xezalę li dar bixista. Minę destmaleke sor hilbida ű biketama serę govendę. Min heft roj ű heft ßevan dîlan bigirta." Min tißtek ji van gotinan fęm nedikir. Sę payiz li ser hev dengę daholę ji mala Xezalę xelas nebű. Diya min her xweziya xwe bi kuręn Xezalę dianî ű digot: "Deh kurę min ęn wekî te hebin an tunebin çi ye?" Dîsa payîz bű. Gundiyan tedarîkęn xwe kiribűn. Wę salę dengę daholę nehat. Min ji diya xwe pirsî: "Dayę! Ma îsal çima ji gundę me dengę daholę nayę? Ma kuręn Xezalę tev zewicîn?" Diya min axînek kißand. Min got qey cergęn wę qetiyan. Paßę vegeriya ser min ű got: "Xebat li Cűdî, Salih li Agirî, Çemßîd li Serxetę ű Rizgar jî îsal li Sîpanę ßehîd ket. Lewma dengę daholę ji mala Xezalę nayę." Hęj wę demę min fęm kir, her cara ku dengę daholę ji mala Xezalę hatiye, kurekî wę ßehîd ketiye. Pißtî çar salan ez çűme mala Dayika Xezal, min dît ku reß girędaye. Min gotę: "Dema sę kuręn te ßehîd ketin, te dîlan girt. Lę dema kurę te yę çaran ßehîd ket, te reß girędaye. Ma xęr e?" Li min nihęrî ű got: "Ji ber ku tu kesę min nemaye ez bißînim ßer. Ger kur an keçeke min hebűya, minę bi dawetę bißanda ßer. Peyre jî minę desmala sor hilbida ű biketama serę govendę!" Dawiyę li nav çavę min nihęrî ű wekî bęje min: "Ma tu jî nabî kurę min...!" 

[AW71B2] 
Zarokęn kurd, pißtgiriya xwe ya ji bo Abdullah Öcalan, bi nameyęn xwe nîßan da: 'Ezę bibim abűkat ű te rizgar bikim' 

Hevalęn hęja, 
Hęzęn dagirker ű împeryalîst serokę kurdan bi komployeke navneteweyî dîl girt. Ew niha li Girava Îmraliyę di bin mercęn giran de dijî. Hemű tękiliyęn wî bi cîhanę re hatine qutkirin, lę gelę kurd jî ji bo ku wî bi tenę nehęle di nava xebatę de ye. Hinek hevalęn we jî name ji wî re bi rę kirine, kopiyeke wan nameyan jî ji abűqatęn wî re hatiye ßandin. Em ji wan nameyan çend heban ku tę de evîn ű hesreta dilęn biçűk heye, pęßkęßî we dikin. 
Bęrîvan 

Serokę min ę biręz; 
Tu çawa yî? Baß î. Navę min Bęrîvan e. Ez diçim pola duduyan. Dewleta tirk tu girtiye. Tu hatina me, tu pęßeroja me yî. Ez mezin bibim, ezę bibim leßker, bibim gerîla. Çapemeniya neyar, der heqę te de nűçeyęn derew diweßîne. Ez qîzeke kurd im. Hemű gelę kurd, em te bi tenę nahęlin. Newroza te ya derbasbűyî pîroz be! 
Lîder (11) 

Tu bavę kurdan î Serokę min ę biręz; Me girtina te bihîst. Em gelekî li ber ketin. Em dixwazin te bibînin. Dijmin timî li ser te derewan dike. Serokę min ę hęja, hezkirina min a ji bo te qet xilas nabe. Ez dixwazim bęm hevdîtina te lę destűrę nadin. Tu ne terorîst î. Tu bavę kurdan î. Em gelekî bęriya te dikin. Em pir ji te hez dikin; emę tim li ser ßopa te bimeßin. Navę min Lîder, temenę min 11 e. Ez jî Apocî me. Ez ji Nisębîna Męrdîmę me. Gava ez mezin bibim, ezę bibim leßkerę te. Her wext ű li her deverę, ezę li ser ßopa te bimeßim. 
Levent 

Hűn evîndarę zarokęn kurd in Serokę min, em gelekî ji we hez dikin. Em dixwazin bibin ßagirtęn we; em dixwazin bęn cem we. Serokę min ez 9 salî me. Ez zarokekî kurd im. Pęßeroja me, ne bi kesekî din, encax ku hűn hebin watedar dibe. Her kes dixwaze pęßeroja we xilas bike. Lę hűn dixwazin ji me re pęßerojekę biafirînin. Ji ber vę yekę kî çi dibęje, bila bibęje; hűn tekane evîndarę zarokęn kurd in. Ji ber vę, em gelekî ji we hez dikin ű daxwaza me ya yekemîn ew e ku di rewßeke azad de, em we bibînin. 
Raziye -Zîlan- (10) 

Serokę min ę biręz; Gava me tu di firokeyę de, çavgirędayî ű destęn kelemçekirî dît, em gelekî xemgîn bűn. Lę kesęn ku tu teslîmî destekî din kir, nabin leheng ű wę nebin leheng. Eger ku leheng bűna, egîd bűna, çavęn te bi wan terîßęn reß giręnedidan. Ez dixwazim hîn bibim, ka îßkenceyę bi te dikin an na? Gurbet Serokę xwe maçî dike. Navę wę, Gurbet Yýlmaz e. Heft (7) salî ye. Ji ber ku hîn xwendin ű nivîsandina wę tune ye, ji serokę xwe re węneyek xęz kiriye ű ßandiye. Ew Serokę xwe maçî dike. Ez pir pir ji te hez dikim 
Serokę min ę hęja; Tu çawa yî? Navę min Burçin e. Ez heßt salî me ű diçim polaya duyemîn. Ez ji Agiriyę me. Serokę min ez pir pir ji dewleteke kurd hez dikim ű ez ji te jî pir hez dikim. Dewleta tirk dixwaze me xilas bike. Lę em zarokęn kurd, emę di riya te de tębikoßin ű emę timî hebin. Gava ez mezin bibim, ezę bibim abűkat. Ezę te ű kurdan biparęzim. Emę li serę çiyayęn xwe ęgir vęxin; li wir govendę bigirin; emę ji bo kurdan ßer bikin; dewleta kurd ava bikin. Wę neteweya kurd mezin bibe ű di nav mirovatiya cîhanę de cihę xwe bigire. Ez pir pir ji te hez dikim. 
Seyitxan 

Serokę min ę biręz; Ez hęvî dikim ku tu baß î. Ji bo ku tu gelę kurd rizgar dikî, dewleta tirk kete pey te. Pißtî 25 salan tu girtî ű tu kirî Zindana Îmraliyę. Her roj îßkenceyę bi te dikin. Ji ber vę ez gelekî xemgîn im ű bi ber te dikevim. Ku ji destę min bę, ezę hemű Tirkiyeyę xira bikim ű bißewitînim. Bi hezaran însan, di zindanan de ne; piraniya wan ji bo azadiya te ű jiyana te girtî ne. Emę hemű, di vę riyę de berdewam bimeßin. Tu serokę hemű kurdan î. Te ji bo me mirin da ber çavęn xwe; em jî di riya te de ji bo ku canę xwe bidin amade ne. Heya em hebin, dijmin mehkűmę binketin ű tirsę ye. Ez deh salî me; ji Męrdînę me. Silav ű ręz... 
Tuba 

Serokę me yę hęja Apo! Ez dixwazim pęßî xwe bidim nasîn. Nav ű paßnavę min Tuba Erçetin e. Diçim polaya pęncemîn; yanzdeh salî me. Ecevit ji bo girtina te pir kęfxweß bűbű. Ew ji bo ßehîdęn xwe bę çi dikin. Lę kes li ßehîdęn me napirse! Bi silav ű hurmetęn xwe... 
Gökhan (11) 

Ezę jî beßdarî gerîla bibim Serokę min ę biręz; Em hęvî ű daxwaz dikin ku di demeke kurt de tu werî berdan. Ez yanzdeh (11) salî me, diçim polaya pęncan. Em hemű kurd, emę bęn ű te xilas bikin. Ez gelekî ji te hez dikim. Em hęvî dikin ku di dadgeha were de, tu bęyî berdan. Emę te ji wir rizgar bikin. Ezę jî beßdarî gerîla bibim. 

[AW71B3] 
Helbestine bi ßehę evînę ßehkirî 
Nameyek Delala lęvkaxiz 
Ez di vę sersalę de bi ßîn im 
Min pęnűsek awarte 
Standibű ji bo te 
Lę belę ezę li cihę wę 
Hęstirę xwe bißînim 
Li min bibore 
Delala bejinzirav 
Min vę havînę 
Bi tîręjęn roję ű bi ßehę evînę 
Kemberek honand 
Ji te re ßand 
Xwe ßa kir 
Lę belę min kinî ű diręjiya te ji bîra kir 
Li min bibore 
Delala pakrewan 
Delala nemir ű ciwan 
Daxwaza min ev e ku 
Vę nameya męvan 
Mîna dilę min dan birîn e 
Dema te ew xwend 
Bila nola xelatekę 
Li cem dilę te bimîne 
Li min bibore 
Ýlhami Özer 
Kęliyeke Jiyanę 
Ev der Ev war 
Çiqasî dűrî min e... 
Nava min agirekî sor 
Derveyî min ßîfonekî spî 
Gelek caran bi riyęn kęzikan cih-mala xwe dibînim 
Ronî nîvro bi goga dilîzim 
Ű ji fermandaręn rihan re Fermanan radikim 
Ji bo kußtina xwe 
Dizanim... 
Tu tißt nikare min xelas ke 
Ji lűleyęn tivingę... 
Hęviyę dîtina diya min jî 
Tenę dibe devkeniyek 
Li ser wecę min 
Bi xwînsariya laßę min re... 
ßęxműs Sefe Aßę hęviyan 
Hey aßvano 
Pißtqilűzo Porspiyo Qeraßo 
Ev çi ye tę serę te lo? 
Ev serę çendan caran e 
Lasera vî feratî Sukira te xera dike 
Aß diçe, dimîne çeqçeqo 
Ű tu her tim 
Dikevî pey çeqçeqo 
Sukir girędidî, Saz dikî ęß. 
Ne laser tęr dibe ji xerakirinę 
Ne tu diwestî ji saz kirinę. 
De bihęrin Bihęrin derd ű kulan Bihęrin hęviyan... 
Roßan Lezgîn Stęrka bęçirűsk bi stęrkan re em rűdinin ű her ßev hesabęn hatina tę em dikin bi tiliyan stęrk westiyan, tefiyan ę min jî çend stęrk hęviyęn min ę vala mane weke tivinga bęgule an tu yę werî min bikî xwedî stęrk an tu nayę wę stęrk bibin xwediyę min min neke qeßmerę stęrkan stęrk fermo zű were di ęvaręn esmer de qemer esmer were li stęrkan siwarę ű were bibe stęrk ű were çavęn min ji bęxewiyę bűne berbang berî bęhna nanę sibę bifűre li bajęr her sibe dengbęjęn min birçî distiręn bi serę kenę te yę delalî ez dűr ne baß im bi serę tirsę te yę delalî ez kűr ne baß im dimirim îro ne di nîvę ßevę gurxenęq de ro li nîvro destbirakę min ezraîl navnîßana min dojeh stewr im ji aliyę fikran avis im ji aliyę hîsan ev dest her sibe destęn te dizęn ev lęv her ęvar lęvęn te dizęn ev dil her ßev dilę te dizę dergűßę!.. Ręnas Jiyan Gulîsora bejî dilę min ßűna bęnderek ßewitî ax ű arî... bi bayę bezę derbas dibin lod bi lod hesretęn tomarkirî li ser sîng ű berę evînkujan dilop diniqutin paxilę dilopęn agirîn ji min were cangoriyek biyanî ye dîrok li paß deyeke nîvcomayî ken ű kęf di devę min de pariyęn necűtî di qirka hęviyę min de dilîrînin uxkeuxkę kuxikęn dojehî ez barkęßę gulîsorekę me ne simbęlsor im jî qermîçekęn heftę salî ne bawer in, ez dijîm lę... li kurdistanan li benda gulîsorek bejî!

[AW71B4] 
Fîlmę "Ręwitiya Ber bi Roję ve" xelat nehißtin! 
18'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolę ya Navneteweyî di 1'ę gulanę de li Salona Konserę ya Cemal Reßit Rey bi merasîma xelatdayînę ű galayę bi dawî bű. Di vę Festîvalę de di warę neteweyî de 12 fîlm bi hev re ketibűn pęßbaziyę. Di vę pęßbaziyę de fîlma "Ręwîtiya Ber bi Roję" xelata "Fîlmę Herî Baß ę Tirk" ű derhęnera fîlm Yeßim Ustaođlu jî xelata "Derhęnera Herî Baß a Tirk" stend. Heman fîlmę xelata ku li ser navę Onat Kutlar tę dayîn ku ji Lijneya Hilbijęr a Navneteweyî ya Rexnegiręn Sînemayę (FIPRESCI) pęk tę jî, stand. Dîsa di heman festîvalę de di warę "Ji Hostayan re Hurmet" de, derhęnerę îranî Abbas Kiarostami "Xelata Rűmetę" stand. Wekî din, Derhęner Jerry Shatzberg "Xelata di Tevahiya Jiyanę de Serkeftin", Derhęner Klaksi Balabanov jî "Xelata Juriyę ya Taybet" stand. Juriya neteweyî xelata xwe, da fîlmę Yýlmaz Arslan a bi navę "Birîn". Xelata Wezîrę Çandę jî bi fîlmę "Di Keßtiyę de", Serdar Akar girt. Xelata festîvalę ya herî mezin "Laleya Zęr" jî bi fîlmę "Tu dibęjî qey ba sekiniye" derhęner Alijandro Agresti stand. Di festîvalę de fîlmę ku herî zęde xelat girt ű zęde bal kißande ser xwe "Ręwitiya Ber bi Roję" bű. Lewre pęwîst e em bi çend hevokan li ser vę fîlmę rawestin. Di salęn dawîn de li Tirkiyeyę fîlmęn ku li ser rastiya Tirkiyeyę ű Kurdistanę hatine çękirin bal kißandin. Wekî mînak: "Bila Ronî Netemirin, Bi Xatirę Te Diwaroj, Eßqiya ű hwd." Her çiqas ev mînakęn me dan ji sedî sed rastiya Tirkiye ű Kurdistanę neraxistibin ber çavan jî, di wan de hinek tißtęn rast jî cihę xwe girtibűn. Lewre ev fîlm gelekî hatin nîqaßkirin ű li wan hate temaßekirin. Naveroka fîlmę Yeßim Ustaođlu jî li ser rastiya Tirkiyeyę ű Kurdistanę ye. Senaryoya fîlm ji çîrokeke ku li cihekî nehatiye berhevkirin, hatiye çękirin. Serlîstikvanęn fîlmę xebatkaręn Navenda Çanda Mezopotamya ű endamęn ßanoya Hęlînę Newroz ßahin, Nazmi Kýrýk ű Mizgîn Kapazan in. Fîlm di navbera tękiliyęn du kesęn ku ji bajaręn xwe hatine bajarę xerîb de, derbas dibe. Ji wan Berzan (Nazmi Kýrýk) ji gundekî Kurdistanę ű Mehmet (Newroz ßahin) jî ji Tireya Îzmîrę hatiye Stenbolę. Berzan li Eminönüyę kasetan difiroße ű Mehmet jî li Sular Ýdaresiyę bi zor ű zehmet be jî karek dîtiye ű dixebite. Di ßexsę Berzan de rastiya ßerę ku li Kurdistanę didome li ber çavan hatiye raxistin. Di ßexsę Mehmet de jî rastiya Tirkiyeyę (wekî li dű tirata fitbolę lihevxistin, ßikęnandina camęn erebeyan ű hwd.) hatiye honandin. Herdu xort li dű maçeke ku bi hevxistinę bi encam dibe, li hev rast tęn ű dibin hevalęn hev. Li dűv vę hevdîtinę rewßa jiyana Mehmet jî diguhere. Tißtę herî balkęß jî ji aliyę "kesęn nediyar" ve nîßankirina malęn kurdan e. Di fîlmę de teknîk zęde nehatiye bikaranîn. Zęde li ser hestan hatiye sekinandin. Muzîkęn fîlmę bi xwezayę re bűne yek ű tamek xweß daye fîlmę. Di fîlmę de muzîka Vlatko Stefanoski, Koma Amed ű Ciwan Haco hatiye bikaranîn. Ustaođlu di vę fîlmę de bi cesaret rastiya Tirkiyeyę ű Kurdistanę raxistiye ber çavan. 

[AW71B5] 
Hejmara duyemîn a Hunerę derket 
Kovara demsalî, çandî ű hunerî Huner ku ji aliyę Akademiya Çand ű Hunera Kurdî ve tę weßandin bi hejmara xwe ya duyem derket pęßberî xwendevanęn xwe. Di vę hejmarę de jî nivîsęn cur bi cur hene. Di kovarę de nivîsa Kakßar C. Oramar bi sernavę "Stęrka Geßa Ezmanę Huner ű Muzîka Kurdistanę" balę dikßîne ser xwe. Di nivîsę de Oramar li ser jiyana Miryem Xanę radiweste. Kakßar C. Oramar di nivîsa xwe de diyar dike ku Miryem Xan jina kurd e ku di dîroka Kurdistanę de yekemîn car ketiye qada huner ű strana kurdî ű stranę Miryem Xanę jî bi piranî li ser qebűlnekirina neheqiyan ű męrxasiyę ye. Di kovarę de nivîsek din ku bala mirov dikßîne jî hevpeyvîna ku bi hunermend Ilana Eliya re hatiye çękirin e. Ilana Eliya bi eslę xwe ji Baßűrę Mezin e; cihű ye ű pißtî damezrandina dewleta Îsraîlę ji Zaxoyę çűye Îsrailę. Eliya diyar dike ku ji ber wan, ji axa bav ű kalan, tißtek bi xwe re nebiriyę. Li Îsraîlę gelek hęjarî ű zehmetî kißandine. Li ser pirsekę hunermend Ilana Eliya wiha dibęje: "Kurdęn Îsraîlę heta niha jî li ser perwerdehiya xwe ya kevn mane. Îro jî zimanę xwe baß dizanin. Di jiyana xwe ya rojane de heta xwarin ű kincęn kurdî jî tęne dîtin." Eliya diyar dike ku roja Newrozę ji bo kurdęn Îsraîlę rojek taybet e ű di Newrozę de kurd tev derdikevin seyranę. Her wiha hunermend Ilana Eliya dibęje ku guhdaręn műzîk ű konsertęn wę giß bi kurdî dizanin. Di hejmara duyemîn a kovarę de, hevpeyvînek bi hunermend Aram Tîgran re cih digre. Hevpeyvîn ji hęla Kakßar C.Oramar ve hatiye çękirin ű bi taybetî li ser jiyan ű muzîka hunermend Aram Tîgran hatiye rawestandin. Di hevpeyvînę de, Aram Tîgran diyar dike ku bavę wî ji wî re gotiye "divę tu qet baßiyęn gelę kurd ji bîr nekî, ji ber ku kurdan em ji tevkujiya jontirkan xilas kirin. Eger îro hűn hene, ji baßiya gelę kurd e." Di hevpeyvînę de tę xuyakirin ku Tîgran xebatęn xwe li ser vę bingehę dimeßîne. Her wiha di kovarę de rexneya Kenan ßęxo ya derheqę nivîsa Hemdullah Baqî, ku di hejmara Hunerę ya yekem de derketibű, balę dikißîne. Kenan ßęxo di nivîsa xwe de diyar dike ku Hemdullah Baqî, heta radeyekę dikare jiyana Mihemed ßęxo bizane. Li gorî Kenan ßęxo, ji bo ku mirov nivîseke bi vî rengî binivîse, divę jiyana mirovęn mîna Mihemed ßęxo baß bizanibe. Kenan ßęxo bi tundî diyar dike ku her pęnc helbestęn ku di nivîsę de cih digrin, nerast hatine nivîsandin. Li gorî ßęxo mirovę ne ßivan be, divę karwanan li pęßiya xwe neajo. Di kovarę de her wiha mirov dikare li ser nivîsa Beßîr Botanî ya bi sernavę "Ji Sęrtę ta Osloyę" çend tißtan bibęje. Beßîr Botanî ku lawę Sebrî Botanî ye di nivîsa xwe de jiyana Seyda Sebrî Botanî radixe ber çavan. Di nivîsę de tekîliyęn Botanî bi Mistefa Berzanî ű dengbęja folkllorî Miryem Xan re tęne vegotin. Ji bilî van nivîsan, çend nivîsęn ku di vę hejmarę de cih digrin ev in: Ramana Xwekujiyę-Bavę Kardox (Helbest), Eyße ßan-K. Xorßîdî, AwatCelal Melîkßa (helbest), Nivîseke Bizmarî-Kawa Nemir (helbest), Nęrîn ű lękolîneke dîrokî li ser ßanoya Dayikî Nîßtiman-Birayîmî Ferßî, Dîtineke Kurt Li Ser Rewßa ßano ű ßanogeriya Me, Di Roja Îro DeDewran Agirî ű hwd. 

[AW71B6] 
Baweriya bi ßeytęn 
Rojekę zilamek di civatę de dibęje: "Ma wę ßeytan tim ű dayîm di cehenemę de be. Weleh ev neheqî ye!" Dema civat belav dibe, zilamę ku ßeytan di civatę de parastiye jî, tę mal ű radizę. Di xewna xwe de ßeytęn dibîne. Di nav wî ű ßeytęn de axaftinek wiha derbas dibe: ßeytan: Te îro ez di civatę de parastime ű te ji bo min tißtekî baß kiriye. Divę ez xelatekę bidim te ű baßiyekę (qenciyek) bi te bikim. 
Zilam: Çi baßî? 
ßeytan: Tu li dű min were. Zilam dide dű ßeytęn ű diçin nav erdekî beyar. ßeytan cihekî ßanî zilęm dide ű dibęje: "Di vir de xezîne heye. sibe serę sibę were vir bikole; tu yę xezîneya xwe bibî. Lę belę em niha di xewnę de ne, divę tu vir nîßan bikî ku tu winda nekî." 
Zilam: Ez çi îßaretę deynim? 
ßeytan: Hema li ser pîsiyę bike. Zilam gava li ser pîsiyę dike, di nav nivînan de jina wî ji bęhnę hißyar dibe ű dibęje: "Ev çiye te bi xwe de kiriye?! Em ji bęhna pîsiya te fetisîn." Wexta zilam radibe, dibîne ku di bin xwe de kiriye. Îcar radibe dijűnan li ßeytęn dide. 
Gundî ű Ga 
Gayek, her gav dikeve nav zeviyę gundiyekî. Gundî difikire ka çi bike ku ędî ew ga nekeve nav zeviya wî. Diçe bi zanayan dißęwire ku çawa pęßiya gę bigire. Zanayek ję re dibęje: "Biçe, di nav zeviyę xwe de çalekę vede, gava ga were bikeve nav zeviya te, wę bikeve wę çalę ű tuyę jî ję xelas bibî. Zilam diçe, di nav zeviyę xwe de çaleke kűr dikole, ser wę bi qirß ű qalan digire ű xwe di pißt kevirekî de vedrißęre. Dinihęre ku ga tę ű dikeve çalę. Zilam diçe ser çalę ji gę re dibęje: "Tu yę bikevî nav zeviya min ne. De îcar tu dikarî derkevî!." ű henekęn xwe pę dike. Zilam ji nißka ve gęr dibe ű ew jî dikeve nav çalę. Îcar ga çavęn xwe sor dike ku lę bide; zilam hema bang dike: "Ya Xwedę tu alîkarę min ű gę tev bî." Ji gę re jî dibęje: "Ya gayę mezin, min kir tu neke. Ez di bextę te de me, min kir tu neke." 

[AW71B7] 
Apo bihißt jî hęsan kiriye 
Li gundekî ßemzînanę, xortek di meha remezanę de, ne rojiyę digire ű ne jî nimęję dike. Bavę wî xortî dike nake lawę wî nimęj nake ű rojiyę nagire. Her çiqas dibęje jî, fęde nake ű bę çare diçe cem melayę gund ű ję re meseleyę dibęje ku mele lawę wî bîne ser îmanę. Mele tę, wî xortî dibe odeyekę ű li ser rojî ű nimęję ję re xeber dide. Mele çi ję re dibęje, di dawiya hemű hevokan de, dibęje: "Tu yę biçî bihißtę." Paßę xort li mele dinihęre ű dibęje: "Niha mele, ev saeteke ku tu behsa rojiyę, nimęję ű îslamę dikî, hemű ji bona çűyîna bihißtę ye?" Mele dibęje: "Erę xwarzę. Her tißt ji bo bihißtę ye." Îcarę xort lę vedigerîne ű dibęje: "Mele, Apo bihußt jî hęsan kiriye. Ji bo çűyîna bihußtę, pęwîstî bi rojî ű nimęję nemaye. Ger tu bixwazî biçî bihußtę, çekę xwe tęxe destę xwe biçe serę çiyę. Heke tu dixwazî di nava bihußtę de bibî melaîket, bombeya Zîlanî li ser xwe giręde ű di nava komek guręn çavsor de biteqîne. Yanî ew qas hęsan e. Ę ma çi pęwîst e tu xwe birçî bihęlî ű bikemilînî? 

[AW71C1] 
Helwesta KT'ę ya li dijî raperînęn berę ű PKK'ę 
Ji bo me kurdan tevdan ű naskirina dîroka KT'ę bi qasî naskirina dîroka nűjen a Kurdistanę girîng e. Naskirina KT'ę ji her aliyî ve bi xwe re zelalkirina dîroka Kurdistanę ű gelęn Anatoliyę ya vę sedsala jî tîne. Dîsa, ji bo pęßeroja me pęwîst e ku ev dîroka qiręj were zanîn ű analîzkirin. Çimkî KT hęza xerakirin ű berevajîkirina dîroka gelę me ye. Pęwîst e dîrok, li gorî dilîn ű daxwaziya dil neyę ßîrovekirin, li gorî rastiya gelan were ßîrovekirin. 
Di navbera kurdan ű dewletę de hevdîtin pęk tęn 
Di dîroka KT'ę de darî çavan e ku, pißtî destpękirina her serhildana kurdan ręveberęn komarę di demeke kin de, heyetek ji qeymeqem, walî ű fermandaręn leßkerî ű hwd. ßandiye ba serokę serhildanan ű daxwaza xwe ya bo lihevhatinę pęßkęß kiriye. Ev 15 sal in ßerekî giran li Kurdistanę tę meßandin lę, tißtekî wisa pęk nehatiye. Ji aliyę PKK'ę ve sę caran agirbest hate îlankirin ű daxwaza lihevrűnißtinę hate pęßniyazkirin, lę, wan ev yek red kir ű hetanî dawiyę di meßandina ßerę qiręj de serhißkî kir. Helbet ne ji bo çareserkirina pirsgiręka Kurdistanę heyet ßandin ba serkęßęn serhildanan. Armanc xapandina wan bű. Ev yek di encama raperînan de baßtir zelal bűye. Dr. Nűrî Dęrsimî gelek mînakęn li ser vę yekę di pirtűka xwe ya bi navę "Kürdistan Tarihinde Dersim" de bi rengekî vekirî li ber çavan radixe. Bi gelemperî, hęzęn dagirker ű paßverű di pęvajoya raperîn ű ßoreßęn ku li hemberî wan pęk hatine de pißtî demekę dest bi vę taktîkę dikin ű daxwaza lihevrűnißtinę dikin. Hema bęje, li hemberî tevahiya ßoreß ű raperînan dagirkeran dest avętiye heman taktîkę. Mirov dikare armancęn vę taktîkę wiha ręz bike: 
1- Di hęza li hemberî xwe de tespîtkirina xalęn lawaz ű ji bo tękbirina raperînę sazkirina taktîk ű polîtîkayęn nű. 
2- Di pęvajoya hevdîtinę de tespîtkirina kesęn xwefiroß. Bi pereyan ű sozęn din (mîna soza ku dane Yezdanßęr), din xapandina wan. Li hemberî ßoreßę ű raperînę bikaranîna wan. Di encamę de perçekirin ű tunekirina dijminę xwe. 
3- Karkirina demę ű belavkirina hęrs ű kîna dijminę xwe. Belavbűna hęrs ű kîna kesinęn ku di raperînę de cih girtine, pirî caran bi xwe re parçebűn aniye. Fîlîstîn ű Îrlanda di vî warî de mînakęn berbiçav in. Di pęvajoyęn wisa de gelek hęzęn ßoreßger parçe bűne, heta carinan parçebűna wan bűye destpęka dubendî ű pevçűnęn di navbera wan de. Ev yek jî gelekî bi kęrî hęzęn dagirker hatiye. Jixwe armanca wan jî bidestxistina encameke wiha ye. Bi ßandina heyetan ű bi xwestina lihevrűnißtinę, dixwazin di çavę gel de xwe mafdar nîßan bidin, hevalbendęn xwe zęde bikin. Bi taybetî jî, gelę xwe ű kesinęn lawaz ęn di civaka bindest de ber bi xwe ve bikßînin. Armanca hęzęn paßverű ev yek e. Lewre jî dest bi taktîkęn lihevrűnißtinę dikin. Bi piranî jî ew bi ser ketine ű derbeyęn mezin hęzęn ßoreßger ű gel xistine. Serkeftinęn wan ęn li Fîlîstîn ű Nîkaragűayę darî çavan e. Daxwaza lihevrűnißtinę ű gengeßiyę ji kîjan aliyî bę ew alî xurt e. Di vir de xurtbűn ne bîrdozî ű mafdarbűna dozę ye, xurtbűna leßkerî, polîtîk ű ręxistinî ye Raperînęn Kurdistanę ji ber ku di xalęn navborî de, lawaz bűn, wan xwe negihand asta tękbirina polîtîka ű taktîkęn neyar. Em dibînin ku bi ßandina heyetan re hin kes dudil bűne ű hęza wan lawaz bűye. Sedema tękçűna Raperîna Dęrsimę ű girtina Seyid Riza mînakeke balkęß e. Waliyę Dęrsimę ji Seyîd Riza re rameyekę dißîne ű ję re dibęje ku, wan hemű daxwazęn wî pejirandine ű fermana agirbestę daye. Seyîd Riza ji vę yekę bawer dike. Ev bawerî dibe sedema girtina wî. Pißtî girtinę di demeke kurt de biręveberęn KT'ę fermana darvekirina wî pęk tînin. Ji bo ku gora Seyîd Riza bo gelę me nebe serdangeh ű xwedan hęzeke manewî, cendekę wî dißewitînin. Di vir de bi zelalî tę fęmkirin ku, ręveberęn tirk çawa lawaziya serokęn raperînęn Kurdistanę tespît dikin ű çar xalęn ku me li jor ręz kirin pęk tînin. 
Komar bi komployan hate avakirin 
Helbet çar xalęn navborî ji bo konevaniya dagirkeręn tirk a li dijî serhildanęn kurdan jî derbas dibin. Lę ne bes ew in. Hin sedemęn din jî hene. Sedemęn din dę di encama qiyaskirina helwesta KT'ę ya li hemberî tevgera nűjen ű raperînęn berę de zelaltir bibin ű bęne fęmkirin. Berî qiyaskirinę pęwîst e bi kinahî rewßa dagirkeręn tirk a di salęn 1920'an de bę analîzkirin. Wekî tę zanîn wę serdemę hestiyę kemalîzmę hęj nerm bű ű Mustafa Kemal nű xwe li ser lingan digirt. Mustafa Kemal di wę serdemę de bi komployan, kesęn ku li hemberî xwe wekî xetere didîtin, ji holę radikirin ű xwe li Tirkiyeyę hęzdar dikir. Her wiha li Kurdistanę jî polîtîkaya, "pęßiyę xwe bi kurdan ßęrîn nîßan bide peyre parçe bike ű di dawiyę de serweriya xwe xurt bike." meßand. Li hemberî Îngilistan, Sovyetîstan, Fransa ű Îtalyayę polîtîkaya sazkirina hevkęßeyę xurt kir. Yanî li dijî sę eniyan kemalîzm lawaz bű. Bi taswiyekirina Çerkez Ethem ű Mustafa Suphi re xwe li Tirkiyeyę xurt kir. Lę serhildanęn li Kurdistanę her roja ku diçű pęßeroja wî dixiste xetereyę. Lewre ji bo ku Tirkiyeyę bi dest xwe ve bîne, berę xwe da Kurdistanę. Pęngava wî ya mezin jî ji Kurdistanę dest pę dike. Ji bo vę mebestę jî ew destę serekeßîręn kurdan maçî dike. Heta ji mebűsę Dęrsimę Hesen Xeyrî ű yęn din dixwaze ku bi cilęn xwe yęn gelęrî werin meclîsę. Yanî redkirina hebűna kurdan hîn dest pę nekiriye. Redkirina kurdan li aliyekî, ji ber ku mebűsek heqaretę li kurdayetiyę dike, tę kußtin. Mebűsę Meletiyę Mihemedî dema ku heqaretę li kurdayetiyę dike ji aliyę Teslîm Beg (Ew ji hęla Ergűvana li ser Erepgîra Dęrsimę ye) ve tę kußtin. Gelę Dęrsimę ji ber vę rűdanę girtina Teslîm Beg ßermezar dike. Ji ber vę Mustafa Kemal mecbűr dimîne ku efűyeke taybet derxe ű Teslîm Beg bide berdan. (Dr. Nűrî Dęrsimî) Ji vę mînakę jî zelal dibe ku Mustafa Kemal newęre bi kurdan re tękeve pevçűnekę. Ew bętir dixwaze xwe bi kurdan ßęrîn bide nîßanmdayîn. (Dę bidome) 

[AW71C2] 
Ferhengoka tęgihęn ręzimanî yęn soranî 
Parçebűna welatę kurdan di warę navlękirina tęgihęn zanistî de jî hinek dubendî xistine nava gelę kurd. Lękolîneręn kurd dema li ser warekî xebatę dikin, ji hinek çavkaniyan sűdę werdigirin, piraniya wan çavkaniyan jî bi zimanęn serdestan in. Ev yek jî ji bo kurdęn her parçeyekî Kurdistanę diguhere. Digel vę yekę ji ber nebűna otorîteyeke navendî her lękolîner li gorî zanîna xwe hinek tęgihan diafirîne. Ev yek rewßę aloztir dike. Tißtę ku cihę heyf ű dilsojiyę ye jî ev e: Gelekan haya wan ji yę din nîn e, heke hebe jî ji ya xwe nayęn xwarę ű dixwazin dîtina xwe li ser her kesî ferz bike. Gava yekemîn a jinavębirina vę aloziyę ji hev ű din haydarbűn e. Me bi vę mebestę ferhengoka ku di hejmara meha rębendanę ya kovara Kurdica de (ev kovar li ser înternetę tęte weßandin) wergirt. Ev ferhengok bi kurdî (soranî) ű îngilizî bű, me di cihę tęgiha îngilizî de ya bi kurmancî bi cih kir. Amadekarę vę ferhengokę Siamak R. Durroei ye. (Samî Berbang) 
Awelnav: rengdęr 
Awelkar: hoker 
Berkar: bireser 
Beste: razber 
Biker: kirde 
Bine: ray (kok) 
Cęnav: cînavk 
Dahatű: pęßeroj, ayende 
Ęsta: niha 
Firman: lęker 
Firmanî: lękera gerguhez, dervazî 
Firmanî tewaw: lękera negerguhez 
Hilweßandin: dahűrandin 
Ko: pirjimar 
Musbet: eręnî 
Menfî: neyinîNasiraw: lebatî 
Nasiyaw: binavkirî 
Nav: navdęr 
Navî komel: navęn komelî 
Nenasiraw: tebatî 
Nenasiyaw: nebinavkirî 
Pęßgir: pęßgir, pęrkît, pęßdanî 
Paßgir: paßgir, parkît, paßdanîPît: tîp 
Qeware: dirűv (form) 
Rabirdű: paßeroj, raborî 
Restey pęwest: hevokęn hevedudanî 
Restey tękelaw: hevoka tevlihevRiste: hevok 
Ristey pirsiyarî: hevoka pirsiyarî 
Ristey sersorman: hevok baneßanę 
Ristey xeberî: hevoka nűçeyî 
Serbexo: ßęnber, berbiçav 
Tak: yekjimar 
Waje (wiße): peyv, bęje 
Wirdewaje: daçek 
Wirdewajey peywendî: gihanek 
Zeman: dem 
Zędewaje: qertaf 

[AW71C3] 
Çend tęgihęn erdnîgarî ű çandinî 
Lix: alüviyon 
ßilope: sulu sepken 
Kewke: kevirę nerm ę di bin erdę de ango granît 
Keloßk: gir (tepe) 
Genimgęlan: genimę ku diweße piręzeyę ű bihara din ßîn tę. 
ßawî: męrgę avî 
Hez: bataklýk 
Çeper: dal 
Sayî: ayaz 
Çiksayî: kuru ayaz 
Kax: bozkýr 
Bejî: kýraç 
Saxsî: sađlam taß 
Tereg: taraç 
Bager: fýrtýna 
Bahoz: kasýrga 
Bablîsok: hortum 
Kan: ocak 
Pol: maden 
Pola: çelik 
Sifir: bakýr 
Zuxur: bođaz 
ßiverę: patika 
Bilqîn: fokurdama 
Mexel: mera 
Kelem: koru, koruluk 
Keresî: talde (kuytuluk) 
Xalî: tenha 
Xelxel: kayalýk 
Pîsk: kýrađý 
Pilî: kulî (kar tanesi) 
Delav: gölet 
Gumrah: verimli 
Jęl: yayvan 
Kovik: hunî 
Tevirkol: yerli 
Sűs: sazlýk 
Rewa: çiđ 
Telß: qelîßtek (yarýk) 
ßikestina hewayę: zędebűna germahiyę 
Sęla sor: cemre 
Aßît: çýđ 
Herzęl: çardak 
Çilo: Çalý 
Quleteyn: artezyen 
Kurße: berfa ku hißk bűye ű mirov dikare di ser re bimeße 
ßűv: gęng (nadas) 
ßepe: berfa ku li ser hev kom bűye 
Sape: asę (sarp) 
Xîcir: xîçik ( çakýl, mucur) 
ßîl: kesit 
Avgenî: havza 
Tîn: ýsý 
Lekan: solęn ser berfę 
Tawing: kýzak 
Perçif: kabartý 
Tang: dűß (hiza) 
Tęn: rutubet, nem 
Kęmber: teng 
Surum: qűßax 
Bayę ecem: Acem yeli 
Alangoz: Bayekî serhed ę gelekî sar. 
Bayę sayî: bayekî sar ę aliyę Çewlik ű Műßę 
Tort: tortu 

[AW71D1] 
Biryara ITC'yę ne siyasî ye, tîcarî ye 
Amadekaręn komploya navneteweyî ev demek e diręj e berę xwe dane navgînęn ragihandinę yęn kurdan. Wekî encama vę komployę tekane televîzyona kurdî MED-TV hate girtin. Saziya ku ev biryar girt, wekî Komîsyona Serbixwe ya Televîzyonę (ITC) hatiye binavkirin. Gelek kes wę wekî saziyeke serbixwe ű bęlayan dibînin, lę pißtî biryarę rojnameya Özgür Politikayę bęlayaniya wę bi nűçeyekę li ber çavan raxist. Tißtę ku derket holę skandalek bű, lę vę yekę di qada navneteweyî zęde deng veneda. Bi tenę hinek komikęn li dijî ßer ev skandal ßermezar kir. Li gorî nűçeyę Serokę ITC'yę Sir Robin Biggam ßîrikę ßîrketa bi navę British Aerospace ye. Ev ßîrket çekan difiroße Tirkiyeyę. Pißtî ku biryara girtina MED-TV'yę hate dayin tękiliyęn vę ßîrketę bi Tirkiyeyę re germtir bűn. Ev ßîrket dę ji bo polîsęn tirk çekan hilberîne. Di nava gel de peyvek heye, dibęjin, "De were nemire nebihece", kesę ku bi hinceta handana ßer dengę 40 milyon mirovî dibire, çekan difiroße kujeręn wî gelî, ango melkemotę kurdan bi çek ű rext dike. Bi vę yekę niyeta ITC'yę jî zelal dide. Ręveberę MED-TV'yę digot: "Me paręznameyeke baß da ITC'yę, me got em dę kęmasiyęn xwe ji holę rakin, emę li gorî mercęn ITC'yę weßana xwe bikin, wan jî gelekî bi eręnî nęzîkî di me da, lę çima ev biryar hate girtin?" Her tißt li ber çavan e, biryar ne siyasî ye jî, biryara ITC'yę sedan sed tîcarî ye. Lę, her wekî ręveberę MED-TV'yę Hikmet Tabak got, dę gelę me bę televîzyon nemîne, dę ev lîstik giß bi avę de biçin. Balkęß e, kujeręn me mafę revîna ji mirinę jî nadin me, fermana gelę me radikin, lę dema gelę me li dijî vę yekę serî radike, wekî terorîst tę binavkirin. Her cure çekan diforißin neyarę gelę me, serokatiya wî gelî bißînin ber sępętiyę, dema ew gel vę rewßę protesto dike, dibe terorîst. Bi awayekî xwezayî navgînęn ragihandinę yęn wî gelî wekî handęręn ßer tęn binavkirin. Rizgarbűna ji toqa mirinę di destę me de ye. Bi taybetî dema medyaya kurdî bi awayekî baß xebata xwe bike, dę rűyę kujer ű hevalbendan wan reß bike. Ji bo xabeteke baßtir pędivî bi ręxistinîbűnę heye. Ręxistinęn siyasî tęrę nakin, divę di warę pîßeyî de jî ręxistin pęk werin. Niha rojnamegeręn li Ewrűpayę biręxistin bűne, Yekîtiya Rojnamegeręn Kurdistanę hatiye avakirin. Divę li welęt ű Tirkiyeyę jî di vî warî de hinek gav bęne avętin. Lę astengiyęn hiqűqî gelek in li pęßberî vę yekę. Heta ku ev gav bę avętin, bar bi temamî dikeve ser YRK'ę. Heta niha hinek xebat hatine kirin, lę ev xebat tęrę nakin. Divę YRK tękiliyęn xwe bi saziyęn navneteweyî re xurtir bike, her wiha divę ew dengę saziyęn li welęt rabigihîne wan deran, li ser pest ű pękutiyan cîhanę agahdar bike. Di warę perwerdekirina kadroyan de divę hin xebat bęne kirin. Li Ewrűpayę derfetęn vę yekę hene. Berî her tißtî divę di xebatęn xwe yęn hundirîn de zimanę kurdî bikin zimanę serdest ű xwe ji zimanę serdestan rizgar bikin. Roja 9'ę gulanę Kongreya YRK'ę heye, em hęvî dikin ku ręveberiya nű van dîtinęn me wekî pęßniyaz bibîne. Bi hęviya serkeftinę em kongreya YRK'ę silav dikin. 

[AW71D2] 
Çapemenî 
Girîngiya çapemeniyę ji bo civakęn hemdem gelekî mezin e. Lę heke civak ű rębertiya wę sererast be. Heke civak pęwîstiya çapemeniyę bizanibe, wę demę çapemenî li gorî pęwîstî ű nirxęn civakę dibe. Kurtiya wę civak bi çapemeniyę, çapemenî jî bi civakę kęmasiyęn xwe ji holę radike. Li welatę pęßveçűyî pęwîstiya çapemeniyę girîngtir e. Ji ber ku di pęßveçűna welatî de dewra çapemeniyę jî mezin e. Li ser parastina demokrasiyę xwedan erk e. Ev tißt nayę wę wateyę ku di çapemeniya wan de xeletî çęnabin. Xeletî ű kęmasiyęn wan jî hene. Lę dema mirov lę dinęre, ew ne kęmasiyęn gelek mezin in. Kęmasiyęn mîna yęn ku li Rojhilata Navîn tęne kirin, nayęn kirin; hebin jî civak bi lidijderketina xwe nerazîbűna xwe zű eßkera dike. Civak dizane ku guh ű çavęn wę çapemenî ye. Çawa ku mirov di bedena xwe de li guh ű çavęn xwe hißyar e, wan ji nexweßiyan diparęze bi civakî jî wisa ye. Tę zanîn ku nexweßiya çav ű guhan nayę saxkirin, dibe sedema xerabűna męjî. Di çapemeniya welatęn lipaßmayî de rastî ű xeletî ji hev nayęn ferqkirin. Ji ber ku ew welat bi demokrasiyę nayęn biręvebirin an jî di demokrasiya wan de kęmasî pir in. Hingî çapemenî (pirtűk, rojname, kovar, televîzyon...) bindest e; di bin bandora rejîmę de ye. Dewlet çi dixwaze, ew tę weßandin. Dewlet çi difikire, ew tę parastin. Çapemeniya ku li dijî wan rębazan derkeve, li dijî rejîmę tę qebűlkirin. Hingî rewßa wę jî xerab dibe. Dema ku her tißt bi daxwaza dewletę bę weßandin, dewlet kęmasiyęn xwe nabîne. Rastî ű derewęn wę eßkera nabe. Dewletęn bi destę dîktatoran, qralan tęn biręvebirin jî rewß pir ne baß e. Hemű nivîs ű gotin ji bo pesna kesan e. Welat ű nirxęn wî, di ßexsiyeta qralan de tę zanîn. Welat tune ye. Dîktator an jî qral heye. Di weßanęn sazî ű partiyan de jî bi tenę parastina saziyan, partiyan heye. An jî pesna serokę saziyę. Tißtęn ku ji bo saziyan baß bin jî heta pesna serokę wę neyę kirin, nayęn weßandin. Ew jî dîktatoriyeke cuda ye. Kurtiya wę li welatan, di sazî, partî ű hemű civatan de gava yekdengî hebe, ew civak bi pęß ve naçin. Em dizanin ku kesęn li hemberî xeletiyan będeng bimîne, ne hevalę baßiyan e. Hevalę xeletiyan e. Niha Tirkiye ji bo wę mînakeke gelekî mezin e. Çapemeniya wę bi piranî bindestę dewletę ye. Dewlet jî nîjadperest e. Hingî çapemenî jî nîjadperestiyę dike. Kesęn rewßenbîr nikarin dengę xwe bilind bikin. An jî rewßenbîrî di bin bandora dewletę de ye. Mirov hind dikare rewßenbîr be: bi qasî ku dewlet dixwaze. Oldarî jî di bin xeta dewletę de ye. Mirov dikare qasî ku dewlet dixwaze oldar be. Derketina li dijî wę dibin sedemęn rewßęn xerab ű aloz. Mirov dikare bęje îro çapemeniya tirk dîn bűye. Bęsînor ű bęexlaq e. Hemű di ęrîß ű kirętkirina li dijî kurdan de azad e. Delîl, argűman pęwîst nîn e. Ji bo ku kurdan pę reß bikin pęwîstiya wan bi hiqűqę nîn e. Ji ber ku zagonęn wan ji bo wan in. Heke kesęn kurd bi riya qanűnęn wan xwe biparęzin ew xeyal e, xewn e. Dewleta ku firßkę wę haveyna wę bi derew, xapandin ű nîjadperestiyę hatibe damezirandin, rewßa çapemeniya wę jî dę wisa be. Bi lez ű bez çiqas derewan bike, hurmeta wî zędetir e. Ji ber wę çendę di gotin ű nivîsęn çapemeniya tirk de dibe ku rastî jî hebin. Lę mixabin mirov nizane çi rast e, çi jî derew e. Kurtiya wę xerabî li xwe kirin. Mîna ku gotina kurdan bi serę Tirkiyeyę de hatiye. Dibęjin: "Agir bi mala yę derewîn ketibű, mala wî sotibű, kesî ję bawer nekiribű." 

[AW71D3] 
Rojęn pęß rojęn serkeftinę ne 
ßerę rizgariya neteweyî di 15 saliya xwe de dikeve qonaxeke nű. Di nava van 15 salęn ßer de pęßketin ű guherînęn mezin ű dîrokî pęk hatin. Ji aliyę civakî, neteweyî ű navneteweyî ve, misteweya ku hatiye bidestxistin, nayę redkirin. Lę digel van gavęn giranbiha jî wekî ku serok Apo dibęje; "Di vî ßerî de em ne tam bi ser ketin ű me ne jî winda kir." Belę ßer ędî hatiye pęvajoyeke wisa ku, li gorî vę pęvajoyę guhertinęn nű pęk neyęn, dę xetereyęn mezin jî derkevin pęßberî tękoßîna me. Divę ędî ßer biqewize radeyeke nű. Ji her aliyî ve "nűbűn"ek pewîst e. Ji ber vę yekę Tevgera Rizgariyę di pęvajoya Kongreya ßeßemîn de "jinűvesazî" xistiye rojeva xwe. Divę her tißt li gorî rastiya xwe bę nirxandin. Di nava ręxistin an jî partiyekę de guherîna bingehîn ne tißtekî ji ręzę ye. Lę carina ji bilî avętina gavan tu çare namîne. Divę ev yek baß bę zanîn; kesayetiya kurdę kevn, xeletî ű tawanęn kesayetiya ketî li ber serkeftina dawî astenga herî mezin e. Ji ber vę yekę jî divę 'restorasyon' ji vir dest pę bike. Çima 'Jinűvesazbűn?' Sedemęn vę yekę çi ne? Di vî warî de rola dijmin çi ye? Nűbűn dę çawa pęk were? Divę gelę me çawa nęzîk bibe? Rewßa Komara Tirk ű hevkaręn wę li ber çavan e. Dijmin bęwestan ű rawestan ęrîßęn xwe berdewam dike. Armanca refę dagirker ű împeryalîstan bi komploya li ser Serokatiyę qirkirina gelę kurd e. Di nava planęn wan de ji bo gelę me jiyan tune ye. ßűrę wan ę qetlę li ser serę gelę me diheje. Ű li ser vî ßűrî talan ű tevkujî dinivîse. Belę rastiya dijmin diyar e. Lę divę rastiya me jî diyar bibe. Digel van ęrîßęn faßîst, derfetęn serkeftin ű dewletbűnę jî derketine holę. Lę ędî bi ßęwe ű nęzîktędayînęn berę tękoßîn nadome. Bi helwesta kurdayetiya berę; bi giyan, męjî ű xebata nîvco serkeftin pęk nayę. Heta niha digel fedakarî ű węrekiya mezin dîsa jî em li gorî ręz ű ręçikęn bav ű kalan meßiyan. Tevlîbűna me ya ßer, ne li gorî perspektîfęn serokatiyę bű. Hema bęje di her warî de, me bi destkeftinęn biçűk qîma xwe anî. Di vî warî ręxistinî, perwerdehî ű zanîna me pir kęm ma. Me xwe biçűk dît ű bo serkeftinęn mezin me xwe amade nekir. Giranbűna demę ji me kesayetiyęn serkeftinę dixwaze. Ne ßoreßgeriyeke kęm ű çewt; lę ßoreßgerî ű welatparęziyeke li ser ręz ű ręçikęn ku Serokatiyę bo me daniye ferz e. Ev yek di Kongreya ßeßemîn a Partiyę de careke din hate zimęn. Di serkęßiya wę de tevlîbűn, welatparęzî ű ßoreßgeriyeke nű li ser milę me barę naműsę ye. Berî her tißtî dem dema fedaîbűnę ye. Ędî ne yeko yeko ßervan ű partîzan; lę hemű gel divę bibe fedayî. Biryarek ji biryaręn kongreyę ev e. Mirov ű gelę fedayî, berî her tißtî tę wateya vîn, bawerî ű węrekiyeke serdanpę. Bęyî jixwebaweriyę ű jiyaneke di welatekî serbixwe ű azad de ßer nayę meßadin. Ji bo vę jî heta dawiyę ręxistinîbűn ű çalakbűn divę. Ręxistinîbűn ű çalakiyęn ku di riya armancęn pîroz de hatine sazkirin dę gelę me bi ser bixin. Bo me, Zîlan, Rewßen, Bermal; Sema, Fîkrî ű M. Xalit di vî warî de sembol in. Hetanî niha qîmeta gotinan hebű; lę divę ji îro pę ve em gotinęn bęçalakî bo xwe wekî sűc bihesibînin. Her kurdek divę ji îro pę ve tevgera li pey berjewendiyęn ßexsî yan jî malbatî li xwe heram bike. Girędana nirxęn neteweyî, girędana bo Serok Apo bi tenę wiha gengaz e. Fedayîbűn ű ßoreßgeriyeke seranser dę riya serkeftinę veke. Ev jî dę yekbűna męjî ű dil ű di bîrdozî ű polîtîkayę de kűrbűnę dixwaze. Belę pęvajoya nű digel her tißtî ji bo me bi hęvî, azadî ű serkeftinę mißt ű tijî ye. Bes, em xwe ji nű ve saz bikin ű bi her awayî bibin bersiv. 

[AW71D4] 
Li ser globalîzmę 
Dîroka dirűvdayîna cihanę kevn e. Her împaratorî hewleke nîzamdayînę ye. Mirov dikare ji berî zayînę ű pißtî zayînę bi dehan niműneyan bide. Wekî împaratoriya Îskenderę Makedonî, Qeyseręn Romayî, Siltanęn ereb, Eyűbî, Osmanî ű yęn sedsala dawî yęn ku wekî kolonyalîzm ű împeryalîzm nav li wan bűye. Gera Macelan a li dora cîhanę, macerayęn Bartelmi Diyaz, Vasko Dö Gama, Marko Polo, Kristof Kolomb, Robin Cruso ű kifßęn mezin ű hwd. Dehfdaręn wan gißtan yek bűn: Desthilatdarî ű dirűvdayîna cîhanę. Carina van bi navę îlîm ű zanyariyę, carina bi navę dîn ű Xwedę, carina jî bi navę aqil, siyaset, îdeolojî ű demokrasiyę mohra xwe li serdemęn xwe xistiye ű bűne dîrok. ßerę di nav mesihiyęn ewrűpî ű Selehedînę Eyűbî de, ßoreßęn mezin mîna yęn Fransa ű Rűsyayę her yek bi serę xwe celeb ű riyeke dirűvdayîna cîhanę ye. Her nîzam; kultur, model ű biręveçűnek e, xwediyę ziman, stîl ű çeka xwe ye, li gorî serdema xwe navekî ji xwe re peyda dike. Îro jî zęde behsa Nîzama Nű ű globalîzmę tę kirin. Mirov ji globalîzmę re dikare bibęje cîhangirî, temamgirî yan jî heralîgirî. Ev hinekî jî tę wateya rakirina sînoran, mafę mudaxalekirin ű avakirina serbest ű çareserkirina pirsgirękan bi ßęweyekî global. Gava mirov di sala 1999'an de li meseleya globalîzmę ango li Nîzama Nű ű rewßa cîhana îro dinęre, di nęrîna ewil de çend tißt berbiçav dibin: 
1- Globalîzm berî her tißtî bend ű îtîfaqa rojavayî ű NATO'yę ye. Di vę maneyę de jî teng e, bi navę xwe re li hev nake ű pę re ne rast e. Pißta xwe dide zoreke gelekî qebe, mutleq ű total. Ew sal bi sal mîlîtarîze dibe, ęrîßkartir ű hartir dibe. 
2- Globalîzmę Neteweyęn Yekbűyî będesthilatdarî ű bęfonksiyon kiriye, NATO'yę dixe ßűna wę. Bi vę yekę re jî çi bigir % 10'ę endamęn Yekîtiya Neteweyan li Asya, Afrîka ű Amerîkaya Latînî bi tißtekî hesab nake ű hewl dide ku desthilatdariya 19 dewletęn NATO'yę ű çend dewletęn ser bi vę paktę bi her aliyę cîhanę bide qebűlkirin. Welatę qebűl nake, bi tenę dihęle. Avę ji ser qut dike. Ferman ű qiyametę lę radike ű nahęle ku ew careke din riya ber lingęn xwe bibîne. 
3- Bi globalîzmę re, yekmerkeziyetî ű sentîralîzmeke amerîkî jî çędibe. Amerîka xwediyę gotina dawî ű sereke ye. 
4- Pirsgirękęn neteweyî ű navneteweyî li gorî berjewendiyęn Amerîkayę ű hinekî jî van çend dewletęn rojava yan jî serbirojava tęne çareserkirin. 
5- Globalîst çend pîvanan bi kar tînin. Li cihekî ji sipî re dibęjin sipî, li cihekî din jî ji eynî rengî re reß, an jî tißtekî din dibęjin. Mesela, bi navę mafę xelkę Kosovayę Sirbîstanę didin ber bombeyan. Li aliyę din Demirel, Ecevit ű Tansu Çiller a ku Miloseviç avę li destęn wan nake, diparęzin ű hűn çi dikin li kurdan bikin, hűn serbest in dibęjin. Durűtî ű nerewayiyeke mezin heye li vir. Teslîmkirina Serok ű peyre daxistina deriyę MED-TV'yę, ne bi tenę du neheqiyęn mezin in li kurdan, belę her wiha du sebebęn herî cîdî ne jî ku ji her neteweyî zęditir kurd li Nîzama Nű bi ßik ű bi xof binęrin ű baweriyę pę neynin. Nîzama cîhanę ku em tę de tunebin ű bi ser de jî ew serokę me bißîne mirinę, zimanę me qedexe bike, emę çawa xwe bispęrinę ű çawa ję re li çepikan bidin!? 

[AW71D5] 
333 sal berę, roj 
"Tasek ji vę ava zelal 
Nadim bi hewzę Kewserę 
Levhatina Qesra ßîrîn 
Ję nabînim tu meferę 
Pißtî ku roja me bű tarî 
Mirin xweß e ji emberę" 
Dema ku Ehmedę Xanî ev gotinęn jor nivîsîn, ew çardeh salî bű. Yanî di sala 1665'an de. Bi awayekî din, em dikarin bibęjin ku ev helbesta Xanî bîstűßeß salan pißtî Peymana Qesra ßîrîn hatiye nivîsandin. Lihevparkirina Kurdistanę ęßek kiriye nava Xanî, qîręn ku wę demę wî dane, gihîßtine roja me ű îro jî ew qîr ji rewßa me re bűne tercűman, ji birîna me re bűne melhem. Feylesofę dűrbîn, welatę xwe ßibandiye roję, çawa ku kurdan 333 salan pißt re serokę xwe ßibandiye roję. Qederę bîst ßiîręn feylesof Xanî li ber destę me ne. Beßa edebiyata klasîk a înstîtuyę li ser wan dixebite. Înßeleh di pęßeroję de ew dę bibine pirtűk ű bęne ber destęn we xwendevanan. Hinek ji wan ßiîran li tu deran nehatine çapkirin. Hinek ji wan jî, li bakurę Welęt nehatine çapkirin. Tam ű sűda her yek ßiîrę nayę tarîfkirin. Heçku Xanî îro rűnißtiye, li rewßa kurdan nęriye ű bi çavęn tijî hęstir, ßiîręn xwe ristine. Mînak: "Aßiqę dilberhebîn dildarę dîdarę xwe ye Da bizane her kesek bę ßibhe xemxwarę xwe ye Maceraya Xidir ű dîwarę yetîmę bű selef Vî zemanî her kesek mîmarę dîwarę xwe ye" Xanî di ristika pęßî de ne ku pir ji xwe re dixwaze. Ne ku egoîst e. Qala kedę dike. Li gorî wî, yę ku neafirîne ű ne xemxwarę xwe be, nikare bide jî. Yę ku dilę yara xwe nexwaze, nikare dilę xwe jî bide tu kesęn din. Di ristika duyemîn de jî, dibęje ędî ew meseleya ku Xocę Xizir tę, dîwarę sęwiyekî xera dike ű dema ku sęwî ji nű ve dîwarę xwe lę dike, di kolanę de gencîneyekę dibîne, bűye çîrok. Divę ku kurd bi xwe hewl bidin da ku bibin xwediyę welatę xwe. 
Evîna Xanî wisa afat e ku di tu sînoręn olî, neteweyî ű kevneßopî de hilnayę. Tu tißt nikarin evîna wî qeyd ű bend bikin. Çawa ku gotiye; 
"Paßę lęvę wę dę venaxwim mutleq ava Kewserę Min nivę dunya bi carek paßę wę sîmen berę 
Ger bizanim ez di heßrę de nebînim dilberę Cenetę dę pę çikem pę wer bikim xaka ser rę" 
Wekî ku tę dîtin, Xanî bi alîkariya bawerî ű ilmę tesewűfę, evîna xwe ya ku damaręn wę ji hezar salan berę tęn ű hę jî didome, ji cenetę bilintir digre. 
Çawa ku îro jî dermanę me evîneke kűr e, zanîn ű ilmekî dorfireh e, Xanî wî zemanî ev tißt wiha aniyę zimęn; "Meger her min divę dilber, du sed ilmî bikim ezber Ji xilxalan dibit ebter, mela mexsűdę xilxalî 
Mela mexsűdę min xal e, ne milk ű menzel ű mal e Ne ilmę qal, ew hal e me hasil kir bi ebdalî 
Me hasil kir bi xizanî, bi mißtaqî ű heyranî Wekî kenca di węranę, me peyda kir bi remalî..." 

[AW72A1] 
Di hiqűqę de kambaxtirîn rewß 
Qanűna bingehîn a tirk kete bin çavdęriya normęn navneteweyî 
Bi dîl girtina Serokę PKK'ę Abdullah Öcalan, pergala hiqűqî ya Tirkiyeyę, çi li qada navxweyî çi li qada navnetweyî, dibe sedema gotűbęjęn dűvediręj. Lewre qanűnęn Tirkiyeyę di qada navneteweyî de tęne darizandin. Ev yek, Tirkiyeyę dixe tengasiyę. Ev bi salan e ku rayedaręn Tirkiyeyę dibęjin: "Em welatekî hiqűqperwer ű demokrat in." Ev dîtin, pęßîn ji aliyę Serokę Qanűna Bingehîn Ahmet Nejdet Sezer, dűre jî ji aliyę Serokę Dadgeha ßęwirmendiyę (danýßtay) Erol Çýrakman ve hate redkirin. Bi baweriya Sezer ű Çýrakman, ji bo ku Tirkiye bikaribe di warę mafęn mirovan de, li gorî normęn navneteweyî tevbigere ű ber bi demokratîkbűnę ve biçe, pęwîst e qanűna bingehîn ji binî ve bę guhartin. Digel van rűdanan, Tirkiye hîn ji tesîra "qeyrana turbanę" rizgar nebűbű, Dadgeha Mafęn Mirovan a Ewrűpayę giliya Tirkiyeyę li ba Konseya Ewrűpayę kir. Bi baweriya Paręzerę Öcalan Hasip Kaplan, eger Tirkiye li gorî prosedűrę tevnegere, dibe ku serîlędana wę ya bo endamtiya Konseya Ewrűpayę, ji ber Doza Öcalan bę îptalkirin. Tirkiye, ev cara duyemîn e ku beramberî rűdaneke bi vî awayî dimîne. Li pey ragihandinan, Tirkiye di Doza Titina Loizidou de, ku pißtî Tevgera Kibrisę mala wę li Kibrisa Bakur mabű, Tirkiye bi dayina 875 dolarî hatiye cezakirin. Hîn wę demę, ji ber ku Tirkiyeyę di dayina pereyan de problem derxistine, endamtiya wę ya bo Konseya Ewrűpayę hatiye nîqaßkirin. Bi baweriya paręzeręn Öcalan, ji ber ku wę dewleta tirk di doza Öcalan de, ne li gorî normęn hiqűqa navneteweyî tevbigere, jixweber wę nedemokratîkbűn ű nehiqűqiya qanűnęn wę, jixweber dę berbiçav bibe. Li gorî nirxandinęn komîsyonęn biyanî, hiqűqnas ű paręzeręn Öcalan, Tirkiye li aliyekî bi gotinan xwe demokratîk dide nîßan, li aliyę din jî di Doza Öcalan de rębazęn ku heta niha ji aliyę tu dewletan ve nehatine bikaranîn, bi kar tîne. Li aliyę din, li gorî lękolînęn Komeleya Mafęn Mirovan (ÝHD)'ę, 146 kes ji ber dîtin ű ramanęn xwe di girtîgehan de ne. Lę Tirkiye, li ßűna ku di warę mafęn mirovan ű derbirina ramanan de, li gorî normęn navneteweyî guherînekę pęk bîne, bi nęzîktedayîna astengirin ű qedexekirinę qanűnęn nű datîne. Niha li dora 152 qanűn ű di ser 700'î re xalęn qanűnan, li ber derbirina raman ű darizandineke dadyane (adîl) asteng in. Wekî mînak; Qanűna Komeleyan, Qanűna Lijneya Perwerdeya Bilind (YÖK), Qanűna Partiyęn Siyasî, Qanűna Avabűna Dadgehęn Ewlekariyę yęn Dewletę, Qanűna Rewßa Awarte, Qanűna Çapemeniyę, Qanűna Tękoßîna bi Terorę re ű Qanűna Meß, Çalakî ű Civînan. Çi cara ku ręxistinęn sivîl ű saziyęn mafęn mirovan guherîna van qanűnan xwestibe, rayedaręn Tirkyeyę mercęn taybet ęn Tirkiyeyę wekî sedem nîßan daye ű li ber pęßketin ű guherînan bűye asteng. Ev hincet, carina "xeternakiya koműnîzm"ę, carina "xeternakiya ßerîatę" ű carina jî "terora cudaxwaz". Di vę derbarę de, Serokę Gißtî yę Komeleya Mafęn Mirovan Akýn Birdal di civîneke çapemeniyę de da zanîn ku, bi van sedeman ev bi salan e ku di warę mafęn mirovan ű demokratîkbűnę de tu gav nayęn avętin. Wî, diyar kir ku bi polîtîkayęn pęßdarazî ű nîjadî, tu problem çareser nabin. Birdal, wę 3'yę meha pűßberę ji ber dîtin ű ramanęn xwe bikeve girtîgehę. 

Yaßar Kemal: Dinya Tirkiyeyę rexne dike lę ne xema wę ye 
Komeleya Mafęn Mirovan, li ser van qewmînęn nedemokratîk ű neqanűnî, bi awayekî gißtî li dijî qanűnęn ku der barę darizandin, derbirina raman ű mafęn mirovan de astengiyan derdixin, bi navę "Azadî bo Derbirina Ramanan" kampayayek da destpękirin. Serokę Gißtî yę KMM Akýn Birdal 8'ę gulanę civîneke çapemeniyę li dar xist ű bernameya kampanyayę ragihand. Birdal, got ku, ligel ku Tirkiye ji sala 1954'an ve alîgirę Peymana Mafęn Mirovan a Ewrűpayę ye, ji sedî sed mafęn ku di peymanę de cih digirin, nade hemwelatiyęn xwe. Wî, diyar kir ku, wekî kesan, bo dewletan jî 'pę ewlebűn' ű 'li ser sozę xwe sekinîn' rębazeke hiqűqî ű etîkî ye. Di heman civînę de nivîskarę navdar Yaßar Kemal jî axivî. Bi baweriya Kemal, tu carî mafęn mirovan ji rojevę dernakevin. Kemal da xuyakir ku, her deh sala carekę mafęn mirovan ęn nű tęne afirandin. Bo mînak, berę mafę xwezayę ű zarokan tunebűye. Wî got, roj bi roj li darę dinyayę sînoręn demokrasiyę berfireh dibin lę Tirkiyeyę tißtekî bi vî rengî pęk nayę. Yaßar Kemal wiha diręjî da axaftina xwe: "Em niha di bin zordariyeke mezin de ne. An em dę biaxivin bikevin girtîgehę, an jî em napeyivin. Ez ji girtîgehę xwe nadim alî. Ez ji bo azadiyę tędikoßim. Kęßeya Kurd jî beßek ji tękoßîna min a demokratîk e. Lę rojekę, ku fersendę bibînin, wę bi guhę me herduyan (Akýn birdal) bigirin ű bavęjin hundir. Ji ber ku qanűnęn Tirkiyeyę destura vę yekę didin. Hemű dinya Tirkiyeyę rexne dike lę ne xema wę ye. Deh salan jî me mahkűm bikin, tißtek naguhere. Ez çiqas navdar bim jî Tirkiye dikare min mahkűm bike. Lę tękoßîna min wę bidome. Ji bo ku li Tirkiyeyę, ne ßer lę demokrasî pęk were, ez dinivîsînim. 

[AW72A2] 
Nivîskar ű Ręveberę Partiya Çep ę Swędę ßerefxan Cizîrî: 'Belediyeyęn Hadep'î dikarin roleke siyasî jî hilgirin ' 
Tu dikarî hinekî ji me re bi gißtî behsa Partiya Çep bikî? 
- Partiya Çep, xwedî dîrokeke pir kevn e. Par, sala 1998'an, me 90'emîn salvegera avabűna partiyę pîroz kir. Partiya Çep, ßaxek ji tevgera çep a cîhanę ye. Dema ku di sala 1917'an de ßoreßa Oktoberę li dar ket, ew li dinyayę bi navę sosyal demokratan hatibű organîzekirin. Di wę demę de, çepęn çepan, ev nav ji xwe re nermik dît. Wan, ev nav, wekî navekî bęsifat ű heta mirov dikare bęje bęnaverok dît. Dűvre navę xwe guhart. 
Her partiyeke çep, bi navę welatę ku ję ye, hate naskirin. Li Sovyetę, Partiya Koműnîst ya Sovyetę, li Fransa ű li Spanyayę ű li gelek deveręn din, heman rębaz bi kar hat. Çepęn swędiyan jî heman metod bi kar anî. Di destpękę de, navę partiyę "Partiya Sosyal Demokratęn Çep yęn Swędę" bű, peyre di sala 1918'an de, ev nav hate guhartin. 
Partiya Çep, partiyeke temendiręj e. Mirov dikare dîroka partiyę bike du beß. Serdema yekemîn, ku ji sala 1918'an heta 1950'î ye, helwesta partiyę kęm ű zęde mîna partiyęn koműnîst ęn cîhanę ye. Lę pißtî salęn 1950 60'î, di nava partiyę de hinek xetan xwe rexne kir. Wan, raboriya xwe rexnekir ű danűstandinęn xwe yęn bi Sovyetę re di ber çav re derbas kirin. Di nava partiyę de xetęn wiha rű da. Mirov dikare bęje, partiyę pißtî sala 1960'î li dijî Sovyetę serxwebűna xwe ragihand. Ji wę roję ű vir ve, partiyę karęn pir hęja kirine. 
Ji bo ku mirov bikaribe siyasetę biafirîne, gavęn nű pęwîst in. Divę mirov bikaribe di hinek meseleyan de îdeolojiya xwe biguherîne. Bo niműne, berę Sovyet wekî ßablon bű. Hema her kesî ji Sovyetę polîtîka îthal dikir ű li gorî wę dimeßiya. Ji bo her tißtî ev derbas dibű; ji bo meseleyęn kulturî, aborî ű sendîkayî ű hwd. 
Lę pißtî salęn 60'î, partiyę xwe ji nű ve saz kir ű polîtikayęn xwe, bi xwe diyar kirin. Li pey vę yekę, partiyę karęn pir hęja kirin. Wekî mînak, partiyę hemű rewßenbîr ű akademîsyenęn marksîst ű yęn ku xwe nęzîkî partiyę didîtin, teßwîqî çękirina projeyan kirin. Îro jî, ev xet berdewam e. Ger îro Partiya Çep, yek ji mezintirîn partiyęn Ewrűpayę ye, hinekî jî deyndarę vę xwenűkirinę ye. 
Em partiyeke koműnîst in. Em bi xwe, marksîzmę dixwînin, klasîk ű dîroka sosyalîzmę dixwînin. Em dixwazin van yekan, li vî welatî, bi fikreke azad ű hißekî gelekî rihet, li gorî rastiyęn ku li vę civakę hene, tęxin jiyanę. 
Li aliyę din meseleya demokrasiya navxweyî jî, ji bo me pir girîng e. Bi baweriya me, sosyalîzm bę demokrasî, demokrasî jî bę sosyalîzmę nabe. Partiya Çep a Swędę, meseleya demokrasiya navxweyî pir zelal kiriye ű gihandiye pîvanęn pir berz ű bilind. 
Di hilbijartina dawîn a li Swęd, rewßa partiya we çi bű? Tu dikarî hinekî behsa vę jî bikî? 
- Di hilbijartina dawîn de, me % 12'yę dengan girt. Ji partiya me 43 parlementer hatin hilbijartin. Ev ji bo me, ji bo çepan serketineke hęja ye. Niha jî, em ji derve ve, pißtgiriya hikűmeta sosyal demokratan dikin. Me dil nekir, em bi sosyal demokratan re koalîsyonę çębikin. 
Em pęßniyaran pęßkęßî hikűmetę dikin. Piraniya van pęßniyaran jî tęne qebűlkirin. Bo niműne, sosyal demokratan gelek pęßniyaręn ji bo "civaka refah" ji hevalęn me wergirtine. Projeyęn di warę tendirustî ű hîndekariyę de, dîsa organîzekirin ű biręvebirina van xebatan, ji aliyęn hevalęn me ve hate pęßniyarkirin. Ev pęßniyar, bi dengęn parlementeręn sosyal demokrat hatin pejirandin. 
Di van salęn dawîn de, partiya we dixwaze dest biavęje problem ű arîßeyęn derve. Danűstandina we, bi partiyęn çep yęn cîhanę re çawa ye? 
- Pißtî hilweßandina Dîwarę Berlînę, tevgera komunîst jî ji hev belav bű. Hevalę me jî, bi biryarekę, hemű tękiliyęn xwe yęn navneteweyî betal kirin, ji bilî tękiliyęn bi welatęn Skandînavyayę re. Çend sal, wisa bę tękilî ű danűstandin derbas bűn. Dűvre endamęn me, hevalbend ű dilxwazęn partiyę got, partiyeke wekî ya me, divę di meseleyęn navneteweyî de jî xwedî polîtîka be. Partiyę jî ji nű ve dest avęt polîtîkaya derve. Niha jî em hatine qonaxekę ku, li Ewrűpayę bi navę Neu Ewrűpa Left Forum sazűmanekę ava bikin. Yanî Forűma Çepęn Nű li Ewrűpayę. Ev wekî nîv-înternasyonalekę ye. 17 partiyęn mezin yęn Ewrűpayę endamęn wę ne. Di meseleyęn navneteweyî de, em wekî blok, kom tevdigerin. 
Niha ev form, tenę di çarçoveya Ewrűpayę de ye. Lę partiya me dixwaze tękiliyęn xwe firehtir bike. Ji ber vę daxwazę ye ku, partiya me dixwaze Kęßeya Kurd ű Kurdistanę, Filistîn, Tîműra Rojhilat ű Sehra Rojavayę, ji nęzîk ve nas bike. Ev biryar, di kongreya me ya berî bi du salan de hate rojevę ű di heman kongreyę de jî hate qebűlkirin. 
Te behsa NELF'ę kir, ku Yekîtiya Partiyęn Çep yęn li Ewrűpayę ye. Gelo HADEP jî nikare bibe endamę vę forűmę? Ji ber ku ev ji bo HADEP'ę gelekî girîng e, ku deriyę xwe bo Ewrűpa ű cîhanę veke. 
- Belę. Me ev biryar ji hevalęn HADEP'ę re pęßkęß kirine. Haya hevalan ji NELF'ę heye. Partiyęn ku endamęn vę yekîtiyę ne, me ew ji bo endametiya HADEP'ę amade kiriye. Ger HADEP xwe amade bibîne ű serîlędana xwe bike, pęßî dę wekî çavdęr beßdarî pęvajoyę bibe. Dűvre jî dę bibe endamę esasî. Niha armanca me ev e ku em HADEP'ę bînin nava hęzę. Dawiya dawî jî hesil HADEP bi xwe ye. Berî her kesî ew divę vę endametiyę bixwaze. 
Wekî din jî HADEP divę bernameya xwe zelal bike ű lę bixebite li ser nasnameya xwe tękiliyęn xwe bi derve re bi pęß bixe, ger wiha be, ev dę ji bo Kęßeya Kurd pir baß be. 
Jixwe niha di warę teknîkî de jî hinek problem ű mußkuleyęn HADEP'ę hene. Îro gelek endamęn wan girtî ne ű gelekęn din jî nikarin derkevin derveyî welęt. Çima girîng e? Ji ber ku HADEP'ę di hilbijartinan de belediya 40 bajaran bi dest xist ű ev jî pir girîng e. Aliyekî din ya vę meselęyę jî siyasî ye. 
Gelo ev nűner nikarin roleke siyasî jî pęk bînin, çi di qada navneteweyî ű çi jî di qada navxweyî de? 
- Rast e. Ev mirov ji aliyę gel ve hatine hilbijartin ű nűneręn gel in. Ev mirov di Doza Kurdan de xwedî dewr ű rol in. Ger dewlet bixwaze, bi rastî dikare bi wan re diyalogę bi pęß bixe. Bęguman Kęßeya Kurd tißtekî gißtîtir e. HADEP dikare roleke mezin jî pęk bîne, ger dewlet bixwaze. Lę dewlet pir nîjadperest e. Bi kurtayî dewlet bi xwe dikare vę meseleyę çareser bike. 
Bi qasî ez pę dizanim, tękiliyęn we bi HADEP'ę re pir xurt bűne. Ev du car in ku, hűn tevlî sekreterę we yę gißtî yę navneteweyî diçin Kurdistanę ű bi rayedaręn HADEP'ę li hev rűdinin. Hűn di hilbijartinan de jî li Kurdistanę bűn. Tu dikarî ji xwendevanęn me re hinekî qala çavdęriyęn xwe bikî? 
- Esas wekî min berę got, ev biryara me ya ku emę meseleya kurdan derxin pęß, ji męj ve hatiye girtin. Hevalę me, di salęn hefteyî de pęßniyar ji bo Kęßeya Kurd birine Parlementoya Swędę. Heta niha wisa bűye. Hevalęn me pęßniyar birine parlementoyę lę tißtęn berbiçav çęnebűne. 
Pißtî ku kongreya me biryar da, ku em Kurdistanę bikin yek ji wan xalęn esasî ku emę pißtgiriya wę bikin, çarçoveya alîkariyę di nava partiyę de hate munaqeßekirin. Ű di dawiyę de, biryara ku em dę bi HADEP'ę re projeyan çękin, hate dayin. Sala derbasbűyî, me projeya xwe pęk anî. Me dę di hinek aliyan de alîkariya wan bikira. Hevalęn partiyę biryar da ku ez, wekî nűnerę partiyę jî sekreterę navneteweyî ű hevalek jî ji nava ciwanan em herin Kurdistanę. Em li dorę hefteyekę li bajaręn Kurdistanę man. Me bi HADEP'iyan re hevdîtin pęk anîn. Ev, ji bo hevalęn me yęn swędiyęn ku dixwest partiyę ji nęzîk ve nas bikin, pir baß bű. 
Li vegerę, daxwaza hevalęn ji me ev bű ku, em di hilbijartinan de jî biçin Kurdistanę. Cara duyemîn em li ser vę daxwazę çűne Kurdistanę. Lę, vę carę me nekarî em hemű programęn xwe pęk bînin. Dewletę, rę li pęßiya me girt. Bo niműne, me nekarî em xwe bigihînin meßa mezin ya li Diyarbekirę. Lę dîsa jî me bi awayekî berdewam, bi riya telefonę tękilî bi ajansęn navneteweyî, bi Parlementoya Ewrűpayę re ű deveręn pęwîst re datanî. Ji forma ku me behs kir, pißtgiriyeke pir xurt bo HADEP'ę hate kirin. Bi îmzeya van 17 partiyan, faks ji Navenda HADEP'ę re hate birękirin. 
Tu dikarî encama hilbijartinę binirxînî? 
- Bi raya min, encam ji bo HADEP'ę pir serketî ye. Cara pęßî ye, dę gelę me xwe bi xwe îdare bike, dę kurd bajaręn xwe bi rę ve bibin. Bęguman problemęn bajarvaniyę hene. Ger serokęn belediyeyan di nava gel de xizmetęn baß bikin, dę encamęn pir mezintir di pęßeroję de werbigirin. Dîsa hemű tißt ne aborî ye. Tękiliyęn baß bi gel re gelekî girîng in. Jixwe hevalęn HADEP'ę ji nava gel tęn, bi baweriya min wę di vî warî de problem dernekevin. Yę me jî çi ji destę me bę, em dę alîkariya wan bikin. Ev dikare di warę tecrűbeyęn bajarvaniyę bin, dikare alîkariya siyasî be yanî çi ji destę me bę, em teqsîr nakin. 
Baß e. Tu dikarî hinekî jî behsa hilbijartinę bikî? Çawa derbas bű? Zehmetiyęn ku dewletę deranîn pęßiya HADEP'ę çi bűn? 
- Ger HADEP, di zemîneke azad de, bęyî tade, girtin, îßkence ű metodęn antîdemokratik, ku bi destęn polîs ű leßkeręn dewletę dihate kirin, tęketa hilbijartinę, wę HADEP'ę du car ji dengęn xwe zędetir deng girtibűna. Me ev bi çavęn serę xwe dît. 
Bi raya min, xurtiya HADEP'ę ev e ku, ew di nava gel de organîze bűye. Sebeb ev e ku, wę bi pereyekî pir hindik, ku tęra komeleyeke partiyeke normal nake, hemű kampanyaya xwe meßand. Li aliyę din, berî hilbijartinę bi mehekę bű ku, dewletę digot em dę HADEP'ę bigirin. HADEP, di van ßertan de beßdarî hilbijartinę bű. Lewre encama hilbijartinę ji bo HADEP'ę serketin e. 
Tu bi gißtî hilbijartina Tirkiyeyę çawa dibînî? Bo niműne tu xurtbűna MHP'ę çawa dinirxînî? MHP ji Ewrűpayę ve çawa dixuye? 
- Niha bi raya min, li ser Kęßeya Kurd hemű partiyęn Tirkiyeyę wekî hevdu difikirin. Ferqa di nava wan de pir hindik e. Erę, MHP xwedî raboriyeke faßîst e. Endamęn wę beßdarî gelek qetlîaman bűne, teror kirine, ku ew bi xwe jî vę înkar nakin ű dibęjin jî. Dîsa jî ev partiya dewletę ye. Męjiyę van partiyan dewlet e. Dewlet, bi xwe nîjadperest e. Rast e, MHP di hinek meseleyan de ji partiyęn din bęhtir sîstematîktir difikire. Hew ev e! 
Li aliyę din MHP'ę xwe ji nű ve bi ręxistin kir. Pißtî mirina Türkeß, xwe ji bin tekela serokekî rizgar kir. Rewßenbîr ű akademîsyęn ku wekî wan difikirin, li dor xwe civandin. Partî, ji aliyę kesęn ku di warę xwe de zana ű ßareza ne hate îdarekirin. Her wiha tękoßîna li dijî PKK'ę ew pir xurt kir. 
Ewrűpî, MHP wekî partiyeke mekroh dibînin. Dibęjin ev partî nikare Kęßeya Kurd çareser bike ű wekî partiyeke faßîst jî tę binavkirin. 
Ew, di sala 1955'an de li Baßűrę Biçűk li Qamißloyę ji dayik bűye. Malbata wî, ji ber hinek meseleyęn bi Dewleta Tirk re, derbasî Baßűrę Biçűk dibe. Cizirî, heta 6 saliya xwe jî li wir dimîne. Pißtre malbata wî, derbasî Serxetę dibe ű li Heręma Omeriyan dihęwire. Zarokatiya wî, li gundęn Omeriyan derbas dibe. 
Pißtî ku ew, di sala 1975'an de Lîseya Nisębînę diqedîne, derdikeve derveyî welęt. Ji wę salę heta îro li Swędę dimîne. Li Swędę, xwe li dibistana bilind qeyd dike. Pęßî, beßa dîrok ű siyasetę dixwîne. Pißtî ku xwendinę tewaw dike, li ser rewßenbîrekî Swędî, bi navę "Nivîskarî ű Îdeolojî" mastira xwe amade dike. Vę xebata xwe jî, dűvre wekî pirtűk çap dike. 
ßerefxan Cizirî, di ber xwendekariya xwe re jî, di nava tevgera kurd de, bi ßęweyekî aktîf dixebite. Ew, ji sala 1981-82'yan heta îro, endamę Partiya Çep a Swędę ye. Wî, di hemű ßax ű qadęn partiyę de, bi awayekî çalak xebat kiriye ű bűye endamę gelek komisyonęn partiyę. Cizirî, li dora 12 salan serokatiya Belediya Hudîngenę kiriye, ku yek ji mezintirîn bajaręn li dora Stockholmę ye. Di vę demę de, ew li ser demokrasiya heręmî radiweste. 
Ev du serdem (dönem) in ku, ew ji lîsteya Partiya Çep, wekî cîgir-parlementer tę hilbijartin. Her wiha ew, di du kongreyęn dawî de, wekî endamę navendî yę partiyę hate hilbijartin. Niha jî, endamę komîteya karę derve yę partiyę ye. 
Di ber van karęn siyasî re, ßerefxan Cizîrî karę rewßenbîriyę jî dike. Heta niha, bi zimanę kurdî ű tirkî 4 pirtűkęn wî hatine weßandin. 2 pirtűkęn wî yęn din jî di çapę de ne. Ku yek ji wan bi zimanę kurdî ye ű li ser edebiyata devkî ya kurdî ye. ßerefxan Cizirî, bęhtir li ser mijaręn dîrokî, węjeyî ű felsefeyî dinivîse. 
ß. Cizîrî, Serokatiya Belediyeya Hudingenę, ku yek ji girîngtirîn bajaręn derdora stokholmę ye, kiriye. Cizîrî, dema hilbijjartinan li Kurdistanę bű. Bi dîtina wî, HADEP di hilbijartinan de bi ser ketiye ű roleke dîrokî hildaye. Ew dibęje ji bo alîkariya HADEP'ę, çi ji destę wan bę ewę bikin. 

[AW72A3] 
Serokę Belediyeya Wanę ßehabettin Özarslaner: 'Em jî dixwazin vî welatî bi rę ve bibin' 
Serokę biręz, di serî de em dixwazin hűn encamęn hilbijartinan binirxînin. 
Di hilbijartinęn 99'an de, li bajarę Wanę hilbijartin, ji bilî çend bűyeręn műnferîd ku ji aliyę hęzęn dewletę ve hatin kirin, di bin mercęn asayî de derbas bű. Bęgűman di vî warî de gelę me jî peywira xwe baß bi cih anî ű baldariya xwe bi awayekî zelal nîßan da. Li Wanę bi radeya % 70'yî HADEP'ę deng girtiye, lewre jî pęwîst e ku ev partî ji hęla her derdor ű ramanî ve bę pejirandin. Di hilbijartina derbasbűyî de, di warę deverî (heręmî) de em serketî derketin. Di warę gißtî de sedema biserneketina me, ne bi tenę em bűn. Li ser sindoqan hilbijęręn me hatin çewsandin. Li Tirkiyeyę 250 hezar sindoq hene. Di her sindoqę de bi kęmasî 5 dengęn me heger hatibin dizîn, ev jî dike milyonek ű 250 hezar deng ku ev beramberî %'î 5'ę hemű dengan e. Di rastiya xwe de partiya me, bendava ji %'î 10 bi rehetî derbas kiriye. 
Di nav gel de qenaetek heye; dibęjin hęzęn dewletę nahęlin ku belediyeyęn ku HADEP'ę bidestxistine, bixebitin.... 
Heta niha me tißteke bi vî rengî his nekiriye. Lę em dizanin ku çav li ser me ne. Di serî de dihate gotin ku em dę beßdarî merasîmęn 23'ę Avręlę nebin. Lę me ev tirs serobino kir. Em beßdarî wę merasîmę bűn. Ji berę ve em dibęjin ku zagon antî-demokratîk in. Em bi tenę vę yekę nabęjin. Tevahiya serokęn partiyęn heyî di mîtîngęn hilbijartinan de qîr dikir ű digot ku li Tirkiyeyę qanűn ű zagon ji demokratîkbűnę dűr in. Lę li gorî zagonęn heyî jî em mecbűr in ku karęn xwe yęn belediyeyę bi cîh bînin. Em hurmetę ji encama hilbijartinę re digirin; pęwîst e ku ew jî hurmetkar bin, ji bo serkeftina ku HADEP'ę bi dest xistiye. Ez ne di wę baweriyę de me ku dewlet ji bo xebatęn me bibe asteng. Em jî dixwazin vî welatî bi rę ve bibin. Bi dîtina min, di warę aborî de jî astengî dernakevin pęßiya me. Danűstandinęn me bi rayedaręn dewletę re hene ű tękiliyęn tekűz di warę aboriya belediyeyę de hatine sazkirin. 
Gelo ji bo tabloya siyasî, hűn dikarin analîzeke çawa bikin? 
Tabloya siyasî ya îro, ji ya berę baßtir e. Kiryaręn partiyęn ku ji xwe re digot "em sosyaldemokrat in" derketin holę. Hema hema bęje tevahiya van partiyan di hikűmetan de cih girt. Di programęn tevan de, bi taybetî di programa CHP'ę de, ji bo çareseriya Kęßeya Kurd gelek xalęn berbiçav hebűn. Lę hate dîtin ku dema ev partî hatin ser kar, bűne "ker ű lal!" Li gorî dîtina min, tabloya îro ji tabloya berę ne xirabtir e. 
Niha tę gotin ku we belediyeyeke będeyn wergirtiye. Gelo rast e ku deynę belediyeya we tune ye? Li hęla din problemęn sereke yęn bajęr çi ne? 
Rast e! Deynę belediyeya me tune ye. Kęm ű zęde li dora 800 milyonî jî pereyę belediyeya me heye. Serokę kevin yę belediyeyę Aydýn Talay diyar kiribű ku wan parkeke gelek mezin a makineyan dewrî me kiriye. Ev yek ne rast e. Ez li ser kęmasiyęn kesan polîtîka ű kar nakim. Heger Aydýn Talay tißtęn baß kiribin, li ser serę xwe ezę wan bißopînim, na! heger kęmasî jî hebin ezę wan kęmasiyan ji holę rakim. Lę rastî ev e: Li gorî brîfînga ku ku doh min ji hevalęn xwe stand, parka makîneyan ku Aydýn Talay gotiye "gelek mezin e" tuneye. Niha 26 otobűsęn me hene, lę mixabin 10 ji wan her gav bi qisűr ű xirabe ne. 30 taxęn me hene îro em nikarin ji bo her taxę otobűsekę bixin seferę. Niha em seferber bűne ku gelę me di warę çűn ű hatinę de tengesiyę nekißîne. Pirsgiręka me ya din jî, pirsgiręka paqijiyę ye. Bi rojan em li nava Wanę geriyan. Me dît ku li Wanę "Çiyayęn Sergoyan" çębűne. Di pęßeroję de em dę li bajarę xwe bi navę "Em Wana xwe paqij bikin, Wana xwe paqij bihęlin" kampanyayake paqijiyę bidin destpękirin. Ez ű personelę belediyeyę jî di nav de, ji xwendekaran bigire, heta muxtaran, emę bajęr li hev parve bikin ű paqij bikin. 
Pirsgirękeke me yę din jî, pirsgiręka avę ye. Li gorî tespîtan %'î 25'ę kesęn jiyana xwe li Wanę didomînin, ji avę bępar in. Li hęla din pirsgiręka me ya kanalîzasyonę heye. Bi taybetî havînan ji ber germę "kolî-basîlî" zęde dibe. Mirov nikare bikeve Gola Wanę. Ji bo ku em Gola Wanę paqij bikin, pewîst e ku em tesîsekę ji bo paqijkirina golę çękin. Ev pirsgiręk ne bi tenę pirsgiręka Wanę ye, her wihe pirsgiręka dewletę ye jî. Em difikirin ku bi pißtgiriya belediyeyęn dorhęla golę, Gola Wanę hęjayî navę wę bikin. 
Pirsgirękeke din jî ev e ku, kesęn ku heta niha hatine ser karę belediyeyę, xizmet ji bo derdoręn ku deng nedane wan, nebirine. Emę xizmetę ji her derdorę re bibin. 
Rewßa kadroyęn we yęn teknîk çawa ye? Belediyeya we wę bikaribe xwe fînanse bike? 
Ji aliyę teknîkî ve kadroyęn me kęm in. Niha em hewl didin ku kadroyęn xwe yęn heyî binasin ű kęmasiyęn wan tespît bikin. Em di wę baweriyę de ne ku hebűn ű çavkaniyęn belediyeyę baß bęne bikaranîn, emę di warę fînansmanę de jî tengezar nebin. 
Gelo we dil heye ku di pęßeroję de bi belediyeyęn ku HADEP'ę bi dest xistiye re yekitiyę saz bikin? 
Belę fikreke me yę bi vî rengî heye. Me niyet heye ku ne tenę yekitiyeke ku bi tenę ji belediyeyęn HADEP'ę bi dest xistiye, her wiha bi belediyeyęn ku partiyęn din bidestxistiye re yekîtiyę pęk bînin. Em difikirin ku "Yekîtiya Belediyeyęn Derdora Gola Wanę" ku berę jî hebű xurtir bikin. 
Gelo di warę çandî ű hunerî de projeyęn we bi çi rengî hene? 
Em dę gelek qedr ű qîmetę bidin çalakiyęn çandî ű hunerî. Di salęn derbasbűyî de ez bi xwe "Serokę Komeleya Folklorę ya Belediyeyę" bűm. Çend sal berę ev sazî hebű lę niha heye tuneye ez baß pę nizanim. Me dil heye di bin banę belediyeyę de beßęn pirtűkxane, tiyatro, kovar, rojname ű hwd. ava bikin. 
Özarslaner, di sala 1953'an de li Ebexę (Özalp) ji dayik bűye. Özarslaner, 13 salan di warę tenduristiyę de dixebite. Di vę navberę de li Zanîngeha Çukurovayę Fakulteya Kargerî ű Aboriyę bi serî dike. 
Di wextę xebatę de di saziyęn demokratîk ęn meműran de bi awayekî çalak xebitiye, bi gelek surgűn ű cezayan rű bi rű maye. Wî, di sala 1985'an de îstîfa kir. Peyre dest bi ßęwirmendiya aborî kir ű bi karę aboriyę re mijűl bű. 
ßehabettin Özarslaner di sala 1990'an de sazűmankarî ű sekreteriya bajęr ya HEP'ę kir. Di navbera 1991-93'an de serokatiya bajęr ya HEP'ę ű pißtî girtina HEP'ę serokatiya DEP'ę kir. Ew, di heman demę de sazűmankarę HADEP'ę ye jî. Wî, karę Sekreteriya Gißtî ű Cîgiriya Serokatiya Gißtî ya HADEP'ę pęk aniye. Özarslaner, di 1995'an de ji Wanę wekî mebűs hate hilbijartin, lę ji ber ku HADEP ji bendę derbas nebű, ew jî neket parlementoyę. ßehabettin Özarslaner, zewiciye ű bavę sę zarokan e. Niha jî Endamę Meclîsa HADEPę ye. 

[AW72A4] 
ßerę Yűgoslavyayę rengekî nű girt 
Ęrîßęn hęzęn hewayî yęn NATO'yę, ku li ser Yugoslavyayę pęk tîne, hefteya çűyî bi bombebarana li ser Balyozxaneya Çînę ya li Belgradę ku roja 8'ę gulana 1999'an pęk hat, rengekî nű girt. Di vę bűyerę de 3 rojnameger hatin kußtin ű 20 kes jî birîndar bűn. Rojnamegeręn ku hatin kußtin yek ję nűçegihanę Ajansa Xinhuayę bű, yęn ji bo Rojnameya Guangmingę dixebîtin ű jin ű męrę hev bűn. Li hemberî vę yekę, gel ű ręveberiya Çînę helwesteke tund nîßan da. Bi taybetî xwendekaręn zanîngehęn Çînę rabűn ser piyan ű li hemberî NATO ű Amerîkayę xwepęßandanęn girseyî pęk anîn. Her wiha di van xwepęßandanęn girseyî ku li ber Balyozxaneya Amerîkayę ya Pekînę pęk hat de, ciwanan ęrîßî ser balyozxaneyę jî kir. Li ser helwesta tund a Çînę, Serokę DYA'yę Bill Clinton ji Çînę lęborîn xwest, lę ręveberiya Çînę ev yek bes nedît ű lęborîneke fermî ji NATO'yę jî xwest. Ajansa Xinhua di nűçeyeke ku li ser mijarę amade kiribű de, ev sernav bi kar anî "Gelę Çînę lęborîna Clinton bes nedît." Di nűçeyę de hatiye gotin ku dilę xizmęn qurbaniyęn bűyerę bi lęborîna Clinton rihet nebűye, wan pißtgirî daye daxwaza Serokę Çînę Jiang Zemin, a ku ji NATO ű Amerîkayę bi awayekî fermî lęborînę dixwaze. Her wiha hatiye gotin ku heke ęrîßęn NATO'yę bidomin, dę gelek bűyeręn bi vî rengî pęk werin. Li gorî nűçeya ajansa navborî nemaze kesęn ciwan cezakirina kesęn berpirs dixwazin. Ręveberiya Çînę bűyer anî rojeva Konseya Ewlehiyę ya Neteweyęn Yekbűyî ű xwest biryareke ßermezarkirina bűyerę ji NY'ę derkeve, lę endamęn NATO'yę rę neda vę yekę, li ser vę yekę Çîn jî nahęle ku biryareke li ser Kosovayę ji Konseyę derkeve. Endamęn NATO'yę dixwazin biryarekę li ser rewßa penaberan ű alîkariya bo wan, ji Konseyę derxin. Li gorî nűçeyęn ku ji ajansęn navneteweyî bi dest dikevin, vę bűyerę gira gelę Çînę ya li dijî DYA'yę derxistiye holę. Tę gotin ku nakokiya di navbera Amerîka ű Çînę de ji męj ve heye, lę bi vę bűyerę gurtir bűye. Tę ragihandin ku li gelek cihan sloganęn wekî "Pißtevaniya Yugoslavyayę bike, li hemberî Amerîkayę li ber xwe bide", "Bi Colayę dest bi berxwedana li hemberî Amerîkayę bike, ęrîßî MCDonald'sę bike." Hinek kes tirsa xwe li ser gurbűna hestęn neteweperest tînin zimęn ű didin zanîn ku hinek xwendekaręn ewrűpî ű amerîkî leqayî ęrîßęn xwendekaręn çînî hatine. Gelek çînî di wę baweriyę de ne ku Amerîka dixwaze li gorî dilę xwe pergalekę pęk bîne, li hemberî vę yekę Çînę wekî astenga sereke dibîne, lewre jî hęzęn NATO'yę bi zanatî ęrîß biriye ser balyozxaneya wan. Li aliyę din tę gotin ku Ręveberiya Çînę jî dixwaze bi vę bűyerę di Kęßeya Kosovayę de bibe xwedî rolekę. Bo niműne rayedaręn Çînę da zanîn ku ew jî dixwazin leßkeran bidin hęzęn navneteweyî ya ku li Kosovayę bi cih bibin, lę divę ew hęz ne di bin kontrola NATO'yę de bin, divę di bin kontrola NY'ę de bin. 

[AW72A5a]
Divę Öcalan li dadgeha navneteweyî bę darizandin 
Endamę Kongreya Amerîkayę Frank Pallone roja 11'ę gulanę di kongreyę de axaftinek li ser Kęßeya Kurd ű doza Öcalan kir. Pallone di axaftina xwe de rewßa kurdan ű albaniyę Kosovayę daye berhev ű bal kißandiye ser helwesta neyinî ya Amerîkayę li hemberî Kęßeya Kurd. Endamę kongreyę Pallon rola Amerîkayę ya di dîlgirtina Öcalan de jî rexne kiriye. Pallon di axaftina xwe de bal kißandiye ser rewßa ku Öcalan tę de ye ű ęrîßęn li ser paręzeręn wî jî. Mebűsę amerîkî daye zanîn ku wî digel çend nűneręn din nameyek ji ßanenavkirinę re vekiriye ű di wę nameyę de tę xwestin ku Öcalan li dadgeheke navneteweyî bę darizandin. 

[AW72A5b]
Rapora binpękirina mafęn mirovan a meha avręlę 
ßaxa Stenbolę ya KMM'ę rapora avręlę ya mafęn mirovan ragihand. Li gorî raporę di meha avręlę de 1415 kes hatine binçavkirin, 65 kes hatine girtin, girtiyekî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 31 kesî ji ber muameleya xedar ű îßkenceyę serî li komeleyę daye. Digel van yekan 38 kes ji mafę jiyanę, 182 karker jî ji mafę xebatę bępar mane. Wekî din, 8 endamęn çapemeniyę beramberî ęrîßan mane, polîsan bi ser 14 nűnergehęn rojnameyęn de girtiye, 51 endamęn çapemeniyę jî hatine binçavkirin. Di meha avręlę de 9 TV ű radyo ji aliyę RTÜK'ę ve hatine girtin. Biryara asękirinę ya 6 rojname ű kovaran hatiye dayin. 36 rojname ű kovar hatine berhevkirin. Navendeke çandę hatiye girtin. 2 sal ű 8 meh ceza hatiye dayîn, bo derbirina ramanan 18 sal tę xwestin. Her wiha di meha evręlę de 11 cih jî hatine bombekirin. 

[AW72A5c]
Rezervasyon hęviya Tirkiyeyę tęk dibin 
Bi pey agahiyęn berdestbűyî, Almanya ű Awisturyayę, îsal rezervasyona turîstan ęn bo Tirkiyeyę gelekî kęm kiriye. Meha gulanę li Awisturyayę, îptalkirina rezervasyonan derkete %80'yî. ßefę Continentala nűnergehęn turîzmę yęn deverî Joseph Reitinger-Loska diyar kir ku, pęwîst bű wan bi awayekî acîl mudaxeleyî vę rűdanę bikira. Lewre jî wan dest avętiye welatęn Behra Spî yęn din. Di vę navberę de nűneriya gerę KEG Caccia ku girędayî ßirketa turîzmę ya navdar Check-In a Awustiryayę ye, daxuyaniyeke balkęß ragihand ű wiha got:"Tirkiye ji aliyę leßkeran ve tę biręvebirin. Mafę kurdan tęne binpękirin. Pißtî ku Öcalan hate girtin li Tirkiyeyę rewß guherî, lę ßîrketęn me serwext nakin." 

[AW72A5d]
Doza Göktepe jî berę xwe da DMME'yę 
Paręzerę Metin Göktepe Kamil Tekinsürek, diyar kir ku, cezayę ku bo polîsan hatiye dayîn, ne tatmînkar e. Paręzer Tekinsürek dide zanîn ku, eger dadgeh daxwaza wan ya temyîzę nepejirîne, ew dę serî li Dadgeha Mafęn Mirovan a Ewrűpayę bidin. Diya Metin Göktepe, Fadime Göktepe ű xwißka wî Meryem Göktepe digel paręzer Kamil Tekinsürek 10'ę gulanę li KMM (ÝHD) daxuyaniyeke çapemeniyę ragihand. Biryara dadgehę, di daxuyaniyę de bi du awayan hate nirxandin; li gorî paręzer tawanbarkirina kujeran li welatekî wekî Tirkiyeyę gaveke eręnî ye, lę aliyę neyinî, tawanbarnekirina kesęn ku fermana kußtina Metin Göktepe daye ye. 

[AW72A5e]
Bi çavęn me re dipeyive 
Di rojnameya The New York Timesę de roja 11'ę gulanę li ser Licę bi ßanenavę Stephen Kinzer nivîseke dűvediręj hatiye weßandin. Gotinęn ßęnî baß rave dikin. Yekî gotiye, "Tu dikarî me bibînî, lę tu nikarî dengę me bibihîzî lewre zimanę me xwe morkirî ye." Yekî din jî gotiye "Niha navçe mîna girtîgeheke ser vekirî ye. Em nikarin bipeyivin, em nikarin bęyî raçavkirinę tevbigerin. Lę dîsa jî em xwe azad dibînin, lewre azadî di derűniya mirovan de ye." Li ser hilbijartina berendamę HADEP'ę wekî serokę belediyeyę jî yekî wiha gotiye: "Me xwest em hebűna xwe nîßan bidin, tißtę ku ji destę me dihat ew bű..." 

[AW72A5f]
Amerîka xistina rejîma Sedam daye ber xwe 
Ajansa Reutersę roja 10'ę gulanę cih daye nűçeyeke li ser Serokę YNK'ę Celal Talabanî. Li gorî nűçeyę, Talabanî di Rojnameya Al-Hayatę de gotiye, "Amerîkiyę sala 1999'an wekî sala guhartina ręveberiya Iraqę diyar kiriye." Talabanî wekî sedema tęknęçűna rejîma Iraqę jî polîtîkaya Amerîkayę ya çewt nîßan daye. Ew dibęje "Amerîkayę bawer dikir ku dę Sedam Huseyin bi derbeyekę ji ser kar bę dűrxistin." Serokę YNK'ę wekî sedemeke duyemîn jî nebűna yekîtiya di navbera erebęn ßiî ű sunî ű kurdan de destnîßan kiriye. Wekî tę zanîn DYA ji bo hilweßandina rejîma Sedam pęßniyaz li PDK ű PNK'ę kir, lę hęzęn kurd hę helwesta xwe diyar nekiriye. Amerîkayę, ji bo vî karî 97 milyon dolar terxan kiriye. 

[AW72B1] 
Meh ű Roja ßehîdan li dar e: 'Ew ßehîdęn mirovahiyę ne' 
Dîroka Tękoßîna Rizgariya Neteweya Kurdistanę, dîroka ßehîdan e. Tękoßîna hemdemî, li ser xwîna ßehîdan bilind bű, bi pęß ket ű her çű mezin bű. Tękoßîn, îro jî li ser xwîna ßehîdan ber bi serfiraziyę ve dimeße. Partiya ßehîdan PKK'ę, di komcivîna xwe ya çaremîn de, biryar stand ű meha gulanę, wekî meha ßehîdan ragihand. Dîsa roja 18'ę gulanę jî wekî roja ßehîdan pejirand. Di meha gulanę de lehengęn mîna Haki Karer, Halil Çavgun, Mehmet Karsungur, Ýbrahim Bilgin, Çar Lawęn Ęgir: Ferhat, Necmi, Eßref, Mahmut, lehengęn Benavokę Ahmet Kesip, Sultan Yavuz, Ýhsan Çirkan (Mazlumę Biçűk) Ýsmet, Rüstem, Ferik, Ferhan ű bi sedan ßehîdęn mayin, tev di meha gulanę de ßehîd ketine. Her çiqas bi gelemperî meha gulanę meha ßehîdan be jî, meh wateya xwe di 18'ę gulanę de dibîne. Înternasyonalîstę mezin Hevalę Haki, di 1977'an de dema ku li bajarę Dîlokę (Antab) xebat dida meßandin, ji hęla ręxistineke sixur Stęrka Sor ve, hate ßehîdkirin. Di wę demę de neyar dixwest ku Tevgera Azadiyę bikßîne nava tevgerę, dűvre jî ęrîßî ser bike ű ji holę rake. Hęj Partî nehatibű avakirin. Gel hęj nű bîrdoziya sosyalîzmę nas dikir. Ji ber vę yekę jî neyar bi destę sîxur ű hevalbendęn xwe, bi ęrîßęn cur bi cur dibirin ser Tevgera Azadiyę. Ji aliyekî ßovenîstęn tirk ji aliyekî reformîstęn kurd ű ji aliyekî jî sîxur ű hęzęn feodal ęrîß dibir ser Partiyę. Ręxistinęn reformîst ęn nîjadperest, rastiya gel nedida ber çavęn xwe. Berjewendiyęn xwe ű malbata xwe di ser her tißtî re digirtin. Dema Tevgera Azadiyę kęßeya neteweyî nirxand ű biryara çalakiyan girt, hęzęn reformîst berę xwe dan Partiyę. Lewre ev yek li berjewendiyęn wan nedihat. Hevalę Haki di bin van zor ű dijwariyan de, bi vîneke xurt xebata xwe dida meßandin. 
Ji bo ßoreßę hemaltî kir 
Hevalę Haki xwedî kesayetiyeke ßoreßger ű înternasyonalîst bű. Lehengę kedę bű. Di jiyana wî de kęliyeke bęked tunebű. Wî, hemaltî dikir, da ku bi wan pereyan pirtűk ű kovaran bikire. Devera ku Hevalę Haki biçuyę, biręxistî dibű. Taybetiya herî mezin a wî ręxistinkarî bű. Qiblegeha wî gel bű. Heta hetayę dilsozę Serokatiyę bű. Pęwîstiyęn wę yekę, bi her awayî di jiyana xwe de pęk dianîn. Çar Lawęn Ęgir di taritiya 12 Rezberę de zîndan ronî kir. Di bin zilm ű zora faßîzmę de agirę Çaran bű agirę jiyanę. "Agirę Mazlűmę Newrozę" di laßę Çaran de wekî çirę pęket ű geß bű. Ev biryareke dîrokî bű. Ev biryar, li dijî qirkirina dijmin, hezkirina jiyanę bű. Dijmin dil dikir, bi riya ßkęnandina berxwedana PKK'ę ya li zîndanan, gelę kurd bißikîne. Lewre wę demę zîndan keleha berxwedanę bű. Serokatî li derveyî welęt, li hîcretę bű. Li aliyę din tękoßęręn Partiyę yęn wekî hevalę Hayri ű Kemal Pir dîl bűn ű ji ber vę yekę dijmin dixwest tękoßînę di zîndanę de bißikîne. Dijmin, ji bo vę yekę her cure rębaz bi kar dianî. Bo mînak, dijmin komikeke bi navę "Genç Kemalistler (Kemalîstęn Ciwan)" ava kiribű, da ku girtiyęn azadiyę bîne ser xiyanetę. Agirę Çaran, di dema herî dijwar ű kambax de, di serę dijmin de teqiya ű ew gęj kir. Serok, li ser vę çalakiyę wiha dibęje: " Biryara Hevalę Mazlum pîkoliya bo jiyanę ye. Çalakiya Çaran biryara Mazlum bęhtir bi dest ű pî kir. Bi qasî armanca biryarę, awayę wę jî girîng e. Divę bi her awayî bę nirxandin ű gel ű tękoßeręn me, vę yekę wekî rębaza jiyanę ji xwe re binirxînin." Dilsoziya Çar Lawęn Ęgir ne dilsoziyeke ji ręzę ye. Di dîroka mirovahiyę de mînakęn bi vî rengî ne gelek in an jî gelekî kęm in. Dema ku agir li laßę wan gur dibe, ew dibęjin: "Agir gur bikin!" Çalakiya Çaran ne biryareke ßexsî ye. Heta dawiyę parastina gel, rűmeta Partiyę ű parastina xeta Serok e. Dîsa Serok dibęje: "Biryara xweßewitandinę biryareke neteweyî ye. Ji bo jiyanę hurmet, berxwedana mezin ű biryara rizgariya neteweyî ye. Ev biryar, li hemberî jiyana ßkestî ű pűç, mezinahiya mirov nîßan dide." 
Baßűr ű Bakur kelijand 
Yek ji ßehîdęn meha gulanę heval Mehmet Karasungur e. Karasungur, bi xwîna xwe bakur ű baßűrę welęt bi hev ve giręda. Wî, dixwest dubendiyęn di nav gel kurd ű ręxistinęn kurd de ji holę rake. Lewre heta ku gel di nava xwe de yekîtiyę ava neke, ßerę li hemberî dijmin naçe serî. Hevalę Mehmet Karasungur, di duyę gulana sala 1983"yan de ji bo ku ręxistinęn kurd li hev bîne diçe Baßűr, lę belę ev ręxistin bi bębextî Mehmet Karasungur ű Ýbrahim Bilgin ßehîd dikin. Hevalę Karasungur, di kesayetiya xwe de yekîtî ava kiribű. Serleßkerekî mezin bű. Ji serî heya dawiyę bi Serokatiyę re bű. Xwedî kedeke mezin bű. Serok çawa li pey ßehadeta Hevalę Baki Partî ava kir, li pey Çaran ű Berxwedana 14 Tîrmehę re ßerę çekdarî da destpękirin ű li pey Hevalę Egît jî ava kir. Îro jî li pey ßehadeta Mehmet Karasungur re jî yekîtiya welęt tę danîn. ßoreß, bi qasî ku li Bakur bi pęß ketiye li Baßűr jî bi pęß ketiye. Dawiyę mirov divę tißtekî bîne ser zimęn. ßehîdę PKK'ę bi tenę ne ßehîdę partî ű gelę kurd in, ßehîdę mirovahiyę ne. Dilsozî ű girędana bi ßehîdan, bi xwepęßxistinę gengaz e. Wekî Serok dibęje: "Dilsoziya bi ßehîdan ew e ku mirov di xeta ßer de neßterę li hemű kęmasiyęn xwe bixe. Girędan bi vî rengî gengaz e." 

[AW72B2] 
Zargotin (Botan)
ßerbik tijî xizîne li ser bűkę birjîne 
Sarî zavano 
(Ev stran, gava ku bűkę tînin, berbű li ser zava dibęjin) 
Sarî zavano we ßivano, sarî zavano 
Serę ßaßę gęlono 
Xęlę te ji baqę gulan o 
Çiyakę Eynęyo wey ßivano, çiyakę eynęyo 
Eyni eyn tevde tęyo 
Keçik ereba li deßta yo 
Vę carę rast e wey ßivano, vę carę rast e 
Vę mihę ßîr kir maste, 
Ya te digot mi ji te re xwaste 
Hinî li ber hinî wey ßivano, hinî li ber hinî 
Zava xemilî çű xwazgînî 
Xęlî man bę firavînî 
Biska kejęyo, wey ßivano biska kejęyo 
Bavęje nav diriyęyo 
Me bűk anî ji Bafę yo 
Biska hiriyę wey ßivano, biska hiriyę 
Bavęje nav deviyę 
Me bűk anî ji Tarűniyę 
Wa li ber conî wey ßivano, wa li ber conî 
Hersę baskę zer zironî 
Tarî nebű zavę kire ronî 
Çiyakę belavę wey ßivano, çiyakę belavę 
Vę berfę, vę lęlavę, hę keça wa li mala bavę 
Home li ber weyo ßivano, home li ber home 
Van pisma (bizina) lex bike kome 
Me anî anî wey ßivano, me anî anî 
Me li derę xęnî danî 
Wey saçarî (sed carî) pîroz li wî canî 
Qaza qelandî wey ßivano, qaza qelandî 
Wey dotmamę xęl gerandî, wey derę malę reßandî 
Qaza hűrkirî wey ßivano, qaza hűrkirî devę malę morkirî 
Wey dotmamę govend xweßkirî 
Çil ű çil derzî wey ßivano, çil ű çil derzî 
Çima tu bi lez î wey ßivano, çima tu bi lez î 
Emę ji te re bînin, wey ßivano keçika bi kezî 
Te du bira ne, wey ßivano, te du bira ne 
Herdukęn wek ßęran e, wey ßivano 
ßabaß ji mitirba ne 
Te di xwihik in wey ßivano, te du xwihik in 
Herduk xirnik in wey ßivano 
ßabaßę mitirban, li nik in 
Xurcik li dorę wey ßivano, xurcik li dorę 
Ne kire ne kiryar e, wey ßivano 
Heta koçer werne xware 
Va ye bi me re wey ßivano, va ye bi me re 
Derę mala me re hate wey ßivano 
Dotmamę bi tirkî axafte 
Nebę min nîne wey ßivano, nebę min nîne 
ßerbik tijî xizîne, wey ßivano 
Ser serę bűkę de birjîne 
Dayka delal e, tę rűnę pesiya li mal e 
Daweza ßivan li xal e 
Dayka cindî ye, tę rűnę ser kursî ye 
Daweta ßivan li gundî ye 
Refik çęke wey ßivano, refik çęke 
Komek zengilok çęke 
Xęlę ßivan bi rę ke 
Vę carę newe wey ßivano, vę carę newe 
Kevnika ketî stűwę, qurbanke dayik ű xesűwę. 
Heval avka ser hinarę 
(Ev stran, dema ku bűkę ji hundur derdixin, ji aliyę hevalęn bűkę ve tę gotin.) 
Dor kaniyokę bi neferę, lę leylanę ho leylanę 
Nefele çardeh pele, daykę kor e ne li mal e 
Mexelę pezę kel e, leylanę ho leylanę 
Dor kaniyokę ßebeß e, leylanę ho leylanę 
Dor kaniyokę bi ßebeß e daykę korę ne li malę 
Mexelę pezę reß e, leylanę ho leylanę 
Mexelę pezę reß e, daykę korę ne li malę 
Dor kaniyokę kuncî ye, leylanę ho leylanę 
Dor kaniyokę kuncî ye, daykę korę, ne li malę 
Mexelę pezę spî ye, lę leylanę ho leylanę 
Mexelę pezę spî ye, lę dayikę korę ne li malę 
Hey hevalę hey delalę, hey hevalę hey delalę 
Hey hevalę hey delalę, hey hevalę hey delalę 
Sisę bozę sisę bozę 
Sisę bozę çav xezalę 
Heval hevala kaniyę delal delala kaniyę 
Kezî diręjin, kezî diręjin, kezî diręjin ser paniyę 
Xwedę nedę, Xwedę nedę, Xwedę nede dę ű baviyę 
Heval dane heval dane, heval dane xerîbiyę 
Heval hevala qirßika, delal delala qirßika 
Kezî diręj in, kezî diręj in, kezî diręj in, ser memika 
Xwedę nedę Xwedę nedę, Xwedę nedę van metika 
Çawa keç dane gundika, çawa keç dane gundika 
Heval avka ser hinarę, delal avka ser hinarę 
Xwe di gelî de, xwe di gelî de, xwe di gelî de berda xwarę 
Ma kî çavreß, ma kî çav reß, ma kî çav reß çil hivazę 
Zozan çav reß, zozan çavreß, zozan çav reß çil hivazę 
Heval avka, heval avka, heval avka ser berűwę 
Ma ew kî, ma ew kî, ma ew kî çavreß cil di ruwę 
Zozan çavreß, zozan çavreß, zozan çavreß cil di ruwę 
Payizok 
Ez tawî me, ta digirim 
Roj bi roja xerabtir im 
Gava ez çav bi lawikę xwe dikevim 
Ez dikarim heft bar xwękara ßil hilgirim 
Hawar e gundîno qiyamet e 
Bejna zirav xeyidî bi ser rę kete 
Kesę here wę vegerîne 
Hem xęr e hem hem jî minet e 
Eba reßo eba kejî 
Soz ű qerara nede ji bo tu kesî 
Ji niha heya biharę 
Ezę dayika xwe bikime xesuwa te jî 
Behra Wanę li min ßîn kir 
Du kevokan tę de sobanî kir 
Ez nizanim delalę dilę min, 
Li kîjan welatî leßkerî kir 
Çavęn min li ręka berwar e 
Serę min ji qitana zîv ű zera xwar e 
Wextę çavę min bi bejna zirav dikeve 
Destę min ji xebata mala bavę min sipîsar e 
Were mala bavę min Eyßayę 
Ezę deynim ber te nan ű çayę 
Heke gote 'ma helawa Cizîrę nîn e' 
Malxerabo mala bavę min feqîr in, ji wan nayę 
Tavî hat ű ji ezmana 
ßirik hevikin ji kun bana 
Xwezî Xwedę miradę miradxwaza bikira 
Yę min bejna zirav weke Leyl ű Mecnűn 
Her du stęrikę li ezmana 

[AW72B3] 
Dembuhęrka miriyan 
Ho cîrano tu kî yî lo!... 
Ez!... 
Ez Mihemedę Biro me, ji gundę Zivingę me. Wekî ku ez dizanim, gundę Zivingę dűrî van deran e. Çi karę te heye li van deran? Çima tu li goristana gundę wę hilneanîn? Qey hinekan tu anî doxtor ű tu li vir mirî? Ma kesî te nebű ku te bibin gundę te? Na. Na... Çavsor ű zaliman em ji gund ű waręn me penaber kirin. Ne gund ma ne jî goristan. Tev sotin. Em jî neçar man ku werin van deran. Pißtî ku em hatin van deran, em bękar ű xebat man, jar ű perîßan bűn. Ez zilamekî navsere bűm lę liserxwe ű jîndar bűm. Di vî bajarę genî de di nava sę mehan de merezdarî bűm ű mirim. Ji ber jar ű tunebűnę ez neçűme doktor ű dermanan jî. Wekî tu dibînî ez mirim, ez xistim vę behra bębinî. Xwezî ez berî vę bi çar mehan bimirama, da ku ez li goristana Zivinga ßikaka veßartama. Wę sebra min bi Apę Silo ű Xaltiya Sęvę bihata. Dę Meta Meyro ji me re tęr çîrok ű çivanok bigotana. Min dę ev ecęb ű sosret nedîtana. Îca ez li vî bajarę genî mirim. Ez xistim vę goristana bęser ű bębinî. Ji hezar ű du miletî tę de hene. Lę kes kesî nas nake. Wekî saxęn wan mirî jî, kes li halę kesî napirse. Kes silavę li kesî nake. Serę ewil tirsa min a mezin ji pirsa Minker ű Nekîr bű. Ku bi zimanę biyanî pirsan ji min bikin, kes nîn e ku ji bo min wergęriyę bike. Ku mirov li gundę xwe be, ji zimanę wan fęm neke jî, dę yekî nas ji mirov re wergęriyę bike. Lę li vir ne kesî nas dikim, ne jî kes bi zimanę min dizane. De wele cihę ku Apę Simo lę be, ne hewceyî bersiva mirov e jî. Wî, dę ji ber xwe bersiva min ji wan (Minker ű Nekîr) re bidaya. Jixwe Apę Simo, min bi 'dę ű bav nas dike'. Dîtiye ku ez ji dayik bűme. Maßele, zimanekî fesih ű durist li serę ye ku hakiman dibetilîne. Jixwe hinekî xwendina wî jî hebű. Ę de ka li vę goristana bęserî ű bębinî, mirovę ku rű li kę deyne ku were bersiva mirov bide. Her yek bi halę xwe de ketiye. Hay ű ilama kę ji kę heye? Tu dibę qey "gotinęn wan bi zęran in" kes li rűyę mirov nanihęre ű silavę jî li kesî nake. Ev bű du salęn min ku ez li vir im, cara yekemîn e ku tu li min dipirsî. Herhal tu jî biyanî yî, ne ji van deran î? Peyva te dißibe ya Serhadę. Rast e. Ez jî wekî te ne ji van deran im. Lę ew ruwę pęncî salî zędetir e ku em li vir bi cih ű war bűne. Kalę min wekî te nefî bű. Lę me xwe winda kir. Em ketin nav çerxa ristę. Tu qiram ű gumanęn me jî nebűn. Pißtî xortaniya xwe ez hinekî maldar bűm. Ketim mal ű hebűneke qiręj. Me rebenî ű belengaziya xwe ji bîr kir. Me dîrok ű paßeroja xwe ji bîr kir. Em ji ol ű eßîra xwe dűr ketin, ji hebűn ű rűmeta xwe dűr ketin. Ji welat ű gelę xwe jî dűr man. Me qedr ű rűmeta her tißtî bi pereyan pîva. Me got qey mirovî ű jiyan tev pere ne. Dű re em bűn, qirdik ű pękenokę alemę. Lę "heta me xwe nas kir, me dawî xelas kir." 
Lę mirina te çawa bű? 
Ez nebęjim çętir e.... lę ezę ji te re bęjim...Ji bîst saliya xwe ßűn de ez maldar bűm. Min jineke biyanî anî. Sę zarokęn min ję çębűn. Min ew mezin kirin ű hemű mal ű hebűna xwe bi destę wan berda. Min got qey min ew kirine mirov. Lę min wekî bav ű kalę xwe ji wan re qet behsa welat ű gelę xwe, ol ű kevneßopęn xwe nekir. Wan jî xwe ji biyaniyan dihesiband. Tu hay ű baya wan ji penaberî ű rebeniya ku me kißandibű nebű. Wan digot ku qey Xwedę me wer maldar ű dewlemend kirine. Pißtî ku temenę min zęde bű, ez ji hal ű taqetę ketim. Zarokęn min li min nebűne xwedî. Ez avętim ber derî. Hemű mal ű sermiyan ji dest min girtibűn. Ez mame li ber deriyan, ketim nexweßaneyan ű feqîrxaneyan. Nęzî du salan min wer kißand. Li guhę mizgeft ű gastînan ez razam. Xelk ű alemę jî nema ez nas dikirim. Du mehęn dawî min xwe avęte bękesxaneya belediyeyę ű li wir mirim. Ev ßeß meh in ku ez mirî me. Lę dîsa ne kesî li min pirsiye, ne ne qet! 
- Lę ew xortę li kęleka te ya çepę kî ye? Tu bi zimanę wî dizanî. Gelo hewala wî çi ye? 
- Ew jî kurę malbateke maldar ű dewlemed e. Navę wî Hakan e, ji ber eroînę miriye. 
- Guno, guno... Hin ciwan e jî. Çi ęß ű kulęn xerîb li vî bajarî hene. Eroîn, DAS, qanser... yek ji van jî li welatę me tunebű. 
- Ne das, AÝDS e. A dîtir jî eroîn e ne ęß ű jan e. Ew dermanę serxweßbűnę ye. 
- De çi dibe bila bibe! Lę min ew li welatę xwe nebihîstine. Ew jina bedew ku li kęleka te ya din jî ciwan e. Gelo hewala wę çi ye? 
Belę ew jî jinek bi nav ű deng e. Di ciwaniya xwe de mala gelek camęran ßewitandiye. Navę wę Gonca ye, dosta Evdikę Qereçî ye ku demekę bűbű celadę serę me kurdan. Ax ű nifiręn me ew kor kir. Tevî hevalęn xwe Hisikę Rafizî ű Sadoyę çavbeloq ketibűn bin kamyonekę hemű mirin. Lę Xwede rihę Sedoyę çavbeloq nestand. Go hîn tu yę kul ű derdan pir bibînî. Her ro du melkemotęn dest bi gurz tęne ser wę jinikę. Her yek, du heban lę didin. Deh tebeqa bi binę erdę diçe. 
- Lę gelo ew xortę ku bi çend metra ji me wę de, ku her roj bi ax ű girî ye, kî ye ? Çi hewala wî ye ? 
- Belę...Birako ez wî jî ji te re bęjim. Kul ű derdęn wî jî pir in. Ew ji vî bajarî ye. Li Çiyayę Bagokę hatiye kußtin. Li bajarę te, Męrdînę endamę tîma taybet bű ye. Di ßerekî taybet de, ku te jî dîtiye, pir zilm ű tade li bęçek ű gundiyan kiriye. Di ßerekî xedar de hatiye kußtin. Fermandar ű malbata wî gotiye ew ßehîd e. Wekî em dizanin "ßehîd ew e ku di ber xaka xwe ű gelę xwe de bę kußtin". Lę rebenę min ev rűwę salekę ye ku hę hesabęn gundę ßewitî ję tę xwestin. Nikare bersivę bide. Hîn tade ű lędana mirovęn bęmecal maye. Hîn qetla deh ßivanan maye. Hîn tecawuza jinęn bęmecal maye. Hîn xirakirina teyr ű turudan maye. Hîn qurmiçandina dehl ű rezan maye. Hîn ßewitandina firîkę nok, nîsk, ceh, genim ű zeviyan maye. Hîn bęheqiya cendekę miriyan maye. Hîn xitimandina çal ű kaniyan maye. Hîn qirkirina pez ű dewaran maye. Hîn hesabę yekę jî nedaye. Îca li xwe dixe ű digirî. Dibę: "Ezę çawa hesabę van tevan bidim." Ji fermandar ű malbata xwe re jî gotin ű peyvęn giran dike. Dibęje: "Ka we digot tu ßehîd î, bę pirs ű sual cinetî yî?" Ma we çima wer ez xapandim? Ez lawikekîÎzmîrî. Çi tękiliya min bi çiya ű baniyęn Męrdîn, Hekarî, ßirnexę heye? Ma morikęn diya min li wan deran qetiyabűn. Ew li ku, welatę min li ku. Em li war ű welatę xelkę bűne bela. Bi ser de jî di cih ű waręn wan de, di gund ű bajaręn wan de me dikujin." Pir poßman bűye. Carina bi ser halę xwe de digirî ű wer dibęje: "Em jî çiqas ehmeq in. Ku serok ű fermandaręn me çi rę bi ber dixin, em jî bęguman dipejirînin. Em dibęn qey rast e. Wan ji bo kęf ű berjewendiyęn xwe me sor dikin. Bera vî gelę mezlűm didin. Ű em tęne kußtin, zar ű zęçęn me sęwî ű jinebî dimînin. Ű dîsa jî hesab ji me tę xwestin. Bi rastî di vę rewßę de kęmasiyęn me jî pir in. Gava pir pere dabűn me, gere me fęm bikira... Gava ku nav di me didan, em sor dikirin, digotin 'hűn leheng in ű qehreman in', ger me fęm bikira. Peręn ku didane me ne pir bin jî, dîsa jî ji meaßęn hemű karmend ű karkeręn wan zędetir bűn. Ma me fęm nedikir ku ew anoßî ji bo çi ne? Me qet hißę xwe nedida serę xwe. Me ne digot ku gava li me bű pęsîrtengî, yewnanan bajarę me dagir kir, ew hatin bi me re mil bi mil yewnan ji bajęr rijandin deryayę. Em jî îro çűne li welatę wan cada kußtina wan dikin. Wan dikijun, talan dikin, dest davęjin naműsa wan, hemű mal ű milkę wan dißewitînin. Dibęje de wele ku niha çi jî bi me bikin. Heq e...!" 
- Xweziya min bi dilę te, tu bi zimanan zanî ű bi hęsanî ji xwe re bi alamę re dipeyivî. Ez bawer im tu dengűbehsa dizanî. 
- Belę, belę ez di vę goristanę de pir kesan nas dikim. Ű pir jî dengűbehsan dizanim. Tu ha wî kęlikę spî dibînî? Ew jî mezelę rojnamegerę tirk Hasan Tahsin e. Dema pißtî ßerę Cîhanę yę Yekemîn ku Dewleta Osmanî tevî pęgirtinęn xwe ve, bi bin ket, gelek ciwanęn tirk xwest ku dewleteke neteweyî ű serbixwe ava bikin. Ű bi kęmanî be jî bi ser jî ketin. H. Tahsin jî yek ji wan xortan bű. Gava ku Ewrűpayî ketin welęt, wî xwe ranegirt ű bi demançeke biçűk li ber artęßę rabű. Bi wę demançeka xwe ya biçűk gule li wan barandin. Leßkeran jî di cih de ew kußt. Îca ew xort, bű rűmet ű serbilindahiya wan ű hemű miletę tirk. Lę wekî wî ji min re got, niha kul ű derdęn wî jî pir in. Dibęje: "Me bingeha vę dewletę bi çi hawî avęt, daxwaz ű armanca me çi bű, me çi dixwest ű karbidest ű rayedaręn niha çi dikin? Her tißt berevajî kirine. Em li hemberî Împeryalîzmę bűn. Lę, yęn îro her tißtę xwe teslîmî Împeryalîzmę kiriye. Ev welatę ku me di ber de canę xwe daye, îro bűye pęgara hespę Împeryalîzmę. Wekî were dikin çima ji me re dibęjin, leheng ű qehreman. Ma ka qehremaniya me li ku ma? Ma gelo tu Silokę Cerdevan jî nenasî? Va cîranę me ye. Çend gavan li xwarę ye. 
- Na wele ez wî jî nanasim. Jixwe navbera min ű cerdevanan jî nîn e. De ka mesela wî jî ji min re bęje ű em îßev razęn bes e xewa min hat. 
- Silokę Cerdevan ji Detiyalę ku bi ser navçeya Stewrę ve ye. Li gorî gotina wî; zilamekî pir hebaß ű fesad bűye. Ji tevlîhevî ű dijîtiyę pir hez kiriye. Her ro li cem çawîß ű yuzbaßiyę qezę gilî ű paßgotiniya gundiyan kiriye. Çawîß ű yuzbaßî jî pir tade li gundiyan kiriye. Heta ku gundî neçar mane dibin cerdevan. Îca ßerekę wan ű ßervanan rű daye, çend heb gundî ű deh nefer mirine. Yuzbaßî jî suc xiste sitűyę Silo. Dibęje ku ne ji te bűya leßkeręn me nehatin kußtin. Çira tu nehatî kußtin? Kîjan roję be ezę te bikujim. Silo ji heta rihę xwe re çeka wan diavęje ű direve, tę vî bajarî (îzmîrę). Li vir dikeve destę ßervanan ű wî mehkeme dikin. Sűc ű kęmasiyęn wî yeko yeko tęn tesbîtkirin ű cezayę îdamę ji aliyę wan ve tęne înfazkirin. Îca li xwe dixe ű poßman e. Dibę min çi bi xwe ű bi gundiyęn xwe kir. Xwezî çavęn min birijiyana ű min ew suc nekirana. Ev çi sosret bű, ku min bi xwe ű bi wan teva kir. Mirina min li der ű çola bű. Xwezî ez li welęt teslîmę wan bibűma, belkî ez efű bikirama, ez efű nekirana jî, ezę li welatę xwe, di nav gel ű cîranęn xwe de bimirama. Belkî rojekî, yekî rehmet li min bianiya, ji min re fatiheyek bixwenda. Lę mixabin, ez ji van tevan mehrűm ű bępar mam. Li vî welatę nenas ű biyan, bękes ű ne bęxwedî me. 

[AW72B4] 
Di Rojęn Ciwanan de ciwan huneręn xwe pęßkęß dikin 
15'emîn Rojęn Ciwanan, ku ji aliyę ßanoyęn Bajęr ęn Stenbolę ve tę biręvebirin, didome. Bernameya Rojęn Ciwanan, roja 6'ę gulanę, li Ýskeleya Kadiköya Stenbolę bi ßanoya "Stranęn Ax"ę ku ji aliyę Lîstikvanęn Kuçeyan ęn Anatoliyę ve hate lîstin, dest pę kir. 15.emîn Rojęn Ciwanan, wę heta 16'yę gulanę bidome. Di Rojęn Ciwanan de her sal xortęn zanîngehan, beßęn ßanoyę ű yęn amator hunera xwe pęßkęß dikin. Îsal di bernameya Rojęn Ciwanan de konser, ßano, pęßangeh ű guftűgo cih digirin. Di beßa konseran de Tevfik Çimen ű Navenda Perwerdehiya Huneręn Rind ęn Perayę, cih digire. Di beßa Pęßangehan de Rýfký Demirel, węneyęn xwe yęn "Boyaxęn avîn" ű Ahmet Demirbaß jî węneyęn xwe yęn "Ji Darulbedayî heta ßanoyęn Bajęr" pęßkęß dike. Di beßa guftűgoyę de, Turgut Yasalar, Mustafa Altýoklar, Fehmi Yaßar ű Erden Kral li ser "Sînemayę", Derűnînas Metin Afat li ser "Tilyak ű evîn"ę, Atilla Atay li ser "Li Tirkiyeyę rewßa dawîn a kovaręn mîzah"ę disekinin. Her wiha Selçuk Erdem, Erdil Yaßarođlu, Okan Bayülgen ű Zafer Alagöz jî wę wekî axivger beßdarî guftűgoyan bibin. Di beßa ßanoyę de, wę 31 komęn ßanoyę lîstikęn xwe pęßkeß bikin. Ev ßano, pęßangeh, guftűgo ű konser, wę di Salonęn Stenbolę ęn Kadýköy Haldun Taner, Üsküdar Müsahipzade Celal, Fatih Reßat Nuri, ű Sehneya Gaziosmanpaßayę bęne pęßwazîkirin. Bilętęn van çalakiyan, wekî her sal, îsal jî bę pere ne. 
Her lîstikek, di nava xwe de jiyanek ű pergalekę dihewîne. 
Çend lîstikęn ßanoyę ku di Rojęn Ciwanan de cih digirin, ev in: Savaß Baba (Bavo Savaß), Ýstanbuldan Manzaralar (Dîmenine ji Stenbolę), Bir Delinin Hatýra Defteri (Lęnűska Bîranînan a Dînekî), Zenciler (Zencî), Phedre, Gýlgamýß, Yeßil Papađan Limited, Çingenenin ßarkýsý (Strana Çîngeneyę), Bir Garip Evlenme (Zewicîneke Sosret) ű hwd. Di nav van lîstikęn ßanoyan de, yęn ku bala mirov dikißînin ser rewßa çeteyan a îroyîn jî hene. Ji van, lîstika ßanoyę ya Yeßil Papađan Limited, rewßa çeteyan baß radixe ber çavan. Ev lîstik ji aliyę Mehmet Baydar ve hatiye nivîsîn ű ji aliyę Tolga Yener ve hatiye ręvebirin. Lîstik di buroya du kesęn ku bi xwe çete ne de derbas dibe. Kî li ku derę serę wan dikeve belayę, tęn cem wan ji wan alîkariyę dixwazin; her du çete pirsgirękęn van kesęn ku ji wan alîkariyę dixwazin, bi bikaranîna çekę çareser dikin. Ew kesęn ku tęn cem wan, giß jî navdar in: Hunermend, Karmend, Sporvan, Rojnameger, Siyasetmedar ű hwd. Her kes tę serî li wan dide ű ew karę wan diqedînin. Peyvek heye, dibęjin "Mar çęjikę xwe naxwe", lę di vę ßanoyę de ev peyv derbas nabe. Di lîstikę de her du kes, berę pęßîn endamęn heman çeteyę yęn ku gotina wan naynin cih, dukujin ű dűv re jî ew bi xwe bi hev dikevin, bi komployan hev ű din bi avę de dibin. 

[AW72B5] 
Hejmara 29'an a Kovara Nűdemę derket 
Kovara hunerî, edebî ű çandî Nűdem bi hejmara xwe ya 29'an derkete pęßberî xwendevanęn xwe. Her wekî hejmaręn berę vę hejmarę jî bi pęßeka xwedî ű berpirsę kovarę Firat Cewerî dest pę kiriye.Cewerî di vę nivîsa xwe de digel girtina Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan, li ser helwesta tund a rayedaręn dewleta tirk jî rawestiyaye. Wî diyar kiriye ku dîlketina Öcalan di nava kurdan de giyana yekîtiyę pęk aniye, lę li hemberî vę yekę di nava tirkan de jî hestęn ßovenî ű înkarkirina hebűna kurdan ji berę xurtir bűne. Di dawiya nivîsę de hatiye xwestin ku kurd li hemberî vę helwesta ßoven doza ziman ű çanda xwe wekî alekę bilind bikin ű li her cihî bi zimanę xwe bipeyivin.Di nava rűpelęn vę hejmara Nűdemę de nivîsęn ku pęßî balę dikißînin, nivîsęn polemîka di navbera Murad Ciwan ű Mehmed Uzun de ne. Murad Ciwan di nivîsa xwe ya bi sernavę "Nivîskarę swędî yę ku zimanę kurdî afirand" de hinek ramanęn Mehmed Uzun ęn ku wî di televîzyoneke swędî de li ser çand ű węjeya kurdî pęßkęß kirine, rexne kirine. Bi qasî ku ji nivîsa Ciwan tę fęmkirin Mehmed Uzun her tißt ji xwe daye destpękirin ű kesęn berî xwe bi tißtekî nehesibandine. Mehmed Uzun di bin sernavę "Generalę bęnefer ku xwe tißtekî dihesibîne" de bersiva Ciwan daye. Di destpęka nivîsa xwe de Mehmed Uzun bi ßęweyekî tund bi ser Ciwan de çűye ű pißtre jî daye zanîn ku wî bi qestî, gotinęn wî berevajî kirine. Pißtî vę yekę li gorî xwe ßîroveya rast a wan gotinan pęßkęß kiriye. Di wan nivîsęn polemîkî de tißtę ku mirov pę dięße ßęweza M. Uzun e, lewre wî ji bersivę wędetir ęrîßî kesayetiya Ciwan kiriye. Tißtekî din î balkęß jî di nivîsa Mehmed Uzun de navę Kurdistanę qet nehatiye bilęvkirin ű bakurę Kurdistanę wekî parçeyekî Tirkiyeyę hatiye pęßkęßkirin.Ji bilî van nivîsan, di nav rűpelęn kovarę de nivîsa ßerefxan Cizîrî ya li ser węjeya devkî ű nivîsa Medenî Ferho ya li ser węnesazę kurd Bahram Haco balę dikißînin ser xwe. ßerefxan Cizîrî di nivîsa xwe ya bi sernavę "Edebiyat an jî kultur" de digel taybetmendiyęn węjeya devkî, tękilî ű cudatiya wę ya ji węjeya nivîskî jî li ber çavan radixe. Medenî Ferho jî digel danasîna hunermendę kurd ę navborî, ketiye nava deryayę hunerę ű tę de noq bűye. Ferho li ser hunera Haco ű rębazęn hunerę agahiyęn balkęß dane. Di vę hejmara kovarę de nivîseke ßayanî bahsę jî, nivîsa Hafiz Qazî ya bi sernavę "Serpętahiya derxistina du kovaran" e. Her wekî ji sernavę wę diyar e, Qazî qala serpęhatiye derxistina kovaręn Hîwa ű Ronahî ku di nîveka duyemîn a salęn 1950'yî de li Baßűr derketine, dike. Di vę hejmara kovarę de du kurteçîrokan jî cih girtiye. Çîroka yekemîn ji hęla Husein Muhammed ve hatiye nivîsandin ű çęlî jiyana mirovekî seyr dike. Navę vę berhemę "Nemir" e, çîrok serpęhatiya mirovekî ku li ser nifira hevalekî xwe, bi nemirinę hatiye cezakirin dike. Li gorî nifira ku li wî hatiye kirin heta ew zanîngehę neqedîne dę nemire ű ji sala 1398'an bi vir de lę dixebite ku beßeke dibistanę biqedîne, lę bi ser nakeve. Navę kurtçîroka duyemîn "Dilßewitiyę kultura kurdî" ű ji hęla Silęman Alî ve hatiye nivîsandin. Di vę kurteçîrokę de bi serpęhatiya hunermendekî xisleta kurdan a bi rengę "xwedîderneketina li mirovęn ßareza di jiyana wan de" hatiye rexnekirin. Di vę hejmara Nűdemę de gelek helbestan jî cih girtiye. Kesęn ku helbestęn wan di vę hejmarę de hatine weßandin ev in: Çar ßiîr ji Sabah Kara, Rojen Bernas (Guno! Guno!), Ręnas Jiyan (Jan), Du ßiîr ji Osman Mehmed, Kawa Nemir (Mitirbekę bajar da hev), Cemîl Denlî (Pißtî çűna te), Munzur Uzun (ęß), Remezan Alan (Ęßa kevin), Zekî Seyda (Bipę).Di dawiya kovarę de jî danasîna hinek berheman cih girtiye. Di nava wan danasînan de mirov dikare danasîna pirtűka Konę Reß a bi navę "Jiyan ű ramanęn Celadet Bedir-Xan" ku ji hęla N. Zuxuranî ve hatiye kirin, wekî nivîseke serbixwe binirxîne. Lewre ew nivîs ji qalibę danasînę derketiye ű tę de gelekî bi berfirehî li ser dîroka malbata Bedirxaniyan ű Celadet Bedirxan hatiye rawestandin. 

[AW72B6] 
Demjimęra Gozę 
Gundiyęn heręma Męrdînę wekî xwarina sewalan a zivistanę, ji serę meha gulanę ve giyayę ter diçinin ű dikin ręsî. Xelîlę Dűnę, her sibe bi berbangę re, tevî zarokęn xwe diçű çiya, ręsiyan. Xelîlo ji jina xwe Gozę re dibęje: "Ka mirîßkekę ű çend hękan bide Hecî Felemez (H. Felemez mînîbus di navbera Stîlîlę ű Nisębînę de dixebitand). Bila ji me re demjęmerek bi zengil bikire ű werîne. Dę her sibeh, me di wextę de hißyar bike." Gozę dibęje: "De ne hewce ye em xesarę bikin. Jixwe bi her berbanga sibę re mîza min tę. Ezę we hißyar bikim." Gozę du-sę rojan bi hatina mîza xwe re wan hißyar dike. Dîsa rojekę ßîva wan goßtę dermalan bűye. Gozę bi ser ßorahiyę de gelek av vexwaribű. Hîna nîvę ßevę ye, mîza wę tę. Bi lez ű bez bang li Xelîlo ű zarokan dike. Dibęje: "Rabin, bűye sibeh. Hűn dereng mane." Xelîlo ű zarok radibin. Berę xwe didin çiyę. Lę li wan nabe sibe. Bi ser de tavek baran jî li wan dibare. Hinek ji wan dikevin binę berqefk ę. Hinek ji wan dikevin bin deviyan. Ji serma laßę wan diricife. Çongę wan dilerizin. Zarok dibęjin: "Yabo! Ev çi hal e? Em ji serma qefilîn." Dibe kufe-kufa Xelîlo ű li wan vedigerîne: "Lawo; heta ku demjimęra me hatina mîza diya we be, wę halę me ev hal be!" 

[AW72C1] 
Helwesta KT'ę ya li dijî raperînęn berę ű PKK'ę (2) 
Pißtî vę yekę, em dikarin helwesta KT'ę ya li dijî raperînęn berę ű ya li dijî PKK'ę rűberî hev bikin. 
1- Di wę pęvajoyę de, ji bo ßandina heyetan, înkarnekirina kurdan hinceteke bingehîn e. Yanę, ew, eßîręn kurdan parçeyek ji xwe dibînin ű heta dibęjin, "meclîs a tirk ű kurdan e." Lewre, ger heyet bihatana ßandin, tu reaksiyonęn neyinî ji nava Tirkiyeyę li dijî M. Kemal nedihatin nîßandayîn. Lę, rewßa îro berevajî vę yekę ye. Çimkî ev 75 sal in ku, ew kurdan înkar dikin. Ger heyet bo Serokę PKK'ę bęne ßandin ű ew heyet bi wî re li hev rűnin, ew mecbűr in ku siyaseta înkarkirinę red bikin. Ev jî bi xwe re tunebűna KT'ę tîne. Lewre 'Komar' li ser înkarkirina kurdan hatiye avakirin. 
2- Hęzęn împeryalîst ęn mîna Îngilistan ű Fransayę, wę serdemę pir li ser kurdan, li dijî ręveberęn tirk sekinîbűn. Îro, dema mirov li rewßę męze dike, pißtî ku biyanî bi Kęßeya Kurd re mijűl bűn, ręveberęn tirkan jî ji mecbűrî hin nirxęn kurdan qebűl kirin. Ręveberęn Tirk, wę mîna salęn 1920'î mecbűr bimînin ku careke din polîtîkayęn înkarkirinę ji holę rakin. Bęguman, ev yek bi gurbűna ßoreßę ű bi yekîtiya hęzęn Kurdistanî ve girędayî ye. Jixwe dema ku ßoreß lawaz bibe, tu hęz ű dewlet bi Doza Kurdistanę re mijűl nabin ű ne jî ewę ji Tirkiyeyę biwęrin, behsa Doza Kurdistanę bikin. 
"ne kapîtalîzm, ne koműnîzm, heta hetayę kemalîzm" 
3- Wę serdemę ßovenîzm li Tirkiyeyę ewqasî xurt nebűbű. Bi ßerę çekdarî re, ku di 1984'an de dest pę kir, ßovenîzm ewqasî xurt bű ku, ędî mantalîteya mirovekî ji ręzę ű ya ręveberekî dewletę li ser Kęßeya Kurd de wekî hev e. Di vę rewßę de ger ręveberęn dewletę bi kurdan re tękevin tękiliyę, xwe nikarin bidin jiyandin ű wę ji navę bęne rakirin. Çimkî destpęka bi PKK'ę re lihevrűnißtinę, di heman demę de destpęka rűnißtandina pergala demokrasiyę ye jî. Rűnißtandina pergaleke demokratîk jî taswiyekirina hemű nijdeyan (çete) e. Lewre tu nijde naxwazin PKK'ę re li hev rűnin. Ji bo ku li ser piyan bimînin, ßovenîzmę xurt dikin ű felsefeya "ne kapîtalîzm, ne koműnîzm, heta dawiyę kemalîzm" di dibistanęn xwe de dikin dersa bingehîn. 
4- Raperînęn kurdan bi gelemperî heręmî bűn. Lewre em dibînin ku wę demę peywira walîtî, qaymeqamtî ű hwd. teklifî serkęßęn raperînan dikin. Lę belę, ßoreßa îro ne tenę li Kurdistanę, her wiha li Anatoliyę jî xwe biręxistin kiriye. Ev jî girędayî Serokatiya PKK'ę ye; 
a) Serekęn berę, xwe bi tevayî ji Osmaniyan an jî KT'ę qut nekiribűn. Heta piraniya wan serweriya xwe ya dema Osmaniyan dixwest. Lę, Serokatiya PKK'ę hęj di zarokatiya xwe de, xwe ji KT'ę ű berjewendiyęn ßexsî qut kiriye. 
b) Armanca Serokatiya Hemdem, serdanpę guhartina Rojhilata Navîn e. Bęguman, ev girędayî bîrdoziya ßoreßę ye. Bîrdoza raperînęn berę nikaribe vę yekę pęk bîne. 
c) Ręveberęn KT'ę difikirîn ku wę bi hęsanî serekęn îsyanan bixapînin, bidin tunekirin an jî bi xwe ve girę bidin. Lę, ev yek ji bo Serokatiya Hemdem ne pękan e. Di vę mijarę de lixwemikurhatina wan berbiçav dibe, "ger em destę xwe diręjî wî bikin, em nikarin milę xwe ję bifilitînin." Ji her kesî bętir ręveberęn KT'ę di rastiya serokę PKK'ę ű ßerę wî gihißtine. Li hemberî serokatiyęn berę tirseke wan a wiha tunebű. Ji tirsę wędetir, hęviya wan ew bű ku, wan bi xwe ve girę bidin. Wan potansiyela vę yekę dîtibű ű bi rastî jî hebű. 
5- Di salęn 1920'an de îradeyeke ręveberęn tirkan ku M. Kemal dinimand (temsîlkirin), hebű. Îro îradeya Komarę nîn e, parçebűyî ye. Bi PKK'ę re danîna tękiliyan, vîneke xurt dixwaze. Îro her yek ji ręveberęn KT'ę ji yę din ditirse. Kî biryareke wisa bistîne, yę di cih de xayîn were îlankirin an jî dę wekî Turgut Özal ű Eßref Bitlis beramberî komployan bimîne. 
Dę vîna gel qebűl bikin 
6- Di salęn destpękę yęn KT'ę de, mîna îro, bandora hęzęn derve tunebű. Mustafa Kemal polîtîkayeke hevkęßeyî, polîtîkaya hęzęn biyanî bi giranî tęk bir ű polîtîkaya xwe meßand. Jixwe "Komar" jî bi vę polîtîkayę damezirand. Îro rewß ne wisa ye. Ger ręveberęn dewletę bixwazin bi PKK'ę re hevdîtinan pęk bînin, divę bi Amerîka, Almanya, Fransa, Îngilistan ű Îsraîlę bißęwirin. Çimkî ev dewlet li Tirkiyeyę xwedî hęz in ű gelek navgînęn hilberîna Tirkiyeyę bi riya nijdeyęn faßîst bi dest xistine. Lewre jî ji aliyekî ve lihevrűnißtina PKK' ű KT'ę heta radeyekę girędayî hęzęn navborî ye. 
7- Di raperînęn berę de, tevî ku pir dom jî nekirine, bi ßer re rewßa aborî-civakî ya Kurdistanę nediguherî. Ne gengaz bű bi serokatiyeke feodal bihata guhartin. Îro, bi ßer re civaka Kurdistanę serobin bűye. Gel ędî bi hißekî zelal, bi ser armanc ű daxwazęn xwe ve bűye. Vę guherîna civaka kurd, ne tenę ręveberęn tirk tirsandiye, her wiha sazî ű ręveberęn hęzęn împeryalîst jî tirsandine. Wan, potansiyela civakî ya nű, ku bi ßerę PKK'ę re hißyar bűye, baß nas kiriye. Lewre ew bi hemű hęza xwe li hemberî Serokatiya PKK'ę rabűn ű wan pißtgiriya KT'ę kir. 
Belę, ji ber van sedemęn ku me li jor ręz kirin, xwe nęzîkî lihevrűnißtina digel PKK'ę nakin ű heyetan naßînin cem Serokatiya PKK'ę. Lę ev rastî jî heye; ev kęße dę teqez çareser bibe ű wę bi Serokatiyę re li hev rűnin. Ev jî ne bi daxwaza wan e. Çimkî hemű saziyęn KT'ę pűç bűne. Saziya leßkerî jî li hemberî gerîla bęçare maye. Jixwe propagandaya marjînalbűna PKK'ę, di rastiyę de marjînalbűna Artęßa Tirk ű KT'ę ye. Di encamę de mirov dikare vę bibęje; bi PKK'ę re qebűlkirina lihevrűnißtina KT'ę, qebűlkirina Amerîka, Îngilistan, Almanya ű Îsraîlę ye, ßkęnandina vîna wan hęzan e jî. Ji bilî qebűlkirina îradeya PKK'ę, tu rę li ber wan nemaye. Pisporę CIA'yę G. Fuhler wiha dibęje: "PKK xwedî pißtgiriyeke mezin e, lę, pęwîst e kesęn mîna ßerafettin Elçi di nav de cih bigirin." Xuya ye hędî hędî, di destpękę de bi rengekî berevajî, dę vîna gelę Kurdistanę qebűl bikin. Dîsa di vę gotina Berpirsiyarę ERNK'ę yę Welatęn Serbixwe Mahir Welat de, helwesta DYA'ę xwe baß dide der: " Ji bo ku em li hemberî xeta petrolę nebin asteng, Amerîkayę got emę pißtgiriya aborî bo we bikin (Azadiya Welat, hej. 138)." 

[AW72C2] 
Magna Carta, Öcalan ű Tirkiye 
Mirovahiyę hîn di sala 1215'na de pędivî bi demokrasiyę ű parastina mafę azadiya kesan dîtiye. Di sala 1215'an de di navbera baron ű kralę Îngilîstanę de, bi riya vę peymanę gavek ber bi demokratîkbűn ű aßtiyę ve tę avętin. Beriya ku peyman bę girędan, di navbera qralę Îngîlîstanę ű baronan de ßeręn gelekî dijwar ű kirinęn hovane pęk dihatin. Dema ku Qral John tę ser text, mal ű milkę baronan desteser dike. Her wiha qral, bęsűc ű bę sebeb dikaribű baronekî beyî ku bidarizîne bikuje. Edaleta hingî bi saya pergala wę demę bűbű wekî 'bazara petîxan.' Yanî kesę ku bikaribűya edalet bi pereyan bistanda, tißtek bi serę wî de nedihat. Lę yęn reben ű belengaz diketin bin fermana ßűrę komploya nav qesran. Qral John di sala 1199'an de hatiye ser text ű heta Peymana Magna Carta (Fermana Mezin) sala 1215'an li ser text maye. Bęguman baron jî destvala namînin. Ew jî li hemberî kirinęn kiręt yęn keyîtiyę (qraltî) serî hildidin ű di encama tękoßîna xwe de, wî mecbűr dihęlin ku Peymana Magna Carta îmze bike. Bi vę gavę, di sala 1215'an de yekemîn car ji bo demokrasî ű aßtiyę mafę kesan bi saya peymanę dikeve bin ewletiya qanűnan. Xalęn wę peymanę li gor wę demę gelekî balkęß in. Wekî mînak; di xalekę de wiha tę gotin: "Kesekî/e azad, li derveyî qanűnan nayę girtin ű mulkę wî/wę nayę desteserkirin. Kes divę ji mafę ku qanűn didin, bępar nemîne." Di xalęn din de jî li ser edaletę gelek tißtęn balkęß hene. Wekî mînak; di xaleke din de jî wiha tę gotin: "Edalet nayę kirîn. Divę edalet bi derengî nekeve. Tu kes divę ji edaletę bępar nemîne." Tękoßeręn mafęn mirovan ű demokrasiyę hîn berî niha bi 787 salan, sedsala pęßiya xwe dîtiye ű li gorî wę, qanűnęn xwe danîne. Mirovahiyę xwe tenę bi wę peymanę sînor nekiriye. Di sala 1789'an de ala demokrasî ű aßtiyę, ewlekariya canę mirovan, dîsa bi danezana mafęn mirovan a ßoreßa Fransayę ketiye bin ewlekariya qanűnęn gerdűnî. Li dűv vę yekę, di sala 1948'an de dîsa bi Danezana Mafęn Mirovan a Neteweyęn Yekbűyî ji nű ve hatiye sazkirin, berfirehkirin. Bi van danezanan mafęn her kesî hatine naskirin ű bi nirxęn gerdűnî hatine barkirin. Welatęn ku xwestine pergaleke demokratîk bi cih bikin, pęßîn di qanűnęn xwe de guherîn pęk anîne ű dűre jî xwe wekî "abîdeya demokrasiyę" nîßan daye. Gelo welatęn ku ji sedî yeka rębazęn gerdűnî yęn mafęn mirovan ű ewlekariya canę mirovan neparastibin, dikarin xwe wekî "abîdeya demokrasiyę" nîßan bidin? Ma welatę ku nikaribe ji sedî yekę xwestekęn berî niha bi 787 salan di welatę xwe de bi cih bike, dikare çęlî hiqűq ű demokrasiyę bike? Welatekî ku rębaza hovane, neqanűnî ű nehiqűqî bi kar bîne ű wekî berî dema Peymana Magna Carta mirovan di encama komployekę de bi riya muhafizęn nav qesran birevîne, dikare pißtevaniya ewlekariya canę mirovan ű mafę darizandineke dadyane bike? Balkęß e Peymana Magna Carta di avabűna Amerîkayę de bingeha avaniya siyasî pęk tîne. Gelo Tirkiye dę bingeha avabűna xwe ya siyasî ji vir ű pę de ji çi wę pęk bîne? 

[AW72C3] 
Rexne ű mafnasî 
Di hejmara 170'yî ya Azadiya Welat de nivîseke bi sernavę "Di serdema Komara Tirk de lęgerînęn folklorę" ku ji hęla Mahmut Yamalak ve hatiye nivîsandin, hate weßandin. Yamalak bi kurtasî wiha dibęje: "Dîroka folklora tirkan; dîroka dizîna ji folklora Anatolî, Behra Reß, Trakya ű Kurdistanę ű li ser vę yekę afirandina çand ű nasnaveke nű ye. Di nivîsę de ji Ziya Gökalp heta P. N. Boratav gelek kes hatine rexnekirin. Li ser rűpel, berga pirtűka Ýlhan Baßgöz hatiye bikaranîn, bi vî awayî, ew jî ketiye nava wan kesęn navborî. Di vę tesbîtę de aliyekî rast heye, lę tawanbarkirineke bi gißtî di nava xwe de gelek neheqiyan jî dihewîne. Neheqiyeke bi vî rengî tu xęrę nagihîne me. Di ser de jî ew nęzîktędayîn dibe sedema çewt-agahdariyę ű bandoreke neyinî li nifßęn nű dike. Em ji serî dest pę bikin. Berî ku tirk bęn Anatoliyę, li ezmęn dijiyan? Çandeke tirkan a resen nîn e? Wan, ji cihę ku ew ję hatin qet tißtek bi xwe re neaniye? Wan tißtek nedilîst, stran nedistirîn, çîrok venedigotin. Divę em her tißtę ku li dijî dîtina ku em dijberin, bi yekcarî rast nebînin. Heke em dan ű standina xwezayî ya di navbera gelan de deynin aliyekî, pißaftin ű dizîn zędetir di warę stranęn gelęrî ű lîstikęn gelęrî ango dîl ű govendan de pęk hatiye. Yek çawa dikare tißtęn zargotinî bidize? Ewęn ku navę wan hatiye dikirandin, çend kesęn mîna M. Sarýsözen ű N. Tüfekçi ne tę de, gißt kesęn ku di warę folklorę xebatę dikin in. Tißtę ku em pę ęßiyan, ev e ku zanyarekî mîna P.N.Boratav ku xebatęn qada navneteweyî de dengvedayî pęk anîne, yekser hatiye tawanbarkirin. Lę tę zanîn ku Boratav ji ber ku di xebatęn xwe yęn folklorę de ji bîrdoza neteweperest dűr ketiye ű bi çavekî demokratîk li çanda gelan nihęriye ű ji marksîzmę sűd wergirtiye, leqayî pest ű pękutiyan hatiye. Ji ber vę yekę, ekola ku wî afirandiye ji zanîngehan hatiye vederkirin ű li ßűna wî dîtinęn faßîstęn mîna keça Türkeß hatine bicihkirin. Bo niműne, Boratav mijara ku nivîskar rexne dike, bi pęßbîniya zanyareke wiha tîne ser zimęn: (...) Misilmanęn xwecihî ku bi eslę xwe ne tirk in; li heręmęn rojhilat ű li hinek heręmęn din bi awayekî belavbűyî kurd; li baßűrę rojhilat komikęn ji nîjada samî (keldanî, alewî, nűsayrî ű erebęn sűnî); li rojhilatę li qęraxa Behra Reß laz... Piraniya wan komikan, nemaze li cihę ku perwerdehiya seretayî ű navincî belav bűye, bi lez ű bez dibin tirk. Di nav nifßęn berę de kesęn ku bi tenę zimanę xwe dipeyivîn jî hene. Nifßęn nű hinek bi du zimanan dipeyivin, hinekan jî zimanę xwe ji bîr kiriye. Lę ewę dab ű nęrîtęn xwe yęn etnîkî demeke diręj li ser piyan bihęlin ű bihęwißînin. Berhevkirin ű nirxandina çanda wan bi hemű aliyęn xwe, ji bo ronîkirina gelek gelßęn çanda gelęrî pir girîng e. Lę mixabin, di vî warî de ji bilî xebatęn ku zanyarę fransî Georges Dumézil ji çil salî vir de li ser çand ű zimanę kesęn bi binyada xwe ji Qafqasan e, lę li Anatoliyę bi cih bűne kirine, heta roja îro kesî tu xebat nekiriye. Kęmasiya xebata di vî warî de bandor li berhemęn wî nekiriye? Dema guhartoyęn (Varyasyon) Destana Körođlu dinirxîne vę kęmasiyę wiha tîne ser zimęn: "Hejmara guhartoyęn ku ji hev cuda li ser naverokęn cuda hatine hűnandin ű ristin dę pißtî ku li Tirkiye ű li derveyî Tirkiyeyę (Tirkęn Azerbaycan, Turmenîstan, Özbekîstan, Kazakîstan ű baßűrę Sibiryayę ű kesęn ku zimanę wan ne tirkî ye, mîna; tacîk ű kurdan) li hemű guhartoyan hate kolandin dę derkeve holę. Lę ev kar hîn nehatiye kirin." Ji ber ku ew xebata arßîvî dike, mirov dikare pirseke wiha jî bike: Vę rewßę tesîr li berhemęn wî nekiriye? Helbet kiriye. Em vę yekę bi mînakeke li ber çavan raxin: "Di hinek qewmęn tirk (wekî Kizgizan) de di navbera keç ű xortęn berzewacî de ßer edet e. Kemal Bilbißar di romana xwe ya bi navę "Cemo" de diyar dike ku ev edet di nava kurdęn Anatoliyę de hę jî didome. Rastbűna vę agahiyę girędayî rastbűna agahiyęn ku Bilbaßar dane ye. Lę Boratav xwe ji pęßkęßkirina agahiyęn wiha rast jî xwe nedaye alî. Dema çęlî salnameya gelęrî tę kirin, ew agahiyęn ku ji Műßę hatine berhevkirin dide ű wiha dibęje: Navę adar ku ji Műßę hatiye berhevkirin ji zimanekî îranî (belkî kurdî) hatiye. Di farisî de azar e. Li ser binyata navęn din jî mirov dikare dűvediręj raweste. Lę tißtę ku pęßî balę dikißîne, di salnameya me ya gelęrî de navęn mehan bandora danűstandinęn gelan di xwe de dihewînin. Mirov ji bo Ýlhan Baßgöz jî tißtęn ku ji bo Boratav hatin gotin, dubare bike. Lę pęwîst nake. Tißtę ku em dixwazin balę bikißînin ser ę ev e: divę mirov xwe ji nirxandinęn gißtî bide alî. Helbet li vir armanca me ne parastina Boratav e. Lę li holę encameke neyinî heye. Dema em evqas bi hęsanî ser kesęn ku di pęßeroję de divę em ji rębaz ű encamęn xebatęn wan sűdę wergirin xęz bikin, ji vę yekę ne ew, emę ziyanę bibînin. Îro peywira me ya yekemîn destavętina karę berhevkirinę ye. Lę berpirsę vę yekę ne em bin jî, em hę rębaza vî baßebaß nizanin. Ji bo hînbűna rębaza vî karî emę serî li berhemęn van kesan bidin. Divę em ji bîr nekin ku di berhemęn kesęn wiha de kakilę agahiyęn li ser mijarę ya pisporęn cîhanę jî heye. Xuya ye ku divę em berhemęn kesęn biyan dubare nekin an jî wernegerînin. Ji ber ku berhemęn zargotina kurdî xwediyę dirűv ű çarçoweyeke xweser in. Gelo divę em van kesan qet rexne nekin? Helbet emę bikin, emę bi tundî bi ser çewtiyęn wan de herin, lę divę em aliyęn wan yęn eręnî jî ji bîr nekin. 
Çavkanî: - Prof. Pertev Naili Boratav, 100 Soruda Türk folkloru, Weßanę Gerçek, çapa duyemîn, avręla 1984 
- Boratav, 100 Soruda Türk Halk Edebiyatý 

[AW72D1] 
Doza Öcalan dę pęßeroja Tirkiyeyę diyar bike 
Pißtî hilbijartinę, rojev bi mijaręn cur bi cur hate dagirtin. Li aliyekî zędebűna dengęn MHP'ę, li aliyę din 'mebűsa bi ßarpe' ű gelek tißtęn din. Ji bo kurdan, bűyera girîng encama ku HADEP'ę di hilbijartina heręmî de bi dest xistî ye. Kurd, cara yekemîn ręveberiya heręmî ya welatę xwe bi dest dixin. Ji ber vę yekę jî kęfxweß in, lę ew nizanin ka ev kęfxweßî dę heta kengî bidome, lewre belediyeyęn ku bi dest xistine di nava deynan de xeniqîne ű çavę her kesî li ser wan e. Bi taybetî hęzęn xęrnexwaz, li pey hinek lîstikan in, ji bo ku desthilatiyę ji destę endamęn HADEP'ę bigirin. Li aliyę din gelek arîßeyęn bajarvaniyę li holę ne, gel li hęviya çareseriyę ye. Niha li holę, derfeta pękanîna projeyęn mezin nîn e. Lę dîsa jî derfeta pękanîna hinek projeyan heye. Bi dîtina me, divę belediyeyęn HADEP'ę giraniyę bidin çalakiyęn çandî, bi vî awayî dikarin atmosfereke demokratîk pęk bînin. Festîvalęn navneteweyî yęn pirtűk, ßano ű sînemayę dę dilę gel xweß bikin. Her wiha kursęn pîßeyî, konferans, panel ű semîneręn çandî dikarin di warę perwerdekirina gel de bibin alîkar. Divę bę gotin ku îmkana pękanîna van tißtan hinekî jî girędayî helwesta dewletę ye, lewre heke dewlet li ser riya xwe ya berę bimeße, nahęle ku belediye gavekę jî bavęjin. Her wiha dema dewlet doza daleqandina Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan bike ű wę demę dę gelę kurd jî reaksiyoneke tund nîßan bide ű dę serhildan dest pę bikin. Di rewßeke wisa de, ne kes dikare çalakiyęn çandî pęk bîne, ne jî gel guh dide wan çalakiyan. Li vir girîngiya Doza Sedsalę derdikeve holę. Ev rastî, di daxuyaniyeke Konseya Serokatiyę ya PKK'ę de jî hatiye zimęn. Ręveberęn PKK'ę diyar dikin ku, helwesteke eręnî ya li hemberî Öcalan, dę rę li ber çasereriyę veke ű ew jî dę ji bo pęßeroja gelan baß be. Li gorî agahiyęn ku paręzeręn Öcalan didin, ew jî dixwaze ku vę dozę bike platforma çareseriya Kęßeya Kurd. Tę gotin ku Öcalan her wekî mesajęn xwe yęn berę, dę dîsa doza yekîtiya gelan li ser hîmę wekhevî ű biratiyę bike. Lę li hemberî vę yekę, helwesta Dewleta Tirk dę çi be, ne diyar e. Hinek kes xurtbűna ßovenîzmę ű zędebűna dengę partiyęn mîna DSP ű MHP'ę, wekî xetere dibînin ű didin zanîn ku bi wan partiyan çareserî nabe. Dîtina serdest ev e. Hinek jî dibęjin, desthilatdariya van hęzan bęhtir li çareseriyę digunce, lewre li hemű welatan kęßeyęn bi vî rengî, ji hęla hikűmetęn tund ve hatine çareserkirin. PKK jî, xurtbűna van partiyan wekî hewla dewleta tirk a ji bo afirandina hęzeke xwedî biryar dibîne. Rayedaręn PKK'ę di wę baweriyę de ne ku, hęzeke wiha dikare ji bo çareseriyę jî tevbigere, roleke neyinî jî pęk bîne. Ew dibęjin "Heke ev hęz eręnî tevbigere, riya xurtbűna Tirkiyeyę jî vedibe, lę heke roleke neyinî pęk bîne, dę ßerekî dűvediręj di navbera kurdan ű tirkan de dest pę bike, ew jî dę ziyanę bigihîne her du gelan." 

[AW72D2] 
Dergűßa Demokrasiyę 
Divę mirov hilbijartinęn 18'ę avręlę mîna mîladekę bipejirîne. Mîlada destpęka îdarekirina xwe, ya bi nasnameya xwe ya eßkere. Di hilbijartinan de HADEP'ę benda ji sedî dehan derbas nekir ű mecala ketina parlamentoyę bi dest nexist. Ger estenga bendę tune bűya, dę berendamęn HADEP'ę bibűna parlamenter. Dilxwaz ű hilbijęręn HADEP'ę bi vę rewßę xwemgîn bűn. Belę, encama hilbijartina belediyeyan bű mizgîneke ßahiyę. Li 7 bajaran (ku yek ji wan belediyeya bajarę mezin e.) Li 18 navçeyan ű li 12 bajarokan (belde) serokatiya belediyeyan HADEP'ę bi dest xist. Serokatiyęn belediyeyęn Dęrsim, Îdir ű Męrsînę bi lîstikęn hejmartina dengan ji dest çűn. Bajarę Męrdînę, bi çendsedek deng winda bűn. Navçeya Gihadînę (Agirî) bi hîleyan ket destę partiya Fazîletę. Li gelek bajaran ű navçeyan, serokatiya belediyeyan bi dest neketibe jî piraniya meclîsa belediyeyan ji endamęn HADEP'ę pęk tę. Li gelek bajaran di meclîsa bajęr de HADEP bi hęzeke xurt tę temsîlkirin. Partiyęn bi tecrűbe, di hilbijartinęn heręmî de bi rol ű tesîra navę berendaman dizanin. Gava mirov li belavbűna hejmaręn dengan męze dike, dibîne ku gel dengęn xwe daye berendamęn parlamentoyę, daye meclîsa belediyeyę, belę nedaye berendamęn me yęn serokatiya belediyeyę. Divę mirov nebęje gel dengęn xwe tenę ji bo xatirę partiyę dide ű em kę bikin berendam, encam nayę guhartin. Ev dîtineke ßaß e. Dengęn hilbijęran ne di bin tapűya kes ű partiyan de ye. Me çendek bajar bi vî awayî winda kirin. Roja ku daxwazęn gel bi cih nayę, gel mirov serpißtę li erdę dixe. Ji ber ku armanca vę nivîsę ne li ser rawestandina kęmasiyan e, emę kurt bibirin. Di destpęka hilbijartinan de me ji raya gißtî re gotibű; ji me re ketina parlamentoyę girîng e ű em dixwazin ku pirsgirękęn civakî bi awayekî demokratîk di parlamentoyę de bęn nîqaßkirin ű bęn çareserkirin ű me gotibű maka pirsgirękan, Kęßaya Kurd e. Me tißtekî din jî gotibű. Me gotibű hilbijartinęn heręmî ji ya parlamentoyę girîngtir in. Ji ber ku ręveberiya heręmî, destpęka avakirin ű bicihkirina demokrasiyę ye. Her kes qebűl dike ku ręvebiriya heręmî, dergűßa demokrasiyę ye. Ger em demokrasiyeke bi rękűpęk dixwazin ű em dixwazin Kęßeya Kurd bi riyeke demokratîk çareser bibe; berî her tißtî divę em di ręveberiya belediyeyan de bi serkevin. Tesîra tękçűn ű biserketina me, wę ne mîna partiyęn sîstemę bisînor be. Tękçűn, wę hest ű baweriya gelę me ji binî ve bihejîne. Biserketin jî wę dilnexwazan rűreß derxîne. Dilnexwaz dibęjin kurd, nezan ű hov in, ew nikarin xwe îdare bikin, pęwîstiya wan bi me heye. Em jî dibęjin Na! Em ne kęmî tu kesan in ű em dikarin ręveberiyeke biserketî ű demokratîk bimeßînin. Di tękoßîna sedsalan de, cara yekem ßansek bi dest ketiye ku em îspat bikin ku em tęra xwe dikin. Em dikarin bęjin pira navbera paßeroj ű pęßeroja me wę bi keviręn bi serketina ręveberiya heręmî ava bibe. Çavę raya gißtî ya dinyayę li ser me ye. Asteng çiqas zehf bin jî ßertęn biserketinę hene. Gel bi bawer, bi hęvî ye ű pißtgiriyeke xurt dide. Ręvebiręn me yęn belediyeyan her çiqas bętecrűbe bin jî pißta me ji wan rast e. Lę ku em destęn xwe bidin hevdu ű em bi wan re alîkar bin. Bila tu kes berjewendiyęn xwe yęn kesayetiyę nede pęß. Roj roja xebatę ye. De werin em dergűßa demokrasiyę bi hevdű re bihejînin. 

[AW72D3] 
Bajaręn Kurdistanę 
Li Ewrűpayę gelek gotűbęj li ser belediyeyęn Kurdistanę tęne kirin. Piranî jî di nava saziyęn Kurdistanę de. Di Rojnameya Özgür Politika, ku li Almanyayę tę weßandin de, her roj nivîsekę li ser belediyeyęn ku HADEP'ę karkirî heye. Hind perspektîv in, hind jî pîrozkirin. Dema mirov bi mijarę jî nizanibe, dibe ku di gotin an jî nivîsęn xwe de xeletiyan bike. Ű rewßa Ewrűpa ne mîna ya Tirkiyeyę ye. An jî li Ewrűpayę ßertęn Tirkiye ű Kurdistanę baß nayęn fęmkirin. Dîsa jî em ę li ser rewßa bajaręn ku serokatiya wan keftiye destę HADEP'ę bisekinin. Bajaręn Kurdistanę hatina wan a aborî kęm e. Di warę sinayî, tűrîzmę ű dîrokę de bala raya gißtî ya neteweyî ű navneteweyî nakęßin. Ji ber ku ne bajaręn pęßveçűyî ne. Berhemęn dîrokî bi destę dijmin hatine helweßandin. Hingî li benda harîkariya Enqereyę ne. Hikűmeta navendî jî tenę harîkariya hevalbendęn xwe dike. Bi gotineke din, hikűmet her dem pißtgirtina belediyeyęn ji partiyęn xwe dike, belediyeyęn partiyęn din tęn cezakirin. Niha tu hikűmetęn ku bęn çękirin, dę dijminahiya serokęn HADEP'î bikin. Hem bi aborî, hem jî bi siyasî. Di vę xalę de pęwîst e ku mirov bizane gel tę cezakirin. Ku careke din dengęn xwe nedin vę partiyę. Berî hibijartinan serokęn belediyeyan qaseyęn xwe vala kirine. Ne tenę vala kirine, ew cihęn bizanin ku HADEP'ę bi ser bikeve, ji bo çend salan deyndar in. Yanî hatina wan ya Banka Bajaran (Ýller Bankasi) bi faîzeke giran ji bo çend salan kęßane ű xwarine. Heftę sal in tu xizmetęn baß ji bajaręn Kurdistanę re nehatine kirin. Ji bo karkirina sazűmanęn sinayî, amadekirina rę ű dirb, av ű piran ű hwd. xebateke bingehî tuneye. Amadekirinęn bingehîn ji bo hejmareke kęm e. Niha hejmareke mezin mirov ji gundan koçber bűne, hatine bajaran. Ev zędebűna mirovan jî pęwîstiyęn wę girantir dike. Ji riyan heya avahiyan, ji tenduristiyę heya xebata aborî, bajaręn Kurdistanę di nava rewßeke xirab de ne. Xizmeta bi dehan salan paßvemayî, di çend salan da dibe ku sererast nebe. Xebata serok bajaręn Kurdistanę ne tenę kęmasiyęn aborî ű xizmetę ve girędayiye. Serokbajartî mewqiyeke siyasî ye. Piranî jî li Kurdistanę cihę parastina nirxęn neteweyî ű mafęn mirovatiyę ne. Rewßa dewletę jî li ber çavan e. ßerę qiręj gelek nirx ű jiyana civakî tevlihev kiriye. Tę guhę me ku hęßta amiręn tirk desthilatiya serokbajaran nepejirandine. Kulturek civakî ye ku kesęn tęne hilbijartin, ji aliyę meműręn dewletę ve jî tęne pîrozkirin. Li hemberî wan kęmasiyan ű yęn me nenivîsî, xizmeta serokbajaręn kurd, xwe parastin ű xebata wan gelek zor e. Li pęßeroję dibe ku zehmetî ű ęrîßęn dewletę zędetir bin. Hingî wezîfeyęn giran dikevin ser milęn serokbajaran ű hemwelatiyęn wî. Em dizanin ku gelę me tęhniyę (tiyę) xizmetę ye. Lę pęwîst e ku rewßa bajaręn xwe, tengaviyęn belediyeyęn xwe ű siyaseta dewletę jî baß bizanin. Bizanin wan çeperęn mezin ęn koletiyę ßikandine. Parastina bajaręn wan ű partiya wan, ramana ku bi hilbijartin serkeftî karekî gelek mezin e. Li hemberî hemű kęmasî ű ęrîßan li siyasetvanęn xwe, serokbajaręn xwe xwedî derkevin. Serokęn bajaran ű endamęn meclîsa wan jî bizanin ku ew wezîfeyęn gel daye wan, wezîfeyeke muqades ű pîroz e. Bi xwînę ű rondikęn çavan hatine avdan ű avakirin. Kursiyęn serokatî ű nűnertiyę, li ser ßewata gundan, koçberiya milyonan hatine çękirin. Tißtę herî mezin ew e ku bizanin, kursiyęn ku bi dest wan ketine bi îradeya gel pęk tę. Ew îrade ű pißgirtin, dema çend sal bi ser ve çűn an sist dibe, an jî mezintir dibe. Li hemberî hemű kęmasiyan viyana gel pęwîst e. Evîna welat ű gel li ser hemű xwestekęn kesayetî ne. Dema kęmasî ű serkeftinęn xwe bi gel re parve kirin, dę di dilę gel de cihę xwe çękin. Ręveberitiyeke zelal ű welatparęzî, dibe sedemęn pęßveçűnęn mezin. 

[AW72D4] 
Ma Tovęn Stęrkan Diqelin 
Deva-deva di nava gel de xeberek digere. Her kes dibęje min ji kę bihîstiye, ez nizanim. Gotin wekî pizotekę ye, agirę sor bi xwe ye. Wey li wî, yę ku zű ji ser zimanę xwe biavęje. Nűçe, tehl ű bi ßînî ye, nexweßî ű bextreßî ye, bi agir e, girtin ű asaq e. Xalę Bextreß jî, zimanę xwe di vî agirî daye. Xalo devę xwe hißk girtiye. Hęstiręn ziwa ji çavęn wî yęn westiyayî dinuqutin ser hinarkęn wî yęn qermiçî. Dilę wî bi rivînî pędikeve ű bi teqînî lędide. Ew dilezîne, xwe li mala xwarziya xwe ku nęzîkî çarßiyę ye, digire. Çend lib diranęn wî yęn dawî ku ne li hindama hev in, ji zoran di goßtę argűßka wî de radibin. Dűxan ji nava serę wî radibe. Ber çavęn wî zer dibe. Taqeta di kabokęn wî de nema kare gewdeyę wî hilgire. Kabokęn wî difisin. Xalo, xwe bi ser kopalę xwe, yę ku ji hecę bi xwe re anîbű de ditewîne. Xwe pę digire. Tevlî kopalę xwe, wekî deydîkę dihejhije. Kofendîla egala wî vedibe ű rîßikęn wę dikevin ser rűyę xalo. Bi destę xwe yę çepę egala xwe diedilîne. Bę ku devę xwe veke, bi hejandina serę xwe ji keçika ku bi destę wî digire re spas dike ű bi gavęn teng dikeve rę. Dema xalę Bextreß digihę dęhma Camiyę, dengę Melę Camiya Mezin dibihîze. Xalę Bextreß deng nabe xwe. Ew xwe li kerrîtiyę datîne. Lę bęxwedîkęn guhęn wî perdeyęn xwe ji vî dengî re nagirin. Ű fęrbűna salan wî ber bi bangę ve dikißîne. Xalę Bextreß berę xwe nazîvirîne, guhęn xwe bi rîßikęn egala xwe dixitimîne. Dengę bangę nema tę wî. Ji ber ku agirę li ser zimanę wî ßűna xwe dißewitand, wî nedikarî ya di dilę xwe de, bi zimanę xwe, bi dengekî bilind biqîre, di dilę xwe de, bi dengekî ku tenę ew ű yę ku muhatab e, bibihîze got: "E hema bi Xwedę ez nehatim ű min limęj nekir. Ma ne bes e? Ma heta kengî!? Ev çi derew e, ya em bi te re ne rast in yan jî, ew bi te re nedurist in, yan jî tu bi me her du aliyan re... tobe sitefîrillah. Lę bes e, ev mesele divę safî bibe. Ev çi henekpękirin e. Ew jî xwe li banga te digirin, em jî, ędî bes e! Ev hezar ű dused sal in, ku banga te ji guhęn me nakeve ű serę me jî ji erdę ranabe. Te ji bo me çi kir ha? Ev mabű te ev jî bi me kir. Na, bi navę Xwedę ű Rebilalemîn ędî bes e". Xalę Bextreß bi ęßa ßewata agirę li ser zimanę xwe bi ser hev de diqirmiçî. Ger ne ji kopal bűya, dę serę wî ű piyęn wî bigihîßtana hevdu. Îskeleta wî nema heq ji barę xwe derdiket. Xalo bűbű mîna lepekî. Daxwaz ű hęviya tękçűyî ya Seydayę Xanę, ku bi hunermendiya helbestvanekî di nava risteyęn xwe de neqißandibű, bi hemű giraniya xwe ketibű ser qopika pißta vî kalikî. Xalę Bextreß xwe digihîne malę, lę bi çi halî? Devę xwe venake. Ew naxwaze ßewata li ser zimanę xwe tęxe dilę xwarzîka xwe, ya ku dilę wę bi agirę xußk ű birayekî ßewitiye ű berdewam dißewite. Na, na, ew divę ji xwarzîka xwe ya bi aqil re bibęje. Bangî wę dike. Wę li kęleka xwe dide rűnißtandin. Destę xwe hędîka di ser porę wę re dibe. Serę wę bi kefa destę xwe yę qermiçi ű nermikî miz dide. ßewata di nava xwe de bi carekę re bernade. Hewl dide ku kurpekurpa di nava xwe de będeng bike. Lawo dibęje: "Yekî ku çermę rűyę wî li ber seqema zivistanę qemerî bű ű qemeriya germa tîręjęn havînę jî perdeya xwe ya reß avętibű ser rűyę wî, xwe nęzîkî min kir ű ev agirę han xiste dilę min ű pęre jî bę ku li pey xwe vegere bi riya xwe de çű. Keça min ędî zimanę min nema geriya, perę min ßikestin ű çavęn min di riya ku ew bi gavęn bi xwe ewle pę de diçe de, qerimî mabűn." Xalo kesereke tije ęß dikßîne, mohra berxwedana ßeręn bav ű kalan di nava kefa destęn xwe de dißidîne; berdewam li çavęn xwarzîka xwe dinęre: "Gula min, ger cîhan, stęrk, ezman ű gerdűn hebin, dę roj jî hebe. Ű dę ev roj, di nava tu dîwaran de hilneyę ű dę careke din hilę". 

[AW73A1] 
Divę tękilî bi PKK'ę re bę danîn 
Di konferansa navneteweyî ya herî kevn a cîhanę de, hate ragihandin ku bo çareseriya Kęßeya Kurd divę tękilî bi PKK'ę re bę danîn. Konferansa ku li bajarę Hollandayę Laheyę pęk hat, bi beßdariya hiqűqnas, siyasetmedar ű saziyęn humanîter roja 14'ę gulanę li dar ket. Di civînę de paręzerę îtalî Fabio Marcelli bala raya gißtî kißand ser rewßa kurdan ű diyar kir ku gelę kurd, gelekî będewlet e, lewre mafę otonomiyę ji bo kurdan nayę pejirandin. Marcelli, da zanîn ku di bingeha ßer de nasnekirina hebűna gelę kurd heye. Di dawiya axaftina xwe de jî wî got ku, Öcalan di pęvajoya Romayę de pęßniyazęn gelekî girîng kirine lę li wan pęßniyazan xwedî nehatiye derketin. Wî, da zanîn mirov dikare li heręmę konfederasyon an federasyonekę ava bike ango dikare mafę otonomiyę bide kurdan." Di civînę de Prof. Dr. Ulrich Gottstein jî pęßîn analîzeke dűvediręj li ser Komara Tirk kir. Wî axaftina xwe wiha domand: "Gelę kurd tękoßîneke ku hemű beßęn civakę dihewîne dide. Tękoßîna gerîlatiyę jî parçeyek ji vę yekę ye. Tirkiye endamę NATO'yę ye. NATO, DYA ű welatęn din çekan difiroßin Tirkiyeyę. Di her warî de pißtgiriya wę dikin. NATO ya ku pißtgiriya UÇK'ę dike ű Yugoslawyayę bombebaran dike, li dijî Tirkiyeyę xwe li keriyę datîne. Parlementoya Ewrűpayę (PE), NATO ű NY di ßerę li Kurdistanę de tawanbar in. Divę di çarçoveya biryaręn ku PE'yę de hatine girtin, ji aliyę siyasî ű aborî ve zor li Tirkiyeyę bę kirin. Çareserî divę li gorî neteweyekę beParęzer Mustafa Demir jî di axaftina xwe ya ku li ser navę Yekîtiya Hiqűqnasęn Kurdistanę kir de, diyar kir ku PKK di warę leßkerî de bi ręxistin bűye. Ręxistineke ku xwedî konseya sazűmankar (komuta konseyî) e ű serokę wę jî Abdullah Öcalan e. Paręzer Demir sedemęn alîbűyîna ßer a PKK'ę jî vegotin ű bi belgeyęn nivîskî ű dîtbarî mînak ji tevkujiyęn Tirkiyeyę pęßkęß kirin. Paręzeręn Abdullah Öcalan Biritta Böhler, Eberhörd Schulz jî di cîvînę de li ser doza Öcalan rawestiyan. Böhler wiha axivî: "Ez nizanim bę wę di 31'ę gulanę de çi bibe. Tißtę ku dixwazin bikin tękiliya wę bi dadgehę re tuneye." Böhler bala raya gißtî kißand ser biryaręn DMME'e ű wiha got: "Revandina serokekî aliyę ßer ű xwestina darvekirinę helwesteke ne mirovane ye. Eberhard Schulz jî wiha axivî: "Kurdan xwe bi Öcalan re kiriye yek. Dewleta tirk dixwaze bi riya îzolasyonę kesayetiya Öcalan tęk bibe."Li ser navę ERNK'ę Mizgîn ßen diyar kir ku ew wekî nűnerę aliyę ßer beßdarî civînę bűye. ßen da zanîn ku dewleta tirk qebűl bike jî neke jî PKK aliyę ßer e.Di civînę de delegasyona tirk jî amade bű. Berdevkę delegasyona tirk Gündüz Aktan wiha axivî: "Dema ku ez behsa Kęßeya Kurd dikim, tengav dibim. Em lękolînan dikin. Ez jî di nav de cih digirim. Ji bo ku mafę çandî yę kurdan bidin wan. Di vę panelę de bi tenę aliyę kurdan axivî. Divę hűn li me jî, li aliyę tirkan jî guhdariyę bikin. Bi salan e em vę yekę dixwazin. Kes naxwaze xwîn birije. Çareseriya kęßeyę bi vî awayî zor e. Tecrűbeyęn dostęn me yęn kurd kęm in. Heta dawiya konferansę dema me heye. Hevdîtin ű nîqaß ji bo her du aliyan jî bikęr ű bifęde ne."Ji TOSAV'ę belgeya nęziktędayîna hevparDigel rűdanęn di qada navneteweyî de di qada navxweyî de jî nirxandinęn balkęß tęne kirin. Berî niha bi demekę, ji aliyę TOSAV'ę ve ku Prof. Dođu Ergil serokatiya wę dike, xebateke bi rengę "Pęßniyaza Qanűneke Bingehîn bo Çareseriya Kęßeya Kurd ű Demokratîkbűna Tirkiyeyę" di bin navę "Belgeya Nęzîktędayîna Hevpar" de ragihand raya gißtî. Ji ber belgeyę DGM'ę doz li TOSAV'ę vekir. Di belgeyę de bi awayekî hűrbînî li ser çareseriya Kęßeya Kurd ű sedemęn wę tę rawestandin. Li pey agahiyan ew sę sal ű nîvek e ku ew li ser vę xebatę disekinin. Li gorî belgeyę dewleta tirk wekî netewedewlet hatiye avakirin. Lę vę yekę berî avabűna komarę dest pę kiriye. Lewre jî komara tirk li gorî awayę xwestekęn dewletę, li ser bingeha netewedewlet hatiye avakirin. Li gorî belgeyę, di nava vę yekę de enerjiyeke negatîf derketiye holę ű di navbera civakę ű dewletę de rewßęn awarte rű dane ű vę yekę gelę ku xwe wekî lawę di bin wesayetę de dîtiye, teßwîqî serhildęriyę kiriye. Ango daxwaza lawę ku sebra wî li malę nayę ű direve, hin mesele ű kęßeyęn nű pęk tîne.Li aliyę din di belgeyę de tę gotin ku, dewlet ji dęvla ku bi riya pirdengî ű pirengiyę yekîtiyekę pęk bîne, doza yekrengî ű yekdengiyę kiriye. Lewma vę yekę, rę li ber nerazîbűna gel vekiriye ű di navbera du aliyan de ßerę çekdarî dest pę kiriye.Kurd pißtî ku xwîn rijiya hatin dîtinLi aliyę din li gorî belgeyę, ger ßîddetę rengę protesto ű destnîßankirina xwestekęn gißtî li xwe bar kiribe ű bi hezaran çekdar vę riyę bi kar bînin, veßarî an eßkere bi sed hezaran mirov pißtgiriya vę rębazę bikin, diyar e ku ev diyarde (olgu) tißtekî civakî ű girseyî ye. Dîsa di belgeyę de tę diyarkirin ku hebűna kurdan pißtî rijandina xwînę hatiye dîtin. Belge ji raya gißtî vę pirsę dike: "Realîteya kurdan tę çi wateyę?" Di vî warî de belge dide zanîn ku tę wateya ji aliyę hiqűqî ve pesendkirina(onaylama) hebűna kurdan.Wekî din li gorî belgeyę, divę kurd digel zimanę fermî yę Tirkiyeyę karibin nifßęn nű bi zimanę xwe ű li gorî dabűnęrîtęn xwe perwerde bikin ű divę hewlęn wisa bęne pißtgirîkirin. Di dawiya belgeyę de jî wiha tę gotin: "Çareseriya demokratîk a kęßeyęn civakî ji hevfamkirina aliyęn kęßeyę ű bi lihevkirinę gengaz e. Ji bo ku ev yek pęk were, pęßîn divę aliyęn ßer kęßeyę bi awayekî azad di nav xwe de nîqaß bikin. " Di belgeyę de digel rakirina sîstema cerdevaniyę, dawîlęhanîna kußtinęn faîlî meçhűl, ręveberiya xwecihî jî hatiye xwestin. 

[AW73A2] 
Ez dixwazim we bi awayę herî pîroz bibînim 
Bersiva nameya girtiyęn jin a Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan:Ez dixwazim we bi awayę herî pîroz bibînim 
Hevalęn hęja Suna Parlak, Melahat Akay, Leyla Akbaß; 
Nameya ku we ßandibű, gihîßt ber destę min. Hevokęn li ser ręxistinbűnę hatibűn reßkirin. Gava name bę nivîsîn, ku ji sînoręn hevaltiya xwezayî derbas nebe ű pir ne îdeolojîk be, ez bawer im wę bigihęje ber destę min. Ji ber ku ez di ßîneke mezin de me, ez tengezar dibim. Lę ez qet dilę we nahęlim. Hem ji ber ku îro ßeßemîn salvegera mirina diya min Uveyß e, ji bo lęxwedîderketinę, divę ez serę xwe pę bięßînim. Berî her tißtî ez dixwazim qîz ű jinęn mîna we, wekî mirovę pîroz ű hęja bibînim. Hűn hemű jî wisa ne. Bi hęjayî ű qîmeta xwe zanibin. Qet nekevin tękiliyęn erzan ű bęnirx; tękiliyęn bęhęz ű bęmane saz nekin. Hemű tękiliyęn xwe li ser bingeheke ji ęß ű janan safîbűyî, mezin ű watedar, a ku hęjayî hezkirinę ye, deynin. Lę teqez bila dadperwerî felsefeya bingehîn a jiyana we be. Ne dogmatîk bin ű tu car ne bęręgez (prensîb) bin jî. Her dem pęjinkar bin ű doza rastiyę bikin. Niha ku fersenda jiyanę bę dayîn, ez dę bi her awayî doza aßtiyę bikim. Min gavine biçűk avętin. ßerę aßtiyę, ßerę herî mezin ű hęja ye; gava ku pęk bę, mirovęn durist derdixe holę. Ji mirovę barbar, mirovę hemdem diafirîne. Ez vę yekę gelekî dixwazim. Lę felekę, bi awayekî herî kambax ű bęyom ű reß tevna xwe rîst. Dîsa jî ez dę zorę bidimę. Ev qet nayę wateya înkarkirina raboriyę; berevajî wę, dę encama wę ya herî mezin, a herî xwezayî be. Divę hűn teqez vę yekę rast fęm bikin. Çimkî hűn gelekî bext vekirî ne, lewre qedrę vę yekę baß bizanin. Hűn bawer bikin, li darę dinyayę niha tißtę ku ez herî zęde dixwazim, zana ű hißyarkirina gelę me ye. Her wiha we behsa gotinęn min ęn di balafirę de kiriye. Ew gotina "Ez dę ji bo aßtiyę bijîm" ne gotineke ji ręzę bű. Her çend kűt (felçli) be jî, mizgîniya vejînekę bű. Divę li ser vę bingehę, aßtiya bi dewletę re tu caran xelet neyę fęmkirin; ku bi ser bikeve, gelekî hęja ye, gelekî binirx e. Maneya wę ya di serę min de, ev e ű divę qet neyę berevajîkirin. Ez diceribînim. Hinekî hęviya min heye. Bęguman ev bi xwe re biratî ű yekbűyîna azad tîne; jixwe ev di heman katę de berdęla ęß ű janęn mezin ű kedę ye. Hemű ßer ű serhildanęn ku ne ji bo aßtiyę, biratiyę, bihevretiya azad in, kor ű ker in. Ev neheqî ye. Ęß ű azarę didin, rűxîner ű alozkar in. Ji ber vę hindę heya rewßa min diyar bibe, divę hűn zorę bidin xwe ű bi pęjinkariyeke mezin doza aßtiya stratejîk bikin. Min ji bo we heműyan hezkirineke gelekî mezin amade kir ű min hewl da ku pęßkęßî we bikim. Li ser vę baß rawestin ű teqez bibin serî. Ędî bila gotinęn we nęzî zimanę stran ű helbestę bin. Pęvajoya dawîn bi ßęweyekî stranî, helbestî ű węjeyî bihonin. Gava ku we dîrok xwend, Gilgamęß baß fęm bikin. Di vir de, aßtî ű biratiya di pirtűka pîroz a sę Pęxemberan de baß fęm bikin. Li ser vę bingehę siyaset ű ßoreßę bi awayekî ku hűn xeletiyan nekin, sersariyę nekin, ęßan baß fęm bikin, neheqiyę nekin ű rę ji neheqiyę re venekin, tęxin nava dil ű hinava xwe. Hűn hemű, ku hezkirina min a ji bo jiyanę baßebaß fęm bikin ű ji bo hemű mirovahiyę, bo Tirkiyeyę ű gelę me tęxin jiyanę, her wiha pęßkęßî her kesî bikin, ev ji bo we dibe destkeftina herî mezin. Ez dawiyę li nameya xwe tînim. Name ji bo we heműyan e. Ez we heműyan hembęz dikim ű silavęn xwe li we dikim. 

[AW73A3] 
Carina em nikarin tizbiyekę jî peyda bikin 
Koma Medya li ser ßanoya Mîrnißîna Baban ű ya li henderanę axivî : Carina em nikarin tizbiyekę jî peyda bikin 
ME di Kongreya Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmę de biryar dabű ku em komeke ßanoyę ava bikin. Hevalęn ku dę di beßa ßanoyę de bixebitiyana jî amade bűn. Van hevalan tavilę, dotira roję dest bi xebatę kir ű xebata xwe bęwestan ű rawestan bir serî. Xebata van hevalan ji du beßan pęk dihat. Beßa yekemîn provayęn normal bűn, ku wan her roja înę li balona biçűk a Înstîtuyę pęk dianî. Ez wisa bawer im vę serdemę 89 mehan dom kir. Pißtî ku ev gava pęßîn a hunermendan çű serî, îcar jî diviyabű hevalan xebata xwe li pęßberî kamerayę berdewam bikira. Dekor hatin amadekirin, cil ű berg bi zor ű zehmetî hatin peydakirin ű bi vî awayî jî, xebata dawîn a ßanoyę dest pę kir. Ji bo kißandina dîmeneke sę saniyeyî, car caran 78 saet xebat dihate kirin. Ev dîmen tev, ji aliyę kameramanęn MED-TV'yę ve dihatin wergirtin. Pißtî vę xebata dűvediręj a hűrbînî, berhem niha amade bűye. Bi vebűna televîzyonę re, dę berhem di televîzyonę de were pęßkęßkirin. Me li ser xebat ű berhema wan, ligel derhęnerę komę Mehdî Caf ű çend endamęn komę hevpeyvînek saz kir. 
Mebesta we bi avakirina Koma Medya çi bű? 
- Mebesta me, bipęßxistina hunera kurdî, zindîkirin ű vejandina ferhenga (kultur) kurdî ye. Her wiha komkirin ű handana (teßwîq) hunermendęn kurd e, ku doza xizmeta welat ű neteweya xwe dikin. Wekî din, em ditewanin (dikarin) bi riya televîzyonę, ßanoya kurdî ya li Kurdistanę bi pęß bixin. 
Bi qasî ku ez pę dizanim ev yekemîn berhema koma we ye. Tu dikarî hinekî behsa "Mîrnißîna Baban" bikî? 
- Berî ęsta (niha) bi du sed salan li baßűrę Kurdistanę, li bajarę Silęmanî Mîrnißîneke serbixwe ya kurd hebűye. Ev Mîrnißîn, li ser zorbeyî (piranî) navçeyęn kurdnîßîn desthilatdar bűye. Paytexta wę, di wę katę (dem) de bajarę Silęmanî bűye. Mîrnißîn, ji layę du birayan ve hatiye biręvebirin. Van herdu birayan, li hevdu nekiriye ű bi rę neketine, wan yekîtiya miletę xwe ava nekiriye, lę ji bo desthilatdariya welęt ew li dijî hev rabűne. Van herdu birayan, ji dęvla ku yarmetiya (alîkarî) hevdu bikin, yarmetiya dijmin kiriye da ku hevdu bißkînin. Wę katę, Osmaniyan nedixwest ku Mîrnißîneke kurdan a serbixwe hebe. Ji ber vę çendę, Osmaniyan bi riya Necîp Paßayę Bexdayî ű bi alîkariya yek ji wan birayan, ęriß biriye ser Mîrnißîna Baban ű desthilatdariya Mîrnißînę tęk biriye. 
Çębű. We ji bo çi ev babet (tema) hilbijart? 
- Ji van ßeręn navxweyî, bi tenę dijminęn kurdan kelk (fęde) werdigire ű heta radeyekę jî ew bi ser dikevin. Ligel vę yekę męjű (dîrok) çima ji aliyę kurdan ve tę dubarekirin? Çima em dersan ji męjűya xwe wernagirin? 
We ji bo çi, ev ßano ji bo televîzyonę jî amade kir? 
- Ji ber ku di vę ßanoyę de, nęzîkî 19 caran dekor tę guhartin. Ű ev ji bo ßanoyę zor (pir) sext ű zehmet e. Li layę din bîneręn (temaßekar) ßanoyę li derveyî welęt zor kęm in. Lę bi riya televîzyonę bi milyonan bîner dikarin lę temaße bikin, çi li derveyî welęt ű çi li Kurdistanę. 
Bi boçűna we, di navbera ßanoyeke li ser dikę (sahne) ű bo televîzyonę de çi ferq heye? 
- Ew ßanoyęn ku li ser textę ßanoyę tęne pęßkęßkirin, divę di kateke (dem) diyarbűyî de bęnavber werin qedandin ű her wiha dubarekirina wę tuneye. Lę belę li ber televîzyonę mirov ditewane (dikare) bęlez ű birękűpękî tomar bike ű bîner jî dikarin gelek caran lę temaße bikin ű ji berhemę baßtir fęm bikin. Çimkî ev ßanonameya me, wekî fîlmęn televîzyonę, li pey pîvanęn yasayî hatiye tomarkirin (qeydkirin). Belam em ji serî heta dawiyę li stűdyoyę bűn. Deng ű reng bi ßęweyekî gelekî ciwan ű baß hate amadekirin. Ji bo kißandina her dîmenę, ku nęzîkî heft deqîqeyan e, me li dora 10 saetan dîmen wergirtiye. Bi tenę ji bo ku em deng ű rengę lîstikę raçav (kontrol) bikin. 
Gelo ne baßtir bű ku we ev ßano li derveyî studyoyę, wekî fîlm bikißanda? 
- Zor zehmet e. Lewre sirußta Swędę bi sanahî (hęsanî) li sirußta Kurdistanę nagunce. Dîsa pir zehmet e ku mirov wan dekoręn orjînal, ku li Kurdistanę hene, ji sirußta Swędę peyda bike. Ű ev der welatekî tarî ye. 
Baß e. Peydakirina dekor ű aksesuaręn wę serdema ku bűyer lę derbas bűye, ji bo we ne zehmet bű? 
- Danîna dekor ne gelekî zehmet bű. Belam aksesuar gelekî zehmet bű. Carina li ser tißtekî gelekî basît, girîftęn (problem) gewre (mezin) ji bo me durist bűn. Wekî niműne; peydakirina tizbiyekę ji bo mele bűbű mißkule. Yan jî cil ű bergęn kurdî. Çimkî ew cil ű bergęn kurdî ku li vir hene, yęn seyran ű xweßiyę ne; hinekî taze ű ciwan in, xwediyęn van kincan jî naxwazin cilęn wan qiręj bibin ű biqermiçin. 
Wekî din çi gîrűgiriftî li we qewimîn? 
- Gîrűgirifta aktoran. Ji ber ku me hinek aktor peyda nekirin, ji neçarî me hinek dîmen kurt kirin ű bi vî awayî me xebata xwe bire serî. Lewre wexta hinekan zor kęm e. Ű wekî din jî holeke (salon) me ku em bikaribin hemű kat lę provayęn xwe bikin, tuneye. 
Ęsta jî ez hez dikim ligel ßanogeręn din biaxivim. Sereta dixwazim ji Kak Adil bipirsim. Tu dikarî hinekî behsa rola xwe "Qale" bikî? 
- Qale mirovekî xweperest e ű berjewendiyęn xwe yęn kesanî di ser ęn gißtî re dibîne. Li ber vę, ev karekter yek ji mirovęn helperest, fîtnekar e ku kęßeyan aloztir dikin. Ev rol li dijî ßexsiyeta Adil e. Îcar ji ber vę çendę ez nikarim bibęjim min wekî aktor karekî zor kir, da ku ev karekter were pęßkęßkirin. Kesayetiyęn wekî Qale, bęguman li darę dinyayę peyda dibin. 
Biręz Hamîd Derűdî hűn di ßanoyę de bi rola çîrokbęjiyę rabűne. Erk ű dewra çîrokbęj çi ye? 
- Çîrokbęj di ßanoyę de xwedan dewreke girîng e. Belam pękanîna rola çîrokbęj ne gelekî sext ű dijwar e. Ji ber ku çîrokbęj, behsa rűdanęn girîng ęn wę serdemę dike, ku ßano li ser hatiye duristkirin. Ew jî serdema Mîrnißîna Baban e, ku di męjűya kurdan de ű bi taybetî jî li Heręma Soran girîngiyeke wę ya taybet heye. Çîrokbęjî, di komel ű folklora me de cihekî esasî ű sereke digire. Çimkî ęsta jî, li her gundekî Kurdistanę çîrokbęj, bo xelkę, behsa męjűya kurdan ű Kurdistanę dikin. 
Ez di warę peydakirina cil ű bergan de neketim tengasiyę. Çimkî ev cil ű bergęn çîrokbęjan li nik min hebűn. Mesele wekî yęn Feqiyane, Kulebaw, Kilaj ű Kilaw ű hwd. Ev cil ű bergęn resen ęn kurdan li cem min hebűn. Ji bo jiberkirina (ezberkirin) testęn ßanoyę jî, hîç mißkuleyeke min tunebű, çimkî li malę, min ligel Semîre prova dikir. Danűstandineke zor baß di navbera me de hebű. Min cara pęßîn ligel swędiyan karę ßanogeriyę kiribű belam (lę) ev yekemîn car e ku ez li derveyî welęt di ßanoyeke kurdî de dilîzim. 
Hevala Semîre tu di nava komę de ya herî ciwan î. Ji bo te lîstina vî karekterî çawa bű? Çi zehmetî ű xweßiyęn wę hebűn? 
- Lîstina karakter bo min pir xweß bű. Ji ber ku ew kesęn ku guh li min digirtin, hemű ji min gewretir (mezin) bűn, min wisa hîs dikir ku ez zor gewre bűme. Ev jî, ji bo min cihę ßanazî ű serbilindiyę ye. Ev cara duyemîn e ku ez di ßanoyeke kurdî de dilîzim. Yekem car, ji bo Cejna 8'ę Adarę li baßűrę Kurdistanę li Çiyayę Qendîl min rol wergirt. Bi gißtî ßano, ji bo min bi serketî derbas bű. 
Kak Samed tu wekî ręveberę ßanogeran, li ser ßanoyę ű rola xwe çi dibęjî? 
- Li henderanę (xerîbiyę) karę ßanoyę ne hęsan e. Çimkî jiyan bi xwe zehmet ű sext e. Paßę, ew aktor jî li bajar ű welatęn Ewrűpayę belav bűne. Zor zehmet e, ku mirov bo karę ßanoyę wan ko (teßwîq) bike. 
Di warę yarmetî, derhęner, arayißt, dekor ű hwd. de pir zehmet e ku mirov bikaribe kesęn pispor ű xwedanßareza peyda bike. Em neçar dibűn ku ji bo hinek karekteran xelkę asayî (sivil halk) bi kar bînin. Bo niműne min bi xwe berę karę ßanogeriyę nekiriye, belam wę roję pęwîst bű, ku em bo vî karî amade bin ű yarmetiya hevalęn xwe bikin. 
Ez di rola serleßkerę Necîp Paßa de bűm, ku Mame Yare ew zindan kiriye, li benda biryara Paßa dimîne, aya dę wî bikujin an nekujin. Ű bi vę rolę jî, kutahî li ßanoyę tę. 
Helbet lîstina karekter ji bo kesekî wekî min ku yekem car roleke wisa dilîze, bi taybetî ne hęsan bű ku li pęßberî kamerayę rawestim. Belam pißtî ku karek tewaw bű ű min encam ű berhema xwe dît, bo min tißtekî zor xweß bű. 
Kak Efan te jî rola Necîp Paßayî girtibű ser xwe, der barę ßanogerî ű kesayetiya Necîp Paßa de tu çi dibęjî? 
- Bi raya min Necîp Paßa semboleke bo her yekî ji wan serkirdeyęn dagirker ku li Kurdistanę xwedî erk in, ji bo ku bikarin cihę xwe ű desthilatiya xwe li Kurdistanę qewî bikin. Ji bo vę yekę wan pęwîstî pę hebűye, zędetir rayeya xwe bi tund ű tűjî bi kar bînin. Di vę rę de jî wan serę bi hezaran kesęn sivîl ű xelkę ßoreßger ku li dijî mebesta wan rabűne ję bikin, ter ű hißk bi hev re bisotînin. Ji bo min rola Necîp Paßa ji sedî sed ev bűye ku heta ęsta jî, berdewam niműneyî ew dagîrker li Kurdistanę tęn dîtin. 
Di ßanogeriyekę de hest dikim Paßa rewßeke alozî ya derűnî de dijî. Di warę dozandina çareseriyę de ew tenę li riya kußtin ű li jinavbirinę dizanin. 
Roje Xan, tu jî bi rola Qemernaz rabűyî. Tu dikarî li ser Qemernaz ű jina kurd çi bibęjî? 
- Ez wekî afreteke (jin) kurd, hez dikim beßdariyę di karę ßanoyę de bikim. Ev duyemîn car e ku li Stockholmę ez beßdariyę di ßanoyę de dikim. Ji ber ku di warę ßanogeriyę de rola jina kurd kęm e, ez beßdariyę di karę ßanoyę de dikim. Ez bi rola Qemernaz pir kęfxweß bűm. Hęvîdar im ku rola afreta kurd, dę di warę ßanogeriyę de pęßketîtir be. 
Biręz Caf me dil heye hűn dawiyę li ser ßanoya kurd ű projeyęn xwe yęn bo pęßeroję me agahdar bikin? 
- Berî her tißtî ez dixwazim diyar bikim, ßanogeriya li henderanę ji ya li Kurdistanę zor zortir e. Sext ű zehmet e. 
Li layę din ger berpirsiyaręn Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmę bi dilgermî berę xwe bidin xebata ßanoyę ű problemęn aktoręn kurd çareser bikin, wę ji bo diwaroję jî rę vebe. Em gelekî dixwazin berdewema xebata xwe bînin ű berhemęn din durist bikin. 
Ez wekî gotina axirîn dixwazim spasî Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmę ű karmendęn Stűdyoya MED-TV'yę bikim. 
"Ez di sala 1962'yan de li bajarę Helepçe li baßűrę Kurdistanę ji dayik bűm. Ű li sala 1985'an min Înstîtuya Huneręn Ciwan a Kurd beßa hunera ßanoyę tewaw kiriye, ku pęnc sal bű. Pißtî ku min ev beß kuta kir, min Kurdistan li cih hißt ű di sala 1988'an de li Sovyetę li beßa sînemayę min dersęn rejîsoriyę xwendin. Dűvre min fîlmekî nîv saetî, ku sih ű pęnc mîlîsînemayî dokűmentar e, li ser Kurdistanę bi zimanę rűsî durist kir. 
Li Kurdistanę min her karę ßanoyę durist kir. Ez di sala 1990'î de bo Swędę hatim ű li Swędę jî her karę ßanoyę dikim." 

[AW73A4] 
Li Îsraîlę Partiya Karkeran bi ser ket 
Gelę Îsraîlę riya danűstandinę vekir: Li Îsraîlę Partiya Karkeran bi ser ket 
Di hilbijartina gißtî ya Îsraîlę de, ku roja 17'ę mehę pęk hat, kevnefermandar ű peyrewę Îzak Rabîn, Ehűd Barak bi ser ket. Barak, serokatiya Partiya Karkeran dike ű ev partî jî pęßengiya bloka bi navę "Yek Îsraîl' dike. Vę bloka ku ji sę partiyan pęk tę, ji hilbijartinę ji sedî 57'ę dengan wergirt. Partiya Likűd, ku serokatiya wę serokwezîrę niha Netanyahu dike, ji sedî 43'ę dengan wergirt. Li ser vę yekę Netanyahu ji serokatiya partiyę îstîfa kir. Pißtî hilbijartinę, di nava parlementoya Îsraîlę ku ji 120 endaman pęk tę de, Partiya Karkeran 31 endamtî, Partiya Lîkűdę 18 endamtî ű partiya cihűyęn tundraw ßasę 15 endamtî bi dest xistin. Endamtiyęn din jî man ji 12 partiyęn mayî re. Li pey agahiyęn ku bi dest ketine, biserketina Barak ji her kesî zędetir kęfa Serokę Amerîkayę Bill Clinton anî. Hate gotin ku wî pîrozbahiyęn xwe yęn germtirîn pęßkęßî Barak kirine ű hęviya xwe ji bo xebateke baß, di riya aßtiyę de, aniye zimęn. Clinton dixwaze ku Barak, biryara lihevrűnißtina Wye River bîne cih. Di vę lihevrűnißtinę de biryar hatibű dayin ku Îsraîl di nava 12 hefteyan de % 13'ę ßerîaya Rojhilat ji ręveberiya Filistînę re bihęle. Lę Netanyahu ev biryar pęk neanî, bi tenę % 2'yę heręmę vala kir. Li cihę mayî jî giranî da avakirina malan ji bo cihűyan. Niha tę hęvîkirin ku pißtî Barak xebatęn aßtiyę lez bigirin. Ehűd Barak, pißtî ku encama hilbijartinę diyar bű, civîneke çapemeniyę li dar xist ű di vę civînę de da zanîn ku di nava salekę de wę kęßeyęn girîng ęn Îsraîlę bixe riya çareseriyę. Serokę Partiya Karkeran Barak, digel hevdîtina bi ręveberiya Ręxistina Rizgariya Filîstinę re, hevdîtinęn bi Sűriyeyę re ű di nava salekę vekißandina hęzęn xwe ji baßűrę Lubnanę jî wekî armanc daye ber xwe. Lę gelek kesęn pispor diyar dikin ku ew nikare di vę maweyę de bigihęje mebesta xwe, her wiha hinek kes didin zanîn ku Îsraîl karę hevdîtinęn bi Filistîniyan ű Suriyeyę re nikare bi hev re bimeßîne. Bo niműne Joel Singer ku di hevdîtinęn li Osloyę de cih girtiye ű niha jî li Washingtonę paręzeriyę dike, daxuyandiye ku meßandina her du karan li Îzak Rabîn giran hatiye ű ji bo Barak jî ev bar giran e. Ręveberę Înstutiya Rojhilata Nęzîk ya Washingtonę Robert Satloff jî dide zanîn ku, Barak nikare di nava salekę de kęßeyęn li ber xwe çareser bike. 
Barak kevok e yan baz e 
Biserketina Ehűd Barak, ręveberiya Filistînę jî kęfxweß kir. Her wekî Clinton, Yaser Arafat jî telefonek da Barak ű ew pîroz kir. Gelek mirovęn filistînî jî kęfxweßiya xwe li ser vę serkeftinę anî ser zimęn. Kesęn ku bi çavekî çakbînî li ser Partiya Karkeran ű serokę wę Ehűd Barak dinęrin, bi bîr dixin ku ew partiya Îzad Rabîn e, ku ji ber aßtîxwaziya xwe ji hęla yekî tundraw hate kußtin. Daxuyaniyęn Barak ű helwesta alîgiręn wî jî vę rastiyę diselmînin. Berî nîvę ßeva hilbijartinę ku encam diyar bű, girseyeke mezin li Qada Îzak Rabîn li hev civiya ű slogana bi rengę "Em bi ser ketin" hilda. Ezműn ű gotinęn Barak hęviyę didin hinekan, lę hinek jî bi ßik ű guman li wî dinęrin. Lewre ew bi bîr dixin ku Barak kevnefermandar e ű di dema hilbijartinę de jî ev aliyę xwe derxistiye pęß. Her wiha, wî ji ber peymana Osloyę ya 1993'yan Îzak Rabîn rexne kiriye. Hinek gotinęn wî yęn hilbijartinę vę ßik ű gumanę zęde dikin. Ew, bi tundî li dijî parçebűna Qűdîsę derket ű da zanîn ku ew bajar dę her tim wekî tekane serbajarę Îsraîlę bimîne. Hinek Filîstinî bawer in ku leßkerbűna wî li paß maye ű Îro dę ji bo aßtiyę hin gavan bavęje. Hinek jî dibęjin tißtek naguhere, zęde cudatî di navbera Netanyahu ű Barak de nîn e. Bo niműne Iyad Xamîsę 26 salî ku li Ramallahę bazirganiyę dike, gotiye: "Ji bo me her du jî dijmin in. Yek ji wan hikűmeta tundraw ű olperestan e, ya din jî hikűmeta general ű mirovęn artęßę ye. Li gorî me her du jî xwediyę heman polîtîkayę ne." Lę dîsa piraniya gelę Filistînę di wę baweriyę de ye ku, kî were ser kar jî divę hin gavan ji bo aßtiyę bavęje ű ji bo vî karî jî Barak ji Netanyahu çętir e. 

[AW73A5a] 
Artęßa tirk roketęn kîmyewî bikar anî 
Di 11'ę gulanę de dewleta tirk li ßirnexę li dijî gerîlayęn ARGK'ę roketęn kimyewî bikar anî bű. Di encama vę bűyerę de 20 gerîlayan jiyana xwe ji dest da. Li ser vę yekę fermandariya ARGK'ę daxuyaniyeke çapemeniyę belav kir. Di daxuyaniyę de hate diyarkirin ku ev 15 sal in ku dewleta tirk ű artęßa wę bi rębazęn hovane bi ser wan de diçe. Di daxuyaniyę wiha hatiye gotin: "Ligel ku dewleta tirk Peymana ßer a Cenevreyę ye îmze kiriye jî, bi awayekî li derveyî hiqűqa ßer tevdigere." Li ser vę yekę ARGK'ę bang li Neteweyęn Yekbűyî ű saziyęn navneteweyî kir. Li dű vę rűdanę ÝHD'ę dest avęte bűyerę. Li aliyę din Serokę Yekitiya Hiqűqnasęn Kurdistanę 

[AW73A5b] 
Yaßar Ertaß bűyer ßermezar kir 
Îßkence dikeve bin çavdęriyęÎngilîstan ű Baroya Gallerę berî niha bi demeke kurt dest bi xebata amadekirina pęßniyaznameyeke der barę 'ßopandina pęvajoya di binçav de' kir. Li Tirkiyeyę pißtî ku maweya di binçav de hate kurtkirin, da ku bikaribin nęzîktedayîna dewleta tirk ű bergiriyęn wę yęn li hemberî girtiyan tespît bikin ű agahiyan bi dest bixin, pęßniyaznameyek amade kir. Di pęßniyaznameyę de tę diyarkirin ku, pißtgiriya fermî pęwîst e. Her wiha di pęßnűmayę de tę xwestin ku li cihęn di bin berprisiyariya Midűriyeta Gißtî ya Ewledariyę ű Fermandariya Gißtî ya Jendermeyan de ye divę bęn kolandin. Ji aliyę din ve tę xwestin ku waliyęn bajaran bo lękolandina karakolan destűrę bide. Ji bo lękolînan dę lijneyeke dilxwaz were pęk anîn. 

[AW73A5c] 
Bombeya zindî' di çapemeniya tirk de teqiya 
Rojęn 17 ű 18'ę gulanę rojnameyęn wekî Sabah, Hürriyet, Milliyet ű hwd. xebatkarę NÇM'ę endamę Koma Azad Mehmet Yapýßtýran wekî hedef nîßan da. Di rojname ű televîzyonan de li gorî agahiya ku ji midűriyeta Enqerę girtine, ew wekî bombeya zindî ya li ber teqînę nîßan da. Li ser vę yekę paręzerę Mehmet Yapýßtýran, Ahmet Avßar, li ÝHD'ę bi daxuyaniyeke çapemeniyę, hemű îdîa derewandin. Mehmet Yapýßtýran jî der barę bűyerę de diyar kir ku ew jî gelekî ßaß maye. Sazbend Mehmet Yapýßtýran dide zanîn ku, ew tenę dikare bi tembűra xwe biçe 19'ę gulanę ű çanda xwe temsîl bike. Yapýßtýran dę der barę rojname ű televîzyonan de doza tazmînatę veke. 

[AW73A5d] 
Doza Öcalan lînçeke veßarî ye 
Rojnameya Le Soirę di hejmara xwe ya 15-16'ę gulanę de nűçeyeke ßîroveyî li ser doza Öcalan weßandiye. Rojnameyę daye zanîn ku li Tirkiyeyę siyasetmedaręn tirk, medya ű dewlet giß dixwazin Öcalan ji holę rakin. Ev jî rengekî komîk dide darizandinę. Di nava nűçeya ku ji hęla Eric Biegala ve hatiye nivîsandin de, li ser pest ű pękutiya ku li paręzeran tę kirin jî hatiye rawestandin. Her wiha hatiye gotin ku hinek kesęn ku girędayî ßaxa Taybet a ßer in, her roj diçin Öcalan hildidin bin pirsan ű bi dermanan bi tenduristiya Öcalan dilîzin. Di dawiyę de hatiye gotin ku doza öcalan dißibe lînçeke veßarî. 

[AW73A5e] 
Televîzyoneke nű ya kurdan vebű 
BBC'yę li ser televîzyona kurdî ya ku nű vebűye CTV nűçeyek amade kiriye. Di nűçeyę de tę gotin ku televîzyoneke ku navenda wę li Îngilistanę ye, bo 20 milyon kurdęn li Ewrűpa, Rojhilata Navîn ű Asyaya Navîn dest bi weßana ezműnî kiriye. Di nűçeyę de hatiye daxuyandin ku CTV roję 6 saetan bi zimanę kurdî, tirkî ű erebî weßanę dike ű di weßanęn wę de bi tenę bernameyęn çandî cih digirin, nűçe ű bűyeręn aktűel hę di televîzyonę de nehatine weßandin. Di nűçeya BBC'yę de qala girtina MED-TV'yę jî hatiye kirin ű îdiayęn Tirkiyeyę yęn der barę MED-TV'yę de jî hatine dubarekirin. Li gorî nűçeyę tevî ku tu tękiliya wę televîzyonę bi MED-TV'yę re nîn e jî, rayedaręn dewleta tirk bernameyęn CTV'yę jî ji nęzîk ve dißopînin. 

[AW73A5f] 
Li bajaręn kurdan neteweperwerî li dar e 
Nűçegihanę rojnameya New York Timesę Stephen Kinzer roja 16'ę gulanę li ser Amedę nűçeyeke çavdęrî amade kiriye. Di vę nűçeyę de tę gotin ku li bajaręn kurdan hestęn neteweyî bilind in ű pißtevaniya gelę kurd ji bo PKK'ę gelek e. Bi baweriya Kinzer kurd bi doza xwe hesiyane ű "gelekî dijwar e ku mirov yekî/e ku doza neteweyî naparęze, heta pißtevaniya ßerę çekdarî (ya ku destpęka wę 1984 e) nake, peyda bike." Nűçegihanę New York Timesę daye zanîn ku heta mafęn kurdan neyęn dayin dę ßer bidome. Kinzer, cudatiya helwesta kurdan ű tirkan a li hemberî Öcalan jî bi van gotinan diyar kiriye: "Berevajî tirkan ku Öcalan wekî męrkuj bi nav dikin, gelek mirovęn li vir dema çęlî Öcalan dikin, dibęjin 'Serokę me'." 

[AW73B1] 
Yekemîn ßehîda zîndanę ya jin : Serpil Yýlmaz 
Hevalęn wę yęn tękoßînę 
Jiyana Hevala Serpil, hemű tękoßîna wę, ji bo welatekî ű kesayetiyeke azad a jinan bű. Dil, giyan ű ramyariya wę, bi doza welat ű jina azad hatibű lękirin. Serpil Yýlmaz (Dozdar) di sala 1972'yan de li navçeya Ardahanę bi ser Qersę ve ji dayik dibe. Bavę wę mamoste ű rewßa wan a aborî normal bű. Ji bo ku li nav malbata wę, ßoreßgerî ű welatparęzî hebű, Hevala Serpil nęzîkî ßoreßgeriyę bű. Zarokatiya wę li Serhedę dibihure. Beriya 12 Rezberę giregiręn Partiyę, ku li Serhedę xebatę dikin, diçin mala Hevala Serpil ű bi wan re tękiliyę datînin. Di nava van giregiran de Akif Yýlmaz jî heye. Hevala Serpil, cara pęßîn egîtî, fedekarî ű peyana (pesn) Kurdistanę ji wî bihîstibű. Ew hevalęn ku bi roj nedixuyan lę bi ßev çekdar bűn, ji bo wę payeyeke ku qet negihęje bű. Dema Cuntaya 12 Rezberę pęk hat, Hevala Serpil 8 salî bű. Wę, hîna wę demę bîra zordarî ű çewsandinę biribű. Hevala Serpil heya lîseyę li Serhedę dixwîne, pißtre di sala 1990'î de beßa mamostetiyę ya Zanîngeha Marmarayę qezenc dike. Vę serdemę, ciwanęn welatparęz bi berfirehî bi ręxistin dibin. Hevala Serpil, zű bi zű ligel ciwanęn welatparęz tękiliyę girędide ű bi giyanî ű dilsozî bersiva hemű peywiręn wę demę dide. Hevala Serpil digel ßermezarkirina zext ű komkujiyę, li welatę me tevî hemű çalakiyęn ciwanan dibe ű di ręzęn pęßîn de cih digire. Dema çalakî an jî karek bihata kirin, bi derdora xwe dißęwirî. Her wiha dema pękanîna hatibűya, qet ji ser a xwe nedihat xwarę. Hem plansazî dikir ű hem jî pęk dianî. Pißtî demekę qada wę ya tękoßînę teng dibe, lewre tękiliya xwe ű malbatę qut dike ű di nava xebata eniyę de cih digire. Peyre demekę li Stenbolę dimîne, paßę derbasî Sakaryayę dibe. Li vę derę di demeke kin de bi girseyę re tękiliyeke xurt saz dike. Hevala Serpil xebata xwe bi ßęweyekî hűrbînî ű zanebűn digerand. Dîsa jiyana wę, bi serűber ű bi pergal bű. Ew, di nava gel de bi nefsbiçűkî ű zanayane tevdigeriya. Ręzgiriya wę bo mezinan, bo zarokan jî hebű. Lewre li her dera diçűyę, mirovan ję re ręz digirt. Wę baß pę dizanî, dę çi ű çawa ji girseyę bixwaze. Di vî warî de rasteqîniya gelę me berçav nedikir. Di mijara moralę de jî, bűyer ű kiryaręn herî biçűk jî dinirxandin. Her qada ku diçűyę morala geß ű berz dikir. Mirov bi hestan bęhtir, bi zanebűn bi tękoßînę ve dihate girędan. Bi her kesî re dida ű distand. Li gorî zanîn ű karîna wan peywir ű xebat dispartin her kesî ű riya wan ronî dikir. Di dawiya 1993'yan ligel sę hevalęn xwe derbasî Eyaleta Dęrsimę bű. Gihîßtibű çeka ku ji zarokatiya xwe ve hesreta wę dikißand ű qada ku bikaribe lę ßer bike. Bi ßęweyekî azadane çekę hembęz dike. Bi vî awayî jiyana wę ya gerîlatiyę dest pę dike. Peyre dibe fermandarę pelę (manga). Ji fęza ne di cih de, hestęn paßverű, wekî kesayetî ű armanca sivik nifrîn dikir. Lewre armanc mezin bű. Rizgarî ű azadiya jinę, bi ked ű tękoßîna wę mimkűn e. Her çend dijwarî ű zehmetî wę demę hebin jî, bi vîna xwe ya bi hęz wan çareser dike. Bi gotinęn wę " di jiyanę de tißtęn xweßik didîtin ű derdixistin holę." Hevala Serpil li çar aliyę Dęrsimę gav bi gav digere. Bi çavęn serę xwe, tękoßîna gerîla ya li dijî hovîtî ű dirindetiyeke bępayan ditîbű. Ma Hevala Serpil kî nas nekiribű! Ji keça serkęß ya Dęrsimę Hevala Besę, Heval Zîlan ta Hevalę Celal Barak, Hevala Bermal ű lehengęn mîna wan. Hevala Serpil di Derbenda Ęlî de (Ali Bođazý) tevî ßerekî 45 rojî dibe. Di ßeręn mezin de çawa tevdigeriyan? Dorpęçî çawa diqetandin? Çawa kamerayęn termal, tanq ű bombeyęn kîmyewî yęn dijmin tęk dibirin? Wę gelek tißt bi çavę serę xwe dîtibűn. Yek bi yek bűye ßahîdęn ęrîßęn kobrayan. Hevala Serpil hemű xweßikahî ű dijwariyęn jiyana gerîla jiyabűn. Wekî rojęn sar ű seqemę, wekî rojęn biharę... Pißtî vę tękoßîna bęwestan ű rawestan, Hevala Serpil nexweß dikeve ű bo tedawiyę tę Stenbolę. Ji bęgaviyę diçe ser doktorę dijmin ű di vę navberę de tę binçavkirin. Dema binçavkirinę ew ji serę xwe darbeyęn kujinde (öldürücü) dixwe. Lewre tenduristiya wę nebaß dibe ű bi vî awayî wę diguhęzînin Girtîgeha Sakaryayę. Di binçav de li hemberî îßkenceyęn xedar jî dijmin bi wę nikare. Lewma dijmin Hevala Serpil li girtîgehę będerman ű bętedawî hißt, da ku bi vî ßęweyî bikuje. Lę Hevala Serpil heta roja ßehadetę jî dilgeß ű kęfxweß bű. Ligel vę, wę morala hevalęn xwe jî geß ű gur dikir. Wę, di zîndanę de jî her tim zanîn ű karîna xwe bi pęß dixist. Hevala Dozdar, di sala 1998'an 5'ę rębendanę de gihißt refęn pakrewanan. Ew, yekemîn ßehîda jin a zîndanę bű. Belę ew mîlitaneke tękűz bű. Taybetmendiyeke Hevala Serpil a berbiçav jî tęgihißtina Serokatiyę bű. Wę digot: "Serokatî xezîneya min e. Ez bi wî dimeßim. Gava ku li min diqewime, ez li wî digerim ű kęmasiyęn xwe sererast dikim." Wekî din, ew, bengî ű dilsozę axa Kurdistanę bű. Berî ku ßehîd bikeve, ji malbateke welatparęz mistek ax xwestibű. Ew ax negihîßt ber destę wę lę gihîßt axa Kurdistanę, evîna xwe. 

[AW73B2] 
"Komara Tirkan" ji "Komara Dînan" aciz bű! 
Di destpęka sedsala 21'ę de lîstika bi kurdî qedexe ye 
Li Tirkiyeyę, li aliyekî li ser navę hunerę festîval tęne lidarxistin, li aliyę din di festîvalan de fîlm tęne qedexekirin ű ji bernameya festîvalę tęne derxistin. Li aliyekî mîhrîcanęn ßanoyę tęn lidarxistin, li aliyę din pęßkęßkirina hinek ßanoyan tę berbendkirin. Sala par, pißtî morkirina salona ßanîdanę ya NÇM'ę, li hemberî xebatęn wan ęn din jî astengiyęn dewletę zęde bűn. Ji sala par heta îro gelek caran bi ser NÇM'ę de hatiye girtin ű xebatkaręn wę hatine binçavkirin. Komęn muzîk ű dîlanę ku ji bo bernameyę diçűn derveyę welęt, hatine binçavkirin ű dűre ew ji bo girtîgehę hatine ßandin. A niha jî pęßî di mihrîcanę de li hemberî kurtefîlmę bi navę "Ax" ű dűre jî di turneyę de li hemberî Taetra Jiyana Nű, biryara qedexeyę hate bikaranîn. 
Fîlmę Ax ji bernameya mîhrîcanę derxistin 
11'mîn Mîhrîcana (festîval) a Navneteweyî ya Fîlman a Enqereyę ku di navbera 26'ę avręlę ű 9'ę gulanę de pęk hat, kurtefîlmę NÇM'ę yę bi navę Ax, ji bernameya mihrîcanę hate vederkirin. Ji bo beßdarbűna mihrîcanę, Beßa Sînemayę ya NÇM'ę serî li ręveberiya Mihrîcanę da. Ręveberiya mihrîcanę, fîlmę Ax ji aliyę teknîk ű estetîk ve baß dît, lę li gorî gotina wan, ji ber ku naveroka fîlm "xeternak (sakýncalý)" hate dîtin, bi dudilî nęzîkî fîlm bű. Dűre fîlm ji bo pęßbaziya mihrîcanę hate pejirandin, lę îcar ji bo nîßandayîna fîlm destűrname (tißtę ku ji tu fîlmî nehatibű xwestin, destűra Wezîrę Çandę yę Komara Tirkiyeyę) ji wan hate xwestin. Bi destpękirina mihrîcanę re ji bo beßa sînemayęya NÇM'ę hate ragihandin ku fîlm ji bernameya mihrîcanę hatiye derxistin. Ręveberęn Beßa Sînemayę ya NÇM'ę her çiqas dîsa serî li Lijneya Hilbijęr a Eslî da jî tu encam bi dest nexist ű fîlmę Ax tevlî mihrîcanę nebű. 
ßanoya bi Zimanę Kurdî Qedexe ye 
Taetra Jiyana Nű wekî her sal îsal jî xwest bi lîstika xwe ya Komara Dînan/ßermola derkeve turneyę. Turneya wan wę di 15'ę pűßpera 1999'an de li Męrsînę dest pę bikira ű di 16'ę mehę de jî li Edeneyę lîstika xwe li pęßberî ßanohezęn xwe de bilîsta. Ji bo vę yekę jî li ser navę Taetra Jiyana Nű Murat Batgi serî li Emniyet ű Walîtiya Edeneyę ű ya Męrsînę da, lę wan destűr neda ku Taetra Jiyana Nű lîstika xwe bilîze. Walîtiya Męrsînę nedana destűrę bi awayekî fermî ji bo wan ragihand lę walîtiya Edeneyę hewce nedît ku qedexekirina lîstikę ji bo wan radigihîne jî. Li ser van qedexekirinan Taetra Jiyana Nű daxuyaniyeke da çapemeniyę. Di daxiyaniyę de tę gotin ku: "Heman lîstik sala par (1998) jî, li van bajaran hatiye pęßkęßkirin ű wę çaxę nehatiye qedexekirin." Daxuyanî wiha didome: "Di vę lîstikę de tu cudaxwazî nîn e. Ger tę de cudaxwazî heye fermo em xwe ji bo serdozgerę îxbar dikin ű ger tißtekî wisa di lîstikę de nîn e, wę çaxę, em jî dibęjin; lîstik tenę ji bo ku bi zimanę kurdî ye, hatiye qedexekirin." Her wiha di daxuyaniyę de ev rewß tę ßermezarkirin ű tę xwestin ku her kes li hemberî vę kirina antî-demoktarîk hißyar be. Taetra Jiyana Nű diwaze di rojęn pęß de li Enqereyę lîstika xwe pęßkęß bike. 

[AW73B3]
Arjen xęz dike Neße dixwîne 
Tißtonek 
Tißto tißto tißtonek 
Ber kevirę xißtonek (ßeytanok) 
Esmanę darînî 
Berfę dibarînî (Moxil) 
Lemę lem da, behrę kef da 
Mar hat, masî di dev da 
(Lemba) 
Ez li ser zinarekî 
Min kuta bizmarekî 
Deng çű heft ű yek hezarekî 
(Brűsk) 
Tißtekî min heye 
Ser textik e, bin textik e 
Çilo dixwe, ne karik e 
(Kűsî) 
Dizîka daniye ser xęniye 
(Stęrk) 
Bi ro gewraß e 
Bi ßev xatűn e (sivînek) 
Sin sino, erdę kuno 
(mißk) 
ßerbikę min heye, dű av tę de ye 
Dikim nakim, ava wę li hev nakeve (hęk) 
Kumę hűtik, tije nűtik 
(hejîr) 
Serę mar e, ne mar e 
Diçęre ne kar e 
Çar pę ye, ne dewar e 
(fîl) 
Bela bela bel dike 
Pęßiya leßker vedike 
(bißkul) 

Berhevkar: Bęrîvan Ülgen 
Zimanę me kurdî ye 
Welat, ziman ű dîrok 
Çand ű huner ű çîrok 
Zimanę me ßęrîn e 
Węjeyî ű zengîn e 
Bo lęnűsk ű pirtűkan 
Pęnűs bidin zarokan 
Jin ű męr, mezin-biçűk 
Qîz ű xort ű keç ű bűk 
Binivîsin bixwînin 
Pęßeroję bibînin 
Tîp ű kîte ű hevok 
Tißtonek ű metelok 
Peyv ű gotar ű węje 
Qise mamik ű bęje 
Nîqaß, gotin, serborî 
Guftűgo ű raborî 
Stran, helbest ű destan 
Hemű nirxęn Kurdistan 
Nęrîn ű hest ű raman 
Tu car nabin bęziman 
Hîn bibin van heműyan 
Berhev kin ji çar aliyan 
Ziman her tißtę me ye 
Bihgeha nirxęn me ye 
Gava ku hűn dicivin 
Bi kurdî biaxivin 
Ger dixwazin hűn hebin 
Azad ű serbixwe bin 
Li ziman bibin xwedî 
Pir bixwînin bi kurdî. 
Demsalęn salę 
ßev ű roj ű meh ű sal 
Mezin dibim sal bi sal 
Temenę min pir ciwan 
Hę nebűme pîr ű kal 
Demsalęn salę çar in 
Hersę çar jî diyar in 
Didin me av ű xwarin 
Adan in deßt ű newal 
Bi xęr hatî biharę 
Xemilîn guliyęn darę 
Sibę, nîvro ęvarę 
Dixwînin teyr ű sewal 
Havîn e, dema kar e 
Ceh ű genim li dar e 
Derdor toz ű xubar e 
Tu kesek nîn e li mal 
Payiz bi xęr ű bęr e 
Kewara zîv ű zęr e 
Hezar spas ji wę re 
Nehißtin derd ű mital 
Sar ű seqem zivistan 
Berf nizane rawestan 
Tev bilîzin bęwestan 
Spî bűn kaß ű kendal 
12 meh Meha yekem rębendan 
Bi xebat ű berxwedan 

Reßemî ye ya li dű 
Temen kin bű, hat ű çű 

Meha sęyem adarę 
Da mizgîna biharę 

Avręl derdor xemiland 
Deßt ű çiya ediland 

Navę meha din gulan 
Bű evîna bilbilan 

Pűßper meha ßeßemîn 
Dar ű ber tev kemilîn 

Germ ű tîna tîrmehę 
Aram bikin vę mehę 

Gelawęj bo me jîn e 
Ew "Gula Yekemîn" e 

Meha nehan rezber e 
Pelę daran mezer e 

Kewçęr, meha berhemdar 
Mißt bűne den ű kewar 

Sermawez ne pir sar e 
Baran, będeng dibare 

Berfanbar hat, mehiya 
Sala me li vir qediya 

Navęn rojan 

Yekßem, dußem 
Sęßem li cem 
Çarßem xebat 
Pęncßem lebat 
În westiya 
ßemî nehat 
Bo heműyan 
ßemî civat 
Adar Jiyan 

[AW73B4] 
Jiyana Rewßen derket 
Hejmara Jiyana Rewßen a avaręlę mehekę bi derengî derket pęßberî xwendevanęn xwe. Di vę hejmarę de jî wekî hejmaręn berę nivîskar bi nivîsęn cur bi cur beßdarî kovarę bűne. Di vę hejmarę de jî Feqî Husęn li ser ßexsîyetęn kurd bi awayekî portreyî nivîsiye. Feqî Husęn di nivîsa xwe ya bi sernavę "Baba Tahîr" de jiyan, berhem, fikr ű ramana Baba Tahirę Hemedanî raxistiye ber çavan. Her wiha Husęn ji helbestęn Baba Tahîr çend mînakan pęßkęßî xwendevanan dike. Nivîseke din ku balę dikißîne ser xwe, gotara bi sernavę "Roman: Sembola Netewetiyę ye" ye. Gotar ji alîyę Ahmed Pelda ve hatiye nivîsandin. Pelda di nivîsa xwe de xwestiye rewßa romana kurdî raxe ber çavan. Lę di nivîsę de ev yek tę xuyakirin ku Pelda, hem ji pęvajoya peydabűna romana kurdî, hem jî li ser pęßketina di salęn dawîn de ne tęr agahdar e ű li ser romanę, bi taybetî jî li ser romana kurdî ne xwediyę zanîneke xurt e. Her wiha di gotarę de zimanę heręmkî hatiye bikaranîn, ev jî li zimanę gotarę nagunce. Di vę hejmarę de li ser çîroka bi sernavę "ßerę Navxweyî" yę Liam O'flaherty ku ji aliyę A.Rahman Çelîk ve hatiye wegerandin, mirov dikare çend tißtan bibęje. Çîrok li ser ßerę Komarperweręn îrlandî ű Britanyayę hatiye nivîsîn. Çîrok hem ji aliyę tevnę, hem jî ji aliyę wergerę ve biserketî ye. Di hejmarę de çewtiyęn rastnivîsî gelekî diyar in ű dikin ku xwendevan li nivîsę bisekinin. Ji bilî van nivîsan çend nivîsęn ku di hejmarę de cih digirin ev in: Huner ű Gel (Medenî Ferho), Jana Zirav (Behçet Deniz), Vegera Spartakűs (Talîp Kalîn), Mirina Evîndaran (helbest -Charles Baudelaýre), Gornebaßę (helbest-Emîn Bozan), Di ßkeftęn esmęn de birűskęn dîlgirtî (helbest-Ręnas Jiyan) 
Vateya demsala biharę derket 
Kovara kulturî ya bi zaravayę kirmanckî Vate, bi hejmara xwe ya 7'an derket. Di vę hejmara kovara demsalî de, nivîs bi giranî der barę zimęn de ne. Digel nivîsęn li ser zaravayę kirmanckî, li ser zaravayę kurdęn Rojhilat hewramkî (gorankî) jî nivîsek dűvediręj hatiye weßandin. Ev nivîs ji hęla Malmisanij ve hatiye nivîsandin ű ji gelek aliyan ve zaravayę navborî bi me dide nasîn. Her wiha tękiliya gorankî ű kirmanckî jî bi mînakęn cur bi cur li ber çavan hatiye raxistin. Tę dîtin ku berevajî îdiaya hinek zimanzanan, hatiye gotin ku her du zarava dűrî hev in ű zaravayę kirmanckî zaravayekî bakurę Kurdistanę ye. Nivîsa duyemîn a li ser zimęn dîsa ji hęla Malmisanij ve hatiye amadekirin. Ev nivîsa bi navę "Derheqę dimilkiya Aksaray de" ji kovara Bîrnebűn hejmara 7'an hatiye wergirtin ű ji tirkî hatiye wergerandin. Nivîskarę nivîsę Memę Hilkecikî ye. Nivîseke din a lękolînî jî li ser dîrokę ye. Ev nivîs jî ji kovara War hatiye wergirtin ű ji zaravayę kurmancî hatiye wergerandin. Nivîs, li ser bűyera Seîd Elçî ű Dr. ßivan e. Nivîskarę nivîsę ßakîr Epözdemir e. Ji bilî van nivîsęn li ser zimęn, çend helbest ű çîrokan jî di vę hejmara kovarę de cih girtiye. Ji van, çîroka Munzur Çem a bi navę "Hewnę Newrozę" balkęß e. Di çîrokę de pîrozbahiya cejna Newrozę ya pißtî rizgariyę hatiye vegotin. 

[AW73B5] 
Ka ű ceh hespime 
Kalę Kerîmę diçe Kaxizmana Qersę, leßkeriya tirkan. Wî çaxî jî leßker diçűn gundan ű ji gundiyan bac berhev dikirin. Kalę Kerîmę jî diçe, li jęra gundekî, zarok jî ji xwe re li wir dilîzin. Kalo jî bi tirkî nizane. Di ser de jî dibęje 'jixwe ku ez bi kurdî biaxivim, zarok ji min re ręzę nagirin. Kurdî ű tirkî tevlîhev dike ű wiha dibęje: 
- Ulan kuro, mala muxtar li ku ye, nerde!? 
Zarok hinekî difikirin, fęm dikin ku li mala muxtęr dipirse. Wî dibin mala muxtęr. 
Kalo diçe mala muxtęr ku li hewßę du jin, li ber tenűrę ne, nanę tenűrę çędikin. Kaloyę siwarî dibîne ku muxtar ne li mal e, destę xwe bilind dike ű dibęje: 
- Ka ű ceh hespime! 
Jin lę dinęrin dibęjin: "Ev kurmanc e feqet xwe lę nake xwedî." 
Jina malî diçe, cuherę hespę tijî ka ű ceh dike ű dixe serę hespę. Îcar dora kalo ye. 
Kalo dibęje: "Nanę ßkeva yę genim ű hękine qelandine!" 
Jin radibe ję re nanę ßkeva ű hęka qelandî çędike ű tîne, kalo tęr dixwe. Muxtar jî di wę navberę de tę. Muxtar wekî bilbil bi tirkî diaxive lę kalo nizane bersivę bide. Kalo radibe ser xwe ű dibęje: Tirkiya me ű welatę we naßibe hev, ez çűm bi xatirę te. 

Çepgirî ű rastgirî 
Di salęn 1970'yî de leßker li gundan li çepgiran digeriyan. Rojek ji van rojan, dîsa gava ku leßker di gundekî de digerin, di rę de pęrgî (rastî) ßivanekî tęn. Serbaz ji ßivan dipirse: 
- Tu dizanî çepgirî ű rastgirî çi ye? 
ßivan dibęje: "Na." 
Pißtî ew diçin, ßivan ji xwe re dibęje: 
- Lawo, kurę keran, ma çawa ez nizanim; hűn rastgir in, ez çepgir im. 

Ę ma Yoxirt qeymeqam, ne.... 
Beg Ali sîtilek mast ji mala qeymeqam re dibe. Qeymeqam ji bo sipasiyę ję re telefonę vedike ű dibęje: 
- Beg Ali, ne hewce bű ku te xwe aciz bikira..! 
Beg Ali bersivę dide: "Ę ma yoxurttir qeymeqam, ne poximdir, aciz olayim!" 
Nizanim zarokę we ye, yan ę me ye 

Li qeraxa gund serbaz ji gundiyekî dipirse: 
- Li vę derę terorîst hene? 
Gundî ßivanę li hember, ßanî wî dide ű dibęje: 
- Qomutanim, weleh yek xuya dike lę nizanim zarokę we ye, yan ę me ye! 

Peykerę Atatürk ę reß 
Li Hezexę xortekî esmer hebű. Ji ber esmerbűna wî gelę heręmę carinan henekęn xwe pę dikirin. Ew jî yekî wisa virek bű, viręn wî li Hezexę navdar bűn. Rojekę yek ję dipirse: 
- Keko tu çima ew qasî reß î? 
- Tu dizanî ez çima ew qasî reß im? 
- Na. Ma ez bizanibim çima dipirsim? 
- Binęr ez ji te re bibęjim, ez çima ew qas reß im: Dema ez zarok bűm, ez çűm hewßa dibistanekę. Li wę derę peykerekî Atatürk ę reß hebű. Atatürk destę xwe da ser rűyę min, bir ű anî ű got: "Hißßß, hißß" ű ji wę roję ű vir ve ez wisa reß bűme. 

[AW73C1] 
Rehęn jiyana gel: Çand - Huner - Węje 
Ji bo ku jiyana xwe bidomînin, hemű giyanewer ji xwezayę sűdę werdigirin. Bo ku gel ű netewe hebűna xwe bidomînin, divę ji alavęn hilberînę sűdę wergirin ű di warę aborî ű teknolojiyę de pęßketî bin. Heke na, dę ew gel di nava çanda çend gelęn serdest de bimehe ű winda bibe. Îro, cîhana serdest dixwaze li ser navę globalîzmę çandeke împeryalîst bi gelęn cîhanę bide pejirandin. Bi rastî navę vę yekę "împeryalîzma çandî" ye. Li dijî vę xetereyę, divę çi bę kirin an dę gel bikaribin xwe bi çi awayî biparęzin? Pęßî divę bę zanîn ku, çand, huner ű węje li ser xaka welatekî azad ű serbixwe tę parastin. Welat, asęgeha çanda gel ű hîmę huner ű węjeyeke neteweyî ye. Welat bi nirxęn neteweyî tę naskirin. Netewe, ji pękeręn (unsur) çandî, hunerî, węjeyî ű hwd. pęk tę. Çand ű huner ű węjeya gelę bindest qels ű lawaz e, heta mirov dikare bibęje winda ye. Gelę ku welatę wî di bin lingęn dagirkeran de bieciqe, mirov nikare behsa çand ű huner ű węjeya wî bike. Ędî bi parvekirina welatę wî re çand ű hunera wî jî ji aliyę dagirkeran ve hatiye lewitandin an jî tarűmar bűye. Gelę kurd jî yek ji wan gelan e ku bi hezaran sal in çand, huner ű węjeya wî, tevî welatę wî ji aliye hęzęn ęrîßkar ű mętinger ve talan bűye ű hę jî dibe. Îcar ev gelę hanę dę çiqasî hay ji çand ű węjeya xwe ya resen hebe ku bikaribe lę xwedî derkeve? Gelę ku li ser xaka xwe wekî penaber ű biyaniyan bę dîtin ű çanda wî bi zagonęn zengarî hatibe qedexekirin, dę çawa bikaribe xwe bi cîhana hemdem bide naskirin? 
Diziyęn çandî ű hunerî! 
Dergűßa ßaristaniyę ű navend ű çavkaniya çanda gelan Mezopotamya ye. Gelę kurd jî yek wan gelę Rojhilata Navîn ę herî qedîm ű xwediyę çandeke kevnare ye. Gava ku Mezopotamya an Mezrabotan tę gotin, çand ű bi taybetî jî çanda gelę kurd di hißę mirov de derbas dibe. Ew xaka adan, ku di navbera çemęn Dîjle ű Ferat de cih digire, bi xwîn ű xwędana bav ű bapîręn kurdan hatiye stirandin ű bi çand ű hunera wan hatiye neqißandin. Jixwe sedema dagirkirin ű parvekirina Kurdistanę, adanî ű dewlemendiya wę ye. Heke Kurdistan, ne navenda çand ű ßaristaniyę bűya, ewqas sal nedibű navenda ßer ű hedefa ęrîßęn hovane. Heke gelę kurd ne gelekî qedîm bűya, dę ji męj ve ji holę hatiba rakirin ű îro navę kurd ű Kurdistanę jî li holę nedima. Belę ji ber ku hęzęn Kurdistanę dagirkirine her dem pißtî kurdan hatine li ser xaka wan bi cih bűne. Navę çol ű çiyan, gund ű bajaran giß bi kurdî hatine danîn. Çanda ku bi destę kurdan hatiye afirandin zű bi zű winda nebűye, hatiye guhartin ű mehandin. Çewisandinęn li ser gelę kurd ű çanda wî tęra bißaftinę nekiriye. Ji ber ku gelę nißtecih yę heremę gelę kurd e. Hęzęn dagirker nikaribű çanda kurdan ji holę rakin, berevajiyę vę ew di bin bandora çanda kurdan de mane. Tew îro hemű hęzęn dagirker çanda kurdan wekî çanda xwe nîßan didin ű dibęjin "Em xwediyę çandeke dewlemend in." Heta îro tu nirxęn me nemane ku ji aliyę hęzęn dagirker ve nehatibin lewitandin. Çand ű huner ű węjeya kurd wekî ya tirk bi nav dibe; stran, çîrok ű metelokęn me bi zimanę tirkî tęne gotin. Govend, dîlan ű folklora kurdî wekî ya tirk tę nîßandayin ű hemű nirxęn me yęn neteweyî wekî węjeya tirk tę hesibandin. Bi rastî navę vę yekę dizî, talan ű korsanî ye. Her çandek, xislet ű taybetmendiyęn wę yę xweser ű resen hene. Wekî mînak, her stranekę zimanę wę yę resen heye. Gava ev stran ne bi wî zimanî, bi zimanekî din bę gotin ji resentiya xwe dűr dikeve ű mirov pę natamije. Çawa ku her mirov helbesta xwe bi zimanę xwe diręse ű gotinęn wę nayęn guhartin, stran jî wisa li zimanę biyan tenę tęne wergerandin. Lę mixabin kesęn ku hay ű bayę wan ji çand ű hunera kurdî nîn be, dibęjin qey ew stranęn ku ji nava dilę Kurdistanę derbűne bi dengę Ýzzet Altinmeße, Mahsun Kýrmýzýgül, Ýbrahim Tatlýses ű hwd.tęne lewitandin, wekî stran ű helbestęn tirkî ne ű dibęjin ev dengbęjęn Rojhilat ű Baßűrę Rojhilat (Dođu ve Güneydođu) rűspîtiya muzîka gel a tirk (Türk Halk Müziđi) in. Nabęjin ku ev rűreßî ű bextreßiya gelę kurd ű tirk hemű di kesayetiya wan kesan de civiyaye ű çanda her du gelan ji tęne lewitandin. Mirovę ku bixwaze huner ű hunermendę kurd binase bila ne li Ýzzet Altinmeße yę ku "Bu dađlar duman oli" dibęje; bila li kaseta Mihemed Arif ű Hesen Cizrawî "Ez kevok im lę lę..." guhdar bike, da ku bizanibe çand ű hunera wî ya resen çawa hęja ű bedew e. Bila dîsa zanibe ku bi hezaran stran, helbest, gotin, biwęj, metelok, çîrok, pękenok, lîstik, govend ű folklora kurdî wekî çanda tirkî bi gelęn heremę ű heta ű heta bi teva cîhanę dane pejirandin. Belę divę her mirovę kurd hay ji vę yekę hebe ku çand ű huner ű węjeya wî tenę dikare bi destę wî bę parastin. Mirovę ku li çand, huner ű węjeya xwe xwedî dernekeve, dę ew çandeke melez an jî çandeke pißaftî bipejirîne ű di xizmeta wę de bixebite. Îro gelek hunermend ű dengbęjęn kurd di xizmeta gelę xwe de ne ű bi fedekarî peywira xwe bi cih tînin. Divę gelę kurd, ędî terka wan kesęn ku ziman ű zaravayęn kurdî bi tirkiyeke nîvco dilewitînin bike ű nema li wan wawîkan guhdariyę bike. Em ne li dijî tu ziman ű zaravayanin lę ew tißtęn tęne gotin ne bi tirkî ű ne jî bi kurdî ne. Zimanekî çewtomewto ű lewitî ye. Tu fędeya ku li gelan bibe, tę de nîn e. 
Wekî jiyana me çanda me jî di xetereyę de ye 
Li aliyę din îro bi dehan weßanęn me derdikevin, çi li hundir çi li derveyî welęt, rojname ű kovaręn me tęne weßandin. Di van weßanan de navę gelek helbestvan, dîrokzan, civaknas, hunermend, węjevan ű rewßenbîręn kurd ęn hęja derbas dibe. Berhemęn wan li çarmedoręn cîhanę belav bűne lę mixabin, haya gelek mirovęn kurd ji wan nîn e ű dibe ku navę wan jî nebîhistibin. Mirovę ku haya wî/ę ji Ehmedî Xanî, Feqîyę Teyran, Melayę Cizîrî, Baba Tahirę Uryan, Osman Sebrî, Cegerxwîn ű hwd. tunebe, dikare der barę węjeya kurdî de biaxive? Mirovę hayę wî/ę ji çand ű hunera wî/ę tunebe dikare li nîrxęn xwe yęn neteweyî xwedî derkeve ű xwe bextewar bihesibîne? Mirovę ku ji çand, huner ű węjeya xwe sűd wernegirtibe dikare hestęn xwe, fikr ű ramanęn xwe bîne ser zimęn? Heke bikaribe jî dę çiqasî, bi çi awayî, ji bo kę ű ji kę re bîne zimęn? Mirov çiqas zana dibe bila bibe, gava ku bi zimanę xwe neaxive, di xizmeta kesęn li dijî xwe de ye ű karę wan hęsantir dike. Mirov çiqas pispor dibe bila bibe, gava ku ne di xizmeta çand ű hunera gelę xwe de be, nikare rola xwe pęk bîne ű di nava gelę xwe de bi serbilindî bijî. Çand, hîmeke netewebűnę ye. Ziman, węje ű huner ßaxęn çandę ne ű çand bi van hęmanan tękűz dibe. Her yek ji wan wekî rehę jiyana çandę bi kar tę. Li kîjan deverę çand hebe li wir teqez huner ű węje jî heye. Çand her dem bi hunerę dest pę dike ű bi węjeyę didome. Pęßveçűna çandę bi hunerę, ya hunerę bi węje ve girędayî ye. Węje wekî din jî dibe peywira parastin ű bipęßxistina ziman ű zaravayan. Bi kinayî, çand ű huner ű węjeya me bi qasî dîroka me kevnar e, lę bi qasî jiyana me jî di xeterę de ye. Heke em li hemberî bayę globalîzmę xwe neparęzin, dibe ku zarok ű neviyęn me berî ku bibin kurd, pęßî bibin tirk ű paßę jî bibine îngîlîz. Riya pißaftina gelan, îro di împeryalîzma çandî re; riya parastina jî di welatekî azad ű serbixwe re derbas dibe. 

[AW73C2] 
Nirxandina Romana Kurdî : Bîra Qederę 
Mijara Bîra Qederę, jiyana entelektuelî ű tękoßîna Mîr Celadet Bedirxan e. Ji bęplaniya nivîskar, di 260 rűpelęn romanę de zîrekî, hunermendî ű entelektueliya Celadet Bedirxan ű her wiha Mala Bedirxan baß nehatiye zelalkirin. Bi awayekî amatorî, bi mijaręn qels ű bi gotinęn ne di cih de dawî li romanę tę. Di romanę de teknîkeke balkęß, ku xwendevan bixe heyecan, lęgerîn ű xwendinę nehatiye bikaranîn. Nivîskar Mehmet Uzun, bi îdiayeke entelektuelî dest bi jiyana malbata entelektuelęn kurd kiriye, lę radeya zanîn ű zimęn basîd ű nizm e. Her wiha metodęn nivîsîn ű gotinę jî gelek basît in. Wekî gundiyekî nezan, bi devkî behsa kesekî/e an jî bűyerekę bike. Nivîskar, xwestiye bi kanîna bęje ű hevokęn ewrűpî, reng ű dengę entelektueliyę bide xwe ű Celadet an jî romana xwe. Wekî ku kurd dibęjin "navę giran e, gundę węran e." Di destpęka romanę de, carek an du caran derbas dibe ku, di mala Bedirxanan a Stenbolę de mamosteyęn fransî ű îtalî hebűne, lę ne wekî dersdar wekî xizmetkar li zarokęn wan nihęrîne. Celadet ű Kaműran li wir dest bi dibistana seretayî kiriye. Pißtre Celadet li Stenbolę di rojnameyekę de dest bi kar dike. Heta rűpela 119'an ku her du bira çűne bajarę Munîhę ű li wir dest bi zanîngehę kirine. Di vę beßę de baßebaß behsa Zanîngeha Munîhę jî nayę kirin, lę behsa restoranta zanîngehę, belengazî ű xizaniya wan a li malę hatiye kirin. Li wir Kaműran doktoraya xwe temam dike, lę Celadet, wekî bi tenę here kursa zimanę almanî. Li mala xwe wergera teks ű helbestę fransî dike ű li muzîka almanî ű fransî guhdariyę dike. Gelo li welęt çi xwendin, zanabűn ű zîrekbűna wan çi bű? Kîjan dibistan qedandin, bi çend zimanan dizanibűn? Bersiva van pirsan tune ye. Lę ew li Almanyayę Nietzscehe dixwîne ű di bin bandora dîtin ű felsefeya wî de dimîne. Nivîskar, ji destpękę heta dawiyę, behsa xizanî ű belengaziya Celadet ű Kaműran dike. Lę, ew ji bîr dike ku ew cil ű bergęn herî biha ű bi qelîte li wan dike. Her du birayan di otelęn herî luks de bi cih dike ű di restorant ű meyxaneyęn herî asortîk ű luks de dide xwarin ű vexwarin. Celadet, xwedî çend dost ű yaran e. Ew, tu caran li ser sendelye ű palgehęn (koltuk) qedîfe ű textîn rűnanin, lę li ser yęn çermîn rűdinin. Ne li muzîka kurdî, li ya ewrűpî, li Beethoven ű Mozart guhdariyę dikin. Hema hema di her beßa romanę de, çend bęje an jî hevok bi îngilîzî, almanî an jî bi îtalî hatine ręzkirin. Wiha xuya ye ku, nivîskar xwestiye di ßexsę Celadet de, ji xwendevanan re sînyala pirzimanzanî ű entelektueliya xwe bide ßandin. Roman, bi gotina almanî ya "mehr licht " dest pę dike ű dîsa bi wę diqede. 
Deftera Cananę 
Dîmen ű bűyeręn seyr ű ne rast di romana Bîra Qederę de derbas dibin. Canan, yara yekemîn a Celadet Bedirxan e. Dema hîn Celadet li Stenbolę ye, Canan wekî yadîgar, deftereke biçűk a bęrîkę dide wî. Celadet dema li Stenbolę ye, dest pę dike ű li wę defterę gelek tißtan dinivîse. Ew, pißtre tę Almanyayę, çar salan jî li wir dimîne. Her ku Cananę bi bîr tîne, deftera wę derdixe ű lę dinivîse. Pißtre diçe Misirę, Beyrűdę, ßamę, Behdînanę li wir jî defterę bi kar tîne. Belę, 20 sal derbas dibin hîn jî li defterę dinivîse. Baß e ku, rojekę defterę winda dike, an dę heta roja ku biketeya bîrę ű biçűya ser heqiya xwe jî lę binivîsanda. 
Tevliheviya bűyeran 
Di rűpela 155'an de Celadet, Ekrem Cemîlpaßa, Qadrî Cemîlpaßa ű hevalęn xwe, li Hesîçę ji bo plana ęrîßa li ser Tirkiyeyę, bi ßev ű roj dixebitin. Hîn babet naqede, di rűpela 158'an de dinivîse ku kurd xayin derketin, bi dewletę re yekbűn, hinek ji wan endam ű berpirsiyaręn ręxistina Xoybűnę, ji bo parastin ű vejandina mîrîtiyęn bav ű kalęn xwe bűbűn serokę ręxistinęn kurd. Ew plan ű programa Xoybűnę didine waliyę Męrdînę. Ji aliyę din ve 300 lîrayęn Xoybűnę di klűbęn Lubnanę de dixwin. Li vir, dijberî ű tevliheviyeke mezin heye. Nivîskar, bi devę Bedirxaniyan, sűc dike stűyę hinekęn ku kuręn mîr ű paßa ne ű bi Dewleta Tirk re dixebitin. Lę belę ku kuręn paßan ew bi xwe ne. Li gorî hinek kes ű dokumentęn dîrokî, hinekan ji wan bi xwe pereyęn Xoybűnę xwarine. Ji ber ku berpirsiyarę karűbarę aborî ew bi xwe bűn. Nivîskar, bi zanabűn an jî bi nezanî vę rastiya dîrokî serobin dike. 
Ziman, rastnivîsîn ű bi karanîna bęjeyan 
Zimanę nîvîskar gelekî jar ű seqet e. Ew, ne hakîmę zimanę kurdî yę edebî ye. Zimanę wî, zimanekî req ű ziwa ye. Ji aliyę dewlemendî ű rengîniya bęjeyan ve, ziman gelekî teng ű bi sînor e. Ev ne zimanę romanę ye, zimanę belavokę ye. Heger mirov bi teknîka nűjen bixwaze lę bikole, ku ka nivîskar çend gotin di romanę de bi kar anîne, ez bawer dikim, ku dę hejmara gotinęn wî ji sę- çar hezarî derbas nakin. Gotin ne dubare sedbare bűne. Rengdęręn ku ji bo teswîrę hatine bikaranîn, gelo çend in? Hema hema di her rűpelę de, ev gotin hatine dubarekirin: Çoß, boß, bihîstiyar, lűlű, yaqűd, stűr, yekta, bępayan, perekende, spehî, rind, mist, difűre, dixuyîn, pę...Di romanęn nivîskar ęn "Tu" ű "Siya Evînę" de jî, bi heman bęje ű hevokan teswîr hene. 
Çend bęje ű hevokęn ßaß 
...Li ser ßîva ęvarę (rp. 40). ßîv ji xwe navę xwarina ęvarę ye. Ęvar li vir zęde ye ű ßaß e. / Ji męj ve bű ku zimanę hesűd ű zikreß li Stenbolę belav dikirin ku sultan dę malbata Bedîrxanan surgun bike. (rp. 43) / Fesan mîna helaliyęn sor, hemű salonan tije kirine. (rű 44) / Dolbebexçe, salona herî xweß ű mezina hemű Avrűpayę bű. Wekî zanîn ű agahdarî ev ne rast e. Ji aliyę dîrok, huner, spehî ű meziniyę ve, ne yek bi hezaran salon ű xanî li Ewrűpayę hene. / Keviręn lűlű ű yaqűd ku bi textęn zęrîn hűnadine, rengęn tękel ęn spehî didin tęxt.( rű 44 ) / Piraniya ßęniyęn ku hatine xort ű xwendevan in. Yanî dixwaze bęje, ku piraniya ew kesęn ku hatibűn ciwan ű xwendekar in. ßęnî nifus e ű xwendevan jî telebe ye. / Porę wę mist da. (rp. 50 ) Ji pęncî carî bęhtir gotina "mist " di ßűna gotina "mizdanę "de, bi çewtî hatiye bikaranîn. / Alî ßamil Paßa li zîndanęn Trablűsgarbę wefat kiriye.(rp. 55 ) Gelo mirov dikare di heman demę de, di çend zîndanan de bimire? / Keviręn pępelűkęn nerdewanan bi kiręca spî hatin qaîm kirin. (rp. 57) Ma pępelîk ű nerdîwan ne heman tißt in ? /Dîsan jî difinęn poz ję baß dixuyîn. (rp. 62 ) Hal bű ku difin,poz,bęfil,kepű ű lűt hevwate ne,ya bi tirkî eßanlamlý ne. / Xortekî ji xwe bawer, emîn, razî, tęgehißtî, jîr, bikęr, xurt, lę di eynî wextę de saf, bi heyecan, ziravbihîstiyar. (rp. 64 ) Ez bawer nakim, ku kes rastî teswîrekę wiha seyr hatiye ű bę. Ka de vę hevokę wergerînin zimanekî din, dę wę demę çi derkeve holę? / Porę reß ę henekirî. (rp. 64 ) Gelo heneya reß jî heye? / Çend zapit li pę ne, paßiya wan li Celadet e.( rp. 85).Qedrî ű Ekrem began digotin ku. (rp. 145) / Bi çavęn germ li hevdu dinihęrin ű difikirin. (rp. 119) / Çavęn wę mîna zeryayeke stűr e. Zerya yanî derya,behr. / Mękew ű mariyęn xwe bifiranda ű li wan binęriya.(rp. 202) "Mękew" ű "marî" eynî tißt in. / Celadet destę xwe bi ku de davęje, bi tenę valahî tę destę wî. (rp. 145 ) / Ez bi gul, kulîlk ű çîçekęn hewßę daketibűm. (rp. 210) / Zimanę kurdan hatibű jękirin, kilît li zimanę wan xistibű. (rp. 211) Yę ku nizanibe dę bęje qey pęßî zimanę Kurdan jękirine ű pißtre qulkirine ű kilît lę xistine? / Em bîreke yekta bikolin, aveke boß derxînin ű emę pembűyeke baß rakin.(rp. 239) / Gava ßivan keriyęn pęz ji çęrę dianî, teyrę eylo ű bazan jî, mîna műyekî xwe ji tehtan berdidan jęr. (rp. 228) / Pere nîn bű, îmkan nîn bű xwarin ű nîn bű...pere nîn bű, îmkan nîn bű, xwarin ű nîn bű, zor zilum, tirs ű xof bępayan pir bűn. (rp. 229) / Ev bęje ű hevokęn ßaß ęn ku min yek bi yek li jor ręz kirine, ne ßaßiyęn daktîlo ű yęn çapę ne, yęn rastnivîsîn ű ręzimanî, nezanabűn ű nenaskirina bęjeyan e, ku mirov wan li ku ű çawa bi kar tîne. 

[AW73C3] 
Di ßoreßę de rista ciwanan 
Mirov beyî hestiyę pißtę, li ser piyęn xwe nikare bisekine. Civak jî beyî ciwanan nikare jiyana xwe wekî katjimęrekę bi rę ű rębazeke hemdemî bide meßandin. Lewre ciwan hęzeke zîrek ű jęderka neketina enerjiyan bi xwe ye. Ciwan ew e ku męjî, raman, dilîn, fîzîk, lebat ű jiyana wî/wę ji hemű aliyî ve nű tę kemilandin. Bi temamî tevlî jiyana kevin nebűye. Wekî rűpelekî ku hîn tam nehatiye dagirtin. Ji bo tijîkirina rűpel, ędî pęwîst e wekî mamostekî ű pisporekî mezin, ramana hemdemî ji wę pęnűsę biherikîne ser rűpel. Yanî ew ciwan, çawa bikaribe męjiyę xwe, bi bîrdoziyeke sosyalîst, siyaseteke hemdem, çandeke nűjen, exlaq ű terbiyeyeke ßoreßgerî, mîna darekę, di kesayetiya xwe de bikaribe bide çandin. Di vir de ßoreßa kurdan, ji bo ciwanan mizgîna herî mezin e. Ji ber ku kesayetiya wan bi rihę ßoreßgeriyę ve dimeyîne. Hemű gewßînęn wan, bi bîrdoza zanistî dide kemilandin. Lewre ramanęn Serok bi taybetî bo ciwanan, havęn e. Havęn jî enerjî, hęz, dilîn, raman, ßęwaz ű gewßînęn wî/wę bi hev re dide kelijandin. Gava hęza mirov di xalekę de civiya ű di bin serweriya męjî de tevbigere; fęr ű hunerekî herî pęßketî diafirîne. ßoreß ji bo ciwanan risteke wiha mezin dilîze. Wan bi ciwaniyę dide nasîn. Ciwantî bes ne tenę bi fizîkî ű temen e. Bęhtir ciwantî di męjî, raman, dilîn ű moral de ye. Tim jîr, çeleng, bi heyecan ű bi zewqeke mezin ber bi jiyana azad ve dimeße. Di vir de, mirov dikare, di serî de kesayetiya Serok ű gelek lehengęn ku niha ßehîd bűne ango dijîn wekî mînak bi de nîßan. Wan ciwantiya xwe xistiye bin barę neteweyî ű sosyalîzmę. Karę ßoreßę, partîbűyîn, ręxistinî, ßer ű çalakiyęn navneteweyî mîna ku tasek av vexwe wisa bi hęsanî, xebatę bi serkeftineke mezin dide meßandin. Ji ber ku enerjiya ciwantiyę di xizmeta mirovahiyę ű jiyaneke serbixwe de dixebite. Ji her ciwanekî kurd jî tę xwestin ku ciwantiya xwe tęxe xizmeta ßoreßę. Yanę ew rűpelęn ku tam nehatine dagirtin; bi dilînęn neteweyî ű ramanęn ßoreßgerî bide dagirtin. Gava ciwan xwe bi hemű aliyî ve bi berjewendiyęn welat ve girędin; li ku dibe bila bibe, ewqas ne girîng e. Tißtę girîng ű pęwîst ew e ku ew ciwanęn wekî çirűska ęgir, hewßa ßoreßę fireh bike. Bi baweriyeke xurt bimeße, bi vîneke tűj li ber xwe bide, bi biryareke ji pola timî amade be, bi eßq peywira xwe pęk bîne ű bi çoßeke mezin herdem kesayetiya xwe ű hawîrdora xwe perwerde bike. Bi kurtayî, ciwan divę enerjiya xwe bo tißtęn bękęr bikar neyînin. Timî wekî bombeya atomę amade be ű gava pędivî pę çębű, divę pîma xwe li dijî neyaran bikißîne. Yanî her ciwanekî kurd li kîjan qadę be, divę li wir rista ciwantiyę bilîze. Çi ji aliyę xwendinę, çi ji aliyę çandę ve, çi ji aliyę ręxistinî ve ű çi jî ji aliyę ßer ve dibe; divę enerjî ű ßűrę xwe bi awayekî xurt ji bo azadiya gel ű civakę bide xebitandin. Heta, divę ciwan spora xwe jî tęxe xizmeta ßoreßę. Lewra dijmin ű dewletęn împeryalîst bi riya sporę hemű ciwanan dixapîne ű bi pergala xwe dike yek. Yanî ev hęzęn paßverű, tevayę quwet ű enerjiya ciwanan didizin. Divę ciwan bi zanebűneke kűr ű fireh xwe bigihînin asteke ku bikaribin bersiva demę bidin. Ev jî bi armancęn mezin tęn çękirin. Pewîst e ciwanęn kurd li dewsa berjewendiyęn ßexsî ű biçűk, berjewendiyęn gelemperî ji xwe re bikin bingeh. Çawa ku hevalę Mazlum ciwaniya xwe kir bin karę partîbűyînę. Egîd ciwantiya xwe hemű kir bin barę azadiyę. Ji tevayę ciwanan tę xwestin ku mîna wan lehengan hęz ű enerjiya xwe di cihokęn ßoreßę de bidin herikandin. 

[AW73C4] 
Di kurmancî de perçînkirin 
Di zimanę kurdî de bi van awayan gotin tę perçînkirin (pekißtirme) ű tę kirpandin: 
1) Bi alîkariya hin peyvan. Pęwîst e mirov der barę van peyvan de çend tißtan bibęje: 
a) Piraniya wan bęwate ne an jî berę watedar bűne, niha wateya wan nayę zanîn. 
b) Wan rista rengdęran hilgirtiye. 
c) Dema ew tęn pęß an jî paßiya navdęrę peyveke xwerű pęk tę. Pirî caran wek biwęj jî tęn bikaranîn. 
Tarî zimak: reß tarî (zifiri karanlýk) 
Mînak: 
*Derve tarî zimak e, çav çavan nabîne 
*Dinya tarî zimak e, tevnegere! (Li vir wekî biwęj hatiye bikaranîn.) 
Xap xalî: vit ű vala (bomboß, ýssýz) 
Mînak: 
*Riya wî bi çiyayę Sîpanę ket, her der xap xalî bű. Ędî bi xezalan re heval bű. 
Tűt ű rűt: ßilf ű tazî (çýrýlçýplak) 
Mînak: ji karę nebaß tűt ű rűt ma. 
Tűk ű tenę : tik ű tenę (yapayanlýz) 
Mînak: Li darę dinyayę tűk ű tenę ye. 
Sik ű sar: ava pir sar (buz gibi sođuk) 
Mînak: bi ava sik ű sar pot ßűßtin. 
Ham ű tam: bi tirkî tas tamam 
Mînak: bovlat di stűyę xwe de anî halbűkî ham ű tam bű 
Hesl ű fesil: ta baß tęnegihęje hesl ű fesla wę neke qey tę! 
2) Heman peyv tę dubarekirin ű tę parçekirin 

*Spî spî mîna berfę 
*Reß reß mîna qîrę 
*Zer zer mîna ßimayę 
*Sor sor mîna xwînę 
*Tal tal mîna axű 
Li vir s, r, z, t ęn duyemîn bi kirpandin gelek stűr tęn xwendin. 
3) Du peyv bęn nik hev ű du pirî caran ji peyvan yek bęwate ye ű ji bo perçînkirinę ye. Ev peyvęn hevedudanî her çiqas xweser xuya bikin jî tę de perçînkirin heye. 
"ßeltopelto" 
ßelte: ji bo tißtęn pan, diręj ű sist, tę gotin. 
ßeltopelto ji bo kesę/a ku li cil ű kincęn xwe xwedî dernakeve, nepaqij e tę gotin. 
Çend mînakęn din: aßobaßo, teredîn, pelűpot, qilopilo, serűber, ßoderb... 
Dengęn ku ajal dertînin: 
Ajal dengę ajal peyva bo wî dengî 
qîjik qißt! qißt! qißteqißt 
çivîk çűk çűk çűkeçűk 
pepűk pűpű! pűpű! pűpepűp 
hirç humm! humm! humehum 
mar kuff! sisss! kufekuf 
pisîk nîew, nîew newkenewk 
mih-berx immee! meremer 
mirîßk qîq! qîq! qîqeqîq 
beq qurr! qurr! qurequr 
kar immee! immee! bereber 
gur zűűrr! zűrr! zűrezűr 
kűçik hewt! hewt! hewtehewt 
çivîk çewk! çewk! çewkeçewk 
elok lűk! lűk! lűkelűk 
dîk ű űrű ű űűű! űreűr 
Bangkirin 
Ji alî deng ve di navbera mirovan ű hinek ajalan de tękilî heye. Ew 
dengęn ku ajal hîn bűne xwe li wan digirin. Bo mirîßk ű dîkan: cű! cű! 
cű! 
bo mihan: de! de! de! 
bo gayan: tixe tixe tixe! 
bo pisîkę: pisî pisî pisî 
Dengine ku ji bo ajal cih biguherin 
bo mihan: herî! herî! 
bo ga: ho! ho! 
bo hespan: dah! dah! 
bo kűçik: hoßt! hoßt! 
bo bizinę: yeh! yeh! 
bo pisîkę: pis! pis! 
bo çęlekę: çęlę! çęlę! 
Dema dîk pev diçin wiha pesn tę dayîn: trîîs, tîßtîrîß dîk! 
Gava beran pev diçin, wiha pesn tę dayin: Ere e e! ere e e! 
Ji bo ku ga bifetile "îîß gayę .....îß" tę gotin. Ji bo ku ga raweste "ohoo o! 
Ęę ęh!" i bo ker jî raweste "çooßß! ßooßß!" tę gotin. 

[AW73C5] 
Peyvęn ku ji olanę pęk tęn 
Hin peyv ji olanęn surißtî pęk tęn. Razber in. Carinan bi bę (bayî) re carinan bi barîna baranę re, ji ajalan, bi bandora însan ű ajalan dertęn. 
*Vizînî ji dengę vizz! vizz! 
Mînak: bihar hat, vizeviza męßan e. 
Qîrçeqîrç ji dengę qîrç! qîrç! 
Mînak: Qîrçeqîrça darane, welę dißewite... 
Xißtexißt ji dengę xißt! xißt! 
Mînak: ku tirpan davęt gihę, xißte xißta wę kęfa mirov dianî. 
Gulpînî ji dengę gulp! 
Mînak: Gulpînî ji ęgir tę hindik maye bibe koz. 
Bilqinî ji dengę bilq! bilq! 
Mînak: bilqe bilqa avę ye. 
Zimînî ji dengę zimm! zimm! 
Mînak: zarok ji ser darę ket, zimînek ję hat min got qey mir. 
Xußexuß ji dengę xußß! xußßß! 
Mînak: xußîna avę, pel ű pűßan bű. 
ßirînî ji dengę ßirrr! 
Mînak: ßirîna ji gurgureyę dihat, carinan diqulibî orîn ű nalînę. 
Tingînî ji dengę ting! ting! tę. 
Mînak: tinginiya saz bű. 
Vingînî ji dengę ving! vinng! 
Mînak: vingevinga vę męßę guhęn min ker kirin. 
Vîzînî ji dengę vîzzz! vîzzz! 
Mînak: dîsa vîzevîza texsî, qemyon ű otobűsan bű. 
Pisînî-kusînî ji dengęn pisss! kusss! 
Mînak: tatikę erebę teqiya, pisîn ű kusîn e. 

[AW73D1] 
Kongreya Neteweyî balixbűna neteweyî ye 
Roja gelę me li bendę bű, li ber derketinę ye, serę tavę dizeriqîne ű rengekî zęrîn berßefeq dibe. Vę mehę ango gulanę, dę Kongreya Neteweyî bę îlankirin. Amedehiyęn heralî li dar in ű li dawiyeke bi xęr nęzîk dibin. Berę ręxistin ű ßexsiyetęn damezrîner li Brűkselę ye. Xwezî bi dilę wan kesan ku dę di vę bîstik ű kęlîka dîrokę de cihekî bigirin ű ßopekę bihęlin. Xewîn ű hęviya sedsalan, daxwaza gelę kurd, ręxistin ű bi hezaran ßexsiyetęn Kurdistanî, mezheb ű dînęn ji her rengî tęn cih, dibin rastî ű dę di dezgehekî welatgîr de bi laß ű gewde bibin. Zemanekî, siyasetmedar ű xwendayęn kurd li zanîngehan, di semîner ű civînan de qirik li xwe diqelaßt da ku îspat bikin ku kurd neteweyek in ű Kurdistan yek welat e. Îro qonax cihę ye ű ędî mirov dibe ßahidę balixbűna neteweyî. Netewe jî bi giß bir ű baskęn xwe mîna ßexsan rastiyeke biyolojîkî, derűnî ű fikrî ne, ew jî distewin, dikemilin. Di nav kurdęn duh ű îro de ferqa çębűye mezin e: 
1) Kurd neteweyîtir ű Kurdistanîtir in ű enterese ű berjewendiyęn xwe baßtir nas dikin. 
2) Di her alî de; di aliyęn fikrî, siyasî, çandî ű dîplomatîkî de ji her demę zędetir aqilę wan ji kîsę wan e ű ji xwe bawertir in. Ędî bi navę îslamę, sosyalîzm ű wekheviyę, yan jî nîzama nű, xapandina kurdan ne hęsan e. Heta dereceyeke xurt, dîndar ű muhafazakaręn kurd jî ű modernęn wan jî, ędî bi çavekî din li meseleyę dinęrin, pirs ű pirsgirękęn xwe bi rengekî serbixwetir digirin dest ű bi męzîneke deqîqtir rastî ű nerastiyan diwezinînin. 
3) Kultura siyasî, bihevrekarkirin ű biręvebirinę, hevdűfęmkirin ű lihevbanîna nav cîl ű nifßan, bęhnfirehî ű ręzdariya nav dîtin ű biręveçűnęn cihę lipęßtir ű xurtir e. 
4) Dek ű dolab, komployęn heręmî ű navneteweyî wek dehsal, bîstsal ű pęncîsalęn berę, hew karin ßawßaw ű hezmę çębikin ű kurd di vî alî de jî bűne xwedî tecrube, serpęhatî ű konetir bűne. 
5) Kurd dagirker ű dijminan, xęrxwaz ű mizawiran ne bękęmanî be jî, bi hawayekî nayę muqayesekirin, ji pęßiyęn xwe zędetir ji hev derdixin ű kapasîteya analîzkirin ű dersderxistinę li cem beßek mezin ji gel ű ręxistinęn kurdan hatiye cihekî ku dikarin Kongreya Neteweyî ava bikin. Kongreya Neteweyî ku gelę kurd li her parçe ű aliyę welatę me, ne bi du çavan, belę bi çar çavan li bendę ye, dę bibe manîfestoya balixbűna neteweyî, yekîtî ű hevdűgirtina kurdan ku mercęn bingehîn e ji bo çareserkirina pirsgirękęn navxweyî ű navneteweyî. 

[AW73D2] 
Dewleta Qatil 
Gelek welat an jî dewlet bi navęn cuda cuda tęn naskirin. Mînak di qada navneteweyî de navę îngilizan Brîtanyaya Mezin e. Berę ję re "Împaratoriya ku roj li ser naçe ava" dihat gotin. Niha kes nabęje Iraq. Dibęjin "rejîma xwînxwar", "rejîma Seddam". Navę împaratoręn Japonan, "Kurę Roję" bű ű hwd. Ew nav ű nîßan paßę li gorî demę her tim dihatin guhartin. Dema zarokatiya me, dayikęn me em bi leßkeręn Romiyan ditirsandin. Ez bawer dikim ku niha jî ew taybetiya Romiyan nehatiye guhartin. Ręveberęn Osmaniyan jî bi navęn nexweß ű bitirs ketine dîrokę. Mîna Murat Paßa yę bîrekar. (Kuyucu Murat Paßa) Bi hezaran mirov bi saxî dikirin çal ű bîran de ű dikußtin. Navę tirkan ű dewleta Osmaniyan li cem ewrűpiyan barbar bű. Yewnan ű îtalî niha jî qala barbariya tirkan dikin. Komkujiya tirkan ji bîra wan neçűye. Li Îtalyayę, li devę Deryaya Spî niha jî gundek heye. Navę wî Badalato ye. Dema salęn borî gelek koçberęn kurd dihatine Îtalyayę, em çűn cem wan. Nęzî sed kesan li Badalato hatibűn bicihkirin. Serokę belediyeya wę derę li ser ßîvę wisa digot: "Dîrok, mamosteyeke ecęb e. Sęsed salan berî niha ew gund ji tirsa Osmaniyan li vî çiyayî hate avakirin. Niha jî kurdęn ku ji ber zilma tirkan direvin, bűne gundiyęn Badalato." General Mistefa Muđlali li Wanę, Ebexę (Ozalp) 33 kes carekę dan kußtin. Dîroka tirkan ű kurdan ßahidę bi hezaran bűyeręn bi wisa ye. Di 1991'ę de li Gewerę heft kesęn Goyî bi destę Binbaßi Ali Kiraz ű hevalbendęn wî serok cehßan katin qetilkirin. Navęn wan yek ű yek em dizanin. ßervan nebűn, ticar ű etar bűn. Malbatęn wan ji Goyan hatin ku cenazeyęn mirovęn xwe bibin. Dewletę nehißt ű got: "ßevę dî li nęzîkę gundę Kuçe di navbera hęzęn me ű terorîstan de ßer derket. Me heft "terorîst" kußtin." Di dagirkirina Kibrisę de (1974) 1600 rűm berze bűn. Bîst ű pęnc sal in dewleta Kibrisę ű malbatęn wan li windahiyęn xwe digerin. Dewleta tirk bi fermî got ku ew windahiyęn ßer in ű wan ji bîr bikin." Di sala 1992'yan de balafiręn tirkan agir barandine ser gundiyęn Navßarî. Paßę tę bîra min serokwezîrę wan ev gote me: "Biborin, qayîßęn ku bombeyęn balafiręn me digirin sist bűn. Ji ber wę çendę bombe ketine ser gundan." Salęn 91, 92 ű 93'yan, salę çend caran li bajaręn me bombe dibarandin. Sűk ű bazaręn bajaran talan dikirin. Sűkęn nęzî dahęręn polîsan jî dihatine talankirin. Ű wan digot: "ßevę dî 'terorîstan' ęrîß aniye ser bajarî. Dema em diçűne cem rayedaręn dewletę me digot: "Belę, me zanî ku terorîstan ęrîß anî ser bajęr, lę bi bihayę milyaran tißt ji sűkan hatiye talankirin, gelo terorîstan ew tißt çawa barkirin, birin?" Bersiva wan ev bű: "Dewleta Tirk dewleteke mezin e. Li dijî ęrîßan me hűn parastine. Hűn me bi talankeriyę tawanbar dikin, dewlet diziyan nake." Niha em dizanin ku heft kurdistaniyęn Rojhelatî li gundę Katűna Nawßarî bi destę dewleta tirk hatin kußtin. Malbatęn wan aßkera kir ku ev mirov ne ßervan bűn, ji bo îdara xwe ya rojane wan bazirganî dikir. Dewletę jî daxuyanî da hemű cîhanę ku ew "terorîst", ßervan bűn. Terorîst, ßervan, an jî bazirgan, ferq nake. Kurd bűn ű kußtina wan pęwîst bű. Ji bo Dewleta Tirk sedema herî mezin ev e. Mîna bîst ű heßt kurdęn ku ji Baßűr, ji ßeqlawa ű Silęmaniyę hatin ű li Alyawa hatine kußtin (1995). Pęwîst e ku saziyęn mafę mirovan diparęzin, van bűyeran ji bîr nekin. Pęwîst e ku malbatęn kußtiyan van bűyeran ji bîr nekin. Hemű sazî ű dezgehęn navneteweyî mafę xwe bipirsin. Dibe ku encamęn em dixwazin ji van serlędanan dernekevin. Lę dîsa jî rűyę dewleta qatil ű diz eßkera dibe. Ji ber ku dewleteke diz ű derewîn e. Ev rewßa wî li hemű cîhanę hatiye pejirandin. Serę hemű malbatęn kußtiyan xweß, rűyę dewleta qatil reß be. 

[AW73D3] 
Aßtî ű tolhildan 
Di 31'ę gulanę de 'Doza Sedsalę' dest pę dike. Derdoręn faßîst ű ßovenîst dil dikin ku serhildan ű berxwedana gelę kurd ji Öcalan bistînin. Lewre jî çapemeniya tirk ji niha ve ßik ű gumana xwe li ser rengę dadgehę tînin zimęn. Tę gotin ku dewleta tirk amadekariya lînçeke nuxamtî dike. Çeteyęn Susurlukę, ku encama hilbijartinę wekî rűspandina (aklama) xwe dinirxînin ű amadekariya ßirîkatiya hikűmeta nű dikin, dixwazin bi vî awayî desthilatiya xwe xurtir bikin. A di dilę wan de diyar e ű li ber çavan e. Tißtę girîng kesęn demokrat ű aßtîxwaz dę çi bikin? Heke wekî berę będeng ű bęhelwest bimînin, dę fermana xwe bi destę xwe rakin. Lewre çeteyęn ku xwîna bi hezaran mirovęn demokrat ű ßoreßger rijandiye, dę ßerę li dijî gelan gurtir bikin. Ewę bi kußtina Öcalan nemînin, dę hemű kesęn ku ji wan cuda difikirin, bikin hedefa ßűrę wan ę devbixwîn. Çîroka Hîtler ji hęla her kesî ve dę tę zanîn. Li hemberî vę kirina çeteyan, dę gelę kurd jî będeng nemîne, ewę jî dest bide xwe ű ewę jî bikeve pey hildana tola serokę xweyę neteweyî ű tola zilma bi hezar salan. Heta ku careke din derfeta aßtiyę bi dest bikeve, dibe ku bi dehan sal derbas bin. Heke agirbesta 1993'yan bi ser biketa, dę bi hezaran mirovęn ku ji wę roję heta îro hatine kußtin, ne di bin axę de bűna. Îro em li wę roję digerin, gelek mijaręn ku me dikarî wę demę nîqaß bikin, îro em nikarin. Pißtî ku çete di doza xwe ya 'tolhildanę' de bi ser bikevin, dę rewß ji îro gelekî kambaxtir bibe. Ji ber vę yekę divę tu kes li hemberî vę lînçę będeng nemîne. Ýro aßtîxwazî parastina ewlehiya canę Öcalan e ű xwestina azadiya wî ye. Dema em bi vę bîr ű baweriyę tevbigerin, derfeta yekîtî, aßtî ű azadiyę ji her demę zędetir e. Ev doz dikare riya aßtiyę bo gelan veke. Li gorî agahiyęn ku bi dest ketine, amadekariyęn Öcalan jî ji bo vekirina riya aßtî ű azadiyę ye. Ewę di parastina xwe de li ser vę yekę raweste. Li pey agahiyęn ku heta niha li ser komploya navneteweyî ya li dijî Öcalan ű gelę kurd bi dest ketine, kesęn ku ev komplo amade kiriye di nava xwe de nelihevkirî ne. Bo niműne tę gotin ku Yewnanistanę bi radestkirina Öcalan, xwestiye rę li ber ßerekî di navbera kurdan ű tirkan de veke. Öcalan jî di vę bîr ű baweriyę de ye. Wî nameyeke ji ßoreßgerę tirk Teslim Töre re ßandiye ű di nameyę de vę yekę bi awayekî vekirî tîne zimęn. Her wekî li jor jî hate daxuyandin çeteyęn tirk ketine pey tolhildanę. Lę tę gotin ku hinek aliyan jî xwestiye bi vę yekę riya çareseriyę veke. Di vî warî de zędetir navę DYA'yę derbas dibe. Li Tirkiyeyę jî kesęn ku pißtevaniya çareseriya Amerîkayę dikin hene. Di vî warî de mînaka herî berbiçav Dođu Ergil ű ręxistina wî TOSAV'ę ye. Lę divę bę zanîn ku kilîta çareseriya rastîn di destę hęzęn demokrat ű ßoreßger de ye. 

[AW73D4] 
'Her roj qurm li ber avę nayęn' 
Dema ku lehî radibe, tevî gelek tißtan bi xwe re qurmęn daran jî tîne. Gelek kes wan qurman berhev dikin, ji bo ku wan wekî ardű bi kar bînin. Mirovęn ku bi kęrî keysę nayęn, ji vę lehiyę sűdę wernagirin. Pißtî ku lehî disekine, hinek ję çav li qurmę ku cîranęn wan berhev kirine dikin ű poßman dibin. Ji xwe re dibęjin; heyf ű xebînet! Çima me jî ji xwe re qurm berhev nekirin. Ji bo rewß ű kesęn wiha gotineke pęßiyan heye ku pir di cih de ye: "Her roj qurm li ber avę nayęn". Di jiyana rojane de, tißtęn wiha tęne serę me heműyan. Gelekan ji me, fersendęn ku di jiyana wan de pir girîng, ji dest berdane. Di azműnan de di nav pirsan de, ya rast em wekî navę xwe dizanin, lę heçku dengekî nepenî bibęje 'ew a din rast e', wę reß bike. Dawî, ku em pę dihesin ku beßa ku pęßî em li ser fikirîne rast bűye, me belasebeb bi ya wî dengę biyanî kiriye, em xwe dixwin, lę ędî dermanę çewtiyę nîn e. Em nikarin vegerin serî, fersend mîna çűkę ji nav lepęn me firiya. Ji van rewßęn wiha re gelek nav hatine dîtin. Hinek dibęjin çarenűs e. Dema ku fersendę berdidin jî, dibęjin çarenűsa me reß e. Hinek dibęjin ßens ű bext e. Lewre jî ji rewßęn wiha re dibęjin bextę me kor e. Hinek jî her tißtî diavęjine stűyę felekę. Dibęjin felekę çavęn te birijin... Hinek caran jî ji bo ku xwe teselî bikin, mirovan gotiye, "Ku te girt bernede, ku te berda jî bi pey nekeve." Fersend ne ji bo kesan, ji bo neteweyan in jî. Gelek gelęn ku îro navę wan di dîrokę de tę xwendin lę ew bi xwe tune ne, an jî gelek gelęn ku jîne, lę ya niha navę wan bi xwe jî di dîrokę de nayę xwendin, ji ber bextreßiyeke malkambax e. Yęn ku fersend ji dest berdidin an jî bi dest dixin, li ser navę gel ű neteweyan ręber, serok, pęßeng ű leheng in. Xwendevanęn birűmet, dibe ku hűn bibęjin bi qedrę Xwedę bikî, te ßens ű qismet ű keys ű fersend ji ku derxist. Hűnę bibęjin ilm, diyalektîk ű zanist ű hwd... her tißt li gorî prensîbęn tebîetę bi rę ve diçe. Dîsa ez ji ya xwe danakevim. Di çarenűsa gel ű neteweyan de cihę fersend, keys, ßens ű bext, girîng e. Di vę mijarę de gotineke Lenîn heye ku bűye wecîze: "Duho zű bű, sibehę jî dibű dereng." Lenîn ev gotin ji bo ßoreßa Rűsyayę gotiye. Bi rastî jî wę demę dema ßoreßę hatibű an na, nîqaßeke dorfireh dixwaze. Lę tißtę rast ew e ku gotina Lenîn rastiyekę tîne zimęn. Wan qurmęn li ber lehiyę, tîne zimęn. Ango ji nav ceribandinęn jiyanę derketiye. Li gorî ku ez çapemeniya kurd ű tirk dißopînim, Serokę Partiya Karkeręn Kurdistanę ű Serokę Gelę Kurd Abdullah ÖCALAN, dę di dadgehę de, gotinine dîrokî bibęje. Helbet cîhan dę van gotinan nîqaß bike ű dîrok dę biryara mafdarbűn an jî mafdarnebűna wî ű gotinęn wî bide. Lę li gorî baweriya min, tißtę ku ew dę bibęje, ku duho bigota zű bű, heke van tißtan sibę bibęje îcar dę bi derengî bikeve. Heta îro her ku biręz Öcalan hinek tez an jî ramanęn li derveyî qalibę kevneßopiyę anîne zimęn bűye hedef ji statűkoparęz ű kevneperestan re. Gelek caran hawariyęn wî jî rind di gotinęn wî tęnegihîßtine. Lę pißt re demę nîßan daye ku wî fersend baß bi kar anîne. Her çiqas rewßa niha cihę jî be, gelę wî pę bawer e. Ew dę ji bo mirovahiyę, ji bo gelę kurd, gelę tirk ű hemű gelęn Tirkiyeyę ramanęn humanîst ű bi xęr pęßkęß bike. 31'ę Gulanę çavęn hemű kurdan dę li wî bigerin. Me heműyan jî bęriya wî kiriye... 

[AW74A1] 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanę hate avakirin: Xewna hezar salan pęk hat 
Pißtî xebatęn çar salan, damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanę KNK'ę hate ragihandin. Kongre, roja 24'ę gulanę li serbajarę Hollandayę Amsterdamę, bi beßdariya 180 delegeyî pęk hat. Digel gelek nűneręn gelek partî, ręxistinęn Kurdistanî, gelek kesayetiyęn ji her çar parçeyęn Kurdistanę jî beßdarî di KNK'ę de kir. Kongre, pißtî ku siyasetmedar ű rewßenbîr Ýbrahim Ehmed delegeyęn Kongreyę silav kirin, li pey xwendina Ey Reqîb bo hemű cîhanę hate ragihandin. Di qonaxa pęßîn de, wę Kongre ji 29 partî ű saziyan pęk were. Di nava delegeyęn KNK'ę de navę Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan, mebűsęn kurd Hatip Dicle, Leyla Zana, Orhan Dođan ű Selim Sadak, ku li Tirkiyeyę girtî ne, jî hate xwendin. Endamęn KNK'ę sond bi zaravayęn kurdî; soranî, kirdkî, kurmancî, goranî, lorî ű bi zimanę asűrî xwar. Sond wiha ye: "Ez li ser rűmeta xwe sond dixwim ű soz didim ku ez dę di hemű xebatęn xwe de berjewendiyęn gelę Kurdistanę biparęzim, gelę Kurdistanę bi pęß ve bibim ű li pey Qanűna Bingehîn ya Kongreya Neteweyî bimeßim." Li aliyę din Komîteya Navendî ya PKK'ę bo Kongreyę peyamek ragihand ű wiha got: "Her dema ku hęzęn neteweyî rol ű erka xwe ya dîrokî pęk bînin, wę azadiya kurdan nęzîktir bibe." Roja 26'ę gulanę di civîna Lijneya Gißtî ya KNK'ę de biryara mafę çarenűsę yę gelę kurd bi hevdengî hate pejirandin. Her wiha ji bo Kongreyę pęnc organ, 11 komîsyon ű 2 jî cîgirę serok hatin diyarkirin. Li gorî vę organęn KNK'ę ev in: Lijneya Gißtî, Konseya Kargeriyę, Lijneya ßęwrę, Komîteya Berz ya Qanűnę ű Lijneya Disîplînę. Di vę civîna de duyemîn de, beßa Pęßnűmaya Peymana KNK'ę ya bi navę "Mafęn Bingehîn, Desthilatdarî, Gelę Kurdistanę, Kurdistan" hate nîqaßkirin. Li aliyę din, roja sęyemîn ya kongreyę jî Serokę Gißtî yę PKK'ę wekî Serokę Rűmetę yę KNK'ę hate pęßniyarkirin. Her wiha heft endamęn Konseya Ręveberiyę ű 11 serokęn komîsyonan hatin hilbijartin. Li aliyę din Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan, endamęn PKK'ę yęn di girtîgehę de M. Can Yüce, Müzaffer Ayata, Sabri Ok, girtiyę ji doza PRK-Rizgarî Ahmet Güven, Zanyar Ýsmail Beßikçi ű mebűsęn DEP'ę Leyla Zana, Hatip Dicle, Orhan Dođan, Selim Sadak wekî endamęn rűmetę yęn Kongreyę hatin pejirandin. 
Li pey vę yekę çar bendęn vę beßę wiha ne: 
Benda 1: 
a) KNK, ku dę ędî wekî 'Kongre' bę binavkirin, berztirîn otorîteya siyasî ya Kurdistanę ye ű bi ßertę ku vę peymanę pesend bike, ji partî, saziyęn azad ű civakî, nűneręn civatęn çandî ű olî ű kesayetiyęn serbixwe yęn Kurdistanę pęk tę. 
b) Îrade ű berjewendiyęn gelę Kurdistanę bingeha erk ű desthilatdariya Kongreyę ne. 
Benda 2: 
a) Kurdistan navę welatekî yekpare ye, ku lę endamęn bawerî ű olęn cihę dijîn, zaravayęn cuda hene, piranî gelę kurd ę xwedan dîroka dęrîn lę dijî, bi awayekî sunî hatiye parçekirin ű li Rojhilata Navîn e. 
b) Bi zor ű çewsandinę koçberkirina kurdan ji Kurdistanę ű ji aliyę dagirkeran ve li ßűna wan bicihkirina komęn din, ne tißtekî rewa ye ű pejirandina vę yekę ne pękan e. 
c) Tęgîna gelę Kurdistanę 
1- Kurd 
2- Gelęn ku ji diręjahiya dîrokę ve li Kurdistanę dijîn ű xwe wekî kurdistanî bi nav dikin, asűrî-suryanî, ermenî ű gelęn din in. 
Benda 3: 
a) Her kesę kurdistanî bęyî cudahiyęn nijadî, zimanî, cinsî, mezhebî, bawerî li hemberî qanűnan hevmaf e. 
b) Kurdî, zimanę fermî yę Kurdistanę ye. 
c) Li deveręn ku gelę asűrî-suryanî lę pir e, ligel kurdî zimanę asűrî-suryanî jî zimanę fermî ye. 
d) Biręn din ęn ku gelę Kurdistanę pęk tînin, bęyî ku ziyanę bigihînin yekîtiya welęt ű berjewendiyęn gißtî, dikarin çand ű nasnava xwe ya neteweyî bi pęß bixin, bi awayekî azad bi zimanę xwe perwerdehiyę pęk binîn, xwe saz bikin ű bi rę bixin. 
e) Bęyî ku ziyanę bigihînin berjewendiyęn Kurdistanę ű yekîtiya neteweyî, her kurdistaniyę xwedî ol, mezheb ű bawerî, dikare bi ßęweyekî azad saziyęn xwe ava bike ű pęwîstiyęn xwe yęn olî bi cih bîne. 
Benda 4: 
Gelę Kurdistanę wekî hemű gelan xwedan mafę çarenűsę ye. 
YNK: Kongre kurdan temsîl dike Li aliyę din nűneręn YNK'ę, ku wekî çavdęr li Kongreyę amade bűn, Mam Rostem ű Dîdo Babaßex diyar kir ku KNK'ę kurdan temsîl dike. Nűneręn YNK wiha axivîn: "Ku ev Kongre gelę kurd temsîl nake, ma karę me li vę derę çi ye? KNK payeberztirîn saziya Kurdistanę ye. Jixwe vę yę di ręznameya wę de jî cih girtiye." Digel vę yekę, avabűna KNK'ę li Kongreya Amerîkayę jî bi axaftina endamę Kongreyę Bob Filner hate rojevę. Filner, da zanîn ku kurdan kongreya xwe ya neteweyî pęk aniye, da ku dengę xwe bigihînin xwißk ű birayęn xwe yęn li seranserî cîhanę. Wî got: "Ez avabűna kongreya ku nűnertiya gelekî bi qasî dîroka mirovahiyę kevn, silav dikim." Filner her wiha rewßa gelę kurd rave kir ű ligel vę helwesta DYA'yę rexne kir. 

[AW74A2] 
Partî ű kesayetiyęn Kurdistanî: 
Nűnerę Partiya Çepęn Kurd li Suriyę (PÇK-S) yę Ewrűpayę Hacý Soleman: Her roja ku Kongreya Neteweyî nayę damezirandin, wę kęmasî ű ßaßiyęn kurdan zędetir bibin. Çawa ku bo mirovan nan ű av pęwîst e, bo kurdan jî Kongreya Neteweyî pęwîst e. Girtina Öcalan bi tenę jî, ji bo damezirandina dezgeheke bi vî rengî sedem ű hincet e. Divę em xwe ji partîperestî ű ręxistinperestiyę bidin alî. 
Endamę Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîstę (PSK-S) kurd li Suriyę Nűrî Hesen: Kongre ji bo kurdan lîjneyeke pîroz ű dîrokî ye. Vę dawiyę em bęhtir di vę yekę gihîßtin. Ji bo dijmin bersiva baßtirîn yekîtiya kurdan e. Xebatęn me yę di nava Kongreyę de, divę hemű ji bo azadiya Serok Apo bin. Ji ber ku doz ű armanca wî damezrandina Kongreya Neteweyî bű. Em bawer in, îro me daxwaza wî bi cih anî. 
Nűnerę Ewrűpayę yę Bizűtneweyî Demokraýsîxwazanî Kurdistan Bekir Hesen: Kongre divę bernameyeke pęßkęßî kurdan bike ű di warę diplomatîk ű pękanîna biryaran de bibe lijneya rajortirîn. Her wiha divę Kongreya Neteweyî biryara ßer ű aßtiyę bide ű bingeha vę yekę amade bike. 
Berdevkę delegasyona Partiya Rizgariya Kurdistan (PRK-Rizgarî) Faruh Muhsinođlu: Ligel hemű asteng ű bergiriyęn dagirker ű hevkaręn wan, Kongreya Neteweyî hate avakirin. Me bawerî heye, dę Kongreya Neteweyî peywir ű binbariyęn xwe yęn dîrokî pęk bîne ű her wiha dę pęßiya tekoßîna neteweyî ya Kurdistanę veke. 
Ýbrahim Ehmed (85): "Sala 1937'an dagirkeręn Kurdistanę li dijî kurdan bűbűn yek. Ji vę salę vir ve ez xeyala vę kongreyę dikim. Vę salę, di kovareke ku ji aliyę ezîdiyęn li Hindistanę ve tę weßandin de, wisa hatibű gotin: "Divę kurd li dijî dagirkeran komîteyan saz bikin. Vę nivîsę tesîreke gewre li min kir, lewre min got divę li çar parçeyan kurd bibin yek. Vę xeyala min, heya ku ez çűm cem Serok Apo dewam kir. Min ű Mihemed Resűl behsa Kongreya Neteweyî kir. Serok Apo jî got, ez heta hetayę li pißta we me." 
ßęx Îzeddîn Huseynî: "Ev kongre bęhempa ye. Ev sed sal in, kurd li parçeyę xwe her tę dikoßin lę dijmin komkujiyęn xwe ranawestînin. Kongreyę di warę madî ű manewî de kurd kirin yek. Kurd berę ji hev belav bűbűn ű dibűn destikę hęzęn derve. Lę ędî wisa berdewam nake. Çawa ku destę yekî dięße, serę wî jî dięße, divę kurd jî wisa bin. Dema parçeyekî ęß ű azar kißand, divę parçeyekî din pęjna vę yekę bike. Berę min xeyala bűyeręn wiha dîrokî nedikir lę dinya guherî, divę kurd jî xwe li rewßa nű bînin. 
Prof. Ýsmet ßerif Wanly: Problemeke me ya girîng jî destnîßankirina stratejiyeke neteweyî ye. Lewre çarenűsa kurdan yek e. Mafę kurdan ę çarenűsę heye, ji bo vę yekę jî divę stratejiyek bę destnîßankirin. Min hęvî heye, dę KNK mezintir bibe ű partiyęn kurdan li hev kom bike. Lę ji bo vę destpękę hîna zű ye. 
Yaßar Kaya: Di dîroka Kurdistanę de tu caran kombűna neteweyî pęk nehatiye. Dost ű dijminęn kurdan her tim behsa yeknebűna kurdan kiriye. Lę KNK, ji her çar parçeyęn Kurdistanę partî, ręxistin ű kesayetiyan di nava xwe de dihewîne. Lewre bi baweriya min, ev ji bo van pirsan bersiveke dîrokî ye. Kongreya Neteweyî, ne kongreya tu partî ű ręxistinan e. Ya gelę kurd ű nűneręn wî ye. Divę ev kongre bibe męjiyę kurdan. Divę kurd di bin sîbera Kongreya Neteweyî de li hev bicivin, problemęn Kurdistanę ű yęn xweserî çar parçeyan bibe serî. 
Sekreterę Bizűtneweyî Demokrasîxwazanî Kurdistan Bahattin Nűrî: "PKK'ę gewretirîn partiya Kurdistanę ye. Lewre beßdariya wę ya di KNK'ę de cihę ßanazî ű dilweßiyę ye. Divę ßerę PDK ű YNK ű ßerę PKK ű PDK'ę bę safîkirin. Rewßa Öcalan ji bo hemű kurdan windahiyeke mezin e, lewre ew li her çar aliyę Kurdistanę sembola azadiyę ye. 
Corc Aryo (Nűnerekî gelę asűrî-suryanî): Em ji bo standina mafę xwe nehatin vę derę. Armanca xwe xurtkirina biratiya her du gelan e. Dijmin ji bo ku her du gelan li hev sor bike, gelekî xebat kir. Ev du sal in ji bo biratiya her du gelan, tękoßîneke mezin hate dayin. KNK jî di vî warî de gavake berbiçav e. Her wiha li cem zimanę kurdî, li deveręn ku asűrî-suryanî lę dijîn, zimanę asűrî wekî zimanę fermî hate pejirandin. Ev ji bo biratiya gelan gaveke mezin e. 
Suheyl Qazî (Keça Mihemed Qazî): Tu dibę qey ez cardin ji dayika xwe bűme. Girîngiya KNK'ę gewre ye ű neyę ser zimęn. Ez di Kongreyę de serxwebűna Kurdistanę dibînim. Min tu tißt ji yęn ku beßdarî KNK'ę nabin, fęm nekir. Li me dereng e. Ęn ku beßdar nabin, bi tenę xwe ji doza Kurdistanę dűr dixin. 
Emir Qazî (Serokę Partî Serbexoyî Kurdistan): Tißtęn bi vî rengî di dîroka Kurdistanę gelekî kęm in. Ęn ku beßdarî KNK'ę nabin, ji yekîtiya Kurdistanę ditirsin. Wę Kongre li çar aliyę Kurdistanę wekî bombeyekę deng vede. 
Mezher Xelîqî (Hunermend): Min bawer nedikir ku dę rojeke wisa bibînim. Ne tenę kurd, cîhan jî li benda rojeke wiha bű. Bi raya min, ęn ku beßdarî KNK'ę nebűne jî, dę beßdar bibin. Ev gava yekemîn e, dę pęßiya tißtęn mezintir veke. Divę hunermendę kurd jî vę roja dîrokî bi hunera xwe ragihînin ű erka xwe pęk bînin. 

[AW74A3]
Beßdaręn biyanî li ser KNK'ę çi got: 
Di civîna bo ragihandina KNK'ę de gelek siyasetmedar, rewßenbîr ű hunermendęn biyanî jî amade bűn. 
Walter de Cesaris (Mebűsę Partiya Komunîst ya Îtalyayę): Hikűmeta Îtalyayę ű welatęn ewrűpî ji bo xwederbirina kurdan tißtę ku ket ser milę wan, pęk neanîn. Em pißtgiriya tękoßîna we dikin. Lę ji bo ku hűn ji me bęhtir pißtgiriya tękoßîna me dikin, em spasiyęn xwe pęßkęßî we dikin. 
Angelina Fankhauser (Mebűsa Partiya Sosyalîst ya Swîsreyę): Ji bo çareseriya Kęßeya Kurd, dema çewsandin ű zora navneteweyî hatiye. Swîsre jî di vî warî de binbar e. Vę binbariyę dema Peymana Lozanę dest pę kiribű. Bi dîtina me bęyî pißtgiriya navneteweyî Kęßeya Kurd naçe serî. 
Neol Parish (Mebűsę Parlemenotoya Gallerę): Ev kongre, pißtî xebatęn hęja pęk hat. Lewre ji bo pęßeroja kurdan gelekî girîng e. Em dę pißtgiriya KNK'ę bikin. 
Lyudmila Bezaglaya (Endama Parlementoya Ukranyayę): Em hem wekî partî ű hem jî wekî hikűmet pißtgiriya tękoßîna kurdan dikin. Lewre li Ukranyayę li dora 12 hezarî kurd hene. Ji ber vę hindę Kęßeya Kurd kęßeya Ukranyayę jî. Ji bo Öcalan gelę Ukranyayę li ser piyan e. Ger kurd bibin yek, tu kes ű hęz nikare tękoßîna wan ya rewa ű mafdar rawestîne. 
Duriye Awnî (Serokę Komîteya bo Öcalan Azadî ya Misirę): Gelę Misirę Kęßeya Kurd wekî kęßeyeke cîhanę bi nav dike. Revandina Öcalan ji aliyę gelę Misirę ve bi awayekî xemgîn ű daxbar tę ßopandin. 
Dr. Walter Baier (Serokę Partiya Komunîst a Awűstűryayę): Ji bo ku we destűra çavdęriya vę roja dîrokî da min, ez spasiya xwe pęßkęßî we dikim. Çawa ku doza mafęn gelę Kosovayę tę kirin, divę doza mafęn gelę Kurdistanę jî bę kirin. Li aliyę din tę gotin ku, wę Öcalan bi awayekî dadyane bę mehkemekirin, lę bi tenę wę kesęn dîn ű xînt bi vę yekę bawer bikin! Lewre helwesta Tirkiyeyę her kes pę dizane. 
Lorgos Karabelias (Serokę Komîteya Hevgirtina bi Kurdan re ya Yewnenistanę): Hikűmeta me jî bű destikę komployę ű di girtina Öcalan de cih girt. Lę gelę yewnan, ji bo azadiya Öcalan rabű ser piyan ű pißtî 10 salan cara yekem 150 hezar mirov li hev civiya ű doza azadiya Öcalan kir. 
Miguel Labrador (Nűnerę Ewrűpayę yę Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Filîpînę): Ędî kes nikare mafę kurdan ji destę wan bigire. Heya îro gelek ciwanęn kurdistanî xwe gorî vę tękoßînę kir, lewre kes nikare xwe li ber vę tękoßînę bigire. 
Jose Mari Etxbarria (Nűnerę Partiya Neteweyî ya Baskę): Ev doza me ye jî. Ji ber ku doza demokrasiyę ye. Rewßa Baskę jî wekî ya Kurdistanę ye. Lewre Bask jî ji aliyę Fransa ű Îspanyayę ve hatiye dabeßkirin. Ji ber vę hindę me bo gelę kurd biryara pißtgiriyeke timî girt. 
Jon Rud (Parlementoya Norweçę): Ger Kęßeya Kurd nayę çareserkirin, wekî ku li Kosovayę tę dîtin, mesele bi ßîdetę naçin serî. Divę hűn guh bidin gotinęn Ehmedę Xanî. 

[AW74A4] 
Çapemeniya Kurd 
"Her kes li benda dengę Wî bű" 
... Rojnamegera misrî ya kurdnijad Duriye Awni got: "Kurd bi awayekî serketî dikevin sedsala nű. Lę ez bi tißtekî gelekî dięßim, ew jî nebűna Serokę Neteweyî yę kurdan, kesę ku bingeha van rojan daniye, Abdullan Öcalan e. Xwezî ew jî li vę derę bűya!" 
...Îbrahim Ehmed dema axaftina vekirinę kir wekî bizotę bű ű dilgeßiyeke xurt di çavęn wî de dihate dîtin: "Ędî ku ez bimirim jî, ne xem e. Ez ne 80 salî me, ez wekî mirovekî 20 salî me." Yaßar Kaya jî digot: "Xwezî Musa Anter jî li cem me bűya." 
... Di nav endamęn KNK'ę ligel gelek siyasetmedaręn navdar 'Ew' jî hebűn. Pęßîn dengę Cemil Bayik ű Murat Karayýlan li avahiya dîrokî olan da. Peyra dengę berxwedęrę nemir Zîndana Amedę Mustafa Karasu lę bilind bű. Deng bi vę yekę xilas nebűn, dengę Leyla Zana ű Hatip Dicle li ber guhę beßdaran ket. 
Lę guh ű çav her tim bendewarę dengekî bűn! Dema ku çoß herî boß bű, ev yek pęk hat. Lewre dîrok dihate nivîsîn. Divę her tißt bękęmanî bűya. Ji nißke ve deng ji kesî ű ji tu tißtî nehat. Kongre li ber dilan bęhtir ßęrîn bű, dema ku endamtiya Serokę Gißtî yę PKK'ę hate ragihandin. Dema em ketibűn taya amadekirina nűçeyan, ji Kurdistanę dengűbasek hate ragihandin, gerîla silav li Kongereya Neteweyî kiribű, avętibű ser gurdaneke gerok (seyyar tabur)... 
Ý. Metin Ayçiçek/ Özgür Polîtîka 
"Ezę li cem dilę li Ýmraliyę rűnim" 
...Wę li ber derî Ehmedę Xanî, Feqiyę Teyran, ßęx Mahműd ű Qazî Mihemed bi dilgermî werin pęrgîniya min. Ne Seyid Riza ne jî ßęx Seîd, dema ez dîtim wę madę xwe tirß bikin. Ezę Egît ű Mazlűm hembęz bikim ű pißtî salan careke din Pîr... 
Ezę di dîręjahiya civînę de, her tim li cem dilę ku li Ýmraliyę ßîn tę, rűnim. Emę dest bidin hev ű din ű li dijî zilmę tękoßîna gelan ji nű ve biafirînin. Wę dilę min îro ligel dilę ku li Ýmraliyę hildiavęje, hilbavęje ű emę dîsa bi hev re strana me ya hevpar a tękoßînę bistiręn. Li Ýmraliyę dę ędî kulîlkęn kesk ű sor ű zer bipißkivin. Ez dę silavęn Che bęjimę, di ser Sierra Maestra re heya Behra Reß ű Torosan... 
Tębinî: Ev nűçe bi agahiyęn ku ji Rojnameya Özgür Politika ű Ajansa DEM'ę hatine wergirtin, hate amadekirin. 

[AW74A5] 
Öcalan, parastina xwe li ser bingeha aßtî ű demokrasiyę amade kir 
An çareserî an jî tękçűnHer ku roja dadgeha Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullan Öcalan nęzîk dibe, nirxandinęn li ser paręznameya Öcalan zędetir dibin. Li gorî agahiyęn ku me ji paręzeręn Öcalan girtin, Öcalan paręznameya xwe li gorî esasęn çareseriyeke aßtiyane ű demokratîk amade kiriye. Bi baweriya paręzeręn Öcalan, wę roja dadgehę Öcalan, wę paręznameyeke ku ji 120 rűpelan pęk tę, pęßkeßî dadgehę bike. Digel vę yekę, Konseya Serokatiya PKK'ę ragihand ku, wan jî polîtîkaya xwe li gorî daxwazęn serokę wan ęn derbarę aßtî ű çareseriyeke demokratîk de gur kirine ű ew dę li gorî encama dadgehę tevbigerin. Di daxuyaniyę de bi taybetî tę ragihandin ku dadgeha Öcalan ji bo sedsala nű fersendeke mezin e. Li gorî daxuyaniya Konseyę dema dewleta tirk di pęvajoya darizandinę de, bi awayekî tolhildęr ű rikdar tevbigere, wę encamęn neyînî, yęn ku mirov nikaribe ragire, rű bidin. Konseyę diyar kir ku divę ji bo aßtiyę ßansek bę dayin. Daxuyanî wisa didome:" ßerę ku ev 15 sal in didome, gelek ziyan gihandiye herdu aliyęn ßer. Ji bo vę jî divę ßer bę rawestandin ű rę li ber çareseriyeke demokratîk, ku li ser bingeha azadî ű wekheviyę pęk tę, bę vekirin." Ji 93'an heta 99'an Öcalan çi digotWekî tę zanîn PKK'ę hîn di kongreya xwe ya çaremîn de bi dest polîtîkaya aßtî ű demokrasiyę kir. Wę demę Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan diyar kiribű ku, aßtî bęyî ßer, ßer jî bęyî aßtî pęk nayę. Li gel vę yekę Öcalan di sala 1993'an de bang li dewleta tirk kiribű ű dabű zanîn ku her tißt bi riyęn aßtiyane ű çareseriyęn demokratîk, diçe serî. Dîsa Öcalan ji bo konferanseke li ser çareseriya Kęßeya Kurd, ku di sala 1994'an de li Almanyayę pęk hatibű de, peyam ßandibű. Wî, di peyama xwe de diyar kiribű ku, divę hewlęn bo aßtî ű demokrasiyę gurtir ű xurtir bibin. Dîsa Öcalan di sala 1994'an bo BBC'yę wiha gotibű:" Riyęn yekîtiya siyasî hene. Eger hevdîtinęn siyasî dest pę bikin, emę dîtin ű ramanę xwe yęn derbarę ji nűve sazkirina Qanűna Bingehîn de bibęjin. Her wiha ewletiya wan qanűnan wę çawa pęk bę? Forműla wę jî bi me re heye. Tę gotin ku PKK'ę dixwaze ji Tirkiyeyę veqete. Ez beravajî vę yekę difikirim. Di her rewß ű mercan de, ew bi polîtîkaya cudakariyę bi ser me de tęn. Em di vę rewßę de naxwazin veqetin. Dibe ku hűn ecębmayî bimînin. Tevgera dewleta tirk di rastiya xwe de cudaxwazî ye. Di mercęn herî kęm ű teng de em yekîtiyeke demokratîk dixwazin." Dema ku peyam ű daxuyaniyęn Öcalan bi awayekî hűrbinî bęne kolandin, tę dîtin ku Öcalan ji ßeß sala vir de doza aßtî ű demokrasiyę dike. Wekî tę zanîn, Öcalan cara dawîn jî, bo paręzęręn xwe gotibű, kesęn ku ßerę wan mezin e, wę aßtiya wan jî mezin be.PKK ji bo aßtiyę çi difikire?Li aliyę din fermandaręn PKK'ę jî ji zű de ye doza çareseriyeke aßtiyane ű demokratîk dikin. Hîn di sala 1994'an de ji fermandaręn ARGK'ę Cemil Bayik, Murat Karayýlan ű Osman Öcalan, di hevpeyvîneke ku rojnameya Özgür Ülkeyę bi wan re kiriye de, diyar dikin ku bi her awayî ew perspektîf ű pęßniyazęn serokę xwe di cih de dibînin ű ew jî ji bo aßtî ű demokrasiyę, bo naskirina nasnameya kurdan, digel ßerę çekdarî, di ßerę dîplomatîk de jî bi Öcalan re ne. Digel van rűdanan, di heman demę de bi pęßniyara Öcalan, ji bo ku xebatęn aßtiyę xurtir bibin, Parlamentoya Kurdistan ya li Derveyî Welęt PKDW hate avakirin. Wekî din di navbera ręxistinęn kurdan de peyman hatin girędan. Dűre Öcalan di salęn 1996, 1997 ű 1998'an de ji bo aßtî ű çareseriya Kęßeya Kurd bo gelek serokdewletęn cîhanę name bi rę kirin. Di nameyęn xwe de Öcalan bi taybetî ji dewletęn cîhanę xwest ku ew jî pißtgiriya hewla wî ya bo aßtî ű demokrasiyę bikin. Wekî diyar e, cara dawîn Öcalan berî ku bę girtin, li Romayę pakętek der barę çareseriya demokratîk a Kęßeya Kurd de pęßkeßî raya gißtî ya cîhanę kir. Li aliyę din pißtî ku ew hate girtin, gelę kurd ű ręxistinęn kurd pißtgiriya hewla Öcalan ya bo aßtiyę kir. Rola Ewrűpayę Bi baweriya Öcalan di warę Kęßeya Kurd de Ewrűpa bękesayetî ye ű bęcesaret e. Lewre Ewrűpa ji bo çareseriya Kęßeya Kurd nikare roleke girîng hilgire. Dema mirov li helwesta Ewrűpayę ya li hemberî kurdan dinihęre, li gorî standartęn xwe tevnag [??] 
Emerîka ű Çareserî 
Emerîka di çareseriya Kęßeya Kurd de xwedan rol ű erkeke girîng e. Li gorî tespîtęn siyasetnasan ji bo ku Emerîka bikaribe jendermetiya cîhanę bike, divę li Rojhilata Navîn ű Balkanan ű heręma ereban hęza xwe xurtir bike. Ji bo vę yekę li aliyekî Baßűrę Kurdistanę dixe bin kontrola xwe, li aliyę din jî Tirkiyeyę dixe bin kontrola Îsraîlę, da ku bikaribe li Kurdistanę polîtîkaya xwe bi cih bike ű nęzîkî ereban bibe. Ji bo vę jî Amerîka dixwaze, di radeya herî kęm de, Tirkiye hebűna kurdan bi awayekî qanűnî bipejrîne ű mafęn demokratîk bide kurdan. Lę li aliyę din ßarezayęn siyasî radigihînin, ger PKK di nava çareseriyę de cih negire, wę ßer dijwartir bibe. 

[AW74A6a]
Gerîlayan ęrîß bir ser TÜPRAß'ę 
25'ę meha gulanę gerîlayęn ARGK'ę ,ęvarî saet li dora 9'an ęrîß bir ser TÜPRAß'a Ęlihę; di ęrîßę de kes nemir. Li gorî agahiyan, di ęrîßa bi moßek de avahiya heręma TÜPRß'ę ziyan dîtiye. Pißtî ęrîßa gerîlyan, polîs ű leßker taxa Îpragazę ku TÜPRAß jî li wę derę ye, xistine bin çeperę. Di encama lęgerînan de li dora 10 kesî hatine binçavkirin Tevlî vę rűdanę dîsa li gorî agahiyęn bi dest me ketine, li Çiyayę Bagokę jî di navbera gerîla ű leßkeran de pevçűnekę rű da; di ßer de leßkerek mir, çar leßker jî bi xedarî birîndar bűn. Li aliyę din, Operasyona li navçeyęn Amedę Lîce, Qulp Hanî ű Dîcleyę roja 23'ę gulanę hatibű rawestandin, lę li ser îxbarekę, artęßę ji nű ve dest bi operasyonę kir. Li gorî agahiyan îtîrafkar jî tevlî operasyonę dibin. 

[AW74A6b]
"Bo Kęßeya Kurd pejinkar bin" 
Serokę Komeleya Mafęn Mirovan Akýn Birdal 26'ę gulanę li TÝHV' beßdarî civînekę bű. Bîrdal di civînę de diyar kir ku yęn ku ji bo Çalýßlar ű Erdost pißtgiriya xwe radigihînin, divę di çareseriya Kęßeya Kurd de jî pejinkar bin. Bîrdal da zanîn ku divę tu kes xwe nexapîne. Li gorî Wî, mesele ne Birdal, Çalýßlar ango meseleya Erdost e, ya herî girîng tißtęn ku bo çareseriyę tęn gotin ű nivîsin in. Serokę weqfę Yavuz Önen jî di civînę de axaftinek kir ű da xuyakirin ku kesęn ku dixwestin Serokę Komeleyę ji holę rakin, îro dixwazin wî bixin girtîgehę. 

[AW74A6c] 
HADEP'î nehatin berdan 
Dema ku Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan li Romayę bű, HADEP'ę di avahiyęn xwe de grevęn birçîbűnę dabűne destpękirin. Ji ber wę yekę doz li dijî HADEP'ę hatibű vekirin. Doz 26'ę meha gulanę li Ehqereyę ji aliyę DGM'ya yekemîn ve hate dîtin. Tevlî Murat Bozlak, 22 endamęn HADEP'ę yęn ku tęn darizandin di danißînę de amade bűn. Li gel xwesteka serbestberdana paręzeręn HADEP'ę, dadgehę tu kes berneda ű dadgehę li hemberî vę daxwazę xwe li koriyę danî. Digel vę yekę di danißînę de ligel ku tu kes nehate serbesberdan, dadgehę ji bo endamę kevin ę HADEP'ę Mehmet Satan biryara girtinę hilgirit. 

[AW74A6d] 
Enqereyę dîsa kurd wekî 'tirkęn çiyayî' bi nav kirin 
Rojnameya Die Welt, di nűçeyeke xwe ya roja 25'ę gulanę de cih daye biryara Wezîrę Karę Hundirîn ę Tirkiyeyę ya li ser qedexekirina hinek peyvęn tękildarî kurdan. Di nűçeyę de hatiye gotin ku, dewleta tirk ji męj ve kurdęn di nava sînoręn dewleta xwe de, wekî netewe napejirîne ű wan wekî 'tirkęn çiyayî', hemwelatiyęn rojhilatî bi nav dike. Li gorî nűçeyę, ev helwesta tund a li hemberî kurdan ű zimanę wan, di dema Turgut Özal de hinekî sist bűye, lę vę sistiyę zęde dom nekiriye. Di nűçeyę de qedexeya li ser perwerdehiya bi kurdî ű weßana radyo ű televîzyona bi zimanę kurdî jî hatiye zimęn. Nűçeyę bi bîr xistiye ku di biryarę de ji bo serokęn ręxistinęn Baßűr jî peyva "serokeßîr" guncaw hatiye dîtin. 

[AW74A6e] 
Konseya Ewrűpayę delegasyonekę dißîne doza Öcalan 
Ajansa Reutersę roja 26'ę gulanę nűçeyek li ser doza Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan ragihandiye aboneyęn xwe. Di nűçeyę de hatiye gotin ku, dę Konseya Ewrűpayę nűneręn xwe bißîne dozę. Li gorî nűçeyę Konseya Ewrűpayę li ser vę mijarę daxuyaniyek belav kiriye ű tę de gotiye ku Tirkiyeyę destűr daye ku nűneręn Konseya Ewrűpayę wekî ßexs, beßdarî Doza Öcalan bibin. Di nűçeyę de hatiye diyarkirin ku Konseya Ewrűpayę dozę ji nęzîk ve raçav dike, da ku mercęn darizandineke dadyane pęk were. Her wiha hatiye daxuyandin ku konsey, li dijî cezayę daleqandinę derdikeve. Di nűçeyę de gotinęn hinek endamęn konseyę yęn bi rengę "heke Tirkiye cezayę daleqandinę bide Öcalan, dę ji endamtiya Konseya Ewrűpa bę avętin" jî cih girtiye. 

[AW74A6f] 
Ji Kurdistanę ta Marmarayę Öcalan 
Rojnameya Erebistana Suűdî Okaz, di hejmara xwe ya roja 21'ę gulanę de cih daye nűçeyeke li ser Kęßeya Kurd ű tevgera îslamî. Di vę nivîsa ku ji hęla Kamil Hazer ve hatiye nivîsandin de, hatiye diyarkirin ku laîsîzma kemalîst nikare bersiva kęßeyęn Tirkiyeyę bide. Di nűçeyę de hatiye daxuyandin ku Tirkiye bi doza Öcalan hatiye buhureke gelekî teng ű heke dev ji kemalîzmę bernede, dę gelekî tengav bibe. Di nűçeyę de çareseriya îslamî bo Kęßeya Kurd hatiye pęßniyazkirin ű hatiye îdiakirin ku Öcalan jî pißtevaniya çareseriyeke bi vî rengî dike. Her wiha hatiye gotin ku Kęßeya Kurd di çarçoweya biratiya olî de dikare bę safîkirin ű ew çareserî dę gelęn Rojhilata Navîn di bin ala îslamę de bigihîne hev. 

[AW74A7] 
Li Tîmora Rojhilat - Peyman hate girędan lę ęrîß naqedin 
Li Tîmora Rojhilat, di 5'ę gulanę de di navbera Endonezya ű Portekîzę de, li ser Kęßeya Tîmora Rojhilat peymanek hate girędan. Neteweyęn Yekbűyî NY jî wekî çavdęrę pękanîna vę peymanę hate pejirandin. Li gorî vę peymanę, dę di 8'ę gelawęję de referandűmek were çękirin, heke gel bixwaze dę ręveberiya otonom pęk were, lę heke gelę Tîmora Rojhilat vę yekę nepejirîne, dę serxwebűna Tîmora Rojhilat were rojevę. Lę ręxistinęn kontrayî ji niha ve diyar kiriye ku, ew dę bi tu awayî serxwebűna Tîmora Rojhilat nepejirînin ű ji her alî ve ęrîßî kesęn serxwebűnxwaz dikin. Tę gotin ku hin caran ew bi vę jî namînin, ęrîßî otonomîparęzęn nerm jî dikin. Li gorî agahiyęn ku bi dest ketine, ji meha rębendanę ku Serokę Endonezyayę B.J. Habibie mafę çarenűsiyę yę Tîmora Rojhilat aniye rojeve, heta niha zędetirî 100 kesî bi destę alîgiręn dewleta Endonezyayę hatine kußtin. Dę serdema propagandaya ji bo referandűmę di 20 tîrmehę de dest pę bike lę ji niha ve hinekan pankartęn ku pißtevaniya doza otonomiyę dikin li bajarę Dîlî hatine daliqandine. Niha nűnerę NY'yę ku bi çavdęriya rewßa referandűmę hatiye peywirdarkirin, li aliyekî bi ręxistina sîwanî ya komikęn kontrayî FPDK'ę re hevdîtinan pęk tîne, da ku dawî li ęrîßęn xwe bînin. Li aliyę din jî ew dide zanîn ku ewę van pankartan bide berhevkirin. Sekreterę Gißtî yę NY'ę Kofî Annan jî di civîneke ku roja 24'ę gulanę li New Yorkę pęk anî de, bal kißand ser van ęrîßan ű sersariya Artęßa Endonezyayę ya li hemberî van ęrîßan rexne kir. Annan got: "Bi erebeyan, mirovęn bihevrebűnxwaz dikarin bi awayekî serbest li navçeyan cihęn kontrolę ava bikin ű mirovan kontrol bikin. Kes ji artęß ű polîsan jî tękilî wan nabe." Sekreterę Gißtî yę NY'ę Kofî Annan diyar kir ku heke ewlehî pęk neyę, dibe ku referandűm bę taloqkirin. Wekî tę zanîn Endonezyayę di sala 1975'an de ew beßę rojhilat a Girava Tîmorę dagir kiribű. Ji wę demę ve berxwedan ű serhildana 800 hezar kesęn ku li Tîmora Rojhilat dijî, didome. Kesekî ku ev 23 sal in di nava tękoßîna gelę Tîmora Rojhilat de cih digire jî, xwediyę xelata Nobelę Jose Ramos Horta ye. Horta di hevpeyvîneke bi rojnameya Irish Times re kiriye de, kęfxweßiya xwe ji bo pękhatina vę peymanę tîne zimęn. Horta, bawer e ku dę gelę Tîmora Rojhilat bi ręjeyeke ji sedî 90 serxwebűnę pesend bike. Niha Serokę Tevgera Azadîxwaz a Tîmora Rojhilat Xanana Gusmao ji hęla dagirkeran ve bi hinceta xiyanetę bi 20 salan hatiye cezakirin ű di mala xwe de girtî ye. Niha derdoręn azadîxwaz dixwazin ku Gusmao serbest bę berdan, lę rayedaręn Endonezyayę dibęjin, ew ji bo ewlehiya canę wî Gusmao bernadin ű ew dę pißtî referandűmę wî serbest berdin. Lę Horta vę hinceta rejîma Endonezyayę wekî tißtekî komîk dibîne ű dixwaze ku ew, di zűtirîn katę de serbest bę berdan. Horta dibęje heke Gusmao serbest neyę berdan, ew dę referandűmę boykot bikin. Li Endonezyayę jî amadekariya hilbijartina gißtî tę kirin. Di 7 pűßperę de dę hilbijartin pęk were. Niha wekî kesę herî zęde nęzî serkeftinę serokę niha ű berendamę partiya desthilatdar Partiya Golkarę Habibie heye, lewre tę gotin ku artęß li pißt wî ye. Li hemberî wî Xanim Megawatî Sukarnoputrî heye. Sukarnoputrî keça serokę ku bi derbeyeke leßkerî ji ser kar hate dűrxistin e. Endonezya ji sala 1965'an vir de ji hęla dîktator Suharto ve hate bi ręvebirin. Amerîka vî welatî wekî hevalbendekî stratejîk dibîne, ji bo parastina berjewendiyęn wę yęn li heręmę ű ji bo bisînorkirina hęza Çînę li heręmę. Li vî welatî hęz di destę artęßę de ye, lę pißtî sala çűyî Suharto, ji ber serhildaneke girseyî bęgav ma ű dev ji serokatiyę berda, Habibie hate ser kar ű mafę çarenűsiyę yę Tîmora Rojhilat anî rojevę. Li ser sedema vę yekę Serokę Endonezyayę Habibie dibęje: "Ez fikirîm, min got em li vę cihenema Tîmora Rojhilat çi dikin? Jixwe di nava sînoręn me yęn neteweyî de jî cih nagire". Horta di wę baweriyę de ye ku sedema bingehîn a guherîna helwesta Endonezyayę amborgaya li ser wę ű qeyrana aborî ye. Di vę qeyranę de jî balę dikißîne ser rola IMF'ę ű lewre jî bi awayekî henekî dibęje: "Dema me serxwebűna xwe bi dest xist, em dę navę Serokę IMF bidin kolanekę." 

[AW74B1] 
Dayika Hafiz Akdemir ßefkat Akdemir: "Ez ű fotografęn wan in" 
Hafýz Akdemir, rojnamegerekî kurd bű. 8 salan di zîndanę de ma. "Rehęn wî li Xebat ű Riya ßoreßę, darekî ter ű taze/ Guliyęn wî yęn bi fękî, bi ser Yeni Ülke ű Özgür Gündemę de xwar bűne" Ev ßitla teze, roja 8'ę pűßperę sala 1992'yan li Taxa Męrgehmedę li Kuçeya Ezîzoxlu ji binî ve hate qelandin. Di hęnikahiya sibeheke havînę de, xwîna ciwanekî kurd dirije ser keviręn bazaltî. Lîlandineke zîz li kolanęn Amedę yęn labîrentî olan dide... Dayika Hafýz Akdemir ßefkat Akdemir, niha li Amedę li Taxa Męrgehmedę di xaniyekî du qatî de bi tena serę xwe dijî. Ev serę 8 salan e ku bi tenę, ew ű du węneyęn ßehîdan in. Dil dikim destę wę raműsim. Dibęje: "Na. Ev wesîyeta Hefizę min e!" Pißtî çayekę, me xwe li rojęn berę berda. 
Hűn dikarin hinekî qala serpęhatiya xwe ű malbata xwe bikin? 
Em ji gundę Sîsę bi ser Liceyę ve ne. Çar qîzęn min çębűn lę hîna jî tu kuręn min tunebűn. Paßę, Xwedę du kur dane me. Baqî ű Hefiz. Me ew pir bi delalî, bi ßîr ű ßekir mezin kir. Baqî ű Hefîz li nav malę rojekę li hev nexist. Der ű cîranęn me jî ji wan pir razî bűn. Dema ew biçűk bűn, me koçî Diyarbekirę kir. Pißtî ßeß mehan jî me berę xwe da Męrsînę. Em pęnc salan jî li Męrsînę man, paßę em dîsa vegeriyan Diyarbekirę. 
Baß e. We çawa tę derxist ku bi karę siyasetę ve mijűl dibin? 
Wan li malę qet qala siyasetę nedikir. Pęßî Baqî ű hevalekî wî diketin odeyę ű li dora du seatan tę de diman. Me digot qey li dersa xwe dixebitin. Carina ez diçűm odeyę, ji gotinęn wan xuya bű ku wan qala siyasetę dikir. 
Rojekę, bavę wan qutiyek boyax kiribű, da ku em pę derî ű pacan boyax bikin. Wę roję Baqî destę sibe hate malę. Hemű laßę wî di boyaxę de mabű. Kete serę sibe, îcar bekçî (notirvan) hate mala me ű got: "Îßev lawę te ű hevalęn wî li ser dîwaran slogan nivîsîn. Baqî demançe li min kißand." Paßę, dema çűme kuçeyę, min bi çavęn serę xwe ew dîtin, heta Kibris Pasajî li ser hemű dîwaran boyaxa me hebű. Pißtî vę, min çű Baqî hißyar kir ű gotę: "Ewa, ewa...!" Wî jî got: " Wus be. Jixwe min ji bekçî re gotiye. Ku tißtek were serę me, ew dę bę kußtin." Hefiz jî, carekę min męze kir ku deh panot pę re ne. Ez li dora wî ketim ű min zor dayę. Paßę got: "Ev pere ne yęn min in. Me ji partiyę re berhev kirine." Wę demę hemű talebe di nava siyasetę de bűn. Baqî ű Hefiz ji KUK'ę bűn. 
Tesîra we an a bavę wan li ser wan zęde bű? 
Ji min ditirsiyan lę ji bavę xwe na. Ew bi ku ve biçűna, ez li pey wan bűm. Min nedihißt ew bi cihekî ve herin. Li Męrsînę ez carekę pę hesiyam ku çűne sînemayę. Ez çűm, min ew ji sînemayę derxistin ű birin malę. Min tęr li wan xist. Carekę jî Baqî mekteb li erdę hißt ű reviya çű Stenbolę. Em bi pey wî ketin, me ew li Stenbolę zeft kir ű anî. Baqî du caran çű Îranę ű vegeriya. Lę cara sisiyan çű ű ędî venegeriya. Ev bîst sal in Baqiyę min winda ye. Carekę jî Hefiz li dora neh mehan winda bű. Xeber ji me re hat ku, ew ű neh hevalęn wî li ser xetę hatine kußtin. Em çűn hidűdę Îraqę. Ji me re hate gotin ku deh heb talebe di Çemę Xabűrę de xeniqîne. Em hatin me ßîna wî danî. Pißtî neh mehan derket hat. Hefiz salek li pey windabűna Baqî hate girtin. 
Hafiz çawa hate girtin? 
Hafiz, notekę dide hevalę xwe, da ku bigihîne Îranę. Ew not, di nava pakęta cixara hevalę wî de tę girtin. Ew jî navę Hafiz dide. 27 rojan îßkenceyęn xedar lę kirin. Heßt salan di zîndanę ma. Çavęn min ję re birijin! Min got qey belkî ezę wî xwedî bikim... 
Cara pęßî tu li ku çűyî dîtina wî? 
Wę çaxę li Hepsa Diyarbekirę bű. Esker jî bi wan re diketin hevdîtinę. Eskeran nedihißtin ku em tißtekî ji wan re bibin. Ji min ßimikek xwest, lę nehißtin ez ßimikę bidimę. Rojekę ez çűm hevdîtinę ku zer bűye, eynî wekî ßima. Paßę ez pę hesiyam ku ketine greva birçîbűnę. Paßę li Eskißehirę 52 rojan di greva birçîbűnę de ma. Me digot ew ędî nafilite. 
Dema çűn hatina zîndanę we kî nas kir? 
Niha piraniya wan nayęn bîra min. Mehdî Zana ű jina wî. Silhedîn (Bulut) 
We ű Leyla Zana çawa hevdu nas kir? 
Li ber Hepsa Diyarbekirę. Leyla pir jęhatî bű. Carekę li Eskißehirę Leylayę gelekî dijmîn (çęr) ji eskeran re da. Tißtek ji wan re nehißt. Min destę xwe da ser devę wę ű gotę: "Keçę bisekine! Wę a niha îß bînin serę me." Lę ew nedisekinî. 
Çębű. Tękiliya Hafiz ű rojnameyę çawa çębű? 
Wę demę Leyla Zana li Yeni Ülkeyę dixebitî. Leylayę ew biribű rojnameyę. Paßę bi telefonę gef lę dixwarin, ew çavtirsandî dikirin. Ji min re got: "Segę bi hewte hewt dev li mirov nake" Hafýz guh nedida wan. Paßę cardin bi telefonę ję re gotibűn: "Dora te jî hat!" Li beriya wî li Batmanę Cengiz (Altun) hatibű kußtin. 
Roja ku hate kußtin, xew lę herimîbű. Serę sibę rabű ű got: "Dayę, min kir nekir îßev xewa min nehat." 
Niha ez bi tenę me li vę mala xopan. Ez ű fotografęn wan. Ez hingî geriyam, çavęn min jî ziwa bűn. Ew hevalęn ku me berę hevdu nas dikir, niha kes kesî nas nake. Ez tik ű tenę mame. Ez ű ev fotograf in...! 
Demekę będeng dimîne. Paßę bi dengekî zîz vę dinewhirîne: 
Fakulta mîrat bißewite bi ßibak e. 
Berf ű baranę lę kiriye qet venake 
Derman li birîna Hefiz'm nayę qet lę nake 
Tabűta Hefiz'm ji darę zęrhel e 
Min ßande Liceya mîrat nav mezel e 
Qurban bim, heft sal e ne kaxiz e ne xeber e 

[AW74B2] 
DÝFOG çanda qedîm a suryaniyan raxist ber çavan 
Li Hîndîstanę ű li OHAL'ę węnekęßî ne yek e 
Koma Węneyan a Amedę (Diyarbakýr Fotođraf Grubu) DÝFOG; li Stenbolę, li Węnegeha-Fujifilmę, bi navę "Anadolu'nun Solan Rengi: Süryaniler" (Rengę Anatoliyę yę ku Diçilmise: Gelę Suryanî) pęßengahek saz kir. Di vę pęßangehę de rewßa Sűryaniyan tevî zenaatkariya kevirîn, serafî, mîmarî, telkarî ű jiyana çandî, bi dîmenęn balkęß li ber çavan tę raxistin. Koma ku ji Zülküf Çobanođlu, Selahattin Dođan, Hüseyin Elçi ű Özgür Nizam pęk tę, demekę berę pęßangeha DIA'yę ku ji heman węneyan pęk dihat, di çalakiya "Ýstanbul 3. Saydam Günleri" de pęßkęßî dęhn ű bala węnehezan kiribű. Me li ser pęßangeha ku 15'ę gulanę dest pę kir ű dę heta 4'ę pűßperę bidome, bi Hüseyin Elçi ű Özgür Nizam re, der heqę xebatęn DÝFOG'ę ű çend xalęn din de gotűbęjek pęk anî. Di destpękę de me xwest ku ew ji me re behsa avakirina DÝFOG'ę bikin. Hüseyin Elçi wiha dibęje: "Berę her yekî ji me kar ű barę xwe bi serę xwe dikir. Li hęla din me bala xwe didayę ku li gelek bajaręn biçűk jî komęn fotografan hebűn, lę her çiqas Amed bajarekî kevnare ű çandę ye jî ne kom ű ne jî saziyeke bi vî rengî hebű ű wekî pęwîstiyekę di berfanbara 1996'an de DÝFOG ji hęla me 4 kesan ve hate damezirandin." DÝFOG'ę, pęßangeha xwe ya yekemîn bi alikariya "Diyarbakýr Tabib odasý"yę bi navę "Fotođraflarla Güneydođu" di sala 1997'an de li Amedę pęk anî. Elçi ű Nizam diyar dikin ku pißtre heman pęßangeh li bajaręn Batmanę ű Cizîrę pęk hatiye ku pißtî salęn 1980'yî cara yekemîn li van bajaran pęßangehęn bi vî rengî pęk hatine. Özgür Nizam radigihîne ku wan her çiqas hewl dabe ku pęßangehę li Amedę, li salona Dęra Meryem Ana ya Sűryaniyan vekin jî walîtiya Amedę rę nedaye vę yekę. Hüseyin Elçi, helwesta rayedaran ű hin saziyęn wekî TÜRSAB'ę, ya li dijî çalakiyęn çandî li heręma kurd, rexne dike: "Qaßo TÜRSAB (Yekîtiya Acenteyęn Seyahatę ya Tirkiyeyę) dixwaze heręmę ji tűrîzma derve re veke. Tu dev ji tűrîzma derve berde! Pęßî tu rę ji tűrîzma hundirîn re veke bes e! Bihęle bila însan bikaribin kameraya xwe bixin stűyę xwe ű çanda xwe ya kevnare ű pîroz bibînin ű ji nifßęn nű re nemir bikin!" Özgür Nizam, pirsa me ya bi rengę: "Derbarę Sűryaniyan de, ev 3 sal in ku we berę objektîfęn xwe daye gel ű çanda navborî. Gelo di vę pęvajoyę de zehmetiyęn ku we kißandin çi bűn?" wiha bersivand: "Li OHAL'ę ango li heręmeke ku rewßa awarte lę heye, tu rabî tißtekî ji ręzę jî bikî, ew dibe tißtekî sosret ű awarte. Di stűyę te de makîneyęn fîlman hebe, ev tißtekî xerîb ű ecęb e. Rasterast hin rayedaran digot: 'Here li Antalyayę węneyan bikißîne, çima tu naçî węneyęn Efesę nakißînî? Li vę derę çi karę te heye?' Gelek caran tu bi eskortęn leßkerî dikevî nava gund. Tu nikarî li gund tißtekî bi wan gundiyęn belengaz re parve bikî. Gundî jî mafdar e, dibęje: 'Gelo ez çayekę an qehweyekę bidime wan dę ev fermandar çi bîne serę min?' Pirsgiręka bingehîn ev e. Ji bo ku mirov rewßa heyî analîz bike ű bersiva vę pirsę bide, divę mirov li wę cografyayę bijî. Li Hîndîstanę ű li heręmę węnekęßî ne wekî hev e." Gelo nęzîktędayîn ű nęrîna gelę suryanî çi kesęn ji ręzę ű çi jî derdoręn olî, li hemberî xebatęn DÝFOG'ę çawa bű? Elçi ű Nizam der barę vę yekę de di heman baweriyę de ne: "Gelę sűryanî rasterast xwe nade ber xebatęn wiha. Rewß ji bo derdoręn olî kambaxtir e. Di nava Deyrűlzehferan ű Manastira Mor Gabrîelę bi xwe de jî dîtin ű ramanęn cuda hene. Di warę kißandina węneyęn avahiyęn olî de astengî dernakevin, lę dema ku me dixwest dęr ű sűryaniyan bi hev re bikißînin, wę gavę pirsgiręk derdiketin. Bawer bikin heta ku ev xebat nehatibű vę radeyę, ji gelę sűryanî bigire heta derdoręn olî bi awayekî gumanbar li me męze dikirin. Ji wan kirî emę węneyęn wan bi awayęn nehęnî bi kar bînin. Kesęn li wir dijîn jî, kesęn ku qaßo wan kesan diparęzin jî, ji fotografan ditirsin!" Hüseyin Elçi, ji bo eleqe ű nęrîna gelę sűryanî ya li Stenbolę jî bi awayekî sîtemkar ű nerazî wisa dibęje: "Di pęßandana DIA'yę ku me berę di festîvala '3. Saydam Günleri' de pęßkęß kiribű tevî ku du rojan jî pęk hatibű, digel vexwendina me Metrepolît Yusuf Çetin beßdar nebű. Îro jî em ketin hefteya xwe lę mixabin tevî ku me dawetname ję re ßand, hę jî nehatiye. Lę li hęla din Metrepolîtę Deyrűlzehferan Biręz Saműel Aktaß bi peyama xwe beßdarî galaya me bű ű kęfxweßiya xwe anî zimęn. Mixabin tevî ku 15 hezar sűryanî li Stenbolę dijîn, ji wan bęhtir męvanęn me bi gißtî kurd bi xwe bűn. Dęrę destűr neda ku em afîßęn xwe bi dęrę ve bikin. Kesęn ku xwe wekî asűrî dibînin bi awayekî germ hatin pęßangehę lę kesęn ku xwe wekî sűryanî dibînin ku bi tenę aliyęn wan ęn olî derdikeve pęß, xwe ji me dűr girtin. Hüseyin Elçî diyar dike ku ev cara yekemîn e li Tirkiyeyę xebateke bi vî rengî ku navę asűriyan bi xwe lę hatiye kirin, pęk hatiye. Ew dide zanîn ku gelek derdoran xebatęn wiha kirine, lę bi navęn veßarî ű ji bo xizmeta hin kes ű saziyan. Ji bo pęßeroję plan ű projeyęn DÝFOG'ę jî Elçi van tißtan dibęje: "Me dil heye ku em pęßangehę li seranserę Anatoliya ű Ewrűpayę pęßkęß bikin. Li hęla din di rojęn pęß de me dil heye ku belgesela ęzîdiyan çębikin. Lę ji bo vę yekę jî pęwîst e em xebatęn xwe li Rojhilat ű Baßűrę Kurdistanę bidomînin. Hüseyin Elçi ű Özgür Nizam diyar dikin ku heger bibe qismet ku rojek were ű ew li bajaręn wekî Silęmanî, Mehabad, Zaxo, Kirmanßah ű hwd. objektîfęn xwe bixebitînin, ewę li rűyę dinyayę bibin mirovęn herî dilßa. Gelo ji bo van her du ciwamęran pîrę fotografę kî ne? Hüseyin Elçi di cih de dibersivîne: "Ara Güler!" Wekî din?: "Çerkez Karadađ ű Adem Sönmez" Ew diyar dike ku Adem sönmez bi salan e ku li Műßę węneyęn gelek hęja diafirîne. Em dixwazin wekî gotina dawî nęrînęn wan bigirin. Özgür Nizam bi taybetî dixwaze spasiyęn xwe pęßkęßî Turgut Alaca bike ku bi sponsorî, alîkarî ű pißtgiriya wî ev pęßangeh vebűye. 

[AW74B3] 
Diya min xezaleke çavßîn e 
Qeraműßk 
ßevek xeniqok bi xumam 
devgiręz 
baraneke xűnavî hęminî 
lę xapînok 
bajarekî serberdayî, lewre bajarekî feßkilî 
di mazűbaniyę de ye 

kelogirî bűne sikak dîwar 
kelogirî ne taq 
di rehęn min de digevize ęß 
qeraműßkan dide męjiyę min 
devgiręziya ßevę 
dikeve mazatekę xwîn 
di pęßbaziyeke bętixűb de erzan 
navran qetiyayî, bę ronî ezman 
her stęrkek bűye qijnikek bętefsal 
li canę min di mijandinekę de ye 

pizikek bi elem e ßev 
bajar pengavek gemarî 
di çavan de ßan tarîtî 
birîn di kewandineke xwędayî de ye 
ű tenętiyek będerfet pißka min 
berbang di pęwreke neçarî de ye 

Lo bira tu guh nede zimęn 
ziman bę hestî ye 
dizivire bę destî ye 
tu guh bide dil 
dilę bi kul 
dilę tenę ű reben 
xwezî zimanę dil hebűya 
xwezî ew biaxiviya 
tenę carekę 
lę azad! 

Tol 
Karxezala xem kißandin 
kusiya xwe xemilandin 
jiyan nema em rawestin 
ji ber destę van neyaran 
ji ber destę van xwînxwaran 

dinya hemű li me har in 
wekî gurę devkevjal in 
em mane bę dost ű yar in 
ji ber destę van neyaran 
ji ber destę van xwînxwaran 

em aßtiyę pęßkęß dikin 
gelan hemű yek dibînin 
ew direvin, wek xenzîr in 
zeman xirab ji neyaran 
zeman xirab ji xwînxwaran 

ew bę soz in, bę peyman in 
Welatę Roję talan kirin 
kes nebę ew însan in 
ji ber destę van neyaran 
ji ber destę van xwînxwaran 

xwestin Roję tarî bikin 
çavę xwe wę birijînin 
ßervanęn kurd tolę hiltînin 
ji neyaran, ji xwînxwaran 

Diya min xezaleke çavßîn e 
Lelę, ciya min î heręmî; hűn wę nanasin 
dibe ku jî hűn dinasin, dibe ku wę hűn jî anîne 
ji ber ku diya min pirjimarî ye 
ji çaxęn Arî ye diya min 
xezala çiyayęn Pinyanißî 
ęgir bi avę venamirîne 
bi tenę ez dibînim ji zarokatiya xwe ű vir ve 
Zerdeßtę ku di nava wę de diçirűse 

diya min xezaleke çavßîn e 
bi hezaran sal in diçe ber avęn binefßî 
lę didin nęçirvanęn dîroknűs 
ű wę diyalektîkę dinivîsin li çęrm: 
Em hatin ű çűn 
Ew çerm li vę derę ye 
Kawa Nemir 
Di sermę de gerokekî efsűnan 
berf ű pűk 
destęn xwe di bęrîkęn xwe de 
serę xwe di nav milęn xwe de 
vedißęrim 
xwe diqurnisînim 
bę serę xwe dimeßim 
bi dilę te digerim 
dilę min heye ku, cixarakę vexwim 
qeßmerę bę nahęle ez vexwim 
lę di dadanę de ji ba dijwartir derdikevim 
îcar dil dikim ku 
di binya berfę de 
straneke spî bęjim 
lę li ser pißta quzulqurta cixara min 
a ji muzîkę hez nake, kab nayę avętin 
guh nadim sermę 
ji bo tęxim nav tiliyęn xwe cixarę 
destekî xwe erzan difiroßim berfę 
ű li dűrî te 
bi dengekî nîvî ję kuxik 
straneke bi tîn ű karîger li ser te ű xwe dibęjim 

tu 
dixwazî ji te hez bikim 
divę tu hez mekî ji min 
ezę navę te bi kęrę li avę binivîsim 
Ręnas Jiyan 
Bę lome be 
erę derengiya qeßeng 
tu çi bibęjî, tu çi bikelimî erę 
erę ji hemű nifiręn giran re 
min li ser serę xwe qebűl e 
hemű terikandinęn te 

li ser van "ewręn destbixwîn" 
ji ßűre celadan re 
dibin desmal bextewariyęn min 
çavsoriyęn te ęn bi çavreßî 
di noqa hęviyę min de cit bűne 

li vî bajarî 
ji męrantiyę ketine sęwîtiyę min 
nema li dawa evînęn min dikevin mîza ewledan 
ű tu 
li min ű bavę min heram dibe li van deran 
bę lome be 

[AW74B4] 
Çîroka xwediyę ßűrę giran, Hemzeyę Pęlewan (Botan)
Heçî Hemzeyę Pęlewan bű, xwediyę ßűrę giran bű. Hemzeyę Pęlewan heta bivę, męrekî bi bejn ű bal ű męrekî cengawer bű. Ne ßűrę tu kesî wekî yę wî xweßik bű, ne jî giran bű. Dema ku Hemze çűbű nęçîrę, çi sewal ji ber rabűya, felek jî bavę wę bűya, ji ber Hemze felata wę nebű. Porekî reß li ser Hemze bű. Porę xwe bi paß de dißekinand, çavęn wî yęn reß ű belek di bin herdu birűyęn reß ű stűr de di dibiriqîn. Aniya wî wekî heyva geß spî dikir. Jixwe dema ku ew simbęlęn reß badidan a xaliqa te got qey męr li darę dinę hebe hebe Hemzeyę Pęlewan e. Hemzeyę Pęlewan ku ne ßal ű ßapikęn ßirnexî bűna, tu cil li xwe nedikirin. Temenę Hemze gihabű çil salî, lę hę ew nezewicîbű. Bi serę hemű ßęx ű mißayixę welatę Bota sond xwaribű ku bi tu keçę ßîrę mirovan mętî re nezewice. Hevalekî Hemze hebű. Hevalę Hemze ję pirs kir: "Ya Hemze tu ew qasî męrekî bi bejn ű balî ű bejn ű bala te li hevhatî, tu hew qasî cengawer, çima tu nazewicî?" Hemze dibęje: "Ya kekę min î hęja ű delal, tu jî zanî, heçű mirov in ßîrę xav mętîne. Ji ber vę yekę baweriya min bi keçęn ßîrę xav mętî nayę". Wę gavę Hemzeyę Pęlewan ű hevalę wî Tajdîn, li ber tavkę rűnißtibűn. Xezalek li hewßa Tajdîn ji xwe re diçęrî. Hemze; 'Ya kekę Tajdîn niha ev xezal li hewßa te çi dike? Ka îßev bi guręne, em ji męj ve neçűne nęçîrę, me bęriya goßtę xezalan kiriye.' 
- Kekę Hemze heçî tu wî, tu ji min darę dinę çi bixwazî ez nabęjim na, lę heçî ev xezala hanę ye, wę dayiktî ji keça min re kiriye. Dema ku keça min hate dinę, ji dermana re jî, ßîr li diya wę nebű. Vęca vę xezalę keça min bi ßîrę xwe xwedî kiriye. Ez dę çawa wę biguręnim? 
- Kekę Tajdîn, a te got li ser serę min ű çavę min, lę ez li ezmana keçeke wekî ya te digeriyam, va ye min li erdę dît. De ka bęje kekę Tajdîn, tu ji vę gotina min re çi dibęjî? 
- Vęca kekę Hemze ev jî ne ya gotinę bű? Ez bi serę Xanî Baba sond dixwim ne keçek, tu bęjî heft kuran ji min re biguręne, ezę biguręnim. Bila ya tu bixwazî keçek be. Heçî keça Tajdîn bű, ji biręketina xwe ű heta dozdeh saliya xwe qevzek pißt derę hewßa xęnî neavętibű, her ű her an di xęnî de bű, an jî di hewßę de ji xwe re dileyist. Hemzeyę Pęlewan rabű ew keçika dozdeh salî ű qet dinya nedîtî, li xwe mahr kir. Navę keçikę Xecę bű. Hemzeyę Pęlewan bi her du çepilęn Xecę girt ű danî ser pißta hespę xwe yę rewan. Çű xatir ji hevalę xwe yę dilsoz Tajdîn xwest ű li hespę xwe siwar bű. ßivek li kemaxa hespę xwe da ű hespę wî bi çargavkî berę xwe da çiya. Çiyano hűn çi çiya ne? Pala wan li hev e. Tu dibęjî qey ser ű binę van çiyayan nîn e. Li milekî Çiyayę Cűdî bi hemű bilindahiya xwe ű xweßikbűna xwe her ű her li Silopî ű li Cizîra Botan dimeyzęne, li milę din Çiyayę Dęra, Çiyayę Gabarę ű Çiyayę Bizęna hene, çiya ji dar ű deviyan ji daristanan bihara kesk dikin, li van çiyan tu ji dilę xwe re li çi dar ű tebayî bigerî tuyę bibînî. Te guwîz bivęn, hejîr, tiriyę teywî, zeytűn, sęv, berű, guhîj, inab, kezwan; ma çi ű ne çi heta te bivę, dar ű team di van çiyan de hene. Hemzeyę Pęlewan çű çű di nav wan çiyayan de rawestiya. Rabű ji dest ű dilę xwe re qesrek çękir. Hemze her roj diçű nęçîrę. Carinan Xezal dikußtin, carinan jî kew. Çi biketa ber, lę nedibihurî. Wę ęvaran tifaqa ęgir tijî qurmęn berűyan kiribana ű goßtę xezal ű kewan qulubandibana vî aliyî ű aliyę din. Heta ku goßtę wan sor bibűya, vęca wę goßtę xwe bixwarana ű dest kęf ű henekęn xwe bikirana. Hemzeyę Pęlewan hingî ji pîreka xwe hez dikir. Li ku dera heręma Botan piçek hine hebűya, wę biçűya bianiya, di porę pîreka xwe bida. Dîsa rojekę Hemzeyę Pęlewan diçe nęçîrę, pîreka wî Xecę jî xwe di Çiyayę Bűnisra de berda hate ser Borę Zęwę. Borę Zęwę ji nav dilę Çiyayęn Botanę diherike, di çiyayan de her ű her bi gumîn ű xußînî diherike ű li himber Bafę tevlî Çemę Dîcle dibe. Xeçę kinc ű qepalę xwe ßűßtin ű danę tavikę, kinc ű qepalę wę ziwa bűn. Paßę rabű destmala li ser serę xwe danî erdę ű hinek av bi xwe de kir. Sabűna kizwana bi porę xwe ve bir ű anî, bir ű anî heta porę wę baß kef da. Rahißte ßehę xwe ű hędî hędî porę xwe ßekinand. Çika ku ßeh diavęt serę xwe, műyę porę wę dihatin xwarę. Pene ya xaliqo tu li porę Xecę dinęrî, tu dibęjî qey ji tęla qeseb e. Poreke sohr ű zereve, li ser serę Xecę hebű. Ew porę Xecę yę weßiyayî biber ava Borę Zewę ket ű heta giha Çemę Dîcle. Çemę Dîcle ew por li ber xwe bir ű bir heta gihande Cizîra Botan. Heçî kurę mîrę Cizîra Botan bű, xortekî heta te bivę bi bejn ű bal bű. Kurę mîr jî rojekę ji rojan çűbű ber Çemę Dîcle. Navę kurę mîr, ßęro bű. ßęro lingęn xwe rűt kiribűn, berdabűn nav ava çem. ßęro halo meyizand ku tißtekî sor ű zereve li piyęn wî hebilî. Ji xwe re got 'a xaliqo ev çi ye?' ßęro rahißte porę Xecę ű saetekę lę meyizand tißtek ję fęm nekir. ßęro rabű ew çend műyęn porę Xecę xistin bęrîka xwe ű li hespę xwe siwar bű ű bi çargavkî hespę xwe ber bi Birca Belek ve da bazdan. ßęro ji hespę peya bű ű bi lez çű cem diya xwe got: 'Dayę dayę de ka meyzęne ev tißtę hanę îro min ji çem derxist, ka were lę meyzîne ev çi tißt e? 'Dayik bi qurban te çi dîtiye?' Diya ßęro li por meyizand meyizand, gote 'kurę min bi cidę bavę te kim, ev ji porę pîrekekę pę ve ne tißtek e. ßęro got: Yadę! Xwediyę vî porî li ku derę be divę ez wę ji xwe re bînim. 
- Ohhhh kurę min kîîîî zane, xwediyę vî porî li kîjan gund ű bajarę Kurdistanę dijî. 
- 'Naaa bi erd ű ezman sond dixwim, heta ez wę keçikę nebînim wę nekim pîreka xwe, tebat li canę min nakeve.' ßęro rabű bang kir daholvanekî, gote 'tę heta ęvarî bang hildęrî ű tę bęjî çi zanyar ű sęhrebend di nava Cizîra Botan de hebin, bila werin koßka mala mîr.' Di nava kolan ű kuçeyęn Cizîra Botan de bű dinge dinga daholę. Dengę daholę li çiya diket ű careke din li Cizîrę vedigeriya. Daholvan dengę xwe berda ű hey berda: 'Hey hęęę kurę mîrę me emir daye, gotiye heçî zane ű sęhreband be, bila were koçka me. Heçî kesę here ew dę were xelatkirin.' Li nava Cizîra Botan çi zanyar ű sęhrebendę heye, li mala mîr kom bűn. Heműçikan yekoo yeko li porę Xecę meyizand lę ji xeynî pîreke sęhrebend, tu kesî ew por nas nekir. ßęro got: 'Pîrę ev por porę kę ye ű ji ku hatiye?' 
- Hűűűű kurkę min, wele weke ku dibęjin xwediyę vî porî di nava çiyayęn Botanę de dijî. Pîrek xwedî męr e ű weke ku dibęjin pîreka Hemzeyę Pęlewan e. 
ßęro got: "Pîrę ez nizanim, ew pîreka dęwę heftserî jî be, divę tu herî wę ji min re bînî." 
Pîrę got: 'Kurkę min welehî ya tę dila, hemű cara neyę mila. Lę ezę xwe biceribînim. Heke min xapand, ji stűyę min weke műyę li ber ßűrę te zirav e.' Pîrę rabű daw ű delingęn xwe hildan, kopalę xwe kire destę xwe ű berę xwe da çiya. Pîrę ji pira Cizîrę derbas bű ű ber bi çem ű berçem hędî hędî, bi rę de çű. Pîrę çű ji Ava Rűsor derbas bű ű di wir re çű ber ava Borę Zęwę. Vę carę pîrę kete ber Borę Zęwę ű bi çiyę ve hilkißa. Pîrę hilkißiya ű hey hilkißiya, heta giha serę Çiyayę Bűnisra. Pîrę li serę çiyę rűnißt ű bęhneke kűr kißand. Pîrę westiyabű. Ji xwe re got li min totakę çi karę min li serę van çiyayan hebű. Vę carę jî gotinęn ku kurę mîr ję re got, hatin bîra wę ű got ma karę sęhrebenda çi ye? An fesadî ye, an jî derxistina ßer ű pevçűna ye. Pîrę rabű ser xwe ű halo li dor aliyęn xwe meyizand ű dîsa ji xwe re minminî. Ya xaliqo te çiqasî dinya xweßik afirandiye. Çemę Dîcle weke marekî kesk kesk e, stűr ű diręj xuya dikir. Pîrę hędî hędî çű ber deriyę qesra Hemzeyę Pęlewan rawestiya, Xecę jî li ser banę qesrę ji xwe re li deveręn çiyayęn Botanę dimeyizand. Xecę halo meyizand ku pîreke li devę hewßa qesra wan rawestiyaye. Xecę got; "Pîrkę te xęr e, qey te riya xwe winda kiriye, çi ye? 
- Erę keçkoka min, bi serę te yę ezîz kim, min riya xwe winde kiriye. Ez ű hevalę xwe, em dę çűbűna hecę lę wan ez li paß hißtim ű ji ber vę yekę min riya xwe xelitand. Ez li rasta te hatim. Xecę ku tu męvanę Xwedę bihewînî, ez dixwazim çend rojan bimînim li mala we. 
- Pîrkę de ka tu li wir rűne, heta męrę min were, ezę ję pirs bikim ku męvandariya te pejirand, li ser serę min ű bavę min bibe męvan. (Dę bidome) 

[AW74B5] 
Gula Sor li bakur jî bißkivî! 
Kaseta Ciwan Haco ya bi navę "Gula Sor" ku berę li Ewrűpayę hatibű tomarkirin ű belavkirin ű bi awayekî korsanî ketibű mala gelek mirovęn ji bakurę Kurdistanę, ji hęla fîrmaya Ses ve li Tirkiyeyę hate tomarkirin ű kete bazara kurdęn bakurę Kurdistanę. Helbesta ku navę xwe daye vę xebatę, ji hęla Qedrîcan ve hatiye nivîsandin ű gelekî navdar e. Mirov dikare vę helbestę wekî helbesta pęßîn a kurdî ya ku bi ßęwaza serbest hatiye ristin, bi nav bike. Di helbestę de hęmayęn xurt hene ű newaya wę jî xweß lę tę. Gelek stranęn di vę kasetę de li nav ciwanęn kurd belav bűne ű ji hęla wan ve hatine jiberkirin. Digel stranęn gelęrî yęn mîna "Bęrîvanę", "Lę Dînę", stranęn di çęja stranęn gelęrî de ku ji hęla hunermend bi xwe ve hatiye afirandin jî hene. Di vî warî de mînaka herî darî çavan, strana bi navę "Yęrîvan" e. Her wiha di kasetę de hinek helbestęn Cîgerxwîn ęn mîna "Pir xweß e" ű "Hevala evîndar" jî hatine binewakirin ű wekî stran hatine pęßkęßkirin. Tomarkirina berhemęn wiha ku ędî di civaka kurd nemaze ciwanęn kurd, de wekî klasîk tęne dîtin mirovan kęfxweß dike. Lę divę qelîteya deng a kasetan hę jî baßtir be. Di berga kasetę de cihdayina gotinęn stranan di warę pęßketina xwendina kurdî de gaveke eręnî ye. Dîsa helwesta ku jînenîgariya Ciwan Haco bi kurdî ű îngilizî daye jî ßayanî pesnę ye. 

[AW74B6] 
Hejmara biharę ya Bîrnebűnę derket 
Kovara kurdęn Anatoliya Navîn Bîrnebűn, a werza biharę bi nivîsęn tirkî ű kurdî derket. Hemű nivîsęn di kovarę de li ser çand, ziman ű dîroka kurdęn Anatoliya Navîn in. Di pęßeka kovarę de pęßî li ser naveroka kovarę agahî tęn dayin ű pißtre jî li ser dîlketina Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan tę rawestandin. Li ser vę bűyerę hatiye gotin ku gelę kurd yekîtî ű helwesta xwe ya li dijî vę bűyerę nîßan daye ű ewę teqez bi ser bikeve. Nivîsa yekemîn li ser helbestęn Osman Alabay e ku bi navę Curukî navűdeng daye. Di vę nivîsa ku ji hęla Dr. Mikail ve hatiye amadekirin de li ser tękoßîn ű helbestvaniya Curukî hatiye rawestandin ű hinek mînak ji helbestęn wî hatine pęßkęßkirin. Ji helbestęn wî yęn ku bi ßęwaz ű zimanę gelęrî hatine ręstin de, evîna welęt ű doza neteweyî difűre. Nivîsa duyemîn bi tirkî ye ű ji hęla lękolîner Mehmet Bayrak ve hatiye nivîsandin. Bayrak di nivîsa xwe ya bi navę "Binbođalar'da Kürt ßarkýlarý (Binboxayan stranęn kurdî) de li ser çanda kurdî ű dîroka pißaftinę agahiyęn balkęß dide. Di dawiya nivîsę de ji stranęn kurdęn Anatoliyę çend mînak jî hatine pęßkęßkirin. Nivîseke balkęß a vę hejmarę jî, nivîsa li ser kurdęn dimil ęn li Aksarayę ye. Di vę nivîsę de li ser zaravayę dimilî yę ku gelę heręmę pę dipeyive jî agahî hatine dayîn ű çîrokeke gelęrî jî hatiye derpęßkirin. Ji bilî van nivîsan gelek nivîsęn çandî- lękolînî ű hevpeyvînęn bi kesęn cur bi cur re hatiye kirin di nava rűpelęn kovarę de balę dikißînin ser xwe. Ev kovar ji bo mirovęn ku dixwazin kurdęn Anatoliyę ű çanda wan binasin gelekî pęwîst e, lę mixabin ji ber ku kovar li Swędę tę weßandin, bidestxistina wę nehęsan e. Divę berpirsęn kovarę tękiliyęn xwe di vî warî de xurtir bikin ű zędetir giraniyę bidin belavkirin ű nasandina kovarę. 

[AW74B7] 
Çend pękenok ji xerîbiyę 
Balinde 
Du faßîst di rę de diçin. Balindeyek di ser wan re derbas dibe ű bi ser serę yekî ji wan de dirît. Yę din ji hevalę xwe re dibęje: 
- Bilezîne, hinek av bîne da ku ez bißom. 
- Eeh, ehhh, fęyde nake, balinde çű jî. 

Rewßa du girtiyan 
Du girtiyęn tirk her ęvar nifteyęn girtîgehę didizin, derî vedikin, ű bi ßev diçin ji xwe re digerin ű beyaniyę (serę sibeyę) vedigerin girtîgehę. Lę ęvarekę, yek ji wan, ji yę din re dibęje: 
- Tu dizanî, bi Xwedę îßev em nikarin biçin gera xwe! 
- Çima? 
- Tu dibînî, îro dergehvanan ji bîr kiriye ku derî bigire! Hűn hemű serxweß in Mirovek li meyxaneyekę ye ű ji yekî dipirse: 
- Tu dikarî, ji kerema xwe re, bibęjî ka saet çende? 
- Diwanzdeh kęm pęnc deqîqe ye. 
- Eeh, dixuye ku hűn hemű serxweß in. Vaye ji ęvarę heta niha min sę caran saet pirsî ű carekę jî bersiv ne mîna cara din e! 

Tirkek li muzeyę 
Li muzeyekę tirkek ręber e. Męvan tęn wir ű ew jî dest bi danasîna dînazoran dike: 
- Komhestiyę vî tîranozor rexî 80 mîlyon ű 12 salan kevn in. 
Ji męvanan hinek heyirî dimînin ku çawa bi dîroka dînazoran dizane ű yekî ji wan dipirse: 
- Çawa, tu dîroka dînazoran dizanî? 
- Belę, belę çawa ez nizanim. Dema ku ez hatim vir, ji min re hat gotin ku ev tîranozor (dixwaze bibęje dînazor) 80 milyon salî ye. Ű va ye ez 12 sal in jî, li vir im. Ango 80 mîlyon ű 12 salî ye! 

Ręwîtiya bi tręnę 
Zilamek bi tręnę diçe mala hevalę xwe. Di mala hevalę xwe de ji hevalę xwe re wiha dibęje: 
- Di tręnę de çavęn min zivirîn ű serę min ęßiya. 
- Çima? Ma dengę tręnę nexweß bű? 
- Na, lę pißta min ketibű aliyę çűnę. 
- Ma tu kesî nehißt ku tu cihę xwe pę re biguherînî? 
- Çawan minę bikariya biguheranda. Di vagonę di ji bilî min kesekî din tune bű. 

Nizane mirî ye, yan sax! 
Hevalekî du kesęn tirk dimire. Her du li ser dipeyivin: 
- Tu dizanî gelo dema ew mir, razayî bű? 
-Sed heyf ű mixabin ku ew heta niha jî nizane ka mirî ye, yan sax e! 

Tor çi ye? 
Yek ji yekî din dipirse: "Tor çi ye?" 
Yę din bersivę didę: "Komek nanęn ku bi hev ve bi bendan hatine girędan e". 

Li hewa biçűk dibin 
Du tirk li balafirgehę ne, yek ji yę din dipirse: 
- Ez qet fęm nakim ka çawan ev balafiręn ewqas giran ű mezin, dikarin li hewa bifirin. 
- Ew tißtek pir basît e. Li hewa ew pir piçűk dibin! 

Patat 
Mirovek dixwaze petatan bikire. Ji petatfiroß re dibęje: 
-Pęnc kîlo petat bide min lę bira ne yęn mezin bin, ji ber ku ez nikarim tißtęn giran hilgirim. 

[AW74C1] 
Kongreya Neteweyî dawî li kompleksekę anî 
(Ev nivîs beßek ji peyama Mustafa Karasu ya bo Kongreya Neteweyî ye.) 
Ez îlankirina Kongreya Neteweyî pîroz dikim ű we heműyan bi ręz silav dikim. Berî her tißtî ez li ber ßehîdęn me ku dibin sedema jiyana me ű ßertęn pękanîna Kongreyę yęn madî ű manewî ji bo me pęßkęß kirine, bi ręz bejna xwe ditewînim. Di ketina sedsala 21'ę de, ji bo ku zaafa me ya neteweyî; parçebűyînę li paß dihęle, ez spasiyęn xwe ji platforma kongreyę re pęßkęß dikim. Ez, Serokę Neteweyî ku hemű jiyana xwe ji bo çareserkirina pirsgiręka yekbűyîna me daye, sînoręn di serę kurdan de ji holę rakirine ű yekîtiya hemű kurdan afirandiye, silav dikim. Neteweya kurd di sedsala 20'an de, bi taybetî bi meßandina tękoßîna neteweyî ligel pękanîna yekîtiya neteweyî, wekî neteweyeke bi hęz ber bi sedsala 21'an de gav diavęje. Gava ku mirov tękoßîna gelę kurd ű zanîna neteweyî hilde dest, îlankirina Kongreya Neteweyî pękanîna peywireke vemayî ye. Gelę kurd, bi ßerę çekdarî, serhildan ű pejinkariya li hemű parçeyan ű herî dawî jî bi dîlketina Serok Apo re, bi raperîna li hemű parçeyan, wekî fîîlî Kongreya Neteweyî pęk aniye. Em niha di serbilindiya fermîkirina kongreya ku bi awayę fîîlî pęk hatibű dijîn. Ev tißt gelekî vekiriye ku gava mirov rastiya kurdan bîne ber çavan, yekbűyîn bi xwe jî pęßketineke gelekî mezin e. Kongreya Neteweyî wę li kurdan; kurdęn ku her dem di sendrom ű kompleksa yeknebűyînę de ne, ji aliyę dęrűnî ve bandoreke gelekî mezin bike. Em bawer dikin ku Platforma Kongreya Neteweyî wę di bernameya Kongreyę de, asta ku tękoßîna neteweyî hatiye li ber çavan bigire ű wę ji bo ku karibe bersivę bide daxwazęn neteweyî xwe bikemilîne. Bo pęßketinęn li hemű Kurdistanę ű bersivdayina pirsgirękęn neteweyî, encax bi Kongreya Neteweyî pękan e. Di vę dema ku ev peywir li ber me wekî jiyana me girîng e de, ligel vexwendinę beßdarnebűyîna hin ręxistin ű ßexsiyetan, nęzîktędayîneke li derveyî pęvajoyęn dîrokî ye. Avakirina Kongreya Neteweyî di heman demę de ji bo birînęn neteweyî jî derman e. Pißtî ku Kongreya Neteweyî ava bű, tu lîder ű ręxistin bi hęsanî nikare ceger bike ku îxanetę bike ű derkeve derveyî polîtîkayęn neteweyî. Me di dîroka xwe ya neteweyî de cara yekemîn e, ku di vę astę de derfet ű hęviya azadiya bi dest xistiye. Ev pęßketin ji bo mętîngeran derbeke gelekî mezin e. Konrgreya Neteweyî dę raxe ber çavan ku kurd li Rojhilata Navîn neteweyek e ű nikare bę înkarkirin. Ev Kongre dę tękiliyęn bi gelęn li Rojhilata Navîn dijîn re ku emę her dem bi wan re cîran bin, pęß bixe. Her wiha dę ji bo helwesta 35 ręxistinęn ereb ku di dema dîlketina Serok Apo de nîßan da, bibe pißtgiriyeke berbiçav. Dę Kongreya me ya Neteweyî hemű nirxęn dergűßa gel ű olan Mezopotamyayę hembęz bike ű wekî platforma herî demokratîk ű dewlemend cihę xwe di dîrokę de bigire. Pękhatina Kongreya Neteweyî li aliyekî em kęfxweß kirin ű hęvîdar kirin, li aliyę din bi dîlketina Serok Apo em hemű bi guman in, hęzęn mętînger her dem xwestine serokatiyęn me yęn serhildanęn neteweyî ű rizgariya neteweyî qetil bike. Wekî Qazî Muhemmed, ßęx Seîd, Seyit Riza ű li Baßűrę Kurdistanę ßehîd ßahab. Dewleta Tirk a mętînger dixwaze Serokę me Apo jî idam bike. Ji bo ku em paßę poßman nebin ű dilę me rihet be, divę em rewßa wî ya dîlîtiyę wekî dozeke neteweyî bibînin ű ev divę wekî karekî bingehîn ę Kongreya Neteweyî be. Mercęn maddî rę nedan ku em li Kongreyę amade bin, em bi vę mesaję hest, dilîn ű ramanęn xwe pęßkęßî we dikin. Ez wekî endamekî Kongreyę "Dixwazim Serok Apo, bo Serokatiya Kongreya Neteweyî bę hilbijartin." Ez îlankirina Kongreya Neteweyî dîsa pîroz dikim ű di xebatęn we de serkeftinę dixwazim. Bi ręz ű silavęn herî germ... 

[AW74C2] 
Dewleta tirk ßer bi tilyakę fînanse dike 
Dewleta tirk piraniya butçeya xwe li ßerę kiręt xerc dike. Li gorî raporęn Înstîtuya Lękolînęn Aßtiya Navneteweyî ku navenda wę li Stokcholmę ye, Tirkiyeyę di navbera salęn 1984-1995'an de 61 milyar dolar bi çekan da. Lewre jî Tirkiye di nava xęrîdaręn çekan de, di sala 1994'an de di ręza yekemîn de ye, di sala 1995'an de dikeve ręza duyemîn ű di sala 1996'an de di ręza 7'an de navę wę derdikeve pęßberî mirov. Serbalyozę Tirk Uluç Özülken ku di Wezareta Karę Derve ya Tirkiyeyę de ji tękiliyęn duhęlî berpirs e ű cîgirę ßęwirkar e, li ser vę mijarę van agahiyan dide: Pereyęn ku Tirkiyeyę di 14 salan de li tękoßîna bi PKK'ę re xerc kiriye gihîßtiye 86 milyar dolarî, ev jî nęzî hemű deynę derve yę Tirkiyeyę ku mîqtara wî 92 milyar dolar e." Li gorî vî hesabî, di salekę de nęzî 7 milyar dolaran li ßer tę xerckirin. Dîsa Serokę berę yę Tevgera Demokrasiya Nű, Cem Boyner gotibű ji sala 1994'an vir de herî kęm salę 7 milyar dolar li ßer tę xerckirin. Li gorî gelek çavkaniyan jî ev pere zędetirî 8 milyar dolarî ye. Li ser pirseke mebűsę RP'ę Azmi Ateß, Wezîrę Berevaniyę yę hikűmeta Refahyolę Turhan Tayan, dabű zanîn ku di sala 1996'an de çar fermandaręn hęzęn Artęßa Tirk (kuvvet komutaný) roję milyonek ű 250 hezar dolarî li ßer xerc dike. Li gorî daxuyaniya Tayan hęzęn bejî roję 400 hezar, jenderme roję 80 hezar, hęzęn hewayî jî roję 50 hezar dolarî li ßer xerc dike. Dema mirov lęçűyinęn Wezareta Karę Hundirîn ű saziyęn tękildarî ßer jî bixe nav vî pereyî, tę dîtin ku rojane 3 milyon ű 750 hezar dolar li ßer tę xerckirin. Dewleta tirk bi deynan ű zemę dixwaze kanęn taybet pęk bîne ű bi wan ßer fînanse bike. Lę lęçűyinęn çek ű ßer ew qas pir in ku ew nikare faîzę deynęn xwe jî bide. Bo niműne; di neh mehęn pęßîn (rębendan ű rezber) a sala 1998'an de faîza deynęn derveyî ű hundirîn ęn dewleta tirk gihîßtiye 5 katrilyon ű 187 trilyon 400 milyar lîrayî. Li gorî vî hesabî dewletę di sala 1998'an de her meh 576 trilyon, her saet 800 milyar, her deqîqe 13 milyar, her saniye 222 milyar lîra, wekî faîza deynęn xwe yęn derveyî ű hundirîn daye. Dewleta tirk ji ber van lęçűyînęn erjeng serî li rębazęn nelirę dide. Di vî warî de sertoręn ku pęßî tęne bîra mirov; tilyakfiroßî, qumar, paqijkirina pereyęn kiręt in. Li gorî agahiyęn Bernameya Navneteweyî ya Bisînorkirina Karę Tilyakę ya Neteweyęn Yekbűyî (UN International Drug Control Proramme-UNDCP) ű Ajansa Astengkirina Karę Tilyakę (Drug Enforcement Agency) yęn sala 1997'an pereyęn ku salekę ji tilyakę bi dest dikevin 500-600 milyar dolar in. Pisporę Hesibandinę yę Lijneya Raçavkirinę ya Wezareta Maliyeyę ya Tirkiyeyę ßinasi Aydemir diyar kiriye ku ji vî pereyî para Tirkiyeyę 60 milyar dolar e. Li gorî gotina Serokwezîrę berę yę Tirkiyeyę Mesut Yýlmaz, para Tirkiyeyę di qaçaxiya tilyakę de li cîhanę ji sedî 38, li Yekîtiya Ewrűpayę ji sedî 60 e. Di sala 1994'an de buhayę tilyakę ku ji Tirkiyeyę çűye Ewrűpayę, 50 milyar dolar e. Li gorî nirxandina pisporan heta sala 1984'an Tirkiye di karę tilyakę de wekî pir dihate bikaranîn, lę pißtî vę salę bű navend, ji ber ku di sala 1984'an de zagona diyarkirina çavkaniya serwetę ji holę rakiriye ű ędî ji mirovęn ku pere li bankayan radizînin, çavkaniya wî pereyî nehatiye pirsîn. Li gorî Midűrę ßaxa Malî ya Emniyeta Stenbolę Salih Güngör mîqtara pereyę kiręt ku li bazara Tirkiyeyę di danűstandinę de ye, di ser 100 milyar dolarî re ye. Her wekî tę zanîn para mezin a wî pereyî ji karę tilyakę hatiye, yę mayî jî ji fîdye ű qumarxaneyan hatiye. Li pey gotina Güngör bi tenę ji paqijkirina vî pereyî wekî bedela vî karî 5-6 milyar dolar tę bidestxistin. Wezareta Karę Hundirîn a Tirkiyeyę dipejirîne ku Tirkiye bihußta pereyę kiręt e. Serokatiya ßaxa Tękoßîna Bi Sűcęn Rękxistî ű Qaçaxiyę ku girędayî Midűriya Ewlehiyę ya Gißtî ye, rębazęn paqijkirina pereyęn qiręj wiha ręz dike: 
1- Avakirina ßîrketęn parawan. 2- Nivîsandina fatűrayęn sexte ű nepixandî. 3- Qumarxane ű saziyęn ßertdanînę.4-Bikaranîna kartęn krediyę yęn ji welatęn ku penaha bacę ne. 5- Bi pereyę pęßîn kirîna tißtinan. 6- Pereyęn li bankayęn welatęn biyanî wekî temînat nîßandayîn ű bi vî awayî jî ji bankayęn welatę ku lę dijî standina krediyan. 7-Revandina pereyan bo derveyî welęt. 8- Kirîna ewraqęn nirxdar. 9- Sűdwergirtina ji xizmetęn malî ku li heręmęn serbest tę derpęßkirin. 10- Avakirina ßîrketęn tűrîzmę. 11-Standina mal ű milk. Bi pey daxuyaniya Wezareta Tűrîzmę ya Tirkiyeyę hejmara hotelęn 4-5 stęrî di sala 1990'î de 99 bűye, di sala 1995'an de ev hejmar bűye 2 hezar ű 213 ű di sala 1996'an de jî bűye 2 hezar ű 231. Hejmara qumarxaneyan jî ji 1991'ę heta dawiya 1996'an ji dehan hilkißiyaye 73'yan. Hejmara stasyonęn benzînę di sala 1993'yan de 5 hezar bűye ű di sala 1996'an de ji 7 hezar ű 500'î derbas bűye. Di Ręnîßanameya (Klavuz) Qumarxaneyan de Tirkiye bi 40 heb qumarxaneyęn 5 stęrî, di ręza yekemîn de tę nîßandayîn. Tirkiyeyę di vî warî de navendęn qumarę yęn navdar ęn mîna Monte Carlo ű Las Vegas jî li pey xwe hißtiye. Li gorî lękolîneke din, berî qedexekirinę, hejmara casinoyan gihîßtibű 76'an ű 56 jî ji vekirinę re amade bűn. Piraniya pereyęn ku ji karę tilyakę tę, li qumarxaneyan tę paqijkirin. Qumarxane ji bo pereyęn ku paqij dikin % 25-30 komîsyonę distînin. Dahatűya her casinoyę ya rojane li dora 1 milyon dolarî ye. Bi tenę li Stenbolę ji riya paqijkirina pereyęn kiręt 8.5 milyar dolar kar hatiye bidestxistin ű tę texmînkirin ku li Tirkiyeyę kara paqijkirina pereyęn tilyakę li dora 24-25 milyar dolarî ye. Li Tirkiyeyę borsa jî warekî pereyęn kiręt e. Bi gotina Cîgirę Serokę Bankaya Navendî Osman Cavit Ertan, "Li Borsaya Nirxęn Menkűl a Stenbolę (IMKB) mirov ji pereyęn kiręt nikare gava xwe bavęje." Serokę IMKB'ę Tuncay Artun jî gotiye li her cihę Tirkiyeyę pereyęn kiręt tęn paqijkirin" ű bi vę gotina xwe jî gotina hempîßeyę xwe diçespîne. Di warę borsayę de tißtekî ku balę dikißîne jî ev e ku ji sedî 27 saziyęn navberkar ku hejmara wan li dora 200'î ye, bi derdoręn ku pereyęn kiręt paqij dikin re xwedan tękilî ne. Bankayęn Tirk jî ßirîkę vî karî ne. Di salęn 1995-96 ű 97'an di li Hollanda ű Almanyayę gelek kiryariyęn (ißlem) bankayęn tirk ji ber ku pereyęn kiręt paqij kirine hatin desteserkirin ű doz li wan hatin vekirin. Kesęn pispor diyar dikin ku mafyaya tirk cihę mafyaya îtalî girtiye ű li Ewrűpayę serkęßiya karęn kiręt dike. Lę divę mirov bipirse: Ev mafya kî ye? Li gorî Ręveberę Navenda Raçavkirina Jeopolîtîk a Tilyakę ya Fransayę (Observatoire Geopolitique des Drogues) Larousse, heke pißtevaniya rayedaręn payebilind nebe, ne gengaz e ku laboratovaręn hilberandina madeyęn tilyakę li ser piyan bimînin. Di rastiya xwe de li Tirkiyeyę di nav karę tilyakfiroßî ű paqijkirina pereyęn kiręt de mafya, bűrokrat, siyasetmedar ű ręveberęn ręxistina saloxgeriyę (îstîhbarat) ű fermandaręn artęßę hene. Li Tirkiyeyę ev kar veguheriye sektorekę, heta bűye sektora herî girîng. Derketiye holę ku li heręma Îzmîtę çeteyan xűgî daye fermandar Veli Küçük (niha li Giresunę fermandariyę dike) ű wan ji bo wî karę tilyakę jî kiriye. Bi raporęn dewletę ű biryara dadgehan hatiye selmandin ku li heręma Ruhayę çeteyęn li dűv mebűsę DYP'ę ű serokcerdevan Edib Sedat Bucak, bazirganiya madeyęn narkotîk kiriye. Dîsa derketiye holę ku Fermandarę Gurdana (tabűr) Komando ya Çiyayî ya Culemergę M. Emin Yurdakul çeteyekî mezin ę karę tilyak ű bertîlxwarinę bi rę ve biriye. Li heręmęn Amed, Wan ű Culemergę gelek tîmęn taybet, efser (subay) ű cerdevan ji ber ku di bin çavdęriya fermandaran de karęn nelirę kirine, hatine girtin. Li Kurdistanę karę tilyakę di destę JÝTEM ű efsaran de ye, lę li bajaręn tirkan ev kar di destę endamę MÝT'ę ű polîsan de ye. Di vî karî de navę kesęn mîna Alaatin Çakýcý, Abdullah Çatlý, Ýbrahim ßahin, Sedat Bucak, Tansu Çiller, Veli Küçük, Mehmet Eymür, Korkut Eken, Mesut Yýlmaz ű gelek kesęn din bi bűyera Susurlukę diyar bűye. Çeteyęn dewletę bi xwîna kurdan nepixîne ű ji bo dewletę jî hatine radeyeke xeternak, lewre jî dewletę xwest wan kontrol bike, lę bi ser neket. Polîtîkaya dewletę ya li ser Kęßeya Kurd ew çete afirandin. Heta dewlet xwe nede ber karę çareserkirina Kęßeya Kurd, nikare kęßeya çeteyan jî çareser bike. 
Tębinî: Ev nivîs, ji dosyaya hiqűqnasan ęn li ser Doza Sedsalę ku di Özgür Polîtîkayę de roja 26'ę gulanę hate weßandin, hate wergirtin ű bi kurtebirî li kurmancî hate wergerandin. 

[AW74C3] 
Çend ßayes ű terkîbęn kurmancî 
Agirę kayę ye: tîn tę de nîn e. 
Avę lę venaxwe: qet efű nake. Ji dest xwe bernade. 
Aqil mű diqelęße: aqil dikare her karî bike 
Bi baran be, erdę ßil nake: ateß olsa cürmü kadar yer yakar. 
Bibe baran li ser me nayę: xęra wî/wę ji me re nîn e. 
Ba tę, çi ji tahtę dibe: tißtekî ku winda bike nîn e. 
Bitirî ji gayę cot re namîne: xerabî ji kesî re namîne. 
Bîra bę av, kesę bę nav: kesę bę nav, wekî bîra bę av e. 
Berű ji darę ket, got: 'Devę kovikę çendî fireh e: kesę ku malbata xwe na'ecibîne. 
Bi tayekî xav bi hev ve girędayî ne: tękiliya wan sist e. 
Bűye heyva eydę: em li bendę ne, nehat. 
Çîroka quling e: Yýlan hikayesine döndü. 
Çű hecę kęr, vegeriya gűzan: tißtek neguherî. 
Dinya siya darę ye: xęr ű xweßî ne domdar e. 
Dewę ceribandî ji mastę neceribandî çętir e: karę 
ceribandî her baßtir e. 
Dest di ser dest re ye: el elden üstündür. 
Destę tu nikarî gez bikî, maç bike: bükemediđin eli öpeceksin. 
Dűr be, bi nűr be: ji hev dűr bűn çętir e. 
Dinya li serî bű tara bęjingę: maye heyirî, nema zane 
serî li ku bide. 
Dest di dil de: ję ne bawer e (yüređi ađzýnda) 
Devę xelkę ne doxîn e: dawiya gotinę xelkę nayę (elin ađzý torba deđil ki büzesin). 
Dar kurmî ra ję naçe: kesę xerab yekî baß ję çęnabe. 
Dîwar bi guh in: dar ű devî bi guh in (yerin kulađý var) 
Em lawę îro: em tißtęn berę ji bîr bikin (geçmiße çizgi çekelim). 
Fatę were dawetę: gulę were ser tűyan 
Guhę xwe deyne pißt xwe: Binęre ka bi pey de de dę çi bę gotin. 
Gavek li pęß, yek li paß: ji bo tißtę ku tę pęßketineke berbiçav pęk nayę tę bikaranîn. 
Giya di bin keviran de namîne: tißtek heta hetayę veßarî namîne. 
Heta aqil nas kir, temen xelas kir: heta hißę wî hat serę wî, kal bű. 
Ji aß ű baß: dereden tepeden 
Ji kevir dißikę: naxwaze tißtekî bike 
Ję danaxwe: di bin gotina kesî de namîne. 
Ji bo xatirę xatiran, mere diçe ser dînę kafiran: mirov ji bo xatiran her tißtî dike. 
Ji ber dilopę çű ber ßirikę: ji derdę biçűk direvî, kete nava belayeke mezin. (yađmurdan kaçarken doluya tutuldu. 
Ji neh ű dehę xwe nakeve: ji ya xwe nayę xwarę 
Kabę çik e: jîr ű jęhatî ye. 
Keroßk ű sűk: hirç ű govend (bo tißtę bę eleqe tę bikaranîn, tęde biçűk dîtin jî heye.) 
Kenę guran pę tę: ketiye rewßeke gelekî xerab. 
Keran bi guh nekin: li her derę nebęjin. Nekin dengî. 
Kesműkę didęre: li ser tißtęn vala dixebite. 
Lingę xwe di xefkan de xwariye: gelekî bi tecrűbe ye. 
Min dît, tu nebîne: rewßeke gelekî dijwar bű. 
Mezel ji hev ű din reß kirin: gelek ji hev ű din kußtin. 
Mîna ku cin ji hesin ditirse: ßibandin. 
ßeko, navę xwe li hevalę xwe ko: bo kesę ku sűcę xwe dixe stűyę xelkę tę gotin. 
ßeb ű ßekir ji hev nas nake: Ji kesę xurufî re tę gotin. 
ßęwra çűkan li nav garisę feqîran e: ew jî bi feqîran dikarin 
ßeß ű bęß lę dixe: li ber malę xwe nade. 
ßeva tarî ji ęvar de kifß e: tißtę ku çewt here, ji serî de diyar e. 
Tiliya xwe di çav re nake: Ji yę tiral re tę gotin. 
Tu kes ji xęrę naçe dęrę: tu kes bi dilę xwe karekî giran nake. 
Tu műyekî ję bikißînî, dę don di ßűnę re bavęje: gelekî qelew bűye 
Tu műyę xwe bi ciwanan re diqusînî: tu mîna xortan tevdigerî 
Teriya mißkekî di malę de bi ard nabe: ji kesęn gelekî hejar re tę gotin. 
Terî kir gurz: ji bo yę ku reviyaye tę gotin. 
Tivingęn wan bi paçan in: pevçűna wan ne ji dil e. 
Tirî bű helaw: tirî gihaye (ßęrîn bűye) 
Wek kela miqilkę (rűnpęję) ye: ji mirovę ku zű ya dilę xwe bęje re tę gotin. 
Xwedę nokan dide yę będiran: dema tißtek bi dest yekî ku nikare ję sűde wergire bikeve, ev gotin tę kirin. 
Xeyidî ji tira seyidî: xeyidiye ne xema min e. 
Xęra destę çepę li yę rastę nabe: xęra kesî nagihęje kesekî din. 
Xura xwe bi destę xwe bißikîne: karę xwe bi destę xwe bike 
Xwe kir ßorba nexweßan: ji pîreka ku gelekî li xwe binęre re tę gotin. 
Xwîn li erdę ye: kesę ku hîna dexla (zad) xwe nedaye hev vę gotinę dibęje. 
Xelkę męr dikußtin, bizgűriyan űr dißűßtin: xelk çi dike, tu çi dikî? 
Ya dilan nayę milan: her tißtę ku dil bixwaze nayę cih. 
Yę biçe masiyan, qűnziwa venagere: her tißtî bedela wî heye. 
Zoq ne tißt e, lę Kevirę Hemo li pißt e: romî ne tißt e, xopana Enqerę li pißt e. 

[AW74D1] 
Biratiya gelan 
Ji kesęn ji dę ű bavekî re, dibęjin bira. Li gorî cînsiyetę xwißk (xwang, xweh) ű bira jî ji dę ű bavekî ne. Ji biratî, xwißktî, xwißktî ű beratiyę xweßtir tu tißt nîn e. Di rojęn teng de, di ßahiyan de; hebűn ű tunebűn, kul ű elem bi hev ű din re tęne parkirin. Bira, xwißk, xwißk ű bira ji hev ű dun re pißt in. Bę ku cudatî di navberę de hebe, zarok jî ji dę bavan re kezeb in. Biratî ű xwißktî çiqas ßęrîn be jî, gava mîratę berjewendiyęn kesayetiyę derdikevin holę, bira bira nas nake. Dîroka mirovatiyę bi ßeręn bira dagirtî ne. Carinan ßer li ser gepek nan, an jî li ser kevçiyekî ßorbe derdikeve. Carinan bihustek erd an darek bejî, dibe sedema pevçűn ű kußtinę. Di ßeręn text ű taca hikumdariyę de xwîn diherike ű bi salan dewam dike. Gava li ser bingeha neheqiyę męzîna wekheviyę xera dibe, tu kes nikare pęßiya pevçűn, dijűn, ßer ű lędanę bigire. Ji biran yek neheqiyę qebűl bike jî jinbira kirasę xwe diçirîne. ßeręn bira, bi piranî bi jimalderketina birayę biçűk diqede. Bi sosyalîzmę re bęjeya "Biratiya Gelan" kete lîteratűra siyasî. Li gorî sosyalîzmę, ßerę gelan ßerę berjewendiyęn serdestan e. Serdest feodal in ű pergala wan împaratorî ye. An jî serdest birjűwa ne, sazűmana wan jî dewleta neteweyî ye. Serdest ji bo berjewendiyęn xwe yęn aborî ßer derdixin ű gelan diajon qada ßer. Di encama ßer de yęn winda dikin, gel in ű yęn bi ser dikevin jî serdest in. Ew e ku ßer ji gelan re tu karę nayne, naxwe divę gel bi hev ű din re ßer nekin. Divę gel tenę bi serdestan re ßer bikin. Vę dîtinę dirußmeyęn "Hemű gel bira ne" ű "Bijî biratiya gelan" afirandine. Dîtinęn olî jî li ser bingeha yek-olî, biratiya gelan aniye holę. Hemű îslam bira ne, hemű xiristiyan bira ne hatiye gotin. Gelęn bi çand ű zimanę xwe; bi dîrok ű coxrafyaya xwe nęzî hev ű din bin, xwe mîna 'gelęn bira' dihesibînin. Gelęn ku berjewendiyęn wan bi hev ű din re bin, an di ręxistin ű sazűmaneke aborî, siyasî, an leßkerî de hatibin ba hev ű dun, xwe mîna bira bi nav dikin. Bi xwezayî li ser navę gelan, dewlet ű ręxistinęn dewletę vę propagandayę dikin ű gel wiha motîve dibin. Gelo birayęn gelę kurd kî ne? Em dikarin ji kîjan gelî re bęjin bira? Di her civîn ű mitîngęn xwe de, bi dengekî berz heta ku kezeba me diçire, em slogana "Bijî biratiya gelan" davęjin. Pißik li me reß bű, belę qet bersiv nehat. Çima? Divę em kumę xwe deynin ber xwe. Divę em biratiya xwe li hindek pîvanan bixin. Carekę em ne ji dę ű bavekî ne. Ew tűranî ne, em arî ne. Zimanę wan Ural-Altayî, yę me Hînd-Ewrűpî ye. Ola wan a kevn ßamanî, ya me Zerdeßtî ye. Ola nű jî em nekirine yek. Ew Hanefî-Bektaßî, em ßafî-Elewî ne. Coxrafyaya wan a kevn Asyaya Navîn, a me ya nű ű kevn Mezopotamyaya Jorîn e. Pęßî ű paßiya wan ßerűd ű ßerxwaz ű yęn me dilbirehm ű aßtîxwaz in. Ew serdest ű xwedî mal, em bindest ű malwęran in. Sedem ev e ku bersiv nayę. Em xwe dixapînin, em dilę xwe xweß dikin ű dibęjin, "çi hatiye serę me, dewletę aniye." Em dibęjin, "gel ne sűcdar e." Belę em dizanin gel çi be, dewleta wî jî ew e. Ku gel ji kirinęn dewletę ne razî bűya, qey wę wisa bűya, di hilbijartinan de wę dengęn xwe bidana partiyęn nîjadperest. Ew partiyęn ku ji me re dibęjin: "An hez bike an biterikîne" ku ne wilo bűya, aqilmendę partiya ku ji xwe re dibęje 'sosyalîst', digot: "Me hilbijartin ji sedema nęzîkbűna kurdan winda kir. Ger wiha bűya, partiya ku ję re dibęjin 'ßerîetxwaz', gazin dikir ku dewlet wan ű siyasetmedaręn kurdan dike yek. Ew xwe mîna birayęn me nabînin ű ne ßert e ku em zorę bidin wan ű wan aciz bikin. Em tenę cîran in. Divę em ji bo cîrantiyeke birűmet, ji bo cîrantiyeke mirovî hewl bidin. Cîran jî dikarin ji hev ű din hez bikin ű di nava aßtiyę de bijîn. 

[AW74D2] 
Gavek bi pęß de, du gav bi paß de 
Kesęn ku dixwazin li ser sedemęn hilweßîna Împaratoriya Osmanî tißtekî bibęjin, pęßî bi meßa leßkeręn Osmanî, Yeni Çeriyan dest pę dikin. Tę zanîn ku leßkeręn Osmanî dema diçűn seferę bi ßęweyekî taybet bi rę ve diçűn: Leßkeran du gav bi pęß de davętin ű gavek jî bi paß de davętin, ji ber vę yekę cihę ku dę di du mehan de biçűna, di sę mehan de diçűnę. Ev meß li ser dîrok ű derűniya tirkan agahiyekę dide mirov; di civaka tirk de tu car pęßketin yekser ű bi awayekî ßoreßgerî pęk nehatine. Bi taybetî ßoreßa gelę kurd bi civakę jî hin gav dane avętin. Bo niműne, ędî peyva kurd li her cihî bi rihetî tę bikaranîn. Her wiha tękoßîna li bakurę Kurdistanę, dewleta tirk mecbűrî hevalbendiyeke bi partiyęn Baßűr re kir. Dewlet, ji bo ku wan li dijî PKK'ę bi kar bîne, pasaportęn sor, mafę vekirina nűnertiyę dane wan; ędî wan wekî serokę kurdęn Baßűr bi nav dike. Lę bi biryareke Wezîrę Karę Hundirîn ę Tirkiyeyę diyar bű ku rayedaręn tirk ji vę kirina xwe poßman bűne, ędî naxwazin navę kurd ű Kurdistanę li tu cihî bę bilęvkirin. Ev biryar bi ßanenavę Erbil Tußalp di Milliyeta 20'ę gulanę de wekî sernűçe hate weßandin. Di vę biryarę de tißtę balę dikißîne, ne tenę ji bo kurdęn Bakur ű ręxistinęn bakurî, her wiha ji bo kurdęn Baßűr ű ręxistinęn wan jî hinek biryar hatine girtin; digel peyvęn wekî gerîla, serhildan, serhildana kurdan, tękoßîna neteweyî ya kurdan, kurd, tirkęn bi eslę xwe kurd, nîjada kurd, agirbest, banga aßtiyę, Kurdistana Bakur, Botan, Amed, Dęrsim, Serhed, Apo, milîs, ala kurdan, mebűsę kurd ű ERNK, ARGK, PKK, KUK, KAWA, peyvęn mîna pęßmerge, Kurdistana Baßűr, dewleta kurd, lîderęn kurd jî hatine qedexekirin. Hemű çalakiyęn tękildarî kurdan, wekî teror ű terorîstî hatine binavkirin. Di nava biryarę de xala herî balkęß a li ser serokęn ręxistinęn Baßűr hatiye girtin e. Ev biryar bi awayekî baß nîßan dide ku Dewleta Tirk bi çi çavî li gelę kurd ű ręxistinęn wan dinęre. Aliyekî din ę ku divę her kurdę binaműs li ser bifikire ev e; ji bo dagirkeran kurdę baß ű yę nebaß ne girîng e, hemű kurd wekî hev in. Divę ev biryar pozę hemű kurdan bißewitîne. Nemaze jî divę pozę wan kesęn ku wekî serokeßîr hatine binavkirin, bißewite. Tę dîtin ku dewleta tirk li ser ßopa kalikęn xwe ye, heta, ji wan jî derbas bűye; dixwaze li ßűna gavekę du gavan bi paß de bavęje. Her çiqas tißtekî bi vî rengî ne gengaz be jî, rayedaręn tirk çavęn xwe digirin ű xwe lę diqelibînin ű heta ku tę de bixeniqin jî dę lę bixebitin ku çemę jiyanę ber bi paß bizivirînin. Di van rojęn ku rayedaręn tirk amadekariya vegerîna rojęn berę dikin de, gelę kurd gaveke dîrokî avęt ű Kongreya xwe ya neteweyî li biyanistanę ragihand. Em bawer in dę ev gav, xewna Ehmedę Xanî ya bi sedsalan berî niha pęk bîne. Em vę bîr ű baweriyę vę gava dîrokî silav dikin. 

[AW74D3] 
Bi xatirę we 
Tę bîra min di sala 1972'yan de ji bo perwerdehiya dibistaneke bilind ez hatibűm Stenbolę. Pęwîst bű ku ez karekî jî bikim. Karekî ji bo pęwîstiyęn aborî. Ez li xebatekę digeriyam ku bixwînim ű bixebitim. Gelek mirovęn mezin ęn bűrokrat jî bi nameyan harîkariya min dikir. Yanî name dabűn min ku ez xebatekę ji xwe re peyda bikim. Li gorî nameyekę ez çűme cem xudanę ßîrketeke gelek mezin. Ji min re çayek xwest ű nameya min a tawsiye (ji bo torpîl) xwend. Pirsa min kir: "Baß e lawę min, tu dixwazî çi xebatę bikî? Çi ßol, xebat ji destę te tę?" Min ję re got: "Ezbenî çi xebat hebe ez dikim." Kabira hingî li nav çavęn min nęrî ű kenî: "Xorto ew kesę ku bibęje ez hemű xebatan dikim, rastiya wę tu xebatan nikare bibe sęrî." Mîna guhark, ew gotina kabira kete guhę min, lę dîsa min ji xwe re tu pîße negirt. Ji ber ku bi piranî jî em kurdęn Ewrűpayę ji kęmasiya mirovęn pispor leßker in, siyasetvan in, xwendekar in, karker in, karmend in, nivîskar in, gundî ne, bajarî ne, ilimdar in, welatparęz in, eßîr in, modern in, lipaßmayî ne, pęßveçűyî ne ű hwd. Kurtiya wę ez ji xwe re dibęjim, dema mirov her tißt be, ne tißtek ne. Xwendevanęn hęja ű biręz ez jî ne nivîskar bűm. Lę bi kurdî gotineke mezinan heye: "Cihę ku lę peza spî nebe, dibęjine bizinan Evdirehman Çelebî." Salek ű mehek e ku ez li rojnameya me Azadiya Welat dinivîsim. Dema pęßniyara nivîsînę ji min re hatî, ez pir kęfxweß bűm. Lę min dizanî ku barekî giran e. Ez ne nivîskar bűm. Bi tirkî hatibűm perwerdekirin ű bi piranî min bi tirkî dixwend ű car caran jî dinivîsî. Bi kurdî axaftin ű nivîsîn ne wekî hev in. Zehmetiya kurdî ji bęsazbűna me tę. Zimanę her saziyeke me cuda ye. Di nava saziyan de jî her berpirsek xwediyę uslűbeke cuda ye. Ji van sedeman hevalęn berpirs ű xebatkaręn Azadiya Welat pir qehra min kęßan. Her dem bi milpanî guhęn xwe dane gazinęn min. Xwendevanan ji min dipirsî, digot 'ew nivîs rengę devoka te nadin'. Min jî henek dikirin. Min digot: "Rast e, hevalęn me dinivîsin, navę min li binę nivîsę didin'. Henek bűn tabî. Qehir, ęrîß ű belayęn dewleta dagirker tęra xebatkaręn Azadiya Welat nedikir, ez jî bűbűm bar ű pißtî li ser milęn wan. Dîsa jî milpanî ű fedakariyeke gelek mezin hevalęn me kęßa. Ev nivîsa min a çil ű diduyan e ű dawî ye. Ji ber sedemęn tenduristî ű perwerdehiyę ez xatirę xwe ji we dixwazim. Di salekę de dewlet serę Azadiya Welat, ez gelek kęm jî be hînî kurdî nivîsînę bűm. Hindî ji destę min hatî, min ramanęn xwe li ser hinek bűyeran ű rewßan eßkere kir. Min dixwest ez bi devoka xwe binivîsim. Lę berpirsęn rojnameyę jî heq bűn. Dawiyę jî eziyeteke mezin ji bo wan çędibű. Ez baß dizanim ku zehmetî ji bo we xwendevanan jî çędibű. Bi piranî mijaręn min li ser welatparęziyę bűn. Kurd di astengiyęn mezin re derbas dibin. Rewßa Kurdistanę rewßeke giran e. Kußtin, koçberî, xwîn ű talan bűye rewßeke xwezayî. Tękoßîna gelę kurd bi destę kurdan ű dijminan tę fetisandin. Mijareke gelek dijwar e. Dîsa jî gelę kurd digel hemű kęmasiyan di nava fedakariyeke mezin de ye. Xwendevanęn hęja mirov ű kesayetî di nava gelan de tęn ű diçin. Mezin dibin ű dimirin. Hind bi wicűda xwe, hind jî bi ramanęn xwe. Lę ez bawer dikim ku yę nemir ű neßikę, gelę kurd e. Ez li ser van bîr ű baweriyan xatirę xwe ji we ű xebatkaręn rojnameyę dixwazim. Dibe ku nivîsęn min di Azadiya Welat de dernekevin, lę gelę min her dem di dilę min de ye. Azadiya Welat jî bi hemű rengęn xwe ű bi riya Înternetę di mala min de ye. Ji bo kęmasiyan lęborîn, ji bo gelę xwe serkeftin ű azadiyę dixwazim. Hűn her bijîn. 

[AW74D4] 
Ronahiya mala me; MED-TV 
Li ser rola MED-TV gelek hate xeberdan. Rola wę di gelek bernameyęn televîzyonę bi xwe de, hate guftűgokirin. Dîsa di rojname ű kovaran de ji aliyęn kesęn siyasetmedar, lękolîner, hunermend ű nivîskar ve, ji gelek awiran ve, gotar li ser dewra wę, ku di jiyana gelę Kurd de girtiye ű dileyize hatin nivîsandin. Li ser aliyę wę yę qewînkirina hestęn neteweyî, li hev nezîkirina hęzęn siyasî, xurtkirin ű birina ber bi standardîzekirinę ve ya zimęn, hißyarkirina komelanęn xelkę, naskirina adet ű çanda gelęn jęrdest ű bi taybetî jî, yęn cîran ű li ser pirsgirękęn me yęn neteweyî belavkirina agahdariyęn rast ku ji çavkaniyęn gelę me bi xwedî dibin. Rola ku MED-TV dilîst, bi raya min, ji van jî hîn bętir bű. Belę ev hemű jî di nava xwe de dihewand lę sînoręn fędeya televîzyonę, ji bo gelekî wekî yę me, hîn firehtir e ű divę wisa be jî. Televîzyonę di van çend salęn xwe de xewn ű xeyala talankirî ya gelę me berhev kir, li qalib xist ű pęßkęßî gelę me kir. Berhemęn me yęn klasîk ku hema bęje li ber windabűn ű mirinę bűn, diyarî gelę me kir. Televîzyon, bű pirek di navbera his ű hißę me yę dîrokî ű yę îro de. Ew bi hev ve girędan. Em bi dîrokę ve girędan. Me destkeftiyęn bav ű kalęn xwe bi riya vę pirę dîtîn. Me pelęn dîroka çanda xwe vekirin ű me hißę xwe da ber. Em di nava van pelan de li tißtęn ku aîdę me bűn, geriyan. Televîzyona Med hißę me hinekî anî serę me, ji me re bű çav, guh ű hesasiyeteke gelekî mezin di meselaya neteweyî de, ji me re çękir. Ji zarokan re, bű mamoste, bű dibistan, bű pirtűk, bű ziman, bű ronahî, bű hęviya pęßerojeke azad ű bű kalę çîrokbęj ű ew li nava męrg ű deßtęn Kurdistanę gerandin. Ew li hespęn avî siwar kirin, ew bi Mîrza Miheme re kirin heval, serpęhatiya roviyę poçîqot ji wan re got. Bernameya zarokan, ku navę wę Nűbihar bű, bi rastî jî ji bo zarokęn Kurdistanę bű bihar. Bi xęra vę bernameya dewlemend zarokęn Kurdistanę Rindo ű Sîdar nas kirin. Bi henekęn wan keniyan, bi stranęn wan dilxweß bűn, li ßîretęn wan hishisîn. Cara yekemîn zarokęn kurdan dest pę kir, nameyęn bi kurdî nivîsîn ű li kęleka çend hevokęn silav ű daxwaziyęn xwe, węneyęn çiyayęn Kurdistanę jî, neqißandin. Helbest li ser MED-TV, Hevalan, ßehîdan ű welat nivîsîn da ku di ekranęn wę de werin xwendin. Dîsa dublaj. Bi dehan fîlm, belgefîlm ű fîlmęn zarokan hatin dublajkirin... Dema ku ez van hevokan dinivîsim Kongreya Neteweyî di civîna xwe ya pęßîn de ye ű ez ji ber nebűna MED-TV'yę nikarim li vę bűyera pîroz temaße bikim! Kurt ű kin MED-TV'yę, kurd bi jiyanę ve girędan. Tama xweßiya jiyana bi kurdî da me kurdan. Sebeb ev bű ku dijmin dev ji hemű karęn xwe berdabű ű ketibű pey girtina vę aleta bi qedr ű qîmet. Me heműyan jî dît; ji aliyekî ve bi riya dewletan ű ji aliyekî ve bi riya sinyalęn xwe yęn terorîst, bîst ű çar saetan bi dű televîzyona me de bű. Dawiya dawî jî bi hevkariya NATO xwe gihand meqsedę xwe. Lę di devera ku MED-TV lę hate będengkirin de, îro kanaleke din bi kurdî distrę. Ev jî tękoßîna gelę me ispat dike. Berxwedanekę ispat dike. Divę em dest keftinęn xwe yęn neteweyî wisa asan bi dest dijminan ve bernedin. Ű divę em ji bîra nekin ku hîna em di nav çavę alemę de ne, ji ber vę jî, divę em ji aliyę xwe kęmasiyan nexinę. 

[AW75A1] 
Ji Öcalan bo ßoreßa demokrasiyę ya sedsala 21'an gaveke dîrokî: Manîfestoya Yekîtiyę 
Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan di paręzname xwe ya devkî ű niviskî de, bo sedsala 21'an manîfestoyeke aßtiyę pęßkęßî dadgehę kir. Öcalan, di paręznameya niviskî de diyar dike ku, ger Tirkiye firsendekę bide aßtiyę, dę ji bo demokrasiya sedsala 21'an ßoreßek pęk were. Her wiha Öcalan diyar kir ku, ew doza veqetînę nake, ew di komareke demokratîk de yekîtiyeke demokratîk ű biratiya gelan dixwaze. Öcalan got, "Divę ji bo aßtî ű çareseriyę ez bijîm." Ev daxuyaniyęn Öcalan, hem ji aliyę çapemeniya tirk hem jî ji aliyę çapemeniya navneteweyî ve bo raya gißtî ya cîhanę çewt hate ragihandin. Hate îdiakirin ku Öcalan xwe spartiye dewletę, ji ber ku poßman bűye ji malbatęn ßehîdan lęborîna xwe xwestiye. Her wiha ew ji mirinę tirsiyaye ű ketiye pey rizgarkirina canę xwe. Öcalan der barę vę yekę de di roja duyemîn a dadgehę de, da zanîn ku wî lęborîn ji dil ű can xwestiye ű ew neketiye taya canę xwe. Li gorî agahiyan Öcalan, di dadgehę de berę xwe daye rojnamegeran ű gotiye: "Çima hűn naxwazin min fęm bikin, ez ne li pey qehremaniyeke erzan im." Li aliyę din di roja sęyemîn a dadgehę de Serokatiya Konseya PKK'ę bi daxuyanike çapemeniyę ragihand ku, ewę bi her awayî pißtgiriya pęßniyazęn aßtiyane ű demokratîk ęn serokę xwe Öcalan bike. Di daxuyaniyę de wisa tę gotin: "Tevî rexneyęn kesęn ku ji ber nebűna karîna xwe ya siyasî tu gavan neavęjin ű îmkanęn mezin bi kar neynin, daxuyaniyęn Serokę me biliyan, berfireh ű hűrbîn in." Her wiha Konseyę bal kißandiye ser lęborîna Öcalan a ji malbatęn leßkeręn tirk ű gotiye, " Xwestina lęborînę nîßana mezinahiyę ye. Gelę me bęhtir ęß ű azar kißand. Qet nebe goręn xortęn tirkan diyar in, lę goreke me ya diyar nîn e. Divę raya gißtî ya Tirkiyeyę vę yekę bizanibe ű li gorî vę yekę hinekî ręzgir ű hurmetkar be." 
Hîsteriya tirkan xwe di dadgehę jî nîßan da 
Digel hemű rębazęn ne dadyane, dewletę dil heye dozę bi awayę herî hęsan ű di zűtirîn demę de biqedîne. Wekî din dewlet dixwaze bi malbatęn leßkeran, bi taybetî yęn ku xwe wekî kurd bi nav dikin, tesîrę li derűniya Öcalan bike. Bi baweriya hinek derűdoręn hiqűqnas Öcalan li hemberî vę hîsteriya ku ketiye heta nav dadgehę, wę nikaribe xwe bi awayekî dadyane biparęze. Wekî diyar e, berî dadgehę, pęßîn Serokomarę Tirkiyeyę Süleyman Demirel, peyre jî serokę dadgehę M. Turgut Okyay dabű zanîn ku, wę dadgeh gelekî dadyane be. Lę dema mirov li rewßa dadgehę ű alęn ku bi malbatęn ßehîdan re ne dinihęre, ev daxuyanî berav dibin. Di vî warî de Öcalan jî di destpęka dadgehę de, pißtî ku îfadeya wî hate hilanîn, berevaniyeke kurt a bi devkî kir. Öcalan, di vę xweparastinę de diyar kir ku, ew dewletęn wekî Yewnanînstan, kęm be jî Îtalya ű Rűsyayę, ji ber ku pęwîstiya qanűnęn navneteweyî bi cih neanîne, protesto dike. Öcalan da zanîn ku, ji ber vę sedemę ew xweparastin ű darizandinę pęwîst ű bikęr nabîne. Serokę PKK'ę, di xweparastina duyemîn de jî daxuyand ku Kęßeya Kurd wî neafirandiye, wî ew li Enqereyę li ber xwe dîtiye. Serokę Gißtî yę PKK'ę di xweparastina xwe ya bi sernavę "Di Pęvajoya Çareseriya Demokratîk de Qonaxek" de ji bo çareseriya Kęßeya Kurd xal bi xal pęßniyar ű analîzan dike. 
Çareseriya Kęßeya Kurd ne veqetîn, yekîtiya demokratîk e 
Divę beßę de Öcalan dide zanîn ku, her çiqas ręberî ji aliyę tirkan ve hatibe kirin jî, kurdan ev yek bi biratî ßopandiye. Li gorî Öcalan, dema dewletek bixwaze serbixwe tevbigere, divę xwedî aborî, ziman ű yekîtiyeke civakî be. Digel vę Öcalan diyar dike ku pędivî bi parastinę jî heye. Bi baweriya Öcalan, ger ji derve pißtgiriyeke heralî jî bę dayîn, pęknehatina otonomiyeke kurd li baßűrę Kurdistanę, hinekî jî ji ber problemęn navxweyî ye. Her wiha Öcalan li pey van agahiyan radigihîne ku, di vę wateyę de ji bo kurdan dewlete serbixwe, ji gotineke ideolojîk wir de naçe. Ew dibęje, bi awayekî îdeolojîk di bernameya PKK'ę de jî behsa vę yekę tę kirin; pratîk ű dîrok, pęwîstiya yekîtiyę didin pęß me. Öcalan di xweparastinę de qala problema herî girîng jî dike ű vę pirsę dike: "Lę yekitiyeke çawa?" Di beßa duyemîn de jî Öcalan qala feodalîzmę ű pergala eßîrtî ya li baßűrę Kurdistanę dike. Li gorî Öcalan di otonomiya Baßűr de taybetiyeke neteweyî nîn e, otonomiyęn bi wî awayî bîrdoza xanedanę ű berjewendiyęn eßîrî di ser her tißtî re dibînin. Öcalan nirxandina xwe wiha didomîne: "Lewre di roja îroyîn de, otonomî ű nîqaßęn ku hîn nű li ser federasyonę, ku bi esasęn otonomiyę ve girędayîne tęne kirin, ji ber ku wę bi civaka paßketî ve girędayî bimîne, fersendę nade pęßketina nirxęn demokratîk." Bi dîtina Öcalan bi pratîka kurdęn Baßűr ev yek baßebaß diyar bűye. Bo kurdęn Bakur jî Öcalan wiha dibęje: "Bo kurdęn Tirkiyeyę cudatiyęn girîngtir tęne dîtin. Cudatiya zaravayan, rewßa heręmęn ku kurd-tirk di nav hev de ne, bi qasî hejmara kurdęn Bakur li rojava jî kurd hene, bękęriya bingeha madî ya teza otonomiyę nîßan dide. Federasyon ji bo bi milyonan kurdęn ku li Stenbol, Edene ű Îzmîrę nagunce. Li gelek cihęn dinyayę di ßűna çareseriyęn heręmî de, bi tęgînęn ziman ű çand çareseriyęn demokratîk baßtir çűne serî." Divę beßę de jî Öcalan li ser çareseriya demokratîk radiweste. Öcalan bi kurtasî wiha dibęje:" Nęzîktedayina ku li dinyayę rę li ber çareseriyan ű pęßketinan vekir, li Tirkieyę nehate nîqaßkirin. Ger ku ji bo çareseriya Kęßeya Kurd pîvanęn demokratîk bihata bikaranîn, wę çareseriyęn nęzî îdealę pęk bihatina. Atatürk di daxuyaniya xwe ya Izmîrę de pęwîstiya bikaranîna vę çareseriyę tîne zimęn. Swîsre cografyayeke di nav hev de ye. Pißtî ßeręn mezin, ziman, çand ű olan çareseriyeke demokratîk a hevpar peyda kiriye ű niha jî ew li Ewrűpayę xwediyę demokrasiya herî mezin in. Ger bixwazin, wę hemű beß bi ziman, ol ű ernîgariya xwe ya çandî dikarin tevî welatę xwe yę resen yanî wekî Almanya, Fransa ű tevî îtalyayę bibin. Lę ew jî dizanin ku dę bi wę yekę kesayetî ű dewlemendiya wan ji destę wan biçe. Li gelek welatęn ku cudatiya nîjadî tę kirin jî, em rastî van mînakan tęn. Wekî Belçîka, Kanada, Komara Afrîkaya Baßűr, Zelandaya Nű ű Amerîka jî dizane ku, hevpariya çand, ziman ű olan, ji bingeha dewleta demokratîk a bihęz pęk tę. Nęzîktedayinęn beravajî vę yekę, dę rę li ber ßer vekin, wekî ku li Kosovayę tę dîtin." 

[AW75A2] 
Prof. Dr. Dođu Ergil Doza Sedsalę ű helwesta Tirkiyeyę nirxand: Öcalan rębazeke baß bi kar tîne 
Me hevpevyîn berî ku Doza Öcalan dest pę bike, ligel Dođu Ergil pęk anî. Pißtî ku dozę dest pę kir, me dîtinęn wî yęn li ser dozę ű helwesta Abdullan Öcalan wergirtin: 
Min berę jî diyar kiribű, Öcalan ji ber ku baß pę dizane wę ji aliyę hiqűqî ve cezayę herî giran lę were birîn, dixwaze dirűveke siyasî li dozę bike. Wî got "min heya îro wekî ßervanekî tękoßîna xwe da, lę ji îro ßűn de jî ez dixwazim pęßengiya aßtiyę bikin. Ev fersendek e, bi kar bînin." Ger hűn rastiyę bixwazin, ev taqtîkeke baß e. Doza Öcalan ji warę hiqűqî kete warę siyasî. Öcalan dixwaze di dîrokę de navę wî wekî avakarę aßtiyę bę hildan. Lę ne dewlet, ne partiyęn siyasî, ne mehkeme ű ne jî gel ji bo vę yekę ne amade ye. 
Lę li aliyę din, ji xeynî van yekan, gelo wę Kęßeya Kurd bę çareserkirin an na? Bi dîtina min, ne dewlet, ne edaleta dewletę ű ne jî gelę tirk ji bo çareseriyę ne dilxwaz ű amade ye. Ev yek, ne girędayî Öcalan. Lewre tißtę ku ez herî zęde girîng dibînim ev e. Ev ne meseleya Öcalan e, meseleya kurdan e. Yanî dewlet ji bo çareserkirina meseleyę ne dilxwaz ű amade ye. Dewlet doza axę dike. Ev gundîtî ye ű nęzîktędayineke prîmîtîv (ilkel) e. Lewre dewlet doza pißtgiriya mirovan dikin, ne doza axę. 
Wekî din talűke ű xetereyeke mezin li hęviya me ye. Wekî tę zanîn dewletę got "Me serterorîst girt. Em dę koka wan biqelînin, lewma nema dikarin ßer bikin." Lę pißtî ku Öcalan hate îdamkirin an jî mehkűmkirin, wę gel bibîne ku mesele çareser nebűye, ßer didome ű leßker dimirin. Ji ber vę çendę gelę tirk, bi taybetî malbatęn ßehîdan, wę bi awayekî gelekî xedar hęvîßkestî ű xeyalßkestî bibin. 
Jixwe pißtî min ev yek got, deriyę hemű televîzyon ű rojnameyan ji min re girtin. Wekî diyar e, tevî ku ez li ser vę meseleyę gelekî ßareza ű zana me, gazî min nakin, diçin gazî kesę bękęr ű beredayî dikin. Min got, mesele ędî bes bi PKK'ę ve ne girędayî ye, bűye meseleyeke navneteweyî. 
Prof. Dođu Ergil, cara yekemîn bi rapora ku li ser navę TOBB (Yekîtiya Ode ű Borsayęn Tirkiyeyę) amade kiribű, "Rapora Rojhilatę" kete rojeva raya gißtî. Peyre bi pęßengiya wî, hin derdoręn tirk ű kurd bi navę TOSAV (Weqfa Lękolîna Kęßeyęn Civakî) weqfek ava kir. Weqfę berî niha bi çendekę, ji bo çareseriya Kęßeya Kurd bi navę "Belgenameya Hevpar a Lihevhatinę: "Ji bo Demokratîkbűna Tirkiyeyę ű Çareseriya Kęßeya Kurd Pęßniyareke Pergaleke Nű ya Destűrnameyî" (Ortak Anlayýß Belgesi 'Türkiye'nin Demokratikleßmesi ve Kürt Sorunun Çözümü Ýçin Yeni Bir Anayasal Düzen Teklifi). DGM ji bo vę xebatę biryara berhevkirinę da ű li dijî wę, doz vekir. Me li ser vę belgenameyę, helwesta rayedaręn Tirkiye ű Doza Sedsalę bi Dođu Ergil re hevpeyvînek pęk anî. Her çend Ergil xwe wekî aliyę "qasîd ű objektîf" dide xuyakirin jî, lę ßęwaz ű nirxandinęn wî vę yekę destnîßan nakin. Bo niműne; ew navę Öcalan hilnade ű dibęje "ev zilam, vî zilamî". Her wiha dibęje "Kesęn ku ji bo aßtiyę bixebitin, divę ne PKK'yî bin, divę kesęn ku kurd hurmet ű ręzę ję re digirin, bin." Em bawer in Ergil bi çavę serę xwe dît, pißtî girtina Öcalan gelę kurd çawa li çar aliyęn cîhanę rabű ser piyan. Dîsa, her çend heya niha tu malbatęn gerîlayan doza ßer nekiribin jî, ew dibęje "Malbatęn li her aliyan doza tolhildanę dikin." Tißtę herî girîng, ji bo dewletę bikaranîna ßîdetę maf ű rewa dibîne, li aliyę din dibęje "Divę PKK gavęn berbiçav biavęje." Agirbestęn ku heta îro hatine îlankirin, ma ne gavęn berbiçav in? 
Hűn dikarin serpęhatiya vę xebatę bi kurtî vebęjin? 
Ji bo ku em çareseriyeke bę ßîdet peyda bikin, me ev xebat pęk anî. Bi beßdariya hemű biręn (kesim) civakę, me civînek li Ewrűpayę ű du jî li Tirkiyeyę li dar xistin. Dawiya dawî, pißtî xebata sę salan ev belgename derkete holę. Me di vę belgeyę de, ręgezęn (prensîp) ku kurd ű tirk dikarin li ser li hev bikin, dane xuyakirin. 
Digel ku hűn doza aßtiyę dikin, ji bo belgenameya we biryara berhevkirinę hate ragihandin; hem jî pißtî daxuyaniyęn Serokę Dadgeha Qanűna Bingehîn Ahmet Sezer. Gelo raya gißtî, ji bo pejirandina vę belgenameyę çiqas amade ye? 
Ev yek, girędayî ßęwaz ű awayę doza demokrasiyę ye. Ger ez bibęjim, tißtę girîng mafęn demokratîk ű mirovane ne, lę yę li hember bibęje "Na. Ez doza mafęn kurdan dikim." Na, birayę min! Ędî bi navę mafęn kurdan tißtek nemaye. Ger di warę mafęn mirovan de serastiyek peyda bibe, dę kurd, çerkez, laz ű arnawűt jî tę de cihę xwe bigirin. Lę tu bibęjî "Na. Me gelekî dijwarî ű zehmetî dît, lewma divę aliyę kurdan hebe." Niha, doza demokrasî ű aßtiyę tę kirin, li hęla din tękoßîna çekdarî li dar e. Lewra hin hincet ű sedemęn vę yekę hene. Dewlet xwedan wę maf ű rewayetiyę (meßrűtiyet) ye ku her tim ßîdetę bi kar bîne. Aliyę din jî dide ser dijwariyę (ßîdetę). Dewlet, wę her tim vę yekę wekî hincet ű sedem bide pęß, wę bibęje "Li hemberî min komeke çekdarî heye." 
Puxteya gotinę; di demokrasiyę de, yęn ku doza mafęn xwe dikin, gelo çiqas li mafęn kesęn din ręz ű hurmetę digirin? Ev tißtekî gelekî girîng e. Lę em di vî warî de durű ű nejidil in. 
Baß e. Civak çendî bo çareseriya demokratîk amade ye? 
Ev bi salan e ez bi hemwelatiyę vî welatî re, çi kurd ű tirk, didim ű distînim. Bo niműne; ęn ku zarokęn xwe ji dest dane, berę xwe nadin lihevkirin ű aßtiyę. Ka de were, tu yę çi bikî! Her du jî doza tolhildanę dikin. Bi doza tolhildanę, demokrasî ű aramî peyda nabe. 
Ma ev rewß naguhere? 
Dę biguhere. Lę wisa lę tę ku temenę min tęra vę yekę nake! Bęguman dę biguhere. 
Wekî hűn jî pę dizanîn, Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan li Romayę pakęta çareseriyę pęßkęß kiribű, naveroka belgenameya we jî ev pakęt anî bîra me? 
Di sala 1996'an de me dest bi vę xebatę kir. Di dawiya vę salę de jî piraniya xebatę çűbű serî. Peyre di navbera sala 1997-1998'an de jî civîn ű gotűbęj hatin lidarxistin. Di vę pęvajoyę de hin tißtęn nű lę hatin kirin ű cardin hate sazkirin. Me ev belgename ji bo gelek derdoręn tękildar ßand. Lę PKK bi vę yekę ne kęfxweß e ű dibęje "Nűnerę kurdan ez im." 
Pißtî ku Öcalan hate girtin çapemeniya Tirkiyeyę got: "Koka PKK'ę qeliya!" Hűn vę yekę çawa dinirxînin? 
Çapemeniya tirk, tißtęn ku ję re tęne gotin dinivîse, lewre divę mirov guh nede çapemeniya tirk. Binęrin! Ez ji hemű rojname ű televizyonan hatim vederkirin. Bi fermanan ev dek ű dolab birin serî. Niha jî, bi doz ű dadgehę min çavtirsandî dikin. Lę divę ev jî bę zanîn; ev belgename li ber destęn hemű hikűmetan heye. Lewre gava Tirkiye bibęje "Ji bo ku em bibin welatekî rojavayî ű ewrűpî, em her tißtî dikin," em jî dę bibęjin "Ha ji te re belgename!" Ji ber ku ev belge li ber destę Parlementoya Ewrűpayę ű hikűmeta Amerîka jî heye, wę bibęjin "Ev belge îradeya gelę te ya hevpar tîne zimęn." 
Gelo we ev belgename gihand berpirsiyaręn PKK'ę jî? 
Ev hinekî girędayî Öcalan e. Öcalan ji ręxistinę re negot "Çekan deynin." Ew, li gorî rewßę tevdigere. Wî, ev mesaj da: "Heta niha ez ręveberę ßer bűm, niha jî ręveberę doza aßtiyę me." 
Baß e. Wę helwesta Tirkiyeyę çawa be? 
Qebűl nake, lewre ev yek wę Öcalan bike aliyę aßtiyę. Ji ber ku dewlet vę yekę qebűl nake, wę PKK heta ku bikaribe tękoßîna çekdarî bimeßîne; bęhtir xwîn, hęstir... Ev yek ji bo kurdan jî bęhtir ęß ű jan e. 
Ger ev xebat ű belgename riya lihevrűnißtînę veke, dę encameke çawa derkeve holę? 
Wę gelekî bi xęr be! Ma me ev xebat ji bo çi pęk anî? Ji bo ku em hesta lęqewimîn (mađdur) ű vederbűnę (dýßlanma) a kurdan ji holę rakin. Her wiha ji bo ku em hęvî ű daxwazęn kurdan hîn bibin, peyre bidin ber hęvî ű daxwazęn tirkan, me ev xebat kir. Me pîrikatiya (ebelik) vî karî kir. Ger xalęn vę xebatę bęne pękanîn, wę aramî ű hęmineyeke mezin pęk were. Lę ßertęn vę yekę hene. Divę PKK bi awayekî zelal bibęje "Ez van ßertan qebűl dikim ű li ser vę bingehę ji bo çareseriyę amade me." Ger PKK wisa bike, wę li Tirkiye ű li cîhanę jî hikűmet, kes ű saziyęn demokratîk pißtgiriya xwe diyar bikin. Di vî warî de ez helwest ű nęrînęn gelekî eręnî ű pozîtîf distînim. Wekî min got, ev belgename li her derę cîhanę hate belavkirin. Gelek kesęn rojavayî gotin min "Ev xabeteke gelekî baß e, lewre ne ßoreßger e muhafazakar e. Her wiha ev proje li pîvan ű daxwazęn rojavayę jî tę." Heke tevgera kurd jî xwe bide ber vę yekę, ku hikűmeteke neteweperest jî desthilatdar be, wę guherînęn demokratîk pęk werin. 
Hűn jî di nav de, gelek kes li dijî tękoßîna çekdarî ye. Lę wekî we jî daye zanîn "hebűna kurdan, pißtî xwîn rijiya hate qebűlkirin." 
Mixabin wisa ye; em qebűl bikin an nekin jî hebűna kurdan bi vî awayî hate dîtin. Lę divę PKK ędî dest ji ßîdetę berde. Hęzęn ewlekariyę yęn tirk jî dixwazin PKK ßîdetę bi kar bîne, naxwazin PKK bibe tevgereke siyasî. Lewre artęß xwedan wę hęzę ye ku, bęhtir bide ser ßîdętę. Her wiha artęß bi vî awayî zędetir pißtgiriya civakę digire. Encama hilbijartinan xuya ye. Ecevît jixwe neteweperest e. Ev tę çi wateyę? Ne PKK, divę gelę kurd wekî muhatap bę dîtin. 
Jixwe PKK'ę ev yek anî ser zimęn ű got "Bęyî me jî Tirkiye dikare bi gelę kurd re meseleyę çareser bike." 
Rast e, ev yek anî ser zimęn. Lę kirin ű gotin li hev nakin. 
Li aliyę din di belgeyę de tę xuyakirin ku "heke ßîdet bűye awayę diyarkirina protesto ű daxwazan, ku gelek kes vî awayî bikar bînin ű bi hezaran kes jî pißtgiriya vę yekę bikin, li holę diyardeyeke civakî heye." 
Rast e. Jixwe pißtî ku me bîra vę yekę bir, me ev xebat kir. Me tirkan hay ji hęvî ű daxwazęn kurdan nîn e. Lewre ew meseleyę fęm nakin. Ji bo ku em meseleyę fęm bikin, me ev xebat durist kir. 
Bi kurtayî bila PKK jî wekî tevgereke siyasî bę hesibandin. 
Belę. Belę, bi her awayî wisa ye. Dema min ev xebat pęk dianî, min ligel gelek kes ű saziyan tękilî danî. Bo niműne; bi navę William Jurî min gazî profosorekî amerîkî kir. Ev ßareza ű zanyarekî navdar e. Yanî em bę zehmet ű dijwarî nehatin vę qonaxę. 
Baß e. Li darę dinyayę gelek zana ű ßareza didin zanîn "Bęyî PKK'ę Kęßeya Kurd naçe serî." Bi dîtina we çareseriyeke bęyî PKK'ę çiqas di cih de ye? 
Dewlet tu caran nahęle ku Öcalan bibe avakarę aßtiyę. Heya niha wekî aliyę ßer gelekî sűde ję wergirt, peyre jî avęte hundir. Dewlet wę Öcalan bi dar ve bike, ku neke jî wę cezayę heta hetayę (muebet) lę bibire. 
Çębű. Amerîkayę dema Öcalan radestî Tirkiyeyę kir, gelo got "Ędî meseleyę çareser bike"? 
Ez jî di vę baweriyę de me. Amerîkayę karibű miriyę wî teslîm bikira, lę nekir. Bi kurtayî wiha got: "Ji bo çareseriya meseleyę ev fersendek e. Bi kar bîne." 
Gelo Tirkiye wę vę fersendę bi kar bîne? 
Ez jî baßebaß pę zanim. Me dil kir, em di vî warî de ßęwirmendî ű aqilmendiyę ji sîstemę re bikin. Sîstemę tiralî ű zexelî kir, lewre me xwarin xistę devę wę. Ji bo rizgarî ű lixwevegerîna sîstemę me ev xebat kir, lę ew ji ser a xwe nayę xwarę. Lewre divę tękoßîna çekdarî bi dawî bibe. 
Baß e, dewlet PKK'ę qebűl nake. Lę li aliyę din ręxistinęn ku xwe wekî alternatîfę PKK'ę pęßkęßî dewletę dikin jî, tęne girtin. Bo niműne; partiya ßerafettin Elçi. 
Lewma divę çareseriyeke tęvel (karma) bę peydakirin. Min di serî de jî ev yek pęßniyar kir. Kesęn aqilmend, ßareza ű bęhnfireh divę li hev bicivin ű bo meseleyę çareseriyekę peyda bikin. Her wiha divę aliyę tűj ű tundraw ęn herdu aliyan bęne kokirin (törpüleme). 
Li aliyę din diyar bű ku berpirsiyaręn artęßa tirk di sala 1997'an de bi PKK'ę re tękilî danîne ű doza gavęn aßtiyane kirine... 
Tißtęn bi vî rengî her tim diqewimin, lewre divę mirov zęde guh nedę. Heye ku dîplomat an jî leßkerek biçe, lę ev ji bo lękolandina rewß ű helwesta aliyę din e. Ev ne nîßaneya lihevkirin ű peymanę ye. Bi kurtayî ji bo palandina (yoklama) rewßę tißtęn bi vî rengî tęne kirin. 
Di vî warî de tę gotin ku dubendî ű nakokî di nava artęßa tirk de hene ű baskę aßtîperwer ę artęßę ev xebat daye destpękirin. 
Na. Ev kes bęyî hev ű tękilî tevnagerin. Bavę min leßker bű, ez pę zanim. Wekî her saziyę di nava artęßę de jî dîtinęn cihę ű cihęreng hene. Lę dîsa kes bęyî kesekî din nakeve nava tevgerę. Ger xebatek bę meßandin jî, wę pißtî biryara hevpar bę meßandin. Jixwe dawiya dawî gotina fermandaran diyarker e. 
Ez pę zanim, generalekî gotiye "ji bo ku me daye pey Ergil, em li rojhilatę bi ser ketin" li aliyę din yekî jî gotiye " ji bo ku em berevajî dîtinęn Ergil tevgeriyan, em li rojhilatę bi ser ketin." Pißtî ßerekî wisa, artęß nikare bi PKK'ę re rűnę. Ev ne mimkűn e. Bi tenę mirov dikare li ser çareseriya Kęßeya Kurd li hev rűnę. 
Li hęla din di van 14- 15 salan de, ji ber ßer, neteweperestiya tirkan gelekî xurt bű ű li dora 2.5 mîlyon kesî li rojhilatę (Kurdistan) ßer kir. Wekî din dema leßkeriyę bi tenę dijminatiya PKK'ę nayę kirin, her wiha bi awayekî, djminatiya gelę kurd jî tę kirin, lewre tu nikarî van kesan razî bikî. Gelekî zehmet ű dijwar e. Ji ber vę hindę, wekî min got, divę PKK bibęje "muhatap gel e." Wekî diyar e, Demirel carna dibęje "ęn li çiyę jî zarokęn me ne." Demirel bi vî awayî dixwaze reaksiyona gel bipîve. Wekî tę zanîn, Demirel ji bo ku mirovekî gundî ye, gelekî hűrbijar (ihtiyatlý) e. Berę jî got "em realîteya kurdan nas dikin", lę dît ku deng ji kesî nayę, wî jî dengę xwe nekir. 
We dil heye hűn bi Öcalan re biaxivin? 
Ma wę çawa çębe? Paręzeręn wî nikarin baßebaß bi wî re biaxivin. 

[AW75A3] 
Di çapemeniya Cîhanę de Doza Sedsalę: Ji bilî ßer tu rębaz nayę pejirandin 
Doza Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan, ku wekî Doza Sedsalę tę binavkirin, di 31'ę gulana 1999'an de li Girava Îmraliyę dest pę kir. Daxuyaniyęn Öcalan ű paręznameya wî di çapemeniya cîhanę gelekî deng veda. Daxwaza Öcalan a ji bo yekîtiyeke demokratîk, di navbera kurdan ű tirkan de, ji hęla gelek nűçegihanęn biyanî ve jî wekî nîßaneya tirsę ű hewla xwe rizgarkirinę hate nîßandayîn. Tevî ku Öcalan di roja duyemîn a darizandinę da zanîn ku wî hest ű ramanęn xwe li ser çareseriyę anîne zimęn jî ev dîtin neguherîn. Lę pißtî ku Konseya Serokatiyę ya PKK'ę pißtevaniya xwe ji bo Öcalan diyar kir, ew helwest hinekî guherî, lę dîsa jî heman ramanan di nava nűçe ű nirxandinan de cihę xwe parast. Li nik vę yekę gotinęn Öcalan ęn li ser karę tilyakę, kußtina kesęn sivîl ű tękiliyęn rayedaręn tirk ű dewletęn din re jî di nava nűçeyan cihekî berfireh girtiye. 
Ji çapemeniya cîhanę çend mînak: 
CNN: Serokę serhildęręn kurd Abdullah Öcalan ji hikűmeta tirk ßansek ji bo aßtiyę xwest ji bo dawî li ßerę kurdan ę 15 salan bîne. 
Öcalan got: "Heke rę were vekirin ez dikarim di nava 3 mehan de hemű mirovęn li çiyayan deynim xwarę. Lę heke ev yek neyęn pejirandin, dę di ßer de sedhezaran mirov bęne kußtin." 

New York Times: Öcalan dide ber dilę dewletę 
Ji Rojnameya New York Times Stephen Kinzer, ku yek ji wan kesan ku mafę ßopandina dozę bi dest xistiye, daye zanîn ku Öcalan bi helwesta xwe her kes ßaßwaz hißtiye. Li gorî Kinzer, Serokę PKK'ę Öcalan daye ber dilę tirkan ű bi taybetî daxwaza xwe ya ji bo alîkariya bi dewletę re aniye zimęn. Bi vę yekę jî, wî xwestiye ji derűniya tirkan ku dewletę di ser her tißtî re digire sűdę wergire. Li gorî Kinzer, Öcalan dixwaze bi vî awayî general ű siyasetmedaręn dewleta tirk mecbűrî helwest girtinę bike. Lewre biryara çareseriya ku Öcalan pęßniyaz dike, bidin ku ew jî beramberî mafęn çandî ű kutakirina ßerę çekdarî ye. 

Dengę Amerîkayę: Serhildęręn kurd pißtevaniya banga aßtiyę ya ji hęla serokę wan ve hate kirin, dikin. Lę daxwaza wî bi cih naynin. Li gorî ßîroveya Radyoya Dengę Amerîkayę PKK'ę pißtevaniya gotinęn Öcalan kiriye, lę digel vę yekę jî ji bo wan daye zanîn ku heta ji hęla dewletę ve hinek gavęn ji bo çareseriya Kęßeya Kurd neyęn avętin, ewę çekęn xwe bernedin. 

AFP: PKK pißtgiriya banga Öcalan a ji bo qedandina ßerę li dijî Tirkiyeyę kir. 
Di vę nűçeyę de AFP'ę bi berfirehî cih daye daxuyaniya Konseya Serokatiyę ya PKK'ę. Ajansę ji daxuyaniyę ev ręz dane: "Em dibęjin ßerę ku 15 salan didome bes e. Bi vę baweriyę em dibęjin, di domandina vî ßerî ji bo kesî fęde nîn e. Bi vę baweriyę em hęvî dikin ku bi pękhatiya çareseriya demokratîk riya aßtî ű biratiyę vebe. Partiya me bi hemű ßaxęn xwe bi yekîtî ű lihevkirineke xurt li pißt daxuyaniyęn serokę xwe ye. Em bangî hemű partî, gel ű dostęn xwe dikin ku ji bo pękanîna daxwazęn Serok Apo her tißtę pęwîst bikin." 
Di nűçeyę de serwextkirina PKK'ę ya di warę wekî nîßaneya qelsiyęn dîtina vę bangę jî, dîsa ji daxuyaniya navborî hatiye dayin: "Ewę nęzîkdayin xeletiya herî mezin e. Heke pęwîst bike em amade ne ű xwedî wę hęzę ne ku em ßer bidomînin." Di nűçeyę de reaksiyona Demirel a li hemberî dozę jî hatiye pęßkęßkirin. Demirel dîsa banga teslîmbűnę kiriye. Li nik vę yekę çalakiya gerîla ya xwefedayî ku roja 2'yę pűßperę li ßirnexę pęk hatiye jî, di nava nűçeyę de cihę xwe girtiye.

Washington Post: Serokę serhildęran çalakiyęn hikűmetę yęn veßarî yęn bo aßtiyę eßkere kirin. 
Ji rojnameya navborî di nűçeyeke xwe ya roja 2'ę pűßperę de Amberin Zaman gotinęn Öcalan ęn li ser tękiliyęn PKK ű rayedaręn dewletę derxistiye pęß. Di vę nűçeyę gotinęn Öcalan ęn li ser tękiliyęn bi Turgut Özal re, di sala 1995'an lihevrűnißtina rayedaręn PKK'ę ęn Ewrűpayę bi serhengekî (albay) tirk re ű du nameyęn Serokwezîrę berę Necmettin Erbakan cih girtiye. Di nűçeyęn gotinęn Öcalan ęn bi rengę "Ez her tim li dijî kußtina sivîlan derketim." jî cihę xwe girtiye. 

AFP jî di nűçeya xwe ya roja 2'yę pűßperę de giranî daye ser heman mijarę. Di nűçeyę hatiye gotin ku Öcalan berpirsiya ęrîßęn li dijî sivîlan xistiye komikęn li derveyî kontrolę. Li pey agahiyęn ku di nűçeyę cihę xwe girtiye, Öcalan bi van gotinan berpirsiya van çalakiyan nepejirandiye: "Li ser çalakiyęn li hemberî sivîlan, ku di navbera salęn 1987 ű 1996'an de pęk hatin, di nava PKK'ę de dubendiyek hebű. Min tu caran fermana ęrîßęn li hemberî hedefęn sivîl neda. Ęrîßęn bi vî rengî bi destę kesęn li derveyî kontrolę yęn di nava PKK'ę de pęk hatine." Her wiha Öcalan daye zanîn ku heke wî rę li ber negirta, dę çalakiyęn xerabtir jî pęk bihatana. 

Li gorî nűçeyeke Reutersę ya roja 2'yę pűßperę jî Öcalan bal kißandiye ser polîtîkayęn Îngilistanę yęn li ser Kęßeya Kurd. Li gorî nűçeyę Öcalan wiha gotiye: "Di destpęka salęn 1990'î de min li hemberî hęzęn ku dixwazin me bi kar bînin, tękoßîn da. Di vî warî de helwesta Îngilistanę tę zanîn. Ew niha ęrîßî min dike ű daxuyaniyęn li dijî min diweßîne. Ev dewlet dixwaze kurdan li gorî berjewendiyęn xwe bi kar bîne ű dixwaze kurd her tim ji bo Tirkiyeyę wekî kęßeyekę bimîne. Îngilistan li ser Kęßeya Kurd xwediyę polîtîkayeke dűvediręj e ű me 150 salî bi vę polîtîkayę re jiyana xwe domand. Ev dewlet hin mirovan li gorî berjewendiyęn xwe bi kar tîne ű paßę jî datîne aliyekî." 
Rojnameya Misirę Al Osboa jî hejmara xwe ya roja 31'ę mehę de daye zanîn ku destę Öcalan ę ku ji bo aßtiyę rabűye, dę li hewa bimîne. Di nűçeyę de li ser helwesta neyinî ya dewleta tirk jî hatiye rawestandin. Di vî warî de dîtinęn Dođu Ergil jî cih girtine. Ergil gotiye ew doz ji bo çareseriyę firsendek e. Lę dę dewlet vę derfetę bi kar neyine, lewre ew çareseriyę naxwaze. Di nűçeyę de li ser mafęn kurdęn ęn çandî ű qedexeya li ser zimęn jî hatiye rawestandin. Di dawiya nűçeyę de hatiye gotin ku ji bilî çareseriya leßkerî di rojęn pęß de tu çareserî nayę pejirandin. 

[AW75A4] 
Seroka Belediyeya Qoserę Cihan Sincar: Kesę di ber belediyeyę re boriye bűye karker! 
Biręz Sîncar, di hilbijartina dawîn de, tevî gelek pest ű kotekiyan ku rę ji mîtîngęn we bi xwe jî re girtî bű, bi taybetî li heręmę serkeftineke mezin hate bidestxistin. Hűn vę yekę çawa ßîrove dikin? 
Rast e! Tevî zor ű zehmetiyan, tevî ku nehathißtin em mîtîngan çębikin ű tevî ku gerîna erebeyęn me li taxan ű propagandaya bideng hatin astengkirin jî, serkeftineke wilo me bi dest xist. Bi tenę sę rojęn dawîn erebeyęn me li navçeyę geriyan. Lę wę gavę jî çawa ku mîtîng pęk hatibe, erebeyęn me dihatin pęßwazîkirin. Min bi xwe afîßęn xwe jî nedabűn çękirin, ez li taxekę jî negeriyam. Lę dîsa jî gelę me bi îradeyeke xurt em hilbijartin. Di vę derę de serkeftinek hebe, ev ne serkeftina min ű ya xebata min e. Ev serkeftina dehan salan e. Gelę me ędî ne wekî berę ye. Kî li mafę wî xwedî derdikeve, kî hay ję heye, baß dibîne ű dinase. 
Tißtę ku gel bixwaze, kes nikare ję re bibe asteng. Rojekę konvoya me berî ku bikeve nava navçeyę, hate sekinandin. Amirę polîsęn ji terorę berpirs, bi destę xwe afîß ű węneyęn serokę me Murat Bozlak ű hevalęn me yęn din çirandin ű avętin erdę. Wî digotin: "Ji sedî sed hűn belediyeyę bistînin jî em nahęlin ku hűn rűnin!". Me jî got: "Heger ji we were, texsîr nekin!" 
Ez bawer im di nava belediyeyęn ku HADEP'ę bidest xistiye de, radeya herî bilind Qoserę girt. Ango we % 69 dengęn li Qoserę stand. Gel bi vę yekę xwest mesajeke çawa bide? 
Ev tę wateya ku xelqę Kýzýltepe (Qoser)'yę ędî dibęje: "Ezę heqę xwe bi destę xwe bistînim!" Her wiha Qoseriyan raya xwe daye xwe. 
Çend roj berę ez li Amedę bűm. Serokę Belediyeya Suriçiyę Cezayir Serin diyar dikir ku berę kî hatiye belediyeyę ji bo kar, kesî ję re negotiye "Na!" Mirov dikare bibęje heman tißt li Qoserę jî pęk hatine? 
Eynî ji bo vę derę jî wisa bű. Ji nexweßan bigire heta mele ű îxtiyaran; kesęn ku riya wan di ber belediyeyę re jî derbas nebűye, ketine kar. Sosret ű ecęb e; bi tenę di beßa fenę de 600 kes çawa ku dixebite dihate dîtin, lę kes ji wan nedihate kar ű serę mehę jî wan hatiye meaßę xwe standiye. Karkeręn me yęn fermî, bi tenę 243 kes in; ęn din hemî bi qaçaxî dixebitîn. Waye nivîsa walî ji me re hatiye, dibęje: "Divę tu wan kesan ji kar bavęjî, heger tu navęjî wę gavę Wezareta Karę Hundirîn dikare derheqę te de dozę veke ű te ji kar bavęje!" 
Serokbelediyeyę berę, ew kes ji kar neavętin lę em HADEP in. Heger em ji bo gelę xwe bixebitin, pęwîst e ku em li gorî zagonan tevbigerin. Ez bawer im di tißtęn wilo de çavęn xwe ji me re nagirin. 
Deynę me jî nęzîkî ßeß trîlyonî ye. Bi tenę deynę karkeran 1,5 trîlyon e. Pereyęn ku ji bo me, ji "Ýller Bankasý"yę tę, ji ber deynęn me, tęn birîn. Vę mehę ji me re 60 milyar pereyęn tirk ßand. Dibe ku vę alikariyę ji binî ve bibirin. Pęnc milyar hatina nav bajęr, ji me re hatiye. Lę hatina bajęr ne ev tenę ye. Bi salan e ku belediye wekî malę çend malbat ű axeyan hatiye dîtin. Ji ber van deynan zarokekî ku îro çavę xwe ji dinę re veke, heta deh saliya xwe wę deyndar be. Heqę kesî ji bo vę yekę tune ye. 
Me li navçeyę bi çend kesan re xeber da. Wan got: "Bajar hatiye paqijkirin, pirsgiręka avę jî hinekî çareser bűye". Ligel ßîroveya we ya li ser van dîtinan, dixwazim bipirsim hűnę bi çi awayî van deynęn xwe safî bikin (biqedînin)? 
Problema deynan, problemeke mezin e. Faîza wan bi xwe jî pir zęde ye. Em dę hędî hędî li hev rűnin. Heger tißtęn me yęn firotinę hebin, emę bifiroßin ű faîzęn deynęn xwe bidin. Gelek xebatkar mexdűr bűne, çend ji wan hene ku teqawűt bűne lę hę jî heqę xwe negirtine. Çend qul hebűn ku ji aliyęn deynan ve me dagirt. Çend cih hebűn me dane sekinandin. Cihęn din jî li gorî teqsîdan emę hędî hędî bidin. 
Birayę min ßerefxan Cizîrî di hilbijartinan de li vę derę bű. Wî 14 salan li Swędę serokatiya belediyeyan kiriye. Ew dę problema me bibe derve. Dibe ku alîkariyek ji wę derę ji bo me bę. 
Projeya we ya yekemîn çi ye ku hűn bikin? 
Projeya avę ye. Rast e! Hinekî bęhna xelqę vebűye, lę dema av tunebe jiyan disekine. Her ku diçe, Qoser mezin dibe, divę mirov li gorî vę mezinbűnę tevbigere ű xwe li gorî pęßeroję saz bike. Divę em avę ji pißta Qoserę bînin. Pißtî çareseriya pirsgiręka avę, ędî emę hewl bidin xwe ku Qoserę xweßiktir bikin. 
Di warę çand ű hűnerę de projeyęn we hene? 
Belę projeyęn me yęn wilo jî hene. Bila ev problemęn ku divę di zűtirin katę de bęne çareserkirin xilas bibin, emę wę gavę dest bi projeyęn çand ű hunerî bikin. Niha pirtűkxaneyeke me li navçeyę heye, lę mixabin tęrę nake. Emę wę xurtir bikin. Lę wekî min berę jî got, heta pirsgiręka avę, pirsgiręka rę ű kanalîzasyonę çareser nebe, tu nikarî bi karę çandî re jî eleqedar bibî. 
Navbera we ű qeymeqam çawa ye. Berę gotibű: "Ezę çawa bi terorîstan re bixebitim" Niha hűn li gorî wî "terorîst" in. 
Nîha tißtek heye. Ez li ser navę HADEP'ę bűme seroka Belediyeyę lę ji bo min di navbera kesęn li Qoserę de tu ferq tune ye. Ez hatime hilbijartin ku xizmeta mirovahiyę bikim. Kî ji bo xizmetę gavekę ber bi min ve biavęje, ezę deh gavan ber bi wî ve bavęjim. Kesęn ku bi vî męjî, ku te bi nav kir difikirin jî em dę bi xizmeta xwe wan fedîkar derxin. 
Niha dema em li nava bajęr geriyan, em diçűne ku derę, bi zimanę kurdî dihate axaftin. Ji banqeyan bigire heta daîreyęn fermî. Ango Qoser li cem min wekî navenda Welęt hate dîtin. Gelo mirov dikare bibęje ku ji ber vę rastiyę % 69 deng hate girtin. 
Belę rola vę yekę heye. Lę tißtekî wisa jî heye: Li vę derę ereb jî hene ű wan jî got "HADEP ű Cîhan hev ű din temam dike" ű dengę xwe dan me. 
Dema we dest bi kar kir we got: "Wę belediyeyęn HADEP'ę bibin belediyeyęn gel" ű we diyar kiribű ku hűnę xebatęn xwe bi awayekî zelal raxin ber çavę gel ű komîsyonęn gel ava bikin. Ji bo vę yekę hűnę çi bibęjin? 
Niha em pir nű ne. Lę di vę belediyeyę de çi dibe, divę em gel ję haydar bikin. Tißtę ku ew ję hez nakin, ez qet nakim, lę gelę me pir hißyar ű zana bűye. Zane di kîjan demę de, çawa tevbigere. Wekî mînak; di Cejna 23'yę Avręlę ango di Cejna Zarokan de, ji bo protokolę em hatibűn vexwendin. Gelę me wę roję em bi ßiklekî wilo hembęz kirin ku ez nikarim bînim zimęn. Dikaribű li wę derę tißtekî din jî bikira. Lę çi kir? Got: "Tu herî ku derę em bi te re ne!" Heta ji me were em jî dę layiqę wan bibin? 

[AW75B1] 
Avakarę pira gelan: Erdođan Özdemir 
Fatih Bendewar Erdođan Özdemir (Taylan-Rodî), di sala 1973'yan li navçeya Dođanßehir a bi ser Meletiyę ve ji dayik bűye. Pißtî ku ew li bajarę Tirkiyeyę Îzmîtę dibistana seretayî kuta (xilas) dike, malbata wî dîsa vedigere Dođanßehirę. Taylan, dibistana navîn ű lîseyę li vę derę bi serî dike, paßę jî bi awayekî serketî, li Amedę li Zanîngeha Dicleyę beßa kargeriyę (ißletme) dixwîne. 
Taylan, di dema zarokatiya xwe de gelekî jîr ű zane bűye. Ew, vę demę bi xwißk ű birayęn xwe ve çűye ser karę raçandina (dokuma) xelîçeyan, da ku arîkariya malbata xwe bike. Ew, dema lîseyę tękoßîna neteweyî nas dike; ev tesîreke mezin li wî dike, lewma ew di tevger ű kesayetiya xwe de guherîneke mezin pęk tîne. Li pey vę demę, sosyalîzm bęhtir bala wî dikßîne, lewma ji bo fęmkirina vę îdeolojiyę bi ßev ű roj pirtűkan dixwîne. Bi baweriya wî, doza rizgariya neteweya kurd, bi tenę dę bi sosyalîzmę biçűya serî. Li aliyę din, kirin ű gotinęn wî jî li hev bűne, lewre sosyalîstiya wî tenę li ser zimęn nemaye. Ew, bi her awayî li dijî malę arîzî (özel mülkiyet) bűye. Dema li baxçeya xwe yę mißmißan xebitiye, ji bavę xwe re gotiye "bixebite bavo bixebite! Em dę siberoj vę xaka pîroz li hemű gelę kurd belav bikin." Her çiqas Taylan zęde xizanî ű belengazî nedîtibűye jî, wî her tim bala xwe daye xizaniya gelę kurd ű ev yek ji dilűcan hîs kiriye. Wekî din, ji ber ku heręma ku ew ję bű, gelekî asîmîle bűbű, Taylan girîngiyeke mezin didayę ű wiha digot: "Pęwîst e li vę heręmę ręxistina ciwanan bę avakirin ű di vî warî de, divę xebata ßoreßgerî bę xurtkirin." Ji ber vę xebatę wî ya li ser ciwanan, gelek kesęn ku bi riya Taylan tękoßîn nas kiriye, xwe digihînin refęn gerîla. 
Ji Kurdistanę heya Behra Spî 
Taylan pißtî ku lîseyę diqedîne, dest bi amadekariya bo zanîngehę dike. Lewre daxwaza wî ya herî mezin çűyina paytexta Kurdistanę bűye, da ku bikaribe gel ű welatę xwe çętir nas bike. Taylan, pißtî ku zanîngehę bi serî dike, di sala 1994'an de tevî refęn gerîla dibe. Ji bo ku, ew di demeke kurt de, tevî warę teorîk di warę leßkerî de jî xwe bi pęß ve dibe, berpirsiyeke komekę hildide. Koma ku Taylan tę de ye, çar salan li Kurdistanę dimîne, paßę li ser fermana Partiyę, kom derbasî Heręma Derya Spî dibe. Ew, bi peyatî, di nava 6 mehan de xwe digihînin Antalyayę. Di vę demę de bi tenę bi giya ű tißtęn xwezayî xwe tęr dikin. Dema ku ew xwe digihînin Antalyayę, li nęzîkî karkeręn kurd ęn ku li wę derę karę komirę dikin, bi cih dibin. Ew bi vę yekę gelekî dilxweß dibin, lę demeke diręj nikarin bi wan re tękiliyę deynin. Pißtî ku bi wan bawer dibin, ßevekę diçin konę karkeran. Karker dema çav li ßervanęn azadiyę dikevin, hem ßaß ű metel dimînin hem jî gelekî kęfxweß dibin. Lewre li gorî wan, ew ędî ne tenę ne. Di vę navberę de, hem di jiyana ßervanęn azadiyę de hem jî diya karkeręn kurd de guherînęn mezin çędibin. Dijwarî ű zehmetiyęn ku karkeręn kurd dikßînin, tesîreke mezin li Taylan ű hevalę wî dike. Lewma ew dikevin taya jiyan ű ewlehiya wan. Rojekę hevalę Taylan dibęje karkeran "Îro karwanekî leßkerî di ber me re derbas bű. Ger me lę bireßanda, wę tęk biçűya. Lę em li halę we fikirîn." Ji ber vę yekę ji bo çalakiyan ew li hęviya çűyina karkeran dimînin. 
Dewlet termę wan jî nade 
Li aliyę din, di wę navberę de leßker jî gelekî zęde dibin ű her operasyonan li dar dixin. Roja 27'ę gulanę sala 1998'an Taylan ű du hevalęn wî li kemîna dijmin diqelibin; di dawiya ßerekî dijwar de, ew ű du hevalęn wî digihęjin refęn pakrewanan. Pißtî ßer, leßker termę Taylan ű du gerîlayęn din li pey qantiran girędidin ű heya navçeya Antalyayę Serikę kaß dikin. Lewre termę wan nayę naskirin. Li pey ßehadeta Taylan, malbata wî bo standina cenazeyę wî serî li Dozgeriya Serikę dide, lę dozger dibęje wan, "Hűn çima hatine vę derę...!" Bavę Taylan dibęje, "Em hatin cenazeyę kurę xwe hilînin." Li ser vę yekę dozger bęhemdî xwe dibęje "Belę, wî kurę we yę terorîst 20- 30 mehmetçîkę me ßehîd...!", lę gotina xwe nîvco dihęle. Paßę bavę Taylan hildikiße cem waliyę Antalyayę. Ji vir wî dißînin emniyetę. Li vę derę neheqî ű tadeyeke mezin li wan dikin ű dibęjinę "Em nizanin kurę we li ku derę ye." Peyre jî wî dißînin cem fermandariya leßkerî. Fermandar jî di ser bavę Taylan de diqîre ű dibęje, "Ew ne terorîst e! Ew ßehîdę me ye ű pę serbilind ű serfiraz in..." Li pey vę yekę malbata Taylan serî li dadgehan dide, da ku cenazeyę wî bistîne, lę ev salekę mehkeme didome. Ger mahkeme li Tirkiyeyę encamekî nede wę malbata wî serî li Dadgeha Mafęn Mirovan a Ewrűpayę bide. 
Ev helbest ji aliyę Erdođan Özdemir ve ji bo "dayikęn ku bo ßerę azadiyę lawikan dißînin" hatiye nivîsîn. Me beßek bo kurdî wergerand ű em diweßînin: ... 
heye ku rojekę 
laßę min biavęjin gastîna gund 
hem jî qulqulî ű bępoz ű çav 
lę rűyę xwe ję bade 
li çiyan, stęrk ű roję binihęre... 
... 
Zebaniya nîvę ßevę li deriyę te daye 
pirsa min kiriye 
bęje wan bila hay ję hebin 
Nűrheq e heta hetayę cih ű warę min 
Nema tenę diherikin 
kaniyę me yęn li zozanęn terikandî... 
Taylan Rodî 

[AW75B2] 
Węneyekî Çęnekirî 
Tu dizanî canę min? Heke min destűr bida, minę węneyę xwe ji te re bißanda wî layî. Niha tu dibęji 'ez' dîn im; tu ji min bipirsî, ez dixwazim dîn bim. Wę hingę, min dikarîbű węneyę xwe ji te re bißanda wî layî. Bes ne ji van makîneyęn bękęr bibűya, ku roję bihezaran węneyan dikißînin. Lę ku tu rastiyę bixwazî, heta niha yek węne jî bi saxlemî derneçűye. 
Na na, problem ne di makîneyan de ye, problem di min bi xwe de ye, ku di nava dűrbűna nîvmîtroyę de, nikarim dengę xwe bigihęjînim te. 
Erę, erę! Tu węneyekî min dixwazî dostę min, lę bi rastî ev ji bo min daxwazeke pir sext e. Roja ku tu mirî, ez dikarim węneyę xwe bidim te. 
Ev serdem bi destę min çęnebűye dosto! Di vę sedsalę de tu kes węneyę xwe nade bavę xwe, ji bilî ku albűmęn bav ű dost ű bira ű nasęn xwe ji węneyęn xwe mißt bikin, kes tu karę din nake. 
Niha li gorî min ez mamosteyę Wan Gogh im. Ű heke ez ßagirtekî Wan Gogh bűma, minę węneyę xwe li ser kartonę nîgar bikira ű jî te re bißanda. Lę ez rę nadim xwe, ku ez węneyę xwe çękim ű pęßanî te bikim; tevî ku rengęn min ji tevahiya rengęn sirußtę bęhtir in, ji bo ku ez kesek im, ji nîjada meyműnęn vę serdemę. Heke ez dînazor an gumgumekek bűma, minę çętir xwe ji te re biresimanda. Çimkî pędiviya dînazor ű gumgumokan ji veßartina węneyęn xwe tune ye. 
Heke ez papaxan bűma, min dikarîbű dengę dirűßmeya ßoreßę bigihanda wî guhę te yę ker. Mixabin, ez ne bazek im, ji yęn mîna pîrika min î porhirî ya teßîręß, ku genimę duhezar salî di nava bîst salan de bi destarę xwe yę nűjen hűrik hűrik dihęre. 
Tęla dengę min di kęlîka ewil, di nîvę dirűßmeya ewil de qetiya. Heke ez, ez bűma, min niha ji te re nedigot, "Ez ű dengę xwe di riya azadiyę de dîl ketin." 
Pędiviya min bi gotinęn te heye, dostę min! Ji te ditirsim, ji xwe ű ji tevahiya însanan ditirsim. Hęzeke biefsűn di malzarokę de, ev tirs di nava min de çandiye. Heke ez di vę hepsa mezin de ne dîl bűma, min nedixwest ez xewnęn li ser azadiyę bibînim. A rast, ne ez ji xewnan hez dikim yęn bi vî rengî ű ne ez ji rewßa xwe gazinan dikim. Çimkî ez jî xwe ditirsim, ku węneyę xwe çękim ű wî deynim quncikę pęßangeha węneyęn wan keçik ű lawikęn ku her roj xwe dikujin, çimkî dixwazin bijîn. 
Min bibexßîne dostę min... Bawer bike sűc ne yę min e. Çi bikim ev serdem ne serdema ku mirov ji zindiyan hez bike ye, kirin vę nîßan dide. Ji bo ku ez jî zindiyekî ji vę serdemę me, ji xwe jî hez nakim. 
Ne bi destę min e, bavę min! Bavę min, ez bi vî rengî di malzariya diya min de resîm kirim; çimkî ez nikarim ji bilî xwe ji kesekî re bęjim, "Ez aßiqę xwe me". Ev zirzagoneke qeraseye canę min. Ez mîna beqeke zirnepelîxî li pępelűka bînim ű ev zagon xaniyę min e tu dizanî? Ji bo ku ez xęndî xwe me, ji xwe hez dikim ű ji van tabloyęn li ser bejna diwarę hucra min daliqîne, yęn ku pißtî mirina wan min węneyęn wan mezin kirin, xistin çarçove ű camekanan. Nizanim çima ez bi evqasî ji van miriyan hez dikim? Tevî ewę mirtib, M.ßęxo, ku di zindîtiya xwe de tu rűmet nedît, her roj li taxa me dikir tinge ring ű min silaba ßerhę jî ji ser birî, hînga ku rahißt 'pîspîska ßeytęn'. Ev ę porsipî, Cegerxwîn, ji bo ku rojekę di mizgeftę de Fatîha çewt xwend, gundiyan got "Melę me xurifiye" ű min bi kulmikan ew ji hev de xist ű gęrî biniya gund kir. 
Axx dosto! Ezę rojekę ji ber hezkirina van miriyan bi ęßa dil herim. Ha te got çi dosto? Hinekî din dengę xwe bilind bikî, ez fęm nakim. Erę, erę... Tu dîsa węneyekî min dixwazî. Malxirabo tu çi zilamekî bęsebrî, tu çiqas kiręs li mirov teng dikî. Ez nikarim, nikarim nikarim ni.... Ma tu dizanî ku ez di vę hepsa biçűk de jî ne xwedilę tißtekî mezin im? 
Heke ez rast bęjim, ev cîhana xwe min ava kiriye. Hostayę van derî ű derabeyęn qerase, ez bi xwe me. Lę ez nikarim dosto! Ez nahęlim ku węneyekî xwe ji te re çękim. Oda min tarî ye, rengęn min jî tev li nava tariyę belav bűne. Heke min destę xwe bidîta, di nava vę tariya baß de, minę ew diręjî sînga çiyayekî bilind bikira ű xwe li wî resim bikira. 
Dibęjin hin keçik ű lawikęn porgijik li wan deveran rengęn xwe tevî hev dikin, ka nizanim węneyę çi çędikim? 
Axx canę min bawer bike ez pir daxbar im. Lę madem ku tu ew qasî węneyę min dixwazî, rabe zű biçe malę, li węneyę xwe binihęre, tu yę min di węneyę xwe de bibînî. 

[AW75B3] 
Bayę Bin Baskę Çivîkan 
Ji dilę min nęzîktir, hevalę min merhaba. Tu dibęjî xwe biparęze. Nabęjim ji çi ű ji kę. Tu ji min çętir dizanî, belę. Ji kuçęn bajęr tu dizanî, ji dîwaręn qulqulkî. Ű ji xwędana cemidî. Ji gundęn ßewitî jî tu dizanî, ku her dem tu jî pę re dißewitî. Ji kemînęn ber deriyan, kemînęn zingargirtî yęn tarî ű veqetandinę. Ji ßevęn tam barűdî tu dizanî. Qet nebe tu ji gulęn bęrűmet, yęn bęwext ű bitirs, ku li paß stűyan diket, tu dizanî.Ű yęn koçbűyinę jî ne! 
Ne ji tißtekî dibęjim koçbűn. Qesta min ne dilßkestina te ye. Dizanim, her dem bi dil tu li vir dijî. Xwe biparęzim, lę çawa? Bi koçbűnę ma? Bi koçbűnę xwe biparęzim. Te jî koç kir, belę. Lę birînęn te li vir neman qey? Li vir man. Ű yęn nűtir jî her roj te dięßînin. Wę kî wan hilgire ma. Birînęn te yanî. Ę kevin ű yęn nű. Ku hę jî didome. Wę kî hilgire? 
Ez çawa xwe biparęzim hevalę diltenik? Xwe bispęrim çi an kę, da ku bęme parastin? Ez tękevim hęlînęn çivîkan qey? Di bin baskęn bajęr de nayęm veßartin. Tu ji min çętir dizanî. Zarokęn bębav, zű min didin dest. Di ßevę ű wir de jî, xwîna min qeßa digire, bi rivînęn ęgir yę ji derdorę gur dibin. Yęn dîrok ű pęßeroja me pę re tę ßewitandin. 
Çawa xwe biparęzim, xwe bispęrim çi an kę, da ku bęme parastin? Ma ez xwe di qulikęn mißk ű maran xim? Mîna kundę gundę xwe, ji xwe re qelîßteka di tatan de bibînim. An mîna Nebî Berhîm ji ber xezeba Nemrűd li ber hîman ku navę wî ji vir tę, xwe veßęrim; ji bo ku agir min neßewitîne, ji bo ku jiyana min a ji bo te bi qîmet e, bidome çi bikim ű xwe çawa biparęzim? 
Li ser baskęn çivîkan mexel bęm ű bifirim qey? An jî. An jî na, bibim bayę bin baskę çivîkan, ji bo ku hűn jî li ser baskęn çivîkan rűnęn ű bifirin. Bifirin ű dîsa bifirin. Bibim bayę bin baskę çivîkan ne? Hevalę ji dilę min nęzîktirî min, bibim bin bayę baskę çivîkan. Birînęn te yęn li vir yęn ku min hilgirtine vę dibęjin. Ji ber ku nîßana azadiyęne bask vę dibęjin. 
Ma qey çi ye mirov hevalę delal, bi çi tę naskirin? 
Mirov ne bi dest ű piyęn xwe, bi çav ű devę xwe, bi guh ű pozę xwe tę naskirin. Ne bi dil ű gurçikęn xwe ű ne jî bi zindîtiya xwe tę naskirin. Mirov xwedî nirx ű kesayetî ű rűmet e. Bi wan tę naskirin ű bi wan dijî. Rűmeta wî ya herî mezin, jixwe ji peydabűna fikr ű ramanęn mirovatiyę tę. Ji kesayetiya civakî, ji welatę wî tę. Ji serxwebűna wî. 
Di dema ronahî ű firehiyę de xwedî derketina li wan pęwîst e ű di dema tarîtî ű tengasiyę de tękoßîna ji bo wan rűmet e. Fedakirina can, ji bo wan. 
Ji pir tißtan dikare hęviyęn xwe qut bike mirov. Destęn xwe ję bißo, lę ji tißtinan nabe. Ji ber ku mirin e nabe, ji ber ku tarî ye ű bi jehr ű seqema xwe debar e, nabe. Ji ber ku mirin e, ne tenę mirina mirov, mirina gel e ű di nava tariyę de xwelî bi ser de dibare, bę pęßeroj dimîne. Bęrűmet. 
Nabe. 
Belę rast e. Li jiyana xwe xwedî derketin; li zar ű zęçęn xwe, li malbat ű hevalęn xwe, li dil ű evînęn xwe, heya li xwarin ű vexwarinęn xwe, li aborî ű malę xwe, li çand ű hunera xwe, li civak ű gelę xwe, li nirx ű kesayetiya xwe, li dar ű daristanęn xwe, li gul ű gulîstanęn xwe, li çiya ű berwaręn xwe xwedîderketin. Li wan jî xwedîderketin rast e, pęwîst e ű a herî rast li welatę xwe... 
Ku tękeve tengasiyę mirov, ku derfet ję re nemîne, ßevęn reß ű sar, bi tarî ű seqema xwe wę wî dîl bigire. Ku hęvî ji aßtiyę re nemîne, xemxwarin ne derman e. Razana di ber palan de ű di ber siya hîman de veßartin ne derman e. Tu kes ßewqa birűskan bi dest naxe. Bi birűskan re her tißt di węneyekî xerab de diqefile. Melisîna li bin kulîna an a bin kirasę nebiyan ne çare ye. 
Neçar e. 
Ku mirov zanibe li çi xwedî derkeve ű çi feda bike, hevalę delal? Çare, çare xwedîderketin e. Fedakirin e çare. Amadekirin ű xwepęçan e. 

[AW75B4] 
Hemzeyę Pęlewan (2) 
Heręm: Botan 
Çîroka xwediyę ßűrę giran, Pîrę qederekę li derę hewßę rűnißt, beręvarkî Hemzeyę Pęlewan jî ji nęçîrę hat. Hemze meyizand ku pîreke cilperitî li derę hewßę rűnißtiye. Hemze got xaltîkę tu bi xęr hatî, tu ji ku derę tę ű tęyî bi ku ve herî? Kurkę min ez çi bikim, mala bavę kalitiyę ne bi xana Xwedę be, hevalę min ez li paß hißtim, nexwe vęga ez bűbűm hecî. 
- Nexwe wilo ye xaltîkę? 
- Erę bi cidę bavę kim wilo ye. 
- Çima tu naçî xęnî? 
- Kurkę min, min ji pîreka te pirs kir, hűn męvanan nahewînin? Gote "Ez bęyî męre xwe nikarim męvanan bihewînim." 
- Stűwę xwe ßkandiye. Męvaneke weke te bi ser miho de were ű miho nehewîne. De ka here banî, tu kengî bixwazî tu męvana me yî, heta bęhna te ji me teng nebe neçe. 
- Ih kurkę min, ez çiqas ji te razî bim, Xwedę jî ewqasî ji te razî be. Rojek çű, du roj çűn, em bęjin pîrę du heyvan ma li mala Hemzeyę Pęlewan. Hemzeyę Pęlewan, rojina diçe nęçîrę, rojina naçe. Dîsa rojekę ji rojan Hemzeyę Pęlewan çűbű nęçîrę. Xecę ű pîrę jî li eywana qesrę rűnißibűn. Pîrę ji nißka ve kesereke kűr anî xwe, got: "Aaax, axx." Xecę got, "pîrę çi bű, çi hate bîra te?" 
- Keçkoka min ma çi nayę bîra min. Pîrę qederekę ma bę deng, dîsa got, 'a aaax. 
- Pîrkę çi bű, çi hate bîra te dîsa? Keçkoka min ez nebęjim çętir e, ne hewce ye ez serę te bięßînim. 
- Ez bi qurbanę pîrkę, tuyę çi bęjî bęje, lę tu nebęjî jî ezę bifetisim. Pîrę got: "Keçka min, dilę min bi te dißewite, tu her ű her li van ciya yî, tu ne mirovekî biyan dibînî, ne bajarekî dibînî, vęca ma jiyana te jî jiyan e." 
- Pîrkę nexwe em çi bikin? 
- "Tu zanî keçka min, ez ji nava bajarę Cizîra Botan im, jixwe kurę mîrę me ji xwe re li jinekę digere, ma wę yekę ji te xweßiktir li ku derę bibîne." Xecę got: "Pîrkę ma qey tu nizanî ez bi męr im, ma ezę çawa ji męrę xwe quta bim?" "Keçka min ma męr di darę dinę de qeliyan, ne męrę te be?" 
- "Pîrkę nexwe tu dibęjî męr ji męrę min bi bejn ű baltir hene?" "Çawa nîn in keçka min. Mirov dibęje qey te ji binî ve dinya nedîtiye. - Erę pîrkę, ez dixwazim bi te re werim, lę em dę çi ji Hemzeyę Pęlewan bikin? Pîrę got: "Keçka min, tu qet xem neke, emę wę pirsgirękę jî çareser bikin. Tu zanî keçka min dema ku męrę te hate malę, ję pirs bike bęje męrko tu bi çi tę girędan, ewę hingî bikeve xefka me de, heçî męrę te ye, ji xwe pir qaîl e." Hemzeyę Pęlewan ęvarî ji nęçîrę hat. Wę roję Hemze dîsa nęçîreke baß kiribű. Bi ßev hersękan li ber bixęrîkę ßîva xwe xwar. Pala xwe dane palgehęn kurmancî, bű kuß kußa Hemzeyę Pęlewan, qelűna xwe dikußkußand. Xecę got: "Męrko niha ewqas sal in, ez ű tu yę hev in, te rojekę negot ez bi çi tęme girędan. 
- "Tu zanî hermet, ez bi qeyda hespę xwe tęme girędan." Xecę rabű çű qeyda hespę Hemzeyę Pęlewan anî ű destęn Hemze kirin qeydę. Çawa Hemzeyę pęlewan destęn xwe ji hev birin paß, qeydę got çiring di nîvî re qetiya. Xecę got: "Męrko eve te vir kirin, tu ne bi qeyda hespę xwe tę girędan." Hemze got 'nexwe here tenga hespę min bîne." Xecę vę carę çű tenga hespę anî. Tenga hesp li dest ű lingęn Hemze girędan lę tengę jî xwe li ber Hemzeyę Pęlewan negirt, teng jî qetand. Xecę got: "Męrko tu bi serę wî kurę xwe yę delal kî, vę carę rast bęje, tu bi çi tę girędan?" Hemze got: "Hey dîna dîn, ez bi műyę dűvę hespę xwe tęme girędan." Xecę vę carę çű műyę dűvę hespę ję kir. Mű anî li dest ű çengęn Hemze pęça. Hemzeyę Pęlewan, çawa ku herdu çengęn xwe ßideh dane, paß műwî dűvę hespę wî, li hestiyęn çengęn wî sekinîn. Xwînę got tu here, ez hatim. Hemzeyę Pęlewan di xwînę de sor bű. Çermęn laßę Hemze bi ser de hat. Bű nale nala Hemze. Ji ber ęßa laßę wî, dengę nale nala Hemzeyę Pęlewan ji erdę diçű ezmanę heftan. Serę ęßehayî, ędî ne hewce ye desmalę bű. Hemze carekę hatibű xapandin. Ędî çi bigota, Hemze mecbűr bű bike. Ędî ji Hemzeyę Pęlewan re ręwîngiya mirin ű mayînę dest pę kiribű. Pîrę rabű hevsarę hespę Hemze avęte nîvę noqa Hemze ű hefsar bi qűß a hespę wî ve giręda. ßűrę wî kir ber kurtanę hespę wî de. Pîrę, Xecę ű kurę Hemze li hesp siwar bűn ű berę xwe dane Cizîra Botan. Rojekę heta ęvarî bi rę de çűn. Çűn ű hey çűn, heta gihane nava bajarę Cizîra Botan. Hemze bi wę birîndariya wî ve birin derę koçka kurę Mîrę Cizîra Botan. Kurę mîr ßęro, derkete derę koçkę, halo meyizand ku pîrę ű Xecę, kurek bi xwe re anîne ű Hemzeyę Pęlewan jî di xwînę de sor bűye ű bi hefsarę hespę wî girędane. ßęro got: "Pîrę tu li ser serę min ű bavę min hatî. Tu here gencînę, bęm te bi dilę te xelat bikim." Pîra sęhrebend giha armanca xwe ű Hemzeyę Pęlewan jî danîne ber diręnceka koçka mîr. Rabűn gayek gurandin ű kevel kirin. Kevelę ga bi ser Hemzeye Pęlewan de anîn. Kevelę xwękirî, birînęn Hemzeyę Pęlewan peritandin ű ßewitandin. ßűnikekî ßűßtina cila danîne ser pępelűka ewil a diręncekę. ßęro got: "Heçî kesę ku di ber Hemzeyę Pęlewan re derbas bibe, bila ßűnikekî lę bide." Xwarina Hemze ji goßtę xezalan, ketibű qetek nanę hißk ę tisî. Heçî kesę ku dida diręncę da ku here jor, dirahißte ßűnkę cilan, digotin tep ßűnikek li Hemzeyę Pęlewan didan. Dema ku kurę Hemze di ber re diborî, dilę wî bi bavę wî dißewitî. Dirahißte ßűnik, hędîka li bavę xwe dida. Hemzeyę Pęlewan çend salan ma di wę rewßę de. Di wę navę de keçeke Xecę çębű ű kurę Hemze jî hę mezintir bű. Rojekę ji rojan, ßęro ű Xecę zarokęn xwe bi xwe re birin, çűn ber Çemę Dîcle seyranę. Çűn li ber çem li binę çinarekę rűnißtin. Xwarina xwe vekirin. Meyizandin ku tißtek ji bîr kirine. ßęro got: "Keça min, tu ű birayę xwe herin malę, de ka hűn tißtęn me yęn ji bîr kirî naynin." Rabűn, keçik ű kurik ketin ser rę, hatin malę. Hemze got: "Kurę min, ez dizanim tu ji min hęz dikî, lę tißtek ji te nedihat, lę vaye îro tu karî qenciyę bi bavę xwe yę dîl bikî. 
- "Yabo ez dikarim ji bo te çi bikim?" 
- "Meyzęne kurę min, ßűrę min di lîskę mirîßka de ye, bîne vî kevelî tayę wî qut bike ű műwę bi destęn min ve jî qut bike, ez tißteke din ji te naxwazim." Kurik got: "Yabo ez nikarim rahęjim ßűrę te, ßűrę te giran e." 
- "Kurę min tu kurę Hemzeyę Pęlewanî, çawa tu nikarî rahęjî ßűrę bavę xwe? Ka here pęßiyę biceribîne, hingî emę zanibin ka tu karî rahęjî an tu nikarî." Kurę Hemze çű ji bin lîskę mirîßkan ßűrę bavę xwe kißand ű anî, hędî hędî ew kevelę dirűtî tayę wę qetand ű műwę bi destęn bavę xwe ve jî qetandin. Hemze careke din kevelę ga li xwe pęça. Keça ßęro dît ku kurik destęn bavę xwe vekirin; keçikę got: "Bi Xwedę ez dę ji bavę xwe re bęjim, te destęn bavę xwe vekirin." Kurę Hemze rabű ji dilę xwe duayek kir, got: "Xwedę bike, keçik here di kaßekî de bikeve ű diranęn wę di zimęn de herin xwar ku ędî ziman lę negere." Keçik ű kurik bi rę ketin da ku herin cem dę ű bavę xwe. Çűn çűn, gihane kaßekî, lingę keçikę li kevirekî aliqî ű bi dev ve çű erdę. Diran di zimęn de çikizîn ű dev ű dimaxę keçikę tijî xwîn bűn. Heta keçik giha cem bavę xwe tißtek li bîrę nema ű ziman di dev de negeriya. Bű ęvar, ßęro ű pîreka xwe ű Xecę bi rę ketin hatin koçka xwe. 
Xecę męrekî nű kiribű, bi dest ű dilę xwe bű ű kęfa wę li cî bű. Her ű her ken li ser rű bű, haya wę ji bayę felekę nemabű, ji xwe re digot: "Ez nika hatime dinę" ma wę ji ku zanibűya Hemzeyę Pęlewan destę xwe vekirine ű weke bazekî li hęviya nęçîra xwe rawestiyaye. ßeva tarî bi ser bajarę Cizîra Botan de hat. Bű çirçirka sîsirkan ű bű qur qura korîlîka, li koçka mala mîr hemű kes ketin xeweke ßęrîn ű Hemzeyę Pęlewan ji nava kevelę ga derket, bű reqe reqa kevelę ga. ßęro ji xew ßiyar bű. Got: "Çermo çi xire pißta te ye, te çi di xewna xwe de dît?" Hemzeyę Pęlewan got: "Mîrę min, min di xewna xwe de didît bazekî zend zęr dikete nava çil męrî de, deh dikußt, di mane sih męr." ßęro got: "Tu li wę xewnę razę, tu dę gelek xewnan bibînî." ßęro bi xew ve çű ű Hemzeyę Pęlewan rahißte ßűrę xwe, da devę çekę, hilgeriha jor, kete nava leßkeręn ßęro de, serę dehan ję kir, ma sîh leßker. ßęro dîsa ßiyar bű got: "Çermo dîsa çi kefte lefta te ye? Tu di çermikę xwe de natebitî." Hemzeyę Pęlewan bersiv da got: "Mîrę min, min dîsa heman xewn dît, ez hißyar bűm." ßęro got: "De razę çermę çerm." ßęro dîsa bi xew ve çű ű Hemzeyę Pęlewan rabű kete nava leßkeręn ßęro; yek nehißt. Serę heműyan di ber re ję kir. Rabű çű serę ßęro jî ję kir. Çű raserî Xecę rawestiya got: "Xeeeeecę de ka rabe ser xwe ű bibîne ka ji min ű ßęro kî męrtir e. De rabe pîreka kurę mîro, weleh hűn çűbűna ber perę roję jî felatiya we dę ji destę min nebaya." Xecę halo rabű li dora xwe meyizand ku ne nobedar mane, ne jî męrę wę maye. Hemzeyę Pęlewan serę heműçikan ję kiriye ű koçka mala mîr ji xwînę kiriye bęr. Xecę got: "Męrko ez di bextę Xanî Baba de me, tu min nekujî, min bide xatirę wî bavę ku tu pir ję hez dikî." Hemze got: "Xayina xayin, de bila tu bi qurbana nęnűkeke bavę me Xanî bî. Welehî te xwe nekiriba bextę wî ewliyayî, minę piçę te weke guhę te lę kiribana." Hemzeyę Pęlewan rabű hemű kulek pace ű derî girt ű Xecę hißte li pißt derî. Bi çepilę herdu zarokan girt li pißt xwe siwar kir. Dîsa berę xwe da qesra xwe ya kevin a ku di nava çiyayęn Botanę de avakirî. Hemzeyę Pęlewan weke pęlewaniya xwe derket ű giha miraza xwe ű hűn jî bigihęn mirazę xwe. (Qediya) 

[AW75B5] 
Weßanęn kurdî di înternetę de ne 
Pißtî Serxwebűnę Welat jî bergeha xwe fireh kir 
Xwendevanęn kurd ędî dikarin weßanęn li ser rewßa kurdan ku heta îro nedikarîbűn bi dest bixin, bi rehetî di înternetę de bidest bixin ű bixwînin. Heta îro weßandina pirtűk, kovar ű nűçeyęn ku li ser kurdan bűn, ji aliyę serdestan ve dihat qedexekirin. Lę ędî ji vir ű wę de nikarin pęßî li wan bigirin. Yek ji van kovaręn qedexekirî, Kovara siyasî ya mehane Serxwebűn, ku li Ewrűpayę derdikeve ű ev 18 sal in weßana xwe berdewam dike, ji despękę ve li Kurdistan ű Tirkiyeyę qedexe ye ű xwendevanęn li van deran dijîn nikarin bi awayekî rihet ű vekirî xwe bigihînin vę weßanę. Her wiha Rojnameya Azadiya Welat jî, tekane rojnameya hefteyî ya kurdî ye, lę kurd ű Kurdistaniyęn li ser axa xwe dijîn, (bi taybetî yęn li bakurę welęt) nikaribűn li ser axa xwe, bi hęsanî vę rojnameyę bixwînin. Lę ędî bi pęßketina teknolojiyę re dinya biçűk bű, sînoręn qedexekirinę hatin rakirin. Bi derketina înternetę re jî sînoręn qedexekirî jî ji holę hatin rakirin. Kurd jî ketin înternetę ű sînoręn qedexekirinę parçe kirin. Îro xwendevan bi hęsanî dikarin xwe bigihînin kovara Serxwebűn, Rojnameya Azadiya Welat, Özgür Politika ű hwd. 
Serxwebűn ű pirtűkęn qedexekirî di înternetę dene 
Kovara Serxwebűnę ev 18 sal in bę rawestan weßana xwe didomîne. Di van 18 salan de ji xwendevanęn kurd kę devę xwe vedikir, axîna xwendina vę kovarę dikir. Kovara navborî demekę berę li înternetę sîteyek vekir. Ędî kîjan xwendevan bikeve vę sîteyę bi hęsanî dikare vę kovarę bixwîne. Di van rojęn dawîn de sîteya Serxwebűnę berę xwe berfireh kir ű di sîteya xwe de cih da 23 pirtűkęn ku dîsa xwendevanan nedikaribűn xwe bigihînin wan. Pirtűkęn ku ji nameyan ű talîmatan pęk tęn, pirtűkęn li ser kongreyę ű hwd. di sîteyę de li benda xwendevanęn xwe ne. Kovara Serxwebűn di vę navnîßanę de cih digire: www.serxwebun.com. Navęn çend pirtűkęn ku xwendevan dikarin bi vę riyę xwe bigihînin, wan ev in: Abdullah Öcalan, "Nasýl Yaßamalý III" (Mirov Divę Çawa bijî I-II)", "Devrimin Dili ve Eylemi (Çalakî ű Zimanę ßoreßę)", "Ýlk Konußmalar (Axavtinęn Pęßîn)", "Romana Belgeyî ya Hüseyin Özbey", "Tarihe Gömülmüß Zamanlarýn Peßindeki Militan (Mîlîtanę/a li Pey Demęn Dîrokę de Nok Bűne)", "Mordem'in Güncesi (Rojnivîsa Mordem)", ya Muzaffer Ayata, "Tarihe Ateßten Bir Sayfa: Diyarbakýr Zindaný (Bo Dîrokę Rűpeleke ji Ęgir: Zindana Amedę)". 
Ędî OHAL jî nikare pęßiya A. Welat bigire 
Rojnameya Azadiya Welat di çarsaliya xwe de zincîręn qedexeya OHAL'ę bi vekirina sîteya înternetę parçe kir. Wekî tę zanîn sala par di meha kewçęrę de ketina Azadiya Welat bo OHAL'ę hate qedexekirin. Ji wę roję ű heta îro xwendevanęn me yęn di nav sînoręn OHAL'ę de dijîn, nedikaribűn rojnameya xwe ya ku bi zimanę dayika wan tę weßandin, bi hęsanî bixwînin. Lę ędî bi vekirina sîteya înternetę, xwendevan dikarin rojnameya xwe ya bi kurdî bixwînin. Navnîßana malpera Azadiya Welat jî ev e: www.welat.com Her wiha ji bęyî Kovara mehane ya siyasî Serxwebűn ű rojnameya hefteyî A. Welat, kovar ű rojnameyęn ku li derveyî welęt tęn weßandin wekî Dugir, Armanc, Rojbaß ű wekî Özgür Politika ű The Kurdistan Observer jî di înternetę de ne. Ligel van qewimîn ű pęßketinęn dîrokî, Doza Sedsalę jî ev demek e ketiye înternetę ű bi vę riyę, raya gißtî ya cîhanę ji qewimînęn der heqę doza Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan de agahdar dike. Malpera Doza Sedsalę, girędayî qewimînan berdewam xwe nű dike: www.asrinhukuk.com 

[AW75B6] 
Jînenîgariya 'Roję' 
Weßanxaneya Zelalę bi navę "Dođuda Yükselen Güneß (Roja ku li Rojhilat berz dibe" pirtűkek ku ji du cîldan pęk tę derxist. Pirtűk ji aliyę M. Can Yüce ve hatine amadekirin ű li ser jiyana Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan e. Digel jînenîgariya Öcalan dîroka PKK'ę jî di nava rűpelęn pirtűkę de cih digire. Di pęßgotina cîlda yekemîn de M. Can Yüce li ser sedema vę xebatę wiha dibęje: "Di sala 1995'an de hevręyekî min di nameyeke xwe de gotibű, 'Serok nivîsęn te yęn ku di rojnameyan de tęn weßandin, dixwîne ű diecibîne, lę dibęje, 'Di vę pęvajoyę de ev nivîs ędî tęrę nakin ű divę tu hinekî din karîgertir ű berfirehtir binivîsî ű ger tu xebateke wiha bikî em dę jî pißtgiriya te bikin." Yüce jî vę nameyę ji xwe re wekî talîmateke birűmet dibîne ű dest bi xebatę dike. Lę ew dîsa dide zanîn ku ji wî romanek dihat xwestin ű ev jî wî ditirsîne. Ji ber ku berę hîç roman nenivîsandine. Gelekî li ser difikire ű dűre biryar dide ku dikare li ser biyografyaya Abdullah Öcalan binivîse. Bi handana hevręyęn xwe, bo nivîsandina biyografyayę pęßnűmayekę amade dike ű ji bo nirxandinę dißîne ba Öcalan. Ji wî jî bersiveke eręnî distîne, bi dil ű can dest bi xebatę dike. M. Can Yüce dide zanîn ku di salekę de cîlda yekemîn xelas kiriye lę ji ber astengiyęn li ber peydakirina çavkaniya berhemeke li gorî dilę wî derneketiye holę. Her wiha ji ber rewßa zindanę di hin deman de wî xebata xwe daye rawestandin. Di destpęka pirtűkę de jî berę pirsa çima: "Rojhilat" ű çima "Roj" dike ű bersiva van pirsan di nava pirtűkę de bi vî awayî dibersivîne: "Kîjan kurdî peyva 'Rojhilat' ű 'Rojhilatî' nebihîstiye? Bi peyva 'Rojhilat' ű 'Rojhilatî' kîjan kurd biçűk nehatiye dîtin ű lę tade nehatiye kirin?" Dîsa dide zanîn ku Rojhilat înkara Kurdistanę ű Rojhilatî jî wekî înkara kurdan hatiye bikaranîn ű di pergala dagirkeran de li ßűna kurd ű Kurdistanę de ji wan re bűye "nasname"ya nű. Rojhilatî, bęnasnavî bű ű'Rojhilatî'ya nű jî kurd ű Kurdistan bű ű bi Rojhilatî ya kevn re ßer dikir. Ű wiha dipirse: "Ev jixweber çębű? Na! Ev lihevnekirin ű bűyîna ji bo nasnameya nű li Rojhilat bi hilatina roję re dest pę dikir." Pißtre jî vę dibęje: "Roj ji rojhilat hiltę. Herkes vę dizane. Ma cihę ku herî zęde pędivîya wę bi roję hebe, li vir derketin ű bilindbűna roję nexwezayî ye?" Li gorî baweriya Yüce roja ku kurd li bendę bűn di tarîtiya sala 1970'yî de derket ű ji ber van sedeman 'Rojhilat' ű 'Roj' hęmaya ku herî baß rastiyęn Abdullah Öcalan nîßan didin in. Dîsa ji bo pirseke 'Çima xebatek wisa' jî van tißtan dibęje: "Biyografyaya Öcalan di heman katę de dîroka PKK'ę ye ű ew wekî goßt ű neynűk in ű ji hev nabin." Mînakeke din jî ev e: "Bi awayekî vejîn ű rabűna kurd e. Kurteçîroka Serok Apo kurteçîroka tekoßîna PKK'ę ű vejîna kurdę ku radibe ser piyan e." Her du cîldęn pirtűkę ji xeynî pęßgotinan her yek ji sę beßan pęk tę. Di pirtűka cîlda yekemîn de, beßa yekemîn de li ser jiyana zarokatî, xortanî, taybetî ű serhildan ęn Öcalan tę rawestandin. Jiyana Öcalan ya zarokatî balkęß ű taybetiyęn wî yęn zarokatiyę taybetiyęn wî yęn serokatiyę jî ßanî mirov didin. Lewre wekî ku di pirtűkę de hatiye nivîsîn wî di zarokatiya xwe de wekhevî parastiye. Dizîtiya kedę nekiriye ű kesę ku dizîtiya kedę bikira li hemberî wî/ę bi hęrs rabűye. Beßa duyemîn a pirtűkę wekî gavavętina ßoreßę (1969-1973) tę binavkirin ű tęde qala xebatęn Öcalan ęn wę demę, naskirina sosyalîzmę, jiyana wî ya Stenbolę tę kirin. Beßa sęyemîn a pirtűkę jî kemilîna îdeolojîk a komę radixe ber çavan. Cîlda duyemîn a pirtűkę ji xeynî pęßgotinan ji sę beßan pęk tę. Di pęßgotina wę cîldę de M.Can Yüce li ser diyalogęn wî ű Sema Yüce disekine. Dîsa di vę beßę de nameyęn Sema Yüce ű Fikri Baygeldi jî cih girtiye. Di vę cîldę de pęvajoya 1977'an ű heta derbeya 12'yę Rezberę radixe ber çavan. Di pirtűkę de mirov dikare Berxwedana Hîlwanę, xebatęn li dijî ajanan, li ser Manîfesto ű gundę Fîsę, krîza ręxistinę, derketina derveyî welęt, girtinęn Elezęzî ű hwd. bibîne. Wekî dawî mirov dikare bibęje, zimanę pirtűkę sivike ű lewre xwendekareke/î dibistana seretayî ű xwendekareke/î zanîngehę jî bi hęsanî dikare bixwîne. Dîsa di her du cîldan de tu tißtęn neyęnî yęn ku di dîroka tekoßînę de derketine jî nehatine veßartin. Ji bo kesęn ku dixwazin PKK'ę ű Serokę wę binasin çavkaniyeke baß derketiye holę. 

[AW75B7] 
ß. Seîd kengî tevlî partiyę bű? 
Rojekę dîlęn ßer ęn di girtîgehę de di perwerdehiyę de ne. Mijara perwerdehiya wan a wę roję Serhildana ßęx Seîd e. Perwerdekar dibęje: "ßęx Seîd wiha kir, wiha lę da ű wiha hate daleqandin" ű hwd. Di wę navberę de ji nav wan hevalan yekî gundî ji nißka ve tiliya xwe bilind dike ű wiha dibęje: 
"Heval ßęx Seîd kengî tevlî partiyę bű!" 

Zer... Zer... Zer ji xwe zer e 
Rojekę gelę Hezexa ßirnexę ji bo pîrozbahiya Newrozę li qada navçeyę di cive. Xortek ku ala ERNK'ę di dest de ye ji nava gel derdikeve ser xęnî ku rengęn alę bi gel bide nasîn. Dengę xwe bilind dike ű dibęje: "Binęrin, ev ala me ye. Wekî hűn jî dibînin ala me kesk, sor ű zer e. Keskahiya alę, deßt ű çiyayęn me; sorahiya alę, ji xwîna me ye; zerahiya alę... zer... zer... zer jî ji xwe zer e lo!.." 

Dibistana Seretayî 
Li gundę Hezexę gava ku xwendegeha seretayî nű vedibe, gelek zarokęn gund dest bi çűyîna dibistanę dikin. Zarok diçin xwendegehę lę tißtekî fęm nakin. Mamoste bi tirkî diaxive, zarok bi kurdî. Dę çawa bibe. Kes ji kesî tißtekî fęm nake. Dîsa rojekę mamoste ji zarokan re dibęje: "yarýn hepiniz tertemiz okula geleceksiniz (hűnę sibę giß pîr ű pak werin dibistanę)". Keçikek di ber xwe de dibęje: "Wîîî, yadę ev qet fedî nake. Emę çawa bi tertan de mîz bikin. Bi Xwedę min bi tertan de mîz nekir." 

Hűn ne bergîr bűna... 
Di hilbijartina 1999'an de li gundekî Męrdînę yek bi kamyonę etariyę dike. Di gera gundan de, li gundekî disekine ű li gora amblemęn partiyan ji gundiyekî dipirse ű dibęje: "Hűn di vę hilbijartinę de çi ne?" 
Gundî dibęje: "Em di vę hilbijartinę de hesp in." Etar bersivę dide: "Amentű billah hűn eynî dißîbin jî." Gundî ji etęr hęrs dibe, etar dîsa bersivę dide: "Kuro ma hűn ne bergîr bűna we dengę xwe ne dida bergîr!" 

Bîst heb kutilk 
Rojekę zilamek dizewice, ji ber ku mala wan li derveyî gund e, ji xwe re bîst heb kutilkan çędike. Zilamek ręwî digihęje ber malę ű li derî dixe ű dibęje: "Ez męvanę Xwedę me, hűn min dihewînin?" 
Zilam dibęje: "kerembike." 
Ręwî diçe hundur ű xwedî mal bîst heb kutilkęn ku çękiribűn gißkan tîne, dide ber. Ręwî wan kutilkan gißan dixwe. Xwedî mal ű jina wî birçî dimînin. Dotira roję dîsa ji xwe re kutilkan çędikin. Ber bi ęvarî ręwiyekî din li derî dixe ű dibęje: "Ez męvanę Xwedę, hűn męvanan dihewînin?" 
- Tu ji kîjan gundî yî? 
- Ez ji gundę Kundę me. 
- Heval ma gundiyę we Selîmo hat mala me, me bîst heb kutilk çękiribűn; me dan ber wî, ew kutilk giß xwar ű em birçî hißt in. 
- Ma malava kę ji te re got bîst heb kutilk bide ber. Te hivdeh, hijdeh an nozdeh heb bidana ber! 

[AW75C1] 
Divę em Îmraliyę fęm bikin 
Tißtę ku li Ýmraliyę tę darizandin, mafę çarenűsę ę kurdan e. Dewleta tirk jî vę yekę wisa fęm dike, biyanî jî ... Divę em jî vę wisa fęm bikin. 'Serkęßę (elebaßý)' serhildana kurdan a dawîn, bi hevkariya NATO-Ýsrailę hate derdestkirin ű teslîmî TC'ę hate kirin. Ji wî çaxî de dewleta faßîst, ku ji aliyę olîgarßî ve tę biręvebirin, pißtî amadekariyęn gelekî mezin, perdeya li ser xwe hilanî. Berdevkęn ku olîgarßiyę, ku her dem pęßewayę kurd Öcalan wekî 'terorîst' bi nav kiriye, bi awayekî eßkera doza tunekirina Öcalan dikin. Li hemberî vę yekę, Pęßawayę Kurd, ji mehkemeya qaßo, encax ji nav çend heban bi ßopandina xeteke stratejîk dikarîbű derketa. Ji van a yekemîn ű ya herî kambax; dibű ku bi tirsa îdamkirinę ji 'poßmaniyę' behs bikira.. Ya duyemîn; ji bo kesęn ku hęviya 'lehengiyę' ję dikir, bibűya bersiv, bigota ez dadgeha we nas nakim ű serî li tißtęn eletewß bida. Bi vę riyę jî wę Tirkiye bibűya gola xwînę. Lę, wî riya sęyemîn hilbijart: Her çiqas ku darizandinę nepejirîne jî nas kir ű qerar da ku vę derę wekî platforma aßtiyę bi kar bîne. Bi vę riyę jî dikarîbű (di rastiyę de TC'ę ev kire rewßeke komedyane) di planę 'weßana yekser' biaxiviya, daxwazęn xwe ji gelę tirk re bi awayekî baßtir vegota ű bida zanîn bę ka berpirsę xwîna tę rijandin kî ye ű aßtiyę kî dixwaze. Serokę Rűmetę yę KNK'ę Serok Apo, ev stratejiya xwe bi serkeftî pęk anî. Rűnißtina wî ya di dozę de, ne wekî tawanbarekî bű; ji ęrîßkarî ű tehrîkan jî gelekî dűr bű. Di rastiyę de, wî fersenda dadgeriyę bi dest xist ű ev yek bi awayekî vekirî ű gelekî bi hostayî bi kar anî. Em dikarin vę yekę ji van hevokan derxin: "Ku fersend bę dayîn, ez li ser hîmę dewleteke demokratîk , ji bo xizmeta aßtiyę amade me." Belę ya ku li ser bę rawestandin ev e: "Di bingeha cumhuriyeteke demokratîk" de. Serok Apo di îfadeya xwe ya ku wę paßę bę weßandin de, konsepta komara demokratîk jî vedibęje... Li gorî vę, ev komar, yeke ku gelę kurd ű tirk bi hev re wekhev tę de dijîn, bi temamî cumhuriyeteke demokratîk e.. Di rastiya xwe de hevok, bi temamî redkirina pergalę ye. Lę heta tu bęjî bes, hevokeke ku nerm hatiye gotin, heta bęjî bes komareke baß hatiye forműlekirin. Serok Apo, di rastiyę de gava li hemberî mehkemeyę komploya navneteweyî anî zimęn, mehkeme red kir. Gava ku berpirsęn dîlketina xwe ręz dikirin, hevoka wî ya bi rengę "Ligel vę rewßę îdamkirina min ne hewce ye", ev ji bęyî îfadekerina binpękirina hiqűqa navneteweyî ne tißtek e. Tîne wateya: "Bűyera dîlgirtina korsanî, pęvajoya mehkemeyę li gorî hiqűqa navneteweyî kiriye rewßeke nerewa." Di vir de dixwaze doza Lîderę Afrîkaya Baßűr Ebrahîm, bi bîr bixe ku di wę rejîma nîjadperest de çawa beraat kir. Serok Apo pirsęn 'malbatęn ßehîdan', ku ji aliyę olîgarßiyę ve bo beßdarbűna mehkemeyę hatin ajotin jî dibersivîne. Ev hevok gelekî balkęß e: "Ez bi qasî tißtę ku li para min dikeve, ji malbatęn ßehîdan lęborînę dixwazim." Lę niha yęn ku vę hevokę rast naxwînin, dikarin bęjin "Wey, Serok lęborîn xwest". Lę di rastiyę de di vę hevokę de felsefeyek gelekî mezin veßarî ye. Vę yekę dibęje: "Ji mirina van mirovan, her du aliyęn ßer jî berpirs in. Ez aliyekî ßer im, lę aliyę din jî heye. Hűn di van ßert ű mercan de, bi hęsanî dikarin bi ser min bęn. Lę tu gotina we ji bo pergala faßîst ku zarokęn we li hemberî me radikin, tune ye. Heta gava hűn berę xwe didin wan, hűn dibęjin, "Zarokęn me ji bo we feda bin"...Ev jî edaleta we ye. Bi rastî yę ku divę bę cezakirin, ewęn li jor ęn ku zarokęn we dixin nav vî ßerę bęmaf in. Herin bi berstűka wan bigirin."... Lę wę ev yekîneya tînin mehkemeyę di pękanîna van rolęn xwe de berdewam bike. Ew, ewęn ku męjiyę wan hatiye ßűßtin, wę ji ku zanibin ku tęgîna welat, welatę hinekan din di nava xwe de nahewîne? 

[AW75C2] 
Lę hîn kurd kobayęn çekęn kîmyewî ne 
Bi Protokola Cenevreyę di 1925'an de çekęn kîmyewî hatin qedexekirin 
Hilberandin ű bikaranîna çekęn kîmyewî ű biyolojîk di sala 1925'an de bi Protokola Cenevreyę hate qedexekirin. Lę digel vę yekę jî li gelek deveran ev çek ji hęla hęzęn dagirker ve li ser gelęn bindest hatin ceribandin. Li Iraqę di sala 1963'yan de kurd bi bombeyęn napalmę ji ser xaka xwe tęn vederkirin ű jiyana kurdan bi bombeyęn napalmę yęn ku Iraqę bikaranîne ketiye bin xetereyeke pir mezin. Ev çekęn ku xwezayę tęk dibin, li gorî çavkaniyan ji aliyę Almanya, Îspanya, Amerîka, Îngilistan ű her çiqas bi awayekî fermî nehatibe îspatkirin jî, ji aliyę Sovyetîstanę ve hatine hilberandin. Di serî de ev çek li Iraqę dűre li Îranę ű ji wę bi ßűn de jî li Tirkiyeyę pißtî destpęka tevgera Partiya Karkeręn Kurdistanę ji aliyę artęßa tirk ve li dijî kurdan hatine bikaranîn. Berî ku em li ser Îran ű Tirkiyeyę rawestin, emę der barę çekęn kîmyewî ű bombeyęn napalmę yęn ku li Iraqę li dijî kurdan hatine bikaranîn, kurte-agahiyekę bidin. 
Iraqę Protokola Cenevreyę di 1931'an de mor kir. 
Pißtî ku Portokola Cenevreyę di 1925'an de tę girędan, wekî dewletęn din yęn cîhanę Iraq jî di sala 1931'ę de Protokola Cenevreyę ya qedexekirina çekęn kîmyewî dipejirîne. Ligel vę yekę jî dewletęn ku ev protokol mor kirine dîsa jî dest ji çekęn kîmyewî bernedane. Di serî de Iraq ű Tirkiyeyę digel Amerîqa ű Îsraîlę ev çek li hemberî gelęn 'hindikahî' bi kar anîne. Di warę bidestxistin ű hilberandina van çekęn xeternak de Xanedana Haßimî hewlęn gelekî mezin dane xwe. Di vî warî de li gorî çavkaniyan, yekemîn car nebe jî çekęn kîmyewî bi saya Xanedana Haßimî li Iraqę hatine bicihkirin. Di heman demę de Xanedana Haßimî wekî ku li jorę jî hate diyarkirin di 8'ę meha ręzbera sala 1931'ę de Protokola Cenevreyę bi ßertekî îmze dike. Iraq ßertekî wiha dide pęß: "Ger dewletek bi van çekan ęrîßî Iraqę bike, Iraq jî bi heman çekan wę mafę xwe yę berevanîkirinę bi kar bîne." Dîsa li gorî çavkaniyęn îngilizan, heta salęn 1950'yî di destę Iraqę de li ser çekęn kîmyewî tu zanînek ango kapasîteyeke ku tęra xebata afirandin, hilberandin an jî bikaranîna çekęn kîmyewî bike, tunebűye. Li gorî çavkaniya "The Problems of Chemical & Biological Warfare (Kęßa ßerę Kîmyewî ű Biyolojîk)" dema ku Iraq di bin desthilatdariya Brîtanyayę de bűye, di destę hęzęn îngiliz de hejmarek çekęn kîmyewî ű her wiha bombeyęn napalmę hebűne. Bi baweriya heman çavkaniyę, dema Brîtanya ji Misirę vekißiyaye li dűv xwe gelek çekęn kimyewî hißtine. Li gorî ragihandina heman çavkaniyę heman tißt li Iraqę jî pęk hatiye. Dema ku Brîtanya ji Iraqę derketiyę ew çekęn kîmyewî yęn di destę hęzęn wę de ji Iraqę re mane. 
Hewlęn Iraqę bo peydekirina çekęn qedexe 
Dema mirov berę xwe bide salęn 1950-55'an dę rastiya vę rűdanę baßtir bibîne. Bi pakta di navbera Îngilistan ű Iraqę de ku di sala 1955'an de hate îmzekirin, hewl ű armanca bidestxistina çekęn kîmyewî ű bombeyęn napalmę yęn Iraqę baßtir eßkere bűn. Yekemîn car hingî dinya pę hesiya ku Iraq bi pey van çekan de baz dide. Jixwe pißtî paktę bi demeke kin Iraqę 6 heb endamęn artęßa xwe di sala 1956'an de ßandin Amerîkayę ű ew li ser çekęn kîmyewî ű biyolojîk perwerde kirin. Wę demę yanî di salęn 1951 ű 52'yan de ji ber ku Amerîkayę di ßerę Koreyę de çekęn kîmyewî bikaranîbűn, ew ji aliyę raya gißtî ya navxweyî ve dihate tawanbarkirin. Ligel wę yekę jî dîsa endamęn leßkerî yęn Iraqę di warę marîfeta çekęn kîmyewî de, ji aliyę hezęn leßkerî yęn Amerîkayę ve hatin perwerdekirin. Çavkaniya îngiliz ya ku li jor navę wę hatiye dayin, dîsa dide zanîn ku di salęn 1957 ű 1965'an de 17 endamęn artęßa Iraqę li Amerîkayę beßdarî kursęn çekęn kimyewî bűne. Ji bo zędekirina niműneyan mirov dikare mînaka 1948'î jî bide. Di wę demę de Îsraîlę jî li dijî ereban çekęn kimyewî bikar anîne. Li ser vę mijarę Dr. Celadet Çelîker di pirtűka xwe ya bi navę "Lý Kurdistanę ű Rojhýlata Navin Çekęn Kimyayi-Biyolojiki ű Atomi" de nirxandinekę dike. Bi baweriya Çelîker, bikaranîna çekęn kîmyewî ya Amerîka ű Îsraîlę bala Iraqę kißandiye. Li gorî ßîroveya Çelîker, Iraqę dîtiye ku çekęn kîmyewî ű biyolojîk pißta dijminę herî qewîm tînin erdę ű bi saya van çekan serkeftin tęne bidestxistin, lewma Iraqę dest avętiye van çekan. 
Kurd bűn hedefa bombeyęn napalmę 
Pißtî ku di sala 1963'an de Abdulkerîm Qasim bi darbeyekę ji textę Xanedaniya Iraqę tę dűrxistin, Baasiyęn ku li Iraqę tęn ser kar, giraniyę didin xebatęn ji bo bidestxistina çekęn kîmyewî ű bombeyęn napalmę. Baasî bo bidestxistina van çekan gelek caran bi îngilizan re peymanęn veßarî girędidin. Li gorî çavkaniyan di salęn 1960-61'ę de Iraqę mîqtarek zęde çekęn kîmyewî wekî bombeyęn napalmę ji îngilistanę dikire. Dema mirov berę xwe bide ßerę di navbera Iraqę ű kurdan de, di sala 1963'yan mirov rastî bikaranîna çekęn kîmyewî ű bombeyęn napalmę tę. Wekî niműne, di meha pűßbera sala 1963'yan de hęzęn Iraqę yęn di bin fermandariya Taha Al-ßekerci de li heręma Koysancaqę çardeh gundan bi bombeyęn napalmę serobino dikin. Li gorî ragihandina belgeya Beßa Agahiyę ya Komîteya Biręvebirana ßoreßa Kurd a sala 1966'an, di wę demę de 50 gund hatine bombekirin ű tarűmarkirin. Hinek ji wan gundan ev in: Poyî, Pißt, ßan, Soradî, Doskî, Zaxo, Amediye, Yekmala, Birwavî, Xiß Xaß, Dirgala, Nazaniya, Kox ű Hîran. Dîsa di sala 1965'an de jî, li heręmęn wekî Bersirîn, Mawliyan, Sirgolű, Gordî ű Xomal; di meha gulanę de jî gundęn wekî Çoman, Gadala, Vallî, Rezan, Panven, Męrga, Hilßű ű diza bi van çekan tęn rűxandin. Di meha tîrmehę de jî li heręma Hewlęr gundęn bi navę Moran ű Hemzebeg ji aliyę hęzęn Iraqî ve bi bombeyęn napalmę hatine ßewitandin. Li gorî çavkaniyęn cur bi cur yekem car Amerîkayę di sala 1961'ę de bombeyęn napalmę di ßerę Wîetnamę de li dijî ßervanęn tevgera rizgarîxwaz a gelę Wîetnamę Wîetkongan bi kar anîne. Her çiqas ev agahî di hinek rojname ű raporęn ne fermî de hatibin weßandin jî, heta niha bi awayekî fermî ev agahî ji aliyę qanűnęn navneteweyî ve nehatine çespandin. Ligel wę yekę di nav tu belgeyęn resmî de nehatiye diyarkirin ku Iraqę çekęn kîmyewî ji ku derę bi çi awayî bi dest xistine. Lę li gorî çend çavkaniyęn Amerîkî ű îngilizî, Iraqę çekęn kîmyewî bi saya hinek ßîrketęn navneteweyî bi dest xistine. Tę gotin ku hingî Iraqę febrîqeyęn ku bombeyęn napalmę hildiberandin ava kirine. Dema mirov li tękîliyęn Iraqę yęn dewletęn wekî Îngilîstan, Amerîka ű Rűsya ű dewletęn rojhilat męze bike wę gelek tißtęn ne zelal eßkere bibin. Yek ji wan dewletan Sovyetistane. Wekî mînak, her çiqas wę demę bi destę Baasiyan bi hezaran kurdęn koműnîst ű yęn Iraqî hatibin qetilkirin jî, tękiliya Sovyetistanę bi Iraqę re ne di radeyeke nizim de bűye. Belę demekę Sowyetistanę bo Kęßeya Kurd her çiqas li dijî Iraqę derketibe jî ű xwestibe bi riya Moxolîstanę pirsgiręka kurd bixe rojeva Neteweyęn Yekbűyî jî, di sala 1964'an de tękiliyęn di navbera Iraq ű Sovyetistanę de ji berę xurtir bűne. Wekî mînak dema ku Serokomarę Iraqę Abdulselam Arýf di sala 1966'an de di qezeya firokeyekę de dimire, birayę wî Abdurrahman Arif ji bo çek kirînę li Moskovayę bűye. (Dę bidome) 

[AW75C3] 
Navęn meh ű demsalan bi kelhűrî 
Dema mirov bala xwe dide navęn mehan ęn di kurdî de, hę di serî de tękiliya wan a rasterę bi awayę jiyanę ya gelę kurd ę berę ű niha diyarî çavan dibe. Kelhűrî jęrzaravayekî kurmanciya Baßűr e. Kesęn ku bi vî zaravayî dipeyivin bi piranî li heręma Kirmaßan dijîn ku ew jî di bin destę Îranę de ye. Her wekî ji navęn mehan jî diyar e, jiyana gelę kurd bi xurtî girędayî çandinî ű cotyariyę ye. Hilberîneriya wan bi xurtî di bin bandora bűyeręn xwezayî de dimîne, lewre jî di navę mehan de bandora bűyeręn surißtî balę dikißîne. Tevî ku di soranî de ji bo her mehę bi tenę navek heye, di kelhűrî de hinek mehan du navęn wan hene ku du taybetiyęn cuda yęn wę dema salę nîßan didin. 
Wehar-behar- Mehęn werza biharę 
Meha yekemîn a biharę: Newrizmang: Meha yekemîn a sala kurdî ű meha yekemîn a biharę. Ev peyv ji sę hęmanan pęk tę: new-roz-mang. Her wekî tę zanîn new nű ye, roz e ű mang jî meh (heyv) e. 
Darçeqîne: ji ßaxvedana daran tę. Çeqîn di kelhűrî de ßaxvedan e. Ew jî navę duyemîn ę meha newrizmang e ű wę mehę navę xwe ji ßaxvedana daran wergirtiye. 
Meha duyemîn a biharę: 
Giyabarîk: ev nav jî navekî hevedudanî ye ű ji du hęmanan giya ű barîk pęk tę. Wateya "barîk" di kurmancî de "tenik" e. 
Giyagenan: ev peyv jî ji du peyvęn serbixwe pęk hatiye: giya ű genan (çinîn). 
Meha sęyemîn a biharę: 
Gulezerd: ev meh jî navę xwe ji zerbűna gulan werdigire. Codirew jî navę duyemîn ę vę mehę ye ű ew jî dîsa ji bűyereke çandinî ango ji dirűtina ceh navę xwe digire. 
Tawsan (havîn) - mehęn havînę 
Meha yekemîn a havînę: 
Kewkir: meha hękdanîna kewan e. Firindeyę bi nav ű deng ę ku wekî semboleke neteweyî ya kurdan tę zanîn, di vę mehę de hękan dike ű li hęlîna xwe datîne. 
Meha duyemîn a havînę: 
Gaqűr: di vę meha germ a havînę de, ga ji bo ku hev ű din ji tiręjęn roję biparęzin li nik hev dibin qor ango ręz dibin. Jixwe navę mehę jî ji vę yekę tę. 
Meha sęyemîn a havînę: 
ßertßuwan: soza ßivanan. Di vę dema salę de ßivan soz didin ku ji bo çęrandina pęz ji xwe re cihekî taybet diyar bikin. 
Gertgertxerman: ev meha dirűtinę ango rakirina bęnderan e. Jixwe peyva gertgert tę wateya dirűtinę ű xerman jî bęnder e. 
Payiz-mehęn payizę 
Meha yekemîn a payizę 
Wahęlan: 
ęlkenan: ęl ji zozanan vedigerin cihęn germ. 
Meha duyemîn a payizę 
Winewißk-kew: 
Wilingeręzan: 
Meha sęyemîn a payizę 
Serdewa: meha dawîn a payizę ye. Ji serd (sar) ű wa (ba) tę. Rojęn sar ęn zivistanę dest pę dikin ű bayekî sar tę. 
Zistan/zimistan- mehęn zivistanę 
Meha yekemîn a zivistanę 
Hisawat: ev navę meha yekemîn a zivistanę ye. Di vę mehę de hemű rę ji ber berfę asę dibin ű hin caran cîran jî nikarin biçin serdana hev ű din. Di vę demę de gundî ű eßîr hesabę pędiviyęn xwe yęn zivistanę digirin. 
Meha duyemîn a zivistanę: Mang siye: navę vę mehę jî ji du peyvan mang (meh) ű siye (reß) pęk tę. Ev meh tarîtirîn meh e. Di vę mehę de hewa tim biewr e. Hin caran ji ber mercęn giran ęn zivistanę, qűt ű beręn mirovan heder dibin. Hin caran jî mirov jiyana xwe ji dest didin. 
Meha sęyemîn a zivistanę: 
Kîsetekin: meha dawîn a zivistanę ű meha dawîn a salę ye. Ev jî ji du peyvan; kîs ű tekin (vala) pęk hatiye. Di vę mehę de tűrę xwarinę hędî hędî vala dibe. 
Giyaxęzan: giya ji nű ve ßîn tę. Peyvęn giya ű xęzan (mezinbűn) ku digihęn hev ű navę vę mehę pęk tînin jî vę yekę nîßan didin. 
Tębinî: Ji bo xebateke berfirehtir binęrin: Ferhad Azîzî: "Wext ű zeman: base leser rojsr", sirwa, Nawenda bilawkirdinewey Ferheng ű Edebî Kurdî, Wirme- Iran, hejmar 141, Xakelewe 1998, rp:51-57 
Werger ji îngilizî: Samî Berbang 

[AW75D1] 
"Apo Can" 
Duh, roja 31'ę meha gulanę, em kurd li Meydana Sergelstogę li paytextę Swęd Stokholmę, cardin ji bo Serok Apo hatin ba hev, me cardin bi hev re çend saet derbas kirin. Jixwe ev meydan maye li ser hesabę me. Hefte ű meha ku em carekę, çend caran li wir necivin, ji wir ber bi balyozxaneyekę ve nekevin rę, yan jî ji cihekî din neyęn wir ű çalakiyekę li dar nexin, bęje hema nemaye. Gelek caran dost ű nasęn me bi henekî be jî dibęjin: "Belediyeya Stokholmę ji neheqî navę vę meydanę nake meydana kurdan, ma kî bi qasî kurdan tę vir?" Di demęn çalakiyan de axavtin tęne kirin, stran tęne stirîn, helbest tęne xwendin ű ji her aliyî ű her perçeyî kurd dikevin nav govendę. Meydana Sergelstorgę dibe cihę protestokirina nerewayî ű bębaviyęn dagirkeran. Li vir lanet li kirinęn zordaran tęne barandin, hovitî ű kirinęn wan tęne protestokirin ű ji vir kurd diqîrin, raya gißtî hißyar dikin ű dengę xwe digihînin cîhanę. Li Swedę ű li seranserę Skandînavyayę kurdęn ku ne carekę, çend caran, nehatibe Sergelstorgę gelekî kęm e. Ev der ne bi tenę bűye mewzî ű trîbűneke riswakirina neyaran, belę ji bo yekîtî ű hevgirtina kurdan jî bűye wargeh. Berdewam, tißtę ku bi aliyekî xwe cihę ye, di meß ű xwepęßandanęn berętir de nebűye, di bala mirov de dimîne ű dibe rengekî taze; suprîzeke bitam, pęde dibe. Suprîza vę carę, mamosteyekî muzîkę ji bajarę Îlamę bű. Mamoste bi xwe kurdę kelhűr e ű bi męvandarî hatiye Swędę. Hę meha wî li vî welatę nű neqediyaye. Li gorî ku pißt re ji me re hate gotin, di dema prosesę Romayę ű girtina Serok de ew hę li Rojhilatę Kurdistanę bű ű raperîn ű serhildana gelę kurd ji nęzîk ve ßopandibű. Wî jî bi deh hezaran kurdęn din re li Rojhilat bang kiribű: "Baßűr Bakűr Rojhilat, Apo Serokę Welat". Di nav vę atmosfera germ, neteweyî ű Kurdistanî de; mamoste li ser Serok helbestek nivîsiye ű kiriye stran. Navę helbesta wî "Apo Can" e. Mamosteyę męvan, duh ji kurdęn li Meydana Sergelstorgę re ev helbest bi muzîk ű gotinęn xwe xwend. Kęfa xelkę gelekî ji vę helbestę re hat. ßoreßa neteweyî fireh dibe. Serokatiya Apo dibe malę hemű kurdan. Ji her aliyę Kurdistanę, li ser serok helbest tęne nivîsandin ű stran tęne gotin. Ev jî ne bi tęne bi zaravayekî ű duduwan, belę bi giß zarava ű devokan. Neteweyîbűneke heralî li dar e. Serokayetî neteweyî dibe, çekdar ű ßervan neteweyî dibin, civîn, ßev, xwefînansekirin ű bi kurtî jiyan giß neteweyî dibin. Berî niha bi çend rojan, Kongreya Neteweyî hate ragihandin. Serok mîna serokę fexrî hate hilbijartin ji bo Kongreye. Ev tacegul ű zîrweya neteweyîbűnę ye. 

[AW65D2] 
Ev hevîr hîn wę pir avę hilîne 
Doza Sedsalę roja 31'ę gulanę li Girava Îmraliyę dest pę kir. Di vekirina danißîna dadgehę de Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan dil kir ku peyamęn xwe yęn ji bo aßtî ű yekîtiyę, digel jesteke polîtîk, pęßkęßî raya gißtî ya Tirkiyeyę bike. Lewre jî wî berę xwe da malbata leßker ű polîsęn ku di ßer de hatine kußtin ű got: "Ez ęß ű jana di dilę we de fęm dikim. Ji ber para xwe ya di vę yekę de, ez ji we lęborînę dixwazim." Serokę PKK'ę bi vę yekę xwest bide ber dilę wan, lę mixabin kesęn ku dibęjin, "di xîçikekî vî erdî de em giß bęn kußtin jî xem nake" ji vę jestę tißtek fęm nekir. Wan kesan dîsa bi awayę klasîk nęzîkî di mijarę da: "Ji tirsa canę xwe wiha kir, lę dîsa jî emę wî bi darve bikin." Piraniya tirkan çi serdest çi jî bindest giß di heman baweriyę de ne. Çapemeniya tirk jî wekî berdevkę vę civakę rűpelęn xwe bi çęran lewitandin. Lę Öcalan paręznameya xwe, berî ku derkeve pęßberî dadgehę, dabű paręzeręn xwe ű ew paręzname ji hęla paręzeran ve li înternetę hatiye barkirin. Di vę paręznameyę de dîtin ű ramanęn Öcalan bi awayekî zelal cih girtiye. Öcalan tękiliya kurd ű tirkan, ji roja ku tirk hatine heręmę heta îro, bi awayekî zanistî dinirxîne ű dide zanîn ku pęvajoya welatpękanîna kurd ű tirkan ketiye nava hev, ji ber vę yekę ji hev cudakirina wan ne hęsan e. Lewre jî ew, çareseriyeke di nava sînoręn dewleta tirk de, li ser bingeha komareke demokratîk pęßniyar dike. Li gorî Öcalan tękiliyęn kurd ű tirkan ji bo pergala federal ű otonomiyę jî naguncin, ji ber vę yekę jî çareseriya herî guncav, di nava komareke demokratîk de nasîna mafęn demokratîk ű çandî yęn gelę kurd e. Di paręznameyę de li ser PKK'ę jî tißtęn balkęß hatine gotin. Öcalan daye zanîn ku PKK'ę guherîneke berbiçav di civaka kurdan de pęk aniye; bi vę yekę kurd di warę tęgihîßtinę de gihandine asteke bilind ű entegrasyona wan a bi komareke demokratîk re hęsanîtir kiriye ű bi vę kirina xwe jî xizmetekî baß bo komareke demokratîk pęk aniye. Di paręznameyę de hinek xwerexneyî jî cî girtiye. Li gorî Öcalan ßerę PKK'ę di sala 1993'yan de gihîßt armanca xwe, pißtî wę xwe dubare kir, diviyabű ku PKK'ę ber bi siyasîbűnę ve hinek gav bavętana. Di paręznameya Öcalan de bi awayekî vekirî sosyalîzm hatiye pesinandin ű hęviya ji bo vejîna sosyalîzmeke demokratîk ű kemilî hatiye zimęn. Her wekî di paręznameyę de jî hatiye gotin, tękoßîna ji bo mafęn demokratîk ű azadiyę, gelę kurd gihandiye asteke bilind, lewre jî ew bi hestî tevnagere, bi biliyanî (olgun) aßtiyę dipejirîne. Lę mixabin heman ßerî civaka tirk xistiye deraxę guręn birîndar, lewre jî ew ketine pey tolhildanę. Civaka tirk ji bo qurbaniyęn ßerę qiręj li sűcdarekî digeriya, ew 'sűcdar' bi dest xist, niha dixwaze tola xwe ję hilîne. Heta ku ew sűcdarę rastîn nas neke, dę dev ji vę helwesta xwe bernede. Heta ku nas bike jî, dę hîn gelek qurbaniyan bide. Ango bi awayę gelę me dibęje "Dę ev hevîr hîn pir avę hilîne." 

[AW75D3] 
Będadiya Sedsalę 
Çavęn milyonan li roja 31'ę gulana 1999'an bű. Lewre wę roję dadgeha Serokę gelę kurd Abdullah ÖCALAN dę bihata lidarxistin. Wekî ku nav lę hatibű kirin, 'Doza Sedsalę' dę wę roję dest pę bikira. Her çiqas navę dadgehę lę hatibe kirin jî hemű mirovahiya xwedî wîjdan ű mirwet baß dizane ku ev dadgeh dę bi navę 'Będadiya Sedsalę' were bibîranîn. Di vę dadgehę de neteweyeke ku welatę wî bi destę Ewrűpa ű dewletęn heręmę hatiye parçekirin, tę darizandin. Gelę kurd bi dehan caran serę xwe ji bo mafęn xwe yęn mirovahiyę rakiriye ű bi dehan caran bi hevkariya Ewrűpiyan ű dewletęn heręmę hatiye qirkirin. Yę ku îro di wę dadgehę de were darizandin, îrade ű ßansę wę neteweya ku ji binę betonę serę xwe hildaye ye. Yę ku didarizîne jî mixabin qatilę serę neteweya kurd e. Di vę dadgehę de jî yęn ku di qirkirina kurdan de xwedî berpirsiyarî ne, li nik dewleta tirk cih girtine. Mîna romana Gabrîel Marquez a bi navę "Dußema Sor", ev komploya ku li ser serę kurdan hate honandin, li ber çavęn hemű cîhanę ű bi alîkariya deh dewletan pęk hat. Ji ber vę taybetiyę di dîrokę de navę vę dadgehę dę bibe "Będadiya Sedsalę" Encama wę çi dibe bila bibe, zarokęn kesęn ku rola wan di vę będadiyę de heye, dę li hemberî dîrok ű mirovahiyę sernixun bin. Ev będadiyeke wisa ye ku kes di vę dadgehę de nabęje: "Gelo kî ne yęn ku li welatę kurdan dimînin li benda biharę, da ku kurdan di bihara wan de, li welatę wan bikujin. Gelo kî ne yęn ku ji guh ű memikęn xamayęn kurdan tizbiyan çędikin? Gelo yęn ku xanî, kadîn, kavil ű koxęn kurdan tevî mirov, pisîk, kűçik, berx, karik, mirîßk, alav, qűt, Qur'an ű nivînan sotin kî bűn? Kî ne yęn ku bi hezar kîlometreyan ji dűr hatin ű xewnęn zarokan bi potînęn xwe xera kirin? Gund ű bajaręn me bi taqęn kîjan welatan hatin węrankirin? Donę gazę ji helîkopter ű firokeyęn ku kîjan dewletę pęßkęß kiribűn, hatibű reßandin bi ser zarokęn Helepçeyę, Qulpę, Meletiyę, Çiyayę Bęzarę de? Leßkeręn kîjan dewletę muxtarę gundę Derno ku li ser navçeya Hęnęya Amedę ye ji helîkopterę avęt? Gelo laßę wî muxtarî kîjan heywanetan xwar. Kę pîsî bi gundiyan da xwarin ű li dadgeha Ewrűpa sűcdar bű?" Nehsed kußtiyęn ku di goristana Nisębînę de raketîne bi destęn kę hatine kußtin? Piraniya wan bi yek berikę hatin kußtin. Ez piraniya wan nas dikim. Mirov dikare bibe kefîlę wan ku piraniya wan hęj çav li sîlehę jî nekiribű. Hinek karker, hinek esnaf, xwendekar, mamoste, ű bę ßixul bűn. Sűcę wan ew bű ku wan ji welatę xwe, ji zimanę xwe hez dikir. Qey dę ű bavęn wan nîn in. Qey xwißk, zarok ű dergistiyęn wan jî nîn in? Gelo ev dadgeh carek be jî dę li qatilę wan jî bipirse? Gelo ev dadgeh dę çeteyęn ku bi xwîna kurdan tűrikęn xwe tijî pere kirine bi bîr bîne? Navę yęn ku bi ambűlansan, bi erebeyęn cenazeyan, bi helîkopteran bazirganiya eroînę kirine ű îro jî di meclîsę de bixwîne. Nexęr ev dadgeh bersiva yek ji van pirsan nade. Lewre endamęn dadgehę mîna meműran encex dikarin daxwaza amîrę xwe bi cih bînin. Ne raya gißtî ya Tirkiyeyę ku fęmekorî ű nexweß e dikare vę dadgehę binirxîne, ne jî çapemeniya tirk a ku bęhna kęzînę ję tę dikare vę dadgehę binirxîne. Ne germ li wan tę, ne sar li wan tę. Gava ku Öcalan dixwaze hinekî tansiyonę daxe, har dibin, dibęjin 'tirsiya'. Dema ku dibęje 'ne ji ber tirsę ye, ez dikarim nebaßiyę jî bikim', dibęjin, 'binęrin Öcalan zextan dike' ű hwd. Dixwazim du sę gotinan ji bo kes ű ręxistinęn bę wijdan ęn ku tu ked, xwîn ű xwędana wan di nav dozę de nîn e bibęjim: Ji roja roj de îß ű karę we, kirina rexneyęn ku ji bo xerakirinę ye. Di sala 1993'yan de jî dema ku PKK'ę agir rawestandibű, gelekan ji we digot: "An sîleh ű an sîleh. Lę di jiyana xwe de tu kesî ji we ranehißtiye sîlehę ű ranahęjiyę jî... 

[AW77A1] 
Nirxandina derdoręn kurd li ser mutalaya Doza Sedsalę: Helwesta dozgeran jî siyasî ye 
Her çend Doza Sedsalę, niha bi ßęweyekî demdemî, ji rojeva Tirkiyeyę derketibe jî, bi her awayî, li çar aliyę Kurdistanę sermijar e ű bi dűvediręjî li ser nîqaß tęne kirin. Li aliyę din çapemeniya cîhanę jî, ji sergermiya rojęn pęßîn xwe rizgar kiriye ű hędî hędî behsa aßtîperweriya Serokę Gißtî yę PKK'ę ű Serokę Rűmetę yę KNK'ę Abdullah Öcalan ű pęwîstiya çareserkirina Kęßeya Kurd dike. Wekî din, bi taybetî, nivîskaręn tirk ku helwesta Amerîkayę ya resmî radigihînin, ji ber helwesta Tirkiyeyę tengezariya xwe diyar dikin ű vę serdemę, ji bo çareseriyę Kęßeya Kurd wekî fersendeke dîrokî dinirxînin. Bo niműne; nivîskarę Milliyetę ßükrü Elekdađ, ku wekî berdevkę artęßę tę nasîn, da zanîn ku divę nasnameya kurdan bę nasîn ű Kęßeya Kurd bę çareserkirin. Tevî vę yekę, hîna jî gelek zanyar ű wezîręn Tirkiyeyę, kurdan wekî tirk, zimanę kurdî jî wekî zaravayekî tirkî didin xuyakirin. Wekî tę zanîn, di mutalaya ku serdozgeręn Tirkiyeyę li dijî parastina Öcalan amade kiribű de, hebűna kurdan hate înkarkirin. Li gorî mutaleyę, kurd wekî tirkan xwedî hemű mafęn demokratîk ű mirovane ne. Her wiha tę îdiakirin ku dewletę tu zilm ű zordarî li kurdan nekiriye ű nebűye sedema koçberiya kurdan. Derdoręn kurd li dijî vę mutalayę nîqaß ű gotűbęjęn dűvediręj digerînin ű wę, ji rastiyę dűr ű berdewama polîtîkaya li dar, bi nav dikin. 
Tarýk Ziya Ekinci: ßîrove ne karę dozgeran e 
Nivîskar ű siyasetmedarę kurd T. Ziya Ekinci da zanîn ku mutala ji rastiyę dűr e ű ne hiqűqî ye; lewre bi baweriya wî, ravekirin ű ßîroveya siyasî ne karę dozgeran e. Ekinci, her wiha behsa mafęn kurdan kir ű wiha axivî: "Dev ji wę berdin, hîn kurd nikarin mafęn xwe yęn bingehîn bilęv bikin. Hîn li Tirkiyeyę piraniya hemwelatiyan ne xwedî mafęn 'qűlan' in jî. Kurd bi tenę di warę bikaranîna reyan, çűyina leßkeriyę ű dayina bacę de wezîfedar in. Bi tenę çend daxwazęn sînorkirî yęn axa ű ßęxęn kurd hene. Mixabin hîn kurd wekî hemwelatî jî nayęn hesibandin." Ekinci bi pey van nirxandinan, bo nîßandayina nakokiya di nav mutalayę de, ji hinek xebatęn komîsyonęn meclîsę mînakin dan ű wiha got: "Algan Hacalođlu di Komîsyona Koçę ya Meclîsę de gotibű: 'Bi milyonan mirov ji cih ű waręn xwe hatine koçberkirin. Bęyî ku tu mafan bidin wan, mecbűr hißtine ku ew kes dev ji mal ű erdę xwe berdin.' Lę mixabin rewßenbîręn tirk li hemberî vę rűdanę dengę xwe dernaxin." Tarýk Ziya Ekinci li ser daxwaza aßtiyę ya Öcalan jî diyar kir ku wî doza paßeroję nekiriye ű daxwaza aßtiyę aniye zimęn, lę dozgeran pęßî li vę yekę girtiye. Ekinci wiha diręjî da axaftina xwe: "Dozgeran, ji bo ku pęßniyara Öcalan a bo aßtî ű çareseriya siyasî di avę de bibin, mutaleyeke siyasî pęßkęß kir." Bi baweriya Ekinci bi ßęwaz ű tevgera Bülent Ecevit ű Devlet Bahçeli Kęßeya Kurd çareser nabe, lewre kęße ne kęßeya terorę ye. 
A. Zeki Okçuođlu : Dewlet aßtiyę naxwaze 
Paręzer Ahmet Zeki Okçuođlu jî diyar kir ku dewletę li dijî kurdan stratejiya 4 -T'yan; tenkîl, tezhîp, tehdît ű temsîl bi kar tîne. Bi dîtina wî, ev stratejî pęßîn li hemberî ermenan, pißtre jî li hemberî kurdan hatiye bikaranîn. Okçuođlu got, mutala bersiva dewletę ye, lewre dewlet naxwaze aßtiyę bike ű bi kurdan re li hev were. Wî got: "Bi zorę em nikarin aßtiyę bi dewletę bidin qebűlkirin. Divę em tękoßîna xwe bidomînin; heta ku dewlet mecbűr bimîne. Ji ber vę yekę divę em stratejiyeke nű deynin. Me li hemberî dewletę tu sűc nekiriye. Wan em mecbűrî çekę kirine. Ji wan yek miriye, ji me deh kes mirine. Divę Öcalan ji bo yekîtiyeke navxweyî jî bang li kurdan bike." 
Ali Özcan : Dewlet dixwaze kirinęn xwe bincil bike 
Cîgirę Sekreterę Gißtî yę HADEP'ę Ali Özcan jî raporęn meclîsa Tirkiyeyę yęn li ser koçberiyę bi bîr xistin ű got dewlet dil dike bi mutalayę kirinęn xwe bincil bike. Özcan bal kißand ser ręxistinîbűna kurdan ű wiha peyivî: "Ji męj ve, kengę kurdan doza nasnameya xwe ya neteweyî kiribe, dewletę gotiye, 'ev serhildan e' ű ew tepeser kiriye. Lę îro, ędî kurd jî diyar dikin ku ew îradeyek in. Dewleta Tirk, her çiqas di nava xwe de nîqaß dike jî, ji bo çareseriya Kęßaya Kurd nikare gaveke jixwebawer biavęje." Wî da zanîn ku Öcalan gavęn jixwe bawer avętine ű di encamę de çi dibe bila bibe, wę çareserî xwe bide ser her tißtî. 
Yavuz Koçođlu (DBP) : Divę dewlet fersendę bide Öcalan 
Cîgirę Serokę Gißtî yę DBP (Partiya Aßtî ű Demokrasiyę)'ę Yavuz Koçođlu jî got, du aliyęn ßer hene ű divę her du alî jî kęmasiyęn xwe berbiçav bikin, da ku meseleyę çareser bibe. Koçođlu diyar kir ku divę dewlet pęßniyaręn Öcalan li ber çav bigire ű fersendekę bidiyę. Bi baweriya wî, ev dę ji bo vî welatî gelekî bikęr ű baß be, lę divę dewlet gavęn jixwebawer biavęje. Koçođlu wiha diręjahî da axaftina xwe: "Bi kampanyayęn nîjadperestî ű ßovenî, yęn ku li dijî Öcalan hatine destpękirin, dixwazin kęßeyę bęhtir bincil bikin. Her tißt li ser darvekirina Öcalan asę dimîne. Lę belę berę xwe nadin kęßeya bingehîn." 

[AW77A2a]
DGM bi awayekî ßeklî diguherin 
Pęßniyara guherîna Qanűna Bingehîn a ku ji du xalan pęk dihat roja 15'ę meha pűßperę ji aliyę Lijneya Gißtî ya TBMM'ę ve hate pejirandin. Wezîrę Edaletę Hikmet Sami Türk îdîa kir ku guherîn ji ber pęwistiyekę pęk hatiye, ne ji bo Öcalan. Serokwekîlę Koma MHP'ę Ömer Ýzgi jî îdia kir ku, ew guherîn ji ber tękiliyęn di navbera DMME ű Tirkiyeyę de pęk hatiye. Wî got ku dadgeha Ewrűpayę ji ber endamę leßkerî gelek caran Tirkiyeyę tawanbar dike. Li ser vę yekę Wezîrę Edaletę yę berę Hasan Denizkurdu daxuyand ku di pęvajoya darizandina Öcalan de guherîneke bi vî awayî nebaß e. Bi baweriya wî dibe ku bi vę guherînę Doza Öcalan ji nű de bę dîtin. Li aliyę din DYP'ę ű FP'yę daxwaz kir ku ne tenę endamę leßkerî bę vekißandin, divę ji binî ve DGM bęn rakirin. 

[AW77A2b]
Îßkence hate tescîlkirin 
Lijneya Gißtî ya Cezayę ya Dadgeha Bilind, ligel ku Dadgeha Cezayę ya Giran a Manîsayę der barę 10 polîsęn ku îßkence li 16 ciwanan kiribűn ű dadgehę ew dabűn beraatkirin doz xera kir. Doz dę ji nű ve li Manîsayę bę nirxandin ű ji polîsęn îßkencekar re wę 70 cezayę hepsę bę xwestin. Sema Taßer ku ji 16 ciwanan yek e, diyar kiriye ku ew ji ber biryara xerakirinę gelekî dilßad bűye. Wę daye zanîn ku pißtî çar salan wan di tękoßîna xwe ya mafdar de encam standiye. Paręzera wan Sema Pektaß jî da xuyakirin ku her kes dizane ku her 16 ciwan li Emniyeta Manîsayę wekî męvan nehatine sekinandin. Polîsan di îfadeyęn xwe de îdîa kiribű ku wan îßkence li 16 ciwanan nekiriye. 

[AW77A2c]
Karmendan hukhumet protesto kir 
Di nav ßirîkęn hikűmetę de zema bo karmendan derkete %20-25'an. KESK'ę li hemberî nęzîktędayina diyarkirina meaßan ya yekalî li çar aliyę Tirkiyeyę dest bi çalakiya ßewitandina bordroyan kir. Kedkaręn saziyęn dewletę, diyar kir ku, dema hikűmet bi ßęweyekî yekalî maeßan zęde bike, wę îsal jî nikaribe mil bide bin barę xwe. Karmendan da zanîn ku encax ev kęße bi Peymana Kar a Gißtî çareser bibe. Divę navę de zîyareta IMF'ę ya bo Tirkiyeyę rastî çalakiyęn karmendan hat. IMF naxwaze ku hikűmet zemę li maeßęn karmend ű karkeran bike. 15'ę meha pűßperę karmendęn KESK'ę li Edene, Ęlih, Eskîßehîr ű Semsűrę çalakiya ßewitandina bordroyan li dar xist. Li aliyę din li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Bűrsa, Męrsîn ű Antalyayę karmendan çalakiya 16'ę pűßperę domand. 

[AW77A3] 
Çavę Bapîrę Me, Heskîf 
Wekî diyar e, bala kurdan li ser serok ű azadiya wan e. Gelekî zehmet ű dijwar e ku ew bala xwe bidin ser tißtekî din. Li aliyę din komkujiya li dijî kurd ű kurdistaniyan heralî ye ű berdewam e. Lewre divę tękoßîna kurdan jî piralî be. Dewleta tirk vę dawiyę jî qesta Heskîfę dike, ku yek ji kevnaretirîn ßűnewaręn cîhanę ye. Wę ji bo bendaveke 50 salî, ev ßűnewara bęhempa ű dęrîn di bin avę de bimîne. Li gorî qanűnęn Tirkiyeyę ű peymanęn navneteweyî li cihęn wekî Heskîfę çękirina avahiyan qedexe ye. Li dijî vę yekę, gelek komęn tirkiyeyî ű cîhanî dest bi rizgarkirina çalakiyęn Heskîfę kir. Lę balkęß e, her çend hin xebatęn kurdistaniyan jî hebin, kęmtirîn dengę wan derdikeve. Komęn heyî jî, dema xebata xwe dikin, li gorî pîvanęn 'îdeolojiya resmî' tevdigerin ű dibęjin, " Bila li darę dinyayę rűreß nebe.' Rojnameyęn tirk jî xebatęn kurdistaniyan wekî "çalakiyęn terorîst" bi nav dikin. JAN AMED, ku demekę di nava Koma Dilxwazęn Rizgarkirina Heskîfę de cih girtiye, li ser vę mijarę nűçe-lękolînek amade kir. Heskîf, bi taybetî van salęn dawîn, bi avakirina Bendava Ilýsuyę re kete rojeva cîhanę. Lewre bi vę bendavę, wę ev berhema dęrîn ű bęhempa di bin avę de bimîne. Ji ber vę çendę ji li cîhan, Kurdistan ű Tirkiyeyę gelek kes lę dixebitin ku, pęßî li vę komkujiyę bigirin. Lę balkęß e, hem li gorî qanűnę Tirkiyeyę ű hem jî li gorî peymanęn navneteweyî yęn ku Tirkiyeyę îmze kirine, li cihęn wekî Heskîfę çękirina avahiyan qedexe ye. Li aliyę din, heya îro tu komel ű ręxistinęn hawirparęz ű surißtperwer, ji bo ku pęßî li vę komkujiyę bigirin, neketine nava tevgerę. Li Tirkiyeyę komelęn hawirparęz ęn mîna; Çekul, Çevko, Green Peac hene, lę tu deng ji wan dernakeve. Lewre, wekî di her warî de xwe dide xuyakirin, di vî warî de jî tesîra "îdeolojiya resmî" serdest e ű ev komel, ji ber ku problem bi kurdan re tękildar e, bala xwe nadin ser. îro li Tirkiyeyę du kom ji bo rizgarkirina Heskîfę xebatę dikin: "Komîteya Rizgarkirina Heskîfę (Hasankeyfi Kurtarma Komitesi)" ű " Koma Dilxwazęn Rizgarkirina Heskîfę (Hasankeyfi Kurtarma Gönüllüleri Grubu). Koma yekem, ev demeke diręj e, bi serkęßiya Sevim ßirvan xebata xwe dimeßîne. Koma duyem, di meha gulanę de hate sazkirin ű di bin sîbera Navenda Çanda Don Kîßot de dixebite. Vę komę, heta niha ji bo Heskîfę hin xebat kirine, lę vę komę xwe ji feraseta "dewleta pîroz" neßűßtiye. Lewre ev kom jî ne xwedan hęz ű karîn e. Kom, dema xebatę dike, dibęje, "Gelo tißtę em dikin, wę ziyanę bigihînin dewletę?" Her wiha dibęjîn, "Bila dewleta me, ji ber vę problemę, li darę dinyayę rűreß nebe." ßovenîzma di vî warî de, di qada navneteweyî de jî xwe dide xuyakirin. Her sal li ser navę avakarę Holdînga Ford Henri Ford, ji bo parastina berhemęn çandî pęßbirkek tę sazkirin. îsal Koma Dilxwazęn Rizgarkirina Heskîfę jî beßdarî vę pęßbirkę bű. Komę, ji bo pęßbirkę nivîsek amade kir ű ji bilî tirkan behsa tu gelan nekir. 
Xebatęn kurdistaniyan Îro, li ber destę dewletę 200 projeyęn bendavę (baraj) hene. Hemű bendav jî wę li ser çemęn Kurdistanę werin çękirin. Lę, dewletę, ji ber ku rojek berî rojekę Heskîfę binav bike, pęßîn dest bi projeya Bendava Ilýsuyę kir. Ger ku bilindiya avę 50 metro be, wę Heskîf rizgar bibe ű enerjiya ku dixwazin ji wę bi dest bixin, wę pęk were. Lę armanc ne ev e ű darî çavan e. ßęniyę Heskîfę berę 30 hezar bű, lę ji ber pest ű kotekiyęn dewletę, ßęniyę wę daketiye 3- 4 hezarî. Çeteyęn li heręmę erd ű zevî gelek bi erzanî kirîne ű gelek biha difiroßin dewletę. Demek berę kurdistaniyan li Ewrűpayę ji bo rizgarkirina Heskîfę dest bi çalakî ű xebatę kir. Lę rojnameya Cumhuriyetę ev xebat wekî "terorîzmę" bi nav kir. Cumhuriyetę giliya van kesan dikir ű hema bęje ji dewletę re digot, bilezîne. 
'Serbajarę Mirovę ßkeftan' 
Afirandina ßaristaniya Kurdistanę Heskîf, li rojhilatę Çemę Dîjleyę ye; li bakurę wę Çiyayę Ramanę heye. Heskîf, ji aliyę Çemę Dîjleyę ve hatiye dorpęçkirin ű wekî keleheke surißtî xuya dibe. Çiyayęn ku dor li bajęr girtine, ji bo çűyin ű hatinę jî astengęn mezin dertînin. Heskîfę, di dîrokę de her tim bi vę rewßa xwe ya taybetî ű cografyaya xwe bal kißandiye ser xwe. Dîroknas ű gerokęn Dema Navîn (Ortaçađ) jî dema behsa Heskîfę dikin, balę dikßînin ser vę yekę. Heskîf ji hęla pęßiyęn kurdan ango aryayiyan ve hatiye damezrandin. Lewre di nava bajęr de jęmayęn (kalýntý) ola aryayî gelekî berbiçav in. Her wiha jęmayęn olęn monoteîzm ű paganîzmę jî hene. Berî Zayînę, di navbera salęn 1520 ű 1252'yan de, pęßiyęn kurdan Dewleta Mitanî li heręmę desthilatdar e. Bi lękolînęn arkeolojîk, ku li serbajarę Hîtîtiyan Hattűßaßę (Bođazköy) hatine pękanîn, belgeyek li ser Mîtaniyan bi dest ket. Li pey vę belgeyę, Mîtanî, Heskîf jî di nav de, li heręmę desthilatdar bűne. Ji vę yekę jî diyar e, kurd li Heskîfę, di nava ßaristaniyęn pęßîn de cih digirin. Heskîfę, ev rewnaqa xwe ji Eyyűbî ű pęßiyęn kurdan Merwaniyan wergirtiye. Hebűna Merwaniyan a li heręmę, di pirtűkęn Ýbnul Ezrak ęn bi navę "Tarîxűl Farqîn" ű " Tarîxî Meyyafarqîn ű Amedę" de jî darî çav dibe. Bi taybetî di pirtűka "Tarîxűl Farqînę" de behsa Merwaniyan tę kirin. Çavkaniyęn ku qala Eyyűbiyan jî dikin hene, lę gelekî kęm in. Wekî din ßerefxan Bîtlîsî jî di ßerefnameyę de qala Eyyűbiyan ű Heskîfę dike. 
"Heskîf jî ya tirkan e!" 
Li ser Heskîfę çavkaniya herî baß ű berfireh "Vakayînameya Heskîfę" ye, ku îro li Pirtűkxaneya Neteweyî ya Viyanayę tę parastin. Ev pirtűk, gelek aliyęn nediyar ronî ű zelal dike. Îro Heskîf wekî bajar tę binavkirin. Lę ev çewt e. Lewre ku Heskîf wekî "akropol" were binavkirin, bęhtir di cih de ye. Ji ber ku di dema Yewnana Antîk de ji bajaręn wekî Heskîfę re, ku li cihę bilind ű asę tęne avakirin, "akropol" tę gotin. Ji ber vę hindę Heskîf jî akropol an jî akropolîsa Kurdistanę ye. Heskîf, ji bajarekî bęhtir navendeke surißtî ű dîrokî ye. Keleha Heskîfę li ser milekî Dîjleyę ye. Van milę Dîjleyę li her du aliyęn Heskîfę du geliyęn kűr pęk anîne ű keleha Heskîfę li ser van du geliyęn kűr bilind dibe. Li derveyî akropolîsę, piçekî li xwarę, gelek ßkeft hene. Dîroka avabűna van ßkeftan heya Dema Pęßîn (Ýlkçađ) diçe. Hejmara van ßkeftan li dora 4 an jî 5 hezarî ye. M. Streek gelek mafdar e, ku ji bo Heskîfę dibęje, "serbajarę mirovę ßkeftan". Dîsa li derveyî akropolîsę, li jęra gelî, jűręn (ode) zinara hene ű hejmara wan jî gelek e. Li gorî jęmayan ev jűr, jűręn gelęn îsawî an jî xiristiyan; ęn ku dema ola xiristyanî nű peyda bűye ne. Xiristiyan li Romayę ji jűręn bi vî rengî re dibęjin "katakomp". Lewre ev jî katakompęn Kurdistanę ne. Mirov bi deriyekî abîdewî dikeve kelehę; ji vir pę ve hetanî akropolę derence hatine çękirin. Dema mirov digihęje akropolę, Çemę Dîjle ű axa Kurdistanę bi hemű bedewî ű rewnaqiya xwe xuya dibe. Mirov li ber vę bergeha bęhempa ßaß ű metel dimîne ű gelekî pę kęfxweß dibe. Dawiyę mirov dibęje: "Çawa destę wan li Heskîfę digere!" Li kelehę, di zinaręn zaxor (asę) de bihuręn veßartî hatine avakirin. Dema ku bajar tę vegirtin, gelę akropolę di van bihuręn, ku bi awayekî çivangî hatine avakirin re, heya çemę dißiqite ű avę hildide. Her wiha Pira Heskîfę jî gelekî navdar e ű di dema xwe de xwedî firehtirîn kemberę bűye. Lę kember îro hilweßiyaye. Di nava akropolę de avahiyęn ku ji dema îslamiyetę mane gelek in. Ev avahî, bi piranî ji aliyę Eyyűbiyan ve hatine çękirin: Mizgefta Bilind (Ulu), Mizgefta El Rizk, Mizgefta Siltan Silęman, Mizgefta Beran, Mizgefta Keçikan, Mizgefta Biçűk, Zaviyeya Îmam Evdila ű Qesra Biçűk avahiyęn Eyyűbiyan in. Li gorî Îbnî ßeddad, di sedsala 13'an de Merwaniyan jî gelek avahî çękirine, lę heta îro li ser piyan nemane. Niha jî di navbera Kercęws ű Heskîfę de bi navę Merwanî gundek heye. Wekî din ßaristaniyęn wekî Pers, Romanî ű Bizansî jî li Heskîfę desthilatdar bűne. Dîsa demekę, gelę asűrîsuryanî jî ev der kiriye navenda pîskoposî ye. Îro dewlet tirk ű zanyaręn wę, dil dikin ku Heskîfę wekî jęmaya xwe bidin xuyakirin. Lę ev tißtekî eletewß e, lewre dîroka wę heta Berî Zayinę sala 2000'î diçe ű wę demę tirk hîna li ßanoya dîrokę peyda nebűbűn. Li gorî dîroknasęn tirk, Heskîf Berî Zayinę di sedsala 8'an de ji aliyę tirkęn Karluk ve hatiye avakirin. Li aliyę din bi baweriya dîroknasęn tirk navę Heskîfę jî tirkî ye. Li gorî vę yekę, bi navę Hesen di kelehę de girtiyek hebűye. Ev girtî, berî ku bimire ji siltęn re dibęje, "Berî ku ez bimirim, ez dixwazim bi hespę xwe, di nava kelehę de bigerim." Sultan, destűrę dide ű Hesen pißtî çend tűran dadike, ji nißke ve hespę xwe ber bi misefilę (uçurum) ve diajo, tevî hespę xwe dikeve nava çęm. Hesp dimire, lę Hesen rizgar dibe. Li pey vę yekę, leßkeręn ku ji kelehę li bűyerę temaße dikin dibęjin, "Hesen keyf!" ango "Hesen te çi kir?". Lewre li ser vę yekę navę vę derę bűye "Hesenkeyf". Wekî diyar e nirxandinęn wisa gelekî eletewß in ű bęhtir dirűvę gotegotęn (riwayet) gelerî bi wan dikeve. Di sala 1935'an de arkeolog ű pisporę dîroka hunerę yę frensî Albert Gabriel hate Kurdistanę ű li Heskîfę li ser berhemęn dîrokî, hin lękolînęn zanistî kirin. Pißtî ku lękolînęn wî qediyan, ji wezîrę çandę yę Tirkiyeyę re nameyek ßand ű got, divę berhemęn dîrokî yęn li Heskîfę werin parastin. Lę wezîr, ev daxwaz di ser guhę xwe re avęt. Di sala 1967'an de rayedaręn Tirkiyeyę, ji bo ßęniyę di nav ßketftęn li Heskîfę de dijî, hin avahî lękirin. Ev avahiyęn ku li ser berhemęn dîrokî hatin çękirin, bękęr bűn ű ji bo tu pędiviyęn ßęniyę nebűn bersiv. Bi vî awayî, ev berhemęn dîrokî yęn bęhempa dîsa hatin herimandin. Heskîf, di sala 1987'an de di dereca yekemîn de wekî "qada sît" hate ragihandin. Di sala 1981'ę de jî ji bo 22 berhemęn di nava akroopolę de biryara parastinę hate girtin. Tevî van biryaran heta îro di vî warî de xebateke berbiçav nehatiye kirin. 

[AW77A4] 
Serokę Belediyeya Asarlýka Îzmîrę Raßit Güleryüz: Gel dixwaze em rast bin 
Pißtî hilbijartinęn 18'ę avręlę, HADEP'ę tevî bidestxistina belediyeyęn heręmę, bi bidestxistina çend belediyeyęn metrepolęn Tirkiyeyę jî balę kißand ser xwe. Yek ji van heręmęn tirk ku HADEP'ę belediyeya wę bi dest xistiye beldeya Asarlýkę ku li ser navçeya Ýzmîrę ye. Em hevpeyvîna li gel Serokę Belediyeya Asarlýkę Raßit Güleryüz ku bi Nűnerę me yę Ýzmîrę re kiriye pęßkęßî we xwendevanan dikin. 
Serokę biręz, hűn di hilbijartinan de bi gißtî rewßa Îzmîrę ű bi taybetî jî rewßa Asarlýkę çawa dinirxînin? 
Wekî tę zanîn HADEP li Îzmîrę xwedî girseyeke mezin e. Lę mixabin bi qasî ku me hęvî dikir, me deng negirtin. Ez dixwazim li ser wę yekę çend tißtan bibęjim. Li gorî fikra min, di xebatęn hilbijartinę de kęmasiya me nebűna kadroyan bű. Ji ber ku li Asarlýkę me ev kęmasî ji holę rakiribű, em bi ser ketin. Li hęla din, girseya me bi piranî kesęn ku ji heręmę koçî vę derę bűne. Ev kes ji hęla aborî ve gelekî tengasiyę dikißînin. Berî her tißtî koçberęn me dixwazin ji xizaniyę xilas bibin. Partiyęn pergalę wekî her car îcar jî serę gelę me yę li Asarlýkę tevlîhev kir. Ji ANAP'ę bigire heta CHP'ę tim propagandayeke li dijî partiya me dihate dikirin. Lę li hemberî van lîstikan partiya me HADEP'ę li Asarlýk'ę bi ser ket. 
We bi hejmar ű ferqeke çawa serokatiya belediyeyę stand? 
Jimareya hilbijęręn Asarlýkę 8200 e. Ji vę hejmarę dengęn pejirandî 6200 e ű me ji van dengan 2245 heb stand. Di navbera me ű partiya duyemîn de 748; di navbera me ű partiya sęyemîn de jî 1050 deng ferq hebű. Em dikarin bibęjin ku me bi ręjeya ji % 35.5 serokatiya belediyeyę stand. 
Em bawerin wekî tevahiya belediyeyęn ku HADEP'ę bi dest xistine belediyeya we jî xwedî deynęn giran e. Dîsa li gorî saloxdayînan serokę kevin berî hilbijartinę ji bo ku dîsa serokatiyę bistîne gelek kes hildane kar. Hűnę li ser van tißtan çi bibęjin? 
Rast e. Belediyeya me heta îro wekî saziyeke kaműyę nehatiye biręvebirin. Bi rastî ez jî nikarim rewßa heyî rave bikim. Hesab ű kitębę bazirganekî pęz bi xwe jî heye. Mixabin li vę derę ne hesab ű ne jî kitęb hatiye girtin. 
Heta îro deynę me li dora 250 milyarî bű, ango me wisa dizanibű. Lę ev du rojin em pę hesiyan ku 100 milyarę din deynę me heye. Serokę Belediyeyę yę berę li derve gotiye ku wî belediye bę deyn teslîm kiriye. Lę heta îro nehatiye ku merasîma dewirteslîma belediyeyę jî. Mohreke belediyeyę jî bi xwe re biriye ű ew teslîmî me nekiriye. Li gorî faturayęn deyna di nava van herdu mehęn dawî de bihayę 7 mîlyara çaqil kiriye, dîsa ew qas qeder jî çîmento, lę em lę dinihęrin ji wę roję heya îro neko bi bihaye milyaran erebeyek qum anjî torbeyek çîmento li cihekî Asarlikę nehatiye rijandin. Ev yek jî dide xweyan ku li wę derę gelek nerastî (yolsuzluk) hatine kirin. 
Nifűsa Asarlýkę bi awayę fermî 14 hezar e. Lę niha 20 hezar kes li vę beldeyę dijîn. Dema em hatin ser kar 120 kes li belediyeyę wekî karker dixebitin. Li hęla din 60 hezar kes li navçeya Çiđliyę dijîn ű bi tenę 60 kes li belediyeyę kar dikin. Serokę berę yę belediyeyę beriya hilbijartinan bi çend rojan bi dehan kes hildane kar. Jixwe hatina (bűtçe) belediyeya me biçire, nikare meaßa 30 kesî bide. Lewre 30 kesę ku pißt re hildabűne kar, me ji kar avętin. 
Gel bi çi awayî nęzikiyę di belediyeyę dide. Çi ji we dixwazin, hűnę bikaribin ji xwestekęn wan re bibin bersiv? 
Gelę Asarlýkę ręveberiyeke dadyane ji me dixwaze. Jixwe em jî di vî warî de jixwe bawer in. Gel dixwaze ku em li hemberî wan rast bin. Ji rewßa belediyeyę jî haydar in. Bi rewßa heyî encax em dikarin di 3 salan de deynęn xwe bidin. 
Hűn dixwazin berî her tißtî çi bikin. Plan ű projeyęn we yęn çawa hene? 
Di demeke kin de mirov nikare tißtekî berbiçav bike. Vę gavę belediye di bin deynan de fetisiye. 350 milyar deyn ji bo me ne hęsan e. Hatina belediyę sę salan hewqas nake. Lę li hemberî vę yekę jî dîsa hinek projeyęn me hene. Di destpękę de em dę li ser xebatęn çand ű hunerî bisekinin. Ji bo ciwanęn xwendekar rojęn ßemî ű yekßeman wę qűrsęn taybet bęne destpękirin. Di aliyę aborî de em dę ji xwendekaran re bibin alîkar. Her wiha ji bo paqijkirina derdorę çi ji destę me were, em texsîr nakin. 
Biręz Güleryüz, wekî gotina dawî hűn dixwazin çi bibęjin? 
Em dę Asarlýkę li gorî îmkanan bi gel ve bi rę ve bibin. 

[AW77A5] 
ßerę li Keßmîrę gur bű 
Hîndistan ű Pakîstan gefan li hev dixwin 
Kęßeya Keßmîrę, ku erdę wę di navbera Pakîstan ű Hîndistanę de hatiye parçekirin, ji nîveka gulana 1999'an vir de bűye sedema pevçűneke nű. Li gorî agahiyęn ajansęn nűçeyan, di mehęn zivistanę yęn bi berf ű pűk de, nęzî 400 ßervanęn misilman, bi çekęn giran, li cihęn bilind ű stratejîk ęn li ser Xeta Kontrolę ya di navbera Pakistan ű Hîndistanę de bi cih bűne. Kesęn li ser mijarę pispor in daye zanîn ku saloxęn li ser vę yekę gihîßtine ber destę hęzęn Hîndistanę, lę wę demę, ji ber mercęn giran ęn hewayî ű asębűna cihęn navborî, siyasetmedaręn Hindistanę guh nedaye wan agahiyan. Bilindahiya van cihęn sar ű bi berfę dagirtî 5 hezar metro ye. Ji 26'ę gulana 1999'an bi vir de, Artęßa Hîndistanę bi 30 hezar leßker ű hęzęn hewayî ketiye heręmę, lę ji ber ku di destę ßervanan de çekęn giran hene ű li cihęn stratejîk bi cih bűne, hęzęn Hîndistanę nikarin van ji heręmę derxin. Çavkaniyęn Hîndistanę di vî warî de balę dikißînin ser alîkariya Artęßa Pakistanę ya bo ßervanan. Li gorî wan çavkaniyan, ew kes ji hęla artęßa Pakistanę ve hatine perwerdekirin ű li wir hatine bicihkirin. Her wiha tę îdiakirin ku ew kes ne nißtevanę Keßmîrę ne, kesęn afgan ű pakistanî ne. Heta niha di ßer de du balafir ű firokeyeke Hindistanę ketiye. Li gorî Artęßa Hindistanę 103 leßkeręn wan hatine kußtin ű 242 leßker jî birîndar bűne. Heman çavkanî kußtiyęn aliyę din jî wekî 267 nîßan daye. Ev heręm, ji sala 1947'an ku Pakistan ű Hindistan ji bin nîrę Îngilistanę derketine ű ji hev veqetiyane vir de, mijara ßer ű pevçűnan e. Heta niha sę caran di navbera her du dewletan de ßer derketiye. ßerę dawîn di sala 1971'ę pęk hatiye ű di sala 1972'yan de peymanek hatiye girędan. Bi vę peymanę, sînorę di navbera her du dewletan de diyar bűye ű Xeta Kontrolę di navbera her du dewletan de hatiye danîn. Li gorî vę peymanę, ji sisiyan duduyę erdę Keßmîrę di bin destę Hîndistanę de maye ű ji sisiyan yekę erdę Keßmîrę jî di bin destę Pakistanę de ye. Ji ber ku piraniya gelę Keßmîrę misilman e, dewleta Pakistanę pißtevaniya ßervanęn Keßmîrę dike. ßervanęn ku doza cudabűna ji Hîndistanę dikin jî, beßa di bin destę Pakistanę de wekî baregeh bi kar tînin. Li hemberî bißűnewarbűna ßervanęn Keßmîrę, reaksiyona tund a Hindistanę deriyę ßerekî gißtî, li her du dewletęn ku ji męj ve li dijî hev in, vekir. Tißtę ku ßerekî bi vî rengî xeternaktir dike jî çekęn kîmyewî ű nukleer ęn di destę her du dewletan de ne. Her du dewletan jî sala çűyî çekęn nukleer ceribandibűn. Ji niha ve rayedaręn Pakistanę îdia dikin ku Artęßa Hîndistanę li hemberî ßervanęn Keßmîrę çekęn kîmyewî bi kar tîne. Lę rayedaręn Hindistanę vę yekę wekî îdiayeke bębingeh didin xuyakirin. Ji bo vekirina riya lihevkirinę, wezîręn karę derveyî yęn her du welatan roja 12'yę pűßperę li Delhiya Nű li hev rűnißtin, lę negihîßtin encameke eręnî. Pißtî hevdîtina her du wezîran, Wezîrę Karę Derve yę Pakistanę Sartaj Azîz bi Serokwezîrę Hîndistanę Vajpayee re jî hevdîtinek pęk anî. Ji daxuyaniyęn her du aliyan ęn pißtî hevdîtinan diyar dibe ku her du alî bi awayekî cuda li mijarę dinęrin. Bo niműne; Pakistan dixwaze bi riya vę bűyerę Kęßeya Keßmîrę bîne ser maseyę, lę Hîndistan tißtekî vî rengî napejirîne. Her wiha Pakistan ßervanęn Keßmîrę wekî ßervanęn azadiyę bi nav dike ű Hindistan jî vę yekę wekî nîßaneya hevalbendiya wan ű vę dewletę dinirxîne. Wisa xuya ye ku Hindistan kesęn ku ji bo cűdabűna Keßmîrę tędikoßin, wekî destikę Pakistanę dibîne. Hate ragihandin ku Serokę Amerîkayę Bill Clinton jî ji bo ku çareseriyek ji kęßeyę re bę dîtin, bi Serokwezîrę Hindistanę re, bi riya telefonę, peyiviye ű xwestiye her du dewlet kęßeyęn xwe bi gotűbęjan çareser bikin. Pißtî hevdîtinan her çiqas her du aliyan jî da zanîn ku dilę wan nîn e ßerekî derxin, lę rayedaręn her du dewletan jî aliyę din sűcdar dikin. Her wiha rayedaręn her du dewletan jî diyar kir ku ew ji ßer re jî amade ne. 

[AW77A6] 
Di çapemeniya cîhanę de li ser dozę nirxandinęn objektîf 
Toronto Globe and Mail - Rewßa kurdan jî dißibe ya kosovayiyan 
Nivîskarę Rojnameya Toronto Globe and Mail Alan Freeman, di hejmara roja 11'ę pűßperę de, nivîseke berfireh li ser Kęßeya Kurd nivîsandiye. Di nivîsę de hatiye daxuyandin ku li welatę kurdan jî 4 hezar gund hatine valakirin, milyonek mirov hatine koçberkirin. Freeman gotiye, kurd ji hemű mafan hatine bęparkirin ű nikarin vegerin gundęn xwe. Di nava nivîsę de helwesta rayedaręn tirk, ku hebűna kurdan ű kęßeya wan red dikin jî, hatiye rexnekirin. Nivîsę bal kißandiye ser wekheviya nęzîktędayina dewleta tirk a li ser Kęßeya Kurd ű ya Miloseviç a li ser Kęßeya Kosovayę. Her wiha durűtiya NATO'yę jî hatiye rexnekirin. 

Vek - Li ber Öcalan cezayę îdamę heye 
Rojnameya hefteyî ya rűsî Vekę li ser Doza Sedsalę nűçeyek amade kiriye. Amadekarę nűçeyę daye zanîn ku li ser biryara der barę Öcalan de gotina tißtekî teqez ne hęsan e, lewre Öcalan serokę tevgereke neteweyiye ű siyasetmedarek e; dewleta tirk her çiqas wî wekî sűcdarekî adlî bi nav bike jî, bi vî çavî li wî dinęre ű xala ku ję doz hatiye vekirin jî vę rastiyę nîßan dide. Di nűçeyę de hatiye gotin ku Öcalan bi awayekî nerm nęzîkî di dozę daye ű dixwaze ku ew doz, xizmetę ji doza neteweyî ya gelę kurd re bike. Rojnameya Vekę diyar kiriye ku darvekirina Öcalan gelekî dijwar e. Lewre îdam, digel reaksiyona tund a kurdan, dę bibe sedema rexneyęn tund ęn cîhanę jî. 

Washington Post - Mafxur sînoran nas nakin 
Rojnameya Washington Postę, roja 16'ę pűßperę cih daye gotűbęjeke bi Ręveberę Ręxistina Efűyę ßaxa Amerîkayę William F. Schulz re. Di vę nivîsę de Schultz daye zanîn ku li welatęn wekî Çîn, Kűba ű Sűdanę mirovan ziyaneke mezin dîtiye, lę dewletęn ku xwedęgiravî paręzgeriya mafęn mirovan dikin, çavęn xwe ji van tißtan re digirin. Di nűçeyę de hatiye gotin ku li Tirkiyeyę li hemberî kurdan mafxuriyęn girîng pęk tęn; li Amerîkayę darvekirin, li Îsraîlę jî îßkence heye. Ręveberę AI'yę xwestiye ku dadgeheke mafęn mirovan bę avakirin ű kesęn mafxur ű zilimkar bęn darizandin. 

[AW77B1] 
Dayę! Bavę Min Direvînin... 
"Revandineke Zindî": Fehmi Tosun 
Li ser bajarę qelebalix, ku deng lę bilind dibű, roj li ber ava bű. Li asîman belekiya ewran, bi rengę sor, zer ű çeqel xemilibű. Zarok, di nava tirs ű heyecanę de, di nęrdevanan re bi lez beziya jor ű bi awayekî bęhnçikiyayî kete hundir ű qęriya: "Dayę...! Dayę! Sę kesan, bi lędan ű bi darę zorę bavę min dixin taksiyę!" Dayik Haným Tosun, welatparęz ű rewßenbîręn ku wę demę pir dihatin revandin, bi bayę birűskę di hißę xwe re derbas dike; di nava tirs ű peroßiyę (panik) de derdikeve ßaneßînę (balkon), dibîne ku ew sę kes, hîna jî lę dixebitin ku Fehmi bi darę zorę bixin taksiyę. Fehmi ji bo ku nekeve taksiyę li ber xwe dide, lę polîs bi kulmisk ű pehînan zora wî dibin. Fehmi Tosun ji aliyekî ve, mîna ku bizanibe ka wę çi were serę wî, hewl dide nekeve taksiya spî, ji aliyekî ve jî diqîre ű dibęje " Hawar...! Min direvînin." Dayik ű kurę wî, heta ku bi lez ű bez dadikevin xwarę, taksiya spî, tevî deriyę nîv vekirî ű lingę Fehmî yę li derve mayî, lę dixebite ku di nava toz ű dűmanę winda bibe. Lę, ji ber ku li ser rę zarok hene, nikare bilezîne. Wer xuya ye, kujeran an ji ber ku devę wî girędaye yan jî derbeyeke giran lę dane, Fehmî nema dibęje, " Hawar li min!" Îcar dora qęrîn ű hawarę tę Haným Tosun: "Hawar... Hawar li min! Męrę min direvînin... Plaqaya wę bigirin." Haným, ji ber ku encama vę revandinę dizane, her digîrî ű dike qęrîn ű hawar. Zarokek dibeze, tę cem wę ű dibęję, "Xaltî, min plaqe girt." Cînaręn wę, ku di pencereyęn xwe de li bűyerę temaße dikin, bi armanca alîkariyę telefonî polîs jî dikin. Pißtî demekę, dereng be jî, komek polîs tę ber derî; Haným bűyerę ji wan re vedibęje ű nimeroya plaqę dide wan. Polîs, bi hinceta ku îfadeya Hanýmę bigirin, wę dibin Qereqola Avcýlarę. Haným, hemű tißtęn ku bi çavę serę xwe dîtine ji polîsan vedibęje. Di vę navberę de polîs, bi lękolîna li ser nimeroya plaqaya wę dixapînin. Lewre pißtî demekę, ji Hanýmę re dibęjin, "Ev plaqę sexte ye." Li ser vę yekę Haným li ber polîsan radibe. Îcar polîs di ser wę de diqîrin ű dibęjinę: "Tu ji ku zanî, ew polîs in!" Haným li wan vedigerîne: " Kesî heya îro doza męrę min nekiriye ű tu dijminęn wî tune ne." Pißtî vę yekę ew dîsa dibęje, yęn ku męrę wę revandine polîs in. Ji ber vę hindę polîs madę xwe tirß dikin ű awiran bi wę vedidin. Li pey van bűyeran, Haným li ser bűyerę nameyekę dinivîse ű dide polîsan. Roja din qereqola Gayrettepe gazî wę dike ű ji wę pirsa çalakiyęn siyasî yęn Fehmi dike. Haným li wę derę fęr dibe ku, męrę wę, roja ku tę revandin, hevalę xwe yę kurd Hüseyin Aydemir dibîne. Ji wę roję wir ve, tu agahî ű dengűbas li ser Hüseyin Aydemir jî nehatiye hilanîn. Wer diyar e, polîsan ew jî heman roję revandiye, lę nayę zanîn ka polîsan ew ji ku derę revandiye. Haným digihęje wę baweriyę ku Fehmî li devereke din li taksiyę hatiye siwarkirin, lę Fehmi ji wan re çi gotiye, ne diyar e. Bi baweriya Hanýmę, wan bi dek ű dolapan ew aniye ber deriyę malę; dawiyę, ji ber ku fęm kiriye ew tę revandin, di nava dest ű lepęn polîsan de bi wan re pev çűye ű kiriye hawar. Haným wer difikire ku Hüseyin Aydemir jî bi taksiyeke din hatiye revandin. Di ser bűyerę re 5 sal derbas bűn, lę Haným, hevalę xwe, bavę zarokęn xwe, hîna jî di dilę xwe de vedißęre. Kurę wę yę herî mezin, pißtî windabűna bavę xwe, neçar dimîne ku dest bi kar bike ű bi îmkanęn xwe yęn kęm, hewl dide debara malę bike. Lęzim ű męriyęn Hanýmę jî pißtgiriya wan dikin; wan bi hev re paręzer girtiye ű serî li Dadgeha Mafęn Mirovan a Ewrűpayę DMME'yę daye. Ev bi salan e ji dadgehę tu encam an jî agahî nehatiye wergirtin. Haným li ber xwe dide, di nava hewldanan de ye, lę ji kesî tu deng dernakeve. Min Haným Tosun îsal, li Cenevreyę, di dema danißîna Koma Mafęn Mirovan ya Neteweyęn Yekbűyî de dît. Wę, di Kongreya Windahiyęn Cîhanę de, ji xizmęn windahiyęn cîhanę re, ęß ű kesera dilę xwe anî ser zimęn. Ew dibęje: "Bi salan e çavęn min li riya wî qerimîn. Ev ęßeke giran ű dijwar e. Lewre ji kußtin ű qetlkirinę gelekî dijwartir e. Me ne ji Hüseyin ne jî ji Fehmî tu agahî hilneaniye." 
Di vę navberę de, Haným dîsa jî çi ji destę wę tę dike, her ű her pirsa hevalę xwe dike. Ew, yek ji Dayikęn ßemiyę ye. Fehmî çima hate revandin? Ew kurdekî liceyî bű; karkerekî di halę xwe de bű. Li vę cîhanę ji kesî tißtek hęvî nedikir. Wî, bi tenę, wekî her mirovî, doza ziman, çand ű mafęn xwe yęn rewa dikir. Wî, hewl dida xwedî li keda xwe derkeve, bi kesekî nede xwarin; di civakę de biçűk nayę dîtin ű her wiha bibe endamekî azad ű bi rűmet yę civaka azad. Ango wî dixwest bibe kurdekî azad. Ew, di sala 1991'ę de, bi hinceta ku alîkariya PKK'ę kiriye ű endamęn wę hewandine, tę girtin ű sę salan di girtîgehę de dimîne. Pißtî ku ji girtîgehę derdikeve, gelek caran tę binçavkirin ű gef lę tęn xwarin. Lewre ew mala xwe bar dike, diçe Stenbolę. Li vę derę, li Avcýlarę, di xaniyekî erzan de bi cih dibe. Wî hewl dida ku bi destefiroßiyę (seyyar satýcý) debara zarokęn xwe bike... 

[AW77B2] 
Bo xwendina pirtűkęn girîng pęßniyazęn Öcalan: Nîßaneyęn Hunera Serokatiyę 
Xwendevan gelek wextan li benda pęßniyazan in ku li gorî pęßniyazan, pirtűkan bikirin ű bixwînin. Di vî warî de pęßniyazęn Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan ji aliyę girseyę ve bi awayekî germ tęne pęßwazîkirin. Tîraja her pirtűka ku Serokę PKK'ę qala wę kiribe di heman demę de berz bűye. Li gorî vę yekę, gava ji bo xwendina pirtűkekę pęßniyaz tę kirin xwendevanęn kurd lez didin xwe, da ku wę pirtűkę bixwînin. Wekî mînak; Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan gava di sala 1995'an de behsa xwendina pirtűka bi navę "Hunera ßer (Savaß Sanatý)" a SUN TZU kir, ku ev pirtűk naveroka wę li ser ßer e, xwendevanęn kurd bi lezgînî berę xwe da pirtűkxaneyan da ku wę pirtűkę peyda bikin. Dîsa dema ku Serokę PKK'ę çű Romayę qala Dewręßę Evdî kir. Rojname ű kovaręn me jî dest bi weßandina çîroka Dewręßę Evdî kir ű xwendevanęn me jî li pirtűka vę çîrokę geriyan, da ku bixwînin. Dîsa di demęn dawîn de Serokę PKK'ę di nameyeke xwe de ku ji Ýmraliyę wekî bersiv ji çend girtiyęn ji doza PKK'ę yęn jin re ßand, qala xwendina pirtűka Gilgamiß kiribű. Dű vę, xwendevanęn kurd berę xwe da vę pirtűkę ku bixwînin ű ję tißtekî fęm bikin. Dîsa Öcalan di xweparastina xwe ya ku di dozę de kiribű de jî behsa pirtűka Leslie Lipson a bi navę "ßaristaniya Demokratîk (Demokratik Uygarlýk)" kiribű. Her wiha Öcalan ragihandibű ku xwendevan ji ber ku Rojhilata Navîn baß nas bikin bila pirtűka Ramses (1,2,3,4,5.) ű Siyasetnameya Nîzam-űl Mulk jî bixwînin. Di heman katę de xwendevan ketin hewla peydakirina van pirtűkan. Me jî xwest li dű van pęßniyazęn ku ji aliyę xwendevanęn me ve wekî talîmatekę tęne dîtin qala çend weßanxaneyan ű pirtűkęn ku di van weßanxaneyan de derketine bikin da ku barę lęgerîna xwendevanęn xwe hęsan bikin. Weßanxaneya Yurt'ę (Yurt Kitap-Yayýn) pißtî salęn 1990'î ji ber ku pirtűkęn Ýsmail Beßikçi weßandin gelek ceza xwar ű gelekî zehmetî jî kißand. Demekę będeng ma. Vę weßanxaneyę di sala 98'an de xwe nű kir ű ji nűve dest bi weßandina pirtűkan kir. Bi taybetî pirtűkęn Yurt'ę yęn mîtolojîk ji aliyę xwendevanan ve bi awayekî baß hatin pęßwazîkirin ű hatin xwendin. Pirtűka Gilgamęß ku Serokę PKK'ę ji hevręyęn xwe re pęßniyaz kiribű jî vę weßanxaneyę weßandiye. Çend ji pirtűkęn weßanxaneya Yurt'ę ev in: Keleha Fedayiyan; Alaműt, Gilgamęß, Ömer Hayyam, ßamaß ű hwd. Ev pirtűkęn ku bi awayekî mîtolojîk hatine nivîsîn serdemekę ronî dikin. Di nav rűpelęn van pirtűkan de kurdan ű axa kurdan jî cihę xwe girtiye. Xwendevanęn kurd ű weßanxane jî dibęjin ku pirtűkęn ku Serokę Gißtî yę PKK'ę pęßniyaz dike pirtűkęn hęja ne ű ev pirtűk ji aliyę xwendevanan ve zęde tęne xwestin. 

[AW77B3] 
Xweparastina Abdullah Öcalan bű pirtűk 
Manîfestoya Aßtiyę 
Weßanxaneya Memę parastina Serokę Gißtî yę PKKę Abdullah Öcalan bi navę "Kürt Sorununda Demokratik Çözüm Bildirgesi" (Di Kęßeya Kurd de Danezana Çareseriya Demokratîk) wekî pirtűk weßand. Di despęka pirtűkę de Serokę PKK'ę hîtabî dadgeran dike ű dibęje: "Tu ßer ű pevçűnęn dijwar bęyî bidestxistina aßtiyeke azad bi dawî nebűne. Ji destę kę çi were, divę texsîr neke." Di pirtűkę de an di parastina Doza Sedsalę de Öcalan, tekiliyęn tirk ű kurdan, pevajoya peydabűna PKK'ę, pirsgirękęn xweguhertinę yęn di nav PKK'ę de, tezęn ji bo yekîtiya demokratîk, rola kurdan a di damezirandina Komara Tirk de, di Kęßaya Kurd de pęvajoya nű ű gelek mijaręn din ęn li ser tirk ű kurdan, xal bi xal analîz kiriye. Öcalan, di parstina xwe de diyar dike ku ew bi aliyę hiqűqî re elqedar nabe ű dide zanîn ku parastina wî divę wekî bersiva doznameya (iddianame) dozger neyę famkirin. Li gorî Öcalan, ev yek ji bo aßtiyę, demokrasiyę ű biratiya gelan îmkan ű fersendeke mezin e. Bi rűmet e. Dîsa mirov dikare parastina Öcalan ji aliyę agahiyęn li ser dîroka Komara Tirk ve, wekî çavkaniyeke hęja bibîne. Yek ji xalęn herî girîng jî mijara qedexekirina zimanę kurdî ye. Abdullah Öcalan wiha dibęje: "Hem tu yę bęjî tu ji bo Komarę endamę avakar î, hem jî tę zimanę wî qedexe bikî. Bi van taktîkan tu dev ji çareseriyę berdî, kęßeyę dijwartir ű kűrtir dike, pirsgirękęn civakî girantir dike ű mirovan dide ser riya çalakiyęn herî dijwar." Öcalan dide zanîn ku siyeseta aßtiyę ne îro dest pę kiriye. Vę yekę, ji dema Turgut Özal ve dest pę kiriye. Öcalan nęzîktędayina PKK'ę ya wę demę wiha formule dike: "Em nabęjin ji nißka ve em dę ji Tirkiyeyę biqetin". Herwiha diyar dike ku ew di vę mijarę de gelekî bi rasteqînî difikirin. Di nav rűpelęn pirtűkę de di beßa "Demokrasî: Di sedsala 20'an de bi ser dikeve (20. yüzyýlda zafer kazanan demokrasi) de Abdulah Öcalan li ser dîroka demokrasiyę, pęvajoyęn demokratîk, salęn sazîbűna demokrasiyę ya li cîhanę, bandora wę ya li ser Tirkiyeyę ű kurdan rawestiyaye. Öcalan li ser vę mijarę dîtinęn xwe wiha tîne zimęn: "Demokrasiyę li dijî dîktatoriyęn faßîst ű reel-sosyalîzmę serkeftina xwe îlan kiriye. Her du sîstemęn totalîter jî di destpękę de mirovan gelekî bi pęß dixin. Lę, li ser piyan bi domdarî namînin. Ev yek jî ji ber çewsandina van sîsteman a li ser ßarezatiya afirîner, mirov ű civakę pęk tę. Demokrasî mirovan hędî hędî bi pęß dixe. Lę zű bi zű narűxîne ű nakeve. Abdullah Öcalan di beßa "Tezęn ji bo yekîtiya demokratîk" de li ser yekîtiya tirk ű kurdan disekine, ji aliyę dîrokî ű siyasî ve peyva KURDISTAN'ę dinirxîne ű diyar dike ku peyva Kurdistanę hem ji aliyę Siltanę Selçűkiyan Sancar, hem jî ji alayę M.Kemal Atatürk ve hatiye bikaranîn ű qet nikare bę qedexekirin. Li gorî Öcalan Misaki-Milli jî sonda tirk ű kurdan e. Serokę PKK'ę di parastina xwe de car caran ji Atatürk mînakinan jî pęßkęß dike ű dide zanîn ku di ßertęn îroyîn de li ser esasę Komara Demokratîk meßa bi hev re, li ser bingeha wekheviyę, daxwaza her kadroyę Tevgera Azadiyę ye ű ji ber vę yekę ye ku ew bętirs van dîtinan diparęze, bi pęß dixe. Di parastinę de Öcalan, beßek ji talîmata Atatürk a ku di sala 1920'an de ji fermandarę El-Cezîrę Nihat Paßa re ßandiye pęßkęß dike. Di talîmatę de Atatürk ji fermandarę heręmę dixwaze ku kurd ű biyanî (îngilîz, fransiz ű hwd.) nebin yek ű ji aliyę îdarî ve rayeya heręmę dide fermandariya El-Cezîrheyę. Di parastinę de li ser azadiya ziman ű çanda kurdî bi taybetî hatiye rawestîn. Li gorî Öcalan, riya çareseriya Kęßeya Kurd, pißtî hin gavęn cesűr, di azadî ű geßbűna ziman ű çanda kurdî re derbas dibe. Her wiha dewletę jî ev yek fam kiriye ű di 93'yan de ne bes be jî azadiyeke qismî nas kiriye. Öcalan dibęje: "Li tu deveręn cîhanę li ser zimanę zikmakî qedexekirin tune ye, divę li Tirkiyeyę jî tune be. Mirov dikare bibęje ev pirtűk an jî parastina Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan, di famkirina pęvajoya siyasî ű stratejiyęn pęßeroja kurdan de dę cihekî gelekî girîng bigire. 

[AW77B4] 
Ji dîroka devkî pirek ji benan 
Ji Dîroka Devkî 
mirovęn ji xaka Mezopotamya 
- ku hozan ű terecanęn dema demę bűn- 
( di sedsala bîstan de 
li ser erdę bindest ) 
ji her însanekî qaznaxeke vala... 
her yek ję 
biyaniyekî evîna ßîregerm! 
(dem 
dem siya veßarî 
ji xeyalęn bo evînę re jî 
bi xeyd e) 

dem 
gilokeke ji ęgir 
di destę teßîręsęn welęt de 
pira ji benan e) 

mirovę kurd; 
ji pesindariya tebaqa tűtinę 
ji bin barę tirsnakiya naműsa 
bi havęnę bęnaműsan 
havęn dayî 

ax ű 
xwîn 
jan 
olamtî 
pelîsetî 
niha tißtę ßîn tę 
bi ruhę teßîręsan 
rengę jînę dialęsin 

niha 
her canbazekî 
împeryalîzmę 
li ser doßegęn berdęlî de 
wekî marę di sîvengęn 
payizęn Serhedę de 
tevizî ne 

tűyęn me çűne sűkę 
bibin dims!* 
di askoręn biyan de 
li ber tîtikęn nener ű sosret 
paręznameyan li ser hißę tirß 
reß dikin 
rű ji dîwaręn sotî reßtir 
* "Nokęn me çűne bajęr bibin leblebî" 

Pęnc Dilop 
çavęn min bűne brutus 
kęr li tenętiya dilę min xist 
dilopeke xwînę, xeydek ji jiyanę 
her dilop, evînek e 
min evînęn xwe ji tenętiyę diguvaßtin 
ji min xeyidî bűn 
stűxwar bűn 
ędî em ne li hev bűn 

ezman, çiya, stran, welat, baran 
her yek sembolek bű 
her yek bi eßqekę re hatibű jiyîn 
bila ew ji çavęn min re bęjin brutus 
bila ew ji mala dilę min bar bikin 
were ez sembolan bi te re bijîm 
were 
were ez sembolan ji te re bikim fosîl di axa xwe de 

ezę qiloçęn xezalan jî ji te re bînim 
ger bibe sedema mirina min jî 
ez evînę bę fęda nahęlim! 

Embaz 
to vîrî yeno, 
zaf bibi berz 
riyę ezman di adirę berxwedan 
zaf germin ű gonî bi 
ma destę xo eßtibî serę kiftonę yemno 
ű dormalę adirę di govend kerdibî 
ű deyirî vatibî 
vengonę ma aya ßew cira dirnabî 
ű ma yew fekira qirnaynî 
ma vatî ki, ma estî ű timî zî estî... 
e, embazę min! 
to, aya ßew mira vatî bi; 
destonę xo ű zerę xo, 
deng bikir aßm 
ű yew wirdisę roßnî tira bi tirawi! 
la belę wa aßm ni veynirű 
wirdisę xo zaf bikir pit, 
wa aya roßnî to desti ra nęveciro ű nęremiro. 
peyra herg hetę welatę xo ra vila bikiri 
serę koyon di, 
zerę deßtan di, 
zerę dewanę veßnayinoni di zî vila bikirę; 
wa piro cîhan pey bi hesi rű, 
roßniyak zerę welatę ma di biya berz 
rojî kű zere piro welatę ma tariyon di 
bena berz 
ű ew cara ßoqę xo vila kena pęro cîhan!... 
e, embazę mi; 
vatox to, ha mi vîrdę 
ez nißkew vatox to bero ca 
la belę embazonę ßervano ű ßoreßkero 
vatę to berdo ca 

Helbest 
Hęlek min çek 
yek helbest 
carna çek dißuxule 
carna helbest diaxive 
lę helbest bi bin dikeve 
çima? 
ji bo çi gelo? 
tißtę hęza helbestę kęm kiriye çi ye gelo? 
ji ber ku mirovatî rűreß bűye 
ji ber ku serdestan 
cîhan tarî kiriye 
heta ku cîhan ronî be 
heta Roj derkeve 
wę çek bißuxule 
pißtî ku Roj derket 
ku bindest azad bűn 
wę demę dę helbest jî bi ser keve 
ezę jî çekę bißkînim 
helbestę bixebitînim 
ji bo ku dinya bibe gulbihar 
ji bo ku helbest bibe desthilatdar 

Gęrika Kulek 
li welatę xerîbiyę dixebitim 
xizanî gelekî zor e 
ji xwe re diponijim dilzîz im 
xeyal westiyane nola min 
roj diçe ber bi ęvarę de 
bayę rojhilat çend telepiyę ewręn sor 
dane ber xwe ű diçe ber bi qűntera çiyę ve 
dest qelißîne li ser destiyę bęrę 
gęrikek radipelikî bi bęra min ve 
qirßek xistibű devę xwe, ji heval ű hogirę xwe veqetiyabű 
çarenűs yek bű 
qirß di destę wę, bęr di destę min de 
de were negirî ű nelorîne 
de ji kerema dilę xwe re nenuhurîne 
em mîna hev 
winda kiriye me ręka welęt ű moristana xwe 

[AW77B5] 
Heyla delal tu delal î 
Ji heręmęn Amed ű Botan, kilamine ji hesreta dilan 
Heręm: Botan 
Lawikę Delal 
Heyla delal, heyla delal, heyla delal lawkę delal 
Ezę bi ßirnexa xopan diketim 
Were dayę rebenę qala girî 
Weyla gawirę gawirbabę 
Minę dęn ű bala xwe dayę 
Minę digot binya ßirnexa rengîn 
Du zerî esmerę rűnißtin 
Belę ji kula dilę min ű te re 
Qelen ű nextę xwe dibirîn 

Heyla delal, heyla delal, heyla delal lawkę delal 
Belę vűrű min xanî kir ser xaniya 
Heyla gawirę gawirbabę 
Ezę derketim ser hewaleyî banę bilind 
Jor de min ę meze kir dawetę 
Belę gewra min î kofî sipiya 
Heke ezę roję sę caran 
Çavę xwe vî heramę dęrisę gunda 
Digerînim nagerînim 
Ezę bejn ű bala bilind ű zirav nabînim 
Wek berf ű bala serę Çiyayę Cűdî 
Tava teműz ű tebaxę lę dide 
Noqte noqte, belę ciger ű meleka dilę min heliya 

Heyla delal, heyla delal, heyla delal 
Bejin zirav gula dilę gundę me ye 
Were Xwedę hezar carî ava bivę 
Qederę pęnsed malî tę de heye 
Wele wextę rije çavę min 
Ji wę bejn ű bala te nakevę 
Wile heçku teva mala xwe 
Barkirî kavle 
Wele sebra minę xirabe ye 

Heyla delal, heyla delal, heyla delal 
Bejna zirav 
Ezę li ßirnexa ßewitî ketim 
Werę lę gawirę çi xweß war e 
Were ji kula dilę min ű te re 
Binre deßt e lę sere çiyay ye 
Wextę roję çavę min 
Li wę bejn ű bala te nakeve 
Heçku ava Çemę Botan li min çikyaye 

Heyla delal, heyla delal, heyla delal 
Lawikę delal 
Sibeye tavę dęrisę gundę we zeriqand 
de vę zalim qîza zalima 
Çawa rűnißt her ber kulek ű pencere eynikan 
Were dayę rebenę xwe xemiland 
Hey gawirę, Xwedę mala babę te xira bike 
De çiqa merę xwe dilę xwe kir 
Wile te ceger ű dil ű melaka 
Dilę min heliyand 

Heyla delal, heyla delal, heyla delal 
Lawikę delal 

Wile berfę lękir, berfa bęra 
Hey bę mirada Xwedę 
Minę digot bayekî jorde lęda 
Belę ji kula dilę min ű te re kirye sebra 
Wile ezę rabim vę sibę 
Qulf ű mifta ser sing ű beriva bedena 
Xwe evdala Xwedę venakim 
Ezę bihęlim ji delalę dilę xwe re 
Belę heta bęyo ji ręka dęra 
Gewra min 
Were gewra min rinda min 
Berfa çiya li min heliya 
Wile ez evdalę Xwedę 
Bűme pîr ű bedewa 
Ketime serę riya 
Wile wextę roję 
Sę caran çavę min 
Li wę bejn ű bala te dikeve 
Belę dilop dilop 
Ezę can ű cigera xwe de heliyam 
Ax gewra min tu dîn î tu dînî 
Were rinda min tu dîn î tu dîn î 

Were gewra min rinda min 
Malę me bar kirin qet dananîn 
Lęlę li Zozanę Serhedę 
Dewsa war ű bara danî 
Belę sed car qewl ű qerar bext nema 
Lęlę ji qîz ű xortę vî zemanî 
Ax gewra min tu dîn î tu dîn î 
De gewra min tu dîn î, tu dîn î 

Were gewra min rinda min 
Minę digot bihar e xweß bihar e 
Belę malę me bar kirin 
Danîn serę Zozanę Serhedę 
Lę dewsa warî bar e. 
Lę belę sing ű bera bedenę te 
Evdala Xwedę, sala par vî çaxî 
Wę ber destę min bű 
Belę minę dîtű sala îsal 
Ketiye ber destę vî kűtęke goriyę beranę 
męrę kal e 
Ax gewra min tu dîn î tu dîn î 
De rinda min tu dîn î tu dîn î 

Were gewra min rinda min 
Ezę diyarî xopana Herekola Mîra diketim di kula dilę min ű te re be 
keviya 
Wile Xwedę dizane ji ęvara Xwedę ve 
Tu çend caran derę mala me re diçűya 
Wile wextę roję çavę min 
Li wę bejn ű bala te nakeve 
Wile dilop dilop 
Can ű kezeba dilę min heliya 
Were gewra min tu dîn î tu dîn î 
De rinda min tu dîn î, tu dîn î. 

[AW77B6] 
Delalo tu delal î 
Heręm: Amed
De sę roj çűye ji meha payiza di ortę ye 
Çima navę fîtika delalę min derketiye ji qereqolę, gidyano law ji ßubę ye 
De berę delalę dilę min dane dikanę berberxanę 
Tűncika delalę dilę min avętine ber meqesę, gidyano lo ber cűzanę ye v 
Delalę dilę min birin hemamę hemamîß kirin 
Qata cilę nîzamiyę girtin li delalę dilę min dikirin 
Delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delal delalo tu 
delal î 

Delalę dilę min birin îstasyona ßewitî ber tiręnę 
Wele xurîn diketin vę xopanę vę mîrata vę tiręnę 
Minę porkura Xwedę gava bala xwe didayę 
Delalę dilę min nexwanę ye ji miję ji dűmanę 
Delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delal delalo tu 
delal î 

De delalę dilę min hanîne îstasyona Diyarbekir peya kirin 
Qata cilę nîzamiyę girtin li delalę dilę min degiß kirin 
Meqesę vę çîpanę vę xopanę vę mîrata tiręnę degiß kirin 
Delalę dilę min li wę derę siwar kirin, birin topraxę Anadolę li Selîm 
Qißlę peya kirin 
Delalo delalo delalo delalo delalo delal o delal o delal o delal delalo tu 
delal î 

De delalę dilę min birin Stembola xopan li Selîm Qißlę peya kirin 
Qata cilę nîzamiyę li delalę dilę min degiß kirin 
Delalę dilę min birne telîmxanę telîm kirin 
Delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delal delalo tu delal î 

Xwezila wezę bibama çivîkek ji van çivîkęn ber ezmana 
Ji xwe ra bigeryama li Anadolę, li ßaristana 
Minę bidiyana mektűba delalę dilę min ji hudűdę Bulxar bihatana 
Ca bigota delalę dilę te bűye çawîßę ser borîzana 
Delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delal delalo tu 
delal î 

De delalę dilę min birine Stembola ßewitî gidî li ber çem e 
Minę porkura Xwedę gava bala xwe didanę ecemiye nizane pate bavę 
were cem e 
De hay delalo delalo delalo delalo delalo delalo delalo delal delalo tu 
delal î 

[AW77B7] 
Ez Adil im Adilę Bavę Tűjo me 
Sę heb surgucî rojekę bi komek gerîla re tevlî çalakiya rębirînę dibin. Di çalakiyę de kęmînę davęjin ber konvoya leßkeran. Di wę kęmînę de çend tîmęn taybet dimirin ű çend heb jî direvin. Di nav zilamęn Surguciyę de yekî bi navę Adil tîmęn ku direvin dibîne ű dide pey wan ű bang li tîmęn taybet dike, dibęje: "Ez Adil im, Adilę bavę Tűjo me. Kes nikare ji min bireve." Lę belę ew nikare yekî jî ji wan bigire. Pißtî çalakiyę Adil leßker ji bîr kirine. Lę leßkeran Adil ji bîr nekiriye. Rojekę tîmęn taybet tęn Surguciyę ű li Adil dipirsin. Dora mala Adil digirin lę Adil di pencereya pißt malę re direve. Xwe digihîne bin gund. Lę leßkeran dora gund girtiye. Adil baz dide nav keviran, li wir, li cihekî ku xuya bike ßewqeya xwe ű caketę xwe derdixe dide ser keviran ű diçe. Leßker dibęjin qey Adil e, ßewqe ű kincęn wî didin ber guleyan ű wekî seradę qul dikin. Pißt re męze dikin ku Adil nîn e, li wir tenę ßewqe ű kincęn bavę Tűjo hene. Wę gavę dengek ji dűr tę ű dibęje: "Ez Adil im Adilę bavę Tűjo me. Kes nikare min zeft bike." 

Erdal li ku ye 
Li hęla Stewrę di sala 1990'î de fermandarekî gerîla yę bi navę Erdal bi nav ű deng bű. Ji bo vę yekę jî leßkeręn tirk li her cihî lę digerin. Dîsa rojekę leßkeręn tirk dibihîsin Erdal li heręma Surgucuyę ye. Leßker diherin Surguciyę. Hinek gundî li ber çalekę sekinîne ű diaxivin. Leßker dorę li gundiyan digirin ű ji wan dipirsin: "We Erdal dîtiye?" 
Gundiyek bersivę dide: "Erdal li Enqerę li meclîsę ye." Serleßker diqehire ű ji leßkerę xwe re dibęje: "Gundiyan bavęjin çalę." Gava gundî gęr dibin çalę, serleßkerę tirk dîsa dibęje: "Ji çalę deręn" Gava gundî dixwazin ji çalę deręn serleßkerę tirk dîsa dibęje: "Erdal li ku ye?" 
Gundiyekî din bersivę dide: "Weleh qomitan beg em du Erdalan nas dikin. Yek ję li meclîsę ye ű yek jî dînę gundę me ye. Li qisűra me męze neke, me nedizanîbű hűn qala dînę gundę me dikin." 

Ev kerę kę ye derketiye ser xaniyę min 
Rojekę surguciyek der tę serę xaniyę xwe, dixwaze xwe gundor bike. Bi paniya sola xwe ya mezin ű bilind dest bi gundorkirinę dike. Pißtî ku serę xanî hemî gundor dike paßę li pißt xwe difetile ű dinihęre. Gava li pißt xwe dinihęre ßopa sola xwe ya ku çűye ű hatiye dibîne lę fęm nake çi ye. Çavęn wî beloq dibin ű bi hęrs dest bi çęra dike. Wiha dibęje: "Ev ker kę derxistiye ser xaniyę min. Ę kerę xwe derxistiya ser xaniyę min ezę di diya wî....... xwediyę wî kî ye bira ji min re derę.' 

[AW77C1] 
Di cîhana global de rola NATO'yę (1) 
Ji ber peydanekirina nasnameyeke nű; NATO kete qeyrana stratejîk 
NATO, hetanî duh li dijî sosyalîzmę "hęza berevaniya cîhana azad" bű. Lę, cîhan pißtî dawiya salęn 80'yî bi awayekî bi lez ű bez guherî. Bi vę re NATO jî kete pey peydakirina 'nasname' ű stratejiyeke nű. Lę di mercęn îro de, ku hevkęße pir zű diguherin, bi hęsanî peydakirina vę nasnameyę dijwar e. Wekî tę zanîn di civîna salvegera 50'an a NATO'yę de di vę riyę de gavęn girîng hatin avętin. Lę, ev bi tenę wekî pęßnűma ma. Tißtekî zelal nîn e. Madem ku 'neyar'ę NATO'yę yę rastîn ji holę rabűye, ev ręxistina dęwasa, dę li ser kîjan esasî xwe bide jiyandin? Îro dijminekî bi awayekî zelal hatiye nasandin tune ye. Wekî nivîskarę DYA'yî yę navdar Huntingon jî dibęje, ma 'ßerę ßaristaniyan' dęrî dadide? Ma divę cîhana xiristiyanan xwe li gorî vę saz bike? Pißtî ku teza Fukuyama ya bi navę 'dawiya dîrokę' pűç derket, mirovahî li ser rengę pęßeroję dîtinęn xwe tîne zimęn. Guherîna stratejîk, a ku li derdorę NATO'yę tę gengeßîkirin ű hetanî radeyekę wekî biryar hatiye diyarkirin, pesendkirina "Operasyonęn li derveyî pęgeha NATO'yę" ye. Bi vę re NATO ne tenę 'ręxistina berevaniyę' ya her du aliyęn Atlantîkę ye, her wiha li ser tevahiya cîhanę hęza ęrîßkar a leßkerî ye. "Operasyonęn li derveyî pęgehę" wekî stratejiyeke nű hatiye diyarkirin. Di pęvajoya ßerę Kendavę de, hema bęje, refgirtina hemű cîhanę ya li dijî Saddam, Neteweyęn Yekgirtî derxistibű pęß. Di gengeßiyęn wę demę de dîtineke wiha derketibű pęßberî me: NY ręxistina mudaxeleyę ya împeryalîzmę ye ű NATO jî hęza wę ya leßkerî ye. Lę ev dîtin jî nehate selmandin. Bi rűdanęn din re NY'ę bandora xwe ji dest da. Di serdema dagirkirina Kűweytę de Sovyetistan kete xeta taktîk a Amerîkayę. Lewre ji Neteweyęn Yekbűyî werę hat ku Sovyetistan ketiye bin bandora wę. Temenę vę îtîfaqa fireh zęde diręj nebű. Konseya Ewlekariyę ya ku biryaręn operasyonęn leßkerî yęn NY'ę dide, bi yekcarî parçe bű. Li aliyekî DYA ű Îngilistan, li aliyę din Rűsya ű Çînę cih girt; Fransayę jî di navę de cih girt, lewma jî ev sazî xitimî ű nema karibű biryaran bigire. Pißtî ßerę Kendavę her roja ku çű NY sist bű ű ji navenda polîtîkaya cîhanę dűr ket. NATO'yę ßűna wę dagirt. Niha wezîfeyęn ku berę bo NY'yę dihatin fikirîn, dikevin ser milęn bo NATO'yę. Heta ji vę wędetir, bi hin biryaręn ku di bin banę wę de tęne girtin re NATO ji bo jendermetiya cîhanę xwe saz dike. Rűdanęn berbiçav ev in. Lę emę hinekî li tißtęn sergirtî bikolin. Ji bo ku mirov binę stratejiya pęßeroję ya NATO'yę bikole, divę li ser taybetmendiya bingehîn a 'Pergala Cîhanę Nű' hűr bibe. Pißtî ku sosyalîzm hilweßiya, hevkęßeya durefî (iki kutuplu) ya cîhanę rűxiya. Di vę pęvajoya demdemî de DYA bi awayekî berbiçav derkete pęß. Lę taybetmendiya esasî ya PCN'ę ev nîn e; di destpęka salęn 90'î de ji aliyę hęzęn mezin ve lezginiya ji nű ve parvekirina cîhanę ye. 
Ji bo parvekirina cîhanę qayißkęßaneke dijwar 
Îro li cîhanę hęzęn heyî gelekî ji hev cuda ne. Di polîtîkaya li ser cîhanę de 5 hęzęn sereke hene: Amerîka, Ewrűpa, Japonya, Rűsya ű Çîn. Ji nav van sę hęz, di pęvajoya îro de, di polîtîkaya PCN'ę de aktîftir in. Amerîka, Ewrűpa ű Rűsya bo parvekirina cîhanę bi awayekî tűj di pęßbaziyę de ne. Di roja îroyîn de serdestiya Amerîkayę darî çavan e. Lę, dema ku mirov li rűdanęn îroyîn dinihęre, mimkűn e ku hevkęße serę her kęliyę biguherin. Îro di parvekirina cîhanę de hęzęn herî aktîf Amerîka ű Ewrűpa ne. Rűsya jî, li dijî mewziyęn ku ji dest diçin, bi hęrs ű gir e. Japonya jî li gorî hevkęßeya Pasîfîkę, bi awayekî będeng ű nerm, tevdigere. Dema ku Amerîka ű Ewrűpa tim di nava pęßbaziya parvekirinę de bin, stratejiya nű ya NATO'yę dę çawa bę meßandin? Hęzęn ku bi PCN'ę re ketine nava liv ű lebatę, li ser îradeya navendî ya NATO'yę tesîreke rűxîner (yýkýcý) pęk tînin. Di 50'emîn civîna NATO'yę de ev yek eßkere bű. Pęßnűmaya ku Îngilistan ű Fransayę pęßkęß kir, pißtî nîqaßęn gur ű li dijrabűna Tirkeyeyę, bi temamî nebe jî, hate pesendkirin (tasdîqkirin). Ev pęßnűmaya bi navę 'Nasnameya Ewlehî ű Parastina Ewrűpayę(ESDÝ) ręxistina leßkerî ya Ewrűpayę diparęze. Bęguman ev ręxistina leßkerî, dę di nava sînoręn NATO'yę de bę sazkirin, dę ji teknîk ű binesaziya wę sűd wergire. Ev sazî bi tenę welatęn ewrűpî di nava xwe de dihewîne. Ev nakokiya di nava NATO'yę de tißtekî ji ręzę nîn e. Encama mantalîteya hevkęßeya cîhanę ű ji nű ve parvekirinę ye. "Cîhana Sęyemîn" deryaya xizanan a kapîtalîzmę ye. Di vę deryayę de her roj bi hezaran kes dixeniqin. Ji ber vę jî, mirov dixwazin biçin giravęn zengîn ęn li Rojavayę. Di encama vę de, di roja îroyîn de, pęleke mezin a koçberiyę derketiye holę. Wekî tę zanîn koçberiyeke wiha berî ßerę Cîhanę yę Yekemîn rű dabű. Amerîkayę wę hîngę ev pęla koçę helandibű. Hetanî radeyekę Amerîkayę ji vę koçberiyę hęz wergirt. Lę îro keßtî tijî bűye. Koçberiya ku wę demę hęz da 'Cîhana Nű', îro bűye barekî giran. Ev bo Ewrűpayę jî wisa ye. Gelek deveręn 'Cîhana Sęyemîn' bo pęßerojâ kaptalîzmę bűne heręmęn xeternak. Bo niműne; ger li Rojhilata Navîn; li Tirkiye, Misir, Erebîstanę; li Amerîkaya Latîn jî li Meksîka, Brezîlyayę serűbiniyek pek bę, ev bo împeryalîzmę pir xetenak e. Li aliyę din du navendęn împeryalîst yęn di nava NATO'yę de, xwe bo parvekirina cîhanę amade dikin. Ev yek jî îradeya navendî ya wę saniyę dirűxîne. Tißtęn ku di encama ßerę Kendavę de li serę Neteweyęn Yekgirtî qewimîn, dibe ku pißtî ßerę heręma Balkan li serę NATO'yę jî biqewimin. NATO ű Amerîka yek in. Li dijî hebűna Sovyetistanę, ev yek bo Ewrűpayę zęde ne mesele bű, lę, di hevkęßeya cîhana îroyîn de meseleyeke mezin e. Stratejiya NATO'yę ya di ßerę heręma Balkanan de ji ber dubendiya Amerîka ű Ewrűpayę xitimiye. Lewre jî dibe ku NATO di encama vî ßerî de tęk biçe an jî herî zęde 'Serkeftina Pyrus' bi dest bixe. NATO'yę her çiqas xwe bi teknîkę saz kiribe jî, ji ber valahiya stratejîk ketiye qeyranę. Wekî ku generalekî amerîkî jî dibęje; teknîk nikare valahiya sratejîk dagire.(Strategi Review, bihar '96) ßerę heręma Balkan, bi awayekî eßkere, ev yek rastandiye. NATO digel hęza xwe ya leßkerî ű teknîk jî ketiye qeyranę. Lewre di warę stratejîk de di valahiyę de ye. Her wiha ji ber ku di nava wę de du refęn xwediyę stratejiyęn cuda hene di pęvajoya qęraneke giran de ye. (Dę bidome) 

[AW77C2] 
Komploya mezin ű ßerę azadiyę 
Tirkiye bi erdnîgariya xwe ji bo împeryalîzmę cihekî gelekî stratejîk e. Împeryalîzm tu caran naxwaze Tirkiye ji dęst derkeve. Lewre tękçűna KT'ę tękçűna împeryalîzmę ye. Ji ber ku li ser Rojhilata Navîn daxwazęn wan yek in, wekî goßt ű neynűkę ne. Dewletęn împeryalîst ji bo berjewendiyęn xwe yęn aborî, leßkerî ű siyasî KT'ę tim li ser piyan dihęlin; dewleta tirk wekî destik bi kar tînin. Hemű alem tę gihîßtiye ku ne bi alîkariya împeryalîstan be li hemberî Tevgera Azadiyę KT ne gengaz e ku xwe li ser piyan bigire. Belkî tißtę ku derdikeve pęß, ßerę PKK'ę ű KT'ę ye. Lę di rastiyę de ßerę ku PKK dide meßandin ne tenę li hemberî dewleta tirk e, her wiha ßerę PKK'ę ű NATO'yę ye. ßerę du sîsteman e. Mînakęn vę pir in ű ev yek hatiye îspatkirin. Di domkirina vî ßerî de sedema bingehîn împeryalîzm ű siyonîzm e. Ji ber ku bi hemű hęz ű teknîka xwe alîkariyę dide KT'ę. Ev jî ne bes e bi awayekî fîîlî jî tevî vî ßerî bűye. NATO'yę PKK ji xwe re kiriye hedef. Ji bo wę pęwîst dibîne ku PKK'ę xilas bike. Komploya ku ji 9'ę kewçęrę dest pe kir ű 15'ę reßemiyę kete merhaleyeke nű hę jî didome. Dewletęn împeryalîst ű hevkaręn wan hîn jî hemű hęz ű teknîka xwe ya komployî bi kar tînin. Sedem çi ye? Çima ewqasî bi ser PKK'ę ű Serokę Neteweyî de diçin? Împeryalîzmę digot: "Me sosyalîzm ji holę rakir, li cîhanę sosyalîzm nema; em bi ser ketin. Belę, împeryalîzmę "sosyalîzma Sovyetistanę" hilweßand, "bi ser ket." Împeryalîzm di vir de di ßaßiyę de ye, xwe dixapîne. Çimkî sosyalîzm bi awayekî zanistî li Kurdistanę didome. Kurdistan keleha sosyalîzma zanistî ye, berxwedana dawîn didome. Serok Apo ßoreßgerę dawiya sedsala 20'an e. Împeryalîzmę got, divę rę li ber vę raperînę bę girtin. Ji bo vę kete nav hewldanę. Împeryalîzm, bi salan e bi hemű hęza xwe ya siyasî, teknîk ű leßkerî bi ser tevgera mirovahiyę de diçe, lę tu encam bi dest nexist. Vę carę taktîk guhart. Serok Apo ji xwe re kire hedefa yekemîn. Hesabęn împeryalîzmę ev bűn; ger Serok Apo ji PKK'ę dűr bikeve, tu bandora wî li ser PKK'ę ű heręmę namîne. Wę hingę dę PKK zű xilas bibe. Ji ber ku yę PKK'ę li ser piyan digire Serok Apo ye. Yę ku li Rojhilata Navîn ßax vedaye, yę ku ji me re asteng e ű bi mezinahiya xwe nav daye divę ji holę bę rakirin. Bi vî rengî dixwest gelę kurd ű tevgera wî ku baweriya xwe bi Serok dianî ű ew bo xwe wekî sitar didît hęvîßkestî bike. Komplo li ser vî esasî pęk hat. Lę her çiqas Serok di destę wan de be jî ev komplo li gorî daxwaza wan neçű serî. Gel ji berę zędetir partî ű serokatiya xwe ve hate girędan. Li her çar parçeyęn Kurdistanę ruhę yekîtiya neteweyî pęk hat ű li çarmedora cîhanę kurd rabűn ser piyan, li hemberî komployę wan nerazîbűna xwe anî zimęn ű cîhan bi berxwedana xwe hejand. KT'ę li dijî kurdan ű PKK'ę her rębaz ceriband. Lę, bi ser neket ű her roja ku diçe rűyę yę wę gemar eßkere dibe. Di polîtîkaya KT'ę de ji bilî daxwaza fetisandina ßoreßa Kurdistanę tißtek nîn e. Dewletę bi dek ű sextekariyę DSP ű MHP derxist pęß. Çimkî partiyęn din gißt li dijî PKK'ę bi kar anîn. Lę, yek jî bi ser neket; gißt tęk çűn. Yęn ku bi awayekî rasterast nehatibűn ceribandin DSP ű MHP bűn. Dę wan jî hetanî dawiyę bi kar bîne. Armanca wan ew e ku komployę bibin serî. Îro her çiqas Serokatî dîl be jî gelę kurd di serkęßiya Partiyę de tękoßîna xwe didomîne. Hilbijartina dawîn jî ev yek çespand. HADEP li Kurdistanę bű partiya yekemîn. Belę, Partî bi taktîkęn nű ű mezin ßerę rizgariyę dimeßîne. Gel di riya Partiyę de ye. Wę komployę veguhezîne mirina împeryalîzmę ű Komara Tirk. 

[AW77C3] 
Hin taybetiyęn zimanę Siyabend ű Xecę 
Çend ßayesęn gelęrî Tamaręn eniyę mîna çonga devan rabűne: pir bi hęrs ketiye Dilę wî mîna çivîkekî serjękerî perpitî: pir bi heyecan ű peroß bű. Siyabend bi dilekî ne bi heft dilan Xecę heband (ev ßayeseke hevpar e, di gelek berhemęn gelęrî de bi ber çavęn mirov dikeve.) Mînanî teyroka biharę li Qedę tîr reßandin Wekî teyrokan lę reßandin: 
Di tirkî de di cihę vę ßayesę de dibęjin, 'yađmur gibi yađdýrýldý.' 
Erebę lęvdeqandî Erebę lęvdeqandî da ser rę; nesekinî, nexwar, raneza; ßev kire roj, roj kire ßev bi lez ű beß çű, xwe gihande Beriya ßikaka. 
Ev jî motîfekî balkęß e, li vę derę vî kesî rista Bekoyę Ewan ű pîra sęhrdar girtiye ser milę xwe 
Yę sax ew bű ku ji mala xwe nehatibű 
Ev jî qalibekî hevpar e ű di gelek destanęn din de jî tę dîtin. 
Felek kapa xwe hilo davęje, gűzęn xwe bi meriv dide jimarę 
Ango mirov nikare bi felekę re kapan bavęje. 
Bi lingęn hespęn xwe ji mirinę xilas bűn. 
Ji aliyę pîvanęn ręzimanî ve zimanę pirtűkę 
Her wekî berę jî hate gotin di nava pirtűkę de digel çend xalęn balkęß ęn 
ręzimanî gelek çewtiyęn ręzimanî jî balę dikißînin. 
Di pirtűkę de mînakek heye ku ji hęla ręzimanî ve gelekî balkęß e, heke 
tę de çewtiyeke rastnivîsî nîn be hęjayî nirxandinę ye. 
Li cihekî "ßivîn ję pirsî" hatiye gotin. Her wekî tę zanîn peyv ßivan e, li vę derę tewiyaye. Tę zanîn ku navdęręn nęr bi du awayan ditewe, li hin heręman qertafa /-î/ tę dawiya peyvę, (heke wisa bűya diviya ev hevok wiha bűya 'ßivanî ję pirsî', lę ne wisa ye) li hin heręma jî peyvęn ku tę dengdęręn /a/ ű /e/ hene yek ji wan tîpan dibe /ę/. Li gorî vę rępîvanę jî diviya hevok wiha bűya 'ßivęn ję pirsî', lę li vę derę tißtekî din pęk hatiye, dengdęra /a/ bűye /î/ . Mirov dikare bibęje ku qertafa tewangę /î/ cihę dengdęra /a/ girtiye. Di hin devokęn Dęrsimę de jî em rastî heman rępîvanę hatibűn, ev mînaka ji devoka Serhedę jî vę dîtinę diçespîne. Xaleke din ku li ser zimanę heręma ku destan ję hatiye berhevkirin agahiyę dide çend ręzęn li xwarę ne: 
"Xecę ca tu were vę derę! 
Ji min re bîne tasa di avę! wez im.... 
Qedegętranę salę wez im... 
Xecę rica dike ji Hesenę pismamę wę 
Dibę tu bidî xatirę di Xudę 
Ca bihęle ez herim ser Qedę... 
Di nava van ręzan de /di/yek balę dikißîne ser xwe. Ew daçek naßibe /di/yęn din, lewre ne qertafa dema niha ye, ne jî pęßdaçeka ku cih nîßan dide ye. Ew /di/ ketiye navbera veqetandek ű navdęrę. Wekî "xatirę di Xudę" ű "tasa di avę", ev daçek xweditiyę diyartir dike. Hinekî dißibe /the/ya îngilizî, lę peywira wę ję cudatir e, lewre di dema îzafeyę de derdikeve holę. Ew di hin devokan de bi dawiya veqetandeka pirjimarî ya binavkirî /ęn/ ve dibe wekî "zarokęd min" an jî "zarokęt min"; di hin devokęn kirmanckî de tę ber cînavkęn kesane ű ew cînavkęn "ey, aye, înan" dibin dey, daye ű dînan. 
Çewtiyęn ręzimanî 
Di nava destana Siyabend ű Xecę de çewtiyeke ręzimanî ku bi ręk ű pękî hatiye dubarekirin tevliheviya pirjimariya bi alîkariya lękerę ye. Di nivîsę de pirjimariya lękerę her tim li gorî kirde hatiye pîvandin. Wate, li her cihę ku kirde pirjimar bűye, lęker jî wekî pirjimar hatiye kißandin. Lę wekî tę zanîn di kurmancî de lęker her tim li gorî navdęr ű cînavkęn xwerű tę kißandin. Lewre jî dema di hevokę de kirde tewiyabe, lęker li gorî bireser tę kißandin. Li ser van mînakan ravekirina mijarę dę mijarę sayîtir bike. Di mînakan de awayę di pirtűkę d e bold ę rast jî îtalîk hatiye nivîsandin. 
Ap ű amojnę mîna dijminan rika xwe kutabűnę 
Di vę hevokę de kirde "ap ű amojin" in ű bireser jî rik, ji ber ku rik nayę jimartin divę mirov wę wekî yekjimar bihesibîne. Lę derę pirjimariya di lękerę de divę pirjimariya "rik"ę nîßan bide, ne pirjimariya kirde. 
Ap ű amojnę mîna dijminan rika xwe kutabűyę. 
Jinęn cînaran digirtin kerîk nan didanę 
Jinęn cînaran digirt, kerîk nan didayę 
Wan (pirjimar) ew (yekjimar) didayę (yekjimar) ku digotin felekę Siyabend kiriye vî halę hanę 
Ku jinęn gundî digot: "Felekę Siyabend kiriye vî halę hanę." 
Wan digot wę ew kiriye vî halę hanę. 
Ap ű amojnę Siyabend dane nav hev ű bi ço ű daran va ew kutan. 
Ap ű amojnę Siyabend daye nav hev ű bi ço ű daran ve ew kutaye. 
Wan ew daye nav hev ű bi ço ű daran ew kutaye. 
Keviręn girűz ję re berpar bű 
Keviręn girűz ję re berpar bűn 
Ew ji wî re berpar bűn 
Di vę mînakę de tevî ku kirde pirjimar e jî, lęker yekjimar e. 
Yeqîn yan gur ű hurçan wî xwarin ya jî ßęr pilingan wî perçekirin. 
Yeqîn yan gur ű hurçan ew xwar ya jî ßęr ű pilingan ew perçe kir. 
Di vę mînakę de du xeletî bi hev re hatine kirin. Li aliyekî di cihę cînavka xwerű de ya tewandî hatiye bikaranîn, li aliyę din jî lęker li gorî kirde hatine kißandin. 
Wana zulmek bęhed ű bęheseb li min kirin. 
Wan zulmeke bęhed ű bęheseb li min kir. 
Wan ew li min kir ango li vę derę ji ber ku zilm yekjimar e divę lęker jî yekjimar be. 
Birayęn wę silav li męvanan kirin 
Birayęn wę silav li męvanan kir. 
Li vę derę divę lęker li gorî bireser (silav) bę kißandin. Silav jî ji ber ku nayę jimartin, yekjimar tę hesibandin. 

[AW77D1] 
Du stratejî 
Li Girava îmraliyę du stratejî ketine pęxęra hev. Yeke milîtarîst ű yeke aßtîxwaz. Li aliyekî desthilatdaręn dewletę ű li aliyę din serok ű berdevkę tevgera rizgarîxwaz. Mehkemeyek li dar e; yekalî ű nerewa, bęwijdan ű bęhewedarî. Sűcdar raser in, bi zimanę hęz ű serdestiyę qise dikin, ha ew ha gurę di çîroka Lefontain de, di nav wan de tu ferq tuneye. Xwedîcube biqîrin: "Îdam! Mirin! Kußtin!" Yek netewe! Yek ziman! Yek Al! Xweziya min bi dilę wî kesî ku tirk e!" Xezeb ji wan dibare, kef bi devę wan ketiye, çav di nava serę wan de bűne pizot, firnikę pozęn wan hiltęn ű datęn ű ji bo dermanan be jî ji devę wan ji bo Xwedę tu bęjî gotineke xweß jî dernakeve. Delęlî ű ßűrkęßęn ßer nav di hev de didin, hevdu sor dikin, kirine qîr ű qiyamet ű wan tepetoz rakiriye: "Wernę! Va ye yę ku em lę digeriyan, bermedin, dilę xwe lę rihet bikin, bęhna xwe lę berdin!" "Ya star! neűzűbîlah!" digot pęßiyęn me ji bo kesęn wiha. Giß rik ű kîn e, tev bűne hęrs, nehißîne, ji ser xwe çűyî ne, gotina pęßîn ű paßîn dibęn xwîn, serjęk dibęjin, tißtekî din nayę bîra wan, nizanin, devę wan nagere bęjin. Ev stratejiya serdestęn tirk, hiqűqnas, siyasetmedar, xwedîqelem ű medyaya wan. Ev pazdeh sal in ßer didome, 30-40 hezar mirov hatine kußtin, welat bűye dojeh, ked ű xwędana milyonan ji hevdu xeniqandin ű hevdu girandineke dualî re dibe erd ű ji wan re ne derd e, ne xem e. Ew li ber kesî nakevin, hißę wan bi tenę li ser meqam, bęrik ű malbatęn wan e. Zarokęn xwe dűrî ßer digirin, çendî karin li cihęn ewle bi cih dikin ű komelanę zehmetkęß ji bo berjewendiyęn xwe dikin sűr ű keleh, dehf didin nav ęgir, dikin mertal ű gorî. Stratejî ewqasî bęyom, dilkevir, bębav ű xwedęnenas e. Giram ű derhemek berpirsiyarî, liberketina mirovan, dilteniktî ű dilweßawatî nemaye tę de, ji her xisletekî ku mirovan dike mirov hatiye guhaßtin, hatiye dawerivandin. Serketina wę stratejiyę ji hejmarek patron ű bazirganęn xwînę pę ve ne li xęra tu kesî ye. Em bęne ser stratejiya duyem. Ew jî ya Apo ye, ya gelę kurd e, ya wan dę ű bavan e ku li dijî ßer in, ya her kesî, her kategorî, çand, xet ű rębazę ye ku hez ji kußtin ű mirinę nakin, evîndarę azadiyęne ű li aliyę jiyanę ye. Ev stratejî xęrxwaz ű qencîxwaz e, dę bibe destpęka qonaxeke nű, bihevrebűn ű dewlemendiyeke heralî. Ger bi ser bikeve ev stratejî berî her tißtî dę ev xwîna ew qas sal in dirije bisekine, pere ű kapasiteya ku bűye ava aßę xerabkirin ű węrankirinę dę tękeve xizmeta avakirinę. Ev jî dę bi xwe re birayetî , toleransę, demokrasiyę xurt bike; dę çareserkirine pirsgirękęn civakî, neteweyî, çandî ű hwd. hęsantir bike. Ji bo stratejiyeke wiha jî mirov çendî fedakariyę bike mezinahî ye, bîrbirin ű pęßbînî ye. Tißtę ku di dadgeha Îmraliyę de Serok dike, ji aliyę hin kesan ve bi xeletî tę ßîrovekirin, hę nehatiye fęmkirin jî ev yek e. Nűkirin ű qewînkirina stratejiyan, sererastkirin ű biserűberkirina wan, karę stratejîstan e. Serok stratejiyeke serketî ű dűrbîn e. Jiyana wî ya heta niha ev ispat kiriye, dost jî dijmin jî vę dizanin. Tißtę serok ji kurdan re kiriye ne hindik e, tęra sedsal ű qirnan heye. Ew bűye xezîne, qubletname, exlaq, çand ű kaniya ku qet naçike, namiçiqe. Bila kes neheqiyan neke, ne wextę neheqiyan e. 

[AW77D2] 
Dijminęn bîrdoza me ű Öcalan 
Serokę Gißtî yę PKK'ę ű Serokę Rűmetę yę KNK'ę Abdullah Öcalan pißtî ku Doza Sedsalę taloqî 23'yę pűßperę bű, bi riya paręzeręn xwe peyaman ji gelę kurd ű tirk re dißîne. Ew peyam bi piranî di çapemeniya kurd de cih digirin. Çapemeniya tirk, hinek weßan ű ajansęn navneteweyî jî hin caran van peyaman berevajî dikin ű diweßînin. Kesęn ku peyamęn Öcalan ęn li dadgehę bi awayekî eręnî jî dinirxînin, yęn ku bi awayekî neyinî jî dinirxînin, didin zanîn ku Öcalan gelek kes ßaßwaz hißtine. Tę gotin ku civaka tirk bi destkariya serdest ű çapemeniya tirk di serę xwe de di kesayetiya Öcalan de cinawirek nîgar kiribű, lę li pęßberî xwe mirovekî biliyan ű dilovan dît. Li hemberî vę yekę gelekî ßaßwaz ma ű ędî nizane gira xwe çawa bide der. Li aliyę din hinek çepgiręn tirk ű kurd jî hęvî dikir ku Öcalan parastineke tűj bike ű her tißtî li nava guhę hev bixe. Lę ev yek jî pęk nehat, lewre ew jî ßaßwaz man. Heta gelek nűçegihanęn çapemeniya cîhanę jî ji ber heman îmaja nîgarkirî ßaßwaz man. Niha Öcalan di peyamęn xwe de dixwaze raya gißtî ya kurd ű tirk li ser armanca xwe baß agahdar bike. Lę mixabin dîsa leqayî helwesta neyinî ya çapemeniya tirk tę. Lewre jî peyamęn wî tęne berevajîkirin. Ev yek jî careke din nîßan dide ku helwesta çapemeniya tirk helwesteke polîtîk e ű ne ji ber nezaniyę ye. Belkî heman tißt ji bo çapemeniya welatęn ku di nava komployę de cih girtine jî derbas dibe. Yanî, mirov dikare bibęje ku di vî warî de jî hęzęn dagirker ű împeryalîst lihevkirî ne. Heta niha węneyę 'cinawir'ekî dihat nîgarkirin, niha jî węneyę 'tirsonek'ekî tę nîgarkirin. Armanc ji hev xistin ű parçekirina yekîtiya gelę kurd e. Gotineke pęßiyęn kurdan heye, dibęjin: "Dijminę koka me ne", mirov dikare vę gotinę wiha li vę rewßę bîne: "Ew dijminę bîrdoza me ne." Li hemberî vę helwesta polîtîk, divę mirov jî bi awayekî polîtîk tevbigere. Divę armanca me ew be ku em hęviya împeryalîst ű dagirkeran di qirika wan de bihęlin. Digel vę yekę divę em gelęn bindest ű dostęn xwe jî hißyar bikin. Ji męj ve em dibęjin ku împeryalîst dixwazin di kesayetiya Öcalan de hęvî ű daxwazęn gelan ji holę rakin, lę mixabin hę jî hinek dostęn me vę yekę fęm nakin. Çîrok ű çîrçîrokęn xwe yęn klasîk dibęjin, ev helwest jî me li ser rengę dostaniya wan dide fikirandin. Li aliyę din kurdęn me yęn ku çengek xwęya wan di vę xwarinę de nîn e jî dîsa bi karę xwe yę her car radibin ű dixwazin çend keviran bavęjin nava avę, ku hinekî ßęlo bibe da ku karibin ji xwe re çend masiyęn xeßîm bigirin. Peyamęn Öcalan ęn dawîn ji bo dostęn jidil ű gelęn bindest in, lewre jî divę teqez bęn xwendin. 

[AW77D3] 
Mîtolojî 
Di zimanę grekî yę kevn de sę wateyęn gotin an jî peyvę hebűnę. Yek ję mytos, yek epos a din jî logos bűye. Mytos gotina ku hatiye gotin an jî bihîstin e. Di wateya ßorę, çirçîrokę, çîrok ű efsaneyę de hatiye bikaranîn. Bawerî bi mytosę nayę. Lewre dema ku mirov tißtę ku hatiye serę wan vedibęjin, hinekî mezin dikin. Ango hinek derewan bi ser ve dikin ű dixemilînin. Efsaneyęn hemű gelan hene, lę bętir grekan qedrę wan zanibűyę ű hezaran sal berę nivîsîne. Ji ber ku hatine nivîsandin nemir bűne ű hemű kelepora grekan ji van mîtan ango efsaneyan sűd wegirtiye. Mixabin di vę babetę de jî em kurd di sinifa xwe de mane. Her çiqas em zęde pesnę xwe bidin ű em bibęjin kurd wiha wiha zengîn in, ji aliyę mîtolojiyę ve, lę mixabin heta niha ez pir kęm rastî mîtęn kurdan hatim. Dibe ku beriya hezar salan an jî sed salan em ji aliyę wan ve zengîn bin lę ku îro di destęn me de nebin ű em ji wan sűdę wernegirin, ma çi tama wan heye. Mît bi piranî di heqę afirandinę de ne. Li nik me yęn ku ez bi wan dizanim, yęn di heqę afirandina leglegę, pepűkę, rivęz ű hwd. ne. Di heqę afirandina kurdan de jî çend mît hene. Yek ji wan heçku ji bo rewßa me ya niha hatiye vegotin. Dibęjin Adem ű Hewa li hev rűnißtine ű ketine qirika hev. Adem dibęje zarok heqę min in. Hewa dibęje na keda mezin a min e, di afirandinę de para mezin a min e. Dibęjin; nexwe ka bila her yek ji me ava xwe tęxe qutiyekę, emę pißtî neh mehan vekin. Wę demę dę bęte zanîn ka di çękirina zarokan de rol a kę ye. Wisa dikin. Neh mehęn wan diqedin. Pęßî qutiya Hewa vedikin. Lę dinęrin ku bęhneke sosret pę ketiye. Qutiyę diavęjin Çemę Dîcle. Ji bo ku qutî here Okyanűsa Hindę. Wę demę Korfeza Basrayę tune bűye. Qutî digihęje wî cihę ku niha Korfeza Basrayę ye; li wir diteqe, dibęjin ji wę teqînę, Korfeza Basrayę hatiye afirandin. Qutiya Adem vedikin, lę dinęrin ku kurek ű keçeke pir bedew çębűne. Li gorî mîtolojiyę, kurd ji wan zarokęn Adem in. Cîhana ku mayiye jî ji zarokęn Hewa çębűne. Yanî kurd ji neslę Adem in. Lę ne ji neslę Hewa ne. Pißtî ku ev zarok mezin dibin ű ew jî dibine xwedî zarok, Adem wan li hev dicivîne ű dibęje, lawo xwe ji zarokęn Hewa biparęzin. Zuriyeta Hewa dę ya nemayî bîne serę we. Xelasiya we ji destę zarokęn Hewayę nîne. Ji ber vę yekę xwe bispęrine çiyayęn welatę xwe. Tę gotin ku ji wę roję ve kurdan çiya ji xwe re kirin war ű wargeh. Îro jî hinek caran, li civata ku jaritî ű bęxwedîtiya kurdan tę rojevę, hinek mirov dibęjin, "Heyran hęviyę ji zaroyęn Hewa nekin. Xęra wan ji me re nîne. Ji xwe hęza me zaroyęn Adem jî evqas e". Hinek jî dibęjin ji ber wę ßîreta Adem e ku bav ű kalęn me gotine, "Dema ku tu ketî tengasiyę, yan xwe li męrekî çę, yan xwe li çiyayekî asę bigire." Helbet mît nikarin ji rewßa kurdan a îroyîn re bibine ręber. Em nikarin mîna tirkan bibęjin, "Ji tirkan pę ve tu dostęn tirkan nîn in." Bęyî civaka pęßverű ya cîhanę ű hęzęn pęßverű yęn Tirkiyę serkeftin ű bi destxistina mafekî ji bo me zehmet e. Lę herî baß hatiye fęmkirin ku heta piraniya kurdan, tevî kurdęn xwedî kęmasî jî hęza xwe nekin yek, emę li ber destęn nekes ű netißtekan bin.... 

[AW78A1] 
Serokę Gißtî yę PKK'ę Öcalan: 'Çareserî dę pęßeroję bide qezenckirin' 
Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan, di parastina xwe ya dawîn de, dîsa doza rawestandina ßer kir ű da zanîn ku çaresernekirina Kęßeya Kurd, wę Tirkiyeyę hem ji aliyę aborî hem jî ji aliyę siyasî ve tengav bike. Öcalan diyar kir ku ger aßtiyeke demokratîk pęk were, dę pęßeroję bide qezenc kirin; an na wę ßer dijwartir bibe. Di danißîna heftemîn ya Doza Sedsalę de Serokę Rűmetî yę KNK'ę ű Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan ragihand ku ger ev ßer çewt bę nirxandin ű wekî terora ßexsî bę binavkirin, wę encamęn çewt bęne standin ű wę alozî dijwartir bike. Öcalan, di parastina xwe de Qanűna Bingehîn ya Komara Tirk rexne dike ű wiha dibęje: "Li Tirkiyeyę nerazîbűna civakî ya salęn 1970'yî, bi derbeyęn 12'ę adara 1971'ę ű 12'yę rezbera 1980'yî eßkere bű. Pißtî Qanűna Bingehîn ya 27'ę gulanę, ku bi mudaxeleya leßkerî re hatibű, di sala 1982'yan de bi guherandina Qanűna Bingehîn ya antî-demokratîk hemű partiyęn siyasî (çepgir, rastgir ű muxalefet) neqanűnî hatin hesibandin ű peyre jî hatin darizandin." Li aliyę din Öcalan, da zanîn ku PKK jî di wę demę de derketiye holę ű bi giranî tevgera xwe li gorî rastiya civaka kurd, bi propaganda, lękolîn ű lęgerînę saz kiriye. Wî, diyar kir ku avabűna PKK'ę neqanűnî ye, lę meßrű ye. Serokę PKK'ę parastina xwe wiha didomîne:"Bi taybetî qedexeya li ser ziman, ku bi qanűna sala 1982'yan pęk hat, li hemberî pergala zordar, digel neqanűnîbűyîna serhildanę, divę meßrűbűna wę li ber çavan bę girtin. Paßverűtî, jixweßermkirin ű tirsa li ser gelę kurd, divę baß bę dîtin. Karekterę anarßîk yę pęvajoyę ű di rewßeke ku mercęn tękoßîna qanűnî tunebűn de, pęk hatina serhildaneke bi vî awayî divę kesî ßaßwaz neke. PKK'ę jî xwestiye vę yekę bîne ser xeteke stratejîk ű îdeolojîk." Serokę PKK'e Öcalan di xweparastina xwe de, îdîanameya ku der barę wî de hatibű amadekirin ű nirxandina çapemeniyę ű her wiha ya dewletę bi ßęweyekî tund rexne dike ű wiha dibęje: "Dibęjin 'kujerę 30 hezar kesî, kujerę zarokan'. Ev nęzîktedayîn, nęzîktedayineke bęînsaf, bęedalet ű ji rastiyę dűr e. Ez vę yekę napejrînim. Red dikim. A rastîn, bi awayekî rewa ű meßrű, ji bo jiyaneke baß, ku tęr fedekarî ye, her wiha tękoßîna me bo komar ű civakeke hîn demokratir e. Di vî ßerî de dema ku berpirsiyariya herdu aliyan bę dîtin, wę encameke dadyane were hilgirtin. Ez yek ji berpirsęn sereke me, lę ne takene berpirs im. Di vę serhildana civakî, ya ku berî niha bi dehan caran mafęn wę yę çandî ű siyasî hatine pejirandin, lę tu carî pęk nehatiye, ji saziya herî payeberz ya dewletę bigirin heta kesayetiyęn nezan ű bęwîjdan jî berpirs in. Divę ev yek bę dîtin ű her kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne. 
PKK wę bikaribe ßer bidomîne 
Öcalan wekî din balę dikßîne ser hęza PKK'ę ű dibęje, PKK'ę li çar aliyę cîhanę xwe biręxistin kiriye, lewre wę bikaribe ligel Artęßa Tirk ßer bike. Öcalan di vî warî de jî wiha got: "Wę ßer bidome. Ji her aliyî ve PKK wę bikaribe ßerekî di asta navîn de bidomîne. PKK'ę xwe li hemű dinyayę birękxistin kiriye. Tecrűbe, pißtgiriya lojîstîk, mewziyęn ku hatine bidestxistin, derfetęn peydakirina pęwîstiyęn aborî ű ßervanan, dema bi erdnîgariyeke guncaw ve bę yekirin, PKK dikare vî ßerî bi salan bidomîne. Di qada navneteweyî de li hemberî Tirkiyeyę îtîfaqęn dewletan, dę zędetir bibin. Domandina ßer, ji aliyę aborî, siyasî ű civakî ve wę Tirkiyeyę tengavtir bike. Di warę çandî ű perwerdehiyę de, dę paßketin pęk were. Her wiha li hemberî demokratîkbűna Tirkiyeyę, ßer dę bibe astenga herî mezin." 
Çareseriya demokratîk tę çi wateyę? 
Serokę PKK'ę di parastina xwe de li ser rola PKK'ę ya bo aßtiyę ű destketinęn ku wę bi aßtiyę peyda bin jî, radiweste ű berdewam dike: " Derfetęn PKK'ę yęn leßkerî, hem li hundir hem jî li derve, wę bo çareseriyę bikevin xizmeta Tirkiyeyę. Tirkiye dę karibe xwe baßtir biparęze. Kurd, ku bi komareke demokratîk re bibin yek, wę ji aliyę leßkerî ve jî, berevajî hęza dijber, wę bibin çavkaniya hęza stratejîk. Ev yek jî, dę pęßeroja Tirkiyeyę ji alozî ű xetereyę rizgar bike. Bi pergala demokratîk, Tirkiye dę xwe ji tengasiyę rizgar bike; wę lęçűnęn aborî ű manewî bide rawestandin; di warę pęßketina aborî de, gavęn mezin dę bęne avętin. Bi vę yekę, wę civaka feodal ji hev bipeliße; çareseriya Kęßeya Kurd dę ji aliyę siyasî ve korebînî ű tengbîniyę ji holę rake. Bi awayekî gißtî, di demokratîkbűna avahiya siyasî de, dę rola mifteyę hilgire. Siyaset wę nebe navgîna rantę, dę bibe saziyeke afirîner ű birűmet; dę problema bi Yekîtiya Ewrűpayę re çareser bibe. Bi taybetî dostaniya kurdan a heręmę, wę pißtgiriyeke mezin bide hęza heręmî. Rista kurdan a li Rojhilata Navîn, wę bibe bingeha mafdarî ű hęzbűnę. Alozî ű tengasî, wę bi xwe re tękçűnęn mezin bîne, lę çareserî wę bibe sedema qezencęn mezin. "
Pęvajoya Imraliyę dikare bibe destpękeke dîrokî 
Öcalan, di beßa dawîn a paręznameya xwe de, bi kurtasî, li ser çareseriyę wiha dibęje: "Ez bawer im, ev ßer ű dawiya vę serhildanę, wę pęßeroja pergala demoratîk a civakî dabîn (garantî) bike. Heta ku problemęn civakî neyęn çareserkirin, ęß ű jan dę bidomin. Sedemęn girîng yęn serhildanęn civakî hene. Serhildana dawîn, a ku serkęßiya wę PKK dike, divę bi dawî bibe. Ev pęwîstiyek e. Ji vir ű pę de ez dę li ser afirandina pęvajoya aßtî ű biratiyę bisekinim. Ji bo çareseriyę gavavętina PKK'ę ne tawîz e. Divę raya gißtî bę amadekirin. Gotinęn Serokę Dadgeha Qanűna Bingehîn riya çareseriyeke demokratîk, ku mafęn çandî jî di nav de cih digirin, nîßan dide. Ev yek, pędiviya ßaristaniya demokratîk ű hemdem e. Ger ez li gorî xala 125'an a Qanűna Bingehîn bęme cezakirin jî ez dę li pęßberî dîrokę ji aliyę siyasî ű exlaqî ve mafdar bęm dîtin." 

[AW78A2a]
Ensarioglu: Ęrîß roj bi roj zędetir dibin 
Li gorî daxuyaniyeke Serokę Mazlum-Derę Yilmaz Ensarioglu ku roja 21'ę pűßperę hatiye belavkirin, 19'ę meha pűßperę, polîsan bi biryara DGM'ę, bi ser navenda gißtî ya MAZLUM-DER ű ßaxęn wę de girtiye. Di wę bi sergirtinę de gelek węne ű nivîs ji aliyę polîsan ve hatine desteserkirin. Ensarioglu di daxuyaniyę ęrîßęn li ser wan ßermezar kiriye ű diyar kiriye ku dewletę ęrîßę xwe yęn li dijî saziyęn sivîl dijwartir kirine. Wî, daye zanîn ku ew ji ser baweriya xwe peya nabin ű ewę doza mafparęziyę bikin. Her wiha wî got, "Ger dozę li me bikin, em dę gelekî pę kęfxweß bibin; ji ber ku dę kęmasî ű neqanűniya li ser mafparęzan bę dîtin." 

[AW78A2b]
HADEP: Divę realîteya kurdan bę nasîn 
21'ę meha pűßperę ji aliyę HADEP'ę ve der barę Doza Öcalan de, ji bo raya gißtî, daxuyaniyeke çapemeniyę hate ragihandin. Di daxuyaniya ku li ser navę Cîgirę Serokę Gißtî yę HADEP'ę A. Hidir Dogan hatiye ragihandin de, ji bo çareseriyę ű girîngiya pęvajoyę 8 pęßniyaz hatine kirin. Di pęßniyarnameyę de tę gotin ku divę agirbesta 1'ę rezberę di bin berpirsiyariyekę de bę domandin. Her wiha digel îlankirina efűyę, divę ęrîßęn çekdarî jî bęne rawestandin. Li aliyę din di pęßniyaznameyę de tę xwestin ku PKK di nava sîstema demokratîk de, bo qanűnîbűyînę xwe amade bike. Wekî din tę xwestin ku digel efűyę, aßtiyeke civakî, biratî ű hwd. di bin banę xeteke siyasî de pęk were. 

[AW78A2c]
F.Gülen hęvî bi avę de birin 
Berî niha bi hefteyekę der barę Serokę Cemaeta Nurciyan Fettullah Gülen de kaseteke vîdeoyę hate weßandin. Bi weßandina kasetę re Tirkiye rabű ser piyan. Li gorî kaseta ku pęßîn ji aliyę ATV'ę ve hate weßandin, Gülen dixwaze milk ű îdareya dewletę bixe bin kontrola xwe, bi vę yekę jî wę dewletę ji her aliyî ve bi endamęn cemaeta xwe ve dagire ű ßoreßeke îslamî pęk bîne. Di banda ku hate weßandin de tißtekî wisa derbas nabe. Lę di rapora ku ji aliyę artęßę ve hatiye amadekirin de Fettullah Gülen wekî xeternaktirîn mirov tę binavkirin. Li ser rewßa Gülen ne Serokomar Süleyman Demirel ne jî Serokwezîr B. Ecevit daxuyaniyeke serwextkar dan. Li gorî rapora artęßę di salę de 60 trîlyon hatina cemaeta Gülen heye. 

[AW78A3] 
Endamę Konseya Serokatiya PKK'ę Cemîl Bayik: Komployę bi Peymana Washingtonę dest pę kir 
Hűn rewßa Doza Sedsalę çawa dinirxînin. Ji bo îro ßűn de hűnę çi bibęjin? 
Îro li Imraliyę dozeke dîrokî pęk tę. Ev doz çiqas ji bo PKK'ę ű gelę kurd pęwîst be; ji bo gelęn Tirkiyeyę ű gelęn heręmę jî girîng e. Bęgűman encamęn dozęn mezin jî mezin in. Te divę bila ber bi çareseriyę ve here, an jî bila ber bi îdamę ve here dę encamęn dozę derkevin holę. Heger mirovan baß bala xwe dabę, Serok Apo li gorî pęwîstî ű hęjabűna dozę axaftin kirin. Hema bęje bang li herkes ű her derdorę kir. Bi vę yekę guftűgoyek jî da destpękirin. Ji ber vę yekę her kesî li gorî xwe derbarę çareseriya Doza Sedsalę de dest bi nîqaßan kir. Di beßa yekem a dadgehę de Serok Apo gelekî serkeftî bű.
Hűn dibęjin Amerîka yek ji hęzęn çareseriyę ye. Li gorî we hedefa Amerîkayę çi ye? 
Rewßa Amerîkayę hinekî cuda ye. Her çiqas ew xwediyę vę komployę be jî, ji serî heta binî di nav vę komployę de hebe jî, çareseriyeke Amerîkayę heye. Li gorî bingeha berjewendiyęn wę di nav Pergala Cîhanę ya Nű de çareseriyeke wę heye. Dibe ku ev çareserî ne li gorî dilę me be, lę çareserî ye. Çareseriyeke Tirkiyeyę ű Ewrűpayę tune ye. Ew di bęçareseriyę de israr dikin. Kesęn ku çareseriyę bixwazin divę wisa tev negerin. Ji ber vę yekę jî heger sibę bęçareseriyek derkeve holę, berpirsęn vę yekę kesęn ji bo bęçareseriyę israr dikin bi xwe ne. Em dixwazin çareseriyeke teqez derkeve holę. Heger îstîkrar bę xwestin, divę bę zanîn ku îstîkrar girędayî rewßa Kurdistanę ye. Îro sedema aloziya li Rojhilata Navîn, sedema neçareseriya pirsgiręka li Kurdistanę ye. Diyar e ku kesęn bęçareseriyę ji xwe re bingeh digirin, dixwazin kana jiyanę biçikînin. 
Însiyatîfa Dayîkęn Aßtiyę ku bi malbatęn leßker ű gerîlayan pęk tę pęß dikeve. Hűn vę yekę çawa ßîrove dikin? 
Ev bihevrebűn bi rastî jî watedar e. Li hemberî vę yekę em ręzdar in ű gelek rűmet didinę. Hem dayikęn gerîla hem jî dayikęn leßker ű ßehîdan divę bihevrebűna heyî xurtir bikin. Heger ji vę eniyę bersiv ji bo Serok Apo bę dayîn, teqez wę çareseriya vę yekę derkeve holę. Heger nexwazin hinekî din janę bikißînin, nexwazin dilę dayikęn din jan bide, pęwîst e gavęn pęßvetir bixwazin. Divę serî li her derî bidin. Divę bi hev re serî li serokomariyę, hikűmetę, parlementoyę, ręxistinęn sivîl, partî ű hęzęn navneteweyî bidin. Heta ne bi tenę li Tirkiyeyę, bila zorę li me jî bikin. Bila bixwazin ku di zűtirîn katę de ev ßer bisekine. Em dę gavan bavęjin. Em dę daxwazęn dayîkan pęk bînin. Jixwe Serok Apo ev yek bi awayekî zelal anî zimęn. Di warę ji holę rakirina ęßan de em pißtgiriya xwe bo her gava ku Serokę me diavęje îlan dikin. Bi hevrebűna her du gelan ku Serok Apo rave dike ev dayîk dikarin pęk bînin. Divę her kes rűmetę bide vę yekę. 
Di hevpeyvînęn me yęn ku me bi endamęn Konseya Serokatiya PKK'ę re kiribűn de dihat gotin ku gelek kes tevlî nav refęn ARGK'ę dibin. Asta beßdariyę îro çi ye? Rewßa vę gavę ya ARGK'ę hűn dikarin bînin zimęn? 
Beßdarbűna nav refan bi awayekî gur didome. Di vę yekę de bęguman bandora komploya ku li dijî Serokatiyę pęk hat xwe baß dide der. Di tevahiya kesęn ku beßdar dibin de ev nęzîktędayîna hevpar derdikeve holę; berę zęde tękiliyęn wan bi me re tuneye, heta ne derdoręn dost in jî. Berę jî ű îro jî ji derdoręn ku tękilyęn me bi wan re hebűn beßdarî pęk dihat. Lę beßdarî îro, ji kesęn ku tękiliyęn wan bi me re tune ye pęk tę. Ev pęßveçűneke gelekî girîng e. Ev pęßveçűn vę yekę jî diyar dike; komploya navneteweyî ku pę hat, di her mirovę kurd de bűye sedema raperîna hestęn neteweyî. Heqaretęn li dijî Seroktiya Neteweyî qebűl nekiriye. Ev însan wiha dibęjin: "Me berę PKK bihîstibű lę baß nas nekiribű. Lę çi çaxa ku Serokatiya Neteweyî, di warę navneteweyî de bi komployę rű bi rű ma; heta çi çaxa ku węneyęn wî yęn ku hatin weßandin me dîtin, em ji binî ve hejiyan. Ji ber vę yekę tevlîbűna nav refan me ji xwe re guncaw dît." Ev hem li nav welęt hem jî li derveyî welęt wisa ye. Hema bęje li her deverę tevlîbűn pęk tę. Ne bi tenę ji kurdan ji gelęn din jî tevlîbűna nav refan pęk tę. Ev serokatî ne bi tenę Serokatiya Neteweyî ye; her wiha serokatiya her kesę ku azadiyę dixwaze, pęst ű kotekiyę dibîne, ye. 
Bęguman bi van tevlîbűnan ARGK ji her alî ve mezin dibe. Dibe ku hin kesęn din hesabęn din kiribin: Heger Serok Apo dîl bę girtin ű bę tevger bimîne dę pęßveçűna nav PKK'ę bisekine, heta wę ji hev belavbűn dest pę bike. Di nirxandineke wiha de ne bęmaf bűn jî. Lewre dîroka kurdan bi mînakęn wiha dagirtî ye. Bi tasfiyekirina her serokatiyę, tevgera gel hatiye tasfiyekirin. Dîsa dema serokatiyę bang li raya gißtî dikir, digot: "Vę tękoßînę bi giranî ez dimeßînim." Diyar e ku hinek ders vę gotinę derxistine. Lewre wan digot ger serokatî bę girtin ev tevger wę belav bibe. Ez bawer im wan zű dît ku ev yek pęk nayę. Heta wan ev yek îtîraf jî kir ű lewma wan wisa got: "Me tißtęn din hęvî dikirin, lę pęk nehatin." Bi dîlgirtina serokatiyę PKK tu car ji hev bela nabe. 
Biręz Bayik, di pęvajoya îro de hęviyęn we ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanę (KNK) çi ne. KNK dę rola xwe bilîze gelo? 
Derketina KNK'ę nű ye. Di dîroka me de cara yekemîn e ku yekîtiyeke bi vî rengî derdikeve holę. Gelek watedar e. Lę xwe hę baß nexistiye nav pratîkę. Nű ye, bętecrűbe ye. Lę, li hęla din bi zehmetî ű astegiyan re rű bi rű ye. Bęguman divę KNK doza li Imraliyę bixe rojeva xwe. Mijara tekane ya rojeva wę divę ew be. Divę pißtgiriya xwe ji bo pęßniyazęn çareseriyę ku Serok Apo bi lęv kiriye, diyar bikin. Divę vę yekę ragihînin raya gißtę ya navneteweyî. Di çareseriya pirsgirękę de ev girîng e. KNK pęwîst e di vę çerçoveyę de raya gißtî ya navneteweyî bixe nava tevgerę. 
Derbarę hevdîtinęn PDK, YNK ű DYA'yę ku li Waßingtonę pęk hatin de hűn dikarin çi bibęjin? 
Ev civîn ji hęla Amerîkayę ve hatiye organîzekirin. Amerîka dixwaze bęaqubatiya nav kurdan ű bęaqubetiya heręmę ji holę rake ű pergala xwe li heręmę bide rűnißtandin. Bi Kosovayę re eleqedar dibű, hema bęje pirsgiręka Kosovayę çareser bű. Ji ber vę yekę bala xwe daye Rojhilata Navîn. Jixwe ji zű de dixwaze li Iraqę çareseriyekę pęk bîne. Dema bixwaze pirsgiręka Iraqę çareser bike, pęwîst e ku pirsgiręke kurd jî çareser bike. Di qada kurdan de pirsgirękęn bingehîn hene. Bęyî ku pirsgiręka Iraqę çareser bike, Amerîka nikare li heręmę pergala ku dixwaze bide rűnißtandin. Lewre jî pißtî çareseriya li Kosovayę Bill Clinton bangî Bülent Ecevit kir. Hem vexwendina Ecevit ű hem jî vexwendina PDK'ę ű YNK'ę ne rasthatinek e. Lewre di çareseriya pirsgiręka li Iraqę de ev hęz berbiçav in. 
Heman rewß me jî eleqedar dike. Balkęß e pißtî Peymana Washingtonę ku di 17'ę rezbera 1998'an de pęk hatibű, wan berę xwe dabű Serok Apo. Ev yek encama wę peymanę ye. 
Hevpeyvîn: SAVAß POLAT Tębinî: Ev hevpeyvîn, ji Rojnameya Özgür Politikayę hate wergirtin ű li kurdî hate wergerandin. 

[AW78A4] 
Nebahat Altiok li ser rewßenbîręn tirk ű Kęßeya Kurd axivî: Rewßenbîr bi meseleyę baß zanin, lę dengę xwe nakin 
Dema me da ser riya mala Nebahat Altiok Komkujiya Sęwazę di bîra me de bű. Gava em nęzî ber deriyę malę bűn, li ser tabelayekę "Ji bo bîranîna Metin Altiok" hatibű nivîsîn. Dema çavęn me bi vę nivîsę ketin, bi yekcarî em çűne wan rojan. Beriya ku em bi Nebahat Altiok re dest bi hevpeyvînę bikin, li ser taßtę, me pęßîn qala rewßa wę kir. Lę, wę gotina me birî ű got, "Vę dawiyę rewßa Tirkiyeyę aloz e, gelo ji vę yekę wę çi derkeve? Diyar bű, kęm be jî, hinekî tenętiyę ew tengezar kiribű; li malę, mase ű pirtűkxane kirine hevalęn xwe yęn sohbetę. Li gelek dîwaręn malę węneyę wę ű Metin Altiok hatine daleqandin. Bi taybetî pirtűkxaneya wę zor dewlemend e. Dema me dest bi hevpeyvînę kir, gelekî jixwebawer diaxivî, lę dîsa jî gotinęn xwe hinekî dipîvan. Ji ber ku der barę wę de du- sę doz hatine vekirin. Hevpeyivîna me li ser rewßenbîręn tirk, kurdan, polîtikayęn dewletę ű Komkujiya Sęwazę germ bű. Dîtinęn wę yęn li ser rewßenbîręn tirk hęjayî nirxandinę ne. 
Berę herkesî bętirs peyva Kurdistanę bi kar dianî 
Altiok, di serî de, bi ßęweyekî dűvediręj, qala rewßenbîręn tirk ű helwesta wan a li ser Doza Kurdan kir. Wę got, berę helbestvanan bętirs peyva Kurdistan bikar aniye; ango kęm be jî, mîsyoneke siyasî li helbestan hatiye barkirin. Bi taybetî jî helbestvanęn tirk ęn ku di salęn 1960 ű 70'yî de çűne Kurdistanę ű li wę derę xebitîne, ji heręmę gelekî bandor wergirtiye ű li ser jiyana kurdan, bi taybetî jî, li ser rę ű çiyayę kurdan gelek helbest nivîsîne. Altiokę wekî mînak, ev ręzikęn helbesta Turgut Uyar xwend: " Dera te kelem hil kiriye, ger tu bęjî qey bihar e/ Li kurdistanę, li ser riya Műß ű Tatwanę wę xwîn ję biherike." Lę peyre got, "Îro, ew helbestvan, her yek li saziyeke dewletę, ji bo berjewendiyęn xwe yęn ßexsî kar dikin. Ji ber vę yekę, ew ji tirsa nikarin helbęstęn xwe yęn ku di salęn 60 ű 70'yî de nivisîne, îro bidin çapkirin. A rastir naxwazin ku berę dewletę bidin xwe." Altiokę, helwesta rewßenbîręn ku li hemberî ßerę Wîetnam ű Filîstinę helwesteke eręnî nîßan daye, lę li hemberî Doza Kurdan będeng mane, bi bîr xist ű ev ręzikęn Ataol Berhamoglu pęßkęß kirin: 'Keçikek będeng dimire, dimire li Wîetnamę'. Li ser pirsa me ya bi rengę "Çima wisa ye?" Altiokę wiha got: "Di 75 saliya K.T de hebűna gelekî tenę tę pejirandin. Pejirandina hebűna gelęn din, di muzîkę de wę pirdengiyekę pęk bîne. Wekî tę îdîakirin yekreng nîn e. Lewma rewßenbîręn tirk hîn di vę yekę negihîßtine. Komarę gelekî tesîr li wan kiriye." Bi baweriya Altiokę, rewßenbîręn tirk wisa didine xuyakirin ku, ew li serpęhatiya Komarę vedigerin ű rexneyan lę dikin, lę belę di rastiya xwe de ne bi vî rengî ye. Wę got, ew ne jidil in ű helwesta wan a bo Komkujiya Sęwazę bi bîr xist: "Kesî sedema pękhatina bűyerę pirs nekir. Bi sedan polîs, li cihę ku bűyer lę pęk hat, hebűn. Rewßenbîran li bersiva pirsa bingehîn nekoland. Wan xwe ji nasnameya xwe ya muxalîf dűr xist. Siyaset ű huner, her wiha rewßenbîrî, bęmuxalefet nabe. Her çi dibe bila bibe, pęwîst e nasnameya muxalîf bę parastin." 
Welat cenazeyan hilnagire, lę çîrok ű helbesta vę nayę nivisîn 
Nebahat Altiok sersariya nivîskar ű helbestvanęn tirk a li ser ßerę 15 salan jî balkęß ű sosret dibîne. Wę da zanîn ku di tękoßîna kurdan de ji salęn 1980'yî vir de problemęn zor cidî rű dane ű pęvajoya ßerekî dijwar dest pę kiriye; vî welatî hew karibűye cenazeyan hilgire, lę ji aliyę rewßenbîran ve, ne helbest ne jî çîroka vî ßerî hatiye nivîsîn. Wę behsa serpęhatiya Koçero ű helbesta Hasan Hüseyin a li ser wî kir ű got rewßenbîręn tirk ji zű de ye bi Kęßeya Kurd baß dizanin. Peyre jî got: "Lę rewßenbîręn tirk, îro çavęn xwe ji vę rastiyę re digirin. Rewßenbîręn wę demę ku rastiya kurdan dîtiye, îro xwe spartiye nijadperestî ű ßovenîzmę. Ji bo rawestîna ßer, ku 15 sal in li dar e, divę dengę xwe bilind bikin. Divę ronakbîręn tirk bęjin, 'Bes e ędî! Bila mirov neyęn kußtin." Ev xewna min e. Dizanim ku pęk nayę. Lę bila zarokęn me bijîn. Gülten Akin bi navę 'Ji Çiyan re (Daglara)' pirtűkek nivîsandibű. Helbesta wę ya bi navę 'Bes e xwînę bisekinînin' awazeke gelekî kűr e. Divę bę fęmkirin." Li gorî dazanîna Altiok helwesta rewßenbîręn tirk a li hemberî rűdanęn cîhanę jî heman sersariyę dihewîne. Wę got ku bo Wîetnamę helbest hatin nivîsîn, lę rewßa Kosova ű Somalî bala tu kesî nakißîne. Wę da zanîn ku Heręma Balkanan tę hilweßandin, ji çepgir ű sosyalîstan deng dernakeve. Her wiha bajarę dîrokî yę herî kevin Baxdat tę bombekirin; ango 'çîrokęn hezar ű yek ßevan' tęne tunekirin, kes dengę xwa dernaxe. Altiok li ser vę będengiyę diyar kir ku dewlemendiya dîrokî ya cîhanę wekî dîl dixin bin lepęn teknolojiyę. 
Apaçî dę wę jî bombe bikin! 
Der barę teknolojiyę de jî tißtekî balkęß bala Altiok kißandiye. Li ser firokęn bi navę 'Apaçî', ku di ßerę Kosovayę de jî, ji aliyę Amerîkayę ve hatin bikaranîn, qala serpęhatiya Apaçiyan kir: "Di ßerę Kosovayę de pęßkęßkaręn televîzyonan bi heyecaneke zor mezin digot, wę 'Frokeyęn Apaçî' sirban bombe bikin. Apaçî, li Amerîkayę navę gelekî, ku ji holę hatiye rakirin e. We, ew gel ji holę rakiriye, lę hűn bi firokęn wan serbilindiya xwe nîßan didin. Ew jî qewmek bű, lę hatin qirkirin. Çima dema ku ew pęßkęßkar qala firokeyęn Apaçî dikin kęfa wan tę. Ew firoke sibe roj wę jî bombe bikin...!" Nebahat Altiok li ser asîmilasyonę, pest ű kotekiya li ser civaka kurd jî dîtinęn xwe anîn zimęn ű got ligel hemű xebat ű hewlęn dewletę kurdan dev ji kurdayetiyę bernedaye ű dengę xwe gihandiye cîhanę. Wę, wiha qala tękoßerî ű serpęhatiya kurdan kir: "Ji ber ku kurdan, berî niha bi 30-50 salî dest bi danîna saziyan nekiriye, îro ji nű ve saziyęn xwe datînin. Rojnameyekę ava dikin, ji aliyę dewletę ve tę bombekirin. Ew dibęjin 'em kurd in', lę bîrdoza fermî dibęje 'hűn tirk in". Di raporęn dewletę de tę diyarkirin ku 4 hezar gund hatine ßewitandin, li gel vę yekę kurd ji tu tißtî xwe nadin alî ű tękoßîna xwe didin." Altiok, di vî warî de qala serpęhatiyęn xwe yęn dema mamostetiyę jî kir. Navę gundę ku Nebahat Altiokę lę mamostetî kiriye Simanî bűye. Lę dewletę navę gund kiriye Kakanî, lę dîsa jî ev bi salan e gundiyan dev ji navę Sîmanî bernedaye. Altiokę reaksiyona xwe ya li hemberî wę yekę wiha diyar kir: "Ev tę çi wateyę? Hema bila navę gund Simanî be. Hezar sal e ku wisa tę zanîn. Kurd ji ya xwe nayęn xwarę. Tirkęn wî gundî jî Simanî dibęjin. Di rastiyę de kurd zorę didine sazîbűnę. Ev ziman dewlemendiyek e, bihęlin bila bijî. Kesî dil nîn e, vî welatî parçe bike." 
Pęwîst e kurd derewan bikin! 
Altiok di vę navberę de li ser ronakbîręn kurd ű xweîfadekirina bi zimanę kurdî jî nirxandinek kir. Bi baweriya wę, ronakbîręn kurd pißtî salęn 1990'î bi pęß ketine ű wan tękoßîna ziman ű dîroka xwe daye. Altiok axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku girseyeke ku bi kurdî bikaribe bixwîne ű binivîse tune ye, rewßenbîr tengezar dibin. Ji ber ku rewßenbîr jî nikare baßebaß bi zimanę xwe biaxive, bi zimanekî din pęwîstiya xweîfadekirinę dibîne." Wę behsa muzîka kurdî jî kir ű got, "Kurd di warę muzîkę de gelekî serketî ne." Wę bal kißand ser derketina Ciwan Haco di çapemeniya Tirkiyeyę de ű got: "Derketina Ciwan Haco serketinek e bo kurdan. Gelek kes hez ji muzîka Ciwan Haco dikin ű bi dűvediręjî li ser wî dinivîsin lę vę pirsę nakin: 'Gelo ew çima nikare li Tirkiyeyę konserekę bide?' " Li ser çanda nivîskî, me wekî mînak Yaßar Kemal ű Mehmet Uzun dan berhev ű ję pirs kir. Wę jî pirsa me wiha bersivand: "Yaßar Kemal ji nű ve dę çawa bikaribe binivîse. Ji bo ku bikaribe bi kurdî binivîse, divę mamosteyekî baß peyda bike. Lę ji ku derę? Cemal Sureya di helbesteke xwe de wiha dibęje:'Kurd mecbűr in derewîn, Arnawut jî rastgo bin.' Heman tirs deh caran zędetir li ser Yaßar Kemal jî heye. Di salęn 1970'yî de peyva Kurdistanę ne di nav neynűkę de dihate bikaranîn. Lę îro mirov nikare weßanxaneyekę peyda bike, da ku wan pirtűkan çap bike." Bi baweriya Nebahat Altiok, Cemal Süreya, Turgut Uyar, Ahmet Muhip Diranas, Süreya Berfede ű Ferit Edgü li ser kurdan tißtęn baß nivisîne, lę îro haya kesî ji wan nîn e. Altiok pirtűkęn Mehmed Uzun jî xwendine ű gelekî pęßketî dibîne. Wę da xuyakirin ku gelę kurd gelekî tęrtijî ye, dema wę pirtűkęn Mehmet Uzun xwendine, gotiye ev teqîna daxwaz ű hęviyęn gelekî ku gihandiye hev in. Dîsa bi baweriya wę ev xebat bingeha romana kurdî ya pęßeroję datîne. Wę got, her çend gelek tißtęn bęqalîte hebin jî, lę hebűna pirtűkxaneyeke kurdî ji her tißtî jî girîngtir e. 
Gelę tirk ketiye taya erebeyekę! 
Ji reaksiyona Altiok ßowmenęn televîzyonan jî para xwe standin. Wę diyar kir ku hinek ßowmen, di bernameyęn televîzyonę de, zarî kurdan dikin. Altiok wiha diręjahî da axaftina xwe: "Qaßo kurdan asîmîle dikin, wan xwestiye kurdan bißibînin xwe, lę bi ser neketine. Tu zarî xwe jî dikî. Li dinyayę mînak gelek in; ji Cezayîr-Fransayę bigirin heta Hîndistan-Îngilîstanę. Di pirtűkan de em dibînin ku hemű cezayîrî bi frensî dizanin, lę asîmilasyona te bi guherandina navę gund, diyar e, bi ser neketî ye." Altiokę, li ser pirseke me ya li ser nîqaßa guherîna di civakę de, bal kißand ser bernameyęn televîzyonan ű helwesta gel. Wę got, "Civak 24 saetan li ber televîzyonę ye, ji bo ku pędiviyęn xwe bi riyeke hęsan ű erzan peyda bike, tevî bernameyęn pęßbaziyan dibe." Altiok axaftina xwe wiha domand: "Tenę daxwazeke civakę ya bingehîn heye; ew jî xwedîtiya erebeyekę ye. Ev yek, psîkolojiya ßkestî ya civaka tirk dide der. Bi tenę ji aliyę dîtbarî ve civak diguhere. Zarok azad nayęn perwerdekirin. Pißtî salęn 1970'yî dersęn felsefeyę ji dibistanan hatin rakirin. Felsefe hemű ßaxęn zanyarî eleqedar dike. Lę, ew ji bernameya perwerdehiyę tę vederkirin. Nifßęn nű jî bi ßęweyekî dogmatîk tęne perwerdekirin." 
Kęfa kurdan gelekî ji Metin re dihat 
Ber bi dawiyę ve li ser pirsa me, wę behsa tękiliya Metin Altiok ű kurdan kir. Wę got, Metin Altiok ji kurdan gelekî bandor wergirtiye. Metin ű Nebahat Altiok salęn xwe yęn herî xweß ű bextewar li Çewligę di nava kurdan de derbas kirine. Li gorî Altiok wan însanan li helbestan guhdarî kiriye ű wan hevalę wę Metin Altiok wekî ßaîr bi nav kiriye. Wę da zanîn ku ger Metin Altiok nehatibűya sirgűnkirin, wę ew li Çewligę bi cih bibűna. Wekî dawîn Altiok der barę hevalę xwe ű Komkujiya Sęwazę de hestęn xwe wiha dane der: "Metin pęnűsa xwe baß bikar dianî. Wî, 12 pirtűk nivisîn. Helbesta xwe ya li ser Çewligę dewlemlendtir kir. Di hevpeyvîneke ku kovara bi navę Sombahar pę re kiriye de, helbesta xwe ya li ser Çewligę, dike du parçe; beriya Çewligę ű pißtî Çewligę. Ez ji bo bűyera wan nabęjim tevkujiya ronakbîran. Dibęjim "tevkujiya alewiyan." Wekî ya Maraßę ye. Yek ji wan 'hezar operasyonan' e. Li gorî me ev bűyer bi dawî nebűye. Dadgehę em serwext nekirine. Kesî pirsa sazűmankaręn komkujiyę nekir. Dixwazin dozę bi dawî bikin, lę em destűrę nadin." 
Portre: 
Nebahat Altiok, di sala 1945'an de li navçeya Elezîzę Baskę ji dayik bűye. Ew ji mamostetiyę malnißîn (teqawît) e. Helbestvan Nebahat Altiok, hevjîna Metin Altiok e. Metin Altiok jî helbestvan bű. Wekî tę zanîn, ew di Komkujiya Sęwazę de hate qetilkirin. Doz hîna didome. Encameke li gorî dil ű qanűnan nehatiye bidestxistin. Nebahat Altiokę (Çetin) ji bilî helbestvaniyę, li gelek cihęn Tirkiye ű Kurdistanę mamostetî jî kiriye. 
Li Çewlig (Bingol) ę 'silav' daye derbeya sala 1980'yî. Pißtî derbeyę, ew ű hevalę xwe Metin Altiok ji Çewligę hatine sirgűnkirin. Du pirtűkęn Nebahat Altiok ęn bi navę Janęn ßoreßę (Devrim Sancilari) ű Pirs ű Baneßan (Sorular Ünlemler) hene. Ew, bi eslę xwe kurd e. Bi giranî bi karę helbestvaniyę radibe. Di sala 1996'an de li Enqereyę di nav HADEP'ę de kar kiriye. Berî niha bi 6 salan hatiye Enqereyę. Niha jî ew li Enqereyę dijî. Ew, ji hemű tißtęn li Tirkiyeyę diqewimin bandorę werdigire. Dilę wę jî ji binpękirina mafęn mirovan jan dide. Ew jî wekî her kesî pißtevaniya aßtiyę dike ű dixwaze rojek berî rojekę aßtî berę pęlęn xwe bide Tirkiyeyę. Helbestęn xwe bi giranî li ser ernîgariya ku lę jiyaye dinivîsînę. Altiok niha jî li ser Çewligę pirtűkekę amade dike ű her wiha nivîskara rojnameya Özgür Bakißę ye.

[AW78A5] 
Li Tîmora Rojhilat kontra guh nadin peymanę 
Referandűma serxwebűnę hate taloqkirin 
Serokę Neteweyęn Yekbűyî bo du hefteyan referandűma li Tîmora Rojhilat, ku diviyabű di 8'ę gelawęję de pęk bihata, taloq kir. Li gorî agahiyęn ku roja 23'yę pűßperę ajansęn nűçeyan ragihandin, ji ber ęrîßęn tund ęn hęzęn çekdar, ęn ku pißtevaniya yekîtiya bi Endonezyayę re dikin ű hęzęn Endonezyayę, NY'ę ev biryar girtiye. Sekreterę Gißtî NY'ę Kofî Annan da zanîn ku gelę serxwebűnxwaz, ji hęla hęzęn dewleta Endonezyayę ű hevalbendęn wę ve tęne kußtin, gef li wan tę xwarin ű gelek gundî tęne koçberkirin. Her çiqas Sekreterę Gißtî yę NY'yę dema biryara taloqkirinę ragihand męjűyeke teqez neda be jî, qala roja 21 an jî 22'yę gelawęję tę kirin. Annan di axaftina xwe de diyar kir ku wę referandűm teqez di nava meha gelawęję de pęk were. Li hęla din, li gorî heman çavkaniyan rayedaręn Endonezyayę naxwazin referandűm roja yekßemę pęk were, lewre ew ditirsin ku serokęn dęrę dę di axaftinęn xwe yęn li dęran de propagandaya serxwebűnę bikin. Ev ęrîß, digel astengkirina mafę gelę Tîmora Rojhilat, ewletiya canę peywirdaręn NY'ę, ku diviyabű bihatana heręmę jî, dixe xetereyę. Li gorî peymanę divę 270 ji wan polîsęn sivîl, 50 jî leßker, 900 peywirdaręn NY'ę di dema referandűmę de li heręmę xebatę bikin. Annan da zanîn ku ewę di 13'ę tîrmehę de dest bi qeydkirina hilbijęran bikin. Her çiqas rayedaręn Endonezyayę vę yekę nepejirînin jî, çavkaniyęn cur bi cur diyar dikin ku ęrîß ji hęla hęzęn kontrayî ve li ser mirovęn serxwebűnxwaz tę kirin. Li gorî raporeke nű ya Ręxistina Efűyę ya Navneteweyî, ji bo ku rę li ber serxwebűnę bigirin, hęzęn kontrayî ű hęzęn Endonezyayę di nav çar hefteyan de 34 kes kußtin. Rapora navborî di 21'ę pűßperę de li Sydneya Nemsayę (Awusturalya) hatiye belavkirin. Raporę daye zanîn ku di navbera 5'ę gulanę ű 10'ę pűßperę de digel kußtina 34 kesî 280 kes jî bi awayekî ketűber ű keyfî hatine binçavkirin. Li gorî raporę bi hezaran mirov jî hatine koçberkirin. Di dawiya raporę de hatiye xwestin ku heta dawî li van ęrîßan neyę, referandűm neyę lidarxistin. Li gorî peymana ku di navbera Endonezya ű Portekîzę de hatibű girędan, diviyabű di 8'ę gelawęję de 400 hezar hilbijęręn tîmorî, ku nîvę ßeniyę heręmę ye, ji bo diyarkirina helwesta xwe ya li hemberî dewleta Endozyayę biçűna ser sandoqan. Lę, hęzęn Endonezyayę ű hevalbendęn wę bi van ęrîßan nahęlin ku gelę Tîmora Rojhilat daxwaza xwe ya bo serxwebűnę bîne cih. Her wekî tę zanîn Tîmora Rojhilat heta sala 1975'an mętingeha Portekîzę bű, di sala 1975'an de ji hęla Endonezyayę ve hate dagirkirin, lę, gelę heręmę ev yek nepejirand ű li ber xwe da. Niha jî Serokę Tevgerę Azadîxwaz a Tîmora Rojhilat Xanana Gusmao di girtîgehę de ye. Her wiha li gorî agahiyęn ku bi dest ketine Gusmao jî bi daxuyaniyeke ku ji girtîgehę ragihandiye, pißtgiriya xwe ji bo biryara NY'ę diyar kiriye. Lę, xwestiye ku ji bo ku çareseriyę xebat ű gotűbęj bidomin. 

[AW78A6] 
Di çapemeniya cîhanę de li ser dozę nirxandinęn objektîf 
USA TODAY- NATO divę ji ber endamtiya Tirkiyeyę ßerm bike 
4 Rojnameya Amerîkayę ya bi navę USA TODAY, di hejmara xwe ya di 17'ę pűßperę de, cih daye nirxandineke lękolînerę Înstituya CATO Doug Bandow (pisporę siyasetę yę serokę Amerîkayę yę berę Ronald Reagan). Di vę gotarę de hevrűkirina rewßa li Kurdistanę ű Kosowayę hatiye kirin ű di dawiyę de hatiye diyarkirin ku rewßa li Kurdistanę ji ya li Kosowayę kambaxtir e. Her wiha hatiye gotin ku Tirkiye mafę çandî ű zimanî yę 12 milyon kurdî înkar dike ű mafęn mirov binpę dike. Di dawiya nivîsę de tę xwestin ku NATO ű Amerîka dewleta tirk jî wekî Sirbistanę bîne ser riya rast. 

New York Times- Gotinęn Öcalan fikra gelek kesan guhart 
4 Nivîskarę rojnameya New York Timesę Stephen Kinzer roja 22'yę pűßperę li ser Doza Sedsalę nűçeyek amade kiriye. Di nűçeyę de hatiye gotin ku berî destpękirina dadgehę gelek kesan dixwest Öcalan bę bidarvekirin, lę pißtî gotinęn Öcalan ęn dadgehę, ev dîtin guheriye, ędî gelek kes dixwazin ku samîmiyeta Öcalan bę pîvandin. Di nűçeyę de pißtevaniya PKK'ę ya bo Öcalan ű pęßniyazęn HADEP'ę yęn ji bo çareseriyę jî cih girtiye. Her wiha di nűçeyę de hatiye gotin ku serokę Ręxistina Parastina Qanűna Bingehîn a Almanyayę xwestiye ku rę li ber darvekirina Öcalan bę girtin. Li gorî nűçeyę wî ji dîplomatęn alman xwestiye ku ji bo vę yekę çi pęwîst bę bikin. 
New York Times- Gotinęn Öcalan fikra gelek kesan guhart 

4 Nivîskarę rojnameya New York Timesę Stephen Kinzer roja 22'yę pűßperę li ser Doza Sedsalę nűçeyek amade kiriye. Di nűçeyę de hatiye gotin ku berî destpękirina dadgehę gelek kesan dixwest Öcalan bę bidarvekirin, lę pißtî gotinęn Öcalan ęn dadgehę, ev dîtin guheriye, ędî gelek kes dixwazin ku samîmiyeta Öcalan bę pîvandin. Di nűçeyę de pißtevaniya PKK'ę ya bo Öcalan ű pęßniyazęn HADEP'ę yęn ji bo çareseriyę jî cih girtiye. Her wiha di nűçeyę de hatiye gotin ku serokę Ręxistina Parastina Qanűna Bingehîn a Almanyayę xwestiye ku rę li ber darvekirina Öcalan bę girtin. Li gorî nűçeyę wî ji dîplomatęn alman xwestiye ku ji bo vę yekę çi pęwîst bę bikin. 

AFP- Öcalan banga xwe ya aßtiyę dubare kir 
Ajansa nűçeyan a navneteweyî AFP'ę roja 23'yę pűßperę li ser Doza Sedsalę nűçeyek belav kiriye. Di nűçeyę de hatiye daxuyandin ku Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan daxwaza xwe ya ji bo aßtî ű çareseriyę dubare kiriye. Li gorî nűçeyę Serokę Gißtî yę PKK'ę Öcalan gotiye, "Ev serhildana PKK'ę divę bibe serhildana dawîn". Dîsa di nűçeyę de hatiye daxuyandin ku Öcalan ji bo vę yekę mafę pęßvebirin ű bikaranîna zimanę kurdî, di warę weßanę ű jiyana taybet de xwestiye. Di nűçeyę de hatiye gotin ku Öcalan daye zanîn ku bi kußtina wî tißtek çareser nabe. 

[AW78B1] 
ßehadeteke dilsoj ű daxbar: A. Rahman Gezer 
A. Rahman Gezer (Ganî), di sala 1981'ę de li Sęrtę ji dayikę dibe. Ew, ji malbateke welatparęz tę. Rewßa aborî ya malbatę ne baß bű; ew xizan ű hejar bű. Wî, dibistana seretayî li Sęrtę qedandiye, a navîn jî ji ber zilm ű zora dijmin terikandiye. Hevalę Ganî di zarokatiya xwe de gelekî perîßanî ű tadehiyę dibîne. Dema dewleta tirk, dest bi ßewitandina gundan dike, malbata wî jî, ji bęgaviyę, di sala 1994'an de koçî navçeya Edeneyę Ceyhanę dike. Ji ber ku destmiza xebatkaran li Ceyhanę kęm e, ew ű birayę xwe berę xwe didin Stenbolę. Hevalę Ganî li vę derę bi Partiyę re hevnas dibe ű pę re tękiliyę datîne; li ser koçberiya gelę kurd ű tarűmarkirina Kurdistanę disekine. Di vę navberę de Hevalę Ganî dil dike ku gelek tißtan bike, lę rewßa malbat ű bavę wî rę li ber vę yekę digire. Lewre bavę wî bi nexweßiyeke giran dikeve ű hewcedariya pereyan rű dide. Zarokęn hűr di nava malę de gelek bűn, lewma destę wî ji wan qut nedibű ű nediçű nav refęn ßervanan. Hevalę Ganî hevalakî mirovperwer ű dilovan bű; hez ji her kesî dikir ű di civatę de cih girtibű, xwedî gotin ű ßtexelî bű. Wî, her tim rę nîßanî hevalę xwe dida. Kęfa wî qet ji mirovęn tiral ű bękęr re nedihat. Dixwest her kes wekî pęßeng ű serkęßekî/ę, xwedan vîn ű bawerî be ű li dijî zordarî ű stemkariyę serę xwe netewîne. Hevalę Ganî bengî ű dilsozę műzîk ű govenda kurdî bű. Li ku derę xęleke kurdî hebűye xwe digihandę ű direqisî. Ew ne mirovekî jiręzę bű; dilgerm ű pęjinkar bű. Wî, dil hebű her roj bixwîne, bi pęß bikeve ű tißtęn ku hînbűye ji derdora xwe re vebęje. Lewre her tim pirtűk ű kovar li ba wî peyda dibűn. Ligel vę yekę, bi awayekî gißtî, xwe ji tesîra feodalîzm ű paßverűtiyę ßűßtibű. Tu caran nehißt xwißkęn wî kincę wî bißon an jî xwarina wî çębikin. Pißtî ku Serokę Gißtî yę PKK'ę hate girtin, hew debara Hevalę Ganî tę, lewre ew ű çend hevalęn wî, xwe digihînin nav refęn ßervanęn azadiyę. Hîn Hevalę Ganî nű cilę ßervantiyę li xwe dike, bi tenę çekęn parastinę di destę wî ű hevalę wî de ne. Di vę rewßę de di navbera wan ű dijmin de ßerek diqewime. Di vî ßerî de Hevalę Ganî, 7 guleyan di bedena xwe de vedißęre. Li pey vî ßerî, leßker termę wî tînin nava Osmaniyę. Roja 2'yę adarę malbata wî, xeberę ßehadeta wî hiltîne ű berę xwe dide Osmaniyę. Lę ew pę nahesin ku Hevalę Ganî ji aliyę leßkeran ve hatiye ßehîdkirin. Di vę navberę de cenazeyę wî dibin, ziyareta ku miriyan lę dißon. Li vę derę meleyę ku miriyan dißo, dibîne 4 gule di űrę wî de, 2 di milę wî de ű yek jî di eniya wî de ye. Roja Cejna Qurbanę ya yekemîn malbat ű hevalęn wî tev diçin ser gora wî. Ew pęßîn sirűda neteweyî dixwînin, peyre jî gora wî bi qurnefîl ű kulîlkan dixemilînin. Berî ku Hevalę Ganî biçe nav refan xwißka wî ję dipirse, "Gava dijmin, tu dîl girtî ű got bipeyive, te çi bikî?" Ew jî wisa lę vedigerîne: "Ez dę bęjimę, ji xeynî Serok Apo kes nikare min bide axaftin!"

[AW78B2] 
Dilę jina kurd kaniya huner ű węje ye Di warę çand ű węjeyę de rola jinę
Bi taybetî, di van salęn dawîn de, em van pirsan tim tînin rojevę; serkeftinęn ku Tevgera Azadiyę derxistine holę, ji bo çi di warę hunerę de wernegeriyane berhemęn binirx? Çima ewqas çavkanî nayęn nirxandin? Bi van pirsan re jî rewßenbîręn me ű xebatęn wan ęn kęm tęne rexnekirin. Em dixwazin ji hęleke din nęzîkî meselę bibin. Ji bo ku huner ű węje, cihekî layiqî gelę me bigire, rista (rol) jinę jî pir girîng e. Jina kurd, bi awayekî xwezayî, di węjeya devkî ű nivîskî de pir bikęrhatî ye. Divę rista wę ya di warę huner węje de jî kęm ű biçűk neyę dîtin. Eger em berę xwe bidine dîroka xwe ű piçekî lę bikolin , em dę rastiya rista jinę bibînin. Lę mixabin lękolin kęm e; bi vę re jî, jin bi xwe jî vę rastiyę zęde tewa (ciddi) nabîne. Heta xebata çand ű hunerę di ser guhę xwe re diavęje. Li aliyę din, her çend hîna kęm be jî, jin di warę leßkerî, siyasî, diplomasî de risteke girîng hildigire. Gelek ji wan jî paßę hînî xwendin ű nivisandinę bűne, lę perwerdehiyeke baß standine ű xwe bi pęß xistine. Jinę ne tenę bi awayekî aktîf di nava ßoreßę de, kęm be jî, di nava civakę de jî pęßketinek bi dest xistiye. Lę çima ev pęßketin di warę çand, huner ű węjeyę de peyda nabe? 
Jin çavdęreke hűrbîn e 
Jin xwedî hestęn kur ű tenik e. Hestęn wę li hember bűyera bęhtir hißyar ű bihîstyar in. Bűyeręn jiyanę di nava xwe de hîs dike ű zűtir pę dihese. Di civaka Kurdistanę de jin çavdęreke hűrbîn ű hęja ye. Ji berę de ev rist hilgirtiye. Her çiqas sînor li pęßiya wę danîne jî, çavę wę, ev sînor derbaskirine, gihîßtine her quncikę civakę. Bęguman çavę wę, hęza xwe ji dilę wę yę germ ű hißyar werdigire. Lewre dilę wę tenűra dadayî ye. Agir tę de tim pęketiye. Çav ronahiya xwe ji vî agirî digirin. Lewma çavkaniyeke gelekî dewlemend li ba jinę heye. Lewre, jin jiyanę diafirîne, zîndîtî tim li ba wę heye; dilę jina kurd jî wiha bi xweßî ű nexweßiyęn xwe bűye mala jiyanę. Bęguman, jiyan bę huner ű węje nabe. Bi hunerę jiyan xweßtir ű hęsantir dibe, bi xeml ű dewlemend dibe. Bes bi hunerę jiyan çęjdartir dibe; kotekî, zahmetî, ęß ű ßahiya jiyanę, bi riya hunerę ya tenik tę fęmkirin. Ęß ű jan qet dev ji jinę bernadin. Jin, ji nav jiyaneke bindest ű dijwar gihîßtiye roja îroyîn, lewma em dibęjin jin çavkaniyeke hunerę ye. Ji ber ku ęßa hestęn jinę gihîßtiye radeyeke bilind. Bi xweßî, bi ßahî, bi ßîn ű girî hestęn wę bűne mîna aramekę ű hatine ber fűrandinę. Her çiqas di dîroka Kurdistanę de hunermendęn jin ęn navdar kęm rabűne jî, lę ew bi tevahî di nava civakę de bűne hunermendęn bęnav. Ango, her çend yek bi yek derneketine pęß jî, lę hunera civakî xwe bi wan parastiye. Hinek lękolîner ű nivîskaręn biyanî jî ev çavdęrî li ser jina kurd anîne zimęn. Wekî mînak Bazîl Nîkîtîn wiha dibęje:"Di nava civaka kurd de stranęn bi awayekî lîrîk jina kurd diafirîne ű dibęje." Ev çavdęrî gelekî di cih de ye. Awayę lîrîk, bi tenę bi hestęn dijwar ű bihîstyar tę afirandin. Jina kurd agirę nava dilę xwe bi vę ßęwazę aniye ser zimęn; ango stranęn lîrîk ji nav tenűra dadayî dertęn ű çavkaniya wan jî ew bűye. Bi gißtî jina kurd di warę dengbęjiyę de xurt bűye, lę dengę wę di nav civakę de derneketiye; di nav sînoręn malbatę de hatiye fetisandin. Her çendî di demę nęzîk de be jî du hozanęn me dengę xwe bilind kirine. Ev jî Meyrem Xan ű Eyße ßan bűne. Ger mirov li ßęwaza wan binihęre, ne bi tevahî be jî, wę dengę hestęn jina kurd bibîne. Ev herdu hozan bűne zimanę jina kurd ę berî ßoreßa hemdem. Em dikarin bibęjin jina kurd, di ber her karę xwe re, bi stran ű lawijan xwe îfade dike. Ev stranbęjî, karę wę yę giran li wę hęsantir ű xweßtir dike. Lewma li gorî karę xwe stran çękirine. Wekî mînak; destar, dankutan, bęrî, paleyî, hejikçinîn, avkęßan, dergűßhejan. Îcar lawij ű dîlokęn evînan ű hwd. jî pir cihekî girîng digirin. Bęgűman di vę węjeya devkî de hestęn ßahî ű ßîniyę bi hev re ne. Ango hem li dawet ű dîlanan hem jî li ber gor ű darbetan jî dilobęjan dibęje. Bi kurtasî, jina kurd her çiqas xwedî dilekî hunerbar be jî, fersend nedîtiye ku vî dilî bi awayekî baß veke ű civaka xwe bikemilîne. Lewma hęza xwe ya hunerî da tevn ű xaliyęn belek, daye dezge ű tayęn rengîn. Hestęn xwe yęn axîn ű hęviyęn xwe li ser van neqißandine. Lewre fersendeke din tunebű. Bi rabűna Tevgera Azadiyę re ev dil bűn ętűn, berq ű diteqin; bűne alav ber bi ezmanan ve hildifirin, xwe dißewitînin jî. Bęlę van dilan bi agirę bedenęn xwe, her kes matmayî hißtine. Lę, cihę daxbarî ű xemgîniyę ye, ji aliyę huner ű węjeyę ve, ji nava van dilan gelekî kęm kulîlk bißkivîne. Ew kulîlkęn bißkivîne jî, zęde çavkaniya xwe îfade nekirine an jî li ber vę meziniyę kęm dimînin. Ger jina kurd, van hestęn xwe yęn binirx ű ewqas jî bi rűmet bîne ser zimęn, an bi stranan an bi helbestan an jî li ser kaxizę, wę berhemęn bęhempa derkevin holę. Ji bo ku mirov vî karî bike, ne ßert e ku navę rewßenbîriyę li ser mirov hebe. Îro jina kurd dibe ßahidę ßer; zilm ű zorę, dayina bedel ű dibe ßahidę ßoreßekę. Ne tenę ßahid e, di heman demę de dijî jî. Di hestęn xwe de, di raman ű kesayetiya xwe de ßoreßę dike. Hestęn wę di bihara jiyana wę de ne. Ger tękoßînekę di vî warî bide, wę rista wę di nav civakę bilind bibe. Belkî di vę hęlę de, caręn pęßîn, tu berhemęn berbiçav bi dest nekevin, lę ev yek gelekî xwezayî ye. Lewre destpęka her tißtî heye. Wę pęßîn bi helbestekę, bi stranekę, bi kurteçîrokekę,bi kurtelîstikekę dest pę bike. Peyre wę hędî hędî xweßî ű çęja wę jî bę dîtin. Ű wę jin ßahiya ku di karę xwe de bîne zimęn ű di nav kűraniya dilę xwe de bihesibîne. Wę jina kurd li hunerę germ bibe, çawa ku li siyaset ű leßkeriyę germ bűye. 
Divę jina kurd dilę xwe veke 
Em gelek caran dibînin keçikęn ciwan rojnivîskan dinivîsin; gelek helbest ű nivîsęn xweß ű biwate dinivîsin. Lę tu carî van hestęn xwe bi civakę re par nekirine, ji ber ku wan zęde watedar ű hęja nabînin. Ew pę ne bawer in ku ew hestęn wan wę bikevin xizmeta bipęßketina jinę ű ya tękoßînę. Heta wan hest ű berheman ßexsî dibînin ű ji xwe re vedißęrin. An na di roja me de, bi baweriya me, astengęn civakî ne mane, astengî hinekî em bi xwe ne. Ev hest ű hewildanan biçűk ű bękęr dibînin. Ji bo ku ev girîngiya hestan bę fęmkirin ű hinek cesaret bęne dayîn, divę hinek hunermendęn jin ű saziyęn kurdan bibin alîkar ű wę li karűbarę huner ű węjeyę germ bikin. Lewre jineke azad, çawa ku divę bibe xwediya hęzeke siyasî, leßkerî ű dîplomasî, divę bibe xwedî hęzeke hunerî jî. Jina azad bęhuner ű węje nabe.

[AW78B3] 
Gelo ez li tatîlę çi bikim? Dersa herî xweß, lîstik ű çîrok e 
Zarokę/o, ger tu dixwazî, hinekî li min guhdarî bike. Lę tu bi kęfa xwe yî. Ji ber ku, pirî caran, tu bęyî dilę xwe li gelek tißtan guhdariyę dikî. Bavę te an jî hin kesęn din, bang li te dikin, tu jî bi darę zorę diçî cem wan. Di ser de jî ßimaq ű ßimik xelata te ne! Carina jî ßimik dibe mohra pißta te...! Neçe... Nere....! Ędî neçe cem wan. Bila ew werin cem te. Dema dę ű bavę te rahißte ßimikę, bęje wan "Tu polîs î, ma ev der qereqol e". Dę ű bavęn bi vî rengî "qoricî ű axayę" dewletę ne! Ji bavę xwe bipirse: Çima ew her tim li serę sifreyę rűdine? Çima hűn li ber wî radibin? Çima hűn nikarin li ber wî bipeyivin? Ű ji bo çi hűn destę wî maçî dikin? Çima kűmandaya televîzyonę her tim di destę wî de ye? Binihęre... axa tim li ser sifreyę rűdinin ű destę xwe didin maçîkirin. Lewma nema destę bavę xwe maçî bike ű ędî li ber bavę xwe an jî hin kesęn din ranebe. Ma tu leßkerî, bavę te qűmandar e! Ű kűmandaya televîzyonę ji destę bavę xwe bigire, bi tęra xwe li xęz-fîlman (çizgi film) binihęre. Dema gazî te kir, bęje wî "Karę min heye, ezę paßę werim." Ger dę ű bavę te, bersiva (cevap) pirsęn te nedan, heya te bersiva xwe nestand, dev ji wan bernede. Ű wan ger ji te re got: "Keça min, kurę min! Leglegę tu anî" tu caran ję bawer neke. Ji bîr neke, dę ű bav her tim rastiyę nabęjin ű a rast nakin jî. Rastiyę tu dibęjî. Lewma ji te ditirsin; an te będeng dikin an jî dibęjin "Tu hę biçűk î, bi van tißtan nizanî." Çi ji dilę te hat, bęje, dilę te rast ű zelal e. Ma cara pęßîn te negotibű "Qral tazî ye!". Mezin dixwazin, tu wekî wan bî, lę tu "mezin" nebî. Dema tu raketî, bęje dę ű bavę xwe, bila ji te re çîrokan bęjin an jî bixwînin. Ji bîr neke, çîrok ji hemű dersan xweßtir in. Lewma bęçîrok ranezę. Gava wan ji te re çîrok negotin, here li ber deriyę odeya wan bisekine, nehęle ew rakevin... Malę li wan xira bike! Ku nizanin jî bila hîn bibin. Tu jî sparteyę (ödev) bide dę ű bavę xwe, bila çîrok, lîstik ű stranan hîn bibin. Dema wan nekir, nehęle ew werin malę. Ez dixwazim tu vî tißtî qet ji bîra nekî: Lîstik kar ű wezîfeya zarokan e! Lîstik dibistana herî baß ű bikęr e. Ez nabęjim li dersęn xwe nexebite, będers nabe. Lę dersa herî xweß ű fęrkar (ögretici) lîstik e. Ger tu bi tęra xwe nelîzî, li mektebę jî tu bi ser nakevî. Ha tatîl tę... Van rojan tę karneya xwe bistînî. Ez bawer im tirs ű xofeke mezin di dilę te de heye. Ku 10 "golikęn (zeîf)" te jî hebin, qet xeman nexwe, berę xwe bide lîstikę. Wę ji te re bęjin, "Keç ű kurę xelkę taqdîr ű teßekkűr standiye!" Tu jî karneyę biçirîne, bavęje nav çavęn wan bide ű bęje "Lîstik jiyan e." lęxe here. Dę ű bavę te, te wekî "hespę bezę" bi kar tînin; ji ber ku wan nekariye bibin doxtor ű avűkat, dixwazin bi riya te, vę daxwaza xwe pęk bînin. Ew ji bo menfeata xwe te dixebitînin. Bi wan nexape. Bixwîne... Bixwîne, lę ji bo tu bibî "mirovekî/e baß", ne "zilamekî baß". Netirse! Carna ji dibistanę bireve ű bi kęfa xwe bigere. Gava mamosteyan li te xist, li ber rabe ű bęje "Ez te nas nakim. Ma ev der qereqol e!" Ji her kesî re bęje, dengę xwe bigihîne heft qatęn ezmęn...! Tu bi zimanę wan dixwînî ű ew te biçűk dibînin, lę dîsa jî tu serketî yî. Ew ji bo zarokęn ku bi îngîlîzî dixwînin, sal an jî du salan haziriyę dikin, lę tu yekser dest bi dibistana bi tirkî dikî. Lewre qet xeman nexwe, tu serketî yî. Here diziya bostan ű rezan, lę bila yęn muxtar ű qoriciyan bin... Pißtre dakeve bexçeyę zebeß, petęx, sęv, incas ű hinaran. Dema tu bi ßev biçî, baßtir e. Lewma li ber ßewqa heyvę (hîveronę) tama zebeß ű sęvan gelekî xweß e. Kęrika xwe jî ji bîr neke. Gava te ev fękî xwarin, bila zarokęn selpakfiroß ű gundę wan ęn ßewitandî ji bîra te neçin. Hilkiße ser spîndaran ű darebiyan, bi tęra xwe bihejîne an jî hęlanekę çęke. Lastîka çűka ji xwe re (kevirkanikekę) çęke, li çivîk ű maran berde. Carina jî, bi dizî, keviran li serę muxtar ű qoriciyan berde; camęn wan jî bißkîne...! Dawiyę ji xwe re bafirokekę (uçurtma) çęke ű li ezmęn berde. Ku kesk ű sor ű zer be, baßtir e, lę tu zanî. Tißtę herî muhîm min hißt dawiyę; ziman. Dę ű bavę te, bi te re bi tirkî, erebî, farisî dipeyivin, tu dibę qey peyvandina bi kurdî sűc ű guneh e. Derewan jî dikin, dibęjin."Ji ber ku zarokę me diçe dibistana tirkî em pę re bi tirkî dipeyivin. Bila dersę wî/wę baß bin" Derew... derew... Çunkî dema tu biçî dibistana îngilizî, ji tirkiya te re dengę xwe nakin. Dixwazin tu hînî îngilizî bibî, lę naxwazin tu hînî kurdî bibî. Ew ji ziman ű kultura xwe ßerm ű fedî dikin. Gelek ji wan jî dibęjin,"Em welatparęz in" Tu caran ji welatparęziya wan bawer neke. Gelek ji wan, ęn welatparęz, li Ewrűpayę jî bi zarokęn xwe re bi tirkî dipeyivin. Ma li Ewrűpayę jî dibistana tirkan hene....! Ji ber ku ew ji zimanę xwe ßerm dikin, tu jî dibę qey kurdî tißtekî pîs ű qiręj e. Ji bo vę yekę, dema dę ű bavę te bi kurdî bizanibin ű bi te re bi kurdî neaxivin, bęje "Ez we wekî dę ű bav qebűl nakim." ű tu caran bi wan re nepeyive, heya ku bi zimanę te yę zikmakî, kurdî nepeyivin. Lę.... tu caran dijminatiya tirkî, erebî, faris, îngilizî neke. Ger dę ű bavęn te bęjin "Bi tenę bi kurdî bipeyive", li ber wan ranebe ű hînî van zimanan jî bibe. 
Ha yek jî, ger diya te got "Keça min, vę ęvara hanę dernekeve, tu ne lawik î" Tu jî bęje, "Ez naxwazim wekî te bibim kole" lęxe here. Li vir, em hatin dawiyę, min hin tißt gotin, lę tu bifikirî gelo rast in an na? Ez nabęjim ez tißtęn rast dibęjim, ger tu jî dîtinęn xwe binivisî, ez dę gelekî kęfxweß bibim. Di nava lîstik ű çîrokan de bimîne.... Listîk Jiyan e.

[AW78B4] 
NÇM ji Mehabadę ta Baßűrę Bicűk jî li benda berheman e: Pęßbaziya Çîrok ű Helbestan 
Xebatęn Navenda Çanda Mezopotamyayę (NÇM) bi dorfirehî didomin. Ji beßęn NÇM'ę Kovara Jiyana Rewßen ű Beßa Sînemayę pęßbaziya helbest ű çîrokan da destpękirin. Wekî tę zanîn beßa sînemayę ev xebata xwe ya pęßbaziya çîrokan kiriye kevneßopî ű ev çend sal in didomîne. Lę Kovara Jiyana Rewßen yekemîn car e xebateke wiha dide destpękirin ű wekî wan di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, hewl didin xwe ku ew jî wekî beßa sînemayę vę xebata xwe bikin xebateke dűvediręj ű kevneßopî. 
Pęßbaziya Çîrokęn a bo Fîlman 
Wekî tę zanîn di salęn derbasbűyî de Beßa Sînemayę ya NÇM'ę çîrokęn ku ji bo pęßbaziyę hatibűn ßandin, wekî projeya bo fîlman dinirxand, lę îsal ev xebata xwe hinekî din berbiçavtir kir ű ev pęßbazî wekî "Pęßbaziya Çîrokan a bo Fîlman" bi nav kir. Di vę pęßbaziyę de hewl didin xwe ku çîrokęn ku dę tevlî pęßbaziyę bibin ji aliyę, 'di çîrokę de potansiyela ku bibe fîlm heye an tune' ve binirxînin. Wekî xebatkaręn beßa sînemayę didin xuyakirin ku di salęn çűyî de gelek çîrokęn naveroka wan baß lę ji węjeyę dűr bo pęßbaziyę hatine ßandin, lę, neketine dereceyę. Îsal ew diyar dikin ku wę çîrokęn wisa ku naveroka wan baß be ű bo fîlman guncawtir bin jî di dereceyę de di ber çavan re derbas bikin. 
Yekemîn pęßbaziya helbestan 
Li bakurę Kurdistanę yekemîn pęßbaziya helbestan, îsal ji aliyę Kovara Jiyana Rewßen ve bi boneya bîranîna Elî Temel da destpękirin. Di vî warę de xebatkaręn Jiyana Rewßen heta îro pęknehatina pęßbaziyekę bi vî awayî wekî kęmasiyekę dîtiye, lewre xebateke wisa daye destpękirin. Dîsa li gorî baweriya wan, di van salęn dawîn de pęßketina helbestnivîsînę jî lez daye wan ku xebateke wiha bikin. Di pęßbaziyę de xebatkaręn Jiyana Rewßen didin xuyakirin ku her çiqas ji bo diręjahiya helbestan pîvan tune be jî ger helbestęn ku ji wan re bęne ßandin, kin bin ji bo nirxandinę wę baßtir bibe. Di warę beßdarbűna helbestan de ew hęvî dikin ku wę ji Baßűrę Biçűk ę Kurdistanę, Ji Mehabadę, ji dilę Kurdistanę; Amedę, Męrdînę ű Ewrűpayę jî helbestvan tevlî pęßbaziyę bibin. Dîsa ew hęvî dikin ku wę di salęn pęß de xebatęn bi vî awayî xurtir bikin ű dę beßek ji nava helbestęn ku îsal tevlî pęßbaziyę dibin di hejmareke kovarę de, wekî dosyayeke taybet biweßînin. 
Mercęn beßdariyę 
Wekî ßertęn pęßbaziyę; di warę çîrokę de her kes dikare tenę bi çîrokekę ya bo fîlmę tevlî pęßbaziyę bibe ű di warę mijarę de jî serbest e. Zimanę çîrokan divę tirkî ű kurdî be ű diręjahiya çîrokę jî divę bi rűpelęn daktîloyę, ji 5 rűpelan derbas nebe. Her wiha kesęn ku çîrokę bißînin, divę navę rűműz bi kar bînin ű navę xwe yę rast, kurtejiyana xwe tevî navę xwe yę rűműz bikin zerfek din ű bo wan bißînin. Ji bo pęßbaziya helbestan jî heman tißt derbas dibin ű tißtęn ji pęßbaziya çîrokan cuda jî ev in: Divę helbest teqez bi zimanę kurdî bin ű her kes herî hindik bi du helbestan ű herî zęde jî dikare bi çar helbestan tevlî pęßbaziyę bibe. Her wiha endamęn jűriya pęßbaziyę wę di demęn pęß de diyar bibin ű kopyaya helbest ű çîrokan jî divę li gorî hejmara endamęn jűriyę bęne ßandin. Męjűya serdana tevlîbűna pęßbaziyę 20. 9.1999 e. 
Cemil Andok / Stenbol AX- xelatan berhev dike 
Fîlmę Navenda Çanda Mezopotamya Beßa Sînemayę; Ax, ku derhęnerę wî Kazim Öz, serlîstikvanę wî Hikmet Karagöz e, her wiha Murat Batki ű Yildiz Gültekin wekî lîstikvan tę de rol girtine, pißtî xelatgirtina li Mihrîcana Mîlanoya Îtalyayę tevlî 15'mîn Mihrîcana Fîlmęn Kin a Hamburga Almanyayę bű ű xelata "François Ode Prize" stand. Wekî tę zanîn ev fîlm ji ber naveroka wî ji bernameya mîhrîcana Enqereyę hatibű derxistin.

[AW78B5] 
Ji weßanxaneya Aramę berhemeke nű: 'Kes nikare roja me tarî bike' 
Weßanxaneya Aramę pißtî pirtűka "Liceli Delikanli" pirtűkeke din, li ser çalakiyęn xweßewitandinę yęn bi dirűßma "Kes nikare roja me tarî bike", bi amedakariya Zeki Akil weßand. Naveroka pirtűkę li ser çalakiyęn xweßewitandinę ye ku li dijî komploya navneteweyî ya li hember Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan pęk hatibűn. Pirtűka ku ji 180 rűpelî pęk tę, ji komploya 1993'yan dest pę dike li ser suîkasta 1996'an a li ßamę li hemberî Serokę PKK'ę disekine ű bi komploya "zîrveyę" ya 9'ę kewçęra 1998'an girę dide. Akil, komploya 9'ę kewçęrę di pirtűkę de wiha tîne zimęn: "Çaxę ku qala qeyrana Suriyeyę kir, wan pęl li pißkova (dügme) komploya mezin kiribű. Li Iskenderunę tetbîqata NATO'yę, li Behra Spî (Akdeniz) keßtiyęn ßer ęn DYA'yę, li sînor teknolojiya ßer a herî dawîn ű leßker kißandibűn ser hev. Di heman demę de li hemberî ßerawestinę operasyon zęde kiribűn ű li Baßűr jî bi hevkariya PDK'ę li hember gerîla lez dabűn livbaziyan ű li hemberî MED-TV'yę jî sinyal ßandin." Akil wiha didomîne: "Serok Apo bi durebîniya xwe tenę ev komplo nedît, di heman katę de ev plan bi zanabűna xwe di avę de bir." Zeki Akil, pißtî van bűyeran li ser derketina Serokę PKK'ę Abdullah Öcalan a ji ßamę ű çűyîna wî ya Rűsyayę ű pißt re jî li ser çűyîna wî ya Romayę ű grevęn birçîbűnę, xwepęßandanęn ku pęk hatibűn disekine. Lę bi piranî di pirtűkę de tißtę ku li ser hatiye rawestandin, çalakiyęn ku li hemberî komployę "Bűn bendęn ji ęgir" e. Ew pęßî li ser çalakiya M. Halit Oral disekine. M. Halit Oral çalakî di ßeva ku 8'ę kewçęrę bi 9'ę kewçęra 1998'an ve girę dide pęk anîbű ku ev çalakî di nav van çalakiyan de ya yekemîn e. Akil, destpękirina çalakiya Oral ji devę hevalęn wî wiha ragihandiye: "Di qawîßa xwe de bi będengî dadikeve xwarę, ji wir bîdoneke kolonyayę digire ű hildikiße jor. Kincęn xwe derdixe ű di binî de pîjemayeke naylon, di ser de fanęreyekî (tîßortek) naylon ű di ser wî de jî îçlikek (gömlek) naylon li xwe dike. Bi bena naylon ku bi destę xwe çękiribű deriyę hucreyę bi du cihan girę dide" ű wiha didomîne: "Ew ędî tîra ku ji kevanę derketiye ye, kes nikare bide sekinandin." Akil, di pirtűkę de li ser çalakiyęn ku pęk hatine disekine ű yek bi yek dinirxîne. Her wiha di pirtűkę de lîsteyeke navęn kesęn ku di wę demę de çalakî pęk anîne jî hatiye weßandin. Di beßa dawîn a pirtűkę de jî bi sernavę "belgeler", nameyęn çalakvanan ku berî çalakiyan nivîsîne ű ji bo hevręyęn xwe hißtine, hatiye weßandin. Ev pirtűk wę ji bo pirtűkxaneyan wekî belgenameyekę bimîne.

[AW78B6] 
Nűbihar derket 
Kovara mehane ya çandî, hunerî ű węjeyî Nűbihar bi hejmara xwe ya meha adarę derket pęßberî xwendevanęn xwe. Di destpęka hejmarę de nivîsa bi sernavę "Bi Xatirę We" ya berpirsyarę gißtî Sabah Kara heye. Di nivîsę de Sabah Kara diyar dike ji ber ku ew li Ewrűpayę ye ű berî weßanę nivîsęn kovarę nabîne, karę berpirsyariya gißtî nema dikare bimeßîne. Pißtî nivîsa Sabah Kara nivîsa bi sernavę "Bawerî, fedakarî ű sebirkin" ya Süleyman Çevik cih digre. Çevik di gotara xwe de li ser kurtedîroka Nűbiharę rawestiyaye. Ew dide zanîn ku ev ßeß sal in digel hemű zehmetî ű astengiyan kovar der ketiye ű bi vî awayî ketiye sala xwe ya heftan. Her wiha Çevik balę dikßîne ser zędebűna weßanęn kurdî li gorî deh-panzdeh sal berę ű digel vę yękę kęmbűna xwendevanęn kurdî. Di hejmerę de nivîsek din ku balę dikßîne ser xwe jî nivîsa bi sernavę "Girîngiya Kovaran" a Selman Dilovan e. Dilovan di nivîsa xwe de li ser kovargeriyę rawestiyaye ű merhaleyęn kovargeriyę xal bi xal raxistine ber çavan. Ji bilî van nivîsan çend nivîsęn ku di hejmarę de cih digirin ev in: 'Bila kußtin tune be (R. Karakaya)', 'Ji bo dîrok dîsa dubare nebe (Rauf Çiçek)', 'Hinek felsefe, hinek hęvî (Memę Alan)', 'Çîroka Xezebę-helbest (Ręnas Jiyan)', 'Yar xewna jiyanę ye- helbest (M.Hemo)'.

[AW78B7] 
Masîgirtina du faßîstan 
Du faßîst diçin ku masiyan bigirin. Pißtî hewldaneke dijwar, encam tenę masiyekî piçűk e. Yek ji wan dibęje:
- Eger em hemű mesrefa xwe hesab bikin, ev masî bi du mîlyonan ji me re dimîne. - Wey Xwedęyo, spas ji bo te ku me zędetir negirtin. 

Neynik 
Yek ji hevalę xwe re dibęje:
- Tu feyde di awęneyan (neynikan) de tune ye. Hevalę wî bersiv da: "Çima, na?" Wî dîsa lę vegerand ű got: 
- Çi dema ku ez lę dinęrim, kesek tę ber çavęn min ű nahęle ez tißtekî bibînim. 

Kîjan 
Carekę turîstek îngilîz ji bo gerę tę Kurdistanę. Ew, pir ji çiyayęn Kurdistanę hez dike ű dixwaze ku navę wan hîn bibe. Ji kurdekî ku bi îngilizî nizane, dipirse: "Navę wî çiyayę hanę çi ye?"
Yę kurd bersivę dide: "Kîjan çiya?"
Yę Îngilîz got: "Gelek spas. Ma navę yę din çi ye?" 

Emę heta hetayę li hewa bimînin 
Yek di balafirę deye. Pißtî demeke firînę kaptanę balafirę bang dike: 
- Ręwiyęn hęja. Yek ji motoręn balafirę rawestiyaye lę netirsin ű nekevin panîkę, ji ber ku balafir dikare bi sę motoran jî bifire. 
Pißtî bîstikekę dîsan bangek nű tę: 
- Ręwiyęn hęja, du motoręn din jî rawestîne lę dîsan pęwîst nake ku hűn bitirsin. Ji ber ku balafir dikare bi motorekę jî dakeve. 
Hingę yę di balafirę de rűnißtî, pir tirsiya ű ji xwe re got: 
-Xwedęyo, tu nekî ku motora dawîn bitemire. Ma ger ew jî temirî, emę heta hetayę li hewa bimînin. 

Kirawat teng e 
Zilamek ji xwe re kirawatekę dikire. Lę dîsa li kirawatfiroß vedigerîne. 
Kirawatfiroß dipirse: "Çima te bi paß de anî, ma ne baß bű? Ma rengę wę ne xweßik e?" 
Zilam bersiv da: "Na, tu xerabî di reng de tune ye lę kirawat ji min re teng e." 

Guhę winda 
Qezayek tę serę yekî. Guhę wî ję dibe. Hevalę yę ku pę re bîskekę di lęgerîna guhę wî de alîkariya wî dike. Guh dibînin. Lę xwediyę guh dibęje "Na, ev ne guhę min e. Mîna niha tę bîra min ku pęnűs di pißt guhę min de hebű." 

Tiliyęn min ne wekî hev in 
Yekî ji yę din pirsî: "Çima destęn te herdem di bęrîkęn te de ne?" 
Yę din bersiv da: "Ez ßerm dikim, ji ber ku tîliyęn min hemű ne bi qasî hev, diręj in." 

Televîzyon girt 
Yek ji Tirkiyeyę li televîzyonę temaße dike. Lę ew televîzyonę digire. Hevala wî ję dipirse: "Çima te girt?" 
- Ez ę biçim tuwaletę, lewre ez naxwazim ku beßek ji programę, nedîtî bimîne. 

Saet çiye? 
Yek saetę dipirse, yę din bersiv dide: "Aniha ji bîra min çű; nizanim ka hevalę min, wę saet li 9.30'î an jî 3.90'î were!"

[AW78C1] 
Di cîhana global de rola NATO'yę (Ręzenivîs-2) 
Nakokiya di navbera Ewrűpa ű NATO'yę de bi ęrîßę diyar bű 
'Kuleka keßtiyę xuya kir' 
Ewrűpaya ku ji ber sosyalîzmę îradeya xwe bi giranî teslîmî NATO'yę kiriye, ędî li pey peydakirina "Ewlehî ű Nasnameya Parastinę" ye. Ji vir pę de bingeha stratejîk a NATO'yę ji hin aliyan ve ber bi pűçbűnę ve diçe. Gelo pęvajoya pęßiya me dę di mijara ji nű ve parvekirina cîhanę de nasnameyeke çawa bide NATO'yę? Hevkęßeyęn nű yęn cîhanę dę bersiva vę yekę bidin. 
Ezműna Balkanan a NATO'yę 
Çapemeniya Rojava li ser biserketin ű tękçűna ßerę heręma Balkan gengeßiyan dike. Diyar e ku encama provaya ßerę heręma Balkanan dę mîna ßerę Kendavę nîn be. NATO ű Amerîka ji ßerę Kendavę bi quretiya "serkeftin"ekę derketin ű fatűraya lęçűnęn ßer wan bi hęsanî daye ber Erebîstana Sűűdî ű Kűweytę. Niha li holę ne serkeftin heye ne jî welatekî xwedî petrol ku karibe mesrefęn lęçűnęn ßer bide... Ev ßer ji aliyę leßkerî ve hatibe qezenckirin jî ji aliyę psîkolojîk ű civakî ve hatiye windakirin. Bi pey çapemeniya Rojava, NATO'yę ji bo ręlibergirtina "komkujiyę" "li ser navę mirovahiyę" mudaxeleyî Yűgoslavyayę kiriye. Dema ku mirov bala xwe dide; li ser destpęka ßerę Yűgoslavyayę ű pęvajoya 92'yan vir de, tę digihęje ku ev dereweke bębinî ye. Bi pißtgiriya rasterast a Almanyayę ű bi ya nerasterast a Ewrűpayę pęßiyę Hirvatan dest bi qirkirinę kir. Ji Almanyayę werę tę ku dę Hirwatistan ű Slovenyayę bixe bin bandora xwe ű kęßeyę çareser bike. Lę diyar e ku ji 92'yan vir de ev kęße çareser nebűye. Çima Rojava li sirban hate xezebę? Wekî diyar e Sirbistan li dijî "Pergala Cîhanę ya Nű" asteng e. Pißtî hilweßîna sosyalîzmę Ewrűpaya Rojava, serdanpę kete bin bandora Rojava. Bi sedan salan e heręma Balkan tim li derveyî Rojava ma; nebű rojavayî. Divę ev devera "hov" ű "asę" ędî li gorî ręz ű ręçikęn Rojava bihata sazkirin. Lę belę, Mîlosevîç li dijî vę asteng e. Di pęvajoya ku Yekîtiya Ewrűpayę ű NATO li Ewrűpaya Rojhilat ketine hewldana karîgerbűnę de ev asteng îro nîn be sibę her wiha bi pißtgiriya Rűsyayę, dibű ku li dijî pęßketinę bibűya asteng. Mudaxaleya li dijî Bosna-Hersekę zű encam dabű, ji wan tirę evę jî zű encam bide. Amerîkayę bi taktîkęn ßareza arnawűt li dijî sirban kißkißand ű mudaxaleya NATO'yę rewa kir. Ev ęrîß di demeke ku Rűsya qels e de li dar xist. Li gorî feraseta "Pergala Nű ya Cîhanę" ji bo bidestxistina Ewrűpaya Rojava ű Balkanan divę ev asteng ji holę rabűya. Amerîkayę kęliya ku bi awayekî rasterę dest bi mudaxaleyę kir, nakokî kűr kirin. Hevdîtinęn ku li ser otonomiya Kosovayę dihatin kirin, ji nißka ve bi kißkißandina Amerîkayę veguheziya serxwebűnę. Bi gurbűna berxwedana sirban re mudaxale zędetir derkete pęß. Berpirsę Mafęn Mirovan ę Neteweyęn Yekgirtî Jiri Dienstbeir wiha dibęje: "Her kes tawanbar e. Arnawűdan pißtî mirina Tîto di salęn 89'an de sirp çewisandin. Peyre Miloseviç hat ű got, 'Tu kes nikare we bihingęve." Li dű vę hengę bűyer roj bi roj gur bűn. "Niha xezeba ßîdetę em rapęçandine. Bi tenę em tękçűna di vî ßerî de bipejirînin, em dikarin ji vę gęjgerînekę bifilitin. Lewre me metodęn çewt bi kar anîn." NATO'ya dęwasa li dijî 'Sirbistana biçűk' tu encam bi dest nexist. Her çiqas niha zű be jî, mirov dikare ji ßerę Balkanan ę NATO'yę encaminan derxe: 1- Berî her tißtî efsaneyęn ku bi riya teknîkę ű balafiręn ku xuya nabin hatine afirandin pűç derketin. Bi ser de jî van "çekęn biaqil" gelek xeta kirin. 2- NATO'ya ku tenę bi bombebarandina hewayî xwe sînor kir, nekete bejî ű bereya xwe ya stratejîk teng kir, berî ku dest bi ßer bike, kete "sermestiya serkeftin"ę. 3- Provaya ßer a li heręma Balkan di dema hewldanęn berfirehbűnę yęn NATO'yę de rű da. Di encamę de dę bandora NATO'yę bi giranî kęm bike. 4- ßer dubendiya li navenda NATO'yę berbiçavtir kir. Di navbera welatęn Ewrűpayę de di warę hedef, asta ßer ű nęzîktędayina li dijî ßerę bejî de her dem nakokiyan rű da. Eger ßer diręj bibe, xesar zęde bibin nakokiyęn navxweyî yęn di bin banę NATO'yę de dę kűrtir bibin. Di encamę de; di navbera mebest ű encama ßer de dijberiyęn mezin hene. NATO'ya ku dibęje: "Ez li ser navę mirovahiyę tevdigerim" xesareke mezin da her du gelan. Bi milyonan mirov beramberî rűdanęn erjeng man, lę, ev "leheng"ęn mafęn mirovan bo ku leßkeręn wan nemirin, li bilindahiyan bombeyan direßînin ű di encama xetayęn mezin de bűne sedema mirina gelek mirovan. Ev derewa mezin, dibe ku bi awayekî demdemî niyeta împeryalîzmę veßęre. Ma NATO'yę hetanî niha ji bo rizgariya kîjan gelî alîkarî kiriye? Ji 92'yan vir de li heręma Balkan 300 hazar kes qir bű. NATO'ya ku leßkerekî xwe feda nake, dę di nava wę dojehę de mirovahiyę çawa biparęze? NATO bi vę derewę, di rastiyę de pęßiya xwe dixitimîne. ßerę li Balkanan bi hemű nîßaneyęn xwe, dide der ku ev derew dę demeke diręj nedome. Împeryalîzma ku mirovahî ajotiye na, du ßeręn cîhanę, pißtgirî daye dîktotariyęn leßkerî, di ßeręn heręmî de bűye sedema mirina bi milyonan kesan ű li ser axa xwe hemű nirxęn mirovahiyę ji holę rakiriye, dę çawa mirovahiyę biparęze? Ev yek jî sermestî ű xapandine. 
Li Balkanan dubendiya Amerîka ű Ewrűpayę 
Hęzęn ku di parvekirina cîhanę de xwedî bandorin dę pęßeroja NATO'yę diyar bikin. Bi taybetî jî tękoßîna parvekirinę ya di navbera Amerîka ű Ewrűpayę de dę dîyarkar be. Pißtî hilweßîna sosyalîzmę Amerîkayę bi ßerę Kendavę serdestiya xwe saz kir. Lę, bi diręjahiya demę re serdestiya navborî qels bű. Îro li ser sę heręman bi awayekî berbiçav ji nű ve parvekirin pęk tę; Rojhilata Navîn, Kafkasya ű Ewrűpaya Rojhilat. Ji wan Ewrűpaya Rojhilat ű Kafkasya bi hilweßîna sosyalîzmę re ketin warę ji nű ve parkirinę. Amerîkayę bi ßerę Kendavę re li Rojhilata Navîn serdestiyeke teqez ava kir. Ev yek ne tenę li dijî Rűsyayę her wiha li dijî Almanya ű Japonyayę jî bire serî. Berî ßerę Kendavę Almanya ű Japonyayę xwest ku xwe bigihînin jęderkęn petrola Îran ű Iraqę. Bi dewletęn navborî re peymanin girędan. Lę pißtî ßer hemű peyman betal bűn, Amerîkayę hema bęje baßebaß li ser van petrolan serdestiya xwe çękir. Lę, ev serdestî di van deh salęn dawîn de hędî hędî qels bű. Bi taybetî Almanya ű Fransa ketin hewldana meßandina polîtîkayęn serbixwe. Ewrűpa dixwaze li devera Îran, Iraq ű Sűriyeyę, ku li dijî Amerîkayę ye, polîtîkayę bimeßîne. (Dę bidome) 

[AW78C2]
Öcalan ji dewletę re ferman xwend 
Pißtî mij ű morana ßerę heręma Balkanan meseleya Serokę kurdan Abdullah Öcalan ű darizandina wî ya ku li Tirkiyeyę didome dîsa kete ręza yekem a rojeva navneteweyî. Dewleta tirk belkî jî xwest di nava vę mij ű moranę de Abdullah Öcalan bidarizîne ű dawî li Kęßeya Kurd bîne. Lę, niha berî ku biryarekę bide, divę bi ßarezayî bifikire. Öcalan di destpęka vę dadgeha dîrokî de hin daxuyanî dan ű ji bo ku Kęßeya Kurd di navbera dewletę ű partiya wî de bi awayekî aßtiyane çareser bibe, pęßniyaza hevkariyę kir. Gelek kes li ser vę yekę rawestiyan. Kesinan ev helwesta Öcalan wekî ji doza xwe avarębűn ű hewldana ji bo xwe ji darvekirinę filitandinę nirxand ű diyar kir ku wî dîroka xwe serdanpę feda kiriye. Hin kes jî dibęjin Abdullah Öcalan beramberî çewisandinęn psîkolojîk ű fîzîkî maye ű męjiyę wî hatiye avdan. Tirk di warę îßkenceyę; peydakirina aműr ű rębazęn îßkenceyę de jęhatî ű navdar in. Neteweyęn ku rojekę jî beramberî kirinęn bi vî rengî yęn Osmaniyan mane, vę yekę baß dizanin. Hem kesęn Öcalan bi tirsonekî ű teslîmbűnę tawanbar kiriye ű hem jî kesęn ku dewleta tirk bi hovîtiyę tawanbar kiriye, hinekî bi lezgînî tevgeriyane ű ji ber ßîroveyęn hestiyar wan tękiliya vî Serokî ű doza wî ji hev qut kiriye. Di rűdanęn wiha de tirs ű îßkence tißtęn nepękan nîn in. Her wiha rayedaręn tirk ev rewß wekî tękçűna vî Serokî ű doza wî nîßan da. Lę, rűdanęn li dadgehę ji nű ve xwendin ű sererastkirina daxuyaniyęn Öcalan ji me dixwaze. Hingę emę tę bigihęjin ku ev yek ji her du ßîroveyan jî cuda ye ű di daxuyaniyęn Öcalan de tękildariyeke lihevkirî ya siyasî heye, heta helwesta wî li dijî hikűmeta tirk navtędan e. Li aliyę din PKK'ę pißtevaniya tevaya pęßniyazęn Öcalan kir. Ędî mesele darvekirin an jî darvenekirina Öcalan nîn e. Kęßeya Kurd di warę navneteweyî de bi dilxwazî tę pęßwazîkirin, lewre jî ji bo çareserkirina wę li ber hikűmeta tirk bűye ezműnek. Di sala 1993'yan de serokomarę Tirkiyeyę yę berę Turgut Özal ji bo ku kurdî li Tirkiyeyę bibe zimanę duyemîn bang kiribű, heta ji wę wędetir diyar kiribű ku ji bo ku kurd di bin banę dewletę de bibin xwedî biręveberiyeke otonom, ji bo lihevrűnißtinę amade ye. Lę, artęßa ku li welęt hîn jî desthilatdar e ev yek red kir, got daxwazęn bi vî rengî ji bo avakirina dewleteke serbixwe ya kurdan gava yekemîn e. Ji roja ku Öcalan ji aliyę ręxistinęn îstîxbaratę yęn Amerîka ű Îsraîlę ve hatiye girtin vir de Kęßeya Kurd di rojeva cîhanę de ye. Ew pozbilindî ű sermestiya destpękę ya generalęn tirk îro ędî bi qasî berę nemaye. Berî dadgehę ji bo ku ęsîrę kurd beramberî çewisandinan nemîne ű cezayę bidarvekirinę lę neyę birîn, ji gelek heręmęn cîhanę ßiyarkirinęn tund hatin. Hin serokęn welatęn Yekîtiya Ewrűpayę ji bo Kęßeya Kurd sazkirina konferanseke navneteweyî pęßniyaz dikin. Her wiha Neteweyęn Yekbűyî diyar kir ku wekî prensîp bo sazkirina konferanseke wiha amade ye. Çapemeniya tirk niha baßtir dizane ku ji bo ewlehî, aramî ű pęßketina civaka tirk di çarçoveya yekîtiya dewletę de bo kurdan otonomî ű çareseriyeke aßtiyane pir girîng e. Li ser vę bingehę, bo çareseriyeke aßtiyane li dadgehę banga Öcalan a hevkariyę girîngtirîn dibe. Ev yek ji ber tirsę, qelsiyę ű ji dozę avarębűnę naqewime, ji pęjinkariya wî ya li hemberî gelę kurd ű tirk diqewime. Ev, ji bo rizgarkirina ręwiyęn keßtiya ku li bagerę qelibiye, "xeleka rizgariyę" ya qewîn ű di dema xwe de hatiye çękirin e. 
Ev nivîs ji Rojnameya misirî ya bi navę Alem El Youm hatiye girtin. 

[AW78C3] 
Makîneyęn fotokopiyę 
Îro her destę ku bi pęnűsę digire mantiqę serdestan vediriße ser kaxizan. Em bűne deyndaręn denydaran. Gotarek tę nivîsîn bi kîjan zimanî hatibe fikirandin ji wî zimanî bo kurdî hatiye wergerandin. Ne ji dil be jî ta gelę kurd bigihęje azadiyę wę ev rewßa kambax bidome. Lę gere ne evqas bűya. Helbet qedera vî zimanî jî wekî qedera vî gelî ye; ji pęnc hęlan ve (hęla pęncemîn jî Rojava ye) ęrîß tęn ser, dîsa jî xwe diparęze. Gere em ne wek makîneyęn fotokopiyę (makîneyęn jibergir) bin. Heke bingeh bi kurdî be ű lękolîn bę kirin, dę bę dîtin ku hemwateya gelek tęgih ű peyvęn biyanî di zimanę kurdî de heye. 
Ji hęla azîneyę ve du pęßniyaz: 
1)Ta ji îngilizî, tirkî, frensî, erebî... peyv tęn wergerandin, gere li peyvęn kurdî ęn ku derbasî zimanęn din bűne ű li zimanę farisî ű zaravayęn kurdî bę nihęrîn. 
2) Divę peyvęn bi kurdî ęn ku di goręn servekirî de li ber mirinę ne bęn bikaranîn. Hinan ji wan wateya xwe winda kiriye. Li gorî ręzimanę gengaz e ku wateyek din bistînin. Xeletiyek jî der barę devokan de ye. Piraniya peyvan wekî peyvęn devokî tęn hesibandin, ji ber vę nayęn bikaranîn. Ew ne peyvęn devokî ne. Bikaranîna peyvan ű ji hęla gramerę ve tißtęn devokî derdikevin.
Mînak:
Serhed : Botan 
Hîv : heyv 
Hęßîn : ßîn 
Di mal da : di mal de 
Ji min ra : ji min re 
Hinek mirov bęyî ku li binyada pevya ku bi kar tînin binęrin, li ser devoka xwe serhißkiyę dikin. Bo niműne, peyva "bęvil" bi ßirebî ye, "poz" peyveke bi kurdî ye. Lę piraniya nivîskaręn ji hęla Botan bi rik peyva "bęvil" bi kar tînin. Ango xwerűkirina zimanę kurdî ji kesî re nebű derd ű kul. 
Çend peyvęn pęwîst ű dahűrandina wan Pizben: Benę diręj. 
Mînak: 
"ßivan pizben li mil rapęça ű ber bi palę ve meßiya." Li ser peyva piz mînakeke din; "Bes e tu dixwî, ma hűr ű pizűrę te qul bűye?" 
Dahűrandin: 
a) piz pęßgir e 
b) pizűr ji du hęmanan pęk hatiye; piz ű hűr 
c) pęßgira /piz-/ wateya girs, diręj li peyvę bar dike. §§ Encam: 
Pizűr: mîde 
Tor: acemî 
Mînak: 
"Ax lę Weso lę lę lę Wesîlayę way way 
Cenî tor e, lę lę lę naçe avę way way" 
Kezî: kas 
Mînak: 
"Parçeyek goßtę nerme nîßanî cîrana xwe da ű got: 'Giß kezî ye, goßt pir hindik e." 
Den: boyax 
Mînak: 
"Ji bo çi te kincęn rengîn avętin ava kelî, den daye." Askor: Ma mirov nikare askor di wateya "varoß" de bi kar bîne? Tę dîtin ku ev peyv ji zű ve di kurdî de heye. 
Mînak: 
Zarokekî mizawir e, ji sikak ű askoran dernayę. /a-/ pęßgirek e, di zaravayę kirdkî (dimilkî ) tę bikaranîn ű wateyeke neyinî dide peyvę. Ev pęßgir dißibe pęßgira /a-/ ya di zimanę îngilizî de; wekî pęßgira di peyva "apolitic" de. 
Mînak: 
Dimilî/kirdkî kurmancî 
Aganî ne candar Gelek peyvęn ku bi heman pęßgirę hatine afirandin hene. Trîßma: Ev peyv cihę "giz"a tirkî digire ű her wiha jî bi wateya "bandora veßarî" jî tę bikaranîn. 
Mînak: 
"Bűk bi çav de hatibű; kil lęda, trîßma xwe winda kir." Ji bo peyvęn ku ji zimanę kurdî derbasî zimanę din bűne jî mirov dikare wekî mînak peyva "berî" bide. Ev peyv di zimanę Osmanî de di cihę "karasala" tirkî de tę bikaranîn. /r/ya di vę peyvę de stűr e. 

[AW78C4] 
Biwęj ű ßayesęn kurdî 
-Mere kűçik dide xatirę xwediyę wî: Dema yekî sűcek kiribe, giregiręn gund efűkirina wî bi wan gotinan dixwazin. 
- Mî bi lingę xwe, bizin bi lingę xwe ve tę daleqandin: Her koyun kendi bacagindan asilir. 
- Mewîja reß di qirikę re xuya dike: Ji bo pesndayina bedewiya keçikan tę bikaranîn. Bi taybetî di çîrokę gelęrî de mirov pir rastî vę ßayesę tę. 
- Mirî ne melűn be, gor lę teng nabe: Dema yekî/ę guneh nekiribe tißtęn xerab nayęn serę wî/wę. 
- Ne ji ewanan be, wę gur ű mih pev re biçęrin: Ji bo nîßandayina rola neyinî ya awanan hatiye gotin. 
Pisîk ne li ban e, mißk evdirehman (qehreman) e: Koyunun olmadigi yerde keçiye Abdurrahman Çelebi derler. 
Newala xirî xalî, rovî lę dibe walî: Kesek tune, ev der bi te maye. 
Ne kortika kerenga ye: Carek, dudo, sisę... (Çekirge bir ziplar iki ziplar ...) 
Paç xistiye guhęn xwe: xwe li keriyę daniye 
Perdeya rű qetiyaye: Perdeya ßermę çirandiye 
Qűtę nemir e: kitkanaat 
Rez baß bű, teyrok jî lę hat: berę gul bű, baranę lęxist ßil bű. 
Paqreß di ser xwe re nedîtine: Kesî di ser xwe re nabîne. 
Pűß xist eyarę wî/wę: dengę wî/wę birî. (agzinin payini verdi) 
Rűnę genî li ser nanę xwe xwedî ye: tißtę xerab li xwediyę xwe vedigere. 
Rę ji dilan naçe dilan: mirov dikare bi gotin ű kirinęn xwe dilę mirovan xweß bike. A di dilę me mirov de kes pę nizane. 
Rę li ber winda bűye: nizane çi bike. 
Seyę ku rizqę wî qut dibe, cejna qurbanę xewa wî tę 
Sipiyę wî fetiqîne: Biti kanlanmiß ßanî dijmin bide ű vekißîne: qelefetę wî çavtirsî dike, lę ji bilî wî bi kęrî tißtekî nayę. 
Tu teyr î, ez xak im: Tu bi ku ve biçî, tu yę li min vegerî. 
Yę sîrę nexwe bęhn ję nayę: ateß olmayan yerden duman çikmaz 
Ji xelkę re dengbęj e, ji min re lal ű gęj e: kűçikę me li ber deriyę xelkę direyę. 

[AW78D1] 
Hem diz e, hem topiz e 
Hin mirov bi awayekî zanistî hin xebatan dikin, lę mixabin pißtî demekę li kirina xwe poßman dibin. Lewre tißtę ku kesęn zanyar dozandine, di destę hinekęn 'xęrnexwaz' de dibin destik ű pęlîstok. Xebata zanyarę japonî Prof. Gouici Kujima jî di destę kęmzanayęn tirk de bűye tißtekî bi vî rengî. Danasîna xebata Kojima pęßî di Azadiya Welat de derket. Bi alîkariya dostekî me yî japonî haya me ji vę xebatę çębű ű di rűpela 13'yan hejmara 126'an a Azadiya Welat de danasîna wę hate kirin. Prof. Kojima dixwaze li ser zimanęn ku li Tirkiyeyę pę tęn peyivîn tezekę amade bike ű pęßkęßî zanîngehę bike. Wę demę peywirdaręn dewleta tirk vę teza wî wekî bombeyekę bi nav dikin ű zorę didinę ku ew dev ję berde. Dema ew vę yekę napejirîne, îcar dixwazin ku ew bibęje, zimanę kurdî bi kęrî perwerdehiyę nayę, lę ew vę yekę jî napejirîne, li ser vę yekę rę li ber xebata wî digirin. Îro kesęn ku wę demę peywirdaręn dewletę bűne, malnißîn bűne ű li ser navę nivîskariyę ßęwirmendiya dewletę dikin ű navę wî ji bo armanca xwe bi kar tînin. Pęßî Gündüz Aktan dest avęt vî karî, van demęn dawîn jî kevnebalyoz ßükrü Elekdag dest bi heman çîrokę kiriye. ßükrü Elekdag jî wekî Gündüz Aktan, li aliyekî dixwaze ku nasnameya kurdan bę pejirandin, li aliyę din jî wisa dike ku mirov bibęje, tißtekî ku mirov wekî taybetmendiya kurdan bipejirîne li holę nîn e. Dema mirov bala xwe dide gotinęn ßęwirkaręn dewleta tirk, mirov leqayî dîtinęn serdanpę li dijî zanistę ne tę. Lewre ew bęyî ku li mercęn civakî ű siyasî bifikirin fermana zimanę kurdî radikin; ji tesbîteke zimanzaniyę encameke siyasî derdixin. Dema Prof. Kojima gotibe, "Min Kovara Hęviyę ya Înstîtuya Kurdî ya Parîsę ji kurdęn Dęrsimę re xwend, tißtek ję fęm nekirin" ew tesbîteke zimanzanî dike, kes nikare ji vę gotinę encameke polîtîk derxe, lewre ew çęlî mercęn civakî ű siyasî yęn ku bűne sedema vę yekę nake. Lę 'kurdîzan'ęn ku hę nizanin navę zaravayęn kurdî binivîsin, radibin ji tesbîteke zimanzanî encameke siyasî derdixin. Tißtę ku dewleta tirk dike gotina 'Hem diz e, hem topiz e" tîne bîra mirov. Wę pęßî bi zilm ű zorę rę li ber standartbűn ű pęßketina zimanę kurdî girtiye, ew di nava dîwaręn malę de hepis kiriye, pißtre jî ßęwirkaręn wę dibęjin 'çima zimanekî hevgirtî yę kurdan nîn e, nexwe kurd tunin.' Kęmzaneyęn navborî qet naxwazin fęm bikin ku ziman jî bi pęßketina civakę re bi pęß dikeve ű bi hevnasbűna kesęn ku pę dipeyivin re standart dibe. Lę em dikarin bibęjin ku Prof. Kojima îro were lękolînę bike, dę bigihęje encamęn cuda, lewre tękoßîna 15 salan gelek tißt guhartine, lę zilma ku ji dewleta tirk bibîne dę neguhere.

[AW78D2] 
Lihevhatin 
Ez di guhęn kußtinę de evîna jiyanę dixwînim. Hęviya xwe dixwazim di dilę wę de zindű bikim. Ez jiyana xwe ya li nav ßînahiya ku li ser sînga Mezopotamya ßîn hatiye, bi dilsozî lę bi bazara jiyaneke wekhev, pęßkęßî vę kußtinę dikim, ku ji min re, ji Çîn ű Maçîn wekî diyariyeke xelayę maye. Heta ez gotinęn xwe neqedînim, ezę devę xwe ji guhę wę derneyînim. Ew jî, bi sebir ű aramiyeke, ku tenę li wę dixwe, li min guhdarî dike. Serę xwe mîna ziyayę binę dojehę dihejîne. Ez nema zanim; ne bi mebesta erękirinę ye, ne jî, bi mebesta ji holę rakirinę ye. 
Min berę xwe ji evîna çiyan guhartibű ber bayę deßtan ketibűm. Serę Cűdî, Herekol ű Agirî di bin piyęn min de herifîbűn. Min ßopęn neynűkęn xwe di zinaran de hißtibű. Dengęn navtędanęn xwe di geliyan de bi dengvedana zingîniya teqînęn vejînę re, ji belavbűnę re hißtibű. Destęn min pęßî ji berstűka çiyan hate qutkirin. Dűvre jî, gewdeyę min firiya. Ez bi ber bayę nediyariyę ketim. Waręn li serdema nűjeniyę, ez bi soza męrę çę ji rę birim, ez bi durűtiyeke keysbazî, ji bębextiyę re hatim hißtin. Parzemînan ez ranedigirtim. Di wan hilnedihatim. Parzemînęn parvekirî ędî di bin piyęn min de dihejhijîn. Di bin giraniya min de noq dibűn. Tarîtiyę xwe berdida ser her deverę. Min nema pęßiya xwe didît. Bi destpelînkę min riya xwe vedikir. Ez ketibűm labîrenta reß a nűjeniyę. Dîwaręn ji bęxtiyę lękirî ez di nava xwe de bę tevger ű bę nefes dikirim. Min bedenęn xwe bi yek derbę re dan ber ęgir. Ez bűm peykeręn ji ęgir ű li hemű kolanęn humanîzmę bi ßevan, bi rojan geriyam. Bűm dirűßme ű hewar, di devęn sedhezaran de, li binę zikę banę cîhanę teqiyam. 
Min bi bedenęn xwe germ kirin meydan ű kolanęn rojava. Tevî vę jî, ez hatim heliqandin. Van bębextan ku, bextęn xwe li sűk ű bazaręn ku li wan kirîn ű firotina gelan pęk tę, ez di nava destęn xwe de kirim gogeke ji ęgir ű ez ji hevdu re avętim. Ez hatim avętin. Min xwe nema dîtibű. Dema min çavęn xwe vekiribűn, min xwe di nava hebűnęn rűtenî de dîtibű. Dema deka xwe gerandibű. Ez hatibűm heliqandin ser seręn wan giręn ku bi seręn jękirî yęn mîna komirę hatibűn lękirin. Ew giręn, ku bi destęn mijokdaręn rojavayî di dema lęgerîna aqűt ű mircanan de, ji hestiyęn hebűnęn ji qîrę hatibűn lękirin, di nava ßevekę de axa xwe ya bęber ű bękęr, ji bin piyęn min kißandibű. Heta min xwe dabű hevdu mirinę rűyę xwe nîßanî min dabű. Min destę xwe pelandibű lę reha dara xurmę bi destęn min ve hatibű. Bagera tozę ku kaniya wî ji rojhilat bű, ez mîna pelę dara pîroz li ber xwe biribűm. Ez li hewa firandibűm. Ez li ber ecacokę ketibűm... Ez di guhę kußtinę de peymana jiyanę diqîrim. Yasayęn xweristę dixwazim serobino bikim. Dixwazim mirin ű jiyanę li hev bînim! 

[AW78D3] 
Pelîn 
Ev demeke diręj e ku min digot kovareke me hebűya; kovareke hunerî, edebî ű çandî... Ji ber ku min dizanî meyla me, ji afirandinę bęhtir li ser xwestin ű rexneyę ye ű em ji afirandinę zędetir ji rexnekirinę hez dikin. Min ev doz ű daxwaz bi deng nedikir. Dikaribű ji min re bihata gotin, ma kę bi destę te girtiye ű kî nahęle ku tu pęßkęßiya xebateke wisa bikî. Weßanęn me yęn polîtîk, tęra pędiviya me neke jî, mirov dikare bęje, di vî warî de kęmasiyek, valahiyeke mezin nîn e. Heke polîtîka bi hunera bedew, bi węjeyeke rind, bi çandeke kűr neyę avdan, naxemile, nakemile, bejî ű rijî dimîne. Em di dema ji edebiyata devkî derbasî edebiyata nivîskî de ne. Bi saya serę hunermendęn me yęn çîrokbęj, dengbęj ű xweßbęjan, ziman, huner ű edebiyata me, ji nav lepęn cînawiręn pißaftin ű jibîrkirinę xilas bűne. Çand ű edebiyat ji qirn ű nifßęn kevn, mîna zincîrekę derbasî qirnę nű bűye ű hęj zincîr neqetiyaye. Belę dem dijwar e, di vę dema ragihandinę de 'lez' wateyeke nű dide demę ű dem nikare xwe li ber lezę rabigire. Her wiha hunermendęn edebiyata devkî jî nikarin xwe li ber demę rabigirin ű roj bi roj kęm dibin. Ji bo liseravakirina edebiyata nűjen ű pęßketî, bingeheke xurt divę. Bingeha edebiyata me zaf xurt e. Belę ję re berhevkirin ű nivîsîn divę. Ji karę afirandin ű nivîsînę re jî bawerî ű heyecan divę. Divę mirov bi xwe bawer be ű bętirs be. Mirov ji ßaßî ű çewtiyan, ji xeletî ű kęmasiyan bitirse, destę mirov ji kar sar dibe. Lazim e mirov; baweriyę bi înadę, înadę jî bi sebatę ve bihűne. A. Zeki Okçuoglu, ji wan kesan yek e ku baweriyeke xurt bi înadeke mezin diręse. Ji pęßkęßiya notiyę natirse ű her tim li pey afirandina pęwîstiyęn cuda ye. Ahmet wekî berpirsiyarę Weßanxaneya 'Doz'ę berhemęn hęja diyarî kitębxaneya kurdî dike. Pißtî 'salnameya roj'ę (ku di warę xwe de ya yekemîn e), kovara 'Serbestî' bi tirkî derxist. Niha jî bi navę Pelîn kovareke edebî bi zimanę kurdî digihîne ber destęn xwendevanęn kurd. Pelînę di hejmara yekemîn de cih daye hevpeyvîn, lękolînęn li ser zimęn, werger ű gelek ßairęn kurd ęn nűjen. Nivîsęn di Pelînę de cih girtiye, kalîteyeke berbiçav nîßan didin. Kaxiz, cîlt, tîpręzî, mîzanpaj ű berga kovarę qet gumanę nahęle ku Pelîn bi destę pisporan dertę. Di sernivîsa 'Hinekî din ronahî' de I. Seydo Aydogan radigihîne ku wę Pelîn, li ser ßopa rojnameya 'Kurdistan'a 101 sal berę ji aliyę M. Miqdat Bedirxan ve li Kahîreyę hatiye weßandin, bimeße. Ű I.Seydo Aydogan dibęje 'Em jî mîratxwiręn hawarę ne. Çi ßîretęn ku di wę de hatibűn kirin, mîna ku li me hatibin kirin emę bixebitin.' Ev gotin ű dîtin dike ku em bęhtir ji kovarę hez bikin. Bengîn Amedî di nivîsa bi navę 'Di zimęn de gaveke girîng: Diksiyon' de bala xwendevanan dikißîne ser rastpeyvîn ű xweßpeyvîna kurdî. Ev mijareke zaf girîng e ű ez hęvî dikim ku wę Pelîn li ser vę mijarę baß raweste. Xwendevanęn heja, ez dizanim di van rojan de guhę we li ser darizandina 'Imrali'yę ye ű hűn ne neheq in. Belę jiyan berdewam e ű pęwîstiya me bi hinek rengęn xweßik jî heye. Ji ber ku Pelîn rengekî ronî ye, min xwest bi we re vî rengî par bikim.

[AW79A1] 
Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan: Li ser vę xakę dę aßtî bi ser bikeve 
Doza Sedsalę roja 29'ę pűßperę bi biryara darvekirinę bi dawî bű. Berî ku biryar bę xwendin ji Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan gotinęn wî yęn dawîn hatin xwestin, Öcalan wiha got: "Ez tawanbariya xiyaneta li dijî welęt napejirînim. Min ji bo yekîtiya welęt ű jiyaneke azad tękoßîn da. Min ne li dijî komarę, lę ji bo komara demokratîk ßer kir. Ez hęvî dikim ku ew kęßeya ku çewtiyęn dîrokî mezin kiriye, çareser bibe. Ez dixwazim ku ev doz ji vę yekę re bibe alîkar. Ji niha pę ve jî ji bo biratî ű aßtiyeke birűmet ű dadyane ez bi biryardarî banga xwe ya destpękę dubare dikim. Ez bang li mirovahî, dewlet ű hęzęn civakî dikim ku tißtę ku dikeve ser milęn wan pęk bînin. Ez bawer im diwaroja civakę girędayî pękhatina aßtiyę ye. Ez her kesî silav dikim." Pißtî ku biryar hate xwendin, malbatęn leßkeran ű paręzeręn wan dest bi "Sirűda Neteweyî ya tirkan" kir, li ser vę yekę Öcalan bi destan xatir ji paręzeręn xwe xwest ű ji dadgehę derket. 
ßerę aßtiyę ßerekî dijwar e 
Pißtî biryarę paręzeręn Öcalan bi wî re hevdîtineke kurt pęk anî. Paręzeran da zanîn ku wî biryar bi dilekî qewî pęßwazî kiriye ű gotiye, "Ev biryar ji bo nermkirina helwesta raya gißtî ye, ji niha pę ve dę pęvajoya siyasî dest pę bike." Her wiha paręzeran daxuyand ku Öcalan xwestiye ku ew pęvajoya Dadgeha Mafęn Mirovan a Ewrűpayę (DMME) jî bidin destpękirin. Li gorî gotina paręzeran, Öcalan wiha diręjî daye gotinęn xwe: "Derketina biryara darvekirina xeta me ya aßtiyę naguherîne." Her wiha Öcalan daye zanîn ku bi vę biryarę kęßeya 200 salî ku bűye wekî giręka kűr, ketiye bihureke teng ű ew jî di vę bihurę de qonaxeke girîng e. Lewre jî wî gotiye: "Ez naxwazim bibim sedema bűyeręn trajîk, endîßeya min ji bo vę yekę ye, ez li xwe nafikirim." Her wiha Serokę Gißtî yę PKK'ę Öcalan ji ręveberiya PKK'ę jî xwestiye ku bi sergermî tevnegerin ű biryaręn kamilane bidin. Li pey agahiyęn ku paręzeran dane, Öcalan diyar kiriye ku ßerę ji bo aßtiyę ji her ßerî dijwartir ű girîngtir e. Her wiha wî gotiye, "Li ser vę xakę dę aßtî rojekę teqez bi ser bikeve." 
29'ę pűßperę bi qestî hatiye neqandin 
Biryara ku li Îmraliyę hate dayin li derve ű hundir gelekî deng veda. Li ser vę yekę Konseya Serokatiyę ya PKK'ę jî di zűtirîn katę de daxuyaniyek belav kir. Di vę daxuyaniyę de hatiye ragihandin ku PKK ű gelę kurd vę biryarę nas nake. Di daxuyaniyę de hatiye gotin ku ev biryardariya dewleta tirk a di ßer de nîßan dide. Di nava daxuyaniyę de hatiye diyarkirin ku roja 29'ę pűßperę bi zanatî hatiye neqandin ű wiha hatiye domandin: "Lę kesęn ku ev biryar daye divę bizanin ku Kurdistan ne Kurdistana 1925'an e ű gelę kurd jî mîna wę demę ne bęręxistin, bęserokatî ű bęartęß e." Konseya Serokatiyę ya PKK'ę di dűmahîka daxuyaniyę de diyar kiriye ku helwesta KT'ę ku bi dara sępiyę bersiva banga aßtiyę dide, ji nęzîk ve tę ßopandin. Her wiha hatiye gotin ku ev biryar pęßeroja gelę kurd tehdît dike ű ji hemű saziyęn kurdistanî hatiye xwestin ku helwesta xwe diyar bikin ű çalakiyęn demokratîk li dar bixin. Di dawiya daxuyaniyę de hatiye gotin ku ew bi baldarî pęvajoyę dißopînin ű dę li gorî qewimînan tevbigerin. Daxuyanî bi van gotinan diqede: "Biryara dîrokę ya der barę gelę me ű serokatiya me de berat e." Her wiha Serokę Kongreya Neteweyî Îsmet ßerîf Wanlî jî biryara dadgehę bi daxuyaniyekę ßermezar kir. Îsmet ßerîf Wanlî da zanîn ku ev biryar bi serdanpę siyasî ye ű tę wateya cezakirina gelę kurd. Wanlî diyar kir ku dewleta tirk bi vę biryarę destę Öcalan ę ku ji bo aßtiyę diręjî wę bűye bi ßűn ve vegerandiye. Li aliyę din Serokę PKDW'ę Yaßar Kaya jî roja 30'ę pűßperę li ser biryarę civîneke çapemeniyę li dar xist. Di civînę de Kaya diyar kir ku biryara darvekirinę li gelę kurd hatiye birîn. Serokę PKDW'ę Kaya got ku heke biryar bi cih were dę çareseriya kęßeya kurd gelekî dijwar bibe. Yaßar Kaya wekî gotina dawî jî da xuyakirin ku ewę ji niha pę ve jî pißtevaniya aßtî ű biratiyę bikin. 
Dema destpęka dozę ne hiqűqî be, encam jî hiqűqî nabe 
Paręzeręn Öcalan li Bűroya Hiqűqę ya Sedsalę (Asrin Hukuk Bürosu) roja 30'ę pűßperę civîneke çapemeniyę li dar xist. Di vę civînę de nehiqűqîbűna darizandinę ű girîngiya dozę li ber çavan hate raxistin. Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji hęla Dogan Erbaß ve hate xwendin de hate gotin ku destpęka wę dozę ne qanűnî ye, lewre jî darizandin jî ne hiqűqî ye ű diviyabű dozeke bi vî rengî ji hęla hiqűqnasan ve nehata pejirandin. Di daxuyaniyę de hate bibîrxistin ku Öcalan bi rębazeke korsanî hatiye girtin ű lewre jî li gorî zagonęn navneteweyî darizandina wî ne pękan e. Li aliyę din hate gotin ku rayedaręn dewletę ű çapemeniyę bi helwest ű gotinęn xwe doz ji hiqűqîbűnę dűr xistiye ű hę di destpękę de doz ketiye bin siya siyasetmedaran, lewre hemű biryaręn li ser Öcalan ű doza wî bi destę Navenda Krîzę ya Serokwezîriyę hatine meßandin. Di berdewama daxuyaniyę de li ser aliyę siyasî yę dozę hate rawestandin ű hate bibîrxistin ku ew doz encama kęßeyeke dűvediręj e ű heta ew kęße çareser nebe, dozęn bi vî rengî jî naqedin. Dîsa hate gotin ku pęßniyazęn Öcalan ęn ji bo çareseriya kęßeya kurd ji hęla medyayę ve hatine berevajîkirin ű vę helwestę jî nehißtiye ku civak wan pęßniyazan baßebaß fęm bike ű binirxîne. Paręzeran bal kißand ser encama siyasî ya dozę ű got: "Doza Öcalan dikare alîkariya pęvajoya demokratîkbűna Tirkiyeyę bike. Kęßeya sereke ű acîl a Tirkiyę kęßeya kurdî ye, heta çareseriyeke demokratîk ű aßtiyane ji vę kęßeyę re neyę peydakirina tu pirsgiręka Tirkiyeyę çareser nabe ű îro çareseriya kęßeya kurdî jî girędayî Öcalan e." Pißtî daxuyaniyę li ser pirsęn rojnamegeran, paręzeran da zanîn ku ewę ji bo astengkirina pękhatina biryarę her riya hiqűqî biceribînin ű serî li DMME'yę jî bidin. 

[AW79A2] 
Reaksiyon
Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran 
PDK-Î daxuyaniyek li ser biryara der barę Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan de belav kir ű ew biryar bi tundî ßermezar kir. Di heman daxuyaniyę de ji raya gißtî ya cîhanę hate xwestin ku zorę bidin Tirkiyeyę da ku vę biryara neheq bi ßűn ve bigire. Di daxuyaniyę de wiha hatiye gotin: "Em ji hemű dostęn mirovahiyę dixwazin ku di ßűna darvekirina Öcalan de zorę bidin Tirkiyeyę ku bi nűneręn gelę kurd re li dora maseyę rűnin, bi wan re dest bi gotűbęjan bike." PDK-Î di dawiya belavoka xwe de ji hęzęn neteweyî dixwaze ku ji bo rakirina zilma li ser gelę kurd xebatęn xwe gur bikin. Her wiha Platforma Hęzęn ßoreßger ęn Yekbűyî ű Partiya Sosyalîst a Kurdęn Sűriyeyę jî bi daxuyaniyęn xwe biryar ßermezar kir. 
Sazî ű komeleyęn Kurdistanî 
Hereketa Îslamî ya Kurdistanę, Yekîtiya Elewiyęn Kurdistanę, Yekîtiya Mamosteyęn Kurdistanę, Xwendekaręn Kurdistanę, Yekîtiya Ęzidiyęn Kurdistanę ű Înstîtuyęn Kurdî yęn li welatęn cur bi cur biryara der barę Öcalan de ßermezar kir. Di daxuyaniyęn saziyęn kurd de hate diyarkirin ku gelę kurd vę biryarę nas nake. Her wiha ji raya gißtî ya kurd hate xwestin ku hißyar be. Bo niműne, di daxuyaniya Yekîtiya Ęzdiyęn Kurdistanę de hatiye gotin ku ev biryara Îdama gelę Kurdistanę ye. Di daxuyaniya YĘK'ę de hatiye diyarkirin ku dijmin heke hesabę xwe dubarekirina dîrokę dike, xwe dixapîne, lewre serokatiya tevgera nű naßibe yęn berę. Her wiha di daxuyaniya Înstituya Kurdî ya li Berlînę de jî bang li raya gißtî ya cîhanę ya aßtîxwaz tę kirin ku jiyana Öcalan bę parastin. 
HADEP Cîgirę Serokę Gißtî yę HADEP'ę Osman Özçelik li ser biryara der barę Öcalan daxuyaniyek weßand. 
Di vę daxuyaniyę de hatiye gotin ku ev biryar dę xizmetę ji aßtiyę re neke ű bibe sedema gurbűna ßer ű pevçűnę. Di dűmahîka daxuyaniyę de hatiye diyarkirin ku di vę heyama ku li hemű cîhanę cezayę darvekirinę ji nav zagonan tę vederkirin ű serhißkiya rayedaręn tirk a di bicihanîna vî cezayî de dę Tirkiyeyę ji cîhana demokratîk dűr bixe. Her wiha hatiye xwestin ku dewlet bi hestęn tolhildanę tevnegere ű ji bo pęçana birînan gavan bavęje. Li aliyę din Kovara Özgür Halk ű Însîyatîfa Dayikan a Aßtiyę jî bi daxwuyaniyęn cuda biryara dardekirinę ßermezar kir. Dayikan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi vę biryarę dewletę rę li ber gurbűna ßerekî dűvediręj vekiriye. 

[AW79A3]
Dayikęn leßker ű gerîlayan bo bersivdayina dengę li Imraliyę bang kir: Guh bidin dengę aßtiyę 
Bi pęßengiya IHD'ya Stenbolę hefteya borî li BILSAK'ę bi navę 'aßtî ű jin' forűmek hate lidarxistin. Li gel dayikęn gerîla, leßker, ßehîd, windayiyan; jinęn ku li welęt karmendî, rojnamegerî kiriye; hin nivîskar, jinęn ji derdoręn femînîst, ű hwd. beßdarî kir. Forűm bi armanca ku 'fikra aßtiyę bidin guftűgokirin' hate lidarxistin. Alîgiręn aßtiyę di çalakiyę de serpęhatiyęn xwe vegotin. Olcay Kanlibaß (Kedkara tenduristiyę): Li heręmę karkirin gelekî xeternak e. Karmend dixwazin di nav polîtîkaya aborî, perwerdehî, tenduristű, mirovî de cih bigirin ű ßer bidin sekinandin, lę tęne kußtin, windakirin, sirgűnkirin. Ez ji Amedę hatim sirgűnkirin. Niha ez nikarim herime Amedę. Ez xwißka ßehîdekî me jî. Gava birayę min hate kußtin, çavęn wî derxistibűn. Hîn jî dewlet vî ßerî qebűl nake. ßükriye Çelik: Em ji gundę xwe hatin derxistin. Gava leßker, qoricî ű tîman gundę me ßewitand, wan keça birę min a 5 salî avęt nav wî agirî, li ber çavęn me ßewitî. Birayę min ßivan bű, leßkeran ű qoriciyan îßkence lę kir, canę wî qelaßt, xwîna ku ję diherikî wan pę da vexwarin. Wan digot 'vexwe tu tî yî'. Dîsa jî em bangî hemű dewletan dikin ku dengę me bibihîzin. Em aßtiyę dixwazin, bila Serokę me bidin me. Dayikek: Dewletę gundę me ji erdę ű hewa bomberan kir. Em nehę ßevę ji gund derketin. Di rę de zarokęn jinęn bi hemil ji ber wan çűn. Heywanę me ji ber germę mirin. Ew jî can bűn. Lę em ne poßman in. Bila kußtineke bi hesret ű mirineke bi ßeref be. 
Rojnameger jî dibin hedefa tecawizan 
Sultan Arikan (Rojnameger): Min li heręmę rojnamegerî kir. Ez bi gelek zor ű çewsandinan re rű bi rű mam. Li min hate tecawizkirin. Îro ez zanibim ezę dîsa bęme tecawizkirin, ezę dest ji vę tękoßînę bernedim. 
Dayikekek męrę hatiye kußtin: Ez bi hesreta ewladekî bűm. Paßę çębű. Leßkeran gava girt ser mala min nehißt heya nîvę ßevę ez ßîr bidim wî. Leßkeran her roj ez digirtim, dibirim Qereqola Kerboranę, tecawizî min dikir. Ev dewlet wę çawa bersiva van tißtan bide. Lę dîsa naműsa mezin welat e. Ez dîsa bi însanęn xwe, bi welatę xwe serbilind im. Lę dîsa jî ez wę roję ji bîr nakim. Em nizanin laßęn zarokęn me, laßę męrę me li ku derę ne. 
Asiye Dogan: Îro ji malbata min hejmara girtî, kußtî, winda, ßehîd, gerîla di ser pęncî re ye. ßikir ji Xwedę re serę me ne di ber me de ye. Bila di ber Serokę me de herin. Em tu car poßman nabin. Ma xęrek di vę xwînę de heye? Ku aßtî nebe wę dinya xira bibe. Derdę me yę mezin aßtî ye. 
Emine Duman: Dibęjin, 'însanę ku aßtiyę dixwaze, ew gelekî baß e, yę nexwaze ya dîn e, ya cînawir e. Ji ber vę ye ku dayik ewqasî ji Serokę xwe hez dikin. Em 'bariß'ę dixwazin. 
Malbatęn leßkeran: 'Ne Apo, dewlet dike' 
Diya leßkerekî: Em dizanin ßerek heye, ev çend sal in didome. Lîder li ser qoltixęn xwe rűnißtine. Ew zarokęn xwe naßînin. Lawę min li Çanakkaleyę leßker bű. Derb li pißta wî xistin ű ew sewsî bű. Bila li ser zarokęn me polîtîkayę nekin. Ędî bila xwîn nerije. ßer bes e. Dewlet dibęje Apo dike, lę dewlet dike. Çimkî ew bi hęz e. Apo ew hemű nekußtin. Dewlet zarokęn me bi darę zorę dißîne nav ßer. Çima tirk vę fęm nakin. Îro lawę min ji ßer reviyaye, hatiye. 
F.A (diya leßkerekî): Lawę min li Ispartayę leßker bű. Dewletę ew kußtibű lę ji me re digot 'întixar kiriye'. Wan laßę wî ji me re anî. Lę, ez bawer nakim ku kurę min întixar kiriye. Ezę çawa li wan amin bibim. Em sax teslîmî wę dikin, ew mirî ji me re tîne. Ev rűreßiya dewletę ye.

[AW79A4] 
"Zarok bi dadę, babo re Bijî Apo dibęjin" 
Di van 15 salęn ßerę qiręj ku dewleta tirk li ser kurdan dimeßîne de, dayikęn kurd, bi baran ęß ű jan kißandine. bęguman gava dor bę ser dayikęn kurd, fikir ű daxwaza wan heműyan yek e. Dawî li ßer anîn..... aßtî......serbestberdana serokę wan; Abdullah Öcalan. Lę, her çiqas daxwaza wan dayikan yek be jî, her dayik bi serę xwe qęrînek e, hawarek e, her dayikek ęßek e, janek e. Dayik, "serpęhatiyęn xwe, ęß ű janęn xwe bi mehan, bi salan bęjin naqedin." Li darę dinyayę tißtęn nedîtî, hatine serę wan. Kußtin, mirin, ßewitandin, maltalanbűn, serjękirin, daleqandin, îßkenceya bi her cureyî, dest ű ling jękirin, guhjękirin, kußtin; qetlîamęn bi gazęn kîmyewî, tecawiz, hin ji serpęhatiyęn wan in. Belę tißtęn nedîtî; ji ber ku ev bűyeręn qiręj ji kirinęn Hîtlerę navdar! jî borîne; ji ßerę Vîetnamę jî borîne. Ma li çend deveręn dinyayę li rojnamegeran tecawiz hatiye kirin? "Divę van ęß ű janan hemű dinya bibihîze. Divę vę yekę hempîßeyęn Hîtler jî bibihîsin." Hefteya borî, berî qerara dawîn a li Imraliyę, dayikan, dayikęn ku ev bűyer jiyane, bi pęßengiya Komeleya Mafęn Mirovan forűmek li dar xist. Di vę forűmę de li gel dayikęn ku ji 'Dayikęn ßemiyę' tęne nasîn, wekî Tomris Özden, Pervin Buldan, Emine Ocak, Hanim Tosun ű hwd.; dayikęn ku heya niha kesî navę wan nebihîstiye, dayikęn serdanpę ji ßer bandor girtiye, cî girt. Li gel wan, dayikęn leßkeran ęßa dilę xwe, "ku ew her tißtî di lę xwe de dijîn", anî zimęn. Çawa ku rojęn cejnan cendekę lawęn wan bi ser wan de hatiye. Dayikan, hevalan, yaran, ßahidiya xwe ya ßerę qiręjî anî zimęn; qîriyan, wan sedema pęwîstiya rawestandina ßer, pękanîna aßtiyę anîn zimęn. Bangî dewletę kirin, da ku bersivekę bide 'Dengę li Imraliyę' ű çareseriyeke demokratîk pęk bîne. Lewre "ku ßer neyę xilaskirin, wę gurtir bibe, xurtir bibe. Çawa li ser Kosovaya ku ji 2 milyonî pęk tę disekinin, divę li ser kurdan jî bisekinin". Lewre divę li van dengan bę guhdarîkirin: "Berę doza me, tenę kebanîtiya malę, çękirina zarokan bű. Lę niha em hißyar bűne. Em dost ű dijminę xwe dinasin. Em zimanę xwe, kultura xwe, Serokę xwe dixwazin. Zarokęn me yęn nű dest bi axaftinę dikin, bi peyva dadę, babo re 'bijî Serok Apo' dibęjin. Apocîtî ketiye rihę me, ketiye rihę zarokęn me, di hundirę me de meyaye. Tu kes, bi tu cureyî nikare me ji vę fikrę vegerîne."

[AW79A5] 
Ragib Zarakolu: Ger kurd qezenc bikin, wę heręm qezenc bike 
Divę federasyoneke heręmî bę avakirin 
Em pęßîn li ser Doza Öcalan bipeyivin. Dozę, çi bi we da fikirandin? 
Di pęvajoya Romayę de kęße hate radeya tevkujî ű hevkujiyę, lę kurdan dîsa fedakarî kir. Kurd divę wekî berpirs ű tawanbar neyęn darizandin. Di kęliyeke xeternak de mafęn xwe yęn hebűnę diparęzin. Divę li gorî vę bę tevgerîn. Ev ne teslîmiyet e, ne jî xwe vekißîn e. Her dem polîtîkaya reel di dîrokę de bo xwe cih peyda kiriye; ya Öcalan jî polîtîkaya reel e. Wekî mînak; di sala 1918'an de Rusya ű Almanya yę peymaneke aßtiyę giręda, herkesî got Rusya teslîm bűye. Lę bi saya wę peymanę yekîtiya Sowyetistanę, di navbera du salan de, bu sedema xwesazkirin e. ßoreß bi saya vę peymanę li ser piyan ma. 
Kurd ű polîtîkaya reel wę çawa li hev bikin, wę ne dijwar be? 
Rast e, dijwar e, lę kurdan mesaja xwe wergirt. Kurd jęhatî ne, dikarin. Ji ber ku gelek tißtęn dijwartir bi serę kurdan hatine. 
Kurd dikarin bi Süleyman Demirel re li hev rűnin? 
Bi vę dewletę re zîhniyeta lihevrunîßtina masayę bi pęß neketiye. Lę ya herî girîng hebűna mirovan e. Divę em bi nasnameya xwe, dinya xwe ava bikin ű bi wan bidin qebűl kirin. 
Baß e. Eger xwendekaręn Ahmet Altan bęn ser kar... 
Fersendeke mezin e. Ger mirov bikaribe wan dînazoran tasfiye bike, bi ciwanana re danîna peymanę hęsan e. Bi kurtasî danűstandina bi ciwanekî MHP'yî re, ji ya bi Demirel re gelekî hęsan e. 
Hűn qala xeyalan dikin. Gengaze ku xeyala Öcalan wekî ya Mandela pęk were? 
Belę. Xeyal, proje ű pęßnűma ne. Berę, kęmasiya kurdan ya herî mezin jibîrkirina xeyalan bű. Niha kurd dizanin xeyalan bikin; 20 sal in ku xeyala ji tunebűnę ber bi hebűnę ve kirin. Gelekî serkeftî ne. Di nava kurdan de serjimara ciwanan niha zęde ye. Ew xewn ű xeyal ędî ketin męjiyę wan ciwanan. 
Pęvajoya darizandina Öcalan, bandoreke çawa li helwesta qedexekar kir? 
Dadgeh, nîqaßkirina kęßeya kurdan jî dixe rojevę. Li aliyę din, Tirkiyeyę giloka ku ji ęgir pęk dihat xiste nav lepę xwe, lę niha desę wę pę dißewite. Xweparastina Öcalan kozęn di destę Tirkiyeyę de di avę de birin. Kurd bi ßîdet ű cudaxwaziyę dihatin tawanbarkirin. Niha kurd dibęjin, 'Werin em ßîdetę rawestînin ű parçe nebin, hűn çi dibęjin?' Lîberalekî ANAP'ę jî nikare vę pęßniyarę bipejirîne. Pißtî vę yekę gav neyęn avętin, berxwedana kurdan wę meßrű be. Berpirisyarî wę dualî be. 
Vę dawiyę dîsa meseleya çareserî ű demokrasiyę de di rojevę de ye. Bi baweriya we Tirkiye ji dil dixwaze ku xwe demokratîk bike? 
Bi awayekî fermî ev tę gotin. Muhatabę me jî ev gotin in. Ku bixwazin demokrasiyę ava bikin, divę Kęßeya Kurd çareser bikin. 
Li Amerîkaya Latîn hîn ßer didome, li Irlandayę jî heman tißt rű didin. Lę di deh salęn dawîn de gavęn aßtiyane hatin avętin. Ev di Kęßeya Kurd de jî mimkűn e. Kęßeya Kurd ne tenę ya Tirkiyeyę, di heman demę de ya Rojhilata Navîn e. Kurd wekî Polonya kevin li ser sę cografyayęn ji hev cuda dijîn. Kurd di navbera sę hęzan de ne.Tirkiye dixwaze ber bi demokratîk bunę ve here, lę kęße rę nade. 
Bo serkeftin ű yekîtiyę pędiviya kurdan bi çi heye? Bi kurtasî bo kurdan dę demokrasî çawa pęk were? 
Dema tu ji bo xwe demokrasiyę ava dikî, di heman demę de tu ji bo kesęn din jî demokrasiyę ava dikî. Tirkiye jî dixwaze bibe welatekî demokratîk. Kurd çiqasî li ber xwe bidin, tękoßîna demokrasiyę jî bi qasî wę berxwedęr ű xurt dibe. Her wiha tękoßîna kurdan di demokratîkbűna Tirkiye ű Iranę de jî rolekî mezin hildigire. Lewre kęße jî, mimkun e ku bi pęßnűmayęn (tasari) heręmî were çareserkirin. Ji bo vę yekę jî, divę xewn ű xeyalęn me gelekî mezin bin. Hęvî ű daxwaz, niha, bi xeyalperestiyę diçin serî. 
Ji bo Mandela jî we heman tißt gotibű? 
Belę. Kurdan riya yekbűna heręmî, ku yek ji trent ű navgînęn pęßketina cîhanę ye, vekir. Ger kurd nikaribin, ji faris, ereb ű tirkan veqetin ű di nava xwe de yekîtiyeke saz bikin, ma çima nikaribin yekîtiyeke heręmî di nava ereb, faris ű tirkan pęk bînin? 
Gelo hűn qala federasyoneke heręmî dikin? 
Belę. Kurd dikarin bibin çavkaniya, pęngava aborî ya heręmî, çavkaniya pęßketina heręmę, çima kurd nebin sedema afirandina projeyęn bo çareseriyę? Ger Tirkiye nikaribe bibe federasyon, bila heręm bibe federasyon. Bila Federasyona Rojhilata Navîn bę avakirin. Divę me xeyala hin tißtęn din jî bikin. Divę em jî li dijî projeyęn desthilatdaran projeyęn xwe pęßkęß bikin. Ger Israil Amerîka ű Tirkiye li gorî xwe dixwazin, yekîtiyeke heręmî pęk bînin, divę projeyęn le jî li hemberî vę yekę projeyęn heręmî bin. Bi parçebűnę çareserî ne mimkűn e. Divę projeya alternatîf bę danîn. Dilę yekî bi xizaniya projeyęn heręmî yęn vę cografyayę dięße. Ji ber ku warę ol, çand ű hunerę ye ű di dîrokę xwedî cihekî gelekî taybet e. 
Em bęne ser DYA'yę. DYA'ę di Amerîkaya Latîn de kęße çawa çereser dikirin. Di warę kęßeya kurdan de wę helwesteke çawa wergire? 
Berî her tißtî DYA dualî tevdigere; ji bo ku nearamî ű alozî pęk neyę ű li ber çavę gelan reß nebe, rę li ber hęzęn polîtîk ęn Amerîkaya Latîn negirt. Ev projeya Amerîkayę ya yekbűna heręmę ye jî. Divę mirov ji Amerîkayę bipirse: Belę. We pißtgiriya hęzęn latînî nekir, lę we rę jî li ber wan negirt, we ji bo çareseriya kęßeyęn bi vî rengî, mekanîzmaya Neteweyęn Yekbűyî bi kar anî. Kęßeya kurdan jî, kęßeyeke heręmî ye, çima hűn mekanîzmayęn NY, ji bo çareseriya vę kęßeyę bi kar neyinin? Çima hűn bi taybetî beramberî hevalbendęn xwe vę mekanîzmayę naxebitînin? Ev dubendiyek e. 
Gelo sedema wę PKK ye? 
Belę. Berjewendiyęn îdeolojîk ęn DYA'yę ji aliyę PKK ve tęne berbendkirin. Amerîka îdia dike ku wę ręxistinęn sosyalîst avętiya sergoya dîrokę. Lę PKK tevgereke sosyalîst e; berî her tißtî xwedî bernameyeke civakî ye. Ger ne wisa bűya, dibe ku Amerîkayę qet eleqeya xwe ję neanîba. 
Amerîka PKK'ę wekî rękxistineke xeternak bi nav dike. Öcalan direvîne dide Tirkiyeyę; dibęje mesęlę çareser bike. Ev tę çi wateyę? 
Kompleyeke bi plan ű hesap heye: yek, îlankirina serketina hikűmeta tirk, ev tę wateya xelatkirinę; dudo pelißandin ű ßkęnandina vę "hęza xeternak"; sisę, ger bikaribe vę hęzę ji holę rake, bi hęsanî dikare karta kurdan, bi kęfa xwe bi kar bîne. 
Ango dil dikin PKK tasfiye bikin? 
Belę. Xebat ű tękoßîna wan li ser vę yekę ye.Ev kompleyeke mezin e, tasfiye jî berdewama wę ye. Ev komplo, bi tenę, wę bi hevkariya kurd ű tirkan bę ßkęnandin. Jixwe Öcalan jî vę yekę dibęje. 
Beramberî hevkariya kurd ű tirkan wę hęzęn navneteweyî kartęn xwe çawa bi kar bînin? 
Kes polîtiyeke yekdeng, di jeopolîtîkaya îroyîn a cîhanę nameßîne. Ger di nava kurd ű tirkan yekîtiyeke xurt pęk were, destdiręjî pęk nayę. Hęzęn navneteweyî wę vę yekę bipejirînin. 
Ereb wę modeleke çawa bipejirînin? 
Axa ereban ji ber baweriya wan pîroz e. Lę serdestiya polîtikayęn Amerîka ű Ewrűpayę, yęn li heręmę, wan dudil dike. Ji ber ku li dijî berjewendiyęn wan e. Her çend hinek mafęn kurdan hatine dayin jî, di vę meseleyę de, ereb hinekî xwe didin alî. Lę ji bo serdestiya polîtikayęn xwe, ew jî wę di pęßeroję de bi kurdan re tękiliyę deynin. Ew jî, wę bi erk ű karîna kurdan ya ku pęk were, biçe serî. 
Wekî dawîn bi riya rojnameyeke kurdî dixwazin çi ji gelę kurd re bęjin? 
Cesareta gelę kurd hęvî da me. Ji ber fedekarî ű nefsbiçűkiya vî gelî, berę min di nivîseke xwe de gotibű, divę her kes laîyîqî vî gelî be. Ji ber ku wan her tißtę xwe daye; dilę xwe vekiriye ű tißtę ku ję bawer kiriye, xizmeta xwe ję kęm nekiriye. Ew, wę gelę tirk jî biguherîne. Ez dixwazim vę helwesta xwe bidomîne. Dema wan qezenc kir, emę jî qezenc bikin. 
Asta tękoßînę tękçűna rejîmę ye 
Hűn dostę gelę bindest in. Bi taybetî jî dostaniya we ya bo kurdan ji ku tę? 
Ez li Stenbolę ji dayik bűm. Li Stenbolę min gelęn hindikahî nas kir; kesęn din yęn li Stenbolę xwedî baweriyeke cuda bűn. Wekî malbatî, tękiliyęn me bi wan re hebűn. Dîsa ji ber perwerdehiya malbatę, min dijminatiya hindikahiyan nekir. Min, bi saya hevalęn me yęn kurd, fersenda naskirina kurdan bi dest xist. Wan jî gelę xwe bi min baß dane naskirin. Hingî Edip Karahan hebű, min ew baß nas dikir; pirtukxaneyeke wî hebű. Hîn 17 salî bűm. 
Wekî din çi tę bîra we? 
Ismail Beßikçi hebű. Pirtűkęn wî hîn nű derketibűn. Lę bi xwendina nivîsęn Beßikçi, haya min ji kurdan çębű.Li derűdora me kesęn kurd hebűn, lę wan nasnameya xwe vedißart. Bi tenę haya min ji nasnameya malbatekę hebű, ew jî malbateke meműr bű. Min ew nedîtin, lę herkesî digot ew kurd in. 
Rasterast, min di sala 1960'î de kurd nas kirin. Çűme Colemęrgę, bi qasî mehekę li wir mam. Me li ser Zapę Pira Ciwanan (Gençlik Köprüsü) çękir. Em ne tenę bo çękirina pirę çűbűn; di heman demę de em civaknas bűn, me ji Ismail Beßikçi bandor jî wergirtibű; hinek hevalęn me, tenę bi karę çękirina pirę rabűn, ez ű çend hevalęn din jî ketin nava civakę. Me xwest em çend xebatan pęk bînin, lę ji aliyę dewletę ve xebatęn me hatin astengkirin. Gotin, 'Hűn bi tenę dikarin bi karę pirę re mijűl bibin.' 
Di wę navberę de gelek gundî hatin serdana me. Em jî çűne gundę ßawata ű li çend gundęn din geriyan. Me di wę gera xwe de dît ku bi rastî ev der cografyayeke cuda ye. 1970'î de li Amed, Riha ű li gundęn derűdora wan geriyam. Wę demę me lękolîneke civakî ya bi navę 'Li Kurdistanę Destpęka Tękiliyęn Hilberîna Kapîtalîst ű ßęweyę Guherîna Wan' dikir. Wę demę, ęrîßęn komandoyan nű dest pę kiribű. Me dît ku darbeya sala 1971'an ya 12'ę Adarę salek berę hatiye wę derę. Me pißtgiriya hevalęn ji DDKO'yę dikir ű me rapor amade kirin. Em cîranę hev bűn. Komeleyeke me hebű; Komeleya Lękolîna Rastiyęn Civakî (Toplumsal Gerçekleri Araßtirma Dernegi). Komele ji civaknasan pęk dihat. Ew jî ketin avahiya ku em tę de bűn. Pißtî wę yekę tękiliyęn me germtir bűn. Bi kurtasî ji 1965'an pę ve min rewßa gelę kurd gelekî baß dît ű nas kir. 
Hűn rastî cudatiyęn çawa hatin? 
Çand, ziman, muzîk ű gelek tißtęn din. Muzîka kurdî, xwesertirîn (özgün) muzîka cîhanę ye. Ev yek ji aliyę gelek otorîteyęn muzîkę ve jî tę gotin. Wekî mînak; bestekarę ermenî Komîtas, di destpęka sedsala derbasbűyî de, dema muzîka ermenî ya Anatoliyayę berhev dikir, ji muzîka kurdî jî gelek tißt berhev kiribűn. Wî gotibű, muzîka kurdî xwedî taybetmendiyęn xweser e. Mixabin di salęn 1915'an de digel muzîka ermenî tißtine din jî winda bűn. Dîsa mixabin, di pißaftina 75 salan de, ji ber ßer ű rűdanęn din, beßeke mezin a çanda kurd winda bű; hate talan ű tunekirin. 
Diyar e muzîk ű çand baß bala we dikißîne... 
Jixwe, ji ber ku bi muzîkę re elqedar dibűm, bala min kißandibű. Pißtî ku çűme Kurdistanę, ez bűm męvanę serokeßîran; me bi hev re xwarin xwar, sohbet kir ű li stranan guhdarî kir. Bo min pęvajoyeke zor bikęr ű sűdewar bű. 
Ji hingî heta îro di civaka kurdan de ci guherîn pęk hatine? 
Di salęn 60'î de pißaftinę tęsîreke xurt li kurdan kiribű. Bi taybetî li ser ciwanan ev yek baßtir dihate dîtin. Balkęß e, dema ku lawikęn wan bi kurdî dipeyivîn, malbatę wan ji wan re digot, Kurtçî. Girseya ku di nav pergala bajęr de bi cih bűbű, ji zimanę xwe fedî dikir ű berę xwe dida tirkî. Lę di nav van 30 salęn dawîn de, her tißt berevajî bű. Ędî ne bajaran, gundan nűnertiya kevneßopiya kurdan kir. Dîsa ne męran, jinan ev bar hilgirt. Girseya ciwanan berę xwe da xwendinę ű her wiha pęßketinęn di warę zanabűna neteweyî de ű li Kurdistanę pęßketina danűstandinęn kapîtalîst, lez da netewebűnę. 
Baß e. Di hißyarbűna neteweyî de ű ręlibergirtina asîmîlasyonę de rola PKK'ę çi ye? 
ßerę pißtî salęn 1984'an di tekîliyęn civakî de ßoreßek pęk anî. Edî tu tißt ne wekî berę ye; hemű tękîliyęn civakî serobűno bűn. Li aliyę din di encama ßer de kesęn ku koç kirin, bi xwe re çanda xwe ya otontîk, bar kirin bajaran. Serjimara (nifűs) bajaręn kurdan zęde bű, bi vę yekę tekîliyęn feodalî vemirîn. Bi baweriya min di nava 15 salęn dawîn de çanda kurd bęhtir kemilî; ev pęvajo berî salan 84'an dest pę dike. Di wan salan de, kurdan di nav çepgiręn tirk de cih girt. Di sala 1971'an civanęn kurd di darizandinęn wę demę baßtir ditîn ku nasnameya wan tę çewisandin ű beramberî kirinęn cuda ne. Vę yekę jî rę li ber pęßketina hestęn neteweyî vekir. Di pęvajoya tękoßîna girtiyęn Amedę de ev yek zelaltir tę dîtin. Nasnameya tirk, di girtîgehan de, dibű navgîna çewsandina nasnameya kurd; li ser dîwaręn girtîgeha Aeadę dirűßmeyęn wekî "Bi tirkî bi axive, pir biaxive" dihatin nivisîn. Dayikęn girtiyan bi tirkî nizanîbű, lę kurdî qedexe bű. Kesęn ku bi kurdî diaxivîn, beramberî îßkenceyęn xedar diman.Vę yekę di warę hißyarbűna neteweyî de bandoreke eręnî li girtiyęn kurd kir. Nasnameya kurdî di Girtîgeha Amedę de ji dayik bű. 
Di darbeya 12'ę ręzberę de 600 hezar kes hatin girtin, 50 kes hatin darvekirin. Dawiyę de darbe bi ser ket. Lę serkeftineke çawa ye, ku pißtî salekę Raperîna Dihę ű ßemzînanę li dar ket. Ev rűpeleke nű ye; li Kurdistanę darbe dihate wateya tękçűn ű skeßtinę. Tękoßîna ku bi komekę dest pę kir, gihîßte radeya serhildanan ű hißyarbűna bajarîbűnę ű her wiha cerdevan jî di nav de, di van 15 salan de, di civakę de hißyarbűneke mezin ya neteweyî pęk hat. Ev asta tękoßînę ji aliyekî ve tę wateya tękçűn ű ßkestina rejîmę. 
Gelo ßîdet bikęra kurdan hat? 
Ev wekî sezeryanę ye; bi darę zorę pękhatina jidayikbűnę ye. Hem dewlet, hem jî hinek hęzęn kurdan yęn li dijî hißyarbűna neteweyî, li dijî ßîdetę derdikevin. Dibęjin, 'Bi ßîdetę ne mimkűn e ku aßtiyeke pęk were.' Lę dewlet van hęz ű muxalîfan jî napejrîne; wekî Elçi ű Burkay. ßeraffettin Elçi ű Kemal Burkay bi xwe qurbanę ßîdetę ne. Elçi beramberî rębazęn îßkenceyęn taybet ma. Tevgera Burkay jî girseyî bű, lę di 1980'an de hate ßkęnandin. Lewre ew di nava nakokiyę de ne ű nelihev in. Beravajî wę yekę, kurdan çi bi dest xistibin, di dema berxwedanę de bi dest xistin; di 90'î de kurdan bi serhildanan mafęn xwe bi dest xistin; qedexekirina li ser kurdî di 91'ę d,e di pęvajoya serhildanan de ji holę rabű. 
Tevî vę yekę vî ßerî ji aliyekî ve demokrasiyeke fîlî derxiste holę. Kesęn ku di vî ßerî de rasterast wekî aliyę ßer xuya dikirin, di wę demę de, wan derfeta xwe îfadekirinę dît. Di wę demę de qedexeyęn li ser partiyęn sosyalîst ű komunîst hatin hilanîn. Ji aliyekî ve encama ßer pękhatina demokrasiya fîlî ye. Ez bo wę 'demokrasiya ßer' dibęjim. Ger di ßer de tękçűn ű ßkestin pęk were, bi tęne kurd tęk naçin; wę kesęn ku ji vę demokrasiya kęm sűd wergirtine jî tęk biçin. Di ßkęnandina Serhildana ßęx Seîd de, bi tenę kurdan bedel neda. Partiyęn sosyalîst ű komunîst hatin girtin, partiya lîberal ű rojname hatin girtin. Îro, dema tękçűnek pęk were, digel kurdan, wę hemű muxalîfęn rejîme tęk biçin ű bipelißin.

[79A6] 
Cîhanę Tirkiye ßiyar kir 
Dengvedana biryara DGM'ę 
Roja 29'ę pűßpera 1999'an her wekî ku gelek kes li bendę bűn DGM'ya Enqereyę ya duyemîn cezayę îdamę li Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan birî. Vę biryarę li cîhanę gelekî deng veda ű di çapemeniya cîhanę de bű sernűçe. 
AP 
Ajansa Nűçeyan AP'ę biryar di bin sernavę "Tirkiye ji ber cezayę kußtinę hate îqazkirin" cih da bűyerę. Di nűçeya ku ji hęla Anne Thompson ve hatiye amadekirin de, hatiye diyarkirin ku hikűmetęn dewletęn Ewrűpayę Tirkiye ji ber cezayę mirinę îqaz kiriye. Li gorî nűçeya ajansę, digel Konseya Ewrűpayę welatęn wekî Almanya, Swîsre ű Norweçę jî ji Tirkiyeyę xwestiye ku cezayę îdamę pęk neyine. Di nűçeyę de van gotinęn rayedarekî wezareta karę derve yę Almanyayę Ludger Volger cih girtiye: "Heke Tirkiye dixwaze bikeve nava Ewrűpayę divę xwe nęzî pîvanęn Ewrűpayę bike ű di nava van pîvanan de jî rakirin an jî bicihneanîna cezayę mirinę heye." Her wiha di nűçeyę de çalakiyęn protestoyî yęn kurdęn li derveyî welęt jî cih girtiye. Hatiye gotin ku kurdan li Berlîn, Moskova, Amsterdam ű Kibrisę meß ű xwepęßdan li dar xistine. Li pey agahiyęn nűçeyę, kurdek beßdarî bernameya televîzyona Hollandî bűye ű bo Öcalan wiha gotiye: "Ew bavę min e, diya min e, diwaroja min e, hemű jiyana min e." Dîsa li gorî agahiyęn di nűçeyę de Wezîrę Karę Hundirîn ę Almanyayę Otto Schily jî ji kurdan xwestiye ku li benda biryara Dadgeha Mafęn Mirovan a Ewrűpayę bin ű nebin sedema bűyeręn trajîk. 
Reuters 
Ajansa Reutersę jî biryara dadgehę di zűtirîn katę de ragihandiye aboneyęn xwe. Her wiha di nűçeya vę ajansę de jî digel agahiyęn li biryarę gotinęn Otto Schily cih girt. Li aliyę din hate ragihandin ku Serokę Partiya herî mezin a di nav hikűmeta Îtalyayę de Walter Veltroni jî biryar wekî gaveke sosret bi nav kiriye ű bangî hikűmetęn Ewrűpayę kiriye ji bo rizgarkirina jiyana Öcalan ű çareseriya kęßeya kurd xebatę bikin. Di nava nűçeya ajansa navborî de daxuyaniya ERNK'ę ű gotinęn Öcalan ęn berî biryarę jî cih girtiye. Li gorî ajansę Öcalan gotiye: "Ez tawanbariya xiyaneta ji welat re napejirînim, ez bawer im min ji bo yekîtiya erdnîgariyę ű jiyaneke azad tękoßîn daye." Di nűçeyeke ßîroveyî ya Reutersę de ku ji hęla Steve Bryant ve ji Ęlihę hatiye ragihandin jî hatiye daxuyandin ku biryar ne bi dilę gelę vî bajarî ye. Di nava nűçeyę de dîtinęn gelek kesęn ji vî bajarî cih girtiye. Bo niműne: 
"Li qehwexaneyekę ciwanek li ber televîzyonę ye li malbatęn leßkeran ęn ku digirîn temaße dike ű vę pirsę dike: 'Ma ßehîdęn me jî nîn in?" Di ßerę ku 14 sal in didome de ji 29 hezar kesęn ku hatine kußtin de gelek kes gerîla ne. Gelek kesęn din jî wekî vî ciwanî bawer in ku bidarvekirina Öcalan dę tißtekî çareser neke ű ew didin zanîn ku kęße bi qedexekirina zimanę kurdî di warę weßanę de dijwartir bűye. Mirovekî ku tesbîhę dikißîne ű tesîsatęn avę çędike, dibęje: 'Ev ne kęßeya Apo ye, ev kęßeya kurd e. Bi hezaran Apo hene.' Jineke sergirtî dibęje: 
"Wî tu sűc nekiriye." Di nűçeyę de hatiye diyarkirin ku li kolanan Stenbolę helwesteke cuda heye. Di nűçeyę de gotinęn Serokę Belediyeya Ęlihę jî cih girtiye, wî daye zanîn ku biryareke bi vî rengî kęßeyę çareser nake, berevajî vę yekę rę li ber gurbűna ßer ű pevçűnę vedike. 
BBC 
Ajansa BBC'yę jî bi berfirehî li ser biryarę rawestiya ű bűyeręn li ser darizandinę ű dengvedana biryarę ragihand cîhanę. Digel nűçeyęn li ser biryarę, nivîskarę BBC'yę Ralph Boulton roja 29'ę pűßperę li ser biryarę nivîseke analîzî darijtiye. Di nivîsę de bi giranî li ser helwesta tirkan hatiye rawestandin. Ev gotinęn diya leßkerekî ku di ßer de hatiye kußtin, hest ű ramanęn tirkęn ßerxwaz baß ßîrove dikin: "Heke wî bi dar ve nekin, ezę xwe bavęjim behra Marmarayę." Lę di nivîsę de dîtina kesęn li dijî darvekirinę bi giranî cih girtiye. Bo niműne, Serokę Înstituya Polîtîkayęn Derveyî Yüksel Söylemez gotiye, darvekirina Öcalan li berjewendiyęn Tirkiyeyę nayę. Her wiha gotinęn Gerînendeyę Weßanę yę Radikalę Mehmet Yilmaz jî bi berfirehî di nava nivîsę de cih girtiye. Yilmaz jî li dijî pękanîna biryarę ye. Dîsa di nivîsę de hatiye gotin ku gelek karsazęn tirk jî li dijî pękanîna biryarę ne, lewre pękanîna biryarę dę 'ji cîhana demokratîk' dűr bixe ű bandoreke neyinî rewßa aborî bike. 

[AW79B1] 
Ew kete hembęza axa welatę xwe 
Bengiyę 'Ey Reqîb' ßehîd Urfî Aksakal di çalakiya bo V.Aydin de hate kußtin 
Pűßpera sala 1991'ę bű. Di navbera Lice ű Darahęnę de, li Geliyę Azgilęr, di encama ßerekî dijwar de, di nav de 6 keç ű 4 xort, 10 ßervanęn ARGK'ę ßehîd ketibűn. Cenazeyęn deh ßervanan li çola xwedę, li ber kelegerma havînę bęxwedî mabű. Ev nűçe, di demeke kurt de, li hawîrdor ű li navenda Amedę belav bűbű. HEP hîn nű li Amedę ava bűbű. Li partiyę, li ser ßehîdketina van ßervanan, gotűbęjęn dűvediręj hatin lidarxistin. Dawiyę bi pęßengiya Serokę ßaxa HEP'ę ya Amedę, qerar hate dayîn ku herin cenazeyęn xwe bînin. Di nava bîst ű çar saetan de, bi sedan wesait, welatparęz ű endamęn HEP'ę, tevî konvoya ku li çateręya Amed-Liceyę li benda wan bű, ber bi Darahęnę ve bi rę ketin. Ev cara yekem bű ku gel li cenazeyęn ßervanęn azadiyę, wisa bi rengekî eßkere, xwedî derdiket. Girseya mezin li navenda Darahęnę sekinî. Girseyę, bi pęßengiya gundiyęn heręmę, cenazeyęn deh gerîlayan girt ű ber bi Lice-Amedę ve bi rę ket. Li Liceyę li nava Goristana Kaniyasipî gor hatin kolandin ű peyre jî cenaze hatin hilanîn.Pißtî ku Vedat Aydin axaftinek kir, ji bo xwendina Marßa Netewelî "Ey Reqîb" bang li girseyę kir, da ku kesęn dizanin Marßa Neteweyî bixwînin. Lę belę tevî Aydin tenę sę-çar kesî dikarîbűn sirűda neteweyî bixwînin. Urfî jî, ji serî heta dawiyę, di nava vę tevgerę de bű. Gelekî biheyecan ű dilcoß bű. Lę dema Sirűda Neteweyî hatibű xwendin, di dil ű hestęn Urfî de ßikestinek mezin pęk hatibű. Wî, ev cara yekem bű ku Sirűda Neteweyî bihîstibű. Gelek heyfa xwe li xwe dianî, digot: "Em kor bűne, em lal bűne. Va ye, her tißtę me heye, lę em pę nizanin?!" Hîn ku girse belav nebűbű, Vedat Aydin bang kir ku di sę roję de dîsa herin ser goręn ßehîdan. Urfî, dotira roję radibe diçe navenda Amedę. Çiqas kasetfiroß li Amedę hene, yek bi yek li wan digere, dipirse: "Gelo ka 'Ey Reqîb' di kîjan kasetę de ye ű kî distirę?" Dawiyę hîn dibe ku di kaseteke ßivan Perwer de heye. Urfî kaseta xwe dikire ű berę xwe dide gundę xwe ßęxana Liceyę. Bi sedan caran li kasetę guhdarî dike, heta ku 'Ey Reqîb' bi gotin ű melodiya wę ji ber dike. Roja sęyemîn, bi deh hezaran gel li ser goristana Kaniyasipî li hev civiyabű. Dîsa bi pęßengiya Vedat Aydin, Ey Reqîb hate xwendin. Belę, wę demę dengę Urfî jî tevî dengan bűbű. "......Kes nebę kurd dimirin, kurd jîn dibin....kurd jîn dibin..." Urfî, wę roję ji kęfan lingę wî erd nedigirtin. Digot: "Va ye, ez hîn nű hatime dinę." Pißtî sę roja wan ßehîdan, em bi hev re çűbűn Tatwanę. 1015 roj di pey definkirina ßehîdan re, dema me rojnameya Ülke kirî ű xwend, me dît ku di manßeta wę de "Amed de Serhildan" dinivîse. Dema me rojname xwend, em çi bibînin?! Ew Vedat Aydin, ew kewę rubat, ew pęßewayę bętirs ű ßareza. Dijminęn hov, bi bębextî, ew revandine ű bi îßkenceyęn xedar ew qetil kirine. Li Amedę, di cenazeyę wî de, bi sedhezaran mirov meßiyane. Dijminęn hov ęrîß birine ser girseya gel, bi dehan kes hatine kußtin ű bi sedan kes birîndar bűne. Ű em. Em pę nehesiyane. Ji bo cenazeyę Vedat Aydin, ji Pasűr, Farqîn, Amed, Ęlih, ßirneq heta ji Cizîrę, ji her aliyî, ref bi ref, welatparęzęn tund, ber bi Licę ve bi rę ketibűn. Roja din xeber hat ku girseya Pasűr, li ser pira Çema Pasűrę hatiye gulebarankirin. 12 kes hatine kußtin ű bi dehan kes jî birîndar in. Pißtî bihîstina vę nűçeyę, ędî nema sebra gel dihat. Serę sibehę zű, bi hezaran însan li binę Licę, li ser Papűra Pasűr giha hev. Girseya mezin a Farqîn ű Amedę jî hatibű heta texta Engulę. Pęßiya girseyę li biniya Licę ji aliyę tîm, polîs ű leßkeran ve hate birîn. Bi tankęn almanî ű bi zerîpoßan dor li girseyę girtin. Vę carę, girseyę berę xwe da navenda Liceyę ű ber bi Qonaxa Qeymeqamtiya Licę ve meßiya. Urfi, fanęreyeke ji rengęn kesk, sor ű zer lę bű. Kefiyeke xeydbelek jî li serę xwe pęçabű ű di pęßiya girseyę de dimeßiya. Dema girse gihîßt sűkę, a di wę demę de, ji ser banę qonaxa qeymeqamtiyę, ji ser banę postexaneyę ű ji her aliyî ve gule li ser girseyę, ji aliyę tîm, polîs ű leßkeran ve hatin barandin. Guleya pęßîn, li defa singę bengiyę Sirűda Neteweyî "Ey Reqîb" Heval Urfî ket. Bi teqîna guleya pęßîn re, ew, wekî dilopę kete xwarę. Bęyî ku tu deng ję derkeve, xwîna sor a Heval Urfî li kolana sűka Liceyę herikî. Wekî barana meha avręlę, gule ű berîk bi ser gel de dibariyan. Dę, weled diavęt. Di encama vę gulebarandina hovane de, tevî welatparezekî bi navę Fahri Beytaß, pęßewayę xwezayî yę gel Heval Urfî Aksakal ßehîd ketin. Heman roję di tarîtiya ßevę de, li ber roniya agirekî gur ű bedew, bi beßdariya bi hezaran gel, li keviya Papűra Lice-Pasűr, li ser girekî biçűk a di nava goristanęn gundę ßęxana Licę de, gora ßehîd Urfi hate kolan. Bi stranęn "Berxwedan Xweß Doz e", "Xum Xum ji Çiyę Tę", bi govend ű tililiyan Heval Urfi kete hembęza axa welatę xwe. Pißtî xwendina telqînę, bi hezaran ciwanęn ku heval Urfi sirűda neteweyî fęrî wan kiribű, wan jî li ser gora wî "Ey Reqîb" xwend.

[AW79B2] 
ßoreßę rengę stranęn gelęrî jî guhart (Heręm: Męrdîn)
Apo çű seyda berana, serbanyę min lo lo! 
Di zargotina kurdî beßa stran ű klaman de, huner, hezkirin, evîn, daxwaz, ji nav gelek taybetiyęn cur bi cur, xwe bi awayekî berbiçav didin der. Hunereke heya tu bęjî bes kűr, heszkirin ű evîneke jidil dertę ji devę bęjeran. Daxwazęn hezkirin ű evînę, bi awayekî pir vekirî tęn zimęn. Her wiha di stranęn gelęrî de hunera ßibandinę ű kafîiye jî balę dikißînin ser xwe. Stran ű klamęn jęrîn jî mînakine ji van in. Ev kilama bi navę 'Seydayę min lo lo', berę bi piranî li ser birayan ű hezkiriya wan dihate gotin. Bi piranî jinan an jî xwißkan hezkirina xwe ű wekî leheng ű egîd dîtina bira an hezkiriyęn xwe bi vî awayî dianî zimęn. Lę îro (di dema berhevkirinę de jî bal kißand), gava dor tę ser gotina navan, dayik ne navęn bira an jî kesekî ji malbata xwe, pęre pęre dixwazin navę Serokę xwe Abdullah Öcalan bibęjin; an jî bilęvkirina navęn lehengęn jin ű męr ęn ku di nav tękoßînę de cî girtine ßehîd ketine, wekî daxwaza wan a yekemîn xwe dide der.
Seydayę min lo lo! 
Ma ew kî çű seyda berana axayę min lo lo 
Ma ew kî çű seyda berana serbanyę min lo lo 
Apo çű seyda berana seydayę min lo lo 
Apo çű seyda berana serbanyę min lo lo 

Ma ew kî anî tev karbana axayę min lo lo 
Ma ew kî anî tev karbana serbanyę min lo lo 
Jiyan anî tev karbana axayę min lo lo 
Jiyan anî tev karbana serbanyę min lo lo 

Ma ew kî çű seyda karika axayę min lo lo 
Ma ew kî çű seyda karika serbanyę min lo lo 
Egîd çű seyda karika axayę min lo lo 
Egîd çű seyda karika serbanyę min lo lo 

Ma ew kî anî tev pelika axayę min lo lo 
Ma ew kî anî tev pelika serbanyę min lo lo 
Sema anî tev pelika axayę min lo lo 
Jiyan anî tev pelika serbanyę min lo lo 

Karban: Morîkęn dest ű stűyan (taki) 

Yar gulî yarid gulî 
(Bi piranî li tevrik, eßęf ű hwd. pale davęjin ber hev ű din.) 
Ez çűm dikana dugulî yar gulî yar gulî yarid gulî 
Min topek qumaß anî, yar gulî yar gulî yarid gulî 
Li ber serę kę danî yar gulî yar gulî yarid gulî 
Li ber serę Egîd danî yar gulî yar gulî yarid gulî 

Ma ew kî hat ű hilanî yar gulî yar gulî yarid gulî 
Xurbet hat ű hilanî yar gulî yar gulî yarid gulî... 

Ha ava 
(Ev kilam di dawetan de, gava bűk ji hundir tę derxistin, tę gotin. Kilam bi dorę xîtabî bavę bűk ű zavę dike.) 
Ha ava ava ava Ezîzo malî ava 
Te çi zű Welat kir zava 
Lo keko malî ava 

Ha sűkî sűkî sűkî lo Ferhat malî sűkî 
Te çi zű Roję kir bűkî lo keko malî sűkî 

Hey lę lę wey lo lo! 
Ez çűme xanî bi xanî, hey lę lę, wey lo lo 
Ka zerya li ber vî canî, hey lę lę, wey lo lo 

ßevę din min xewnek dîbű, hey lę lę, wey lo lo 
Xewn xęr be bi çi ßiklî bű, hey lę lę, wey lo lo 

Min dît qesrek spî bű hey lę lę, wey lo lo 
Qesra Îmam Elî bű, hey lę lę, wey lo lo 
(Stran li gorî daxwazę dikare bęn diręjkirin.) 

Me da we 
Wekî di kilama jęrîn de jî diyar e ű li gelek deveręn welęt ev kirin hîn jî li dar e, li gelek heręmęn welęt bo berdęla bűkę qelen dihate standin. Wekî qelen pere, zęr, tißtęn lixwekirinę (fîstan, çarî an destmalek) dahl, xanî, sewal (çęlek, bizin, mî ű hwd.) dihate dayîn; heta wekî di kilamę de jî derbas dibe tißtęn xwarinę; genim, bo sewalan ceh, heta heta ręsiyek an du ręsî jî wekî qelen hatine dayîn. 
(Vę stranę, gava bűkę ji hundir derdixin dibęjin. Li gorî stranę çarîn dikarin bęne zędekirin. Bi gotina vę klamę ku bęhtir gava ji 'xerîban' bűkę tînin dibęjin, 'malbata bűkę hęrs dikin'.) 

Me da we me da we genimę çalan 
Me ji we stand, me ji we stand jina mala 

Me da we, me da we bizna kulek 
Me ji we stand, me ji we stand Ezîza çavbelek 

Bűkę megrî 
(Vę stranę gava bűkę ji hundir derdixin dibęjin. Di vir de, xęlî bűkę geh ßa dikin, geh jî digirînin.) 
Xaniyę bavę bűkę çal a 
Van dilopan nale nal a 
Bűkę megrî zava kal a 

Xaniyę bavę bűkę kanî 
Van dilopa xan ű manî 
Bűkę megrî zava canî 

Xaniyę bavę bűkę kort o 
Van dilopan norte nort o 
Bűkę megrî zava xort o 

Bavę bűkę qesr ű xanî 
Birę bűkę qesr ű xanî 
Bűkę megrî zava canî 

Ęvara hinę ye 
(Ev stran ęvara hineya bűkę, li ser hinę tę gotin) 
Ęvara hinę ye hevalę, 
Ęvara hinę ye delalę 

Hinę di teßtę kin delalę 
Li simbęlę zavę kin hevalę(2) 
Li destę bűkę kin delalę(2) 

Ęvara hinę ye hevalę hevalę 
Ęvara hinę ye delalę 
Bűk derket hewßę ye hevalę 
Bűk derket hewßę ye delalę 

Hineka Diyarbekir hevalę 
Hineka Diyarbekir delalę 
Nerm kir bi ßîr ű ßekir hevalę 
Nerm kir bi ßîr ű ßekir delalę 

Zava 
Zava zava zava zava 
Kekę mino zava 

Çi zavakę li bin bihokę 
Kekę mino zava 
Qutkę wî ji pelę dîrokę 
Mala Xwedę ava 

Çi zavakę li ser çiyayo 
Kekę mino zava 
Çi zavakę li ser çiyayo 
Mala Xwedę ava 

Min go ez bęm ű bęm 
Îßev ßeva teyrokę, belkî ez bęm ű bęm ű bęm 
Cîkî deyne li esrokę min go ez bęm ű bęm ű bęm 
Ji bo xatirę xewokę min go ez bęm ű bęm ű bęm 

Îßev ßeva baranę belkî ez bęm ű bęm ű bęm 
Cîkî deyne li hęwanę min go ez bęm ű bęm ű bęm 
Bo xatirę razanę min go ez bęm ű bęm ű bęm 

Îßev ßeva berfę yo belkî ez bęm ű bęm ű bęm 
Cîkî deyne li odę yo min go ez bęm ű bęm ű bęm 
Bo xatirę xewę yo min go ez bęm ű bęm ű bęm 

[AW79B3] 
Ręwî
Tifű! 
"Dîsa ręz!" 
Bayram, gava ręza ku mîna zincîrekę ya mirovęn ku li benda otobűsę bűn dît, qehirî. Tif kir. Tifa wî li hewa belawela bű. Tifa Bayram hę li erdę hißk nebűbű, jinikekę di ręzę de, ku etekekî reß ű kin lę, gomlekekî spî, li ser gomlekę wę rozeta Atatürk hebű ű di binę gomlekę wę re laßę wę xuya dibű, bi ser Bayram de qîriya ű got: "Tu fedî nakî, te dinya nedîtiye, tu tifî erdę dikî...!" 
Bayram di cih de sar ma; wekî karekî gelekî nebaß kiribe lal bű. Nema zanîbű ku wę çi bęje. Nekarî bersiva jinikę bide. Bayram ne dizanî ji bo qîrîna jinikę biqehire an, wę pißtre, li ser piyan, bi otobűsę, biçűya heta ser karę xwe ű di rę de biwestiya, ji ber vę yekę biqehire. Bayram, gotinęn jinikę bę bersiv hißtin ű kete ręzę. Di ręzę de xeyala bajarę xwe kir. Got: "Bajarę me çiqas xweß e. Biçűk e. Kes li benda otobűsę nasekine. Lę li vir?" Di vę navberę de zilamekî agir ji Bayram xwest, ku cigareya xwe pęxe. Bayram bi ser ve xwe hat ű agir da zilęm. 
Ji mirovęn ku li benda otobűsę bűn, ręzeke dűvediręj pęk hatibű. Di ręzę de; ßagirt, jin, męr ű mirovęn kal hebűn. Bayram jî pißtî vę pevçűnę, bi będengî, li benda biręketina otobűsę sekinî. Li pęßiya wan rawestgeha ku ję otobűs radibűn Topkapiyę, li dű wan rawestgeha Beßiktaßę ű li hemberî wan jî rawestgeha otobűsęn ku diçűn taxęn cur bi cur hebűn. 
Mirovęn ku di ręzę de bűn, gelekî li benda otobűsę man. Di serę ręzę de yekî bi hęrs got: "Ew tu karî nakin, tenę dikarin pereyęn xelkę bixwin. Binęrin saetek e em li benda otobűsę ne, hę jî nehatiye." 
Peyre jinikekę got: "Rast e" ű hew. Zilamekî jî tenę kir ofînî. Ędî kesî dengę xwe nekir. Her kes wekî ku ji halę xwe razî be, bű. Bayram xwest ku tißtekî bęje, lę dîsa jî poßman bű ű peyva xwe daqurtand. Hinekî din sekinîn. Pißtî nîv seatę otobűs hat. Yeko yeko lę siwar bűn. Bayram jî lę siwar bű. Bilęta xwe avęt sendoqa bilętan. Xwest nęzikî deriyę otobűsę yę navîn bisekine; bi hesinę rűnißtekekî girt. Ketibű nava xewn ű xeyalan. Gava ku bi xwe hesiya, li mirovan nihęrî, dît ku jinika ku gava dinę pę re pevçű bű, li paldanka ber wî de rűnißtiye. Dema çav bi etekę jinikę ket, çav lę bűn tas... Hinek hest ű ramanęn berzeq bi Bayram re çębűn. Jinikę li Bayram nihęrî. Peyvęn jinikę yęn di dema tifkirinę de hatin bîra wî, yekser cihę xwe guhart. Her çiqas otobűs mißt tijî bű jî, bi zorę ber bi deriyę dawî ve çű; di vę navberę de bi xeletî pę li lingę keçikekę kir. Zarîneke kęmdeng ji keçikę hilhat. Bayram got: "Bibore, bi xeletî min pę li lingę te kir." Keçikę xwest di ser Bayram de biqîre, lę dîsa jî hęrs nebű ű bi nazikî got: "Pißtî ku te pę li lingę min kir, bibore beredayî ye ű ez dę bęjim çi? Diviya berî ku te pę li lingę min bikira, hay ji xwe hebűya!" Bayram çend gavęn din ber bi dawiya otobűsę ve çű. Di vę tijebűna otobűsę de, xwędan da ű aciz bű. Li derdora xwe nihęrî. Çavęn xwe li ser mirovan gerandin. Her kes diponijî. Nęrînęn wan ji bo Bayram tu tißt îfade nedikir. Wexta li benda otobűsę bű, hate bîra wî ű di ber xwe de got: "Ev çi miletekî ecęb e. Bi saetan di ręzę de li benda otobűsę, bilęt standinę, benda kirîna nan ű hwd. dimînin, ne xema wan e. Di otobűsę de ji germa dißewitin, ne xema wan e. Tu tißt ne li ser bala wan e. Heßayî wan, tu dibęjî qey dewar in. Qey ji ber vę yekę ye ku beramberî her bűyerę, ev gel dengę xwe nake? Tißt biha dibin, kes dengę xwe nake, ßer radibe, zarokęn wan tęne kußtin, kes dengę xwe nake. Lę di van rojęn dawîn de, ez jî nema dengę xwe dikim. Gava ez ji welęt nű hatibűm, ez ne wisa bűm. Ez diqehirîm, li zora min diçű. Gelo ez jî hędî hędî..." Kęfa wî, ji vę gotina wî ya dawîn re nehat. Nedixwest, ew jî bibe wekî wan, lę hędî hędî wî jî pęjna tißtęn bi vî rengî dikir; di vî bajarę mezin de guherîbű. 
Otobűs gihîßtibű ser pirę. Ji deryayę bayekî hęnik dihat. Hęßînahiya behrę kęfa mirovan dianî ű mirov pę ßa dibűn. Her çiqas bayekî hęnik ji behrę dihat jî, germahî nedißękand ű bi tijebűna otobűsę jî ręwiyan zędetir xwędan dida. Bayram ji bęrîka xwe destmala xwe derxist ű pę xwędana xwe malißt ű pißtre destmala xwe dîsa kir bęrîka xwe. Li hember wî keçikeke ku temenę wę li dora bîst ű sę salan bű hebű. Li ser wę îçlikekî (gomlekek) bęestî (bęçeng) hebű. Ji germa, keçikę du pißkovęn îçlikę xwe vekiribűn. Di vę rewßę de ędî sîngű beręn wę dixuyan. Bayram lę nihęrî. Dilę wî hilavęt. Laßę wî ricifî. Berę haya keçikę tunebę ku Bayram lę dinihęre; pißtî ku tęgihîßt ku Bayram lę dinihęre, bi ser Bayram de qîriya: "Ma te dinya nedîtiye, çavęn te beloq bűne!" Bayram ßerm kir; matmayî ma. Xwest ku bersiva keçikę bide ű bęje: "Rast e min sîng nedîtine" Dîsa di ber xwe de: "Ezę zędetir gosartme ű rezîl bibim" got, dev ji vę fikra xwe berda ű serę xwe kir ber xwe. Bayram, ji ber ßermkariya xwe hinekî din ber bi dawiya otobűsę ve çű. Hema hema ędî hatibű dawiya otobűsę. Di vę tijebűna otobűsę de Bayram ji xwe xwędan dabű. Bi wę fedîkariya wî re jî, xwędan, wekî avę, ję dihat xwarę. Te digot qey bi van kincan xwe avętiye hewzekî ű hę nű ję derketiye. Bayram gihîßt dawiya otobűsę. ßaßiyęn wî yęn ji siwarbűna otobűsę ű heta wę çaxę li ser bű ű di ber xwe de diaxivî. Dengę wî baß dernediket. Jinika ku kęleka Bayram bű, got qey ji wę re dibęje ű ji Bayram pirsî: "Bibore! Min fęm nekir?" Bayram bi ser xwe ve hat ű li jinikę vegerand "Min ji te re negot". 
Otobűs gihîßtibű Mecidiyeköyę. Pęl li pißkovę kir, da ku otobűs li rawestgehę bisekine. Bi pęlękirina pißkovę re li derűdora xwe nihęrî. Bűyeręn di nava otobűsę de qewimîbűn, hatin bîra wî. Di wę demę de got qey her kes li wî dinihęre. Ji fediya rűyę wî sor ű kincęn wî jî ji xwędanę ßil bűbűn. Pißtî deqîqeyekę din otobűs li rawestgehę sekinî ű Bayram peya bű. Bi peyabűnę re oxînek kißand ű kincęn xwe yęn ku pę ve zeliqębűn rast kirin ű ber bi fediyęn nű ve, da rę... 

[AW79B4] 
Paręznameya duyemîn a Abdullah Öcalan jî bű pirtűk
Pißtî paręznameya pęßîn, paręznameya duyemîn a Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan jî wekî pirtűk hate çapkirin. Wekî pirtűka pęßîn, ev berhem jî ji hęla Weßanęn Memę ve hatiye çapkirin. Navę vę pirtűkę wekî "Kürt Sorununda Çözüm ve Çözümsüzlük Ikilemi (Di Kęßeya Kurdî de Durę: Çareserî ű Bęçaretî)" hatiye danîn. Di nava vę paręznameyę de Serokę Gißtî yę PKK'ę Öcalan balę dikißîne ser encama siyasî ű civakî ya her du tercihan. Ango rewßa pißtî çareseriyę jî ya domandina ßer jî bi awayekî zelal li ber çavan hatiye raxistin. Di paręznameyę de bersiva nirxandina dawîn a dozgeran (mutala) jî hatiye dayin. Di vir de Öcalan bal kißandiye ser rewabűna serhildana PKK'ę ű mercęn ku bűne sedema vę serhildanę. Di beßa bi sernavę "Mirov nikare qanűnîbűna serhildanę nîqaß bike, divę mirov rewabűna wę nîqaß bike" de zilm ű zora li ser gelę kurd ű rewßa salęn ręveberiya leßkerî hatine bibîrxistin. Di vę beßę de hatiye diyarkirin ku kęßeya kurdî ji hęla PKK'ę ve nehatiye afirandin, PKK'ę ű serokę wę ev kęße li Enqereyę li ber xwe dîtiye. 
Di beßęn duyemîn ű sęyemîn de li ser taybetiyęn PKK'ę ű pęwîstiya guherîna wę hatiye rawestandin. Di beßa duyemîn de mercęn heyama ku PKK hatiye avakirin ű bandora neyinî ya wan mercan li ser teßegirtina PKK'ę hatiye vegotin. Di beßa bi sernavę "ßerę ku min li dijî feraseta ßaß a ręxistinî ű çalakiyęn a PKK'ę daye, rastiyek e" de, bandora hest ű ramanęn paßverű li ser tevgeręn endamęn PKK'ę hatiye analîzkirin ű hatiye gotin ku li dijî van tevgeran ßerekî navxweyî hatiye meßandin. Di beßa çaran de hatiye gotin ku li ber Tirkiyeyę du rę hene, heke bide kîjan riyę dę bi encamęn cihę re rű bi rű bimîne. Sernavę beßa pęncemîn bi vî rengî ye: "Serhißkiya di ßer de dę sedsala dahatű jî ji dest bibe". Her wekî ji sernav jî tę fęmkirin di vę beßę de li ser encamęn israra di ßer de hatiye rawestîn. Di dűmahîka vę beßę de hatiye diyarkirin ku hęza PKK'ę heye ku vî ßerî bi salan bidomîne ű heke çareserî pęk neyę dę Tirkiye bikeve rewßa Yűgoslavyayę. Beßa dawîn jî derfetęn ku dę çareseriya kęßeya kurd bi xwe re bîne, li ber çavan radixe. Sernavę vę beßę jî wiha ye: "Bo kęßeyan çareseriya demokratîk dę pęßeroję bi Tirkiyeyę bide qezenckirin." 

[AW79B5] 
Dewlet jî kurdî înkar nake! 
Peyva 'zimanę kurdî' qedexeye lę 'mafyaya kurdî' serbest e 
Bi destpękirina Doza Sedsalę re nîqaßa li ser çand ű zimanę kurdan kete merhaleyeke nű. Di nav civaka kurd, tirk ű dinę de jî ev nîqaß gurtir bű. Her çiqas hin kesęn wekî ßükrü Elekdag dibęjin, divę mafę kurdan bę pejirandin jî, derdoręn nîjadperest jî wekî her gav dibęjin: "Kurd nîn in ű ew tirk in." Mînakeke berbiçav di bernameya Hulki Cevizoglu ya bi navę 'Ceviz Kabugu'de derkete holę. Her wiha męvanę bernameyę ku ew bi xwe MHP'yî ű wezîrę dewletę bű di gel ewqas pęßketinan jî bi hęsanî digot: "Kurd nîn in." Diyar e ku ev peyva 'Kurd hene an nîn in, ziman ű çanda wan tęra perwerdehî, weßanę ű hwd. dike an nake?" wę demeke diręj were nîqaßkirin. Serokę Rűmetę yę Kongreya Neteweyî ű Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan di roja sisiyan a Doza Sedsalę de, di paręznameya xwe de li ser zimanę kurdan wiha got: "Qedexeya li ser zimanę kurdî, zordariyeke gelekî dijwar e." 
Jixwe kurdan jî ji bo vę yekę serî hildaye ű bi vę serhildanę xwe bi dewletę sedî sed nedabe pejirandin jî bi dinę (ne fermî be jî) daye pejirandin. Li ser pejirandina kurdan ű zimanę wan, belgenameya ku TOSAV'ę amade kiriye ű pęßkęßiya wę Dogu Ergil dike, kurd bi vî awayî hatine pejirandin: "Li Tirkiyeyę hebűna kurdan, ango 'Realîteya Kurdan' mixabin pißtî xwînrijandinę hatiye dîtin." Ev rapora TOSAV'ę ku di meha edarę de hatiye amadekirin, ji serî heta binî li ser tękiliya kurd ű tirkan disekine. Di rapora navborî de, di xalekę de bi awayekî fermî, li ser pejirandina zimanę kurdî jî disekine. Ev rapor bi zimanę tirkî hatiye amadekirin ű li zimanę kurdî ű gelek zimanęn biyan jî hatiye wergerandin. Lę dewletę ev rapor nepejirandiye ű li hemberî vę raporę di Dadgeha Ewlehiya Dewletę de doz vekiriye. Di vę dozvekirina li hemberî raporę de mirov nęzîktędayîna li hemberî zimanę kurdî baß dibîne. 
Her wiha li Tirkiyeyę her çiqas nîqaßęn bi vî awayî hebin jî, li gorî dewletę pîvana kurdbűnę, di van mînakan de xwe dide der:
1- Polîsekî li Îzmîrę xwest xwe bikuje ű bi kurdî diaxivî. 
2- Yek ji 'mudaxîl'ęn ku çűbűn îmraliyę bi kurdî diaxivî. 
3- Kurdęn ku karę tilyakę dikin ji wan re jî bę sansűr 'mafyaya kurdan' tę gotin. 
Kesęn kurd ku di nav van pîvanan de bin, wan dipejirînin. Her wiha kesęn ku bi kurdî biaxivin ű li dijî kurdan bin, tęn pejirandin. Lę kesęn ku derveyî wan pîvanan bin li beramberî zor ű zehmetiyan jî dimînin. Vę dubendiyę hin nivîskaręn ku nęzî dewletę ne jî bi zimanę xwe wiha dinivisînin: "Em zimanę kurdî bipejirînin jî tißtek nabe. Jixwe kes pę naxive ű kes bi kurdî naxwîne". Diyare ger kurd li zimanę xwe xwedî derkevin ű çanda xwe biparęzin ev kes nabęjin em nasnameya wan bipejirîn.

[AW79B6] 
Gayę min jî çű, kűpę min jî çű 
Surgiciyek di kűpękî de ka dide gayę xwe. Gava ka di binę kűp de hindik dimîne, ga serę xwe baß dike binę kűp ű kaya mayî jî dixwe ű diqedîne. Lę serę gę di nava kűp de dimîne. Dike nake nikare serę xwe ji nava kűpę derxe. Xwediyę gę jî difikire, dike nake ew jî çareyekę nabîne ku serę gayę xwe ji kűpa derxe. 
Radibe diçe ba rűspiyę gund. Xwe davęje bextę rűspiyę gund ku gayę wî ji vę rewßę xelas bike. 
Rűspî mîna ku bi kęßeyeke zor re rű bi rű be, kűr kűr difikire. Gundî giß xwe davęjin rűspî ű dibęjin: "Çareyekę ji gę re bibîne." Rűspî wekî ku çareyeke dîrokî bibîne, dibęje: "Belę çareyek heye. Divę em serę gę ję bikin." Gundî hema qebűl dikin ű serę gę ję dikin. Lę belę serę gę dîsa jî ji kűp dernakeve. Rűspî dîsa ji gundiyan re dibęje: "Kűp jî bißkînin." Xwediyę gę kűp dißikîne. Gava rűspî xatir ji gundiyan dixwaze, gundiyę xwediyę gę, çavęn wî sor dibin ű dibęje: "Wex li min, gayę min jî çű ű kűpę min jî çű." 

Das har bűye 
Surgicî zaf jęhatî ne. Jiyana wan bi xebatę derbas dibe. Di nav xebatę de carinan qeze jî pęk tęn. Rojekę di dema xebatę de das li destę wî dikeve ű du tiliyęn wî ję dibin. Li ser vę yekę ew pir diqehire ű dibęje: "Ezę vę dasę ceza bikim." Lę çawa? Ji bo vę yekę diçe ba rűspiyekî ű ję re hal ű hewala xwe dibęje. Rűspî destę gundî baß girę dide ű ji bo cezakirina dasę, rę nîßanî gundî dide: "Here dasa xwe tęxe ęgir ű bikute." 
Gundî diçe dasę dixe nava ęgir ű dikute. Lę belę ji sorbűna dasę tu tißtî nabîne. Nakeve serę wî ű ji xwe re dibęje: "Ev ceza ji dasa min re hindik e." Radibe dîsa diçe ba rűspî. Îcar rűspî ję re dibęje: "Here dasa xwe tęxe nav kayę ű bifetisîne." 
Gundî tę, dasa ku di nava ęgir de bűye wekî pizot, dibe dixe nava kayę. Ji xwe dema dasa sor dikeve nava kayę, ka dißewite. Wę gavę di nav kadînę de pisîkek heye. Pisîk, ji ber ęgir, bi tirs, direve. Xwediyę dasę ßaß dimîne ű dike hawar, dibęje: "Dasa min bűye pisîk ű direve." Bi pey pisîkę dikeve ű bi dengekî bilind bang li gundiyęn xwe dike: "Dasa min har bű. Gundîno alîkarî bikin, em vę dasa har bigirin." Li ser vę, gundî jî bi pey pisîkę ű zilam dikevin ű kadîn jî li wir dißewite. 

Hęka Qantirę 
Rojekę Rindo diçe deßta gundę Heciya Kurda. Li wir cara yekemîn di bostęn de kundir dibîne. Lę nizane ku kundir e. Çawa gundiyek dertę pęßiya wî ję dipirse: "Ev hęka kîjan heywanî ye?" 
Gundî pęßî ßaß dimîne. Hema dinihęre męrik bi safî dibęje, ew jî bi henekî dibęje: "Ew hęka qantirę ye, heger tu bixwazî ez dikarim bifiroßim te." 
Ev gotin dikeve serę męrikę Surgicî. Radibe bi kęf ű bi pereyekî pir wî kundirî dikire ű dibęje: "Ezę jî bibim xwediyę qantirekę." 
Bi kundirę xwe ve riya gundę xwe digire. Dema tę serę kaßekî, kundir ji destę wî dikeve ű tol dibe heya jęr. Gava kundir li ber kevirekî disekine, ji pißt kevir kîvroßkek dibeze. Rindo dibęje qey hęka qantirę ßikiyaye ű qantireke biçűk ję derketiye ű direve. Ji ber vę yekę jî li pey kîvroßkę baz dide ű dibęje: "Nere, neçe, ca (diya) te vaye." 

[AW79C1] 
Di cîhana global de rola NATO'yę (3) 
Sicîla stratejiyęn ku di nav ßer de xwe didin der xeternak in ßeręn veßarî yęn stratejiyęn dijber 
Her çend encameke diyarker derneketibe holę jî, serdestiya ku DYA'yę bi ßerę Kendavę bi dest xist hędî hędî ji holę radibe. Amerîkayę hîn li Kafkasyayę li ser Rűsyayę serdestiyeke teqez saz nekiriye. Her wiha di vî warî de bo Ewrűpayę tu înîsyatîf nehißtiye. Her çiqas di warę parkirina petrolę de navę ßîrketinęn petrolę yęn Ewrűpayę bę bilęvkirin jî ew ne xwedî giraniyekę ne. Li heręmę bi giranî di navbera Amerîka ű Rűsyayę de pevçűna serdestiyę heye. Rűsya tu car naxwaze heręma navborî ji dęst biçe. Di rewßeke wisa de Federasyona Rűsyayę dę biçűktir bibe. Amerîka li ser vę hevkęßeya hasas tevdigere. Pęvajoya parkirina Ewrűpaya Rojhilat gelekî balkęß e. Li aliyekî Almanya bi markęn xwe bi awayekî sergirtî Rojhilat dagir dike, li aliyę din NATO bi ęrîßan Balkanan feth dike. Ev her du rűdan di nav hev de ne. Pißtî ku li Ewrűpaya Rojhilat ű Balkanan sosyalîzm hilweßiya, bi serę xwe nîn be jî Ewrűpayę bi bayę bezę dest bi parvekirina heręmę kir. Ewrűpayę hewl da ku gav bi gav Ewrűpaya Rojhilat serdanpę bike endama Yekîtiya Ewrűpayę (YE). Bęguman Almanyayę serkęßiya vę yekę dikir. Li heręmę hema bęje "Dewletęn Yekgirtî yęn Almanyayę" dihate damezirandin. Lę, Amerîkayę ji du aliyan ve destkariya rűdana naborî kir: 1- Projeya berfirehbűna NATO'yę; li Ewrűpaya Rojhilat berfirehbűna NATO'yę di heman demę de di warę leßkerî de jî serdestiya wę bi xwe re dianî. Amerîka di vî warî de ji Yekîtiya Ewrűpayę bilezűbeztir tevgeriya. Polonya, Komara Çek ű Macarîstan berî ku bikevin YE'yę bűn endamę NATO'yę. 
Almanya, naxwaze NATO berfireh bibe. Lę, her çend nexwaze jî nikare bibe asteng. Ji aliyekî ve Amerîkayę li heręmę hetanî radeyekę riya karîgerbűna Almanyayę birî. 2- Mudaxaleya din a Amerîkayę jî wekî tę zanîn li Bosnayę bi ęrîßęn hewayî re dest pę kir. ßerę navxweyî yę Yűgoslavyayę Almanyayę da destpękirin; Ewrűpayę bi sersarî lę temaße kir. Di encamę de tengezar bű ű bo "çareseriyę" rę li ber Amerîkayę vekir. Reng, ßęwe ű encama ęrîßa ku Amerîkayę li dijî Yűgoslavyayę li dar xist baßebaß xweseriya polîtîkaya Amerîkayę dide der. Di van rűdanan de Ewrűpa bi piranî di rewßeke pasîf de ye. Ewrűpa li pey peydakirina "Nasnameya Ewlehî ű Parastinę" ye. 
NATO, Tirkiye ű Kurdistan 
Tirkiyeya ku nęzî 50 salî ye endama NATO'yę ye ű xwe wekî "benda li dijî koműnîzmę" dibîne di civîna NATO'yę ya 50'yî de belkî jî yekemîn car e rewßa xwe di xetereyę de dibîne. Babeta "Nasnameya Ewlehî ű Parastinę ya Ewrűpayę" ku bi pęßniyara Fransa ű Brîtanyayę hate rojevę, bi xwe re gengeßiyęn gur anîn. Dewleta ku herî zęde li dijî vę "nasname"yę radibe Tirkiye ye. Ev teza ku di bin banę NATO'yę de ręxistineke leßkerî ya nű diparęze bi tenę welatęn YE'yę di nava xwe de dihewîne. Li ser vę Tirkiye dibęje, "Ez li gorî biryaręn saziyeke ku ne endamę wę me tevnagerim" Tirkiye li sęgoßeya Kafkasya, Rojhilata Navîn ű Balkanan di heręma parvekirinę ya sę dewletan de cihę herî stratejîk ű xeternak e. YE'yę Tirkiyeya ku di polîtîkaya xwe ya derve de dilsoza Amerîkayę ye bo hevkęßayęn xwe yęn navxweyî guncaw nedît. Bęguman serkęßiya vę yekę Almanyayę kir. Tirkiyeya ku li heręmę refę Amerîka ű Îsraîlę tercîh kir, pißtî ku li derveyî YE'yę ma hęvîßkestî bű. Di serdema Sovyetistanę de bo Tirkiyeyę bi tenę Rojavayek hebű, lę, îro Rojavane yek e. Her wiha ev her du ref di nava pozberiyeke tund de ne. Bi rűdanana re diyar bű ku girîngiya Tirkiyeyę ya stratejîk bi tenę ne girędayî corafyayę ye. Tirkiyeya ku di warę aborî de girędayî Ewrűpayę ű di warę leßkerî de girędayî Amerîkayę ye, ger ji Ewrűpayę bę vederkirin dibe ku bo Amerîkayę jî bę qedr ű qîmet bimîne. Tirkiye dę di pęßeroję de beramberî çewisandinęn giran ęn derve bimîne. Diyar e ku di pęßeroję de rewßa Tirkiyeyę ya li nav NATO'yę dę bę gengeßîkirin ű di nava dorpęçeke polîtîk de bimîne. Dema ku mirov bala xwe dide ser rewßa polîtîkaya navxweyî ya Tirkiyeyę hema bęje rojęn Îttihat ű Terakiyę yęn berî ßerę Cîhanę yę Yekemîn tîne bîra mirov. Gelo Enver Paßayek dę derkeve? Nayę zanîn. 
Trajediya mirovahiyę ű NATO 
Vę pęleyę di ßîroveyęn ku di çapemeniya Rojava de li ser ßerę Kosovayę tęn kirin de kęßeya kurdî jî bi dorfirehî tę bilęvkirin. Heta nirxandinęn bi rengę, divę NATO mudaxaleyî Tirkiyeyę bike jî tęne kirin. Eger em bawer bikin ku NATO ji bo "rawestandina trajediya mirovahiyę" mudaxaleyî Kosovayę dike, divę ji bo rawestandina trajediya ku li Kurdistanę ev pazdeh sal in didome jî mudaxaleyî heręmę bike. ßerę ku 15 sal in li Kurdistanę didome nîßan dide ku NATO ji bo trajediyęn wiha mudaxale nake. Dema mirov li Balkanan dinęre ji bo mudaxaleya NATO'yę du sedemęn bingehîn hene: Sirbistan li gorî "Pergala Cîhanę ya Nű tevnagere ű li dijî Amerîka ű Ewrűpayę radibe, li aliyę din arnavűtan serdanpę riya rizgarbűna xwe spartiya NATO'yę. Rewßeke wiha bo mudaxaleya NATO'yę pir guncaw e. Di rastiyę de bi Peymana Washingtonę re NATO'yę bi awayekî mudaxaleyî Kurdistanę kiriye. Lę, dema mirov hevkęßeyęn heręmę raçav dike, diyar e ku NATO ji bo kęßeya kurdî bi tevayî nikare mudaxale bike. Dubendiya di navbera Amerîka ű Ewrűpayę de hîn li ser Kurdistanę xwe nade der. Hewldanęn Öcalan ęn bo çareseriya siyasî yęn li Ewrűpayę nîßan da ku tu tesîra Ewrűpayę li ser Amerîka ű heręmę tune. Di "Pergala cîhanę ya Nű" de rola Kurdistanę çi ye? Îro ne Ewrűpa ű ne jî Amerîka bersiveke berbiçav dide. Lę, ji ber ku Amerîka ű Ewrűpa xwediyę stratejiyęn ciyawaz in tevgeręn wan ęn li heręmę jî ciyawaz in. Amerîka aloziyeke ku dikare konrol bike dixwaze. Bo Ewrűpayę jî kęßeya kurd li ber tękilîdanîna bi welatęn heręmę re asteng e. Ewrűpaya ku dixwaze bi Îran, Iraq ű kęm be jî bi Sűriyeyę re tękiliyęn xwe bi pęß bixe beramerî astenga aloziya ku Amerîkayę derxistiye dimîne. 
Di encamę de mirov dikare bibęje li kîjan quncikę 'Cîhana Nű' li dijî împeryalîzmę liv ű lebatek hebe NATO dę mudaxaleyî wir bike. Stratejiya nű ya NATO'yę ręlibergirtin ű çewisandina reaksiyon ű gira "cîhana sęyemîn" a li jî "bihußta Rojava" ye. Li ser vî esasî di wezîfeya NATO'yę de tu guherîn tune. Berę li dijî wę, artęßęn sazbűyî ű sîstema sosyalîst hebűn. Niha ew jî tune ne. Niha mesele ji nava wę diqewimin. Ędî ji îro ßűn de eger NATO mudaxaleyî heręmekę bike dę beramberî dorgirtina komęn gerîlayęn, ku ji gelan pißtevaniyę digire, bimîne. Di sedsala 21'ę de rewßa NATO'yę dę veguheze rewßa artęßęn ku li hemberî ßerę gerîlatiyę bęçare dimînin. 
(Qediya) 
Tębinî: Ev nivîs ji kovara Serxwebűnę ya meha gulanę bi kurtebirî hate wergirtin ű li kurdî hate wergerandin. 

[AW79C2] 
Öcalan ű qefesa ji camę 
Węneyę Abdullah Öcalan ę roja ku hatibű girtin tu car ji bîra min naçe: Öcalan bi rűyę xwe yę ku bi tesîra derziya tilyakî werimîbű ű bi çavęn xwe yę ku ji ber heman derziyę vir de wę de dilebitîn bi qoltixa balafirę ve hatibű girędan. Du kesęn ji hęzęn ewlehiyę ser ű rűyę xwe bi rűpűßan veßartibűn, ji bin van rűpűßan bi tenę çavęn wan ku ew dißibandin firindeyęn dirinde, xuya dikir. 
Awiręn wan tűj ű bęwijdan bűn. Di destpęka pűßperę de węneyekî Öcalan ku di rojnameyęn biyanî de hatibű weßandin, di bîra min de xwe ręç ű ßopa xwe hißt. Min ev węne dema ku ez ji welatekî din vedigeriyam di balafirę de dît. Di węne de, serokę ßoreßgeręn kurd di nava qefeseke ku berik lę bandora nake de li ser piya rawestiyabű ű dihat darizandin.Bi rastî jî darizandineke bęhempa ye. Abdullah Öcalan ji męj ve ye nűnertiya gelekî ku li dijî nîjadperestiyę tędikoße, dike. (...)
Dîlketina Öcalan ji berxwedana kurdan a li seranserę cîhanę tißtek kęm nekir. Berevajî vę yekę, vę bűyerę kesęn ku ji berę ve dilxwazę PKK'ę bűn ű yęn ku ew rexne dikir, gihandin hev. Lę hę jî rayedaręn tirk dîlgirtina Öcalan wekî serkeftineke mezin dibînin ű dixwazin vę bűyerę wekî destpęka astengkirina serkeftina tevgera kurd binirxînin. 
Lewre jî, du hefteyan pißtî girtina Öcalan bi heman mebestę dewletę doza girtinę li HADEP'ę vekir. Wekî sűc jî helwesta aßtîxwaz a rayedaręn HADEP'ę hate nîßandayin. Her wiha di dema hilbijartinęn 18'ę avręlę de jî gelek endam ű rayedaręn HADEP'ę hatin girtin. Lę tevî vę yekę jî HADEP'ę di hilbijartinę de serkeftineke mezin bi dest xist. Li paytexta heręma kurdan Amedę ji sedî 65'ę dengan wergirt ű li gelek cihan jî belediye bi dest xist. 
Ji ber polîtîkayęn gundßewitandinę ű vederkirinę ya hikűmeta ku ji koalîsyona DSP'ę ű partiya neteweperest ku di salęn 1970'yî de gelek kurdęn welatparęz ű endamęn PKK'ę kußtine, niha gelek kurd li hemű bajaręn Tirkiyeyę belav bűne ű li guhę bajaręn mezin dijîn. 
Kurdan ßewitandina gundęn xwe, kußtina maliyęn xwe ű ji roja ku ji Naîrobiyę hatiye revandin heta îro biçűkxistina serokę xwe ű neheqiya ku li wan tę kirin bi çavęn serę xwe dît. Dűr nęzîk ewę bixwazin ku tola van tißtan ű tola mafęn xwe yęn ku hatine binpękirin ne tenę ji dewleta tirk, her wiha ji hęzęn ku ji męj ve ye ji bo berjewendiyęn xwe yęn aborî ű leßkerî ű ji bo kontrolkirina vę heręma girîng pißtevaniya vę dewletę dikin jî, bistînin. Lę digel vę yekę jî hikűmeta tirk, piraniya partî ű ręxistinęn siyasî banga Abdullah Öcalan a ji bo destpękirina hevdîtinęn siyasî ű danîna çekan red dikin. 
El Arabî - (27.06.1999-Qahîre) 

[AW79C3] 
Vejîna mirovahiyę li Kurdistanę mimkun e 
Barę giran ű pirsgirękan tim xwe spartiye kurdan. Her dema ku tovę mirovahiyę ber bi tękçűnę ve çű, kurdan di sînga xwe ya paqij de vejand ű tu carî rę neda ku ev tov bę hißkirin. Dîrokę ev yek îspat kiriye. Civaka kurdan li ber pelixandina cewherę mirovahiyę bűye asteng. 
Adem ű Hewayę cara yekem li Bihußta Adenę dest bi meßa jiyanę kir. Ev bihußt li ser axa mezopotamyayę ye. Peyre ew meßa serbixwe herimandin. Li hemberî vę çerxa gemar, tofanę dest pę kir. 
Hz. Nuh kesęn ku xwedî qisletęn paqij ű zelal ęn mirovahiyę di nava xwe de dihewandin xiste keßtiyan ű ji tofanę parast. Keßtî li ser Çiyayę Cűdî sekinî. Careke din jiyana mirovahiyę ji Cűdî wekî lehiyę herikî deßtan. Peyre mijokdar ű zaliman xwest vę ßaristaniyę bixe bin siya mirinę. 
Medan serî rakir bi agirę ola Zerdeßt ew xwînmj ßewitandin. ßaristanî bi agirę pîroz ronî kir ű bi heskirinę xemiland. ßewqa ęgir çiraya gelek gelan pęxist. 
Bęguman gelęn din jî xwest rihę mirovahiyę li ser piyan bigire. Yek ji wan jî ßoreßa îslamę ye. Lę, serdestan kakilę vę bîrdozę vala kir. Dîsa kurdan ev bîrdoz rakir ser piyan ű vejand. 
Peyre raman ű bîrdoza sosyalîzmę ji bo vejandina ruhę mirovahiyę kete nava tevgerę. Bi demę re ew jî hilweßiya; dîsa ev bar hat, li milę kurdan asę bű. 
Tevgera Azadiyę bi awayekî zanistî, bi exlaqekî ßoreßgerî, bi çanda mirovahiyę ű bi berxwedaneke polayî xwe da ber parastina kakilę mirovahiyę. Bi xebata xwe re rę ű sîstemęn nűjen da avakirin. Di vę sîstemę de li kakil ű rastiya xwe veger heye. Yanî, Serok hemű gewßînęn mirovan ęn ku hatine xerabkirin ji nű ve bi huner ű ßarezayî çę dike. 
Di kesayetaya gelę kurd de hęvî, męrxasî, dilovanî, dilsozî ű di tengasiyę de hevalę hevalę xwe bűn heye. Lę, mixabin dagirkeran ev cewher diziye; naveroka wę vala kiriye ű li ßűna wę îxanet çandiye. Serok bi sîstemeke hemdem gelę kurd di ser pira ßoka azadiyę re derbas kir. Bi xwe re mirovęn delal, biexlaq ű męrxas afirand.
Bi rębaz ű sîstema PKK'ę her kęlî sîstema kevneperest dirizîne. Ev hov jî di dîroka gelę kurd gihîßtine ku kurdan tim baręn giran hilgirtine. 
Di vę pęvajoya dawîn de bi hemű cîhanę da zanîn ku rę ű rębazęn împeryalîzmę tu carî xizmeta mirovahiyę nakin. Ji bilî dizî talan ű xwînmijiyę bi kęrî tißtekî nayę. Lę, nediket serę kesî. Pißtî ku Serok bo parastina mirovahiyę gaveke aßtiyane avęt, rastiya hemű cîhanę eßkere bű. 
Bi rastî tevaya dewletęn cîhanę li hemberî sîstema Amerîkayę bűne mîh, bűne roviyę ber seqemę. Dewletęn ku tam teslîm nebűne jî nikarin du peyvan bilęv bikin. Çimkî dewlet ji qidűm ketine. Yanî her kes li pey pariyek berjewendiya xwe dibeze. Bi vę yekę jî diyar dibe ku li ba piraniya dewletęn cîhanę ne ręgez, ne exlaq, ne rűmet, ne jî çanda berxwedanę maye. Tenę PKK ű gelę xwe yî leheng di bin ręberiya Serok de li dijî sîstema împeryalîst ű mętinger li ber xwe dide. Dengę Serok ziravę wan qetandiye. Lewre sîstema ku Serok ava kiriye, li ser bingeha peydakirina mirovę nű ye. Mirovę nű jî vegera cewherę xwe yę paqij e. Vegera cewher hęza herî bibandor ű vejandina mirovahiyę ye. 
ßiyarbűneke rękxistî, azadî, îrade ű nimandina nasnameya çanda mirovahiyę. Kurdan careke din nîßan da ku azadiya mirovahiyę jî di destę wan de ye. Lewre tirs ű xof ketiye dilę hovan. 

[AW79C4] 
Di mercęn Îroyîn de erk ű girîngiya zimęn 
Ji feylosofę mezin ű navdar, Konfîçyűs dipirsin: 
"Heke bo ręveberiya welatekî gazî we bikin, pęßî hűnę dest bavęjin çi ű karę we yę yekem dę çi be?" 
Bersiva wî kurt ű watedar e: 
"Bęguman, pęßî minę dest bavęta zimęn" ű gotina xwe didomîne: "Gava ku ziman kęm ű lawaz be, gotin nikare fikr ű ramanę rind vebęje."
Rast e, her tißt bi zimęn dest pę dike, bi zimęn didome ű bi zimęn diqede. Heke mirov fikr ű ramana xwe neyine zimęn dę kî bizanibe ku kî çi difikire yan dixwaze çi bike. Heke raman neyęn vegotin, nîqaß çęnabe, heke nîqaß çęnebe rastî dernakeve holę.
Xweseriya zimęn 
Divę tu car ziman, tenę wekî alavekî ragihandinę neyę dîtin ű bi wateyeke teng neyę bisînorkirin. Lewre ziman hem navgîna ragihandina hest ű ramanan hem jî nîßana pęßveçűn ű ßarezahiya mirov e. Di wateya rastîn de mirov ne bi bejn ű bal ű cil ű bergęn xwe; bi raman ű hestęn xwe tę nasîn. Fikr ű raman jî bi riya zimęn xwe dide der. Ziman gelek caran kesayetiya mirov jî derdixe holę. Wekî ku pęßiyęn me gotiye: "Fikra mirov çi be, zikra mirov jî ew e." 
Li ser zimęn gelek tißt hatine gotin. Pęßiyęn kurdan jî di vę mijarę de gotin ű biwęjęn watedar afirandine. Mirov dikare çend mînakan bide: 
"Goßtę mirov nayę xwarin, lę zarę mirov tę xwarin." Wate, mirov ne bi çav ű birűyęn reß, bi zimanę xweß xwe dide hezkirin. Îcar mirovę/a ku nizanibe bipeyive dę bi çi awayî xwe bide hezkirin? 
"Tu dibęjî qey kuliyan zimanę wî/wę xwariye." An jî "Bę dev ű diran e." Ji bo kesę/a ku nikaribe derdę xwe vebęje hatiye gotin. Rast e, îro bi milyonan mirovęn kurd hene, nikarin derdę xwe bînin zimęn. Lewre ne bi zimanę xwe ű ne jî bi zimanę biyaniyan dikarin bipeyivin. Bi rastî ji kesęn ku li mafę xwe nagerin re "Bę dev ű diran" tę gotin. Divę em li mafęn xwe bigerin. Îcar ji ber ku doza maf jî bę ziman nameße, divę pęßî em li zimanę xwe bigerin. Ger ku em li zimęn negerin an li zimęn nebine xwedî, ne mimkun e ku em bibin xwediyę nirxęn pîroz ű payeberz. Ziman mifteya deriyę hemű hęjahiyęn neteweyî ye. Mirovę ku nizanibe bi zimanę xwe yę neteweyî bipeyive, ew nikare der barę çand ű huner ű dîroka xwe de tißtekî bibęje. 
Wekî me li jor jî me got, ziman ßahidę jiyana mirovan e. Hinek gotinęn pęßiyan hene ku mirov dizane di kîjan civak ű kîjan demę de an jî li ser kîjan erdnîgariyę hatine bikaranîn ű ji bo çi hatine gotin. Bo niműne, di zimanę kurdî de gotinęn ku ji aliyę pęßiyan ve hatine gotin piraniya wan ęn dîroka dűr in. Ev yek jî nîßan dide ku çewsandinęn li ser zimanę kurdî yęn dîroka nęzîk hîn dijwartir ű erjengtir in. Bęguman ev ne tißtekî ketűber e. Dijminę gelę kurd pęßî bi qedexekirina zimęn dest bi karę xwe yę kiręt kiriye. Çimkî ew jî dizanin ku jiholęrakirina zimęn dę jibîrkirina dîrokę ű windabűna çandę bi xwe re bîne. Astengkirina bipęßketina zimęn, astengkirina ramanę ye ű bęvînhißtina gel e.
Ziman ű civak 
Wekî ku tę zanîn bę ziman tu nirxęn mirovî, civakî ű neteweyî bi dest nakevin. Her wiha ziman ji bo pękanîna yekîtî ű bihevrebűna neteweyî ű saziyeke komeleyetî ű civakî jî pęwîst e. Her çiqas dîroka derketina zimęn ne diyar be jî, ew bi mirovahiyę re hemsal e. Ziman ne alavekî teknolojîk e ű naßibe tu alav ű navgînęn din. Ew alavekî xwezayî ye. Ew ne tißtekî demdemî, rojane ű ji ręzę ye ku mirov di ser guhęn xwe re bavęje. Lewre mirov her gav bi zimęn dipeyive, bi zimęn hînî tißtan dibe ű bi saya zimęn difikire. 
Ziman tu car nebűye navgîneke guherbar ű demdemî ku mirov wî li gorî berjewendiyęn xwe bi kar bînin an wekî hacetekî hilberandinę di xizmeta çîn ű kesęn serdest de nehatiye xebitandin. Nasnameyeke zimęn a xweser ű taybet. Divę mirov zimęn bi van ręz ű ręçikan bipejirîne ű ję sűdę wergire. Ziman, nirx ű rűmeta hevpar a hemű hemwelatî ű hemneteweyan e. 
Zimanę mirovan pęßî bi reftar ű bizavan dest pę dike ű her ku diçe tekűz dibe. Pitikę/a 3-4 mehî ęß ű jan ű tengasiyęn xwe bi riya girî nîßan dide ű bi giriyę xwe re bedena xwe dilivîne ű peyamekę radigihîne mezinan. Heman pęçek kęf, ßahî ű ßanaziya xwe bi ken diyar dike ű dîsa bi dest ű piyan mesajekę dide derdora xwe. Ev livbaziya zarok, zimanę wî/wę ye. Mirov gelek caran bęyî ku bipeyivin jî hin tißtan ji hev re dibęjin. Wekî mînak, ßanoger gelek caran bęyî axaftin jî bi reftar ű tevgeran ű bi mîmîkęn xwe hin peyaman radigihînin temaßevanan.
Cureyęn zimęn 
Her çiqas zimanęn ragihandinęn gelek bin jî, du cureyęn sereke derdikevin pęß; zimanę axaftinę ű zimanę nivîsandinę. Zimanę axaftinę ji yę nivîsandinę dewlemendtir ű azadtir e. Lewre her mirovę ku zar ű zimanę wî hebe, dikare bi mirovan re bipeyive. Mirov di zimanę axaftinę de çewtî ű xeletiyęn xwe bi hęsanî sererast bike. Li aliyę din zimanę axaftinę ne ew qas mayinde ye. Heke neyę tomarkirin wekî sura ba diçe ű derbas dibe. Lę belę zimanę nivîsandinę zimanekî zexm, çetin ű mayinde ye. Ew çewtî ű xeletiyan napejirîne; her gav dibe hedefa rexne ű ęrîßęn dijwar. 
Zimanę nivîsandinę ne wekî zimanę axaftinę serbest ű demdemî ye. Ji bo zimanę axaftinę zęde ręz ű ręçikęn ręzimanî nîn in. Heke çend mirovęn axivger ku bi zimanekî ßahîk, tekűz dipeyivin hebin jî, teqez van mirovan ji zimanę nivîsandinę kelk wergirtiye. Zimanę węjeyî tenę bi riya xwendin ű nivîsandinę bi dest dikeve. Her wiha węje jî zimęn terbiye dike. Zimanę nivîsandinę li gorî rępîvanęn ręziman pęk tę ű bi riya ręzanęn rastnivîsę tę fęmkirin. Ger mirovek bixwaze nivîsekę bę rastnivîs binivîse, tißtek ji wę nivîsa wî nayę fęmkirin. Çawa ku di zimanę axaftinę de mirov bi tevgeręn xwe, hest ű ramana xwe diyar dike, di zimanę nivîsandinę de jî, mirov bi ręzanęn rastnivîsę hest ű raman ű daxwazęn xwe diyar dike. Jixwe zimanę nivîsę bi xalbendiyę (niqßanî) tę fęmkirin. 
Zimanę axaftinę bi xwendin ű nivîsandinę tekűz dibe. Çi ziman dibe bila bibe, gava ku pę neyę nivîsandin ű neyę xwendin, dę roj bi roj bimeye ű taliyę bikeve bin bandora zimanęn biyan ű winda bibe. Lewre, zimanę devkî demdemî ű guharbar e. Dema ku em tę de dijîn ji bo helîna zimanan gelekî guncan e, lewre hacetęn ragihandinęn mirovan ber bi hev dibin ű bandora çand ű zimanę gelęn serdest li seranserę cîhanę belav dikin. 
Ziman ű hilberîn 
Li nik van tißtan, zimanę nivîskî ji hęla sincî ve jî baldariyekę dixwaze. Gelek tißtęn ku mirov di danűstandinę rojane de bi hęsanî dibęje, mirov nikare li ser kaxizę binivîse ű di cihę wan gotinan de mirov sę xalan datîne. Her wiha teßegirtina zimęn girędayî hilberîna civakę ye jî. Her civak li nik zimanę xwe yę zikmakî zimanekî çandî jî diafirîne. Çawa çanda civakę li gorî hilberînę teße digire, ziman jî li gorî çandę teße digire. Lewre jî divę ziman tevî civakę biguhere. Her wekî çawa civak digel guherîna awayę jiyanę xwe bi hest ű ramanęn nű dipęçe divę ziman jî xwe bi peyv ű tęgihęn nű bipęçe. Bo niműne, li ßűna hacetęn hilberandinę yęn heyama feodal gelek hacetęn heyama kapîtalîst derketine holę. Ędî di cihę das, qeynax, tevr ű bęrę de divę em li navę hacetęn mîna traktor, romork, patoz ű bîçer bifikirin. 
Îro nebűna derfetęn perwerdehiya bi zimanę zikmakî zimanę me dixe rewßeke kambax, lę divę em vę yekę jî ji bîr nekin ku hemű tißt dijberę xwe jî di nava xwe de dihewîne. Her çiqas hęzęn serdest ű dagirker hewl didin ku bi riya teknolojiyę pißaftina gelę kurd, bi lezgînî pęk bînin jî, dîsa televîzyonek ű bi dehan weßan ű saziyęn kurdan hene ku ew jî bi saya teknolojiyę kefenę pißaftinę diçirînin ű ziman, çand huner ű węjeya xwe bi cîhanę didin nasîn. Ev jî derfeteke baß e ű divę em vę derfetę baß bi kar bînin. 

[AW79D1] 
'Mîhrîcana Mirinę' 
Xwendevanęn hęja, vę hefteyę, me dil dikir ku hinekî li ser rojnameyę bi we re gotűbęję bikin, lę mixabin pęvajoyę dest neda ku em vę yekę bikin. Dilę gelę kurd tijî gir ű kîn e. Banga gelę kurd, a ji bo aßtî ű azadiyę, li dara sępiyę qelibî. Dadgeha ßerę taybet der barę Serokę Gißtî yę PKK'ę Abdullah Öcalan biryara darvekirinę da. Niha dayikęn ßer ű xapemeniya mihemedok ű çeteyęn Susurlukę ßahiyan li dar dixin. Her wekî nivîskarę hęja Vedat Türkali di helbesteke xwe de dabű xuyakirin, ji bo "selameta ehmeqan" govend li dar in. 
ßerxwazan, biryara der barę Öcalan de, wisa bi awayekî dinyanedîtî ű hovane pęßwazî kir, ku hinek nivîskaręn rojnameyęn mihemedok jî xwe ranegirt ű ev yek rexne kir. Bo niműne, nivîskarę Hürriyetę Bekir Coßkun di quncikę xwe yę roja 1'ę tîrmehę de di bin sernavę "Mîhrîcana Apo" de wiha gotiye: "Bi baweriya min ędî bes e bikaranîna malbatęn ßehîdan. Di dest de werîs, reqîsîna, lotikavętina li qadan jî bes e. Bes e reqsa mirinę. Bes e mîhrîcana Apo ű ßahiya mirinę." 
Mixabin li ev 15 sal in li Tirkiyeyę "mîhrîcan mirinę" li dar e. Ji ber vę helwestę, bi hezaran mirov hatin kußtin, bi milyonan mirov hatin koçberkirin, zilm ű neheqiyęn mezin li mirovan hate kirin. Lę mîhrîcan neqediya, hin caran pęßangeha guh ű pozę mirovan hate vekirin, hin caran mißtaxeya derewan bű çalakiya sereke, lę mîhrîcan her berdewam bű. 
Ji ber vę mîhrîcanę bi hezaran kes hate kußtin, bi milyonan kes bűn lęqewimiyęn (maxdűr) vę mîhrîcanę, lę mîhrîcan bi govendgeriya çeteyan, rantxur ű berdevkęn wan hate domandin. Di vę mîhrîcanę de sűcę giran daxwaza aßtî ű çareseriyę ye. Kesę ku banga aßtiyę bike, heke PKK'yî be, ji desthilanînę ketiye, heke Öcalan be, ketiye taya canę xwe, heke kurd be terorîst e ű heke tirk be xayin e. 
Xuya ye ku heta ew mîhrîcan bidome, hę wę pir mirov bimirin, wę pir zarok sęwî ű jin jî bî bimînin. Li aliyę din wę her roj xwîna keç ű xortęn ciwan birije ser xaka sar. Bi rijîna xwînę re dę mîhrîcan "geßtir" bibe, dę govendęn tunekirinę bęne girędan. Dę ciwan herin çiyayę Kurdistanę yan dę cendekę wan vegere, yan jî dę seqet vegerin. Heke ku ję re li hev bę ű ji aliyę fîzîkî ve sax vegerin jî, dibe ku ji ber "sendroma ßer" xwißk ű birayęn xwe yan jî dę ű bavęn xwe bikujin. 
Öcalan xwest ku dawî li vę mîhrîcanę bîne. Ji bo vę yekę mafęn bingehîn ęn gelę kurd anîn zimęn. Pęßniyazęn wî, her çiqas ne bi dilę gelek mirovęn ku di ber vę dozę de bedel dane be jî, gotina ku ji devę Öcalan derkeve ji bo wan ferman e ű ew bawer in ku Öcalan di her mercę de ji bo gelę xwe tißtę herî baß dixwaze. Lewre jî bęxirecir daxwazęn wî bi cih tînin. 
Lę kesęn ku jiyîna xwe di domandina vî ßerî de dibînin, împeryalîstęn ku ji bo pękanîna daxwazęn xwe pevçűna gelan pęwîst dibînin, guh neda Öcalan. Dadgeha ku ji bilî navę wę, tu tękiliya wę bi dadę re nîn e, mîhrîcana mirinę geßtir kir. Heta ku mirovęn azadîxwaz ranebin ser piyan, dę ew mîhrîcana nebixęr hę bi salan bidome.

[AW79D2] 
Civîna nivîskaręn kurd 
Di salęn bihurî de bi taybetî li bakurę welatę me gelek tißt qewimîn. Guhertineke piralî, gel ű cografyaya neteweyî rapęça. Hißyarî ű xwenaskirineke fireh pęl bi pęl gund, bajar ű hemű celebęn civata kurd dan ber xwe. Siyaset ji meseleyeke çend kesęn xwenda ű grubęn biçűk derket, bű malę sedhezar ű milyonan. 
Tißtęn di nav van çend dehsalan de biliyan, bi xwe re di psîkolojî, rabűn ű rűnißtin ű męjiyę ßęniyę ku li ser vę axa mezopotamyayę dijîn de ßopęn kűr hißtin ű tev bi hev re bűn zemîn ű pira xatirxwestina ji cîhana emirmende ber bi yeke nűtir, yekę destnedayîtir ű li xęra giß gelęn ji berî zayînę de xwediyęn cih in, çand, ziman ű qewmęn heręmę ne. 
Kurd bűn xwedî artęß, siyasetmedar, ręxistin, medya, weßanxane ű dîplomasiyeke profesyonel. Ya girîngtir ku tękildarî meqaleya me ye, nivîskaręn kurd serę xwe rakir, ji hindama xwe rabűn, cebhę xwe vekirin ű dest avętin qelemęn ku çend qirnęn li bendeyî xalçę ű bavçęyan bűn. Rastiya gel ű welęt ji her alî tę analîzkirin, lękolînęn sosoyolojîk ű dîrokî berbiçav bűn, kitębęn li ser zimęn, li ser cografyayę ű bi mebesta perwerdehî ű pedagojiyę hatin nivîsandin. Roman ű çîrok ű helbestęn hemdem bűn męvanęn kitębxane ű malęn kurdan. Romanivîs, çîroknivîs, helbestvan ű ßîrovegeręn me çębűn. 
Em wekî Înstîtuya Kurdî li Stokholmę ku bi xwedîqelem ű akademîsyenęn kurd re tękiliyęn me hene ű em ű ew bi minasebetęn corecor hevdu dibînin li ser daxwaza Yekîtiya Nivîskaręn Kurdistanę roja 26.06.1999'an me li lokala Înstîtuyę bi nivîskaręn kurd re civînek li dar xist. Di civînę de li dora 30 nivîskaręn kurd amade bűn. Nivîskaręn me ji her aliyę welęt bűn ű di nav wan de bi qasî yęn navdar ű kevn, yęn nű jî ku hę zęde xwendevan wan nas nakin, hę wan îmkan nedîtiye ku berhemęn xwe çap bikin, bi hev re bűn. 
Endamę Serokatiya Nivîskaręn Kurdistanę biręz Zeynel Abidîn li ser pirs ű pirsgirękęn nivîskaręn kurd axavtinek kir, bala beßdaran kißande ser dűrahiya nivîskaran a ji hev ű din, rastiya ku ne yek lę belę sę ręxistinęn me yęn nivîskaran hene rexne kir ű hate ser pęvajoya yekîtiya nivîskaręn ku ew endamę wę ye: "Ev demek e em li ser programeke çapkirina kitęban disekinin. Em dixwazin alîkariya nivîskaran bikin. Ji bo despękę formula me ev e: Nivîskarę ku xwedî berhem e bila berhemęn xwe ji me re bißîne, em dę wan çap bikin, lę em ji xwediyę berheman ji sisya yekę mesrefę dixwazin. Li hemberî vę em dę 200 hebî bidin nivîskar. Ev gava ewil e, dę pißt re bi gavęn din bę berdewamkirin. Bo pęßeroję plana me ew e ku em vî beßę ku ji nivîskaran digrin jî rakin ű heta li gorî kalîteya kitęban ű firotina wan dibe ku em alîkariyeke diravî jî bidin xwediyęn berheman." 
Em jî vę pęvajoya Yekîtiya Nivîskaręn Kurdistanę baß ű di cihę xwe de dibînin, em pißtgiriyę dikin ű em hęvîdar in bi ser bi keve.

[AW79D3] 
Rűyę dadger çima zer bű 
Roja 29'ę pűßbera 1999'an, ji rojeke ji ręzę ya havînę bű. Xopana Stenbolę xemgîniyę jî, kęf ű ßahiyę jî dadiqurtînę. Tu kes nabe ßahidę xemgîniya rűyę cîranę xwe. Tu kes bi kęfxwaßiya hev jî nahese. Di vę behsę de gotineke navdar ku ji min re dibe tercűman hate bîra min. Tę gotin ku, "Jan bi parvekirinę kęm dibin, dilxweßî jî bi parvekirinę zęde dibe". Lę mixabin di zikę bajarę Stenbolę yę mîna hűtekî de, ne janęn mirovekî yęn bajarekî, yęn neteweyekę dikarin bęne windakirin. Ne jan kęm dibin li vî bajarî ű ne jî ßadmanî zęde dibe. Dema ku em sibehę ji mala xwe derketin ji bo ku em herin saziyę, di Metroya ku em pę hatin de her cure mirov hebűn. Min li rűye wan nęrî, lę min tu wate di rűyę wan de nedît. Di çavan de geßiyek, ßadiyek nebű. Min bęhtir xwest ku li rűyę yęn ku bi gumana min kurd in binęrim. Lę bęje hema min tu cudahî di navbera rűyęn ręwingiyęn metroyę de nedît. Nizanim belkî min dixwest ku mirovek li rűyę min binęre ű ya dilę min bibihîze ű bi min re bibeßiße. Na haveynę ken ű jiyanę di tu rűyan de min nedît. 
Bi van hestan em gihîßtin saziyę. Wekî bi milyonan mirovan, me jî roja sęßemę, serę sibehę televizyon vekir. Em mane li benda flîmę navdar ę vę sedsalę. 
Dema ku pißtî gelek gotinęn beredayî ű eletewß ęn spîkerę TRT'ę anons hate dayin ku mehkeme dę a niha biryarę eßkere bike, her çiqas ji sedî sed me encam dizanîbű jî, em jî ketine nav atmosfera heyecanę. Çawa ku min sibehę hęviyek ji rűyę mirovan kiribű, spîker jî hęviyek ji rűyę Öcalan dikir. Ji xwe beriya ku wî nîßan bide ßîroveya xwe jî kir. Digot, 'dema dadmend gotiye biryara me darvekirin e ű ev biryar nayę guhertin' qaßo 'Öcalan behitiye', felan ű bęvan. 
Lę dema ku dîmenę mehkemeyę hate nîßandan, dîmenan di cih de spîker derewîn derxist. Destę wî li pißt wî bilind bű, mîna heykelekî Zerdeßtiyan li ser piyan bű. 
Piça guhertinę li ser rűyę wî çęnebűbű. Ma ku guhertin çębűbűya ű hinekî heyecan hebűya çi dibű. Ma qey ew jî ne mirov e. Wekî gelek lękolînvan dibęjin, di dema 12'ę Rezbera 1980'yî de dema ku Erbakan ű Demirel birine Hamzaköyę, dest ű pî li wan geriyane. Heta hinek tißtęn hîn xerabtir jî tęne gotin, lę mirov fedî dike ku li vir binivîse ű em naxwwazin dilę we li hev bikeve. Gerçî ji aliyekî ve mirov heq dide feqîrę Demirel jî . Ji ber ku wî derbę artęßa tirkiyeyę dîtiye, mirov zęde lę nagire. 
Ji aliyę rewßa Öcalan ve wekî kęmasî, tißtek li ber çavę tu kesî neket. Berevajî vę yekę, çawa ku min got, asaletek ję difűriya. Ne rűyę wî qermiçî ű ne jî ßewißî. Destę xwe ji paręzeręn xwe re hejand ű weke ßęrekî ji qefesa xwe derket. Lę ji bo dadmend em nikarin heman tißtî bibęjin. Xwedę tu kesî nexe ßűna wî dadmendî. Dema ku biryar xwend, rűyę wî bűbű mîna bihokę. Devę wî li hev herbilî.. Destę wî ricifîn. 
Ji hingî ve ez difikirim, gelo çima wiha bű? Ez ji xwe re dibęjim gelo ji ber ku camęr bű wiha bű. Bersiva min na ye. Heke ku camęr bűya dę raya xwe li hemberî ßenqkirinę bidaya. 
Ez dibęjim, gelo kurd bű, her çiqas asîmîle bűbe, hatibe guhertin, di dilę wî de hinek toximę kurdîtiyę maye. Ji ber wę yekę kete wî halî? Dîsa bersiva min na ye. Gelo ji tirsę ye. Naxęr, ma çima wę bitirse. Dewlet li pißta wî ye. Çi fermanę bidinę ew wę pęk tîne. 
Ez dikim ű nakim ji hev dernaxim ka çima reng wisa li hękim (dadmend) nema, ßîn ű spî bű. Rengę wî eynî bű mîna dîwarę mehkemeyę. Hęviya min ji xwendevanan ew e ku bi ser bersiva vę pirsę vebibin, bila ji min re jî bibęjin.

[CTV1]
Pißtî biryara mehkemeyęn Tirk, serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe ya yekem de, wiha got: "Li ser vę axę, aßtî wę rojekę ji sedî sed biserkeve".
Ocalan da zanin ku ev biryar hîn bętir ji bo tatmîna raya gißtî ye ű got ewę Xeta xwe ya aßtiyę neguherînin. Ocalan anî zimęn ku ßerę aßtiyę hîn bętir zehmete ű got; ewę vî ßerî-jî bi ręve bibe. Daxuyaniyęn Ocalan di rűpelęn Internetę yęn bűroya hűqűqa sedsalę de bi vę sernivîsę cih girtin; `Li ser vę axę, aßtî wę rojekę ji sedî sed biserkeve'. Ocalan balę dikßîne ku ji vir ű pęde, pęvajoyeke polîtîk destpękiriye. Ocalan da zanîn ku wî biryara di derbarę dozę de bi awayekî sakîn pęßwazî kiriye ű wiha got; Ev biryar hîn bętir ji bo tatmîna raya gißtî ye. Ji ber vę yekę, zęde ne girîng e. Xeta me ya aßtiyę wę neguhere. Ocalan diyar kir, polîtîkayęn bingehîn yęn ku biryara idamę dan wę neyęn guhertin ű got, pęwîste pęvajo wergere pęvajoyek eręnî. Ocalan herwiha got, di derbarę xwe de tu hesaban nake ű wiha axivî: "ßerę aßtiyę, ßerekî pirr giran e. Lę belę, di heman demę de bi rűmet e. Misyona pißtî vę yekę, wę li ser kűrbűna pęvajoya aßtiyę berdewam bike. Serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan xwest ku Gelę Kurd ű ręxistin, biryarę bi aqil pęßwazî bikin ű wiha peyîvî: "Em ßerę xwe yę ji bo aßtiyę mezin bikin ű bidomînin. Di vę çarçovę de, pęwîste ti kes vę pęvajoyę di ser guhę xwe re navęje. Aßtî mecbűriyeteke dîrokî ye. Lewma, divę ti kes seranser nęzîkî çareserkirina pirsgiręka Kurd nebe. Aßtî ji ßer zehmetir e. Di ßer de ked tuneye. Lę belę, ji bo aßtiyę, kedeke mezin pęwist e. Pęvajoya aßtiyę, bęjinga pratîka me ya ßer e. Di vę pęvajoyę de pęwîste ji bo aßtiyę herkes çi bikeve ser milę wî, bicîh bîne."

[CTV2]
Serokę Kongra Netewî ya Kurdistanę Ismet ßerif Vanli, li ser navę Kongra Netewî bi daxuyaniyekę, biryara di derbarę Ocalan de ßermezar kir.
Serokę Kongra Netewî ya Kurdistanę Ismet ßerif Vanli, li ser navę Kongra Netewî bi daxuyaniyekę, biryara di derbarę Ocalan de ßermezar kir ű da zanin ku Kongra Netewî ya Kurdistanę wę di nava demeke kin de li hev kom bibe ű biryaręn pęwist wergire. Ismet ßerif Vanli got, mehkemeya serokę rűmetę yę Kongra Netewî ya Kurdistanę Abdullah Ocalan bi temamî siyasiye, ji ber vę yekę-jî ev yek tę maneya mehkeme kirina gelę kurd. Vanli da zanin ku ew biryara dawî ya li imrali qebűl nakin ű got dewleta Tirk bi vę biryarę, destę aßtiyę ku Ocalan diręjî wan kiriye, ßűnve vegerandiye. Vanli ji gelę Kurd xwest ku ji bo parastina mafę xwe ű demokrasiyę, yekitiya xwe saz bikin ű ji gelę tirk-jî xwest ku bi destę aßtiyę yę gelę Kurd bigirin. Ismet ßerif vanli, ji bo betalkirina biryarę ű ji bo pęßî-girtina îdamębang li hemű hęzęn navnetewî kir ku bikevin nava tevgerę. Serokę parlamentoya Kurdistan li derveyî Welat Yaßar Kaya got; Cezayę ku dane serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan li tevahiya Gelę Kurd hatiye birîn. Serokę parlamentoya Kurdistan li derveyî Welat Yaßar Kaya got; Cezayę ku dane serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan li tevahiya Gelę Kurd hatiye birîn. Kaya got, eger cezayę Ocalan di pratîkę de pęk were, çareserkirina pirsgiręka Kurd wę hîn zehmetir bibe. Konseya serokatiyę ya parlamentoya Kurdistan li derveyî welat li paytexta Belçika Brukselę, li avahiya xwe ya navendî civîneke çapemeniyę li dar xist. Serokę konseya serokatiyę ya PKDW, Yaßar Kaya, cîgirę serok ű nűnerę ERNK Abdurrahman Çadiricî ű endamę Konseya serokatiya PKDW Hacî Ahmedî weke axaftvantevlî civîna çapemeniyę bűn. Yaßar Kaya di civîna çapemeniyę de got ku Ocalan serokę Gelekî ye ű cezayę di derbarę Ocalan de li Gelę Kurd hatiye birîn. Kaya da zanîn, tunekirina fîzîkî ya Ocalan, wę pirsgiręka Kurd hîn girantir bike. Kaya got, ew pißtgiriyę didin projeya aßtiyę ya bi navę `Komarek demokratîk` ku Ocalan di dadgehę de pęßkęß kir, ű got ew hęvî dike ku ev biryar nebe sedema ßerekî nű. Yaßar Kaya herwiha da zanîn, ewę ji vir ű pęve weke parlamento destekę bidin aßtî ű biratiyę. 

[CTV3]
Avűkatęn serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan bal kißandin ser bęhűquqiya dozę ű dan zanîn, ku ew biryarę qebűl nakin.
Avűkatęn serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan bal kißandin ser bęhűquqiya dozę ű dan zanîn, ku ew biryarę qebűl nakin. Avűkatan îro li Stenbolę civîneke çapemeniyę lidarxistin ű diyar kirin ku girtina Ocalan-jî di nav de, pęvajoya heta roja îro, li derveyî hűqűqî ye ű bi metodęn awarte tę berdewamkirin. Avukatan diyar kir, ev doz ji bo çareserkirina pirsgiręka Kurd firsendeke ű çareserî-jî di kesayetiya Ocalan deye. Avűkatan heriha dan zanîn, ku biryara di derbarę Ocalan de ne hemdemî ye ű vę ßiyariyę kirin; `Bi biryara îdamę re, bęçareseriya pirsgiręka Kurd hîn kűrtir dibe."

[CTV4]
Hizbî Demokratî Kurdistana Iranę, PDK-I biryara dadgehęn Tirk ya di derbarę Ocalan de ßermezar kir.
PDK-I bi belavokekę bang li raya gißtî ya cihanę ű saziyęn navnetewî yęn mafę mirovan kir, ku ji bo betalkirina biryara di derbarę Ocalan de, zorę bidin ser dewleta Tirk. Di belavokę de wiha tę gotin: Em ji hemű dostęn mirovahiyę vę yekę dixwazin; "Di ßűna dardakirina Ocalan de, dewleta Tirk aß bikin, ku bi nűneręn gelę Kurd re dora masę rűnę ű bi wan re diyalogę bide destpękirin. Gelęn Tirk ű Kurd, tenę bi diyaloga ji bo çareseriyę, dikarin di nav biratiyę de bi hev re bijin. PDK-I di dawiya belavoka xwe de, ji hęzęn Navnetewî dixwaze ku li cem welatęn ku Kurdistanę dagirkirine, bikevin nava hewldan ű xebatan, daku zor ű zexta xwe ya li ser gelę Kurd bidin rawestandin. Partiya Sosyalist ya Kurdęn Suriyę-jî li ser mijarę belavokek weßand ű tę de bang li hemű hęzęn demokrat ű pęßverű dike, ku ji bo betal kirina biryara dawî ya îdamę ű ji bo çareseriya pirsgiręka Kurd ya bi ręyęn aßtiyane, zorę bidin ser hukumeta Enqerę. 

[CTV5]
Pißtî biryara dardakirinę ya di derbarę Ocalan de, Kurdistaniyęn li Metropolan, ręzek çalakî li darxistin.
Kurdîstaniyan doh li 14 deveręn cuda çalakî pękanin ű pißtgirî dan bangęn Ocalan yęn ji bo çareseriyeke aßtiyane. Çalakvan, doh ęvarę saet di derdora 21 ű nivan de, li parka Ogretmenler ya Zeytinbűrnű hatin cem hev ű bi sloganęn weke; Bese ßer, Aßtî hema niha' biryara dawî protesto kirin. Gurubek din-jî dîsa li Stenbolę li Havuzbaßi ű li meydana Kurtulußę li hev kom bűn ű rę li trafikę girtin. Dűre, hęzęn dewleta Tirk bi panzeran dor li Meydana Kurtuluß girtin. Li iki-telli-jî li taxa Mehmet Akif ű taxa Ataturk, li 2 deveran çalakî pęk hatin. Li Beyaz-ßahinkaya-jî Kurdistaniyan li 5 deveręn cűda lastîk ßewitandin. Çalakvan bi siloganęn xwe nîßandan ku ew pißtgiriyę didin projeya Ocalan ya ji bo aßtiyę ű komareke demokratik. Li Gungoren-jî, Komeke Ciwanam di çalakiya xwe de ev silogan avętin; "Bimre faßîzm, Em ji ßer re-jî hene, ji aßtiyę re-jî hene,' ű dűre belav bűn. Li Esenyurta Stenbolę-jî, Kurdistaniyan li 3 deveręn cuda agir berdan lastikan ű pankartek bi vę nivîsę vekirin; slav li te, serokę Netewî Ocalan. 

[CTV6]
Kurdistaniyęn li Ewropa, ji bo ßermezarkirina cezayę îdamę ya Ocalan weke doh îro-jî di nava çalakiyan de bűn.
Kurdistaniyan da zanîn, ku ew destekę didin bangęn aßtiyę yęn Ocalan ű xwestin ku biryara wî yekser were betalkirin. Biryar îro li gelek bajaręn Italya hate ßermezarkirin. Li paytext Romayę, mitîngeke ku ji aliyę jinan ve hate organîzekirin li ber avahiya Neteweyęn Yekbűyî pękhat. Li bajarę Mîlano-jî li ber dęra Duamo, Kurd ű gelek kesęn ßtalî biryar protestokir. Li bajarę Venedig-jî, Kurdistaniyan pißtî çalakiyeke rűnißtinę, civînek çapemeniyę lidarxistin. Di vę civînę de, biryar bi tundî hate ßermezarkirin. Herwiha li bajaręn Floransa ű Napolî, çalakî hatin lidarxistin. Di serî de li bajaręn Almanya Stuttgart ű Gotingen çalakî dom dikin. Li paytexta Hollanda Amsterdam, li ber qesra melîketiyę-jî rűnißtina ku doh destpękir berdewam dike. Hate diyarkirin, çalakiya wę roja ßemiyę bi mitîngekî bi dawî bibe. Ji bilî çalakiya li paytext herwiha li bajarę Denhagę bi hezaran Kurdistanî, li ber parlementoyę, li ber avahiya belediya bajarę Rotterdamę, li bajaręn Arnhem ű Middelburgę di nava çalakiyan de bűn. Li paytexta Swęd, Stokholm-jî îro li ber avahiya parlementoyę biryara doza Ocalan bi çalakiyekî hate ßermezarkirin. Di çalakiyę de, komîteya aßtiyę ya Kurd ű Swędę daxwazęn xwe bi dosyayekę pęßkęßî parlementoyę kirin. Li paytexta Fransa Parîsę-jî îro herwiha, Yekîtiya Azadiya Jinęn Kurdistanî YAJK li navenda bajęr bi tevlîbűna hezar jinęn Kurdistanî, mitîngek lidarxist. Pißtî mitînga YAJKę li heman cîh, partiyęn siyasî yęn fransa ű ręxistinęn civaka sivîl mitingek organîzekirin. Hate diyarkirin, ku çalakiyęn ku li Ewropa hatine destpękirin wę heta roja ßemiyę dom bikin. 
Ji aliyę din ve, ręxistinęn Kurd yęn li Ewropa-jî bi belavok ű daxuyaniyęn xwe biryara mehkemeyęn tirk ya di derbarę Ocalan de protesto kirin. Heraketa Islamiya Kurdistan, Yekîtiya ewlewiyęn Kurdistanę, Yekitiya Mamosteyęn Kurd, Yekitiya xwendekaręn Kurdîstanę ű Yekitiya Hunermendęn Kurdîstanę, bi daxuyaniyęn cuda diyar kirin ku ew biryara mehkemeyęn tirk nasnakin. Di daxuyaniyan de, ji raya gißtî ya Kurd ű ji mirovahiyę hate xwestin ku li hember van neheqiyan ßiyar bin. Komiteya ręvebir ya Platforma hęzęn ßoreßger yęn Yekbűyî-jî, biryara dardakirinę ya li ßmrali bi tundî ßermezar kir ű da zanin, ku ew vę biryarę nasnakin. Serokę gißtî yę Komeleya Mafę Mirovan Husnu Ondul-jî, di daxuyaniya xwe ya di derbarę mijarę de wiha got; Pęwistiya civaka me bi aßtiyę heye. Pęwiste em di nav birîn ű nexweßiyęn civakî de nejîn. Di daxuyaniyę de tę gotin, pęwiste pirsgiręka Kurd bi lezgînî were çareser kirin ű tę diyar kirin ku pęwiste civaka Tirkiyę nißanę tevahiya cihanę bide, ku ew di nava aßtiyę de dijî. Daxuyanî wiha berdewam dike; Em bang li herkesî dikin ku, tim ßiyar bin ű ji hestęn biratî ű aßtiyane yęn gelan re ręz ű hurmetę nîßan bidin. 

[CTV7]
Berdevkę wezareta karę derve ya Emerîka James Rubin, darezandina serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan weke li gor prensîban nirxand.
Berdevkę wezareta karę derve ya Emerîka James Rubin, darezandina serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan weke li gor prensîban nirxand ű got: 'ji vir ű pę de mijara cezayę îdamę girędayî sîstema edlî ya TIrk, parlemento ű serok-komarę Tirkiyę ye.' James Rubin di civîna çapemenya doh ęvarę de, bal kißand ser daweya serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan ű got firsend heye ku hukuemta Tirk bi hemwelatiyęn xwe yęn KUrd re diyalogę pękbîne. Rubin wiha axivî: 'bi dayîna cezayę îdamę doza Ocalan bi dawî bű, lę belę pęvajoya dadî berdewam dike. Bi rengekî otomotîk mafę temyîz kirina cezayę îdamę heye. Ev mijar dikare biçe dadgeha mafę mirovan ya Ewropayę. Berpirsyariyęn Tirkiyę yęn navnetewî hene. Lę belę bi gißtî mirov dikare bibęje daweya Ocalan li gorî prensîban pękhat. Avűkatęn Ocalan bi rengekî adil parastina muwekîlę xwe bi cih anîn.' James Rubin di berdewamiya axaftina xwe de got: '9 rojęn destpękę ku tękiliya Ocalan bi cîhanę re qut bűbű ew ketibűn fikarę, lę ji vir ű pę ve ewę bűyerę ji nęzîk ve bißopînin.' Rubin li ser pirsa rojnamevanan ya cezayę ku Ewropa li hember derdikeve-jî wiha got: 'ev mijar ędî di bin berpirsyariya sîstema edlî ya Tirk, parlemento ű serok-komarę Tirk deye.' Rubîn herwiha li ser pirseke din ya rojnamevanan-jî got: 'em bawer nakin ku Tirkiye bikare bi rębazęn leßkerî pirsgirękęn çareser bike.' Berdevkę wezareta karę dereve ya Emerîka James Rubin, herwiha îddeakir, ku hemű Kurdęn li Tirkiyę PKKę destekę nakin lewma firsend heye, ku dewleta Tirk b hemwelatiyęn xwe Kurd re diyalogę pękbîne, demokrasiyę pęß de bibe ű ji bo hemű mafęn mirovahiyę yęn hemű hemwelatiyęn xwe biparęze. Wezîrę karę derve yę Ingilîstanę Robin Cook ku di derbarę cezayę îdamę de, helwesta wan eßkereye ű ji aliyę hemű cihanę ve tę zanîn. Wezîrę karę derve yę Ingilîstanę Robin Cook ku ji bo civîna bilind ya Ewropa ű Emerîka Latînî li Brazilyęye got, ku di derbarę cezayę îdamę de, helwesta wan eßkereye ű ji aliyę hemű cihanę ve tę zanîn. Robin Cook da zanîn, ku wek prensib li hember cezayę îdamęne ű helwesta Yekîtiya Eropayę ya dijber bi bîrxist ű got ewę hewl bidin da ku helwesta wan ji aliyę Tirkiyę ve baß were fęm kirin. Biryara dadgeha dewleta Tirk ya li hember serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan li seranserî cîhanę deng veda.

[CTV8]
Biryara dadgeha dewleta Tirk ya li hember serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan li seranserî cîhanę deng veda.
Ręvebiriyęn gelek welatan biryarę rexne dikin ű banga aßtiyę ya Ocalan weke firsendeke dîrokî dinirxînin.
Herwiha, li gelek deveręn cîhanę, bersîv-nedayîna ji pęßniyaza Ocalan re weke revandina firsenda aßtiyę tę ßîrovekirin Serok dewletę Fransa Jak Chirak diyarkir weke dewleta Fransa ew alîgirę guhertina cezayę îdamę ne ű pękanîna vę jî karę edaletę ye. Serokę parlementoya Ewropa Jose Maria Gil Robles nameyek ßand ji serokę meclîsa Tirk Yildirim Akbulut re ű daxwazkir, ku cezayę Ocalan sivik bikin. Gil Robles di nameya xwe de bi bîrxist, ku parlementoya Ewropa her dem li hemberî cezayę îdamę ye. Wezîrę karę derve yę Rűsya ßgor ßvanov, bal kißand ser helwesta Tirkiyę ku ji sala 1984an ű pę ve cezayę îdamę înfaz nekiriye ű got: em hęvî dikin ku heman helwest ji bo Ocalan-jî were nîßan dayîn. Ivanov herwiha, dibęje pęvajoya prosedurę hę neqediyaye ű mafę Ocalan heye ku serî li dadgeha Mafęn Mirovan ya Ewropayę bide. Di vę navberę de, hemű serokęn grűbęn partiyęn di parlementoya ßtalya de, bang li serokmeclîsî ßtalya Luçîano Violante kirin da ku biryara li hember Ocalan ya dewleta Tirk di meclîsa xwe de gotűbęj bikin. Ręveberiya Fînland-jî ku ji yekę Tîrmehę pęve serokatiya Yektîya Ewropayę ji Almanya werdigire diyarkir, ku Yekîtiya Ewropa wę bi gißtî li dijî cezayę idamę yę li OCalan hatiye birîn, derkeve. Berpirsyara karęn Ewropa yę wezareta karę derve ya Finland Annelie Puura-Markala ji ajansa Roytesę re da xuyakirin, ku 15 endamęn Yekîtiya Ewropa biyarek hevbeß li hember cezayę dardakirinę amade dikin. Puura-Markala dibęje, di nava Yekîtiya Ewropa de di vî warî de hevgirtinek heyeű dihate hęvîkirin ku biryar ne cezayę mirinę be. Lewma, niha ew dixwazin, ku cezayę dane Ocalan înfaz nekin ű di rojęn pęß de ew li bendę ne ku Tirkiyę cezayę îdamę rake. Puura-Markala herwiha diyar dike, ku di zędękirina endamęn Yekîtiya Ewropa de binpękirina mafęn mirovan dißopînin lę ew dixwazin li gel pirsigirękęn din tękiliyęn Tirkiyę bę Yekîtiya Ewropa re bi pęß bixin. Li aliyę din, 9 dewletęn Ewropa Navîn ű yęn Rojhilat li hember biryara dewleta Tirk ya ku daye Ocalan, derketin. Rayedaręn Bulgaristan, Estoniya, Letonya, Polonya, Romaniya, Slovkiya, Komar Çek, Slovęnya ű Macaristanę ji bo Mafęn bingehîn yęn dewletęn endamęn Yekîtiya Ewropa ű dewletęn namzet binirxînin civînek lidarxistin. Di civînę de, dan zanîn, ku cezayę îdamę yę dewleta Tirk dayę Ocalan ne li gorî peyman mafęn mirovan ya Ewropaye. Grűba çavdęriya mafęn mirovan ya navnetewî-jî li Stembol ű New Yorkę di heman demę de belavok weßandin ű diyarkir, ku di cezakirina Ocalan de pirr kęmasî ű ßaßîtî hene. 

[CTV9]
Fedarasyona Komela Mafęn Mirovan ya Navnetewî jî bang kir ku cezayę dardakirinę biguherinîn cezayę girtîgehę.
Fedarasyona Komela Mafęn Mirovan ya Navnetewî, li Parîsę belavokek weßand ű da zanîn ku darezandina Ocalan bi awayekî ne rast pękhatiye ű cezayęn îdamę ti pirsgirękan çaresernakin. Serokwezîrę Norweß Kjel Magne Bondevîk-jî daxwaz kir, ku biryara di derbarę Ocalan de neyę înfazkirin, ji bo ku ew dîtinęn xwe ji Tirkiyę re ßîrove bikin ewę ręyęn dîplomatîk ű siyasî bikarbînin. Wezîrę karę derve yę Norweçę Knut Vollebaek-jî bi bîrxist, ku Tirkiye endamę Konseya Ewropaye ű ev biryar li dijî nirxęn bingehîn yęn Konseya Ewropaye. Wezîra karę derve ya Swęd Ann Lind da zanîn, ku ew li hember biryara îdamęne ű vę biryarę ew xistine nav fikaran. Berdevkę hukumeta Spanya Josep Pique ji parlementoya Tirkiyę daxwaz kir, ku cezayę dardakirinę asteng bikin. Wezareta karę derve ya Efrîka Baßűr-jî cezayę îdamę weke biryareke neheq nirxand ű ji Tirkiyę sivik-kirina vę cezayę xwest. Serokwezîrę Portegiz Antoio Gutteres li Brazilyayę daxuyaniyek da ű got: Eger cezayę dardakirinę were înfaz kirin, wę navbera TIrkiyę ű Yekitiya Ewropayę xera bibe. 

[CTV10]
Çapemeniya cihanę doh ű îro bi nűçeyęn di derbarę biryara dewleta Tirk ya li hember serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan ve dagirtiye.
Li gel kanalęn televziyonan, radyo ű ajansęn nűçeyan di nűçeyęn îro yęn di rojname ű kovaran de deng vedana biryarę ű encamęn wę tęne nirxandin. Nűçegihanęn rojnameyęn Ewropa helwest ű rexneyęn li Kurdistan ű Tirkiyę ű helwesta rayedaręn PKKę ű daxuyaniyęn ręveberiya Enqerę ű hukumetęn Ewropa, ßîrove dikin. Di nűçe ű nivîsaran de, xala hevbeß ewe ku bi gißtî dibęjin: 'pęwîste dewleta Tirk ji bo berjewendiyęn xwe cezayę îdamę înfaz neke.' Rojnameya Fransî Liberation di herdu rűpelęn xwe yęn pęßîn de radighîne, ku îdam kirina serokę gißtî yę PKKę wę deriyęn Ewropa ji Tirkiyę re bigire. Di nűçeyeke din ya rojnameyę de, rexneyęn ji Bakurę Kurdistanę yęn li hember biryara dewleta Tirk, kurdek wiha dibęje: 'bila ti kes ji min re behsa demokrasiyę neke, li vę derę ji bo KUrdan ti azadî tuneye.'

[CTV11]
Li baßűrę biçűk, li bajarę Amudę, kesekî bi armanca protestokirina biryara îdamę ya di derbarę Ocalan de, agir berda bedena xwe.
Demeke kin pißtî diyarbűna biryara mehkemeyęn tirk ya di derbarę serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan de, kesę bi navę Cihad li sűka Aműdę, benzin di ser xwe de kir ű agir berda bedena xwe. Dűre, Cihad rakirin nexweßxaneya Masad ya ßamę ű tę gotin rewßa wî ya tendurustî gelekî xirabe ű ew hin-jî ji tahlűka mirinę xilas nebűye. Di vę navberę de, li pęßiya nexweßxaneya ku Cihad lę derman dibe, gelek Kurdistanî hatin cem hev.

[CTV12]
Nűnerę rojnameya Washington Post ű yę radyoya dengę Emerika yę li Tirkiyę Amberîn Zaman da xuya kirin, ku dema ku ew li muduriyeta polęsan ya Koserę, di bin çavan de bűye, lę heqaret hatiye kirin.
Zaman da zanin ku ew ji bo hevdîtina bi seroka belediyę, Cihan Sincar re çűye Kosęre, lę belę hęzęn dewleta Tirk ew li wę derę xistine bin çavan. Zaman diyar kir ku ew li muduriyeta polęsan ya Çaxlara Koserî girtî bűye ű wiha peyivî: Mîna sűçdarekî bi min re muamele kirin. BI hin helwestan xwestin min bęrűmet bikin. Zaman da zanin, çűyîna wî ya Koserę ya bę-destűr, weke bahaneya girtina wî ya binçavan hatiye nißandan ű bibîrxist ku Koser, ne di nava heręma rewßa awerte de ye. Zaman da xuya kirin ku ew li ser hewldanęn sefîrę Emerikî yę li Enqerę, serbest hatiye berdan. 

[CTV13]
Kanala televizyona dewleta Tirk TRT-INT ku li Ewropayę weßanę dike, li heręma Belçika Kempin ji weßana kablo hate derxistin.
Li heręma Kempen ku li bajarę herî mezin yę heręma flaman ya Belçika Antwerpenę ye, serokę saziya weßana kablo ya 27 belediyan Hugo Van Rompay diyar kir, ji ber ku TRT-INT teßwîqî dijwariyę kiriye, wan ev kanal heta dawiya meha ilonę ji xeta weßanę derxistiye. Van Rompay îro daxűyaniyek da televizyona Belçika VRT ű wiha axivî: Eger generallęn Tirk karibin ekranęn Med-TV reß bikin, bila bawer nekin ku em-jî nikarin li dijî kanalęn wan tedbîran bigrin.

[CTV14]
Li derűdora navçeya Męrdîn Nisębînę, yekîneyęn artęßa Tirk operasyona ku daye destpękirin, berdewam dike.
Li aliyę din, hate zanîn ku li Amedę, di navbera gundî ű cehßan de ßer derketiye. Li gorî agahiyęn nűçegîhanęn me yęn li heręmę, operasyona leßkeręn girędayî Fermandariya Tabűra Nisębînę, li derűdora navçę berdewam dike. Heta niha ti ßerę rű bi rű derneketiye, lę belę hate ragihandin ku di dema tevgerę de pęr leßkerekî pęl mayînekî kiriye. Leßkerę birîndar, rakirine nexweßxaneyę. Wekî din di dema heman tevgerę de du birayęn bi navę Ramazan ű Mahîr Kinali ku pezęn xwe diçęrandin, bęî ku tu sedem were nîßandan, ji aliyę leßkeręn tirkan ve hatine binçavkirin. Li aliyę din, li navçeya Amed Dîcle di navbera cehß ű gundiyan de ßer qewimî, ű di encamę de, yek ję cehß bi gißtî 5 kes birîndarbűn. Kesęn birîndar rakirin nexweßxaneya zanîngeha beßa tibbę. Pißtî vî ßerî, leßkeran avętin ser malan ű di lęgerînan de dest danîn ser 20 çekęn cehßan. 

[CTV15]
Li baßűrę navçeya Amed Pasűrę, li heręma Geliyę Godernî, leßkeran agir berdane daristanęn li Girę Gazę.
Li gorî nűçegihanęn me yęn heręmę, agir li seranserę gir belavbűye ű hin xanî ű rez-jî ßewitîne. Li gorî ragihandinan, leßkeran ne hîßtine ku gundî agir vemirînin. Li heręma ku agir girtiyę, beßeke mezin ya daristanę ßewitiye. Li aliyę din, li heręma derdora navçeya Męrdîn, Mazîdaxę, roja ßemiya derbasbűyî cehßan dest danî ser 20 pezęn ßivanę bi navę Mehmet Gumußsuyu. Dema ku Gumußsuyu nexwest pezęn xwe bide wan, cahßan lę xistin. Mehmet Gumuß-suyu, ji bo tedawiyę rakirin nexweßxaneya dewletę ya li Męrdînę. Gumußsuyu dure-jî li cem Fermandariya Jendirmeyęn navçeyę, gilîyęn cahßan kir, lę belę Fermandariyę giliyę wî di ser guhę xwe re avętiye ű qebűl nekiriye. 

[CTV16]
Li ser ambargoya xwarinę-jî, ambargo destpękir.
Li Licę, di çarçoveya ambargoya heta niha de, gundî ji bo ku karibin xwarina xwebikirin, her meh li wan Fiß dihate belav kirin. Lę belę, bi bahaneya ku ev xwarinęn ku tęne kirrîn diçin ji PKK re, vę mehę fîß nehatin belavkirin. Li gorî nűçegihanę me yę li heręmę, li navçeya Amed Licę, fîßęn ji bo kirîna xwarinę ku her meh li gundiyęn derdorę dihatin, belav kirin, wę heta talimata duyem, neyęn belavkirin. Ji ber ambargoya ku ev bi salane li heręmę berdewam dike, hemű xwarina zexire ya gundiyan qediya ű xwarina ku gundiyan ji Amedę anibűn-jî li ser ręya Lice ű Amedę, ji aliyę hęzęn dewletę yęn qereqola Dűrű ű Mermer ve ve hate desteser kirin. Di vę rewßę de ambargo li ser van gundan pęk tę; Merdiniyan, Bekiran, Goma Alika, Koçik, Mele, ßßxani ű Banadera. Ji aliyę din ve, hęzęn Dewletę, vę mehę fiß nedan gundiyęn Baravi, Hesîgî, Hesena, Kola ű Xirpagi. Ev gund beriya niha hatibűn vala kirin, lę belę ji bo ku dirűtina çandiniyęn xwe gundî ji bo demekę zivirîbűn gundęn xwe. Ji aliyę din ve, li Yayladereya Çewlikę ambargoya xwarinę ya li ser gundęn Hasköy, Cönek, Maran, ßßxan, Anzeving, Avtariç Zeynelli, ű ya li ser 40 gundęn qereqoçana Elezizę berdewam dike 

[CTV17]
Iddîayęn di derbarę ęßkencekirina Rasim Kayra de, zęde dibin.
Cesedę Kayra ku beriya demekę li navçeya Antakya, Dortyolę hatibű dîtin, ßopęn ęßkenceyę di bedena wî de hatibűn tesbîtkirin. Di derbarę mijarę de, komîsyona ßopandina doza Suleyman Yeter, bi daxuyaniyekę diyar kir ku ev bűyer cinayeteke ű Kayra bi ęßkenceyę hatiye kußtin. Di daxuyaniya komîsyonę de tę gotin ku di bedena Kayra de qulęn berekan hene ű milekî wî hatiye birîn ű ev-jî diyar dike, ku ew bi ęßkencę hatiye kußtin. Hatibű îddîakirin ku Kayra pęl mayînekę kiriye ű miriye. Lę belę, komîsyon li dijî vę îddîayę derdikeve ű dibęje, rűyę Kayra perçe nebűye, ev-jî nîßan dide ku wî pęl mayînę nekiriye. Li aliyę din, Diya Rasim Kayra, Zeynep Kayra diyar kir, ku kurę wî bi awayekî vekirî hatiye înfazkirin ű wiha got: "Eger lękolîna vę bűyerę li Tirkiyę çęnebe, ezę serî li dadgeha mafęn mirovan ya Ewropayę bidim." Dayîka Kayra, di derbarę bűyerę de gotinęn xwe wiha berdewam kirin: "Cesedę kurę min-jî nîßanî min nedan. Ji bo ku dinyayę ji vę pirsgirękę haydar bikim, çi ji destę min bę, ezę bikim. Dilę min ßewitî, bila dilę kesęn din neßewite. Hęzęn ewlekariya Tirk, berî heftiyekę Rasim Kayra kiribű bin çavan ű pißtî çend rojęn din, ev daxuyanî belav kiribű: "Li eraziyę dema ku dixwest cihekî rę me bide, pęl mayînę kir ű mir. 

[CTV18]
Zeynep Kinaci di 3'yemin salvegera mirina xwe de, li gelek deveran hate bibîranin.
îro salvegera mirina Zeynep Kinaci ye. Zeynep Kinaci di 3'yemin salvegera mirina xwe de, li gelek deveran hate bibîranin. Yekitiya Elewiyęn Kurdistanę bi munasebeta vę salvegerę de mesajek weßand ű da xuya kirin ku ewę li nirxęn Kinacî xwedî derkevin. Zeynep Kinaci ku di nava ARGK de ję re digotin Zilan, roja 30 hezirana sala 1996an, li meydana Cumhuriyetę ya Dersimę daket nava leßkeręn tirk ku di merasima alę de bűn ű bombeyęn di paßila xwe de, teqandibűn. Zeynep Kinaci li pey xwe nameyeke li ser azadiyę-jî hißtibű ű wiha gotibű: 'Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar. 

[CTV19]
Ręveberiya Kahîrę da xuyakirin ku ew ji serokę partiya Karker ya Israîlę Ehud Barak pir bihęvî ye.
Serok komarę Misirę Husnu Mubarek li Emerîka diyarkir, ku di hilbijartinęn meha Gulanę yęn îsraîlę de serkeftina Ehud Barak bűyereke pir eręnî ye. Mubarek wiha got: 'Bi xęra Barak di asoya Rojhilata Navîn de, rojeke nuh dibiriqe.' Mubarek li zanîngehekę axifî ű diyarkir ku hęviya wî heye ku hikűmeta nű ya Burak, hem qedera Filistînę ű Israîlę, hem jî ya Rojhilata Navîn biguherîne. Serok-komarę Misirę wekî din anî zimęn ku ew bi hatina Barak ya ser desthilatdariyę, ewę jî lez bidin tękiliyęn xwe ű dawî li tękiliyęn xerab yęn dema Netenyahű bînin. Cigirę wezîrę karę derve yę Amerîka ű herwiha ßefę maseya Rojhilata Navîn Martin ßndik da xuyakir, ku bűyeręn dawî yęn li ßsraîlę ji bo pęßketina pęvajoya aßtiya rojhilata Navîn gavęn girîng in. ßndik, herwiha da zanîn, ku pęwîste hukumeta Misirę tękiliyęn xwe bi Israîlę re bi pęß ve bibe. Mubarek wę sibę li Waßîntonę bi Serokę Amerîka Bill Clinton re, li ser mijaręn pęßvebirina pęvajoya aßtiya Rojhilata Navîn ű alîkariya Emerîka, hevdîtinan pęk bîne. 

[CTV20]
Nűçeyęn li ser bűyeręn li Brazilya, Tîmora Rojhilat, Yugoslavya, Japonya ű Korę Baßűr 
Brezilya
Civîna bilind ya ku tę de serokęn Emerîkaya Navîn ű Baßűr, dewletęn Derya Karaîpű yęn 15 welatęn Yekîtiya Ewropayę, cih digrin, li bajarę Brezîl, Rio de Janeîro berdewam dike. Di rojeva civîna îro de, mijaręn siyasî hatin nirxandin. Li Civîna bilind ya du rojan ku doh ęvarę li Rîo destpękir, mijaręn weke 'demokrasî, pęßxistin, mafęn mirovan, hevgirtina heręmî, reformęn Neteweyęn Yekbűyî, kaçaxçîtiya narkotîkę ű sűcęn bi organîze hatin guftugokirin. Serokdewletę Kubayę Fîdel Kastro jî di nav de, bi tevahî 48 lîder tevlî civînę dibin.
Timora Rojhilat
Heyeta Neteweyęn Yekbűyî ya ji bo pękanîna referandűma di der barę rewßa nű ya Tîműra rojhilat de li heręmę hatiye bi cih kirin, xebatęn xwe berdewam dike. Di referandűmę de wę were diyar kirin ka Tîműra Rojhilat wę bi Endonezya re bibe yek an jî bibe serbixwe. Heyet, îro karęn xwe di bin ewlekariyeke bi tedbîręn berfireh de, pękanî. Grűbek milîs ya Endonęzî li dijî xebatkaręn heyetę ęrîßek pękanî bű ű di encamę de, 12 kes birîndar bűbűn.
Yugoslavya
Pißtî ku NATO tevgera xwe ya li dijî Yoguslaviya rawestand, cara yekem seroka komîseriya mafęn mirovan ya Neteweyęn Yekbűyî Mary Robbinson çű Kosovoyę. Hate diyarkirin, Robbinson wę li ser rewßa kesęn sivîl yęn Sirb ku vegeriyane Kosovoyę lękolînę bike.
Japonya
Li bajarę Japonya Hîroßîma, di encama karesateke lehiyę de 23 kes jiyana xwe ji dest dan ű gelek kes-jî birîndarbűn. Hate diyarkirin, ku di heman keresatę de, 15 kes-jî wendabűne. Ji ber ßiliya dijwar ű giran, navenda bajęr bi tevahî di bin avę de maye.
Kore Baßűr
Li bajarę Korę Baßűr Hwansung, di dibîstanekę de ji ber ßewatę 23 kes zarok jiyana xwe wendakirin. Nayę zanîn ka agir ji ber kîjan sedeman derketiye. Bűyer ji aliyę kamerayeke vîdeo hatiye kißandin. Hin rayedaran di derbarę mijarę de da xuyakirin, ku di vę avahiyę de, 454 kes diman. Hęzęn rizgarkirinę heta niha cesedęn 23 zarokan ji avahiyę derxistine. Li gorî daxuyaniyan polęsan bi xwe, bi gißtî 520 zarok di avahiyę de hebűne. 

[CTV21] 
Kurdistanî biryara di derbarę Ocalan qebűl nakin ű ev çend rojin li her deveręn cîhanę derketine kolanan. 
Li gel nerazîbűnęn Kurdistaniyan, gelek dewletęn Ewropayę-jî vę biryarę weke israra ser dinirxînin ű li hember derdikevin. Ji her çar aliyęn cîhanę gelek sazî ű rayedaręn dewletan pistgirî didin daxuyaniyęn Ocalan. Li aliyęn din, Kurdistanî li Ewropa-jî çalakiyęn xwe bi slogana ji bo OCalan azadî ű ji bo Kurdistanę astî berdewam dikin. Di çalakiyan de, Kurdistanî girdana xwe ya bi Ocalan tînin ziman ű gelek nűneręn partiyęn siyasî, saziyęn sivîl ű gelek kesayet di mitîngę de destek dan Kurdistaniyan. Li paytexta ×talya Romayę mesa Kurdistaniyan saet di 17an de li taxa Esgulino destpękir ű gelek ręxistinęn civakî yęn sivîl ű endamęn sendîka tevlîbűn. Mitînga Kurdistaniyan li meydana San Marko bi dawî bű ű Kurdistanî ű îtalî li ber avahiya Neteweyęn Yekbűyî kon vekirin. Hate ragihandin, ev çalakî heta ku dadgeha îstînaf ya duyemîn ya Romayę di 7ę Tîrmehę de serlędana penaberiyę ya Ocalan binirxîne, wę berdewam bike. Li bajarę ×talya Kotanzaro-jî bi qasî 2 sed Kurd ű ×talî mesek li darxistin ű pistgiriya xwe ya ji bo Ocalan nisan dan. Li paytexta Swîssre Bernę-jî 5 hezar kes mesiyan. Mitîng di bin slogana ji bo Ocalan azadî ji bo KUrdistanę astî de pękhat ű li gel Kurdistaniyan ręxistinęn kUrd ű yęn çępęn Tirk-jî besdar bűn. Endamęn Kongreya Neteweya Kurdistanę mesę destek kirin ű pistre mitingek hate lidarxistin. Di mitîngę de, cigirę sekreterę gistî ya partiya sosyalista Swîssre Aybet Pirer ku di heman demę parlemeterę netewiye axaftinek kir. Mitîng bi sloganęn ji bo pistgiriya Ocalan ű girtîna dîlanę bi dawî bű. Li navenda bajarę Almanya Boxumę, bi qasî hezar kes posteręn Ocalan hildan ű slogan avętin. Di vę mesę de malbatęn sehîdan-jî besdarbűn, nűnerę ERNKę-jî axivî. Malbatęn sehîdan di ręza pęs ya mesę de bi węneyęn gerillayęn ku jiyana xwe ji dest dane cihę girtin. Li bajarę Munsterę-jî, Kurdistanî li navenda bajęr mesek li darxistin ű nűneręn partiya PDS ű hembwelatiyęn Alman-jî tevlîbűn. Di dawiya mesę de, çalakiya rűnistinę pękhat ű xwepęsandęr di belavoka xwe de diyarkirin, ku biryara di der heqę Ocalan de nasnakin. Li bajarę almanya Műnihę-jî Kurdistanî mesek pękanîn ű sloganęn weke 'ji dardakirnan re na, bila astî niha pękwere' avętin. Parlementera partiya Keskan Klaudia Rot-jî mesajek sand mesa Kurdistaniyan. Li paytexta Fransa Parîsę li meydana bi navűdeng Bastî çalakiyek pękhat. Di çalakiyę de, bi hezaran Kurdistanî gelek ręxistinęn Fransî besdarbűn ű ji bo OCalan azadî xwestin. Li bajarę Lîon li taxa Platz Belkurzę însiyatifa pistgiriya ji gelę Kurdistanę re çalakiyek rűnistinę lidarxistin. Li aliyę din, li paytexta Awusturya însiytifa astiya ji bo KUrdistanę bi besdarbűna hezaran Kurdistanyan mesek hate lidarxistin. Ręxistinęn KUrd ű çepęn Tirk-jî tevlî mesęn bűn ű 60 kesęn ku bi kincęn res li pęsiya mesę cih girtibűn bala ray gistî kisand. Di mesę de, herwiha gelek jin ű zarok-jî hebűn ű Kurdistanî bi mitîngekę mesa xwe bi dawî anîn. Li bajarę Insburgę-jî bi qasî 500 Kurdistanî mesek lidarxistin. Li welatę Skandînavya Swędę-jî li bajarę Sandviken ű Gevle mitîngek hate çękirin ű ji çar aliyęn Kurdistanę gelek kes besdarbűn. Li navenda bajęr, grűbek Tirk li hember mitînga Kurda ala Tirka vekirin ű xwestin provokasyon pękbînin. Lę belę, polęsęn Swędî Tirkęn ku dixwestin provokasyon pękbînin gitin binçavan. Li bajarę Helsinborg-jî bi tevlűna partiya çepgir mitingek hate lidarxistin ű serokę partiyę axivî ű da zanîn ku ew biryara di derbarę Ocalan de nasnake. Li paytexta Danîmarka Kopenhagenę saet di navbera 13 ű 15an de çalakiyek nobet girtinę pękhat. 

[CTV22]
Dîlęn ser ęn PKK'ę yęn li zindanęn Tirkiye ű Kurdistanę, biryara dardakirinę ya ji bo Abdullah Ocalan, sermezarkirin. 
Dîlęn ser ęn PKK'ę dan xuyakirin ku ew ne alîgiręn ser, alîgiręn astiyęne. Li ser navę zędetirî 10 hezar dîlęn ser ęn PKK'ę yęn li hemű zindanęn Kurdistan ű Tirkiyę, Sabrî Ok, Muzaffer Ayata ű Mehmet CAn Yuce daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyę de tę gotin; di kesîtiya serokę gistî yę PKK'ę Abdullah Ocalan de li gelę Kurd, biryara dardakirinę hatiye birrîn. Dîlęn ser ęn PKK'ę biryara dardakirinę sermezar dikin ű dibęjin; ew biryareke wiha nas nakin. Her wiha dîlęn ser dixwazin ku banga Ocalan a astiyę di ser guhę re navęjin. Di daxuyaniyę de wiha tę gotin; 'Eger dewlet polîtîkayęn xwe yęn înkar ű qirkirinę bidomîne, li tevahiya heręmę wę seręn sedsalan, destpę bikin. Di daxuyaniyę de tę bi bîrxistin ku Kurd li Rojhilata Navîn hęzeke dînamîk ű zindî ye. Di vę çarçoweyę de wiha bang li dewleta Tirk tę kirin; Em ji rayedaręn dewletę re dibęjin, dardakirina Serok Apo ti tistî çareser nake. Bangawaziyęn astiyę yęn Serok Apo îro tîne zimęn, ne tenę daxwazęn gelę Kurd ű Tirk, her wiha daxwaza gelęn Rojhilata Navîne jî. Em dîlęn ser ęn di zindanan de ne alîgiręn xwînrijandinę, em alîgiręn astiyę ne. 

[CTV23]
4 partiyęn Kurd ku di îttifaqa demokrasî ya Kurdistanę de cih digirin, biryara mehkemeyęn Tirk ya di derbarę serokę gistî yę PKK Abdullah Ocalan de sermezar kir. 
Hizbî Demokratî Sosyalistî Kurdistan, Hęzbî zehmetkęsanî Kurdistanę, Partî muhafezekarę Kurdistan ű Bizotneweyî Demokrasîxwazan, nerazîbűnęn xwe doh bi belavokekę diyar kirin. Partiyęn basűrę Kurdistanę bal dikisînin ku biryara di derbarę Ocalan de, ji bilî ser ti ręyek din ji Kurdan re nehistiye. Di daxuyaniyę de, tę gotin, pęwiste di nava Komara tirkiyę de ji Kurdan re-jî, cih hebe. Her 4 partiyęn Kurd ji Rayagistî ya Navnetewî dixwazin ku dengę nerazűbűna xwe bilind bikin, ű bang li hemű partî ű ręxistinęn Kurd dikin ku di bin siwana Kongreya Netewî ya Kurdistnaę de werin cem hev. Di vę navberę de, Sendikaya xebatkaręn tendurustiyę ku navenda wę li Suleymaniyę ye, Komeleya parastina çand ű kultura Kurd - jî bi daxuyaniyekę, biryara îdamę ku dane Ocalan sermezar kirin. Eniya Jinęn netewî ya KUrdistan da xuyakirin ku ew biryara dardekirinę ya di der barę serokę Gistî yę PKKę Abdullah Ocalan de nas nakin. EJNKę diyar kir ku biryara dardakirinę tę wateya israrkirina di ser de. EJNKę di daxuyaniya xwe ya îro de dibęje, armanca dewleta tirk pasvexistina tękosîna gelę kurd e ű wiha berdewam dike: Artęsa me ya Rizgariyę bi biryare ku hęza xwe bide ser pęvajoyę. Hęza me jinan îro ji herdem bęhtir tęra vę yekę dike. Ręxistina Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan ya Amedę-jî di derbarę biryara dardakirinę de daxuyaniyekę wesand. Ręxistina ERNK ya Amedę, da xuya kirin, kar bi dest ű esnafęn Amedę bi armanca protesto kirina cezayę dardakirina Ocalan wę sibę dikanęn xwe venekin. Di daxuyaniyę de tę diyar kirin ku wę sibę li Amedę ti kes ji malęn xwe dernekeve ű wiha hate gotin; Li hember bangęn Ocalan yęn astiyę, biryara dardakirinę hate dayîn. Ev yek nayę qebűl kirin. 
Cigirę sekreterę gistî yę Konseya Ewropa Hans Kristiyan Kruger da xuya kirin, zora Ewropa ya ji bo ku ocalan neyę darda kirin, gelekî zelal ű vekiriye. Kruger got, pęwiste Dewleta tirk vî zorę sas ű çewt sîrove neke. Kruger bibîrxist ku Konseya ewropa ű welatęn yekitiya Ewropa li dijî cezayę dardakirinę ne ű wiha got: Eger Tirkiye xwe weke welatek Ewropa dibîne, wę demę nikare ręyekî dijberî ewropa bisopîne. Kruger, da zanin ku ew gotinęn Ocalan yęn di mehkemeya tirk de gelek bas ű eręnî dibînin ű diyar kir, eger tirkiye van gotinan ciddî bigire wę ji bo faydeya wę be. 

[CTV24]
Çapemeniya Navnetewî, pistî biryara dadgeha li Imraliyę, hę jî pęvajoyę disopîne. 
Rojnameya Fransi Le Mond divisîne ku her çend ręveberiya Enqerę dibęje; di qonaxeke fermî de tękilî karę min ę hundur nebin, dîsa jî îsaret hene ku biryara dardakirinę bi cih neye. Çapemeniya Elman jî di nűçeyęn xwe de dibęje; PKK berpirsiyariya ęrîsęn li hemberî komele ű kargehęn Tirk hilnagire. Sernivîsa nűçeya rojnameya Lu Mond wisaye; 'Li Enqerę, guftűgoyęn di derbarę çarenűsa Abdullah Ocalan de her ku diçe mezin dibin.' Nűçegîhanę rojnamę yę Tirkiyę Nikol Pop balę diksîne nerazîbűna rayedaręn fermî yęn dewleta Tirk li hemberî daxuyaniyęn Ewrűpa yęn biryara dardakirinę bi cih neynin ű wiha dibęje; lę belę MEDYA di van rojęn dawiyę de, di sîroveyęn xwe de zędetir li ser ziraręn dardakirin yęn ji bo berjewendiyęn welęt, radiweste. Serok Komarę Tirk Silęman Demirel diyarkiribű ku ewę biryara Dadgeha Mafę Mirovan a Ewrűpayę qebűl bikin. Li gorî hin sîrovegeran; bi biryara Dadgeha Mafę Mirovan, parlementoyę weke ji sala 1984 ű virve gelek dosya çawa pasve avętine, wę dosya Ocalan jî ji bo demeke diręj pasve bavęje. Kovara Hefteyî ya Fransiyan Lo Puwen, di hęjmara xwe ya dawî de, dibęje berjewendiya Tirkiyę di pękneanîna biryara dardekirinę de heye ű xal bi xal van berjewendiyan ręz dike. Li gorî nűçeyę; eger Tirkiye Ocalan bi dar ve neke, wę demę rejîm wę rę li statuya sehîdbűna Ocalan jî bigre. Li aliyę din, eger Ocalan were dardakirin, wę rews ji nű ve dijwar bibe ű dibe ku tękiliyęn dewleta tirk bi Yekîtiya Ewrűpayę re werin birrin. Çapemeniya Elman, bęjtir li ser bűyeręn van rojęn dawiyę yęn li Elmanya radiweste ű cih dide daxuyaniya PKK'ę ya di vî warî de. Rojnameya Elman, Frankfurtir Rundschau bi sernivîsa; PKK'ę berpirsiyariya ęrîsęn li Elmanya hilnegirt' dinivisîne ű cih dide daxuyaniya ERNK'ę. Li ser navę ERNK'ę dibęje; bűyeręn tęne holę provakasyonin. Rojnameya Elman li ser ęrîsa li hemberî komeleyeke li Kolnę radiweste ű balę diksîne kustina hemwelatiyę Tirkiyę Erol Ispir. Li gorî agahiyan; ERol Ispir, li Elmanyayę ji bo di navbera Elman, Kurd ű Tirkan de hurmetek beramberî hevdu pęk were, li ber xwe dida ű ji nijadperestęn Tirkan gelek caran gef lę dixwarin. Rojnameya Suddoyçe Saytung jî cih ji daxuyaniya ERNK'ę re veqetandiye. Di nűçeyę de, li ser bűyeran agahî hatiye dayîn ű ji aliyekî din ve jî li ser daxuyaniya HADEP'ę ya di derbarę biryara dardakirinę de radiweste ű cih dide hin besęn girîng. Ji daxuyaniyę hin besęn di nűçeyę de cih digirin wihane; Bi dardakirinę, astiya civatę nayę sazkirin. Li hemberî gelę Kurd heta polîtîkayęn înkarę ű qirkirinę neyęn berdan ű çav li çareseriyęn demokratîk neyęn gerîn, çareserî pęk nayę. 

[CTV25]
Operasyonęn ku Artęsę Tirk li Kurdistanę dimesîne, dîsa bűn sedemę derketina ser. 
Di seręn li Colemerg, Çewlik, Batman ű sirnaxę de 12 lesker hatin kustin. Li nęzî gundę Xelîfan ę girędayî navçeya Çewlik Karlovayę, di navbera yekîneyęn leskerî yęn artęsa tirk ku vedigeriyan ű gerillayęn ARGK'ę de pęr derket. Di ser de, leskerę artęsa tirk ę bi navę Velî Selçűk jî di navę de yek ję çawesikî pispor 3 lesker hatin kustin ű leskeręn bi navę Murat Polat, Mehmet Erol ű Yasîn Koçer birîndarbűn. Li aliyę din, leskeręn qereqola Salmiç a navçeya Karliova ku pęr derketibűn operasyonę, karwanekî wesayîtan ę lesker hilgirtibű, kete kemîna gerîllayęn ARGK'ę. Buroya çapemeniyę ya ARGK'ę di derbarę bűyerę de diyarkir ku di wesayîta leskerî ya tîpa Reo de ji 15 leskeran, yek ję assubay 5 lesker hatin kustin. Her wiha hat ragihandin ku di kemînę de 5 ję giran 9 leskeręn birîndar rakirine nexwesxaneya Çewlikę ya dewletę. Dîsa di heman roję de, yekîneyeke pęseng a tabűra Serxaçe girędayî navçeya Karliovayę ku ji operasyonę vedigeriya ket kemîna gerîllayęn ARGK'ę. Di vę ęrîsę de ku danę sibę saet di 5an de pęk hat, 4 lesker hatin kustin ű leskerek jî birîndarbű. Li gorî çavkaniyęn heręmę; li qada Dalamper a navçeya Colemerg semzînanę, li qada Kumlutepe ya navçeya sirnax Bęsebabę ű li derdora gundę Kaletepe ya navçeya Batman Hezoyę, ser derketine. Di derbarę van seran de me serî li walîtiya rewsa awarte ya ji bajaręn kurd berpirsiyar da, lę ti bersîv neda me. 

[CTV26]
Li navçeya Sîîrt Perwari, Fermandariya Tirk ya Alaya 121an ya Perwarî, çűyîn ű hatina gundęn derűdorę kęm kir. 
Li gorî ajansa Nűçe ya DEMę, di çarçoveya vę pękanina nű de, pistî saet 17 ű nivan çűyîn ű hatina navçę pistî saet 17an-jî çűyîn ű hatina gundan hate qedexe kirin. Ji bo ku ev pękanina zehmet were rakirin, gundî çűn cem Albay Emin Alpan, lę belę bę ku sedemę vę pękaninę ji wan re gotin, ew sűn ve hatin vegerandin. Gundî dan zanin ku ev xedeya çűyîn ű hatina gundan, ew xistine nava zehmetiyęn mezin. Gundęn navçeya Perwariya Sîîrtę di sala 1998an de-jî di bin Pękaninek bi vî rengî de bűn, lę belę li ser hin nerazîbűnan, ev qedexe rabűbű. Ji aliyę din ve, tę gotin ku fermandariya jendirme ya beldeya Doganę-jî ji bo ku gundî bikin cehs, zorę bi kartîne. Bi taybetî-jî meha derbasbűyî dema ku 16 gundî xwestibűn ji cehsitiyę istifa bikin, zora li ser wan zędetir bűbű. 

[CTV27]
Di derbarę zextęn dewleta Tirk de, nűçeyek-jî ji navçeya Colemerg semzînanę hat. 
Li semzînanę hęzęn dewletę avętin ser malan ű di gel hin HADEPiyan 67 kes kirin bin çavan. Li navçeya Colemęrg, semzînanę pistî teqînęn ku doh bi sev saet di 22an de, li derdora qereqola jendirmeyan hatin bihîstin, qedexeya derketina derve hate îlankirin.. Di vę navberę de, leskeręn girędayî qereqola jendirmeyan li taxa Yenimalle avętin ser gelek malan. Di ęrîsa ser malan de, li gel serokę berę yę HADEPę semsettin Uysal bi gistî 67 kes hatin binçavkirin., HEta serę sibę li qereqola jendirmeyan îfadeya kesęn binçvakirî hatiye standin ű birine midűriyeta Emniyeta Navçę ű li wę derę ji 67 kesęn di bin çav de 17 kes hatine berdan. Qedexeya derketina derve ku doh ęvarę dest pękir, îro serę sibę hate rakirin. Çavkaniyęn heręmę diyar kirin ku bűyer provokasyoneke bűye ű teqîna bombeya ku li navenda navçę hatiye bicihkirin, gelek zerar daye mal ű wesaîtęn derdorę. Endamę ręveberiya navendî ya HADEP Hamit Geylanî bűyera li semzînanę weke provokasyon nirxand. Geylanî herwiha got, ku ewę him li ser navę partiyę, hem jî li ser navę gelę navçeyę di derbarę fermandarę jendirmeyan ű qeymaqamę navçeyę de gilî bikin. Endamę ręveberiya navendî ya HADEPę Hamit Geylanî diyar kir ku ev rayedaręn navçę her dem serî li provokasyonan wisa didin ű bang li gel kir ku di derbarę bűyeręn weke vę de hisyar bin. 

[CTV28]
Navçeya Amed Baxlarę ji nű ve dibe xwediyę bejnűbala xwe ya dîrokî. 
Serokę belediya Baxlarę Cabbar Leygara xebatęn kevir-raxistina ręyan da dest pę kirin. Beriya hilbijartinan Cabbar Leygara dabű zanîn, ji bo ku Baxlar nebe bajarekî ji heriyę, ewę dest bi kar bike. Xebatęn pęsî li taxa 5 Nîsanę hatin destpękirin. Ji bo bedewiya bajęr were parastin ű rę li ber beton ű heriyę were girtin, Belediya Baglarę çareyeke nű dît. Li navçeya Baxlarę di sűna betonę de rę bi keviręn parke tęn raxistin. Ev formul cara pęsî li taxa 5ę nîsanę hate pękanîn. KEviręn parke ku pir li bejnűbala dîrokî ya bajęr tęn, her wiha wę rę li heriya nava bajęr jî bigrin. SErokę belediyę Cabar Leygara ű gel bi hev re tevlî nav xebatęn kevir-raxistinę yęn li taxa 5 Nîsanę bűn. Serokę belediyę Cabbar Leygara li ser mijarę ev daxuyanî da: Leygara;'Me di serî de, di taxę 5ę Nîsanę dest bi xebatękir. Me beya helbijartinę sozdabű gelę xwe, daku baxlarę ji herîyę xelas bikîn. Xebatęn me yęn pratîkę bi hemű hęza xwe ve, berdewam dikin. Di serî de em vî texî wę sererast bikîn ű pistre-jî, wę derbazî taxęn din bibîn. Em, di xebatęn xwe de, ti cudatîyę naxîn nava gel. Ev xizmet ji bo hemű gelę me yę hęjaye. Ji alîyeke din ve, xebata me, ji bo parastina cîhęn dîrokî yęn Bajarę Amedę-jî,wę berdewam bike. Li gorî vę yekę, em wę cîhęn dîrokî yęn bajęr, wę ji nű ve, ji berçavan re derbaz bikîn ű eger kęmasîyek hebe, wę sererast bikîn. Kulanęn Taxę em asfaltnakin, di suna asfaltę de, wę keviręn Parke bikarbînîn. 

[CTV29]
Koma hawîrparęz ya bi navę Dostęn cîhanę, çalakiya xwe ya yekem ya ji bo ku Eskîfę di bin ava bendava Ilisu de nemîne, doh pęk anî. 
Komęn hawîrparęz yęn ku doh li Londonę li ber wezareta bazirganiyę xwepęsandanek li dar xistin, li dij derdikevin ku Ingiltere pistgiriyę bide plana çękirina bendava Ilisu ya ku li ser ava çemę Dîcle, wę were sazkirin. Koma Dostęn Cîhanę îdîa dike ku wezîrę bazirganiyę Wilson rapora fîrmayeke swîsreyî ya di der barę projeya bendavę de, ji ber çavan winda kiriye. Komę da zanîn ku di vę rapora mijara gotinę de, agahiyęn di der barę zerarę vę bendavę de cih digrin. Koma hawîrparęz ya dostęn cîhanę diyar kirin ku ewę hem li dijî çękirina bendavę hem jî pistgiriya ingiltereyę derkevin. Kurdistaniyan jî destek da koma ku çalakiya protestoyę li dar xist.

[CTV30]
Ji bo aboriya Tirk ku hewl dide xwe ji Kirizę xilas bike, IMFę reçeteyek demdiręj nivîsand. 
Heyeta Fona Navnetewî ya Pere IMF ku ev 3 heftene li Tirkiyę hin hevdîtinan pęk tîne, alikariya ji Tirkiyę re, bi sertekę ve giręda; pęwiste aboriya Tirkiyę bas bibe. Ręvebiriya Enqerę, encama ku di warę alikariya aborî de, ji Heyeta IMF hęvi dikir, bi dest nexist. Heyeta IMF da xuya kirin, eger, sertęn pęs yęn pęsniyazęn Reforman werin cih, wę, peymana Stand By di payizę de dîsa were guftűgo kirin. Serokę heyeta IMF Karlo Karrarelli doh bi wezirę Dewlletę yę ji aboriyę berpirsiyare Hikmet Uluxbay re civînek çapemeniyę organize kir ű hevdîtinęîn xwe yęn li tirkiyę nirxandin. Cotarelli da xuya kirin ku di hevdîtinan de, di warę peymana çavdęriya 18 mehan de ku par hate imze kirin, hin pęsketin çębűne. Katarelli, di derbarę aboriya Tirkiyę ya van 4 mehęn dawî de dîtinęn xwe anîn ziman ű got: beriya niha di navbera IMF ű Tirkiyę de, bernameyeke dij-enflayonę hatibű dest pękirin ű di vę yekę de pęsketinek xuya dike. Kottarelli da zanin divę, reformęn ewlekariya civakî-jî di nava demeke kin de di pratikę de were pękanin. Kottarelliî îddia kir ku di Enflasyonę de ketinek heye ű da zanin, li hember vę yekę, Faiz-jî gelek bilind bűye ű di encama de, faaliyetęn aborî kęm bűne. Serokę heyeta IMF Cottarelli diyar kir ku ji bo daxistina Enflasyonę pęwistî bi bernamyeke berfireh heye ű got: eger xebatęn Stand-By bi dawî bibin, mirov dikare behsa alikariyeke ji bo Tirkiyę bike. Li gorî peymana Stand-By, divę, enflasyona li Tirkiyę di sala 2001 de dakeve ji sedî 10 ű di sala 2002an de-jî dakeve ji sedî 5an. Konseya çapemeniya li Tirkiyę, rapora xwe ya meha heziranę eskere dikir. 

[CTV31]
Di raporę de, di aliyę zora li dijî çapemeniyę de gelek nűműne tęn nîsandan. 
Li gorî raporę, Mudurę karę nivîsę yę rojnameya Ozgur Bakis Hasan Deniz, ji ber nűçeyek ku roja roja 3ę heziranę sala 1999an hate wesandin, ji aliyę DGMya Stenbolę ve hate girtin ű ew avętin zindanę. Wesanęn rojnameya Ozgur Bakis-jî, li ser biryara DGmya Stenbolę ji bo mehekę hate rawestandin. Dîsa, pirtűka Nadire Mater ya bi navę 'Pirtűka Mehmed' ku di serę qiręj yę li Kurdistanę de, pisikoloji ű rűhiyeta leskerę Titk nisan dide, hate kom kirin. Nivîskarę rojnameya Sabahę, Andrew Finel-jî ji ber nivîsa xwe ya bi navę 'sark 1998' hin-jî li dadgehęn Tirk tę mehkeme kirin ű di derbarę wî de 6 sal cezayę zindanę tę xwestin. Di raporę de, tę bibîrxistin ku gelek rojnamevanęn din-jî ji ber nivîsęn xwe tęne mehkeme kirin ű tę gotin ku ev zora li ser çapemeniyę mirovan dixe nava tirs ű fikaran. Ji aliyę din ve, konseya bilind ya wesanę, rojnameya Oncu ku ji ber nűçeyęn xwe yęn derew tę nas kirin sermezar kir. Rojnameya Oncu di derbarę dizîna pirsęn imtihanęn zaningehan de, li ser navę Hekimę nexwesxana Bakirkoy, Doçent Doktor Arif Verimli, daxuyaniyekę derew wesandibű. Dema derket holę ku ew daxuyanî ne ya wî kesî ye, Konseya wesanę biryara sermezar kirinę girt. Rojnameya Oncu beriha niha-jî ji bo dayikęn astiyę gotibű; Ew-jî dayikęn teroristane.' ű ji ber vę yekę rojname ji aliyę dayikęn astiyę ve-jî hatibű sermezar kirin. 

[CTV32]
Di navbera Tirkiye ű Iranę de, hevdîtinęn ewlekariyę ku ev salane berdewam dikin, dîsa bę encam bi dawî bű. 
Di çarçoveya van hevdîtinan de ku ję re dibęjin; Civîna Konseya Ewlekariya bilind, heyeta ×ranę ku çav li rębű biçűya Enqerę, bi mesajekę da xuya kirin ku ew nikare biçe Tirkiyę. Hukumeta Tirk, bi armanca ku ×ranę-jî tevlî operasyonęn xwe yęn leskerî yęn li sînorę bakurę Kurdistan ű Iranę bike, di civînan de, tim îddia dike ku Iran destegę dide PKK. Heyeta aliyę tirk-jî pęr derbasî rojhilatę Kurdistanę bűbűn ű li bajarę urmiye bi rayedaręn îranî re hevdîtin pękanibűn. Ręvebiriya ×ranę di warę ewlekariya sinor de, hevkariya bi tirkiyę re red kiribű. 

[CTV33]
Tirkiye ű Yűnanîstan tękiliyęn xwe yęn bi hev re germ dikin. 
Bi desteka Amerîka her du welatan di asta Wezîręn karę derve de dest bi hevdîtinan kirin ű biryar dan ku di asta komîteyan de careke din li hev kom bibin. Komîteyęn her du welatan tekosîna hevbes ya li dijî PKKę di rojeva xwe de bi cihkirin ű di nîvę meha tîrmehę ve ewę dest bi hevdîtinan bikin. Bi hevdîtina wezîrę karę derve yę Tirkiyę Ismail Cem ű hempîseyę wî yę Yunanî Yorgo Papandreo li New Yorkę, tękiliyęn her du welatan ketin pęvajoyeke din. Cem ű Papandreu ji bo pęsxistina hevkariya di navbera her du welatan de biryara avakirina 5 komiteyęn dan. Di van 5 komiteyan de, wezîrę karę derve ű yęn hundir yęn her du welatan, wezîrę çandę yęn her du welatan ű saziyęn ewlekariyę yęn diyarkirî wę cih bigirin. Heyet wę li ser mijaręn weke narkotîk, penaberî, tekosîna bi PKKę re, turîzm, çand ű hawirdorę hevdîtinan pękbînin. Heyet wę cuda cuda di heman demę di li Enqere ű Atinayę karęn xwe bimesînin ű di mehęn Tîrmeh Tebaxę de xebatęn xwe bi dawî bînin. Di hevdîtinęn komîteyan de, wę her du welat jî herî kęm di asta mustesaran de werin temsîlkirin ű koordînasyona wan ji aliyę wezareręn karęn derve ve werin pękanîn. Tirkiye bi van hevdîtinan dixwaze xwe bigihîne peymaneneke hevpar ya tękosîna li dijî PKKę. Li gorî ragihandinan, eger her du alî jî ji hevdîtinęn komîteyan kęfxwes bimînin, wezîrę karę derve yę Tirkiyę Ismail Cem ű yę Yunanîstan Yorgo Papandreu wę di meha Cotmehę werin cem hev. Çavkaniyęn dîplomatîk dibęjin, Tirkiye, beriya zîrweya meha kanűnę ya li Helsînikî ya Yekîtiya Ewrűpayę, dixwaze di van hevdîtinan de bigihîje encameke eręnî. Li gorî heman çavkaniyan, eger encameke bas derbikeve, hingę dibe ku ręveberiya Atinayę endamtiya Enqerę ya ji bo Yekîtiya Ewrűpa qebűl bike ű vetoya xwe ya li dijî alîkariyęn aborî yęn ji bo Tirkiyę, betal bike. Hate ragihandin ku her du welatan di dema van hevdîtinan de li hevkirine ku li Egeyę jî li hemberî hev astengî ű aloziyan derneynin. Hate diyarkirin ku ji 31ę tebaxę ű wir ve, li li derya Egeyę wę tatbîkat çęnebin ű li ser Egeyę firîna nizm ya balafiran jî were betalkirin ű bi vî awayę her du alî wę baweriyę bidin hevűdin. 

[CTV34]
Astiya li Rojhilata Navîn dîsa di rojevę deye. 
Serokwezîrę Israîlę yę hilbijartî, Ehud Barak ű serokę ręveberiya otonomiya Filîstînę Yasir Arafat wę di demekę nęzîk de dest bi hevdîtinan bikin. Barak bi ręya telefonę bi Arafat re axivî ű soz da ku ewę li ser sopa mîmarę peymana Oslo ű serok wezîrę berę yę ×sraîlę Izak Rabin bimese. Serokęn ×sraîl ű Filîstînę doh bi ręya telefonę bi hev re axivîn ű biryar dan ku ewę pęvajoya astiya Rojhilata Navîn ya xetimî, ji nű ve zindî bikin. Pistî hevdîtinęn ku sala par hatibűn rawestandin, serokę nű yę ×sraîlę, Barak ű serokę Filîstînę Arafat cara yekem wę rű bi rű werin cem hev. Di dema hikűmeta Benyamin Netenyahu de pistî ku di kanűna sala çűyî de hevdîtinęn navbera herdu aliyan hatibűn rawestandin, tu hevdîtinęn din ęn fermî pęk ne hatibűn. Netanyahű di heftiya pęsiya me de wę dev ji hikűmetę verde. Tę gotin, ku Barak di axaftina xwe ya bi Arafat re, gotiye ew sopajoyę serokwezîrę berę yę ×sraîlę Izak Rabin e. Barak herwiha da zanîn, ku ewę bi hevdîtinęn astiyę ve girędayî bimîne ű di heman demę de bi Filîstinî ű cîranęn xwe yęn din re dest bi hevdîtinan bike. Barak wę di hefteya pęs de, bi awayekî fermî dest bi wezîfeya xwe bike. Serokwezîrę nű yę ×sraîlę Ehud Barak bi zexta navnetewî re rű bi rű mabű ji ku di pęvajoya astiya Rojhilata Navîn de gavęn eręnî bavęje. Lę belę Barak demeke kin berę, banga serokę Emerîka Bill Clinton ya 'filîstinî li ku derę dixwazin bijîn, bila bijîn' red kiribű. 
Serokę-dewletę Sűriyę, diçe Moskova. Serok-dewletę Suriyę Hafiz Esad, wę roja dusemę, weke męvanę serok-dewletę Rusya Boris Yeltsin, biçe Moskova. Li gorî daxuyaniya qesra serokatiya Sűriyę, serdana Esad wę 2 roj berdewam bike. Televizyona Lubnanę-jî di nűçeyęn xwe de, li ser devę rayedaręn sűryeyî diyar kirin ku Esad wę biçe Rusya. 

[CTV35]
Li Bakur Irlanda ji bo astiyę rojęn çarenűsę. 
Hemű alî ji bo ku peymana di Nîsana sala par de, bikeve nava pratîkę, hewldanęn xwe berdewam dikin. Serokwezîrę Irlanda ű hempîseyę wî yę Ingilîstanę ji bo ku peyman bikeve nava jiyanę doh li cem hemű aliyan li hin pęsniyazan guhdarî kirin. Peymana 10 nîsanę, di xalęn dem ű awayę bęçekkirina ręxistinęn çekdar yęn Bakurę ×rland de xetimîbű. Li Bakurę Irland nęzîkî bajarę Belfast, li qesra Stormont ji bo ku di encama hevdîtinęn 5 rojan de, peymanek were morkirin, hin pęsniyaz ketin rojevę. Serok wezîrę Ingilîstan Toni Blair ű serok wezîrę ×rland Berti Ahern pęsniyaz kirin ku heta 15 Tîrmehę xebata parlementoya Bakurę Irland ű yekîneyęn ręveberiya nű werin sazkirin. Li gorî vę planę, wę ręveberiyęn Dublînę ű Londonę xebateke hevbes bidin mesandin ű li aliyekî-jî wę ręxistinęn li heręmę dest bi çek berdanę bikin. Sinn Fein ű Yekîtîgira Alstir van pęsniyazan dinirxînin. Serokę Sinn Fein Gerry Adams sinyal dan ku ew bi germî nęzîkî van pęsniyazan dibin. Gerry Adams herwiha da zanęn, ku ew amadeye bi Yekitiyan re-jî karekî hevbes bide mesandin. Serokę partiya yekîtîgira Alstir David Trimble-jî diyarkir, ku pęwîste ręxistinęn li heręmę yekcar dest bi bęçek-kirinę bikin. Partiya Yekîtîgirę dixwaze, ku Sinn Fein beriya ku di nava parlementoyę ű ręxistinęn girędayî wę de cih bigire, bi IRAyę çek bide berdan. Sinn Fein-jî da zanîn ku di nava van 5 rojęn dawî de, ew nikare li ser navę IRA soza bęçęk-kirinę bide. Lę belę, di dema hevdîtinan de serokę Sinn Feinę bi manevrayeke nű dîsa sinyal da ku ewę karibe di warę bęçekirinę de hin gavan bavęje. Li gorî peymana 10 Nîsanę sala 1998an, heta meha Adarę sala 2 hezarî pęwîste hemű ręxistinęn li Bakurę Irland çekęn xwe teslîmî komisyoneke serbixwe bikin. Pistî manevra dawî ya Sinn Feinę, Partiya Yekîtîgir ya ALstar jî neçar dimîne ku dev ji helseta xwe ya berę ya neyînî berde. Yekîtîgiran bęçek-kirinę weke bahane nîsan didan ű dibűn asteng li pęsiya xebatęn ku di peymana 10 nîsanę de bi takvîmekę ve hatibűn girędan. 

[CTV36]
Emerîka ű Kesmîr 
EMERIKA Li bajarę Emerîka New Yorkę nűneręn 170 welatan tevlî sopandina konferansa sęniya cîhanę bűn ű kontrolkirina zędebűna sęniya cîhanę qebűlkirin. Di civînę de biryar girtin, ku di derbarę zewacę de ciwanan perwerde bikin ű derfetę ji bo jinan pęk bînin ji bo ku bi hęsanî karibin kurtaj bibin. Di belavoka encama civînę de, herwiha hate qebűlkirin, di nava 5 salan de tedbîr werin wergirtin, da ku hejmara kesęn ji nexwesîna AIDSę ű di dema bűyînę de dimirin, kęm bibe. Di vę navberę de, nűnerę Vatîkan, Arjantîn ű Nîkaragua bi sert îmze avętin ser teksta ku hate qebűlkirin. Li gorî lekolînęn Neteweyęn Yekbűyî, sęniya cîhanę wę îsal ji 6 milyaran zędetir dibe. KEsM×R Li Kesmîrę ser her ku diçe dijwar dibe. Li besa Kesmîrę ya di nava sînoręn Hîndîstanę de, îro serę dijwar destpękir. Di navbera leskeręn Hîndîstanę ű gerîllayęn ku tę îddeakirin ku ji Pakîstanę dikevin heręmę de ser derket ű di encamę de yek ję fermandar bi gistî 16 lesker Hîndîstanę hatine kustin. Artęsa Hîndistanę ji hefteyekę ű vir ve li heręma Kargilę li hember grűbęn çekdar operasyonęn leskerî didomîne. Di vę navberę de hate ragihandin, ku artęsa Hîndîstanę li Batalîkę girekę stratejîk bi destxistiye ű hewl dide ku çend hebęn din-jî bike bin kontrola xwe. Di navbera Hîndîstan ű Pakîstanę de, pirsgiręka Kesmirę bi destpęka serę di 9 Gulanę de careke din dijwar bűbű. Rayedaręn Hîdîstanę diyarkirin, ku di serę du mehan de 207 kes hatine kustin ű 389 kes-jî birîndarbűne.

[CTV37]
Tirkiye îro bi bombeyan hejiya...
Li Avcilara Stenbolę, di bîdonę çopę de bombeyek teqiya. Teqîn, doh ęvarę saet di 23 ű 15an de pęk hat. Di encamę de kesek mir ű 28 kes-jî birîndarbűn. Heta niha ti kes berpirsiyariya van çalakiyan negirt ser xwe. Li Stembolę, li navçeya Avcilar, li kolana Denizkoskler parka Mustafa Burcu, doh ęvarę teqînek pęk hat. Di encama teqînę de Faîk Handemirę 39 salî ku bi giranî birîndarbű, li nexwesxaneya Avcilarę hat dermankirin, lę di demeke kin de jiyana xwe ji dest da. 25 birîndaręn din jî rakirin nexwesxaneyęn derdorę. Li gorî agahiyan rewsa 6 birîndaran girane. Valiyę Stenbolę Erol Çakir di derbarę bűyerę de da xuyakirin ku bombeyeke li gorî demę eyarkirî di bîdonę çopę de bűye sedam bűyerę. Çakir diyarkir ku ew ji ber bűyerę li 2 kesan digerin ű îddîakir ku çalakî ya PKK'ęye. Di vę navberę de, li Edenę di çalakiyeke întiharî de, li gorî tespîtęn destpękę 14 kes birîndarbűne. Li gorî agahiyan, çalakvana jin jî di encama teqînę de jiyana xwe ji dest daye. Çalakvana jin li hemberî muduriyeta asayîsa polęs a EDenę, saet di 16 ű 20an de, bombeyęn li bedena xwe pęçabűn teqand. Di encama çalakiyę de, mudurę polęsan, 7 polęs ű 2 teknisyenęn li muduriyetę wezîfedar, nobedarek ű 3 kesęn di rę re derbas dibűn, birîndarbűn. Birîndar rakirin nexwesxaneya Edenę ya dewletę, lę di encama çalakiyę de li derdorę zirareke mezin a maddî çębűye. 

[CTV38]
Kurdistaniyęn li Ewropa daxwazęn xwe yęn ji bo azadiya Ocalan ű astiya li Kurdistanę îro-jî dűbare kirin.
Kurdistaniyęn dibęjin; ew di van daxwazęn xwe de tawîz nadin ű dan zanîn ku ewę çalakiyęn xwe berdewam bikin. Kurdistaniyęn li bajarę Fransa Marsilya, bang li ewropa kirin ű di bin pankarta "soz na, em ędî pratîkę dixwazin", dest bi greva birçîbűnę kirin. Qasî 30 Kurdistanî îro saet di 10"an de li meydana vieo port dest bi greva birçîbűnę kirin ű dan zanîn ku ewę çalakiya xwe sibę li pęsiya dęra mezin ya li meydana Kanabiyer bidomînin. Li gorî daxűyaniya komîta amadekar, armanca greva birçîbűnę, protestokirina helwesta ne zelal ya welatęn Ewropaye, ku li dijî biryara îdamę ya di derbarę serokę gistî yę PKK Abdullah Ocalan de nîsan didin. Di daxűyaniyę de tę gotin, Ewropa di axaftinęn xwe de li hember tevkujiya li dijî Gelę Kurd derdikeve, lę belę di pratîkę de gavęn berbiçav navęje. Komîta amadekar diyar kir ku ewę greva birçîbűnęn będem ű bi dor berdewam bikin. Li bajarę Almanya Saarbrucken, bi sedan Kurdistanî ji komela Kurd heta navenda bajęr mesiyan. Di mesę de sloganęn weke "na ji îdamę re, niha astî" hatin avętin. Doh-jî li bajarę Almanya Bielefeld, seva di bin navę "Bîranîna Zeynep Kinaci ű banga li Ewropayę ya pękanîna wezîfeya xwe", hate lidarxistin. sev ji aliyę PJKK ve hatibű organîze kirin. Pistî dawîanîna sevę ku 3 hezar ű 500 kes tevlî bűbűn, Kurdistanî bi konveyek ji 150 wasaîtan pęk dihat, ketin navenda bajęr. Di dema konvoyę de, alęn PKK ű posteręn Ocalan hatin hilgirtin ű sloganęn "Na ji Idamę re" bę navber hatin avętin. Doh herwiha li paytexta Ingiltere London-jî, di serî de ji Ingiltere, 15 hezar Kurdistaniyęn ji Skoçya ű Gallerę mesek pęk anîn. Esnafęn Kurd-jî serę sibę dikanęn xwe girtin ű tevlî mesę bűn. Di ręzęn herî pęs yęn mesę de, posterekî mezin yę Ocalan hate hilgirtin. Di vę navberę de, mesvan li pęsiya avahiya hukumeta Ingiliz seknîn ű heyetek ji Kurdistaniyan, ji bo serokwezîrę Ingiltere Toni Blair nameyek dan rayedaran. Dure 15 hezar Kurdistanî dîsa dest bi mesę kirin ű çűn meydana bi nav ű deng ya Londonę Trafalgar. Li vę derę, ji bo hemű sehîdęn Kurdistan ű soresa cîhanę, deqeyek ręz hate girtin. Pistî axaftinan, Kurdistanî bi govend ű dîlanę, dawî li çalakiya xwe anîn. Li hemberî biryara dardakirina serokę gistî yę PKK'ę Abdullah Ocalan, nerazîbűn berdewam dikin.

[CTV39]
Tevgeręn Rizgariya Netewa Ereb ű serokę Assembleya Gelęn Rusyayę Ramazan Abdulatipof xwestin biryara dardakirinę bi cih neyę anîn.
Platforma Hęzęn soresger ęn Yekbűyî diyarkir ku ew biryara di derbarę Ocalan de nas nakin. Tevgeręn Rizgariya Netewa Ereb, ji sekreterę gistî yę Neteweyęn Yekbűyî Kofî Annan re nameyek sandin. Di nameyę de ji bo biryara dardakirinę ya ji bo Ocalan hatiye dayîn bi cih neyę anîn, zext li ser Tirkiyę were kirin. Her wiha di nameyę de tę gotin; di sexsę Ocalan de biryar li ser pęseroja Kurdan hatiye dayîn, lewma divę Neteweyęn Yekbűyî li cem gelę Kurd cih bigire. Wezîrę Dewletę yę Federasyona Rusyayę ű serokę assembleya gelęn Rusyayę Ramazan Abdulatipof xwest biryara di derbarę Ocalan de, di çarçoweya pirsgiręka Kurd de were nirxandin. Abdullatîpof li ser vî esasî xwest, hemű saziyęn navnetewî bikevin nava tevgerę ű bang li Tirkiyę jî kir ku bi aqil bimese. Li aliyę din, Platforma Hęzęn soresger ęn Yekbűyî ku ji 11 ręxistinęn Tirkiyeyî ű Kurdistanî pęk hatiye, di daxyaniya xwe de ya di warę bűyeręn dawî de diyarkir ku ew biryara dadgeha dewleta Tirk daye nas nakin ű biryar sermezarkirin. Di daxuyaniyę de tę gotin; di van rojęn dawiyę de, li welatęn curbecur ęn Ewrűpayę gelek çalakî tęne lidarxistin ku çalakiyęn bi vî rengî bi armanca provkasyonan tęne pęk anîn. Sazűmana xebata Islamî ű Netewî ya Kurdistana Iranę-jî biryara mehkemeyęn Tirk ya di derbarę Ocalan de sermezar kir. Di belavoka doh ya Sazűmanę de, tę gotin ku ev biryara dadgehę, Tirkiyę ji pirsgirękan rizgar nake, berovajiyę vę yekę, ewę bibe sedemę gelek tevliheviyan. Di belavokę tę gotin; Dîroka Kurd nîsan daye ku tevgera Kurd bę serok bimîne-jî ti car ji holę ranabe. Ji aliyę din ve, Yekitiya avukatęn Suleymaniyę-jî bi belavokekę, biryara dadgehęn Tirk ya di derbarę Oclan de red kirin. Belavoka avukatan bibîrdixe ku dadgeh ji destpękę ű vir ve, bę qanűnî mesiyaye ű tim pęsî li avukatęn Ocalan hatiye girtin. Belavok wiha berdewam dike; Ev biryar li dijî mirovahiyę ye ű em vę biryarę sermezar dikin. Em dixwazin ku jiyana Ocalan were parastin ű ev biryara ne adil were rakirin. Li bajarę Wanę, Esnaf bi armanca pistgiriya bi Ocalan re ű protesto kirina biryara Idamę doh dikanęn xwe girtin. Girtina dikanan li ser banga ERNK pęk hat ű tę gotin ji sedî 80 esnaf tevlî bűne. Li gor nűçegihanęn me yęn li heręmę, ji bilî girtina darabe ű dikanan, gel ji malęn xwe jî derneketine. Pistî ku biryara dadgehęn Tirk ya di derbarę Ocalan de eskere bű, li Wanę gelek bűyer pęk hatin. Bi vî aramncî doh bi sev-jî wesayîtek hate sewitandin. Wesayit doh li otogara Wanę ji aliyę kesęn nenas ve hate imha kirin ű tę gotin ku wesayit ya MHPiyan bűye. Rayedaręn Tirk di derbarę bűyerę de ti daxuyanî nedan. 

[CTV40]
Biryara dardakirinę ya ji bo serokę gistî yę PKK'ę Abdullah Ocalan, hę jî di rojeva çapemeniya navnetewî de cih digire.
Rojnameyęn Ewrűpa ű Emerîka hemfikirin ku bi cih anîna biryara dardakirinę, ne li gorî berjewendiyęn Tirkiyę ye. Me nűçeyęn di vî warî de ji Der Spigel, Focus ű The Timesę tomar kirin. Li gorî nűçeyeke kovara hefteyî ya Elman Der Spigel, Tirkiye dixwaze biryara dardakirinę wergerîne, cezayę muebbetę ű bi vî awayî Ocalan ji bo hesabęn xwe yęn polîtîk bi kar bîne. Di vę nűçeyę de bi sernivîsa; Ocalan koz, tę îddîakirin ku Enqere dixwaze planekî di 3 qonaxan de bide mesandin. Nűçe weke çavkanî raporeke wezareta karę derve belge nîsan dide. Li gorî agahiyęn tęne dayîn; Wezaretę 2 qonaxęn plan, girtina Ocalan ű jihevbelavkirina PKK'ę bi serkeftî biriye serî, Niha di qonaxa sęyemîn de bi kar anîna Ocalan tę. Di nűçeyę de tę gotin; ji bo Serokę PKK'ę Ocalan weke kozekî were bi kar anîn ű ev koz nekeve destę dewleteke din, li hemberî cezayę dardakirinę dilnexwaziyek heye. Der Spigel di nűçeyeke din de nirxandina istixbarata Elman a di rewsa dardakirinę de tedbîręn were girtin tîne ziman. Nűçe bi sernivîsa; li hemberî dijwariyę hisyarî, wiha dibęje; 'Rayedaręn istixbarata Elman di îhtimala dardakirna Ocalan de li bendęne ku bűyeręn dijwariyę derbikevin. Di rapora nirxandinę de ku servîsa istixbaratę daye hukűmetę, hisyariyęn weke; cih sewitandin, çalakiyęn întiharwarî ű balafir revandinę, tęne kirin. Her wiha ji bo serbestberdana Ocalan, dibe ku çalakiyęn rehîne girtinę jî pęk werin. Eger PKK bawer bike ku ji bo çareseriya pirsgiręka Kurd pęwîstî bi alîkariya dewletęn din nîne, wę ev senaryo pęk were. Kovara hefteyî Focus ji bo bűyeręn vę dawiyę, sernivîsa; tirsa ji efsaneyę, bi kar tîne ű wiha dinivisîne; 'Guftűgoyęn di warę cezayę dardakirinę de, rę li ber sensekî nű ji bo astiyę vedike.' Tę gotin; pistî biryarę bi gistî PKK'ę bi dîqet, bę deng, nerazîbűna xwe nîsan daye. Di berdewamę de wiha tę gotin; 'Rewsenbîr ű dîplomatęn li Tirkiyę ji bo astiyę bi hęvîne.' 'heta rojnameya Hurriyetę jî di heman fikrę de ye, lewma di rűpelę xwe yę yekemîn de dipirse ji bo astiyę sens heye yan naß' Rojnameya Emerîka ya hefteyî Time, sernivîsa; Mehkűmę Mirinęye, bi kar tîne. Rojnamevan Andrew Finkel di nűçeya xwe de dibęje; bi biryara dardakirinę sensa astiyę hindik bűye ű eger cezayę dardakirinę bi cih neyę anîn, wę ev yek bi kęra Tirkiyę were. Andrew Finkel wiha berdewam dike; 'Eger jiyana Ocalan were bexsandin, dibe ku rę li ber dijwariyę were girtin. Eger were dardakirin, dibe ku di nava demę de cihę xwe bigire ű bibe sehîdekî mezin ę doza xwe.' Her wiha nivîskar dibęje; Konseya Ewrűpayę di derbarę dadgehę de gotiye; li gorî qanűnęn Tirkiyę dadgeh rast hatiye mesandin, lębelę Konseyę ne gotiye; dadgeh adil hatiye lidarxistin. Rojnameya Ingiliz The Times, di hejmara xwe ya îro de, di derbarę mijarę de sernivîsa; Tirk di derbarę dardakirina Ocalan de bi gumanin, bi kar aniye. Ev nűçe jî ji aliyę rojnamevanę Ingilîz Andrew Finkel ve hatiye nivîsandin. Finkel bi taybetî dibęje; çapemeniya Tirk pistî dadgehę, destpękiriye di nűçeyęn xwe de sęwazeke cuda bi kar tîne. Finkel di nűçeya xwe de cih dide daxuyaniyęn welatęn Ewrűpa yęn li hemberî cezayę dardakirinę, di vę çarçoweyę de serî li dîtinę hin dîplomatan dide. Li gorî dîplomatęn Ewrűpayę; van daxuyanî hemű, li ser bűyeręn muhtemel ęn dijwariyę tęne kirin. 

[CTV41]
Li Sirnex ű Midyadę serę di navbera yekîneyęn artęsa Tirk ű gerillayęn ARGK de, her ku diçe dijwar dibe.
Di van seran de, bi gistî 12 leskeręn Tirk hatin kustin ű 7 lesker-jî birîndarbűn. Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniya ARGKę, pęr li ser ręya Guçlukonak ű Cîzrę,di navbera gerillayęn ARGKę ű leskeręn Tirk de, ser derket. Di daxuyaniyę de, herwiha subayek bi tevahî 7 leskeręn Tirk hatine kustin 5 leskeręn Tirk-jî, birîndarbűne. Hate hînbűn, ku pistî vî serî hin yekîneyęn leskeręn girędayî tabűra Findikę li heręma ser derketibű, dest bi operasyonek berfireh kirin. Buroya Çapemeniyę ya Artęsa Rizgariya Gelę Kurdistan ARGKę da xuyakir, ku tank, panzęr ű helîkoptęręn bi tîpa Kobra di operasyona leskerî de, tęnę bikaranîn. Hate ragihandin, li heręma ku yekîneyęn leskerî di nava operasyonę dene, 2 feqemayin teqiyane. Li aliyę din, li nęzîkî navçeya Męrdîn Midyadę, gerillayęn ARGKę li dijî leskeręn ku lűlleya petrolę ya BOTASę diparastin, ęrîsek pękanîn. Li gorî agahiyęn bi dest ketine, di ser de 5 leskeręn Tirk hatine kustin ű 2 leskeręn Tirk-jî birîndarbűne. Hate hînbűn, ji leskeręn hatine kustin, navęn 2 leskeran Osman Yildiz ű yę din-jî Mistik Gunese. Li heręma Colemerg ű Batmanę-jî, di encama teqîna mayînan de kesek mir, 10 kes-jî birîndar bűn. Mînîbűsa ręwiyan ya bi pîlaka 30 AH 074 ya di bin sofortiya Kerem Demîr de ku li ser ręya Colemergę bű, li rawestgeha Derebasi di encama teqîna mayînekę de ku li ser rę hatibű bicîh kirin, qelibî. Li gorî çavkaniyęn nűçeyęn Tirk; di bűyerę de soforę wasaîtę Kerem Demir mir. Ji ręwiyan cahsęn bi navę Emin Bayram, Aziz Bayram, Yusuf Ayva, Ali Çivi ű Asiye Kus birîndar bűn. Cahsęn birîndar li nexwesxaneya leskerî ya Colemergę tęne dermankirin. Herwiha, li Batmanę-jî wasaîtek hevkariya anonîm ya petrollęn Tirkiyę TPAO rastî teqîna mayînekę hat. Di bűyerę de 3 ję lesker, bi gistî 5 kes birîndar bűn. Wasaîta bi pîlaka 10 E 311 ku pisporę parastina TPAO Ertugrul Iseri diajot ű herwiha ekîba wî tęde bű, dema gihîst qada Petrola Garzanę, rastî mayînekę hat ku beriya niha hatibű bicîh kirin. Di teqînę de, soforę wasaitę Albayę teqawutbűyî Ertugrul Iserî ű sekreterę parastinę Mehmet Adak ű 3 lesker birîndar bűn. Birîndaran rakirin nexwesxaneya taybetî ya Sîfa Batmanę ű li we derę tęne derman kirin. 

[CTV42]
Çalakiya di 1'ę Tîrmehę de li navenda bajarę Elezîzę pęk hatibű, ARGK'ę berpirsiyariya wę girt ser xwe.
Ajansa nűçeyan a DEM'ę, li ser devę buroya çapemeniyę ya ARGK'ę ragihand ku tîmęn fedaî yęn ARGK'ę çalakî pęk anîne. Di nűçeya ajansę de tę gotin; di çalakiyę de 5 MHP'î ű polęsek hatiye kustin, 4 MHP'î ű polęsek jî birîndarbűye. Di dema bűyerę de, gerîllayęn bi navę Nevzat Kur ű Sukriye Yilmaz jî jiyana xwe ji dest dane. Buroya çapemeniyę ya ARGK'ę diyarkir ku avahiya ku ęrîs birine ser ya MHP'iyan bűye. Çavkaniyęn Tirkiyę jî ragihandibűn ku çayxaneya Poyraz hatiye gullebarandin ű di encamę de 4 kes hatin kustin ű 5 kes jî birîndarbűne. Di vę demę de ku alîyę Kurdan çareseriyek demokratîk ű astîyane pęsniyaz dike,dewleta Tirk, dest ji polîtîkaya xwe ya gund-valakirin ű zordestîyę bernade. Hęzęn Artęsa Tirk, li navçeya Batman Hezo avętin ser mezreya Qirika ya gundę Kaletepe. Leskeran, bi heqaret ű lędanę, gundî tehdît kirin ku Mezra xwe vala bikin. Li Colemęrgę-jî, tîmęn taybetî gundę Bayę dane ber gulleyan. Li gorî agahîyęn ji nűçegihanęn me yęn li heręmę gihane destę me; Leskeręn Tirk ű Cahsęn ji gundę Kayhanliyę, ęris birin ser mezraya Qirikan ku girędayî gundę Kalatepe ya Hezoyę. Fermandarę Tabűrę, bi sedema ku gundîyan alîkarî dane gerîlayęn ARGKę, gundî di nava meydana gund de, kom kirin. Fermandar, ji gundîyęn Kurd re wiha gotîye; 'An hun wę bibin cahs, an-jî, wę gundę xwe vala bikin. Eger ez careke din bęme vir ű mezra valanebe, wę vî gundî di serę we de, ruxînim'. Gundîyekę ku nave xwe nexwest dîyar bike got: 'Fermandarę tabűrę yek bi yek ew birine dibistanę ű gundîyan ęskence kirîye'. Hate ragihandin ku pistî ęrisa leskeręn Tirk, gundîyan destbi firotina sewalęn xwe dikin. Her wiha gundî xwe amade dikin daku ji gund koç bikin. Hate zanîn ku piranîya gundîyęn koçkirine li navçeya Amed-Bismilę, bicîh bűne ű hinek gundî-jî, koçî cem mirovęn xwe yęn gundęn Bismilę kirine. Ji alîyeke din ve, leskeręn Tirk ęris birine ser Gundę-Nű ku girędayî, navçeya Batman Sasonę ye. Li hęla din, gundę Bay ku girędayę Colemęrgęye ű berîya 3 salan bi darę zorę kiri bűn cahs, pęr dîsa rastî gullebarana tîmęn Taybetî hat. Gulleresandina tîmęn taybetî yęn Tirk, heta seatęn serę sibę, berdewam kir, lębelę gustî ű birîndar tinene. Pistî bűyerę, tîmęn taybetî gund dorpęçkirine ű hatin ű çuna gund-jî, hatiye qedexe kirin. Gundîyęn gundę Bayę, dan xűyakirin ku; 'hęzęn dewletę jibo ku gundî, gundę xwe vala bikin, dixweze çavtirsandî bike. Di encama zolm ű zora hęzęn dewleta Tirk de, hefteya derbazbűyî 13 malbatan ji gund koç kiri bűn ű li navenda bajęr bicîh bibűn. Tekiliyęn di navbera Hizbullah ű hęzęn polęs yęn Tirk de eskere dibin. 

[CTV43]
Heta niha ji bo bi sedan cinayetęn failę wan ne diyar yęn li Kurdistanę, Hizbűllah weke berpisiyar dihat ditîn.
Rojnameya Tirk Milliyetę îro bi sernivîsa' Hizbűllah xwe berdan nava Dewletę' Nűçeyek wesand ű tęde dibęje; ji 500 endamęn Hizbűllahę ku li Amedę hatine girtin, 70 hevę wan kadroyęn profesyonel yęn dewletę ne. Di nűçeyę de, di derbarę nasnameyęn endmaęn Hizbűllahę de agahî tęn dayin ű tę de tę gotin ku bi Hizbűllahiyan re herwiya gelek wezifedaręn polęsęn Tirk hatine girtin. Tę gotin, di nava kesęn ku ji ber tekiliyęn xwe yęn bi hizbűllahę re hatin girtin de, mudurę berę yę serokatiya Belediya Sűr ya Amedę Mehmedî Kanar-jî heye. Li gorî nűçeyę, hęzęn dewleta Tirk di operasyonęn xwe yęn li Kurdistanę yęn li dijî guruba Iilim ya Hizbűllahę de gelek girtine ű di nava kesęn girtî de herwiya gelek karmendęn dewletę-jî hene. Beriya dadgeha sivîl Roma, di derbarę daxwaza Ocalan ya statuya siyasî de, roja 7 Tîrmehę biryara xwe eskere bike, partiya îtalî ya komunsît ya jinűve avkirinę ji hukumeta xwe xwest, ku statuya siyasî bide Ocalan. 

[CTV44]
Partiya komunîst ya îtalî ya jinűve avakirinę, ev biryar bi awayekî nivîskî pęskęsî hukumeta Italya kir. 
Di nivîsarę de tę gotin, ku pęwîste pirsgiręka Kurd li ser kaxizę nemîne ű ji bo ku Ocalan were rizgarkirin, hîn-jî dem heye ű herwiha divę ji bo Ocalan mahkemeyek navnetewî were sazkirin. Di nivîsarę de herwiha tę xwestin, ku serokatiya Neteweyęn Yekbűyî ji bo guftűgokirina dayîna statuya siyasî ya ji bo Ocalan ű pirsgiręka Kurd, civînek pękbîne. Paręzeręn Serokę Gistî yę PKK'ę Abdullah Ocalan diyarkirin ku dewleta Tirk sozanedardakirina Ocalan dabű Italyayę. Paręzeran, nameya ku wezîrę berę yę edaleta Tirk Hesen DenizKurdu ji wezîrę edaletę yę Italyayę re sandiye-jî eskerekirin. Hesen DenizKurdu di nameya xwe de dibęje; li Tirkiyę cezayęn dardakirinę di pratikę de pęk nayęn. Her wiha ji bo ku cezayęn dardakirinę ji binî ve, ji destűra bingehîn Tirk were derxistin-jî hewldan hene. DenizKurdu ji bo ku gotinęn xwe bide bawer kirin, biryareke Komisyona Mafę Mirovan ya Ewrűpayę weke referans dide. Paręzeręn serokę gistî yę PKK'ę Abdullah Ocalan, Niyazî Bulgan, Irfan Dundar, Hatice Korkut ű Aysel Tugluk, nameya wezîrę berę yę edaletę yę dewleta Tirk Hasan DenizKurdu ji hempîseyę xwe yę Italyayę Olîviero Diliberto re sandiye, ji raya gistî re pęskęskirin. Denizkurdu, di 26 Mijdara sala 1998an de nameya bi mora; wezareta edaletę yataybetî, ji wezareta edaletę ya Italyayę re sand. DenizKurdu di nameya xwe de îddîa dike ku cezayę dardakirinę yę li Tirkiyę, bi awayekî xweza, jixwe rabűye. Denizkurdu ku di nameya xwe de soz dide, wę cezayęn dardakirinę pęk neyęn ű wiha dibęje; 'Ji 25ę meha dehan ya sala 1984 ű vir ve, li parlementoya Tirkiyę, ti cezayęn dardakirinę bi cih ne hatine anîn.' 'Di vę rewsę de mirov dikare bęje; cezayę dardakirinę jixwe rabűye.' 'Ji bo ev ceza, ji sîstema huqűqę ya dewleta Tirk were derxistin, hewldan hene. Bi vę armancę, di pęsniyaz qanűna ceza ya Tirk de, ku hę li parlementoye, cezayę dardakirinę cih nagire. Hesen DenizKurdu, di berdewamiya nameya xwe de belgeyeke Komisyona Mafę Mirovan a Ewrűpayę weke delîl nîsan dide. Ev name ku weke sozdayîneke ji bo cezayęn dardakirinę pęk nayę tę pęskęskirin, wiha berdewam dike; 'Li Tirkiyę di warę cezayę dardakirinę de bűyeręn dawî ű rewsa huqűqî, bi serlędaneke ji Tirkiyę ji bo Komisyona Mafę mirovan a Ewrűpayę, hatiye nirxandin. Ev serlędana ku hatiye redkirin, mînakekî wę ji we re tę pęskęskirin, eger ev dosya were lękolînkirin, wę were dîtin ku Komisyon jî di derbarę cezayę dardakirinę de dîtinęn me rast dike. 

[CTV45]
Di yekemîn kongra asayî ya partiya Demokrasî ű asîtiyę, serokę berę yę wexfa lękolîn ű çanda Kurd, Yilmaz Çamlibel weke serokę gistî hate hilbijartin.
Vekîlę serokę gistî yę DBP Yavűz Koçoglu ku di kongrę de axaftina vekirinę got, eger pirsgiręka Kurd neyę çareserkirin, wę pirsgirękęn li Rojhilata Navîn neqedein. Koçoglu diyar kir, ji bo pękanîna demokrasî, astî ű pęsxistina aboriyę, çareserkirina pirsgiręka Kurd sert e ű di rojęn îro de, pirsgiręk girędayî îdam an-jî ne-îdamkirina Ocalan e. Gotinęn Koçoglu, li salonę bi sloganęn weke "Ji bo Tirkiyę demokrasî ű ji bo Kurdan azadî hate pęswazî kirin. Dűre 549 delege ku tevlî besę girîng yę kongrę de, Yilmaz Çamlibel weke serokę gistî hilbijartin. Di kongrę de, 40 endamęn meclîsa partiyę ű konseya disîplînę ya navendî ku 7 ję asîl in, bi gistî ji 14 endaman pęk tę, hate hilbijartin. Serokę gistî yę berę Refîk Karakoç-jî ji ber cezayę ku lę hatiye bîrîn, nikarîbű bibe namzetę ji bo serokatiya gistî. 

[CTV46]
Dewleta Tirk ku dixwaze Iranę-jî bike hevkarę xwe yę operasyonan, zextęn xwe yęn li ser ręveberiya Tehranę zęde kir
Li gorî raporeke yekîneyęn istixbarata Tirk; tę îddîakirin ku Iran alîkariya PKK'ę dike, lewma divę Tirkiye mudaxeleyî vę yekę bike. Yekîneyęn Istixbarata dewleta Tirk, raporek di derbarę tękiliyęn Tirkiye ű Iranę de amadekirin ku dibe ev rapor di navbera herdu dewletan de bibe sedema aloziyę. Di raporę de tę îddîakirin ku Iran alîkariya PKK'ę dike, lewma dewleta Tirk ędî nikare li vę rewsę tehammul bike. Di vę çarçoweyę de tę îddîakirin; dewleta Tirk dikare ji bo vę yekę bi Iranę re bikeve nava ser jî ku Iran li heręmę Tirkiyeke xurt naxwaze. Her wiha di raporę de tę îddîakirin ku Iran li hemberî Tirkiyę dixwaze PKK'ę bi kar bîne ku ręveberiya Tahranę bi vę rę, dixwaze li hemberî Tirkiyę serdestiya siyasî bidest bixe. Di raporę de ji bo alîkariya Iranę bi PKK'ę re, 2 gerîllayęn ji Rojhilatę Kurdistanę ku ketine destę dewleta Tirk, weke delîl tęne nîsan dan. Di besę dawî yę raporę de wiha tę gotin; 'Tirkiye, ędî nikare li hemberî alikariya Iranę ji bo PKK'ę, tehammul bike. Ji ber ku alîkariya Iranę ya ji bo PKK'ę were birrîn, wę PKK li Bakurę Iraqę bikeve tengavę ű îmha bibe.' Iddîayęn mîna vę, beriya serokę gistî yę PKK'ę Abdullah Ocalan ji Sűriyę veqete, hatibűn kirin ű ręveberiya Sam ű Enqerę bi serekę re rű bi rű mabűn. 

[CTV47]
Sefîrę Amerikî Mark Parris, da xuya kirin, ji sazbűna komara Tirk ű vir ve, tekiliyęn di navbera Amerika ű Tirkiye de di asteya herî bilind de ye. 
Mark Parris ev nęrînęn xwe bi munasebeta cejna salvegera 223an ya rizgariya Amerika, li Kiluba Rotarî ya Edenę anî ziman. Sefîrę Amerikî Mark Paris di çarçoveya mijara 'di sala 2 hezarî de, hevkariya Amerika ű Tirk' de, behsa pirsgiręka Kurd-jî kir. Parris îddia kir ku eger, DGMyęn Tirk werin guherandin, qanűna posmaniyę zű were derxistin, sistema heręma rewsa awerte OHAL were rakirin ű bi tevî hin guherînęn din wę pirsgiręk werin çareser kirin. Mark Paris da zanin ew Tirkiyek demokratik ű bi istikrar dixwazin ku zirar li yekparebűna axa wî neketiye, ű ew herwiya dixwazin ku Tirkiye li heręmę xwe berpirsiyar hisbike ű rola pęsengiyę bileyize. Paris nęrinęn xwe yęn di derbarę hukumeta 57an de-jî anî ziman ű wiha got: Di van 5 salęn dawî de, li Tikriyę gelek hukumet hatin saz kirin, lę belę wer xuyaye ku wę ev hukumet emir diręj be.

[CTV48]
Li Misirę îro hemű aliyęn pęvajoya astiya Rojhilata Navîn, di konferanseke ne fermî de, hatin cem. 
Hevkariya navnetewî ji bo astiyę ya li Rojavayę seriya, ev konferans organîzekir ű hedefa wę ewe, ku rayedaręn Ereb ű Israîl bînin cem hev. Di vę konferansę de, wę herwiha serokę ręveberiya otonom ya Filîstîn Yassir Erefat ű serok wezîrę berę yę Israîlę Sîmon Perez amadebin. Di nava besdarvanęn navnetewî de-jî, nűnerę taybetî yę Rojhilata Navîn yę Emerîka Dennis Ross ű hempîseyę wî yę Yekîtiya Ewropayę Miguel Moratinos heye. Hate zanîn, hin Erebęn ku li Kahîre dijîn wę nęzîkbűna Ereb ű Israîlan protesto bikin. Lę belę, hukumeta Misirę da zanîn, ku ewę vę yekę zęde ciddî negirin.

[CTV49]
Iraqę, daxwaza xwe ya rakirina ambargoyę, careke din dubare kir. 
Ręvebirîya Bexdayę ku, Emerîka ű Ingiltere bi binpękirina peymana neteweyęn Yekbűyî tawambar dike, dîyar kir; Gelę Iraqę bi qirkirinę re, rű bi rű ye. Ręvebirîya Bexdayę, Emerîka ű Ingiltere bi binpękirina peymana 'berdęla xwarinę petrol, tawambar dike. Rayadaręn Iraqę, di derbarę mijarę de dan xűyakirin ku wan di bahaya 562 Milyon dolarî de, peymana 'di berdęla xwarinę de petrol" îmzekirine. Di kontratę de, pęwîste ev pere di xebatęn petrol, Elektirîk, çandinî-avdan, derman, Perwerde ű kanalîzasyonan de bę serf kirin. Rayadaręn Iraqę dîyar kirin ku li gorî peymanę ji 700 milyon dolarę pere hatîye taybet kirin, lębelę ji 395 kontaratęn ku hatine îmze kirin, ji bo pękanînę tęne asteng kirin. Rayadaręn Iraqę, Emerîka ű Ingiltere tawambar dike ű xwestin daku ambargoya li ser welatę wan bę rakirin. Iraq, li gorî peymana 'di beręla petrolę de xwerin' di her 6 mehan carekę dikare barî 5 milyon dolar petrolę bifirose. Lę belę, ręvebirîya Iraqę vę yekę pir hindik dibîne ű ji neteweyęn yekbűyî daxwaz dike, daku ambargola li ser welatę wan bi tavilę bę rakirin. Çîn ű Rusya ku endamęn daîmî yęn Konseya Ewlekarî yęn Netweyęn Yekbűyî ne, wę nîqasęn li ser rakirina ambargoya li ser Iraqę, wę di pęseroję de, bînin rojevę. Li ser vę yekę, ręvebirîya Iraqę-jî dabű xuyakirin, ku ewę destur bidin heheta konseya ewlekarî ya neteweyęn Yekbűyî ku xebata xwe ya lęgerîna çekęn komkujîyę, li Iraqę pęk bîne. Serok-dewletę Suriyę çű Moskova.

[CTV50]
Serok-dewletę Sűriyę Hafiz Esad îro weke męvanę serok-dewletę Rűsya Boris Yeltsin çű Moskova. 
Di hevdîtinan de, herdű serok-dewlet wę li ser tekiliya herdű dewletan ű bi taybetî-jî li ser bazirganiya çekan biaxivin. Ręvebiriya Sűriyę ku bi qasî 2 milyar dolar ketiye nava bazirganiya çekan, dixwaze, ji Rűsya sistema parastina hewayî fuzeyęn S-300, balafiręn ser yęn MIG 29 ű tankęn T-80 bikirre. Ev bazara çekan ya di navbera Moskova ű samę de, bűbű sedemę nerazîbűna hukumetęn Amerika ű Israilę. Di hevdîtinan de, ewę herwiha pęsketinęn li rojhilata Navin yęn pistî desthilatadariya hukumeta partiya karker ya srailę-jî guftűgo bikin. Li gorî daxuyaniyęn qesra serokatiya Dewletę ya li Samę, serdana Esad wę du roj berdewam bike. Di nava 8 salęn dawî de, ev cara yekeme ku Serokę-dewletę Sűriyę Hafiz Esad bi awayek fermî diçe Rűsya.

[CTV51]
Yekîneyęn leskerî yę nű ku Rusya dixwaze bisîne Kosovo, li astengiya NATOyę eliqîn... 
Li ser daxwaza NATOyę, Macaristan, Bulgaristan ű Romanya destur nedan balafiręn Rus yęn ku çűne Pristine derbasî qada hewayî bibin. Yekîneyęn Rus ku beriya niha-jî ji bo ku tevlî K-FOR bibin derketibűn rę, ji ber ku Macaristan ketina qada hewayî redkiribű, pasve vegeriyabűn. Li ser daxwaza NATOyę, destura ketina qada hewayî nedan balafiręn Rus ku çűne Pristine. Li dijî vę helwesta NATOyę, ręvebiriya Moskovo nerazîbűn nîsan da. Li ser vę yekę, NATOyę heyet leskerî sand Rusya. Rayedaręn heyeta Rus ű ręvebiriya Mosokov, di derbarę agahiyęn berfireh yęn li ser besdarbűna hęza K-FOR de, dest bi hevdîtinan kirin. Digel ku hevdîtinęn di navbera NATO ű Rusya de berdewam bikin, ręvebiriya Moskovo diyar kir ji bo ku taburek Rus ji 360 parasutvanan tevlî hęza astiya Kosovo KFOR bibe, wę di ser ręya tręnę biçe Kosovo. Li gorî nűçeyęn ku weke çavkanî wezareta parastiya Rusya nîsandan, amadekariyęn ji bo derketina konvoyę, wę heta 15 rojan biqedin. Di vę navberę de, wę besek ji yekîneyęn Rus, di ser ręya derya re bigihînin Kosovo. Bi vę armancę, 4 kęstiyęn Rus semiya derbasbűyî ji bendera Sivastopol ya li Derya Res hesin girtin ű ber bi Yunanistan ve tevgeriyan. Yekîneyęn leskerî wę ji vę derę li ser Makednonya biçin Kosovo. Çav li ręye ku kęstiya 5emîn-jî ku wę yekîneyęn Rus bibe, hefteya pęs me ji Sivastopolę tevbigere. Ji aliyę din ve, Komiseriya bilind ya Penaberan ya Neteweyęn Yekbűyî-jî li navneda xwe ya Cenevrę, daxuyaniyekę da. Di daxuyaniyę de, tę gotin ji 10 heziranę, roja NATO operasyona xwe ya li dijî Yoguslavya daye rawestandin ű vir ve, qasî 589 hezar ű 600 penavber dîsa zivirîne Kosovoyę. Doh-jî 19 hezar ű 400 penavber vegeriyan Kosovo. Ji wan 13 hezar ű 700 ji Arnavűtę, 4 hezar ű 200 ji Makedonya ű hezar ű 500 penaber-jî ji kampęn penaberan yęn li Karadaxę hatine. Li gorî daxuyanî, hin 166 hezar ű 800 penavber li welatęn cinarin. Rayedaręn Neteweyęn yekbűyî dan xuya kirin ku ew niha nikarin agahî bidin ka ji penaberęn Arnavűt çiqas vegeriyane welatę xwe.

[CTV52]
Serok-wezirę pakistanę Nawaz Serif di derbarę pirsgiręka Kesmîrę de bi serokę Amerika Bill Clinton re hevdîtin pękanî, lę belę muxalefeta Pakistanę nerazîbűn nisan da. 
Partiya gel ya pakistanę ku di muxalefetę de ye, xwest ku naveroka hevdîtina di navbera herdű serokan de, li parlementoyę were niqas kirin. Berdevikę Partika di bin serokatiya Benazir Buto de, Farhatullah Babar da xuya kirin ku ewlekariya netewę di bin tehditę de ye ű diyar kir divę ewlekariya parlemento ű netewa pakistanę di bin garantiyę de were girtin. Babar xwest ku serdana ji niskę ve ya serokwezîr Serif ű bűyeręn din werin zelal kirin. Serokwezîrę Pakistan Serif doh li Washingtonę bi serokę Emerîka Bill Clinton hatibű cem hev. Di hevdîtinę de, di derbarę pasvekisîna hęzęn Kesmîrî de ku ji Pakistanę ketibűn Hindistanę, lihevhatinek pęk hat. 

[CTV53]
KNK îro civîneke awarte pęk anî 
Konseya ręvebir ya Kongra Netewî ya Kurdistan KNK îro li paytexta Belçika Bruksel civîneke awarte pęk anî. Civîn saet di 11"an de destpękir ű serokę KNK Ismet ßerif Vanli axaftina vekirinę kir. Xala bingehîn ya rojeva civînę li ser polîtîka li dijî biryara îdamkirina serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan bű. Di civînę de pęvajoya dawî ya siyasî hate nirxandin. Dema me nűçeyęn xwe amade dikir, civîn hîn-jî berdewam dikir. Tę hęvîkirin ku di civîne biryara "kampanya ji bo Ocalan" were girtin.

[CTV54]
Kurdistaniyęn li Ewropa dest bi greva birçîbűnę kirin 
Kurdistaniyęn li Ewropa ku bi armanca protestokirina biryara dardakirina serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan çalakiyan organîze dikin, dest bi greva birçîbűnę kirin. Ji aliyekî ve, greva birçîbűnę ya li bajarę Fransa Marsilya kete roja xwe ya 7"an. Li aliyę din-jî, li bajarę Almanya Ulm ű Nurnberg, Kurdistanî bi armanca ßiyarkirinę, ji bo rojekę ketin greva birçîbűnę. Li bajarę Fransa Marsilya, greva birçîbűnę ku będem ű bi dor berdewam dike, ji aliyę gelek kesan ve tę ziyaret kirin. Greva birçîbűnę serę sibę ji ber sedemęn ewlekariyę li meydana Kanabiyer ű ęvarę-jî li navenda çanda Kurd tę lidarxistin. Doh herwiha li bajarę baßűrę Fransa Touluse-jî, Kurdistanî ű dostęn wan, meßek organîze kirin. Li bajarę Almanya Kassel-jî Kurdistanî li komela çand ya Kurd hatin cem hev ű pęvajoya dawî ya siyasî nirxandin. Di civîna bi navę "Dilsoziya bi serokatiyę re" hate diyar kirin ku ew biryara dardakirina serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan nas nakin. Li bajarę almanya Ulm-jî qasî 30 jinęn Kurdistanî ji bo rojekę bi armanca ßiyarkirinę ketin greva birçîbűnę. Jinęn Kurdistanî wiha gotin; "Em weke dayikan, dixwazin dawî li vî ßerî ku ji salan ű vir ve berdewam dike, were. Em ligel aßtiyę ne. Lę belę, eger ji bo ßer zorę li me bikin, em weke jinęn Kurd ji bo vę yekę jî amadene. Li bajarę Almanya Nurnberg-jî 15 kes ji bo ku bala raya gißtî bikßînin ser biryara dardakirina Ocalan ű welatęn Ewropa ji bo çareserkirina pirsgiręka Kurd bikevin nava tevgerę, rojekę ketin greva birçîbűnę. Gelek serdanvan diçin cihę greva birçîbűnę ű li ser konę ku çalakvan lę ne, pankart bi nivîsa "Ji bo Ocalan Azadî, ji Kurdistan re aßtî" bi zimanęn Almanî ű Tirkî hatiye nivîsandin. Li bajarę almanya Bremen-jî qasî 500 Kurdistanî li pęßiya parlamentoya Eyaletę hatin cem hev ű çalakiyeke runißtinę pęk anîn. Herwiha esnafęn Kurdistanî yęn li Bremęn, dikan ű darabeyęn xwe girtin ű destek dan çalakiyę.

[CTV55]
Li zanîngeha Teheranę dekanęn 18 fakulteyan ji wezîfeyęn xwe îstîfakirin. 
Li gorî nűçeya ajansa fermî ya ßran, ßrnayę rektorę zanîngeha Teharanę jî ku 18 dekanęn fakulteyan nameyęn îstfakirinę dabűnę, ji wezîfeya xwe îstefakir. Tę gotin, rektorę zanîngehę nameya xwe ya îstefayę ßandiyę wezareta perwerdeya bilind de, ű di nameyę de helwesta dijwar ya polęsan ya li hemberî xwepęßandanan ßeva pęncßemę, weke sedema îstîfaya xwe nîßan daye. Di vę navberę de hate diyarkirin ku serok-komarę ßranę Muhamed Xatemî daxwaznama îstîfayę ya ku doh wezîrę perwerdeya bilind Mustefa Moîn pęßkęß kiribű, red kir. Moîn-jî ji ber ßîddeta polęsan ya di xwepęßandana Teheranę de ya li hember xwendekaran, îstefakiribű. Ji ber ku meclîsa ßranę pęßniyaz-biryara astengkirina çapemeniyę pejirandibű ű rojnameya Selam girtibű, xwendekaręn zanîngehan roja pęncßemę dest bi çalakiyan kiribűn.

[CTV56]
Konseya Bilind ya Ewlekariya Netewî ya Iranę, civîneke awarte di bin serokatiya serok-komar Muhamed Xatemî de, pęk anî 
Di civînę de, bűyeręn bi ęrîßa polęs ya li ser malęn xwendekaran ku li zanîngeha Tahranę derketin, hatin ßermezarkirin. Li gorî ajansa nűçeyan ya Iranę IRNA'yę, konseyę pißtî civîna xwe doh belavokek ji 6 xalan pęk hatiye, weßand. Di belavokę de wiha tę gotin; ev bűyera xembar ne tę qebűlkirin ű ji bîrkirin. Konsey bi dil ű can ji xwendekar ű birîndaran re dibęje; derbasbűyî be. Di belavokę de herwiha tę diyarkirin ku ji bo lękolîna bűyerę, komisyonek hatiye sazkirin. Di vę çarçovę de wiha tę gotin: 'Konseyę biryar girtiye ku ji bo polęs bikeve mala xwendekaran, rayedaręn ku ferman dane derhal ji wezîfę werin girtin ű di derbarę wan de, li gorî qanűnan gav werin avętin. Di belavokę de tę gotin: "Hemű kesęn hatine binçavkirin serbest hatine berdan ű bang li xwendekaran tę kirin ku bę deng bibin. Konseya Bilind ya Ewlekariya Netewî ya Iranę, hemű biryaręn girtin, pęßkęßî serokę olî Ayetullah Alî Hamaney kirin. Li gorî ajansa nűçeyan ya fermî ya Iran IRNA'yę; Serokę olî Alî Hamaney hemű biryaręn konseyę mor kirine ű xwestiye bűyer werin ßopandin.

[CTV57]
Serokę PDK'ę Mesűt Barzanî diyarkir, ku ew siyaseta Emerîka ya Iraqę naecibîne 
Barzanî diyarkir ku Emerîka bi siyaseta xwe ya niha nikare serok dewletę Iraqę Saddam Huseyin ji ser kar bîne xwar. Barzanî, ji bo rojnameya El-Heyatę ku li Londonę bi zimanę erebî tę weßandin, daxuyakirin ku planęn Emerîka nagihîjin ti encamę ű bi vî awayî ręvebiriya Iraqę ne mumkune were hilweßandin. Her wiha Barzanî; qanűna rizgariya Iraqę ya Cotmeha derbasbűyî li Kongreya Emerîkayę hatibű qebűlkirin ku tęde alîkariya malî ji bo muxalefeta Iraqę heye, rexne kir. Barzanî îddîa kir ku planęn Emerîka ji bo hilweßandina desthilatiya Saddam Huseyin hene ű naxwaza van planan eßkere bike ű heta haya muxalefeta Iraqę jî ji van planan tineye. Her wiha Barzanî diyarkir ku ew bi gumane Kongreyek ji bo yekîtiya muxalefeta Iraqę were çękirin. Muxalefeta Iraqę bi koalisyoneke ji 11 koman, di Nîsana vę salę de, li Londonę ji bo hilweßandina desthilatiya li Baxdayę kom bűbű ű biryar girtibű ku di nava 3 mehan de civîneke bilind pęk bîne. Barzanî, meha derbasbűyî, li Waßintonę, sedema tękçűna hevdîtinęn bi YNK'ę re, YNK' ji vę yekę berpirsiyar girtibű. Barzanî, sekreterę YNK'ę Talabanî bi alîkarîddayîna PKK'ę sűcdar dike.

[CTV58]
Di vî ßerî de 4 leßker ű cahßek hatin kußtin 
Gerîllayęn ARGK'ę ű leßkeręn artęßa Tirk, li nęzî gundę Kirm ku girędayî navçeya Wan Artę-metę ye, ßerkirin. Di vî ßerî de 4 leßker ű cahßek hatin kußtin. Hate ragihandin ku li derdora navçeya Farqînę-jî, leßkeręn Tirk pißtî operasyona dabűn destpękirin, zilm ű zora xwe li ser gel zędekirin. Li gorî agahiyęn ku me ji nűçegîhanęn xwe yęn li heręmę wergirtine; Li nęzî navçeya Wan Artęmetę pęr saet li derdora 21an, leßker ű cahßęn di gera nobetę de bűn, bi gerîllayęn ARGK'ę re ketin nava ßer. Di ßer de ji leßkeręn qereqola Kirmę, 4 leßker ű cahßek hatin kußtin ű 2 leßker jî bi giranî birîndarbűn. Leßker ű cahßęn birîndar rakirin nexweßxaneya Wanę ya dewletę. Leßkeręn kußtî jî doh li balafirgeha Wanę bi merasîmekę ji bo welatęn xwe hatin bi rękirin. Pißtî ßer, li heręmę operasyona hatiye destpękirin, hę jî didome. Li aliyę din, li derdora navçeya Amed Farqînę, leßkeręn beriya 2 hefteyan dest bi operasyonę kiribűn, 3 roj berę avętin ser gundę Qirika. Li gorî agahiyan; leßkeręn Tirk di lęgerîna malan de alav belavkirine ű erzaqęn xwarinę jî tevlîhevkirine. Leßkeręn Tirk, dűre gundî li meydana gund komkirine ű gef li wan xwarine ji boku di demeke nęz de bibin cahß, yan na wę gundęn wan bißewitînin. Her wiha leßkeran 2 gundî kirin binçavan, lębelę gundiyan diyarkirin ku ew ne dixwazin bibin cahß ű ne jî dixwazin dest ji gundę xwe berdin.

[CTV59]
Li Semsűrę li dijî tesîsęn hilberîna petrolę yęn TPAO, ęrîßek hate lidarxistin 
Li gorî çavkaniyęn nűçeyęn Tirk, doh di derengiya ßevę de 3 kesan ęrîß birin ser bîra TPAO ya hejmar 52 ku li nęzîkî gundę Semsűr, Çemberlî-taß e. Kesęn ęrîß pękanîn, pęßî ji karkeręn petrolę re propoganda kirin, dűre makîneyeke paqijkirîna bîrę ßewitandin. Di encama agirę derketî de, hate diyarkirin ku hin makîneyęn din-jî ßewitîn. Leßkeręn Tirk pißtî ku ji bűyerę haydar bűn, çűn heręmę ű dest bi operasyoneke berfireh kirin.

[CTV60]
Li Wanę, 22 kes kirin bin çavan 
Hęzęn dewleta Tirk, îro li kolana ßafak ya bajarokę Bostaniçiya Wanę, 22 kes kirin bin çavan. Leßkeręn qereqola bajarokę Bostaniçiyę, îro danę sibę zű, bęyî sedem nîßan bidin, avętin ser malan ű ji bo binçavkirinę 22 kes birin qereqola Bostaniçiyę. Kesęn hatin binçavkirin, pißtî ku tevahiya roję hatin lępirsîn, serbest hatin berdan. Lę kesekî bi navę Hamza Osman ű kesekî navę wî ne hate zanîn, li qereqola Bostaniçiyę hę di lępirsînę de ne. Li aliyę din, li kolana ßehîdlika Amedę, polęsan avętin ser mala kesę bi navę Recep Toprak ű mala wî wergerandin qereqolę. Polęsęn dewleta Tirk, Pęncßema derbasbűyî avętibűn ser mala Toprak ű mala wî wergerandibűn qereqolę. Lewma ev 4 rojin, qasî 20 xizmęn Toprak, dorgirtî mane. Kesekî ku serî li Komela Mafę Mirovan da, diyarkir ku ew ji jiyana Toprak ű xizmęn wî yęn li malę tęne girtin, fikaran dikin. 

[CTV61]
Ilhamî Yaban: "Eger ev îddîa rastbe, dewlet wę piçűk bikeve" 
Sekreterę Komela Mafę Mirovan IHD'ę ßaxę Enqerę Ilhamî Yaban, got: Eger îtîrafęn bersucęn suîkasta Akin bîrdal yęn ku tęn mehkemekirin, rast derkevin, wę dewlet piçűk bikeve. Yaban, li Enqerę di çalakiya rűnißtinę de axivî ű bi bîrxist ku Mehmet Cemal Kulaksiz-oglu, li xwe mikur hatiye ku sîxurę istixbarata Tirk MIT'ęye, Eger ev îddîa rastbe, kes nikare hesab bide ű dewlet wę piçűk bikeve. Ilhamî Yaban, di çalakiya rűnißtinę ya li Enqerę de axivî ű got: Mehmet Cemal Kulaksizoglu, di mikur hatinęn xwe yęn li dadgehę de qebűl kir ku sîxurę istixbarata dewleta Tirk MIT'ęye ű wekî din gotiye ku wî li ser navę dewletę li Azerbeycan ű Moldovyayę karęn serketî meßandine. Yaban got: Em hęvî dikin ku ev îddîa ne rast bin, naxwe wę ev pirs were bîra mirov: gelo vî kesî pißtî karęn Azerbeycan ű Moldovya, vę carę jî bi karę sukasta Akin bîrdal rabű. Di rűnißtina hefteya derbasbűyî de avűkatę gunehbarę bi navę; Cemal Kulaksizoglu, Salim Ozdemir gotibű; dewletę navę Mikail SAri li muwekîlę wî kiriye ű weke endamę istixbaratę MIT'ę hatiye xebitandin. Her wiha avűkat Ozdemir gotibű; muwekîlę min li Azerbeycan, Kosovo ű Moldovyayę karęn mezin kirin, lewma ew bi karęn wiha piçűk re mijűl nabe. Di heman rűnißtinę de, gunehbar Kulaksizoglu gotibű; ez timî bi Mahműt Yildirim bi navę kod 'Yeßîl' re di nava tękiliyę de bűm, Pißtî ku Bîrdal hat gullebarankirin, Yeßîl bi telefonę li gunehbar Semih Tufan Gulaltay geriya ű jęre got: serkeftina we pîroz be. Semih Tufan Gulaltay jî di îfadeya xwe de gotibű; çawißekî pispor ű 4 ciwanęn nijadperest werin cem hev, çete nayę sazkirin. Her wiha Gulaltay ji bo Bîrdal gotibű; Minę bi kęfxweßî gulle berdanayę. Gunehbarekî din, Kerem Deretarla jî gotibű; me ßîrę Tirkan mętiye, lewma wę tękoßîna me ya li dijî kurdparęzan her tim berdewam bike.

[CTV62]
Vę heftiyę rojeveke berfireh li benda meclisa Tirk e
Meclisa Tirk ku wę di derbarę Qibrisę de bi rojeveke taybetî kom bibe. Herwiha vę heftiyę mijaręn girîng yęn weke; diręjkirina ręwßa awarte, pęßniyaz-qanűna poßmaniyę, pęßniyaz-qanűna reformęn ewlekariya civakî ű li ser qanűna tękoßîna li dijî paßverűtiyę di rojeva meclîsa tirk de cih digrin. Di civîna gißtî ya meclîsa Tirk ya di 13ę tîrmehę roja ßemiyę de tezkereya serokatiyę ya di derbarę diręjkirina rewßa awarte de wę were guftugokirin. Li gorî tezkeryę tę xwestin ku ji 30ę tîrmehę ve li Amed, Culemęrg, ßirnex, Sęrt, Dęrsim ű li Wanę rewßa awarte ji bo 4 mehęn din ji nű ve were diręjkirin. 

[CTV63]
Meclisa Tirk wę 15 Tirmehę roja pęnçßemę-jî ku 25emin salvegera dagerkeriya Qibrisę ye, ji bo rojeveke taybetî li hev bicive.
Di civînę de wę pirsgiręka Qibrisę were goftugo kirin. Çav li ręye ku serokę QIbrisa bakur ya dagirkirî, Rauf Denktaß-jî weke axaftvan tevlî civînę bibe. Denktaß demeke diręje ku li Tirkiyę ye. Herwiha çav li ręye, ku hukumet pęßniyaz-qanűna reforma ewlekariya civakî ku bűye sedema reaksiyonęn tund yęn karker ű memuran ű pęßniyaz-qanűna poßmaniyę vę heftę pęßkęßî serokatiya meclisa Tirk bike. Komîsyon wę vę heftę li ser pęßniyaz-qanűna kontrollkirina wexfeyan-jî ku weke pęßniyaz-qanűna tękoßîna li dijî paßverűtiyę tę binavkirin, raweste. Komîsyona qanűna bingehîn heftiya derbasbűyî li ser pęßniyaz-qanűnę rawestiyabű, lę belę bi sedema ku ev pęßniyaz-qanűn di konseya wezîran de nehatiye goftűgo kirin, rastî dijberiya parlementerę MHPyî hatibű. Li ser mijarę ku di nava hukumetę de bű sedema aloziyę, Serokwezîrę Tirk Bulent Ecevit ű serokę gißtî yę MHP Devlet Baxçelî hatibűn cem hev ű li ser mijarę lihevkiribűn. Hate diyar kirin, komîsyona karę hundir ya meclisa Tirk wę di civîna xwe ya vę hefteyę de li ser pęßniyaz-qanűna tękoßîna li dijî ręxistinęn sucę ji bo berjewendiyę' raweste.

[CTV64]
Tirkiyę Hikmet Samî Turk diyarkir, ku ew li ser qanűna efűyę dixebitin 
Wezîrę Edaletę yę hukűmeta 57an ya Tirkiyę Hikmet Samî Turk diyarkir, ku ew li ser qanűna efűyę dixebitin. Turk, daxuyakirin, heta 1'ę ßlonę, ewę bersîvę bidin pirsęn Dadgeha Mafę Mirovan ya Ewrűpa yęn di derbarę pęvajoya darizandina Ocalan de. Wezîrę Edaletę yę dewleta Tirk Hikmet Sami Turk, li bajarę Trabzonę, di civîna çapemeniyę de li ser pirsęn rojnamevanan diyarkir ku ew li ser qanűneke efűyę ya qismî xebatę dikin. Turk, ku agahiyęn berfireh nedan ka wę kîjan suc ber efuyę bikevin, lę belę da zanîn ku sűcęn rűreßiyę, kußtin ű xapandinę, wę li derveyî efűyę bimînin. Her wiha Turk diyarkir ku ewę pißtî hevdîtinęn xwe yęn bi serokę partiyęn koalisyonę re ßeklę dawî bidin qanűnę. Wezîr got: qanűna di warę poßmaniyę de jî wę di vę çarçoweyę de were nirxandin, ev pęßniyaz qanűnę di rojęn pęß me de li parlementoyę were guftűgokirin. Turk, wekî din bersîv dan pirsęn rojnamevanan yęn li ser helwesta Dadgeha Mafę Mirovan ya Ewrűpa ya di derbarę pęvajoya darizandina serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan de. Turk, bi bîrxist ku Dadgeha Mafę Mirovan a Ewrűpayę, di warę dadgehkirina Serokę gißtî yę PKK'ę Abdullah Ocalan de 'biryara tedbîrę ya ihtiyatî'wergirtiye. Turk diyar kir ku di 1'ę ßlonę de ewę bersîvę bidin pirsęn Dadgeha Mafę Mirovan a Ewrűpayę, yęn li ser mijarę. Li ser pirseke weke; eger Dadgeha Mafę Mirovan biryar rakirina cezayę dardekirinę wergire, hűnę çi bikinß Turk ev bersiv da: Di nava gotinęn min de bersîva vę pirsę jî heye. Dadgeha Mafę Mirovan a Ewrűpayę, di derbarę dadgehkirina Ocalan de biryara tedbîrę ya ihtiyatę girtibű ű ji bo Tirkiye heta 30 Hezîranę bibersivîne, hin pirs ję kiribűn. Lę belę dewleta Tirk ji bo vę yekę xwestibű dem were diręjkirin ű diyakiribű ku ewę di 1'ßlonę de bersiva van pirsan bidin.

[CTV65]
Li Tirkiyę, karker amadekariyęn çalakiyęn nű dikin 
Li Tirkiyę, li dijî pęßniyaz-qanűna ewlekariya civakî ku biryar hatiye girtin ji meclîsę re were pęßkęßkirin, karker amadekariyęn çalakiyęn nű dikin. Pißtî ku konseya serokan ya konfederasyona sendîkayęn karker yęn ßoreßger DISKę, doh bi lezgînî hatin cem hev, Konseya serokan ya Tirk-Iß-jî wę sibę bi awayekî awarte li hev bicivin. Pißtî ku di pęßniyaz qanűna ewlekariya civakî de, temenę teqawîtbűyînę yę jinan 58 ű yę zilaman jî 60 hat tespîtkirin ű prîm jî qasę 8 hezar ű 300 hatin diyarkirin, sendikaya Turk-Ißę, bi awayekî awarte ji bo civînę bang li Konseya Serokan kir. Serokę gißtî yę Turk-Ißę Bayram Meral diyarkir ku di pęßniyaz qanűnę de mafę hatibűn bidestxistin jî nayę parastin, kesęn bi sîgorta jî gelek mafęn ji holę tęne rakirin, her wiha pęßniyaza hevbeß a Turk-Iß, Hak-Iß ű DISK'ę li ber çav ne hatiye girtin. Serokę Gißtî yę Turk-Ißę Meral îddîa kir ku pęßniyaz qanűna Ewlekariya Civakî, ji sedî 70 mafę kedkaran yę teqawîtbűyînę ji holę tę rakirin, lewma Turk-Iß nikare li hemberî vę pęßniyaz qanűnę bę deng ű helwest bimîne. Konseya Serokan a Turk-Ißę ku hefteya drebasbűyî bi awayekî awarte civiyabű, di civîna sibę de jî wę serokęn gißtî yęn sendikayan, wę pęßniyaz qanűna ewlekariya civakî binirxînin ű li gorî nirxandinan wę rębazeke tękoßînę diyar bikin. Konseya Serokan a DISK'ę, doh di çarçoweya heman mijarę de li hev kom bűbű ű ji bo pęßniyaz qanűn di parlementoyę re derbas nebe, bernameyeke çalakiyęn lezgîn diyarkiribű. Di vę navberę de, serok-wezîrę Tirk Bulend Ecewît got: eger me reforma ewlekariya civakî dernexista, wę dewlet hilweßiya. Ecewît diyarkir ku li ti deverę cîhanę weke Tirkiyę kes, zű bi zű teqawît nabe. Ecewît herwiha got: aboriya Tirkiyę di astengeke dijwar re derbas dibe. Em ne zamma ji bo kermandan, ne-jî ya ji bo teqewîdan tęr dibînin, lę belę hęza dewletę tęra zameke bilindtir nake.

[CTV66]
Endamęn SES'ę, 6 rojin di bin çavan de ne 
Li nexweßxaneya Çewlikę ya dewletę, bi bahaneya derman ku wendabűne, endamęn Sendika Kedkaręn Tenduristiyę SES'ę, 6 rojin di bin çavan de ne. Di derbarę mijarę de, Konseya ręvebir ya navenda SES'ę daxuyaniyek da ű bűyer ßermezar kir. Di daxuyaniyę de wiha tę gotin; 'Kedkaręn tenduristiyę ű kesęn di warę tenduristiyę de dixebitin, li gorî sonda hîpokrat tevdigerin.' Lewma ew nikarin, mîna sîxuran, xebatkaręn tendurustiyę bißopînin. Li Çewlikę binçavkirina kedkaręn tendurustiyę dide nîßan, ku serdestan dev ji polîtîkayęn xwe yęn zordariyę bernedane.

[CTV67]
Li girtîgeha Sakarya, girtiyęn ku bi nexweßînęn vegirtî ketine, nayęn derman kirin 
Xizmęn girtiyan diyar kirin, li girtîgehę nexweßîna Hepatit-B ű werem belav bűye. Lę belę, bi astengkirina tedawiya girtiyan, polîtkayeke jiholęrakirinę tę meßandin. Xizmęn girtiyan herwiha dibęjin, digel ku ręvebiriya girtîgehę ű rayedaręn wezaretę ji vę yekę hayedarin-jî, ji bo pęßîgirtina li nexweßiyan, tu tedbîr nayęn wergirtin. Lewma, xizmęn girtiyan ji raya gißtî xwestin ku będeng nemînin daku kes bi van nexweßiyan nemire. Li aliyę din, di girtîgeha Eskîßehîr ya tîpa taybetî de, girtiyęn bi navę Kemal ű Bulent Erturk ku berî demękę dest bi greva birçîbűnę kiribűn, hatine sînorę mirinę. Tę gotin, ji bo daxwazęn wan werin qebűl kirin, herdű girtiyan dest bi greva birçîbűnę kiribűn ű digel ku rewßa wan girane-jî, rayedaręn girtîgehę ti mudaxelle nekirine. Sekreterę IHD yę ßaxę Enqerę Ilhamî Yaban di çalakiya runißtinę ya kolana Yukselę de, da zanîn ku dewlet girtî ji çav derxistine ű eger bűyeręn neyînî pęk werin, dewlet ji vę yekę berpirsyar e.

[CTV68]
Cahßęn endamęn eßîreta Jîrkî hate zanîn ku îstîfa xwe dan ű koç kirin 
Cahßęn endamęn eßîreta Jîrkî ku hefteya derbasbűyî, dest ji çekęn xwe berdabűn, hate zanîn ku îstîfa xwe dan ű koç kirin. Hate ragihandin ku beßek ji cahßęn koçkirî, li Silopî ű ßirnexę bi cih bűn, beßekî din-jî çűn Baßűrę Kurdistanę. Li gorî nűçegihanęn me yęn li heręmę, li gel ku serok cehß Tahîr Adiyaman li cehßan gef xwariye, dîsa-jî cehßęn endamęn eßîreta Jîrkî îstefakirin ű çűn liheręma Kizir ya Silopî bi cih bűn. Tę gotin, ku ji van cehßen wekî din bi qasî 40 malbatî çűne Baßűrę Kurdistanę. Cehßek ku nexwest navę xwe eßkere bike li ser heman mijarę da zanîn ku pißtî wan koçkiriye, careke din ji bo birina navmalęn xwe vegeriyane gund, lę belę di vegerę de dîtine ku gundę wan hatiye ßwetandin. Vî kesî her wiha da zanîn ku gundęn hatine ßewitandin ev in: Askan, Batan, Hemgaz ű Piresyane. Heman cehßî wekî din got ku leßkeran cehßęn çek berdane, kirine bin çavan ű ji aliyę Tahîr Adiyaman ve jî gef li wanhatiye xwarin da ku ji nű ve rahęjin çekęn dewletę. Heman kesî her wiha îdîa kir ku li ser vę yekę di navbera kesęn dev ji çekan berdane ű zilamęn Tahîr Adiyaman de ßer derketiye, di encamę de yek ję zilamę Tahîr Adiyaman di ßer de du kes hatine kußtin.

[CTV69]
Serokę belediya Wanę bi muxtaręn civînek pęk anî 
Serokę belediya Wanę ßahabettin Ozaslaner doh bi 29 muxtaręn taxęn bajęr re civînek pęk anî ű di derbarę pirsgirękan de ji wan agahî wergirtin. Ozaslaner, di civînę de got, ji ber gemara di kanalizasyonę de, gola Wanę qiręj bűye ű ancax di 10 salan de gola Wanę dikare were paqijkirin. 29 muxtaręn taxęn Wanę ku li salona Encumen ya Belediyę hatin cem hev, bi taybetî nerazîbűn ű gilliyęn xwe yęn di derbarę av ű ręyan de anîn ziman. Ozaslaner got, ji bo çareserkirina pirsgirękęn li bajarekî, wezîfeyęn mezin dikeve ser milę muxtaręn taxę ű ew li benda alîkariya muxtaran e. Ozaslaner got ku, ewę bi tu awayî desturę nedin sextekariyę ű ewę her qűrűßę belediyę ji bo xizmetę xerç bikin. Ozaslaner wiha berdewam kir; "Weke her serokę belediyę, emę-jî nasnameya xwe ya siyasî biparęzin. Lę belę, bęî ku em ti cűdabűnę bikin, emę xizmetę bikin. Ozaslaner got, dema wan belediya dewr girt, tesîsęn paqijkirinę bi kapasîteya ji sedî 50 kar dikirin. Di encama lękolînan de, ava gemarî ű pîsîtiyęn din bęî ku werin paqijkirin, rasterast diherikin golę. Ozaslaner got, ji ber vę yekę, tesîsęn paqijkirinę di demeke kin de dîsa derbasî tevgerę bűn, lę belę dîsa-jî ew dikarin tenę ji sedî 50 paqij bikin ű wiha axivî; Li gorî lękolînęn li Zanîngehę, ji ber gemara li Wan ű navçeyęn derűdorę, Gola Wanę qiręj bűye, ű ji bo paqijkirina gola Wanę xebata 10 salan pęwist e. Ozaslaner wekî din da zanîn ku ewę karibin di nava hevkariyę de pirsgirękęn rę, av, kanalizasyon ű pirsgirękęn paqijiyę çareser bikin.

[CTV70]
Talibanan dan zanîn, ku ewę Usame bin Ladin teslîm nekin 
Berdevkę Talîbanan Wekîl Ahmed Mute-vekil wiha got: "di derbarę teslîmkirina kesekî de, lihevhatin bi ti welatî re tuneye." Emerîka, Usame bin Ladin, bi bombekirina sefaretxanęn Emerîka yęn li Kęnya ű Tanzanya tewanbar dike. Berdevkę Talîbanan, wekîl Ahmed Mutevekkil li paytext Kabîl daxűyaniyek da çapemeniyę ű got: Emerîka nekariye îspat bike ku Ladîn tevlî çalakiyęn terorę bűye. Berdevk Mutevekkil qebűl kir ku Bin Ladin bi tîmeke xwe taybetî ya parastinę re li Afganistanę ye. Mutevekkil bi bîrxist ku Amerîka navę Ladîn xistiye nav lîsteya deh kesęn ku herî zehf li wan digere ű ev neheqiyeke mezin e ku Amerîka ji bo serę Bîn Ladin 5 milyon dolar xelat daniye. Cîhę ku Bin Ladin lę dimîne, ji gelek rayedaręn ręxistina Talîban jî tę veßartin. Emerîka doh diyar kiribű ku ew dixwaze bi Talibanan re ji bo Ladîn bikeve nav danűstandinan ű ji bo ku li ser vę mijarę zorę li ręveberiya Kabîlę bike, roja sęßemę biryara dabű ku ambargoya aborî li hemberî vî welatî pęk bîne.

[CTV71]
Barak, stratejiya xwe ya li hember Suriyę eßkere kir 
Serok-wezîrę nű yę ßsraîlę Ehud Barak, stratejiya xwe ya li hember Suriyę ku li heręmę xwedî rolekî mezin e, eßkere kir. Li gorî vę yekę, ji bo ku ßsraîl hęzęn xwe ji Baßűrę Lubnanę ű Giręn Golanę vekißîne, jiholęrakirina Hizbullah ű ręxistinęn din wę weke ßert derîne pęß. Ehud Barak di daxuyaniya xwe de diyarkir, ku di navbera ßsraîl-Suriye ű Lubnanę de gelek pirsgiręk li benda çareseriyę ne. Barak diyar kir ku pirsgiręka herî girîng ya li benda çareserę, teror e, ű xwest ku ręxistina Hizbullahę ű yęn din ęn li heręmę werin pelißandin. Serok wezîrę ßsraîlę diyarkiribű bi peymaneke li ser bingeha pęßniyaza Suriyę, ewę karibin perçeyek ji erdęn dagirkirî li vî welatî vegerînin. Di navbera her du dewletan de, mijaręn weke parvekirina avę, sererastkirina sînoran, pęßdebirina pęwendiyan, pirsgiręka ewlekariyę ű sîstema navgînęn zűhißyarkirinę, li benda çareseriyęne. Barak dibęje, li gorî helwesta Suriyę ya li ser van mijaran ewę di derbarę paßvekißîna erdęn dagirkirî de biryarę bidin. Dewleta Suriyę dixwaze ßsraîl ji giręn Golanę ku di ßerę Rojhilata Navîn ya sala 1967an de dagirkiriye, vekiße ű sînoręn beriya ßer were naskirin. ßsraîl di sala 1982an de, Baßűrę Lubnanę-jî dagirkiribű, ji wę roję ű vir ve di navbera hęzęn ßsraîl ű Hizbollahę de ßer berdewam dike.

[CTV72]
Li Kolombiya ßandaneke li dijî ßer bűn 
Pißtî ßeręn dijwar yęn di demęn dawî de di navbera hęzęn dewletę yęn Kolombiya ű komęn gerîlayan de diqewimin, bi deh-hezaran Kolombiyayî derketin kolanan ű xwestin dawî li ßer were ku bi salane li vî welatî didome. Xwepęßandęran sloganęn weke 'bila dawî li ßer were' avętin ű xwestin ku di navbera hukumeta Kolombiya ű grűbęn gerîlla de hevdîtin dest pę bikin,. Di vę navberę de, pißtî ęrîßa gerîlayan, hukumeta Kolombiya da xuyakirin, ku ewę li 8 eyaletan, derketina nav kolanan qedexe bike. Li paytexta Kolombiya Bogota bi qasî 40 hezar kes tevlî xwepęßandaneke li dijî ßer bűn. Xwepęßandęran xwestin, ku derhal dawî li ßerę li vî welatî were ű hevdîtinęn aßtiyę yęn di navbera ręveberiya serok dewlet Andreas Pastrana ű gerillayęn hęzęn çekdar yęn ßoreßger yęn Kolobiyayę de destpękiribűn, berdewam bikin ű di hevdîtinan de gavęn berbiçav werin avętin. Pedro Rodrigues ku di xwepęßandanę de amade bű li ser vę mijarę wiha axivî; 'ßerę ku bi salane li vî welatî berdewam dike, pęwîste bi dawî bibe. Em dixwazin ku li vî welatî aßtî pęk were.' Di vę navę de hukumeta Kolombiya ji ber ęrîßęn gerillayan, li heßt eyaletan, derketina kolanan qedexe kir. Wezîrę karę hundir yę Kolombiyayę Nestor Martinez, li ser heman mijarę da xuyakirin, ku ji bo rę li ber ęrîßęn nű were girtin, biryara derketina kolanan hatiye wergirtin. Martinez wekî din got, li Bogota ű navçe ű gundęn derdora vę eyaletę jî derketina nav kolanan hatiye qedexekirin. Li aliyę din, li gorî daxuyaniya navenda artęßa Kolombiya; di ßeręn pęr ű doh yęn di navbera hęzęn leßker ű gerillayan de derket, 64 gerilla ű 5 polęs hatine kußtin. Gerillayęn FARCę-jî dan zanîn ku di van ßeręn de, 47 ję leßker bi tevahî 85 kes mirine. Di ßerę deh salan yę navbera gerillayęn FARCę ű artęßa Kolombiya de, bi qasî 35 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. 

[CTV73]
Civîna awarte ya Konseya ręvebir ya kongra netewî ya Kurdistan KNK'ę, bidawî bű. 
Konseya ręvebir ya KNK ku doh bi biryara konseya serokatiya KNK bi lez li hev kom bűbű, di civînę de ręzek biryar wergirtin. Di vę çarçovę de, bi armanca ku cezayę dardakirinę yę li serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan hatiye birrîn, neyę bi cih anîn, KNK'ę biryar wergirt ku meßeke mezin bide li dar xistin. Di civînę de, li ser helwesta pęwist ya partî ű ręxistinęn Kurd ya pißtî biryara di derbarę serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan de, guftugo hatin kirin. Di civînę de careke din hate bibîrxistin ku biryara li Îmraliyę ji aliyę KNKę ve nayę naskirin ű ji bo ku biryara dardekirinę neyę pękanîn, Kongra netewî ya Kurdistan biryar da ku kampanyayekę bide destpękirin. Di civînę de hate xwestin ku kampanyęn ku destpękirine jî, werin destekkirinű hemű kampanyayęn di vî warî de ji navendekę ű di heman demę de werin meßandin. Di vę çarçovę de, konseya ręvebir ya KNK biryar da ku li Ewropa meßeke navendî organîze bike. Herwiha biryar hate dayîn ku li gel dewletęn di civata navnetewî de xwedî gotin in, danűstandin werin kirin. Konseya ręvebir wę di dema pęß me de, weke armanc, li heręmęn ku Kurdistanî lę dijîn, civînęn Gel saz bikin. KNKę di civînę de bang li komîsyonęn xwe jî kir da ku di vę pęvajoyę de li hev kom bibin. WEkî din Konseya ręvebir di civînę de sekereterę gißtî yę partî demokratî Kurdistan Iran Dr. Abdurrahman Qasimlo-jî ku di sala 1989"an de li Viyana hatibű kußtin bi bîranî. Di vę çarçovę de biryar hate wergirtin ku civînęn bîranîna Qasemlo werin destekkirin ű ji KNKę jî heyetek di bîranîna Qasimlo ya ser gora wî de beßdar bibe.

[CTV74]
Serokę gißtî yę HADEP'ę Murat Bozlak ű 16 ręvebirin HADEP'ę serbest hatin berdan 
Murat Bozlak ű 16 ręvebirin HADEP'ę ev 8 mehin di zindanę de bűn. Ręvebirin HADEP'ę, ji ber daxuyaniya xwe ya ßermezarkirinę ku serokę gißtî yę PKKę dema li Îtalya bű, ji aliyę Îtalya ve îadeyî Tirkiyę neyę kirin ű ji ber greva birçîbűnę ya bi heman armancę hatibű lidar xistin, tęn mehkemekirin. Di runißtina îro ya DGM"ya duyemîn ya Enqerę de, ligel Murat Bozlak 16 ręvebiręn HADEPę ű avukatęn wan beßdar bűn. Avukatę ręvebiręn HADEPę Yusuf Alataß ji heyeta dadgehę re diyar kir, ku muvekîlęn wî weke tę îddîa kirin di daxűyaniyęn xwe yęn çapemeniyę de destek ne dane tu ręxistinę. Alataß herwiha dazanîn, ręvebiriya partiyę di derbarę greva birçîbűnę de ti biryar wernegirtiye, lę xizmęn girtiyan bi xwe ji bo ku balę bikßînin ser rewßa girtiyan, biryara greva birçîbűnę dane. Yusuf Alataß di berdewama axaftina xwe de bal kißand ser rewßa HADEPiyęn girtî ű got: "Girtina ręvebiręn HADEPę infaza bi lez e ű lewma ji bo girtîmayîna HADEPiyan ti sedem ne maye. Paßę avukatęn ręvebiręn HADEPę ji heyeta dadgehę daxwazkir, ku muvekîlę wan serbest werin berdan. Serokę heyeta dadgehę Turgut Okyay ku serokatiya dadgeha mahkemekirina Ocalan-jî dikir biryar da, ku nusheyek ji îfadeyęn Ocalan yęn li girava Imraliyę tękeve nava dosyayęn di derbarę îddîayęn tękiliyęn PKK ű HADEPę de. Serokę heyeta dadgehę herwiha biryar da, ku heta rűnißtineke din li benda tespîtkirina nifusęn ręvebiręn HADEPę Ali Hidir Dogan ű Ali Ozcan bimînin ű ręvebiręn girtî yęn HADEPę serbest werin berdan. Herwiha, runißtina dadgehę ji bo rojeke din paßveavęt. Dadgeha DGMę di derbarę serokę gißtî yę HADEP Murat Bozlak, cîgir serok Bahattin Gunel, serokę ßaxę Enqerę Kemal Bulbul ű bi gißtî di derheqę 47 ręvebiręn HADEPę de di navbera 4 sal ű 6 meh ű 7 sal ű 6 meh de ceza dixwaze. Serokatiya HADEPę ßaxę Stembolę bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku hęzęn dewleta Tirk hewl didin rę li ber çalakiyęn bigirin. Serokatiya HADEPę ya ßaxę Stenbolę her wiha da zanîn ku ji ber hin astengkirin ű çewsandinęn keyfî, ev demeke diręje partiya wan nikare civîn ű çalakiyęn xwe li dar bixe. Di daxuyaniyę de, tę bi bîrxistin ku civîna bîranîna Wedat Aydin ku ji aliyę ręxistina HADEPę ya navçeye Kadikoyę hatibű amadekirin, hatiye astengkirin ű hin ręvebiręn partiyę hatine binçavkirin. Li aliyę din, li Edenę, ręvebirę HADEP'ę yę ßaxę bajarokę Kuçukdikiliyę Mehmet Benzer îddîa kir ku ęßkence lę hatiye kirin. Benzer da zanîn, ku hin kesęn xwe weke xebatkaręn JITEMę dane naskirin, ew revandine, ęßkence lękirine ű ew bi kußtinę tehdît kirine. Her wiha Benzer, serî li Komela Mafęn Mirovan IHDę, ßaxę Edenę da ű daxwaz kir ku ewlekariya jiyana wî were pękanîn.

[CTV75]
Dayik, banga xwe ya ji bo aßtiyę didomînin
Insiyatîfa Dayikęn Aßtiyę yęn Mersînę, doh daxuyaniyek dan ű diyarkirin ku ew amadene ęßa ű azaręn xwe di nava dilę xwe de binax bikin. Dayikan bang li dayikęn Tirk kirin ku ji bo rawestandina ßer bi destę hevdu bigirin ű gotin; afirandina aßtiyę ji ßer zehmetire. Dayikęn aßtiyę di daxuyaniya xwe de wiha dibęjin; 'Kul ű derdęn hene, ne yek alîne ű wiha nîßandan jî bę wijdaniyeke mezine.' 'Dardakirin ne çareseriye, em weke mirov li dijî dardakirinęne.' 'Dardakirina Abdullah Ocalan ji bo aßtî ű biratiyę ti fęda xwe nîne, berovacî vę yekę em fikaran dikin ku gaveke wiha, li ser vę cogirafyayę di navbera gelan de dijminahiyeke dîrokî, kîn ű nefretę bi cih bike.'

[CTV76]
Li Tirkiyę eleqeya ji bo pirtukęn li ser PKK ű Kurdan zędetir dibe 
Li Tirkiyę, pißtî doza serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan, eleqeya ji bo pirtukęn li ser PKK ű Kurdan zędetir dibe. Ji pirtukęn ku di rojevę dene, 2 ję, yęn Abdullah Ocalan in ű ji aliyę weßanxaneya Mem ve hatine weßandin. Pirtuka yekem ya Ocalan bi navę "Danezana çareseriya demokratîk ya pirsgiręka Kurd" ű ya dűyem-jî bi navę "Di pirsgiręka Kurd de dudiliya çareserî ű bęçareseriyę' hatine weßandin. Di van pirtűkan de parastina Ocalan ya di dema mehekemekirinę de ű paręznama îlawe ya ku pißtî mutealayę pęßkęßî mehkemę kiribű cih digrin. Dîtinęn Ocalan ęn di warę komara demokratîk de mijaręn bingehîn yęn van her du pirtűkan in. Xwediyę weßanxaneya Mem, Tahir Filimci di der barę firotina van pirtűkan de ev agahî dan: bi taybetî li bajaręn mezin yęn Tirkiyę, weke Stenbol, Izmir, Edene ű Enqere zęde tęne firotin. Filimci da zanîn ku çapa yekem ya pirtukan qediyaye, ű ew niha amadekariya çapa duyem dikin. Di vę navberę de pirtukeke din a di derbarę doza Ocalan de, ji aliyę weßanxaneya Aram ve ji bo çapę tę amadekirin. Naveroka vę pirtuka bi navę "Parastina doza Ocalan", ji parastina 350 rupelan pęk tę ku avukatęn buroya huquqa sedsalę pęßkęßî DGMya Enqerę kiribűn.

[CTV77]
Lîderęn partiyęn li Baßűrę Kurdistanę, polîtîka Amerîka ya Iraqę naecibînin 
Pißtî serokę PDK Mesut Barzanî, sekreterę gißtî yę YNK Celal Talabanî-jî polîtîkaya Emerîka ya di derbarę Iraqę de rexne kir. Sekreterę gißtî yę yekîtî nißtîmanî Kurdistan Celal Talbanî daxűyaniyek taybetî da rojnama El Hayat ku bi zimanę erebî li Londonę tę weßandin. Talabanî got, polîtîka Amerîka ya li hemberî rejîma Bexdayę, muxalefeta Iraqę jar ű bęxęr kiriye. Talabanî di der barę siyaseta Amerîka de wiha dipeyive: Ev, siyaseteke bęber ű serneketî ye. Ji ber ku ev siyaset xwe naspęre muxalefeta Iraqę. Talabanî balę dikßîne ser xala qanűna rizgariya Îraqę, ya tę de hatiye diyarkirin ku malzemeyęn buro ű kirtasiyę wę ji muxalefta Iraqę re werin temînkirin ű wiha dibęje: "Amerîka dixwaze bi mase ű computeran me azad bike." Celal Talabanî herwiha li dijî rayedarę leßkerî yę amerîkî Antony Zini ku gotibű "Muxalefeta Iraqę wę nikaribe tißtekî bike, reaksiyonek tund nîßanda ű wiha got: "ßehîdęn muxalifęn Iraqî, ji leßkeręn Zînî zędetir in." Serokę YNK di berdewama daxűyaniya xwe ya ji bo rojnama El Hayat de diyar kir ku rejîma Iraqę bi tenę maye, ű îdîa kir ku bi desteka eßîretęn ereb yęn zarokęn wan di nav artęßa îraqę de hene, bi hevkariya Kurd, sunî ű ßîiyan, mumkune Sadam ji kar were xistin. Talabanî herwiha da zanîn ku gelek general ű subayęn ji artęßa Iraqę xwe spartine wan. Serokę PDK Barzanî-jî daxűyaniyek dabű heman rojnamę ű gotibű Amerîka bi siyaseta xwe ya îroyîn wę nikaribe serokdewletę Iraqę Saddam Hussein ji desthilatdariyę bîne xwar.

[CTV78]
Di ßerę navbera gerîllayęn ARGK'ę ű leßkeręn artęßa Tirk de 7 leßker hatin kußtin ű 4 leßker jî birîndarbűn 
Buroya çapemeniyę ya ARGK'ę di derbarę ßer de ragihand ku pęr li navçeya Amed Licę, gerîllayęn ARGK'ę panzerek rűxandine. Di panzera rűxandî de 7 leßker hatine kußtin ű 4 leßker jî birîndar bűne. Buroya çapemeniyę diyarkir ku ji leßkeręn kußtî yek ję subay ű yekî din jî çawißekî pisporbűye. Her wiha hat diyarkirin ku di ßer de ji gerîllayęn ARGK'ę ti kes ne hatiye kußtin. Li aliyę din, Buroya çapemeniyę ragihand ku gerîllayęn ARGK'ę li navenda ßemzînanę, bi awayekî nepenî ketine girę Xido. Hęzęn gerîlla doh ęvarę, di dema guhertina nobedaran de ęrîß birin ser girę Xido. Di daxuyaniyę de, li ser encamęn çalakiyę agahî ne hatin dayîn. Li gorî çavkaniyęn nűçeyan ęn Tirk, di operasyonęn li ßirnax, Amed, Batman, Colemerg, Męrdîn ű Wanę de operasyonęn tęne meßandin, di navbera leßker ű gerîlla de ßer derdikevin. Buroya çapemeniyę ya ARGK'ę jî daxuya kirin ku li heręmę ßer heye, lę belę diyarkir ku weke tę îddîakirin, li Kerrboranę di rojęn dawî de ti ßer neqewimîne. Li gorî agahiyan, artęßa Tirk ji bilî operasyonęn li Kurdistanę, li çiyayęn Amanosę jî operasyon berdewam dikin.

[CTV79]
Li navçeya Sęwaz Doganßarę li dijî ßantiyeya muduriyeta ręyęn bejahî ya heręmę ęrîßek hat li dar xistin 
Kesęn ku ęrîß birin ser ßantiyeyę, operatorekî makîneyan ű nobetdarę ßantiyę kußtin ű 3 makîneyęn kar-jî ßewitandin. Li gorî çavkaniyęn nűçeyęn Tirk, li nęzî navçeya Doxanßarę doh di derengiya ßevę de komek kes hatin ßantiya muduriyeta heręmę ya ręyęn bejahî. Van kesan operatorę makînę yę li wę derę Abdullah Aydin ű nobetdarę ßantiyę Hamza Ece kußtin ű pißtî ku 3 makîneyęn kar jî ßewitandin ji cihę bűyerę dűr ketin. Pißtî bűyerę ji bo girtina kesęn ęrîß pękanîne, li heręmę operasyoneke berfireh hate destpękirin.

[CTV80]
Li Wanę, bombeyeke ku di pastexaneyekę de hatibű bicihkirin teqiya, di encama bűyerę de 11 kes birîndarbűn 
Di encama teqînę de pastexane kete rewßeke ku nayę bikaranîn ű camęn avahiya meclîsa belediya Wanę-jî ßikestin. Li gorî agahiyęn hatine bi destxistin, li pastexane bi navę Portakal ya li nęzîkî avahiya meclîsa belediya Wanę, bombeyeke ku ji aliyę kesek yan-jî kesęn nasnameya wan ne diyar ve hatibű bicihkirin, doh saet di derdora 21 ű nîvan de teqiya. Çavkaniyęn heręmî dan zanîn ku pastexane ya MHPiyan bűye ű di encama teqînę de 11 kes birîndar bűne, lę belę tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye. Kesęn birîndar ji bo dermankirinę rakirine nexweßxaneya dewletę ya Wanę. Bombeya ku hate diyarkirin xwedî hęzeke mezin bűye, ji xeynî serűbinkirina pastexanę, bűye sedemę ßikandina camęn avahiya meclîsa belediyę. Di vę navberę de, serokę belediya Wanę ßehabettin Ozarslaner li ser bűyerę daxuyaniyek da ű got, ku avahiya belediyę ziyaneke mezin dîtiye. Rayedaręn polęsan Wanę dan zanîn ku pißtî bűyerę hin kes kirine binçavan. Li navçeya Amed Licę, nißtecîhęn gundę Tilî ű yęn mezra Goma Feyzo ku girędayî vî gundî ye, dan xuyakirin ku gef li wan tę xwarin ji bo ku koç bikin Gundiyęn ku ji bo gundę wan neyę valakirin ketine nava tevgerę, doh danę sibę çűn Licę ű bi fermandarę Taburę Halil Deveci re hevdîtinek pęk anîn. Fermandarę Taburę Deveci ev bersiv da gundiyan; "Eger leßkeran gotibe gund vala bikin, hűnę vala bikin.." Li gorî agahiyęn nűçegihanę me yę li heręmę; pißtî teqîna mayîna li nęzîkî Goma Feyzo hęzęn leßkerî yęn artęßa Tirk dest bi operasyonę kirin ű dűre-jî avętin ser vî gundî. Di dema girtina ser gundę Tillî yę ji 150 xaniyan ű mezraya Goma Feyzo ku girędayî vî gundî ye ű ji 10 xaniyan pęk tę, hemű mal hatin kontrol kirin ű gundî ji teqîna mayînę berpirsiyar hatin girtin. Gundiyan di derbarę mijarę de dan zanîn, leßkeran pißtî ku 20 gundiyęn ji mezrayę ku di nava wan de 4 kesęn 70 salî-jî hebűn, birin gundę Tilî, xortan li meydanę kom kirin ű li wan xistin. Leßkeran diyar kir, pęwiste gundî di demeke kin de Licę terk bikin ű wiha axivîn; "Eger hűn koç nekin, emę malęn we bißewitînin". Pißtî van tehdîtan, hin gundiyan dest bi amadekariyęn koçberiyę kirin. Li aliyę din, gundiyęn ku naxwazin gundę wan were valakirin, serî vę sibę çűn Licę ű bi fermandarę tabűrę Halil Deveci re hevdîtinek pęk anîn. Devecî ku gundî bi destekdayîna PKK ű xiyaneta bi welęt re tewanbar kirin, wiha bersiv da; "Eger leßkeran gotibe valabikin, hűnę vala bikin."
Endamęn Egitim Senę yęn tevlî merasîma cenazę Sema Alp bűn, di derbarę wan de lępirsîn dan destpękirinę. Li bajarę Elmanya Berlînę, li ber sefareta Israilę di xwepęßandana Kurdistaniyan de, sîxuręn Israilę gullebarandibűn ű di encamę de 4 Kurdistanî jiyana xwe ji dest dabűn, yek ji Kurdistaniyęn jiyana xwe ji dest dabű, Sema Alpbű. Endamęn Egitim Senę yęn tevlî merasîma cenazę Sema Alp bűn, di derbarę wan de lępirsîn dan destpękirinę. Wezareta Perwerda Netewî ya dewleta Tirk, di derbarę 37 mamosteyęn girędayî Egitim Sena ßaxę Batmanę de lępirsîn da destpękirinę. Di çarçoweya lępirsîna wezaretę de, her wiha birayę Sema Alp, ßűayb Alp jî heye. Li gorî lępirsîna wezaretę, çűyîna taziyę sűce. Sema Alp, dema serokę gißtî yę PKK'ę Abdullah Ocalan ji Kęnyayę hatibű revandin Tirkiyę, di xwepęßandana li ber sefareta Israilę ya li Berlînę de, di encama gullebarandina sîxuręn Israilę de jiyana xwe ji dest dabű.

[CTV81]
Vę carę jî xwendekar ű mamosteyęn zanîngehan çalakiyeke rűnißîtinę pękanîn
Li îranę di roja pęncan ya xwepęßandanęn xwendekaran de, Vę carę jî xwendekar ű mamosteyęn zanîngehan li mizgefteke derveyî kampusa zanîngeha Tehranę, çalakiyeke rűnißîtinę pękanîn. Di dema çalakiya xwendekaran de ber bi hewayę ve teqandina çekekę, bű sedema panîkeke mezin. Kesęn li cihę çalakiyę dan zanîn ku nayę zanîn ka kę çek teqandiye ű di bűyerę de kesî jiyana xwe winda nekiriye. Ajansa nűçeyan IRNA ragihand, ku rektorę zanîngeha Teheranę Dr. Mahsur Helili Iraki bang li xwendekaran kir ku bi aram bin ű helwesta hęjayî xwendekariyę nîßan bidin. Li aliyę din, hate zanîn, ku bi sedan xwendekarî li Tehranę li ber avahiya ajansa IRNAyę ya rę li trafîkę asękirine, ű bi sloganan ji ajansę xwestine ku pißtgiriyę bide wan. Di vę navberę de, Konseya bilind ya ewlekariya neteweya Îranę doh ęvarę daxuyaniya xwe ya sęyemîn belavkir. Konseyę di daxuyaniya xwe de, spasiya xwe pęßkęßî xwendekaran kir ji ber ku ew di meßęn doh de 'li gorî zagonan tevgeriyane' ti bűyer dernexistine ű di xwepęßandanan de firsend nedane tevdan ű provokasyonęn oportonistan. Konseyę herwiha da zanîn ku pęwiste beriya lidarxistina xwepęßandanan, ji wezareta karę hundir destűr were xwestin. Sekreteriya Konseyę diyar kir ku di der barę bűyeręn çar rojęn dawî de wę lękolîn were kirin ű raya gißtî ji encam lękolînę were agahdarkirin. Li aliyę din, konserya serokatiya Hizbollahę doh di belavokekę de, girtina rojnameya rojana Selam ű ęrîßa hęzęn ewlekariyę yęn li kampűsa zanîngeha Tehranę, ßermazarkir. Bi armanca protestokirina girtina rojnama Selamę ű ßermezarkirina biryara meclîsę ya li dijî azadiya çapemeniyę, xwendekaręn zanîngehan li Îranę ji heftiya derbasbűyî ve xwepęßandanan li dar dixin.

[CTV82]
Îro karker ű karmendan li meydana Kizilay ya Enqerę civiyan 
Sendikayęn girędayî KESK, DISK ű Turk-îßę, pęßniyazqanűna reforma ewlekariya civakî ű ji sedî 20 zędekirina heqdestęn karmendan bi xwepęßandanan ßermezarkirin. Di xwepęßandanęn protestoyî de, endamęn sendikayan diyar kirin, ku hukumet dijminę kedkaran e ű terora aborî li hember xebatkaran dimeßîne ű daxwazkirin ku li gorî jiyana mirovahiyę heqdestę wan were zędekirin. Îro saet di 12 ű 45"an de karker ű karmendan li meydana Kizilay ya Enqerę civiyan. Xwepęßandęran bi çepikan ű sloganęn weke "Em li gorę, teqawutbűyînę naxwazin, ne sereqe lę em bazariya gißtî dixwazin, Karker ű karmend dest bi greva gißtî bikin, qanűna xwe bigre li serę xwe bixe, ędî gotin neman-dora çalakiyę ye" avętin ű trafika kolanę xetimandin. Tę gotin, polęsęn Enqerę li dora 3 hezar xwepęßandęran tedbîręn berfireh yęn ewlekariyę wergirtin, ketina karmend ű karkeran ya ji bo meydanę asteng kir, lę bi awayekî tund mudaxelleyî xwepęßandęran nekirin. Berdevkę demę yę platforma sendikayęn karmendęn dewletę yę ßaxę Enqerę ahmet Ersun Genç li vę derę axaftinek kir ű got hukumet sozęn ku di dema hilbijartinan de dane ji bîr kirine, li gor dîrektîfęn IMF ji sedî 20 heqdestan zędekiriye ű pęwîstî bi qanűnek ewlekariya sosyalî ya sîgorkirina betalî ű nexebitandina karkeręn qaçax heye. Pißtî axaftinan, karker ű karmendan pankartęn xwe kom kirin ű bi çepikan meydana çalakiyę valakirin. li aliyę din, grubek endamęn KESKę-jî li Izmîrę li meydana Konaxę kom bűn ű ji sedî 20 zędekirina heqdest ű bilindkirina temenę teqawutbűyînę ya di çarçoveya reforma ewlekariya sosyalî de protesto kirin. Berdevkę demę yę KESKę Mevlut Ulgen di axaftina xwe ya li vę meydanę de zędekirina ji sedî 20 ya heqdestan rexne kir. Mevlut herwiha da zanîn, li gel ji bo debara malbatekî, pęwîstî bi 320 milyon lîre heye, lę tevlî zędekirina heqdestan wę karker ű karmend karibin tenę 132 milyon maaß bistînin. Berdevkę KESKę Ulgen got, ka karmend ű karker bi vî maaßî wę çawa debara xwe bikin. Di vę xwepęßandanę de-jî polęsan tedbiręn berfireh yęn ewlekariyę wergirtibűn, lę ev çalakî bęî ku ti bűyeręn neyînî biqewimin, bi dawî bű. Konseya Serokan a Turk-ißę, ji bo li dijberî qanűna ewlekariya civakî, di ßemiya 24 Tîrmehę de li Enqerę mîtingekę li dar bixe, biryar wergirt. Serokę Gißtî yę Turk-Ißę Bayram Meral, birayaręn di civînę de hatibűn wergirtin diyarkir ű got: konseya serokan biryara çalakiyęn bę navber wergirtiye. Her wiha Meral, diyarkir ku ewę di 14'ę Tîrmehę de, bi konfederasyonęn din ęn karker ű karmendan re hevdîtinę pęk bînin ű ji bo xebat were meßandin, wę komîteyeke çalakiyę saz bikin.

[CTV83]
Rojnameyęn Tirkiyę, Hurriyet ű Yeni Yuzyil tazmînatę mehkűm bűn
Rojnameyęn Tirkiyę, Hurriyet ű Yeni Yuzyil ji ber ku heqaret li ręvebiręn Komela Mafęn Mirovan kiribűn, bi dayîna tazmînatę mehkűm bűn. Rojnama Hurriyetę, di derbarę kußtina Erdal Aksu de ku roja 29 Cotmehę sala 1998"an balafira Tirk ku ji Edenę diçű Enqerę revandibű, gotina cîgirę serokę gißtî yę komela mafęn mirovan Osman Baydemir ya "Pęwiste bi saxi bihate girtin" weke manßet weßandibű. Li dozę ku li ser gilliyę Baydemir hate vekirin, Dadgeha Huquqa asliye ya Enqerę, rojnama Hurriyet bi sedema ku heqaret li mafęn kesayetiya Baydemir kiriye, bi tazmînat-dayîna 500 milyon lirayę Tirk mahkum kir. Rojnameya Yenîyuzyil jî ji ber ku nivîskarę rojnamę Yagmur Atsiz di hejmara rojnamę ya 21ę mijdara 98an de di quncika xwe de serokę gißtî yę berę yę komela mafęn mirovan Akin Birdal weke "xayîn" bi nav kiribű, ji aliyę dadgeha huquqa asliye ya Enqerę ve, bi tazmînat-dayîna 300 milyon lirayę Tirk mahkum kir.

[CTV84]
Tirkiye, hewl dide, bi kirrîna 145 helîkopteręn ęrîßę yęn di buhaya 4 milyar dolarî de bikeve salęn 2 hezarî
Li gorî agahiyęn ji çavkaniyęn parastinę hatine wergirtin; ßîrketa ku wę bi Tirkiyę re 145 helîkopteręn ęrîßę hilberîne, di 15 Sibata sala 2 hezarî de bi awayekî fermî diyar bibe. ßîrketęn ji bo vę yekę namzetin, ßîrketęn bi nav ű deng ęn Emerîka, Elman, Rűs ű Italîne. Welatę namzet ę ji bo vę yekę were hilbijartin, di çarçoweya peymanę de heta balafira yekem di sala 2 hezar yekę de bifire, wę ji bo pędiviyęn lezgîn ęn Tirkiyę 10 helîkopteran bi kirę teslîmî Tirkiyę bike. Li aliyę din, li gorî îddîayeke din, wę Tirkiye karibe hilberîna 145 helîkopteran, bide 3 ßîrketęn cuda. Tirkiye, hewl dide, bi kirrîna 145 helîkopteręn ęrîßę yęn di buhaya 4 milyar dolarî de bikeve salęn 2 hezarî... Li gorî agahiyęn ji çavkaniyęn parastinę hatine wergirtin; ßîrketa ku wę bi Tirkiyę re 145 helîkopteręn ęrîßę hilberîne, di 15 Sibata sala 2 hezarî de bi awayekî fermî diyar bibe. ßîrketęn ji bo vę yekę namzetin, ßîrketęn bi nav ű deng ęn Emerîka, Elman, Rűs ű Italîne. Welatę namzet ę ji bo vę yekę were hilbijartin, di çarçoweya peymanę de heta balafira yekem di sala 2 hezar yekę de bifire, wę ji bo pędiviyęn lezgîn ęn Tirkiyę 10 helîkopteran bi kirę teslîmî Tirkiyę bike. Li aliyę din, li gorî îddîayeke din, wę Tirkiye karibe hilberîna 145 helîkopteran, bide 3 ßîrketęn cuda.

[CTV85]
The Daily Telegraph; "Tirk di pirsgiręka Qibrisę de dest davęjin çekan" 
Ji bo pirsgiręka Qibrisę hewldanęn çareseriyę berdewam dikin, lę serokwezîrę Tirk Bulent Ecevit da xuyakirin, ku ewę paßve gav navęjin. Ecevit di reportaja xwe ya rojnameya ßngliz The Daily Telegraph de dibęje; "Bakurę Qibrisę ji bo ewlekariya Tirkiyę bűye hîmekî bingehîn. Serokwezîrę Tirk îddîa kir, ku pirsgirękęn Tirkęn li Qibrisę ű Kurdęn li Tirkiyę ne wek hev in. Rojnama Inglizî di reportajekę de sernivîsa; Helwesta serokwezîrę Tirk ya nelihevkirinę" bikaraniye. Di Sernivîsa nűçeyę de tę gotin; "Tirk di pirsgiręka Qibrisę de dest davęjin çekan". Qibris beriya 25 salan weke îro ji aliyę artęßa Tirk ve hatibű dagirkirin ű ji ber wateya vę roję, Ecevit tęza Enqerę ya ku pirr tę naskirin, careke din dűbare kir ű got, divę li giravę hebűna 2 dewletan were qebul kirin. Nűçevanę rojnama The Daily Telegraph di reportaję de armancęn ji bo lihevkirinę yęn ku di civîna G-8"an ya meha Hezîrana derbasbűyî de hatibű rojevę, bi bîrxist ű ji Ecevît ev pirs kir. "Bęguman, hűnę hin tawizan bidin raya gißtî ya navnetewî, newisaß Lę Ecevît got tawizek bi vî rengî ti car nadin ű hevdîtinęn yekîtiya Ewropa yęn ji bo endamtiya Qibrisę-jî girędayî destura Tirkiyę ye. Ecevit herwiha pirsa di derbarę Kurdan de-jî bersivand ű got: rewßa Tirkęn li Qibrisę ű Kurdęn li Tirkiyę ne wek heve ű ti girędana wan bi hev re tuneye. Nűçegihanę The Daily Telegraph di derbarę cezayę idamę yę serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan de-jî dibęje, dibe ku Ecevit li hember vî cezayî be, lę nayę wę manę ku ewę televizyona Kurdan bide wan.

[CTV86]
Pirsgiręka Keßmir niha-jî tę çareser kirin 
Pirsgiręka Keßmir ku Hindistan ű Pakistan anî ber ßerekî nukleerî, niha-jî tę çareser kirin. Rayedaręn Pakistanî dan zanîn, mucahid li gorî peymanę destpękirin xwe ji axa eyaleta Hindistan Cammu-Keßmir paßve dikßînin. Wezîrę karę derve yę Pakistan Sertaç Aziz diyar kir, pißtî ku mucahid ji Keßmirę paßve dikßin ű Hindistan dawî li operasyona li eyaleta Cammu Keßmirę anî, ßerę di navbera herdű aliyan de bi peymanekę bidawî bű. Sertaç Aziz doh li paytext Islamabad di civînek çapemeniyę de da zanîn ku rayedaręn herdű welatan li civîna li heręma sînor Vagah ku nęzîkî bajarę Lahor e lihev kirine. Rayedarę leßkerî Raßid Kureyßi-jî di civîna çapemeniyę de ku li paytext hate pękanîn, diyar kir dema hęzęn çekdar xwe ji xetęn eniyę paßvekißandin, peyman pęk hatiye. Lę belę, di vę navberę de, Konseya mucahidęn Yekbűyî ku ji 15 gruban pęk tę ű ji 10 salan ű vir ve ji bo serxwebűna Cammu-Keßmir ßer dike, heta niha ti daxűyanî nedaye ka ewę li gorî peymanę tevbigere an na. Konseya mucahidan beriya niha dabűn xuyakirin ku ewę tękoßîna xwe bidomînin. Di peymana heyetęn bilind yęn Hindistanű Pakistanę de biryar hate wergirtin ku xeta agirbestę ya neteweyęn yekbűyî ya ku di sala 1972yan de Cammu Keßmîr ű Keßmîra Pakîstanę ji hev veqetandibű, li aliyę Pakistanę bimîne. Rayedaręn Hindistanę diyar kirin, bi peymana vekißîna ji eniya ßer nayę wateya "peymana agirbesteke fermî." Pißtî ku Pakistan ű Hindistan di sala 1947"an de ji bin dagerkeriya Ingiltere derketin ű serxwebűna xwe bidest xistin, di pey re di navbera vanher du welatan de sę ßeręn mezin derketin ű ji van 3 ßeran 2 ję ji ber pirsgiręka Keßmîrę qewimîn.

[CTV87]
Barak ű Arafat di nava vę hefteyę de wę biçin Emerîka 
Serokwezîrę nű yę Israilę Ehud Barak ű serokę ręvebiriya otonom ya filistinî Yaser Arafat civînek eręnî pęk anîn ű di nava vę hefteyę de wę biçin Emerîka. Serokwezîrę Israil ű serokę ręvebiriya otonom ya Filistinę wę bi serokę Emerîka Bill Clinton re werin cem hev ű mijara zîndekirina hevdîtinęn aßtiyę gotűbęj bikin. Hate ragihandin, Barak ű Arafat di roja Pęnçßema pęßiya me de wę biçin Emerîka. Li Emerîka, Bill Clinton, Ehud Barak ű Yasar Arafat li gor xalęn peymana Wye Plantation ku par li bajarę Maryland di navbera Filistin ű Israilę de hatibű imze kirin, civînek lidardixin. Armanca vę civînę, zindîkirina hevdîtinęn aßtiyę yęn di navbera Israil ű Filistinę deye. Herwiha xala herî girîng ya di hevdîtinęn Filistin ű Israilę de, avakirina wargehęn cihűyan yęn li heręma Filistiniyan e. Di civînę de, aliyę filistinę ji bo rawestandina avakirina wargehęn cihűyan pęßniyazek bîne rojevę. Rayedarekî filistinî ku naxwaze navę wî eßkere bibe, di derbarę zirveyę de daxuyakirin, pißtî ku ehud Barak ji emerîka vegere, wę li gor peymana Wye Plantation tevbigere. Rayedarę Filistinî herwiha dibęje, di hevdîtina dűyemîn de, herdű alî wę detayęn bicîhanîna peymanę gotűbęj bikin. Serokwezîrę Israilę Ehud Barak ű serokę ręvebiriya otonom ya Filistinî Yasar Arafat doh li deriyę sînorę ßerîda Gazza hatibűn cem hev. Arafat di hevdîtinę de ji Israilę daxwazkiribű, ku avakirina wargehęn cihűyan divę raweste ű Israil berpirsyariyęn xwe yęn peymana Wye Plantation bi cîh bîne. Ehud Barak-jî diyar kir ji bo aßtî pęk were, bi helwestęn bawerî ű hevkariyę ewę karibin hemű astengiyan ji holę rakin. Barak di derbarę avakirina wargehęn cihűyan de soz da ű got: emę wargehęn nű ava nekin, lę yęn ku hatine avakirin ű nîvco mane, emę nikaribin di vę pęvajoyę de ji holę rakin. Di sala 1991ę de, li Madridę konferansek dîrokî ya ji bo aßtiya Rojhilata Navîn, Israil ű Filistinę destpękiribű, ű bi peymana aßtiyę ya Oslo, Washington, Kahire berdewam kiribű. Beriya salek ű niv-jî bi navbeynkariya Emerîka, peymana way Plantation hatibű imze kirin.

[CTV88]
Li Cezayîrę pißtî meclîsę, senatoyę jî dengę erę da plana 'Aßtiya Sivîl' 
Li Cezayîrę pißtî meclîsę, senatoyę jî dengę erę da plana 'Aßtiya Sivîl' ya ku tę hęvîkirin ku di dawîanîna ßerę navxweyî de bitesîr be. Senatoya cezaîrę ya tę de 150 kursî hene, bi 131 dengan Plana aßtiya sivîl ya serok dewletę Cezaîrę Abdulezîr Buteflîka qebűl kir. Li gorî vę plana aßtiyę wę mîlîtanęn oldar yęn dev ji çekan berdin, werin efűkirin. Di dengdanę de, 5 kesan dengęn bęalî bikaranîn, tu endamę senatoyę dengę na bikarnanî. Rayedaran diyarkirin ku qanűna efűyę wę di qonaxa dawî de pęßkęßî referandumę were kirin ű hatiye plankirin ku referandum beriya dawiya meha îlonę were lidarxistin. Li Cezayîr di hilbijartinęn gißtî yęn meha Nîsanę de, Abdulaziz Buteflika weke serok dewlet hatibű hilbijartin ű ji wę demę ű vir ve hewld dide ku li welęt aßtiyę pęk bîne. Piraniya mezin ya siyasetmedaręn Cezyarî bi çavekî baß li vę projeyę dinęrin ű bawer dikin ku bi vę pęßniyaz-biryarę re ßerę ku ev 7 sal in li welęt didome, wę cihę xwe bide aßtiyę. Di hilbijartinęn gißtî yęn sala 1992an meha Çile de, Eniya Îslamî Selamet di tűra duyemîn de biserketibű, lę belę artęßę ku li ser desthilatdariyę bű, hilbijartin betal kiribűn. ę li ser vę helwesta artęßę, ßerę navxweyî li Cezayîrę destpękiribű. Di vî ßerę navxweyî yę 7 sal ű nîvan de tę texmînkirin ku li cezaîrę li derdora 80 ű 100 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

[CTV89]
Li Irlanda Bakur, îro dîsa yek ji rojęn herî aloz bű 
Ji ber meßa kevneßop ya protestanan Orange, hat tirsîn ku di navbera protestan ű katolikan de ßer derbikeve. Li ser ręya meßę polęsan tedbiręn ewlekariyę yęn berfireh wergirtin. Li gor peymana aßtiyę ya di navbera hukumetęn Ingilistan ű Irlanda Bakur de hatibű imzekirin, pęvajoya qebulkirin ű bicîhanîna xalęn vę planę ya herdű aliyan roja pęnçßemę bi dawî dibe. Berî 300 salan kralę sęyemîn William bi serketibű ű salvegerę vę serkeftinę tę pîrozkirin. Endamęn vę baweriyę gotubęj dikin, ku ewę çawa di kolanęn katolîkan yęn li baßűrę Belfastę re derbas bibin. Li heręma Katolikan, li ręya Ormeau ji bo pęßî li bűyeran were girtin polęsęn heręmę tedbiręn berfireh girtin. Di vę navberę de, li Irlanda Bakur ji bo bicîhanîna xalęn peymana aßtiyę, pęßniyazęn Ingilistan ű Irlanda, divę David Trimble heta roja pęnçßemę nűneręn sazkirina kabîneyę eßkere bike. Di nav nűneręn kabînę de 2 endamęn Sinn Fein-jî hene. Ger ev yek pęk were, li gor planę kabîne di 18ę Tirmehę de dest bi wezîfę bike ű herwiha peyderpey IRA-jî dev ji çekęn xwe berde. Lę belę, herdű aliyan-jî bi gißtî bawerî bi hev neanîne. Sinn Fein dibęje, ew nikare li ser navę IRAyę soz bide.

[CTV90]
Sűriyę derbasbűna balafiręn Ręyęn Hewayî yęn Balkanan ßîrketę di balafirgeha ßamę re qedexe kir 
Li Bulgaristanę, pißtî ku ßîrketęn ręyęn hewayî hatin taybetîkirin ű ji sedî 75 ji aliyę Israilę ve hat kirrîn, Sűriyę derbasbűna balafiręn vę ßîrketę di balafirgeha ßamę re qedexe kir. Rayedarekî wezareta çűyîn ű hatinę ya Sűriyę di derbarę mijarę de daxuyakirin ku Ręyęn Hewayî yęn Balkanan, ji ber ku qanűnęn Sűriyę binpękiriye, ji 8'ę Tîrmehę ű virve, firîna balafiręn vę ßîrketę di ser ßamę re hatine qedexekirin ű tękilî pęre hatine birrîn. Rayedarekî ji wezareta karę derve ya Sűriyę jî da xuyakirin ku ßîrketa ręyęn hewayî ya Bulgaristanę, di serę vę mehę de piraniya hisseyęn xwe firotine ßîrketa Israil Zeeviyę, lewma peymanęn bi Sűriyę re hatibűn kirin, li gorî destűra bingehîn a Sűriyę hatine binpękirin. ßîrketa Zeevi, piraniya hisseyęn ręya hewayî ya Balkanan bi 150 hezar dolarî kiriye ű her wiha soz daye ku di 5 salęn pęß de 100 milyon dolarî razîne vę ßîrketę.

[CTV91]
Biryargeha Navendî ya Artęßa Rizgariya Gelę Kurdistan ARGK'ę da xuyakirin ku ji îro ű pęve, heta fermaneke duyemîn, hemű çalakiyęn fedaiyane, hatine rawestandin. 
Biryargeha Navendî diyarkir ku wę hęzęn gerîlla jî nekevin nava tevgereke leßkerî, lę wę rewßa xwe ya parastinę bidomînin. Artęßa Rizgariya Gelę Kurdistan ARGK'ę diyarkir ku ew li dijî çalakiyęn li hemberî sivîlane ű ji bo çalakiyęn bi vî rengî neyęn lidarxistin, ewę hewl bidin. Biryargeha Navendî ya ARGK'ę, bi gotina destpękę ya; ji hemű heval, ßervan, fermandar ű Yekîneyęn ARGK'ę re, daxuyaniyek da ű pęvajoya pißtî biryara dardakirina serokę gißtî yę PKK'ę Abdullah Ocalan, nirxand. Di daxuyaniyę de tę gotin; pißtî biryara dardakirinę çalakiyęn gerîlla nazikiya mijarę li ber çavę hemű dunyayę raxistiye ű hęzęn gerîlla wę rewßa xwe ya parastinę berdewam bikin. Daxuyanî wiha berdewam dike; 'Li gorî daxuyaniya Konseya Serokatiya me ku di 6 Gulana sala 1999an de kiribű, wę ti tevgeręn leßkerî neyęn kirin.' 'Ji vî męjűyę ű pęve, heta fermaneke duyemîn, wę çalakiyęn fedaiyane neyęne kirin, ji bo hin ęrîßęn ji aliyę hin derdoran ve li hemberî sivîlan tęne kirin, were rawestandin, wę hewl were dayîn.' Biryargeha Navendî di dawiya daxuyaniya xwe de bang li fermandaręn gerîlla ű ßervanan kir; 'Di vę pęvajoya nazik de, divę ti bűyeręn zirarę bide tękoßîna me pęk neyęn ű ji bo vę jî gelekî hißyarbin.'

[CTV92]
Ręvebiręn HADEPę, dema serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan 
Ręvebiręn HADEPę, dema serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan li îtalyayę bű ű ji bo ku nedin Tirkiyę bi armaca protestokirinę daxuyanî dabűn çapemeniyę ű bidestpękirina girevęn birçîbűnę dihatin tewambarkirin Ręvebiręn HADEPę, dema serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan li îtalyayę bű ű ji bo ku nedin Tirkiyę bi armaca protestokirinę daxuyanî dabűn çapemeniyę ű bidestpękirina girevęn birçîbűnę dihatin tewambarkirin. HADEPiyęn ku ji ber vę yekę dihatin tewambarkirin ű heta niha girtîbűn doh serbest hatin berdan. Me di derbarę serbest berdana serokę gißtî yę HADEPę Murat Bozlak ű 16 ręvebiręn HADEPę de, bi cigirę serokę HADEPę Bahattin Gunel re bi ręya telefonę tękilî danî. Bahattin Gunel diyarkir, di vę pęvajoyę de ku pęwistî bi aßtiyę heye, serbestkirina wan pirr girînge ű got: 'em hęvî dikin, ku ev biryar ji bo aßtiyeke bi rűmet hatibe girtin. Cigirę serokę HADEPę Bahattin Gunel diyarkir, ji ber ku ew aßtiyę diparęzin, hatine girtin. Di girtina wan de ti delîlek bingehîn ya huqűqî tineye, bi gißtî di encama biryaręn siyasî de, hatine girtin. Gunel herwiha da zanîn, ku li Tirkiyę pęwistî bi aßtiyeke birűmet heye ű hęvî dikin ku di çarçoveya pęngava ji bo aßtiyeke birűmet de, biryara serberstberdana wan hatiye wergirtin. Cigirę serokę gißtî yę HADEPę daxwazkir, pęngava ku di derbarę serbestberdana wan de hatiye avętin, weke pißtgiriya rayedaręn desthilat ű yęn saziyęn dewletę ya di çarçoveya xizmeta aßtiyę de were nirxandin. Di derbarę cezayę dardakirina ya serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan de-jî, Gunel got, partiya me li hemberî îdamę ye. Bahattin Gunel herwiha di derbarę qanűna poßmanî efűya bi sînor ya siyasî de wiha got: 'efűyek bi sînor ű qanűna poßmaniyę ti tesîręn eręnî li ser aßtiya civakę nake, li Tirkiyę tenę efűyeke gißtî dikare aßtiyę pęk bîne.

[CTV93]
Îro 10;mîn salvegera kußtina Sekreterę Gißtî yę Partiya Demokrata Kurdistana Iranę doktor Abdurrahman Qasimlo ye... 
Qasimlo, di 13'ę Tîrmeha sala 1989'an de, li paytexta Awistirya Wîyanayę, dema bi rayedaręn Iranę re hevdîtin pęk dianî, tevî 2 hevalęn xwe bűn hedefa ęrîßeke çekdarî. Ji ęrîßa ku Qasimlo tę de jiyana xwe winda kir, dewleta Iranę berpirsiyar tę girtin. Dema Qazî Muhammed komara Mahabadę sazkir, Abdurrahman Qasimlo hîna xwendekarekî ciwan bű. Pißtî hilweßîna komara Mahabadę, Qasimlo ji bo xwendina xwe ya nîvcomayî, berdewam bike, çű Fransayę. Qasimlo ji ber ku di bin bandora dîtinęn çep de bű, di nava partiya TUDEH'ę de cih girt. Qasimlo, di serhildana sala 1961'an a Baßűrę Kurdistanę de, partî demokratî Kurdistanî Iran ji bin bandora Barzanî rizgar kir ű ew weke partiyeke serbixwe îlan kir. Qasimlo di sala 1971'an de weke sekreterę gißtî yę PDK iranę hate hilbijartin. ę pißtî ßoreßa Iranę ya di sala 1979'an de vegeriya Rojhilatę Kurdistanę. Ji ber ku taybetiyęn xwe yęn pęßverű ű rewßenbîrî, Qasimlo bi ręveberęn klasîk yęn IKDP'ę re di warę lihevkirinę de gelekî zehmetî dît. PDK-I'nę ku Qasimlo serokatiya wę dikir, di heman demę de bű endamę ßűraya Muqawemeta Netewî ya ku Ręxistina Mucahîdinę Xelk pęßengiya wę dikir. Lę belę vę endametiyę pir dewam nekir, PDK-I'nę di demeke kin de xwe ji endametiya ßűrayę paßve kißand. Qasimlo dixwest pirsa Kurd bi ręyęn siyasî were çareserkirin, lewma di serę sala 1980'ę de bi Komara Islamî ya Iranę re dest bi hevdîtinan kir. Ji hevdîtinan ti encam derneket, li ser vę yekę artęßa Iranę Rojhilatę Kurdistanę dagirkir ű rayedaręn payebilind ęn PDK-I'nę derketin derveyî welat. Qasimlo li derveyî welęt jî baweriya xwe ya ji bo çareseriya pirsa Kurd bi ręyęn siyasî wenda nekir ű di 13 Tîrmeha sala 1989'an de li paytexta Awistirya Wiyanayę, dema bi rayedaręn Iranę re hevdîtin pęk dianî, ew, nűnerę partiya wî yę Ewrűpa Abdullah Qadirî ű Doktor Fazil bűn hedefa ęrîßeke çekdarî ű di encamę her sęyan jî jiyana xwe ji dest dan. Partiya Demokratî Kurdistan ya Îranę ji vę ęrîßę rejîma Tehran berpirsiyar girt.

[CTV94]
Sekreterę Gißtî yę Partî Demokratî Kurdistanî Iran doxtor Abdurrahman Qasimlo, di 10;mîn salvegera kußtina xwe de li ser gora xwe hat bi bîr anîn
Qasimlo li ser gora xwe ya li paytexta Fransa Paręsę, li goristana Per Laßez hat bi bîr anîn. Ji bilî ręvebiręn Partî Demokratî Kurdistanî Iran, ji Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK'ę Ezîz Mamlę ű Yusuf Erdelan, ji parlementoya Kurdistanę li derveyî Welat PKDW'ę Alî Yigit ű nűnerekî YNK'ę, bi sedan Kurdistanî tevlî merasîma bîr anînę bűn. Heyet saet di 12an de çű goristanę ű bi danîna destguleke ser gora Qasimlo ű deqeyeke ręzgirtina ji hemű ßehîdęn Kurdistanę re dest bi merasîę kirin.

[CTV95]
Kurdistaniyęn ku li gelek welatęn cihanę dijîn, çalakiyęn... 
Kurdistaniyęn ku li gelek welatęn cihanę dijîn, çalakiyęn xwe yęn demokratîk yęn ji bo serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan berdewam dikin Di çalakiyęn li Ermenistanę, Kanada, Îtalyayę ű Fransayę de 'ji bo Ocalan azadî ű ji Kurdistanę re aßtî' hate xwestin. Li paytexta Ermenîstan Erîwanę, kampanya 'Komiteya ji bo Ocalan azadî' 'ji bo dardakirinę 'na' bi çalakiyęn curbecur berdewam dike. Komite di kampanya xwe de heta niha derdora 100 hezar îmze komkirine ű di serę vę hefteyę de partiyęn siyasî ű hin saziyęn li Ermenîstanę ziyaretkirin. Herwiha Komite di rojęn derbasbűyî de bi rayedaręn partiya Taßnak ya Ermenîstan, Partiya Komunist ű Tevgera Bangę ya Ermenîstan re hevdîtin pękanî, îro-jî bi serokę Tevgera Azadiya Kedkaręn Ermenîstanę Mirzaxaniyan re hatin cem hev. Mirzaxaniyan got eger Tirkiye Ocalan fęm neke wę pirr tißtan wenda bike. Di vę navberę de, nűneriya ERNKę ya Kafkasiyan-jî bi armanca bibîranîna ßehîdęn 14 Tîrmehę ű girędana bi Ocalan re ji 10 Tîrmehę ű vir ve li gundęn Kurda civînan pęktîne. Doh ęvarę li bajarę Kanada Hemiltin di ßeva Yekitî Nißtîmanî Kurdistan YNKę de, posteręn Ocalan hatin hilgirtin. Di ßevę de, komela Kurd ya li Toronto-jî hatbű vexwendin ű tę gotin bi qasî 300 Kurdistanî beßdar bűbűn. Herwiha di mesajan de daxwazęn weke ji bo Ocalan azadî ji Kurdistanę re aßtî hatin ziman. Li aliyę din, doh li bajarę Îtalya Mîlano-jî çalakiyek pęk hat. Çalakî li ber avahiya dęra Domę pęk hat ű bi qasî sed îtalî ű Kurd beßdar bűn. Li bajaręn Îtalya Roma ű Frenze-jî ji aliyę Îtaliyan ve semîneręn ji bo Ocalan azadî ű çareseriya pirsgirîka Kurd hatin lidarxistin. Li bajarę Swîssre Basel-jî li ser banga Partiya Karkeręn Jin yęn Kurdistanę, PJKK çalakiyek pęk hat. Çalakî li meydana Klara hate lidarxistin ű qasî 300 Kurdistanî beßdarbűn. Di vę navberę de, gireva birçîbűna ya li bajarę Fransa Marsilyayę-jî keta roja 9an.

[CTV96]
Sazî ű kesayetęn Kurdistanî, helwesta Almanya ya li dijî Kurdan, ßermezar kirin 
Rojnama Ozgur Polîtîka ku li almanya tę weßandin, di hęjmara xwe ya doh de, nűçeya "Elmanya cahßîtiyę ferz dike" weke manßet da. Pißtî ku ev nűçe hat weßandin, Kurdistaniyan, li hemberî helwesta Elmanya nerazîbűna xwe diyarkirin. Endamę konseya serokatiya kongra netewî ya Kurdistan ű nűnerę PKK Abdurrahman Çadirci, serokę huquqnasęn Kurdistan Yaßar Ertaß ű ji partiya Keskan ya Alman yekîtî/90 -endamę parlamentoya eyaleta Berlinę Riza Baran bi daxűyaniyęn xwe yęn cűda, ji Almanya daxwazkirin ku dawî li ęrîßęn li dijî Kurdan bînin. Endamęn Konseya serokatiya KNK Çadirci bi daxűyaniyekî, kiryaręn polęsęn Alman, weke ßerę taybetî yę ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dimeßîne xwe diręjî Ewropayę kiriye, nirxand. Çadirci wiha got: Di zemînę almanya de, bi awayęn adî hewl tę dayîn ku zorę li mirovan bikin da ku bi polęsan re ve bikevin nav hevkariyę ű bibin sîxur. Eger ev kirin, encama siyaseta dewletę be ( em hęvî dikin ku ne siyaseta dewletę ye), pęwiste were diyarkirin, na eger ev pękanîn yęn helwesta hin yekîne yęn ßexsî yęn dewletę bin, pęwiste, bi lezgînî dewleta alman dest deyne ser van pękanînan. Serokę YHK Ertaß-jî daxűya kirin, dewleta Alman li dijî maxduręn ßer yęn Kurdistanî kiryaręn kęfî dimeßîne, ű cesaretę dide dewleta Tirk ku Kurdan înkar dike. Ertaß bang li wezîrę karę hundir yę almanya Otto Schily kir ku di derbarę kiryaręn li derveyî huquqę derhal daxűyaniyekę bide. Endamę parlamentoya eyaleta Berlinę Riza Baran-jî; Polîtîka Almanya ya li dijî Kurdan, weke berdewama siyaseta Tirkiyę ku li dijî Kurdan polîtîka "An hez bike an-jî derkeve" nirxand. Baran bal kißand ku ev cureyęn zextę di van demęn dawî de zędetir bűne ű da zanîn ku ewę di derbarę vę mijarę de, ji wezareta karę hundir ya almanya re, nameyek protestoyî bißîne.

[CTV97]
Li zozanęn Zorkűn ę Osmaniyę, di navbera gerîllayęn ARGK'ę ű leßkeręn artęßa Tirk de ßer derket 
Di encama ßer de çawißekî pispor birîndarbű. Li gorî çavkaniyęn nűçeyan ęn Tirk; Yekîneyęn artęßa Tirk ku li çiyayęn Amanosę, li hemberî gerîllayęn ARGK'ę operasyon dane destpękirinę, îro danę sibę bi gerîllayęn ARGK'ę re ketin nava ßer. Li zozanęn Zorkűn, li derdora Xaçbel ßer di navbera leßkeręn Tirk ű gerîllayęn ARGK'ę de derket. Di encama vî ßerî de çawißę pispor ę fermandariya cenderme yę Osmaniyę Mistefa ßahîn birîndarbű. Çawißę pispor ę birîndar rakirin nexweßxaneya Osmaniyę ya dewletę. Li vę nexweßxaneyę, pißtî nertina destpękę, ßahîn rakirin nexweßxaneya Fakulteya Tibę ya Çűkorovayę. Rayedaręn Tirk diyarkirin ku operasyonęn li heręmę hę jî berdewam dikin.

[CTV98]
Daristanęn li bejayiya navçeya Sęrt Eruhę, hatin ßewitandin 
Hate îddîa kirin, leßker ű cahßan agir berdane qada daristanî ya Qalemße ű Çirava Eruhę ű bax ű bostanęn gundę Torîk. Li Eruhę, daristan, bax ű bostanęn li bejayiya gundęn Qalendero, ßîrîko, Kanika ű Peres roja Dußemę ji aliyę leßkeręn tabura Jandirmeya Eruhę ve ku ji operasyonę derketin, hatine ßewitandin. Li gorî agahiyęn nűçegihanęn me yęn li heręmę, zeviyęn ku agir berdanę, 3 rojan ßewitiye. Hate diyar kirin, bax, bostan ű qada daristanî ya heręmę herku diçe tune dibe ű di bűyera dawî ya ßewitandinę de, 5 hezar hektar zevî bi temamî ßewitiye. Hate zanîn, leßkeręn girędayî qereqola Jandirma Gorendoruk ya li Merira, beriya çar rojan, bejayiya gundę Torik-jî ku beriya niha hatibű valakirin, ßewitandin. ßewatę tesîra xwe li ser qasî hezar hektar erd kir. Gundiyan bi daxuyaniyekę dan zanîn ku bi bahaneya ku her havîn gęrîlla xwe li nav bi cih dikin, daristan, bax ű bostan ji aliyę hęzęn dewleta tirk ve tęne ßewitandin. Ręxistinęn mafęn mirovan yęn Ewrűpa gelek caran dabűn xuyakirin ku Tirkiye di çarçoveya siyaseta xwe ya bęmirovkirina heręmę de, serî li kirinęn wisa dide. Di derbarę mijarę de me bi faksę serî li walîtiya Sęrtę da, lę belę heta niha ti daxűyanî nedaye.

[CTV99]
Li Wanę, pißtî ku li pastexaneyekę bombe hate teqandin, operasyona binçavkirinę ya hate destpękirin, berdewam dike
Li gorî agahiyan; pißtî bűyerę, polęsę dewleta Tirk, avętiye ser gelek mal ű kargehan ű gelek kes girtine binçavan. Rayedaręn polęsęn dewleta Tirk, diyarkir ku qasę 20 kesan girtine binçavan, lębelę çavkaniyęn heręmę gotin; kesęn hatine binçavkirin hę zędetirin ű operasyona binçavkirinę didome. Di vę navberę de, 11 kesęn li nexweßxaneya Wanę ya dewletę dihatin dermankirin, derketin. Pęr ęvarę, li pastexaneya Porteqal a nęzî belediya Wanę bombeya hatibű bi cihkirin, saet di 21 ű nîvan de teqiyabű ű di encamę de 11 kes birîndar bűbűn. Li gorî çavkaniyęn heręmę; li pastexanę ku ya MHP'iyan bűye, zirareke mezin a maddî pęk hatiye.

[CTV100]
Qedexeya derbasbűnę ya di ser pira kurtî de berdewam dike 
Pira Kurtî, li ser çemę Sasonęye ű gundęn Amed ű Batmanę digihîne hevdu. Ev qedexe ji aliyę qereqola Yanikkaya ve tę meßandin. Gundiyan diyarkirin ku ew ji ber vę qedexeyę dikevin tengasiyę ű destűr nayę dayîn ku ew ji bilî pirę jî rębazęn din bi kar bînin. Gundî dibęjin; di rewßęn lezgîn de jî leßker destűra derbasbűnę nadin, dema em di rewßęn wiha de kelekan bi kar tînin, leßker kelekęn me jî tęk dibin. Her wiha gundî diyar dikin ku leßker dest datînin ser lastîkęn tekeran ku ew di çękirina kelekan de bi kar tînin. Gundî ji bo vę tengasiya xwe çareser bikin ű qedexeya li ser pirę were rakirin, di nava xwe de 2 nűner hilbijartin ku ji bo hevdîtina bi parlementerę Batmanę re ßandin Enqerę. Pira Kurtî ya li ser çemę Sasonę ku gundęn Amed ű Batmanę digihîne hevdu, bi îddîya gerîllayęn ARGK'ę di ser pirę re derbas dibin, hatiye qedexekirin.

[CTV101]
Li Batmanę ku beßeke mezin Petrola bakurę Kurdistanę lę tę deranîn, ji ber venekirina bîręn nű, hate diyarkirin ku gelek karker ji kar tęne avętin 
Serokę Petrol-Îß yęßaxę Batmanę Nimetullah Sozen bi daxuyaniyekę diyar kir ku sedema herî bi tesîr ya ketina hilberîna petrolę, ßerę li Kurdistanę ye. Li heręma Raman ku pirraniya petrolla bakurę Kurdistanę lę tę hilberandin, ji 900 milyon ton rezerva petrolę heta niha tenę 100 milyon ton hatiye derxistin. Serokę Petrol-Îß ßaxę Batmanę Nimetullah Sozen îddîa kir ku ji ber ßerę li heręmę, hilberîna petrolę ketiye, ű got hejmara xebatkaręn hilberînę-jî kęm bűye. Sozen da zanîn, ku bi kęmbűna hilberînę ve girędayî, ji dezgeyęn ku li heręmę lęgerîna petrolę dikin, Hevkariya anonim ya petrollęn Tirkiye ű TUPRAß ji sala 1980ę ű vir ve tenę 300 karker girtine ű hejmara kesęn ku di navberę de ji kar hatine derxistin an-jî teqawut bűne, li derűdora 3 hezarî ye. Sozen got pęwiste rę li ketina hilberîna Petrolę were girtin. Sozen erzaniya fiyeta petrolę, lęgerînęn ji bo Petrolę yęn li Kafkasan ű krîza aborî ya li Trikiyę weke sedemęn sereke yęn ketina hilberîna petrolę nîßan da. Sozen ji xeynî van sedeman, rewßa ßer ya li heręmę ű pirsgiręka ewlekariyę weke sedema herî bitesîr ya ketina hilberîna petrolę da xuyakirin. Sozen got pęwiste pirsgiręka li heręmę were çareserkirin ű wiha berdewam kir: "Kesęn berjewendiyęn wan di ßer de hene, ne dixwazin welat ű heręm bi pęßkeve, ne jî demokrasî ű aßtî pęk were.

[CTV102]
Li Kurdistanę, ji ber germa dijwar jiyan tevizî... 
Ji ber germa zęde li cem mirovan nexweßiyęn curbecur peyda dibin. Her wiha ßîrę sewalan ű xęr ű bęra wan kęm bű. Li Kurdistanę ji ber germa dijwar, li cem mirovan nexweßiyęn curbecur peyda dibin, di serî de roj li gelek mirovan dide. Her wiha xęr ű bęra sewalan jî kęm bű. Li gorî agahiyan, dereca germę li naverastę gihîßtiye 60'î, lę li ber siyę gihîßtiye 42 derecan, tevî vę yekę di nava hewayę de ręjeya rewayę ji sedî 29'e. Ji ber ku li ber siyę dereceya germę gihîßtiye 42 dereceyan, pispor dibęjin; eger naçar nebe, divę saet di navbera 12 ű 16an de kes dernekeve derve. Ji ber germahiya dijwar, li Amedę, bi hindikî roję 10 kes, tav li ser wan dide ű radikin nexweßxaneyę. Li aliyę din, muduriyeta zîreetę ya Tirk da xuyakirin ku germa dijwar ne tenę li ser mirovan, her wiha li ser sewalan jî bandora xwe dikin. Di daxuyaniyę de tę gotin; ji ber germa dijwar, di mehęn Havînę de di hilberîna goßt ű ßîrę sewalan de ji sedî 35 kęm dibe. Kesęn sewalan xwedî dikin, ji bo tedbîrę, sewalęn xwe bi destpęka Havînę dibin zozanęn hęnik. Îsal ji Amedę qasę 200 hezar pez, derbasî zozonęn Erzirom ű Çewlikę bűne. Li aliyę din, germa dijwar dibe sedema fetisandina mirovan jî. Li gundę Habîpußagi ku girędayî navçeya Elezîz Basiliye, ji bo xwe hęnik kirinę, Unal Alayę 10 salî di çemę Firatę de fetisî. Her wiha li navçeya Sivrîcę, Nîhat Bulut ku nizanîbű avjeniyę bike, di gola Xezarę de fitisî.

[CTV103]
Civîna gißtî ya Yekîtiya belediyęn Baßűr-rojhilatę Anadolę doh pęk hat... 
Ji bo serokatiya yekîtiyę, serokę belediya bajarę mezin ya Amedę Ferîdun Çelîk hate hilbijartin. Civîna gißtî ya ku serokęn belediyęn bajar ű navçeyęn Kurdistanę yęn endamęn yekîtiyę tę de cih girtin, li salona civîna Belediya bajarę mezin pęk hat. Di encama hilbijartinan de Serokę HADEPę yę belediya bajarę mezin ya Amedę Ferîdun Çelîk, weke serokę yekîtiya belediyęn vę heręmę hate hilbijartin. Serokę belediya Sęęrtę Mehmet Selim Ozalp-jî bű cîgirę serokę yekîtiyę. Ji bo komîteya yekîtiyę jî, serokę belediya Bismilę Salih Yalçinkaya ű serokę belediya navçeya Batman Sasonę Salih Avci hatin hilbijartin. Di civînę de wekî din hate diyarkirin, belediyęn endam sala çűyî 44 milyar lîre aîdat nedane ű ji vî dynî tenę 6 milyar hatiye dayîn. Hate diyarkirin ku deynęn aîdatan bi 15 taksîtan werin dayîn da ku yekîtî ji aliyę aborî ve karibe çerxa xwe bizivirîne. Di civînę de, serlędana belediya Koser ű naveçeya Amed Erxenî ya ji bo endametiyę bi hevdengî hate qebűlkirin.

[CTV104]
Li Stenbol ßîrînevlerę, doh bi ßev, di mînîbusekę de ku diçű, teqînek pęk hat 
Li ser ręya O-1 ya ßîrînevlerę, saet di 23an de bombeyeke di mînîbusę de hatibű bi cihkirin, bűye sedema teqînę. ßofęrę mînîbusa di xeta Guneß-Bakirkoy de bi plaka 34 M 2473 dixebite ne hat tespîtkirin. Di mînîbusę de ręwiyęn bi navę Funda Sokur ű Cemal Ozdemir bi giranî birîndarbűn. Ręwiyęn birîndar ęn ku rakirine nexweßxaneya Fakulteya Tib a zanîngeha Stenbolę, rewßa wan hę jî girane. Di minîbusę de jî zirareke mezin pęk hatiye. Li aliyę din, mudurę polęsęn Stenbolę Hasan Ozdemir di derbarę bűyerę de daxuyanî neda.

[CTV105]
Serok Komarę Tirk Silęman Demirel, ji bo serdaneke fermî diçe Israilę... 
Serdana Demirel, ji bo herdu welatan ku xwedî gelek tękiliyęn heręmîne, girîng tę dîtin. Her wiha tę gotin; ev serdan, wę bandora xwe li ser pęvajoyęn aßtiyę jî bike. Serok Komarę Tirk Silęman Demirel, weke męvanę serok wezîrę nű yę Israilę Ehűd Barak diçe vî welatî. Çav li ręye ku Demirel sibę biçe Israilę ű di 16 Tîrmehę de jî derbasî Filîstîn ű Urdunę bibe. Li gorî mijaręn bingehîn ęn hevkariya stratejîk ęn her du welatan, DEmirel, wę li ser xurtkirina hevkariya leßkerî ű aborî ya di navbera herdu welatan de raweste. Yek ji mijaręn girîng jî tękoßîna hevbeß a li hemberî PKK'ęye. Silęman Demirel, wę bi serok komarę israilę Ezer Weizman ű serok wezîr Ehűd Barak re li ser męzîn ű pęvajoya aßtiya rojhilata navîn guftűgo bike. Tirkiye ű Israil, wę li ser mijara hevkariya leßkerî ya stratejîk a Ereb ű xwedęgiravî projeya aßtiyę ya dewleta Tirk, manewrayęn hevbeß jî werin nîqaßkirin. Di vę navberę de, beriya gera serokkomarę Tirk Silęman Demirel, serokwezîr Tirk Bulent Ecevit ji hęzęn dewletę re nivîsęn ßiyariyę ßandin Ecevit diyar kir ku pęßxistina tękiliyęn di navbera Yunanistan ű Israilę de destpękirine ű xwest ji bo vę yekę tedbîr werin girtin. Li gorî nivîsę, pęwîste li dijî PKK, hevkariya bi Israilę re were zędekirin. Ecevît ku ji ber nęzîkbűna di navbera Yunanistan ű Israilę bęzare, xwest ku ji bo pęßxistina tękiliyęn bi Israilę re, hin ręze-tedbiręn leßkerî ű aborî werin girtin. Di nivîsarę de ku ji bo hemű hęzęn dewletę hatin ßandin, bi kinayî bahsa tękiliyęn dîrokî yęn di navbera Tirkiyę ű Israilę de hatiye kirin. Di nivîsarę de bal li ser nęzîkbűna Misir ű Urdunę ya ji bo Israilę hatiye kißandin ű hatiye îddîa kirin ku ji bo pęßxistina tękiliyęn Tirkiye ű Israilę, atmosferek baß heye. Di nivîsarę de, ji bo pęßxistina tękiliyęn di navbera Tirkiyę ű Israilę de tedbîręn nű hatine ręzkirin. Di nivîsarę de tę gotin, pęwîste hevkariya li dijî PKK ya di navbera Tirkiye ű israilę de were pęßxistin ű xwest ku di derbarę nęzîbűna Suriye ű Iranę ya ji PKKę ű tękiliyęn di navbera PKK ű welatęn Ereban de, tedbîr werin girtin. Di berdewama nivîsarę de tę gotin, pęwîst di navbera Israiliyan ű Museviyęn li Israilę dijîn ku bi eslę xwe Tirkin kar ű xebatęn lobby werin pęßxistin. Di nivîsarę de herwiha ev daxwaz cîh digrin; -Pęwîste bi Israilę re serdanęn li ser bazirganî ű aboriyę werin zędekirin. - Pęwiste karmend bi Israilę re razandinęn hevbeß pęßbixînin. ę lewma pęwiste projeya GAPę, tekonolojiya zeviyęn li Israilę ű projeyęn avdanę werin bikaranîn. Pęwiste ji Israilę transfera teknolojiya leßkerî were kirin.

[CTV106]
Di pęwendiyęn Yewnanîstan ű Tirkiyę de, pęvajoya nermbűnę destpękir... 
Di van tękiliyan de pirsgiręka endametiya komara Kibrisę ű ya Tirkiyę ji bo Yekîtiya Ewropayę tę gotűbęjkirin. Cigirę wezîrę karę derve yę Yewnanîstan Yannis Kranidiotis da zanîn, ku di navbera her du dewletan de bazarî heye. Cigirî wezîrę karę derve yę Yewnanîstanę Yannis Kranidiotis di derbarę pęwendiyęn di navbera Tirkiyę ű Yewnanîstanę de daxuyaniyek da ajansa Roytirsę. Kranidiotis di daxuyaniya xwe de got, mijara herî aloz ya di navbera wan ű Tirkiyę de serlędan Kibrisę ya ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayęye. Li gorî, Kranidiotis ger komara Kibrisę bibe endamę Yekîtiya Ewropayę ręveberiya Yewnanîstanę-jî li hember namzetiya Tirkiyę ya ji bo Yekîtiya Ewropayę dernekeve. Lę belę, Kranidiotis ji bo endametiya Tirkiyę got, em hęvî dikin, ku Tirkiye ßert ű mercęn endametiyę bi cih bîne. Di vę navberę de, wezîrę karę derve yę Almanya Joschka Fischer ku niha li Yewnanîstanęye da xuyakirin, ku ew ji dîaloga navbera Tirkiyę ű Yewnanîstanę gelekî pę kęfxweßin. Fischer bi hempîßeyę xwe yę Yewnanî Yorgo Papandiręo re li ser bűyeręn Balkanan, pęvajoya berfirehkirina Yekîtiya Ewropayę tękiliyęn Tirk ű Yewnan ű mijara Kibrisę rawestiyan. Hefteya derbasbűyî bi navbeynkariya Emerîka wezîrę karę derve yę Tirkiyę Ismaîl Cem ű yę Yewnanîstnę Yorgo Papanderęo li New Yorkę hatibűn cem hev. Wezîręn karę derve yęn her du dewletan biryar girtibűn, ku di asta komiteyan de li hev kom bibin. Herwiha, komiteyęn her du dewletan tekoßîna li hember PKKę kiribűn rojeva xwe ű ji nîvę Tîrmehę pę ve ewę civînęn xwe berdewam bikin. Hate ragihandin, heyetęn ku wezîręn karę derve, yęn karę hundir, wezareta hawirdorę ű yę çandę ű heyetęn ku ręvebiręn ewlekariyę tespît bikin, wę di komiteyan de cih bigirin.

[CTV107]
Wezîrę parastinę yę Emerîka William Kohen, ji bo guftugokirina pirsgirękęn navbera Tirkiye ű Yunanistanę, çű Atînayę 
Li gorî ßîroveyęn ku di çapemeniya tirk de hatin weßandin, Kohen wę rexne ű nerazîbűnęn Tirkiyę yęn di mijaręn Qibris ű tękoßîna dijî PKKę de ragihîne ręveberiya Atînayę. William Kohen, wę bi serokwezîrę Yunanistan Kostas Simitis, wezîrę karę derve Yorgos Papandreu ű wezîrę parastinę Akis Çahocopulus re hevdîtinan pęk bîne. Li gorî çapemeniya tirk, Xala bingehîn ya rojeva hevdîtinęn Kohen, reaksiyęnęn Tirkiyę yęn di der barę siyaseta Yunanîstan ya li hemberî PKKę ű çareserkirina tękiliyęn nebaß yęn navbera Yunanîstan ű Tirkiyę ye. Li gorî hin îdîayan Atîna ji bo xwe ji daxwazęn Kohen rizgar bike, wę soz bide Amerîka ku di der barę PKKę de ji bo hevkariyę amade ye ű li ser heman mijarę dikare bi Tirkiyę re jî bikeve nav danustandinan. Hin ßîrovekar îdîa dikin ku Atîna li hemberî vę yekę Atîna wę ji Kohen bixwaze ku di gera xwe ya sibę ya Enqerę de di mijara Qibrisę de zextę li tirkiyę bike. Her hiha tę îddîa kirin ku Kohen wę ji rayedaręn Tirk bixwaze ku serokę Tirkęn li Qibrisę Rauf Denktaß aß bikin da ku di meha cotmehę de dest bi hevdîtinan bike. Li gorî agahiyęn di çapemeniyę de xuyakirin, Kohen wę li atina tękiliyęn di navbera Tirkiye ű yekîtiya Ewropa de jî bîne rojevę ű ji hukumeta Yunan re pęßniyaz bike ku li hemberî Tirkiyę bikeve nav helwesteke nermtir.

[CTV108]
Cîgiręn wezîręn karęn derve yęn Iran, Yunanistan ű Ermenistanę, doh civînek pęk anîn 
Nűnerę Yunanistan Yannis Kranidiotis, pißtî hevdîtina xwe ya bi cîgiręn wezîręn karęn derve yę Iranę Műrteza Sermedî ű yę Ermenistanę Armen Martirosyan re daxuyaniyek da. Kranidiotis di axaftina xwe de diyarkir ku ji bo aßtî ű aramiya li heręmę, hevkariya di navbera her sę welatan de xwedî girîngiyeke polîtîke. Her wiha Kranidiotis got: divę hevkariya aborî bi taybetî di warę enerjiyę de were xurtkirin. Li aliyę din, ręveberiya Atînayę, hefteya derbasbűyî nűçeyęn di derbarę hevkariya parastinę ya navbera her sę welatan de hatibű weßandin, weke derew nirxandibű ű îddîa kiribű ku hevkarî bi tenę di warę siyasî ű aborî de ye.

[CTV109]
Çalakiyęn li Tahranę ketin roja xwe ya 6"an 
Digel destűr nedayîna hukumetę, xwendekaran çalakî pęk anîn ű bi hęzęn ewlekariyę yęn navenda bajęr re ßer kirin. Di vę navberę de, serokî olî yę Iranę Ayetullah Muhammed Elî Hammaney ji hezaran xwendekaran re axivî ű ęrîßa hefteya derbasbűyî ya li dijî xwendekaran ßermezar kir. Xwendekar bi rojnama Selam yęn di destęn xwe de ku hatiye qedexekirin, li zanîngeha Tahranę hatin cem hev ű çalakiyek organîze kirin. Di vę navberę de, wezîrę berę yę karę hundir Abdullah Nuri hewl da xwendekaręn lihevciviyabűyî, będeng bike. Xwendekaran bi posterekî mezin yę serokkomarę Iranę, bal kißandin ser xwe. Xwendekaran herwiha bi mase, kursî ű dolabęn li kampusa zanîngehęn, li pęßiya malęn xwendekaran barîkat danîn. Hate diyar kirin, gelek çalakvanęn ku ruyę xwe bi maske pęçandine, ręyęn kolanan girtine. Di vę navberę de, serokę ruhanî yę Iranę Ayetullah Muhammed Hammaney ęrîßa li dijî xwendekaran ßermezar kir. Hammaney di axaftina xwe de tißtęn qewimîne, weke bűyeran xemgînî nirxand ű rewßa di komara serbixwe ya islam de weke nayę qebul kirin, nirxand. Hammaneya got, ciwan bi hęviya ßoreß ű islamiyę ne ű got, helwesta ciwanan wę welęt bikßîne ber bi bűyereke nű ű di vę yekę de wę berjewendiyęn Iranę hebin. Hamaney di axaftina xwe de ku di mizgefteke Tahranę de kir, wiha domand; "Dijmin dikare tenę ji histeriyek kor feyde bigre. Beriya niha-jî min destek da xwepęßandęn curbecur yęn ciwanan. Lę belę pęwîste ev yek bi disiplînî pęk werin. Hamaney kesęn ku ęrîß birin ser xwendekaręn zanîngehę, weke "kesęn ku ji disiplînę bępar' nirxand ű got, di bin çi navî dibe bila bibe, bi navę olî-jî hatibe kirin, ßaße, ßermezar dikim.

[CTV110]
Ręveberiya Emerîkayę diyarkir, ku ew destekę dide xwepęßandanęn xwendekaręn li paytexta Îran Tehranę 
Berdevkę wezareta karę derve ya Emerîka Jeyîms Folî, xwest ku xwendekaręn meßęn aßtiyane li dar dixin, werin parastin ű ji bo mafęn mirovan-jî ręz were girtin. Wezîrę karę derve yę Îsralę Deyvîd Levî-jî di derbarę mijarę de da zanîn ku ew daxwazęn xwendekaran rast dibînin. Berdevkę wezareta karę derve ya Emerîka Jeyîms Folî li ser bűyeręn li xwendekaran yęn li Îranę wiha got: Hewldanęn bikaranîna darę zorę yęn ji bo rawestandina xwepęßandanęn xwendekaręn îranę ku bi armanca pißtgiriya bi azadiya ramanę re tęne li dar xistin, me dixe nav fikaręn mezin. Folî, xwest ku xwendekaręn xwepęßandanęn aßtiyanę li dar dixin, werin parastin ű ji bo mafęn mirovan-jî hurmet were nîßandan ű da xuyakirin ku welatî wî bi dilovanî pißtgiriya xwendekaran dike. Li aliyę din, wezîrę karę derve yę Îsraîlę Deyvîd Levî beriya ku bi serfîrę Emerîka yę Îsraîlę Edward Wolkir re hevdîtinekę çę bike, da xuyaniyek da endamęn çapemeniyę ű got: Em hemű çalakiyęn ku pißtgiriya mafęn mirovan dikin ű daxwaza aßtiyę tînin ziman, baß dibînin. Di dema ßah de, pęwendiyęn di navbera Îran ű Îsraîl de tęra xwe germ bűn. Lę belę, pißtî ßoreßa îslamî ya di sala 1979an di navbera her du welatan de pęwendî qut bűbűn.

[CTV111]
Li ser gotinęn serokwezîrę Tirk Bulent Ecevit... 
Li ser gotinęn serokwezîrę Tirk Bulent Ecevit yęn weke; 'ger reformęn ewlekarî yęn sosyalî pęk neyę, wę dewlet tęk biçe,' ręxistinęn sivîl yęn civakî daxuyaniyek hevbeß dan çapemeniyę ű nerazîbűnęn xwe nîßandan. Li navenda gißtî ya avahiya DISKę, Konfederasyona Sendîkayęn Kedkaręn Dewletę KESK, Yekîtiya Mîmar ű Mehendîsęn Tirkiyę TMMOB, Yekîtiya Tebîbęn Tirkiyę, Yekîtiya Dermanfiroßęn Tirkiyę ű Yekîtiya Mahasib ßęwirmendęn Malî daxuyaniyek hevbeß dan çapemeniyę. Li ser navę ręxistinęn sivîl yęn civakî, sekreterę gißtî yę DISKę Murat Topmak daxuyanî xwend. Di daxuyaniyę de, qanűna ewlekariya sosyalî tę rexnekirin ű tę gotin li Tirkiyę programęn jiholęrakirina dewleta sosyalî tę meßandin ű çarçoveya vę programę ji aliyę IMF ve hatiye çękirin. Tokmak herwiha dibęje; Li hemű cîhanę fikaręn di derbarę raporęn IMF de zęde dibin, lę tevgera Tirkiyę ya li gor programęn IMfę nayę fam kirin ű ti car nayę qebűl kirin. Wezîrę dewleta tirk Hikmet Uluxbay ku hewl dabű xwe bikuje, ji nexweßxaneya Zanîngeha Baßkent ku lę dihat dermankirin, derket... Uluxbay ku bi hevalbendiya serokwezîrę Tirk Bulent Ecevît ji nexweßxanę derket, wę wezîfeya xwe bidomîne. Ji aliyekî ve, nîqaßęn li ser wezîrę dewleta Tirk Hikmet Uluxbay ka çima hewl daye intîhar bike berdewam dikin, li aliyę din-jî Ulubay ji nexweßxaneya Zanîngeha Baßkent ku 6 rojan lę dihat derman kirin, derket. Dema Uluxbay ji nexweßxanę derket, serokwezîrę Tirk Bulent Ecevît hevalbendî kir. Ecevît tevî Uluxbay li pęßiya nexweßxanę daxűyaniyek kin dan çapemeniyę. Ecevit wiha got: Biręz Hikmet Uluxbay di çend salęn xwe yęn jiyana siyasî de, ji bo Tirkiyę xizmetekę mezin kiriye. Lę belę ne weke hînekarekî, weke ekonomistek, çawa ku heta niha di çareserkirina pirsgirękęn li Tirkiyę de kedek bi rumet daye, wę ji vir ű pęve-jî vę yekę bidomîne. Uluxbay-jî, di serî de ji Ecevit, ji hemű personala nexweßxanę ku ji bo saxiya wî kedek mezin dan, spas kir.

[CTV112]
Tirkiye ku bi Israilę re li ser çękirina fuzeyęn...
Endamę Konseya Serokatiya PKK'ę Duran Kalkan diyarkir ku pißtî biryara dardakirinę ya di der barę serokę gißtî yę PKK'ę Abdullah Ocalan de, aliyę Tirk di nęzîkbűnęn xwe de pir nebe jî bűye xwedî hin gavęn tęgihißtî. Kalkan got: artęßa Tirk pißtî biryara dardakirinę, ji beriya dardakirinę zędetir neketiye nava tevgereke leßkerî. Endamę Konseya Serokatiya PKK'ę Duran Kalkan, di daxuyaniya xwe de ya ji rojnameya Ozgur Polîkayę ku li Ewrűpayę tę weßandin, diyarkir ku ew hin îßaretęn pozîtîf dibînin. Kalkan got: lę belę divę ev îßeret xwe baßtir eßkere bikin, ji ber ku eger ev pęvajo diręj bibe, dibe ku bűyeręn nayęn xwestin pęk werin. 'Di pirsgiręka Kurd de afirandina çareseriyeke demokratîk berpirsiyariya her kesiye. Hin ręxistinęn Kurdistanî ku bi salane xwe weke pęßengęn gelę Kurd didin naskirin, biryara li Imraliyę jî ßermezar nekirine, weke ku ji guftűgokirina pirsgiręka Kurd bęzarin.' Endamę Konseya Serokatiya PKK'ę Duran Kalkan di daxuyaniya xwe de bal kißand helwestęn Ewrűpayę yęn diguherin ű wiha got: Ewrűpa ji helwesta xwe ya berę ya di çarçoweyeke sivik de weke berjewendiyęn aborî, dikeve nava helwesteke siyasî. Kalkan li ser pirsa weke; eger cezayę Ocalan ę dardakirinę bi cih were, wę PKK parçe bibe, wiha bersîv da; 'Daxwaz ű hęviyęn bi vî rengî dűrî hißę mirova in, dibe ku hin kesę xwe bi hin berjewendiyęn piçűk ve girędane belav bibin, lę rastî ne ev e. Bęyî ku pęvajoya Kurd a siyasî, aborî ű civakî were fęmkirin, li hęvî ű bende mayîna hilweßîna PKK'ę nęzîkbűneke korfęme. Kalkan li ser helwesta artęßa Tirk a pißtî biryara dardakirinę, rawestiya ű wiha got: 'Pißtî biryarę, tevgereke ji berę zędetir ne hat dîtin. Operasyona li Haftanînę jî hinekî hat mezinkirin.' 'ßerekî normal bű, di nava operasyonęn heta niha de operasyona herî bę encam bű. Lę belę balkęß bű, vę carę xwestin mezin nîßan bidin. Gelek hęzan nerazîbűna xwe nîßan dan, çima wiha bű, sedemę wę em jî baß nizanin.' Duran Kalkan li ser hevdîtinęn PDK'ę ű YNK'ę yęn li Waßintonę jî rawestiya ű îddîa kir ku her du ręxistinan li hev nekirine. Her wiha Kalkan bal kißand rexneyęn PDK ű YNK'ę yęn li hemberî Emerîkayę ű got: wer xuyaye hevdîtinęn li Emerîkayę bę encam mane. Endamę Konseya Serokatiya PKK'ę Dűran Kalkan, serbestberdana ręvebiręn HADEP'ę jî weke bűyereke eręnî nirxand ű wiha got: eger ev yek destpękek ji bo çareseriyę be, gaveke hęjaye, partiya me jî wę gavęn pęwîst bavęje. Her gavęn baß wę rę li ber baßiyę vebike.'

[CTV113]
Tękiliyęn Kurdan ű Israilę ku ji ber kußtina 4 Kurdistaniyęn li pęßiya avahiya sefareta Israilę ya li paytexta Almanya Berlinę xerab bűbűn, niha tę hewl dayîn ku bikevin nav hewayeke normal. 
Heyeteke ku bi vę armancę ketiya nava hewldanan, wę sibę biçe serdana Parlamentoya Kurdistan li derveyî welat. Serokę PDKW Yaßar Kaya got, ewę di hevdîtinę de di serî de li ser tękiliyęn di navbera Kurdan ű Israilę de, li ser pęvajoya aßtiya Rojhilata Navîn ű gelek mijaręn din raweste. Li aliyę din, berdevkę wezareta karę derve ya Israilę Aviv ßir-on, di dema serdana serokkomarę tirk Silęman Demirel ya vî welatî de daxűyaniyek balkęß da. ßir-On wiha got: Aßtiya ku me bi Filistiniyan re çękir, pęwîste Tirkiye-jî bi Kurdan re pęk bîne. Heyeta ×sraîlę ku wę bi awayekî fermî biçe serdana PKDW ű di bin serokatiya serokę instituya lękolînę ya derya Sipî ya navnetewî Doktor Erez Bitop deye, ji 5 kesan pęk tę. Hevdîtinęn di navbera PDKę ű heyeta Israilę ku ji zanyar ű siyasetmedaran pęk tę, sibę destpębikin. Serokę parlamentoyę di derbarę vę serdanę de bersiv da pirsęn me. Kaya da zanîn, Israil beriya niha ew vexwendine welatę xwe. Lę belę, ji ber ku ew dem ne musaîd bű, nűçűbű. Kaya wiha berdewam kir: "Mercęn îro hîn bętir musaidin. Em bi heyetę re li ser tękiliyęn navbera Kurdan ű Israilę rawestin. "Ev hevdîtin, wę di dîrokę de bibe yekem hevdîtina fermî ya navbera Kurdan ű dewleta Israilę. Ji aliyę din ve, çavkaniyęn nęz yęn mijarę ragihandin, endamęn heyetę nameyek dane serokkomarę Tirk Silęman Demirel ku li Israilę ye ű xwestine ku pirsgiręka Kurd bi awayekî aßtiyane were çareserkirin. Di nűçeyek îro ya Rojnameya Ozgur Polîtîkayę de, behsa tękiliyęn di navbera Israil ű Kurdan de tę kirin. Berdevkę wezareta karę derve ya Israilę ku daxűyaniyek da rojnamę ű xwest çawa wan bi bi Filistiniyan re dest bi hevdîtinęn aßtiyę kir, dewleta Tirk-jî heman tißtę bi kurdan re bide dest pękirin. Di nűçeyę de tę diyar kirin ku berdevkę wezareta karę derve ya Israilę wiha gotiye; Çawa ku em dixwazin bi Filistiniyan re lihev werin, em dixwazin ku Tirk ű Kurd-jî li hevwerin. Eger ev yek rasterast tesîra xwe li me neke-jî, emę destekę bidin hemű cureyęn hewldanęn ji bo aßtiyę. Emę binęrin, ka wę hevditinęn bi Demirel yęn di vî warî de çawa pęßbikevin. Israil herdem çareseriyeke aßtiyane dixwaze.

[CTV114]
Serok-komarę Tirkiyę Suleyman Demirel doh dest bi gera ya ji bo Israîl, Filîstîn ű Urdunę kir ű di roja yekemîn de bi rayedaręn Israîlę re kete nav danustandinan. 
Serok-komarę Tirk li Qudusę bi serokwezîrę Israîlę Ehud Barak re hate cem hev ű paßę bi serok-komarę Ezer Weizman re hevdîtinek pękanî. Di vę navberę de, Demirel çű serdana mizgefta El-Aksa, lę belę li vę derę rastî protestoyan hat. Xwepęßendęręn Filîstînî bi sloganan Demirel weke xayîn ű sixűrę Israîlę îlankirin. Di derbarę naveroka hevdîtinęn serok-komarę Tirk Demirel ya bi serokwezîrę Israîlę Barak re ti daxuyaniyęn zelal nehate dayîn. Aliyę Israîlę daxuyaniyek da ű li ser girîngiya tękiliyęn Tirkiyę ű ×sraîlę ű li ser rawestiya ű da zanîn, ku pißtî Ehud Barak hate ser desthilatdariyę, yekemîn payebilindek dewletę serok-komarę Tirk Israîlę ziyaret kiriye. Serok-komarę her du dewletan pißtî hevdîtinęn xwe civînek çapemeniyę ya hevbeß lidarxistin ű pirsęn çapemeniya biyanî bersivand. Serok-komarę Israîlę Weizman diyarkir, Sulęman Demirel di çarçovea gera xwe ya Rojhilata Navîn de wę bi serokę ręveberiya otonom ya Filîstînę Yasir Erefat ű Melîkę Urdunę Abdullah re hevdîtin pękbîne, ew bawer dike ku hevdîtinęn Demirel pęvaojoya Rojhilata Navîn xurt bike. Demirel-jî bal kißand ser pęßketinan tękiliya aborî ű siyasî bi Israîlę re ű got, divę ev gera wî weke destnîßana pęßketina van pęwendiyan were fęmkirin. Demirel herwiha dibęje, ji destpękę ve ew pęvajoya aßtiya Rojhilata Navîn destek dikin dewleta Tirk ji bo pęßdeçűna vę pęvajoyę bi awayekî aktîf hewl dide ű dixwaze hewldanęn xwe zęde bike. Di vę navberę de, serok-komarę Tirk mizgefta El-Aksa ya li Qudusę ku weke îbadetxaneya duyemîn ya misilmanan tę naskirin ziyaretkir. Sulęman Demirel di serdana El-Aksa rastî protestoyęn Filîstiniyan hat. Li gorî nűçeyek rojnameya ßngiliz The Independent, Filîstînî bi pankart ű sloganan xwe Demirel weke sixűrę Israîlę ű xayîn îlankirin. 

[CTV115]
Serokwezîrę nű yę Israilę Ehud Barak dest bi gera xwe ya Amerîka kir. 
Tę texmînkirin ku ev ger pęvajoya aßtiya rojhilata navîn zindî bike. Barak beriya destpękirina vę gerę, bi daxuyaniya ku da çapemeniya navnetewî, anî zimęn ku ew ne alîgir e ku Emerîka zęde mudaxelę pęvajoya aßtiyę bike. Li gorî Ehud Barak, pęwîste Emerîka vegere rola xwe ya navbeynkariyę. Serokwezîrę Israilę Ehud Barak ji bo pęvajoya aßtiya Rojhilata Navîn dest bi gera xwe ya Amerîka kir. Barak di vę gera xwe ya pęnca rojan de, ji bo hevdîtinekę wę here serdana serokę Amerîka Bill Clînton jî. Tę hęvîkirin ku di rojeva hevdîtinęn Barak de mijaręn bicîhanîna peymana Wye ku sala derbasbűyî di navbera Israil ű ręvebiriya Filistinę de hatibű imzekirin űhewldanęn aßtiyę yęn ku ev demeke bi Suriyę re dest pękirine, cih bigrin. Ehud di daxűyaniyęn xwe yęn beriya serdanę de îßaret dabűn, ku ew alîgir e ku rola Amerîka ya di der barę aßtiya Rojhilat navîn de were sînorkirin. Rojnameya Haaretz ku li Israilę tę weßandin, nivîsandibű ku Barak dixwaze Emerîka xwe ji sahneya hevdîtinęn dawî vekißîne. Rojnama Washington Post-jî di hejmara xwe ya doh de diyar kiribű, Barak dixwaze tękiliyęn bi Emerîka re werin xurtkirin, lę belę pęwiste ręvebiriya Washington rola xwe ya di pęvajoya aßtiya rojhilata Navîn de kęm bike. Serokwezîrę Israilę wiha got: "Em destűrę nadin ku ti kes karęn di riya aßtiyę de xizmeta armanca me ya hevbeß neke, li me ferz bike. Barak herwiha diyar kir, ew li dij e ku CIA di pirsgirękęn ewlekariya heręmę de rola dadgeriyę hilgire ser milę xwe. Barak di daxűyaniya xwe ya ji bo rojnama New York Times de-jî da zanîn ku ręvebiriya Emerîka zęde tękilî ROjhilata Navîn dibe ű wiha axivî; "Pęwîste rola Emerîka hîn biçűktir be. Divę Emerîka dev ję berde ku li heręmę hem dadgerî ű hem-jî polîsiyę bike, ű pęwîste vegere rola xwe ya bingehî, navbeykariyę. Daxuyaniya Serokę Emerîka Bill Clinton-jî beriya hevdîtina bi Barak re, ji aliyę ajansa nűçeyan Reuters hate belavkirin. Li gorî ajansę Clinton hestęn xwe bi van gotinan anîn zimęn: "Ez weke Zarokekî ku dibe xwedî pęlîstokeke nű, dilgeß im. Barak ku di 8 rojęn pęßî yęn desthilatdariya xwe de, bi serokęn welatęn cînar re kete nav danűstandinęn tund, bi serokdewletę Misirę Husnu Mubarek, serokę ręvebiriya otonom ya Filistinę Yasar Arafat, bi melîkę nű yę Urdunę Abdulla ű bi serokkomarę Tirk Demirel re hevdîtin pękanîbűn.

[CTV116]
Li Israîlę pißtî, ku koalisyona di bin serokatiya partiya karkir de hate ser desthilatdariyę, ji bo zîndekirina pęvaojoya aßtiyę hewldan zędebűn. 
Serokwezîrę ręveberiya Telavîvę Ehud Barak hewldanęn xwe yęn di çarçoveya dîplomasiya aßtiyę de li Emerîka berdewam dike. Emę niha bi kurtî dîroka pęvajoya aßtiyę ku Barak dixwaze zînde bike bînin ekaranęn we. Pęvajoya aßtiyę ya di navbera ×sraîl ű ręveberiya otonom ya Filîstînę de di dema serokwezirtiya Benyamin Netenyahu ya sala sala 1996an pę de xetimî bűn. Netenyahu bi îsrar digot ger ku ew were ser desthilatdariyę ewę peymana Osloyę di ber çavan re derbas bike. Herwiha Netenyahu bű serokwezîr ű di nava 3 salan de li derdora Qudusę li ser erdę di bin kontrola Filîstiniyan de wargehęn cihuyan avakir. Netenyahu bi vę politikaya xwe derbeya yekemîn li pęvajoya aßtiyę xist ű paßvekîßîna leßkeręn xwe yęn ji erdęn dagirkirî rawestand. Di vę demę de, giliya hukumeta Netenayahu ya herî girîng ew bű, ku ręveberiya otonom ya Filîstinę ji bo jiholęrakirina ręxistinęn çekdar hewl nade. Lę belę, hevalbendę herî girîng ű bi bandor yę ×sraîl, ręveberiya Emerîka li ser hukumeta Netenyahu zext anîn ű ji bo zîndekirina pęvajoya aßtiyę her du aliyan anîn cem hev. Serokwezîrę îsralę Benyamîn Netenyahu ű serokę ręveberiya otonom ya Filiîstînę Yasir Erefat di cotmeha sala derbasbűyî de li eyaleta Maryland ya Emerîka peyman Way Plantation morkirin. Li gorî peymana Way Plantation ręveberiya Filîstînę wę ręxistinęn çekdar bętesîr bike di berdela vę yekę hukumeta Israîlę-jî soz dabű ku wę li gorî peyamana Osloyę tevbigere ű ji beßek axęn dagirkirî derbikeve. Herwiha li gorî peymanę ręveberiya ×sraîlę avakirina wargehęn cihűyan bidana rawestandin. Lę belę hukumeta Netenyahu pißtî biryara hilbijartinęn pęßwext ji ber fikaręn zędekirina dengan xalęn vę peyman bi cîh neanî. Ręveberiya Emerîka-jî biryar da ku li benda encama hilbijartinę bimîne. Çavderęn siyasî bawer dikin ku hevdîtinęn di navbera hukumeta Barak ű ręveberiya Filîstinę de yęn ji bo rawestandina wargehęn cihűyan ű paßvekîßîna leßkeręn Israîlę ya li gorî peymana Osloyę, wę bi hęsanî pękwere. Lę belę di pęvajoya dem diręj ya aßtiyę de pirsgirîkęn weke, Qudus wę di destęn kę de bimîne ű pirsgiręka filîstiyęn penaber çawa çareser bibe, hene.

[CTV117]
Emerîkayę, lîderęn Baßűrę Kurdistanę hißyarkirin ű ji wan xwest ku demek ji ya din zűtir li hev bikin... 
Wezîra Karę Derve ya Emerîkayę Madeleine Albright, ji serokę PDK'ę Mesűt Barzanî ű Sekreterę gißtî yę YNK'ę Celal Talabanî re name ßandin. Albright, ji her du aliyan xwest ku pirsgirękęn di navbera xwe de sivik bikin ű ji bo çareseriyę hewl bidin. Wezîra Emerîkayę di nameyę xwe de ji Barzanî dixwaze ku gavęn ji bo di navbera PDK ű YNK'ę de ewlebűnę pęk bînin, bavęje. Madeleine Albright nameyeke din jî ji Telebanî re ßand ű tęde ję dixwaze ku xalęn peymana navbera xwe ű PDK'ę, bi lezgînî pęk bîne. YNK ű PDK, di meha Hezîranę de, li Waßintonę, ji bo nakokiyęn di navbera xwe de ji holę rabikin, hatibűn cem hev. Herdu partî li heręmę ji bo sazkirina hukűmeteke demborî hemfikirin, lę belę di warę parvekirina kursiyęn li parlementoyę ű parvekirina hatinęn ji gumrukę li hev nakin. Di vę navberę de, Talabanî ű Barzanî, di serę hefteya darbasbűyî de daxuyanî dabűn rojnameya El-Heyatę ku bi zimanę Erebî li Londonę tę weßandin. Her du lîderan, di daxuyaniyęn xwe de polîtîkaya Emerîka ya Baßűrę Kurdistanę ű Iraqę rexne kiribűn. Her du lîdaran diyarkiribűn ku Emerîka bi vę polîtîka xwe ya niha nikare Saddam Husęn ji desthilatiyę bîne xwarę.

[CTV118]
Kurdistanî, li paytexta Rusya Moskova, li bajaręn Almanya Hannover, Gisen, Köln, Berlin ű li bajarę Fransa Marsilya dîsa di nava çalakiyan de bűn.
Greva birçîbűnę ku Kurdistaniyęn li Moskova bi armanca dilsoziya bi serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan ű bîranîna ßehîdęn 14ę Tîrmehę, ji bo 3 rojan dane destpękirin, kete roja xwe ya dűyem. Greva birçîbűnę ku li pęsiya wezareta karę derve ya Rusya destpękir, bi 70 kesî berdewam dike. Hęjmarek mezin ji Kurdistaniyan diçin cîhę çalakiyę ű destekę didin greva birçîbűnę. Di çalakiyę de bi hezaran belavokęn li ser Berxwedana 14ę Tîrmehę ű rewßa Ocalan de hatin belavkirin ű tę de hate diyar kirin ku çalakvan wę rihę berxwedanę xurt bikin ű bidomînin. Herwiha ji bo bîranîna 14ę Tîrmehę li bajaręn Grasnador ű Tamban civînęn Gelbi beßdariyek mezin hatin çękirin. Li bajarę Almanya Hannover-jî doh bi navę "Ji bo serok APO Azadî, ji Kurdistan re aßtî" meßek hate organîze kirin. Di çalakiyę de ku pißtî nîvro saet di 4"an de destpękir, 300 Kurdistaniyęn ku kefen li xwe kiribűn, tevlî bűn. Kurdistanî di navbera Steintor ű Kropke de destęn xwe girtin ű xelekek ji mirovan çękirin. Di çalakiyę de, bi posteręn mezin yęn Ocalan, gelek pankart hatin vekirin. Herwiha, YEK-KOM-jî ku di derbarę ßerę qiręj yę li Kurdistanę ű doza sedsalę de 3 hezar belavok belav kir, ji aliyę Gel ve eleqeyek mezin dît. Li komela dostaniya Kurd ű Alman ya li bajarę Giessen-jî, civîna bîranîna ßehîdęn 14ę Tîrmehę hate çękirin. Di civînę de, nűnerę ERNK ű zędeyî 100 Kurdistanî tevlî bűn. Nűnerę ERNK di civînę de wiha axivî; Berxwedana bi ßans ya ßehîdęn 14 Tîrmehę, em gihandine van rojan. Wezîfeya her welatparęzî ewe ku girędayî tękoßîna wan bimîne. Wekî din, li mala Çand ya Kolnę ű li Berlinę-jî ji bo bîranîna ßehîdęn 14ę Tîrmehę cîvîn hatin organîze kirin. Di vę navberę de, greva birçîbűnę ya li bajarę Fransa Marsilya, kete roja xwe ya 11"an.

[CTV119]
Leßkeręn artęßa Tirk ęn davęjin ser gundęn Amedę, daxwaznameyęn tęde dinivisîne: ez dixwazin Ocalan were dardakirin, bi darę zorę didin îmzekirin. 
Li gorî agahiyan; leßkeręn qereqola Hezan, pęr avętine, ser 11 gund ű mezrayęn girędayî navçeya Amed Licę. Leßkeran di navę de nißtecihęn gundęn Nenyas, Kerves, Benî ű Zara jî hene, kesęn 11 gundan ęn temenę wan di ser 15 salî re bi wesayîtan birin, qereqolę. Gundiyan diyarkir ku leßkeran ger li wan xwariye ű ji wan re gotiye; eger ew îmze nedin, nahilęn kes ji van gundan sax derbikevin. Rayedaręn dewleta Tirk, di derbarę vę mijarę de ti daxuyanî nedan. Li Tirkiyę, pißtî ku bi daxuyaniyekę hate diyarkirin ku pęßniyaz-qanűna efűyę ya ji aliyę wezîrę dadę yę dewleta Tirk Hîkmet Samî Turk ve hatiye amadekirin, wę bi sînor be ű naveroka wę jî wę wijdanę gel bîzar neke, gelek dengęn nerazî li pey hev bilind bűn. Partiyęn siyasî ű ręxistinęn mafęn mirovan balę dikßînin ser bękęriya efűya bi sînor ű diyar kirin ku ęfűya bi sînor wę ji bo aßtiya civakî xizmetę neke ű ji bo ku li Tirkiyę mafęn mirovan ű demokrasî were bicihkirin efűyeke gißtî ßerte. Sekreterę gißtî yę IHDę Nazmî Gur di derbarę efűya bi sînor de daxuyaniyek da ű got, efűya bi sînor bi qanűna îtîrafkariyę re wę bikin yek, lewma ev qanűn di dewsa rehetkirinę de, wę wijdana civakę birîndar bike. Gur herwiha anî zimęn ku ev rewß cihękariya di nava civakę de wę kűrtir bike, ji ber vę yekę jî ewę her tim ji bo efuyeke gißtî israr bikin. Serokę Komela Huqűqnasęn Alî Ersîn Gur-jî diyarkir, ku ew efűyeke gißtî ya ku ęßkencekar, kesęn mafęn mirovan binpękirine ű ji butçeya dewletę pere dizîne ji feyde nebînin, dixwazin. Alî Ersîn Gur di berdewama daxuyanya xwe de dibęje, kesęn li hember Dewletę sűckirine ű ji aliyę siyasî ve hatine tewambarkirin divę demek jiya din zűtir, werin efűkirin ű kesęn ji ber ramanęn xwe di girtîgehan de ne, serbest werin berdan. Herwiha Ersîngur da zanîn, ku pęwîste ręxistinęn civakî ji bo pęßniyaz-qanűnek alternatîf xebatę bikin. Serokę gißtî yę Komela Mazlum-Der Yilmaz Ensarîoxlu-jî got erkę dewletę heye ku tenę dikare gunehęn li hember wę pękhatine efű bike. Ensarîoxlu efűya bi sînor weke hewldaneke bękęr nirxand ű got, ev pęßniyaz-qanűn di serî de pirsgiręka Kurd, ti pirsgirękęn Tirkiyę çareser nake.

[CTV120]
Li derudora ßirnexę wesaîteke leßkeręn Tirk ku diçű heręma operasyonę, wergeriya
Di encamę vę bűyerę de, 10 leßkeręn Tirk mirin. Li aliyę din, leßkeręn Tirk, ku li Męrdînę-jî tevgereke noxteyî lidardixistin bi gerillayęn ARGKę re ketin nava ßer. Hate diyarkirin ku di vî ßerî de 3 leßkeręn Tirk hatine kußtin ű gerillayek ARGKę-jî jiyana xwe ji dest daye. Di vę navberę de li baßűrę Kurdistanę, gerîlayęn ARGKę avętin ser navenda bajarę Qesrę, ű hate ragihandin ku di vę ęrîßę de 13 çekdaręn PDK'ę hatine kußtin. Li gorî daxuyaniyęn rayedaręn Tirk, doh wesaîteke leßkerî li derudora navçeya ßirnex Bęßebabę dema ber bi heręma operasyonę ve diçű, ji rę derket ű pekiya nav newalekę. Di daxuyaniyę de, tę gotin ku ev bűyer qezayek bűye ű tę de astsubayek, 2 pisporęn çawiß bi gißtî 10 leßker mirine. Hate diyarkirin, li nęzîkî ręya navbera navçeya Męrdîn Nisębînę ű beldeya Akarsuyę, roja 12 Tirmehę di navbera leßkeręn Tirk ű gerillayęn ARGKę de ßer derketiye. Li gorî nűçeyeke ajansa DEMę; di ßer de 3 leßkeręn Tirk hatine kußtin ű gerillayek jiyana xwe ji dest daye ű 2 leßker-jî birîndar bűne. Tę diyarkirin ku ji bo heręma ßer, ji Męrdîn ű Nîsębînę, leßker tęne ßandin. Li aliyę din, li bejayiya navçeya Męrdîn Stewrę ji cehßęn ku di lęgerînan de bűn, 2 ji wan pęl mayînan kirin. Ajansa nűçeyan ya DEMę ragihand, ku li ser sînorę navçeya Amed Pasűrę ű Műßę operasyona ku roja 11 Tîrmehę hatibű destpękirin, hę-jî berdewam dike. Li aliyę din, hate diyarkirin ku pęr gerîlayęn ARGKę li Baßűrę Kurdistanę, ęrîßek birin ser baregeheke leßkerî ű qereqoleke PDKę ku li navenda bajarę Qesrę ne. Li gorî nűçeya ku ji ajansa Demę hatiye wergirtin, di encama vę ęrîßę de 13 çekdaręn PDK'ę, 2 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku ev çalakiya ARGKę bi armanca bibîranîna ßehîdęn 14ę Tîrmehę, hatiye li darxistin. 

[CTV121]
Li nęzî gundę Aydogan ku girędayî navçeya Erzîncan Refahiyęye, di ęrîßekę de 5 gundî hatin kußtin. 
Li gorî agahiyęn ji çavkaniyęn curbecur hatin girtin; doh ęvarę komeke çekdar, li nęzî gundę Aydogan traktorę radiwestînin ű gundiyęn di rumorkę de gullebaran dikin. Di encama gulleberanę de Hakan Akçagoz, Ahmed Akçagoz, Vedat Akçagoz ű Fatih Dogan li cihę bűyerę ű Murat Yildirim jî li ręya nexweßxaneyę, mirin. Çavkaniyęn di vî warî de agahî dan; diyarkirin ku gundę navę wî di bűyerę de derbas dibe, gundę cahßane ű îddîakirin ku kesęn hatine kußtin cahßin. Rayedaręn dewleta Tirk îddîa kirin ku çalakî ji aliyę gerîlla ve hatiye lidarxistin, lę belę çavkaniyęn ARGK'ę heta niha di vî warî de ti daxuyanî nedane.

[CTV122]
Li Amedę, endameke HADEP'ę ya jin ku polęsan xwestin wę bigirin binçavan, xwe ji qatę 7an avęt. 
Li gorî rayedaręn HADEP'ę yęn bajęr; Polęsęn dewleta Tirk, doh bi ßev saet li derdora 2an, avętin ser mala endama HADEP'ę ya 20 salî Medîne Oncelę. Kesęn li hundurę malę, dudilîbűn ku derî vebikin, li ser vę yekę polęsan derî ßikandin ű ketin hundur. Polęsęn dewleta Tirk, heqaret li kesęn hundur kirine ű gotine; ewę Medîne Oncelę bigirin binçavan, li ser vę yekę Medîne bi armanca cilęn xwe bigire çűye odeyę ű li wir xwe ji qatęn 7an avętiye jęr ű xwe kußtiye. Pißtre termę Medîne Oncel di otopsiyę re hat derbaskirin ű bęyî merasîma cenaze were kirin, polęsan ew binaxkirin. Rayedaręn HADEP'ę diyarkirin ku ßeva bűyerę, li Amedę, li hemberî endamęn wan operasyoneke gißtî ya binçavkirinę hatiye meßandin. Heman çavkanî dibęjin; 'Di nava wan de endamę meclîsa belediya HADEP'ę Nihat Bayram, endamę komisyona ciwanan Veysi Guneß, Resul Sevinç, Giyasettin Inal, Bęrîvan Yani, Huseyin BAydur, Aycan Aslan ű Suat Ozalp, bi gißtî 20 kes hatin binçavkirin.

[CTV123]
Leßkeręn artęßa Tirk ixtiyaręn li mezraya Hevîk ya girędayî Sasonę tehdit kirin ku jahrę bidin gęrîlla. 
Li mezaya Hevnik ku girędayî Tanzeya navçeya Batman, Sasonę bűyereke pir dißibe dramaya di fîlmę Axę de, qewimî. Li gundę Hevnik ku ji aliyę hęzęn artęßa Tirk ve hatiye ßewitandin, hilweßandin, ű nißtecihęn wę hatine koçberkirin, tenę 3 gundiyęn kal mane. Ev her sę kalęn rűsipî biryar dane ku dev ji warę bavűkalan bernedin ű heta dawiya emrę xwe bimînin li vî gundę ku lę hatine dinę ű li her quncikekî wî bîranînęn wan ęn xweß an jî bięß hene. Lę belę, hęzęn dewleta Tirk, van çend ixtiyaran-jî ku li gund mane, rihet nahęlin. Ji ber ku ev çend guniyęn mayî di nav sala re çűne, dewlet dizane ku nikare van bike cehß, lę vę carę jî tißtekî din ji wan dixwaze. "Hunę jahrę bidin gęrîlla". Belę, leßkeręn ku torbęn jahrę li hersę ixtiyaręn Hevnikę belav kirin, ew wiha tehdit kirin;"Dema PKKyî werin gundę we, hűnę vę jahrę bikin nava xwarinę, an na em we sax nahęlin. Gundiyęn ku bűyer eßkere kirin, dan zanîn ku ew naxwazin bibin sedema kußtina ti kesî ű di vî warî de ji derűdoręn bihîstiyar daxwaz kirin ku alîkariyę bidin wan.

[CTV124]
Serokę Belediya Amedę yę HADEP'ę Ferîdűn Çelîk, bi mebesta ji ręxistineke îllegal re alîkarî kiriye ű hewandiye, doz hatibű vekirin. 
Çelik di vę dozę de ne girtî dihat dadgehkirin. Çelîk ji vę dozę îro beraat kir. Çelîk ji ber axaftinek xwe ya di MED-TV'ę de, îro li dadgeha dewleta Tirk DGM a Enqerę hat mehkemekirin. Çelîk bi xwe tevlî rűnißtina îro ya dozę nebű. Dozger di rűnißtina îro de, dîtina xwe ya di derbarę esasę de xwend ű diyarkir ku di derbarę gunehbar de delîl ű belge bidest neketine ku ji çeteyeke çekdar re alîkarî kiriye ű hewandiye. Paręzerę Çelîk, Fethî Gumuß jî diyarkir ku ew ji sedî sed tevlî dîtinęn dozger dibe. Pißtre Çelîk ji vę dozę ku ji 4 sal ű nîvan heta 7 sal nîvan bi daxwaza cezayę zindanę dihat dadgehkirin, beraat kir.

[CTV125]
Dewleta Tirk, pißtî Amed ű Meletę, li bajarekî din ę Kurdistan Dîlokę-jî balafiręn ßer bi cih dike. 
Hate îddîa kirin, 2 balafiręn ßer yęn tîpa F-16 bi armanca parastin ű perwerdę li balafirgeha sivîl ya Dîlokę hatine bicîh kirin. Nîha-jî tę nîqaß kirin ka ji bo bicihkirina balafiran çima bi taybetî Dîlok hate hilbijartin. Fermandarę hęzęn hewayę yęn Tirk Ilhan Kiliç di merasîma bicîhkirina balafiręn ßer de axaftinek kir ű îddîa kir ku her tim li heręmęn sînor ew serî li tedbîręn wisa didin. Orgeneral Kiliç li ser pirsęn rojnamevanan; ka ev tedbîr li hemberî Suriyę hatine wergirtin an na, wiha bersiv da: "Bila kes tißtekî ßaß fęm neke, ev balafir wę car caran werin li vir bimînin." Lę belę li gorî çavkaniyęn nęzî derdoręn leßkerî yęn tirkiyę, ev balafir di plana tevgereke leßkerî de li Dilokę hatine bicihkirin.

[CTV126]
Li Tirkiyę, Pęßniyaz qanűna ewlekariya civakî, li komisyona parlementoyę ya xebatę ű karęn civakî tę guftűgokirin... 
Li aliyę din, karker, karmend ű ręxistinęn sivîl ęn civakî dest bi çalakiyęn xwe yęn hevbeß kirin. Endamęn sendîkayęn karker ű karmendan, yekem car li gelek bajaran, destgulęn reß danîn ber avahiyęn partiyęn hevparęn hukűmetę, DSP, MHP ű ANAP'ę. Serokę gißtî yę Turk-Ißę Bayram Meral, beriya çalakiya li Enqerę dabű xuyakirin ku ew teqawîtbűyîna di gorę de ű ręjeya zemmę ya ji sedî 20 weke sedeqe qebűl nekin. Her wiha, komeke kedkar jî li ber belediya Kadikoya Stenbolę, dest bi çalakiya rűnißtinę kirin. Çalakvanan sloganęn weke; em teqawîtbűyîn di gorę de qebűl nakin, hukűmet qanűna te serę te bixwe, avętin. Çalakvanan gotin; emę derketina vę qanűnę asteng bikin. Tę texmînkirin ku wę çalakiyęn karker ű karmendan di rojęn pęß de jî berdewam bikin.

[CTV127]
Kurdęn ku li taxa Eskî Çamlika Izmirę, xaniyęn wan ji aliyę belediya Konakę ve hatin hilweßandin, li derve man. 
Ręxistina HADEP'ę ya bajarę Izmirę, îro heyetek pęk anî ű ji bo lękolînę çű cihę bűyerę. Endamekî heyetę agahî da televizyona me ű got: li derdora 85 xanî hatine hilweßandin ű qasę 800 kesęn di van xaniyan de dimînin, li nave rast man. Nűnerę HADEP'ę diyarkir ku kesęn xaniyęn wan hatin hilweßandin, ji ber Kurdin, li derdorę jî kes xaniyę xwe nade wan. Kurdistanî tevî alavęn xwe yęn ji hilweßandinę xilaskirine, li derve man. Li taxa Eskî Çamlik a Izmirę, doh belediya Konakę bi alîkariya hęzęn taybetî, xaniyęn Kurd li dijîn hilweßandin. Her wiha di dema hilweßandinę de polęs ű Kurdęn xaniyęn wan hatin hilweßandin, ßerkirin. Nűçeyeke me jî di derbarę jinęn Kurdistanî de ye ku ji ber ßerę li Kurdistan, naçar çűne metrepolęn Tirkiyę.

[CTV128]
Jinęn Kurdistanî yęn li Izmirę dijîn, bi cilęn reß ęn li xwe kirin, nerazîbűna xwe li hemberî, xwestina kefenę spî yę di ßexsę serokę gißtî yę PKK'ę Abdullah Ocalan de li gelę Kurd bikin, nîßan dan. 
Bi vę armancę, çalakiya reß li xwe kirinę ya li Izmirę, li kolana Kadifekaleyę berfireh bű. Kurdistaniyęn li vir dijîn wiha gotin; 'Gundęn me di nava agir de ne, ji bo rojekę em vegerin, em hatin van deveran, lę îro bi çarenűsa me dilîzin, em jî ji bo vę yekę ßermezar bikin, cil ű bergęn reß li xwe dikin.'

[CTV129]
Wezîrę Karę Hundur ę Iranę Ebdulwehîd Műsevî Larî diyarkir ku aloziya 6 roja li paytext Tehranę berdewam kir, bi dawî bűye ű rayedaran aręße kontrol kirine. 
Műsevî Larî di axaftina xwe ya televizyonę de got: navenda krîzę ya li ser bűyeran hat sazkirin, bűyer deqe bi deqe ßopandin ű alozî kontrol kir, Li Tehranę bi temamî jiyan bi ręk ű pęk bű. Li Iranę, xwendekaran heta doh jî ji bo reforman, 6 rojan xwepęßdan pęk anîn. Digel walîtiyę destűr neda jî, çalakiyęn xwendekaran heta doh jî berdewam kirin ű bi polęs ű mîlîtanęn Islamî re ßer kirin. Her wiha li Tehranę doh alîgiręn sîstemę xwepęßandanek pęk anîbűn. 

[CTV130]
Wezîrę karę derve yę Israîlę Deyvid Lęvî diyarkir, ku ew hęvî dike ku dijminatiya di navbera Iran ű Israîlę de, rojekę bidawî bibe
Lęvî herwiha îdîayęn ku dibęjin hukumeta wî xwepęßandanęn xwendekaręn li Iranę destek dike, reddkir. Wezîrę karę derve yę Israîlę Lęvî di radyoya artęßa Israîlę de daxuyanik wiha da; 'em hęvî dikin rojekę her tißt biguhere ű em li bendę ne ku rojekę ji kesęn Israîlę tehdît dikin, mesajęn cuda wergirin. Lęvî herwiha careke din bi bîrxist, ku ew gelę Iranę weke dijmin hesab nakin ű got, ti pęwendiyęn wan bi bűyeręn Iranę re tineye. Wezîrę karę derve yę Israîlę wekî din ev yek anî ziman; 'her bűyeręn bi hęstęnramana azad, mafęn mirovan ű demokrasiyę pęk tę herwiha van welatęn ji tehdîtan dűr dixe ű ber bi aßtiyę ű diyalogę ve dibin.' Wezareta karę derve ya Iranę-jî daxuyaniyęn Israîl ű Emerîka yęn di derbarę bűyeręn li Iranę de weke mudexelleyęn karę hundir nirxandibűn. Dewleta Iranę demeke kin pißtî ßoreßa îslamę ya di sala 1979an de pęwendiyęn xwe bi Israîlę re qutkir ű Israîlę weke dijmineke dijwar îlankiribű. Li aliyę din, Igilistanę da zanîn, ku ew li ser ręwßa li Iranę fikaran dikin ű xwest, ku rayedaręn ewlekariyę ßîddeta xwe rawestînin. Cigirę wezareta karę derve ya Ingilistanę Geoff Hoon, di axaftineke xwe li parlementoyę de, wiha peyivî; 'Di destpękę de divę gelę Iranę bi xwe pirsgirękę çareser bike, lę belę em pęwîste ji hemű aliyan bixwazin ku xwe ji rębazęn diwariyę dűrbixînin.

[CTV131]
Di vę navberę de, ręveberiya Iranę daxuyaniya serokwezîrę Tirk Bulent Ecevit ya li ser bűyeręn li Tehranę, ßermezarkir. 
Li gorî ajansa fermî ya nűçeyęn Iranę, rayadaręn Iranę ßęwirmendę sefîrę Tirkiyę yę Teharęn Kut Sezgin gazî wezareta karę derve kirine ű di derbarę daxuaniya Ecevît de ew hißyarkirine. Li gorî ajansa fermî ya nűçeyan ya Iran IRNAyę, wezareta karę derev ya Iranę dema ji bo hißyarkirinę gazî ßęwirmendę sefîrę Tirkiyę Kut Sezgin kiriye hißyariyek protestoyî daye. Di nűçeyę de, tę gotin wezareta karę derve ya ×ranę daxuyaniya Ecevît weke dijberî tękiliyęn cîrantiyę dinirxîne. Serokwezîrę Tirk Bulent Ecevit li ser tevgeręn xwendekaręn Iranę gotibű; 'gelę Iranę ji aliyę çand ű dîrokę ve pirr dewlemende, lewma ne dibű ku demeke diręj li bin zextęn rejîmęn kevnar ű ne hemdem îdare bike.

[CTV132]
Emerîka, ambargoya xwe ya li ser Iranę sivik dike... 
Li gorî agahiyan, Emerîka di serę vę salę de biryar wergirt ku ambargoya aborî ya li ser iranę sivik bike ű di vę çarçoweyę de di demeke nęz de dikare derman ű pędiviyęn xwarin bifiroße vî welatî. ßęwirmendę wezareta zîreetę ya Emerîkayę Gus ßhumaher di derbarę mijarę de da xuyakirin ku di dawiya vę mehę de wę karibin, ji bo derman ű firotina xwarinę, destűr bidin, ßîrketęn dixwazin bi Iranę re tękilî deynin. Schumaher got: bűyeręn vę dawiyę yęn li Iranę wę tesîr li vę biryarę neke. Emerîkayę, li ser hin pęßketinęn baß ęn li Iran, Libya ű Sűdanę, biryar girtibű ku ambargoyę di warę derman ű xwarin firotinę de ji ser van her sę welatan rabike. 

[CTV133]
îro 25;min salvegera dagirkirina Qibrisę ye. 
Ji aliyekî ve, Yunanistan ű Tirkiye di pirsgiręka dagirkirina Qibrisę de ku keta sala xwe ya 25"an li hemberî hev dikevin nav helwesteke nerm. Li aliyę din, di pirtukekę de ku 2 rojnamevanęn Ingliz nivîsandine, îddîayęn pirr girîng derketin holę. Qibris ku bi sedsalan e ji ber girîngiya wę ya stratejîk eleqeya hemű welatan li ser e, li salvegera 25emîn ya dagirkirina wę ya ji aliyę Tirkiyę ve, careke din bala dinyayę li ser kom bű. Di pirtuka bi navę yanî "Komploya Qibrisę" de ku ji aliyę rojnamevanę The Times Brendan O"Malley ű rojnamevanę Manchester Evening News Ian Craig ve hatiye nivîsandin, tę gotin ku beriya ku Tirkiye Qibrisę dagir bike, CIA agahdar bűye, lę belę ji ber ku xwestiye girav were parçekirin, rę li dagirkirna wę ne girtiye. Di pirtűkę de tę diyar kirin ku 'ßopęn tiliyęn CIA ű wezareta karęn derve yaAmerîka jî di dagirkirina QIbrisę de hatine dîtin. Di pęßgotinę de, tę gotin ku ev pirtuk baweriya klasîk ya weke, 'Qibris ji ber kîna etnîkî hatiya parçekirin,' hildiweßîne ű kompolyeke ecęb ya navnetewî dertîne holę. Di pirtukę de, mijaręn weke dîroka Qibrisę, sedemęn nakokî ű pevçűnęn li giravę, rewßa giravę ya beriya ku were dagirkirin, rojęn ßer ű komploya navnetewî ya pißt perdę ű hevdîtinęn navbera Waßîngtin, London ű Atînayę hatine vegotin. Pirtűka ku li ser bergę wę węneyę Makariyos heye, di der barę vî lîderę yunan de vę ßîroveyę dike: Rojavaya ku bi pirsa komunîzmę dijiya, ji hebűna Makariyos bęzar dibű ű Rovava, bi taybetî jî Amerîka sixwest Makariyos bi destę Yunanîstanę ji holę bide rakirin. Di sala 1958"an de, Emerîka di çarçoveya NATOyę de li çareseriyeke pirsgiręka Qibrisę geriya. Ji ber ku Makarios li dijî vę yekę derket ű pißtî ku israr kir ku di bin sîwana neteweyęn yekbűyî de çareseriyek were dîtin, biryara jiholęrakirina Makarisyos hate dayîn. Di pirtukę de tę gotin, Emerîka; Makarios bi awayekî siyasî berteref kir, rasterast bi ręvebiriyęn Tirk ű Yunan re çű lihevhatinę. Di pirtukę de tę îddîa kirin, ku plana ku Emerîka pękęß kiribű ű di bin garantiyę de bű, bi darę zorę bi aliyan dane qebűlkirin. Amerîka ji bo ku vę planę bi Tirkiyę bide qebűlkirin, soza alîkariya aborî ű firotina çekęn nukleer da Tirkiya ku ji sala 1956an ve li pey van çekan bű. Li gorî pirtukę, bi peymana sala 1959an re Amerîka di bin garantoriya Tirkiye, Ingiltere ű Yunanîstanę de wisa kir ku statuya serxwebűnę ji giravę re were naskirin. ę di sala 1963yan de, dema Makariyos xwest di qanűna bingehîn de hin guherînan pęk bűne ű li ser vę yekę jî hin bűyer qewimîn, wę demę Amerîka planęn xwe hinekî din bi pęß ve birin. Wekîlę wezîrę karę derve yę Emerîka George Ball di sala 1964"an de cara yekem bahsa parçekirinę dike, di sibata heman salę de Amerîka plana tercîhî ya ku li gorî wę Tirkiyę wę beßeke giravę dagir bikira, dertîne pęß. Di pirtukę de wiha tę gotin; Eger ewlekariya Tirkęn Qibrisî pęwîste be, wę beßekî rojavayę giravę bikeve bin kontrolla leßkeręn Tirk, ev yek-jî parçę din yę planę bű. Emerîka ev planî bi Inliziyan re parvekir ű maf da wan ku, eger Tirk zęde bi pęßve biçin, mudaxelle bikin. ę li gorî vę planę wę Yunanistan-jî bihata aßkirin ku dagirkirinę weke kontroleke bisîor binirxîne. Bi vî awayę wanę rę li ßerę navbera tirk ű yunanan bigirta.

[CTV134]
Wezîrę parastinę yę Emerîka William Kohen ku hevdîtinęn xwe yęn li Tirkiyę bi dawî kir, ji vî welatî veqetiya. 
Wezîrę parastinę yę Tirk Sabahattin Çakmakoglu ű wezîrę parastinę yę Emerîka William Cohen diyar kirin ku ewę tękiliyęn di navbera herdű welatan de hîn bętir pęßbixînin. Di vę navberę de, William Kohen beriya ku ji Tirkiyę veqete bang li Yunanistan ű Tirkiyę kir ku bęî ti ßertęn pęß dest bi hevdîtinęn Qibrisę bikin. Çakmakoglu ű Kohen pißtî hevdîtin, civînek çapemeniyę ya hevbeß organîze kirin. Di civîna çapemeniyę de Kohen diyar kir ku di NATOyę de, Tirkiye mutefîkek bi ewle ye ű got, ew ji tękiliyęn xurt yęn di navbera Emerîka ű Tirkiyę de gelekî bi memnűne. Cohen da zanîn, armanca wan ewe ku tękiliyęn xwe yęn bi Tirkiyę re hîn bętir pęßbîxinin. Wezîrę parastinę yę Tirk Sabahattin Çakmakoglu-jî got, ku hevdîtina bi Kohen re gelekî baß derbasb bűye. Çakmakoglu got, ew di hevdîtinę de herwiha li ser mijaręn tękiliyęn Emerîka ű Tirkiyę, pirsgirękęn heręmî, tękiliyęn di navbera Tirk ű Yunan de ű li ser bűyeręn dawî yęn li baßűrę Kurdistanę rawestîne. Wezîrę parastinę yę Emerîka William Kohen ku di çarçoveya serdanek fermî çű Tirkiyę, herwiha fermandariya baregeha Tankeran 10"an ya Incirlikę ű yekîneyęn hęzęn keßifę yęn ji bakur ziyaret kirin. Cohen bi serokwezîrę Tirk Bulent Ecevit ű bi cîgirę serokwezîr Devlet Bahçelî re-jî hate cem hev. Cohen beriya ku biçe Tirkiyę, li Yunanistan hevdîtin pęk anîbű ű di civînek çapemeniyę de ku li Atina hate organîze kirin, bahsa girîngiya tękiliyęn di navbera Qibris, Tirk ű Yunan de kiribű. Cohen da zanîn hevdîtinęn Tirk ű Yunan ku li ser ręya destpękirinę ne bűyerek pirr girînge ű balę kißand ser girîngiya zędekirina tedbîręn ewlekariyę. 

[CTV135]
Li Irlanda Bakur pęngava ji bo xala peymana sazkirina kabîneyę îro bi dawî dibe, lę Yekîtîxwazęn Protestan, eßkerekirina lîsteya wezîran ya ręveberiya Irlanda Bakur îro reddkirin. 
Li Irlanda Bakur diviya îro Konseya Wezîran ya ji bo sazkirina hukemeta katolîk ű protestanan bihata pejirandin, lę Partiya Yekîtîxwaz ya Irlanda Bakur tevlî civîna parlementoyę nebű. Parlementoya yeksalî ya Belfastę, serokę partiya Yekîtîęwaz David Trimble di 12 îlonę de ji bo konseya wezîran ya ku ji 4 partiyan pęk hatiye serokatî bikehilbijartibű. Partiya Yekîtîxwaz ya di bin serokatiya Trimble de, naxwaze ku heta IRA dev ji çekan berde baskę wî yę siyasî ßîn Feîn di hukumetę de cih bigire. Li gorî peymana aßtiya ya parlementoya Irlanda Bakur, îro parlementoya Irlanda Bakur li hevbiciviya. Serokwezîrę Ingiltere Tony Blair ji bo civîna parlementoya Irlanda Bakur doh talîmat dabű. Herwiha ji bo peymana ku ji aliyę serokwezîrę Irlanda Bakur Bertie Ahern ve hatibű amadekirin doh li gel îtiraza parlementeręn Yekîtîxwazan weke pęßniyazę-qanűn. Li gorî vę pęßniyaz-qanűnę ger artęßa IRA dev ji çekan bernede, divę ßîn Fein ji hukumetę derbikeve. 

[CTV136]
Li Tirkiyę gelek nűneręn ręxistinęn civakî yęn sivîl ... 
Li Tirkiyę gelek nűneręn ręxistinęn civakî yęn sivîl, sendîka ű partiyęn siyasî daxwazkirin ku dewleta Tirk demek ji ya din zűtir, îmze bavęje ser protokola 6"an ya peymana mafęn mirovan ya Ewropayę ya li dijî cezayę dardakirinę. Di çarçoveya "kampanya ji Idamę re NA" de, komela mafęn mirovan IHD civînek çapemeniyę organîze kir. Yek ji beßdaręn civînę ßair Newzat Çelik, diyar kir ku îdam li dijî mirovan neheqiya herî mezin e. Komela mafęn mirovan IHD bi armanca pißtgirîdayînya kampanya 'ji îdamę re NA'li ßaxę xwe yę Stenbolę civînek çapemeniyę organîze kir. Avukat Eren Keskîn ku bi navę IHDę daxűyaniya çapemeniyę xwend, wiha got: "Di cezayę idamę de zîhniyeta "Tolhildanę" heye ű ev yek cinayet e. "Idam herwiha rasterast ęrîßek e li dijî mafęn jiyanę ku bi peymanęn navnetewî hatiye garantîkirin. Ji avukatęn serokę gißtî yę PKK Abdullah Ocalan, Dogan Erbaß-jî diyar kir, çavkaniya hemű pirsgirękęn bingehîn yęn Tirkiyę, pirsgiręka kurd de. "Em ji bo rakirina cezayę îdamę, doza Ocalan weke fersendekę dinirxînin. Nevzat Çelik-jî ku pißtî 12 îlonę bi daxwaza dardakirinę hatibű mahkemekirin ű dűre serbest hatibű berdan di axaftina xwe de diyar kir ku ew 5-6 salan bi psîkolojiya kesekî li benda mironę, jiyaye ű got: îdam li dijî mirov xerabiya herî mezin e. Di serî de HADEP, ODP, EMEP, Malęn Gel yęn Stenbolę, Komela Huquqnasęn Hemdem, gelek ręxistinęn civakî yęn sivîl, daxűyaniya IHD imze kirin.

[CTV137]
Komisyona Jinan a KESK'ę ji bo aßtiyę ji cezayę dardakirinę re got: ...
Komisyona Jinan a KESK'ę ji bo aßtiyę ji cezayę dardakirinę re got: NA Komisyona Jinan a KESK'ę ßaxę Amedę daxuyaniyeke nivîskî da ű Komisyona Jinan dibęje; ji męj ve cezayęn dardakirinę ti pirsgiręk çareser nekirine, ji bo çareseriyę divę nakokiyęn bingehîn yęn pirsgirękę ji holę werin rakirin. Di daxuyaniyę de tę gotin; ji sedsala 21an re çend meh mane, di demeke wiha de ji bo çareseriya pirsgiręka Kurd, divę maf ű azadî derbikevin pęß. Ji bo çareseriyę, ferzkirina rębazęn paßverű ßermeke demokrasiyęye. Eger pirsgiręka Kurd weke pirsgirękeke aboriyę were nîßandan, nayę çareserkirin. ßerę bi salane berdewam dike, ji mirovan re ji bilî mirin, hęstiręn çavan ű xirabkirinę ti tißtek ne anî. Di berdeama daxuyaniyę de wiha tę gotin; "em bawer dikin ku jiyaneke bi rűmet, bi aßtiyę mumkîne, lewma em dibęjin; ji bo aßtiyę, ji dardakirinę re NA.

[CTV138]
Huqűqnas jibo efűya gißtî bang kirin 
Li Tirkiyę, di rojevę de ku guftűgoyęn di warę efűyę de didomin, huqűqnas jibo efűya gißtî bang kirin... Paręzer ßanal Sarűhan diyarkir, ku her çend efűya gißtî wę birrînęn vebűne nikaribe bikewîne-jî, lę belę wę ęß ű azar xwe dubare nekin. Sarűhan wiha got: di nava yek-parebűna erdę Tirkiyę de, ku daxwaza jiyanek bi hevre tę pęßkęßkirin, divę hukűmet guh bide vę yekę ű di vę çarçoweyę de siyaseteke huqűqî pęßve bixîne. Paręzer Halit Celenk-jî diyarkir ku pęwîstiya Tirkiyę bi efűyekę heye ku sűcęn ramanę-jî digire nava xwe. Celenk wiha got: Lihevhatina civakî wę ji bo bicîh hatina aßtiyę xizmetę bike.

[CTV139]
Gruba Diyaloga Kurdistan daxwaz kir ku serokę gißtî yę PKK Abdullah neyę darda kirin 
Gruba Diyaloga Kurdistan ku ji bo çareserkirina pirsgiręka Kurd beriya demekę li Almanya hatibű sazkirin, daxwaz kir ku serokę gißtî yę PKK Abdullah neyę darda kirin. Gruba Diyalogę pęr daxűyaniyek da ű got, eger biryara dardakirinę di pratîkę de pęk were, wę pirsgirękęn di navbera Tirkan ű Kurdan de hîn kurtir bibin. Di daxűyaniyę de ku dawîanîna ßerę li Kurdistanę ű çareseriyek aßtiyane ji bo pirsgirękę tę xwestin, herwiha ji Almanya-jî tę daxwazkirin ku maxduręn ßer yęn Kurd ędî teslîmî dewleta tirk neke. Di daxűyaniyę de tę gotin, ev daxwaz wę di rojeva meclisa belediya Dortmundę de cîh bigrin ű biryara ku li vę derę were dayîn, wę ji wezaretęn berpirsyar re were ragihandin. Gruba Diyalogę wę roja 4 Tebaxę, li avahiya belediya Dortmundę civînek çapemeniyę organîze bike. Gruba diyalogę ku ji gelek kesayetî, siyasetvan ű paręzeręn mafęn mirovan yęn Alman ve tę destek kirin, di dawiya meha Hezîranę de hatibűn cem hev.

[CTV140]
Li Almanya meßę 'Ji bo Ocalan Azadî, ji Kurdistanę re Aßtî' 
Kurdistaniyan, doh bi navę 'ji bo Ocalan Azadî, ji Kurdistanę re aßtî' li bajarę Almanya Dusseldorf, meßek pęk anî. Kurdistanî, doh di seatęn serę sibę de, bi otobusan hatin bajarę Dusseldorfę űli Meydana Schauspîler ji bo ku dest bi meßę bikin li hev kom bűn. Bi hezaran Kurdistanî ku kincęn xwe yęn netewî li xwe kiribűn, danę nîvro dest bi meßę kirin. Kurdistaniyan, li kolanęn Dusseldorfę, dengę xwe ji bo aßtiyę bilind kirin ű dilsoziya xwe ji bo serokę gißtî yę PKKę Abdullah Ocalan, anîn zimęn. Di meßę de, dîmenęn mezin yęn serokę gißtî ę PKKę Abdullah Ocalan ű pankartęn bi zimanę Almanî ű Tirkî-jî, hatin hilgirtin. Meßa ku tę de Hűnermend bi sazęn xwe, sportemen-jî, bi kincęn xwe yęn sporę ve tevlę bibűn, bi stranęn berxwedanę geß bű. Meßa Kurdistaniyan ji alîyę gelę :Alman ű bîyanîyan ve-jî, bi baldęrî hate temaßekirin. Her wiha zarokęn Kurd ku bi kincęn xwe yęn netewî tevli meßę bibűn, gulęn sor dan destęn almanęn ku bi baldarî li meßę temaße dikirin. Gelek Sazî ű dezgehęn wek: Kongreya Netewîya Kurdistan KNKę, Parlamentoya Kurdistan li Derveyî Welat PKDWę, Enîya Rizgarîya Netewa Kurdistan ERNKę, Akademîya Çand ű Hűnera Kurd ű Konfederasyona Komeleyęn Kurd li Ewropa KON-KURDę, ji meßę re, peyamęn ji bo aßtî ű biratiyę ßandin. Meß bi mitîngehę bi dawî bű.

[CTV141]
Li Męrdîn, malbateke diçű rezę xwe, ji aliyę leßkeręn Tirk ve hat gullebaran kirin... 
Li navçeya Męrdîn Kerboranę, malbateke diçű rezę xwe, ji aliyę leßkeręn Tirk ve hat gullebaran kirin... Li gorî agahiyęn nűçegîhanę me yę li heręmę; Malbata Taß ku 7 kes bűne, pęr xwestine biçin rezę xwe, ji aliyę leßkeręn artęßa tirk ve tęne gullebarandin, di encamę de Ihsan Taßę 16 salî, birîndar bű. Leßkeręn artęßa tirk malbata Taß tehdît kirin ku di îfadeya xwe de bęjin; li heręmę komeke terorîst hebű. Ew ű leßkeran ketin nava ßer. Em-jî di wę demę de birîndar bűn. Me, yęn gulleberdan, nedîtin. Di vę navberę de, Ihsan Taß ku di encama gullebarandinę de birîndar bűbű, berę rakirin nexweßxaneya navçeyę ű dűre ji bo dermankirinę radikin nexweßxaneya dewletę ya Męrdînę. Nißtecihęn navçeyę diyarkirin, ku leßker ű cahß wan tehdît dikin ű wiha gotin; "em nikarin bi hęsanî biçin bax ű rezęn xwe, lewma rewßa me ya aborî nebaße. Di derbarę vę rewßę de me bi faksę serî li walitiya Męrdîn da, lę belę ji me re ti daxuyanî neda.

[CTV142]
Gundiyęn gundę Zîrant ya girędayî Navçeya Amed ... 
Gundiyęn gundę Zîrant ya girędayî Navçeya Amed Licę ku gundę wan ji alîyę leßkeręn Tirk ve hatîye valakirin, serî li Walitiyę ű IHDę dan, daku destura hilandina çandiniyęn wan were dayîn. Ji aliyeke din ve, gundîyęn gundę ßixika ya girędayî Navçeya Batman Qebilcewzę ku vegeryabűn gundęn xwe, leßkeręn Tirk çandiyęn wan ji axę derxistin ű xwestin koç bikin. Gundę Zîrant ya Girędayî navçeya Amed Licę, ji aliyę Fermandarę Tabűra Lice ve, hati bű valakirin ű gundî-jî, neçar mabűn ku li gundę Çalubak bi cîh bibin. Gundiyęn gundę Zirantę ku dixwestin ji bo çandinîyęn xwe vegerin gundę xwe, ji alîyę leßkeręn Tirk ű cahßan ve, hatin asteng kirin ű vegerandin. Gundiyęn gundę Zîrantę, serî li Valîtiyę ű IHDę dan, ji bo ku destűrę bide wan da ku karibűn bęnderęn xwe rakin Gundiyan dîyar kirin ku eger ji bo vekę nikaribin destűrę wergirin, ewę ji aliyę aborî ve perîßan bibin. Li hęla din, gundiyęn gundę Licę ku gundęn van ji alîyę leßkeręn Tirk ve hatine vala kirin bi destur ji bo hilandina çandiniyęn xwe vegerya bűn gundęn xwe. Lę belę, pę hisiyan ku ku çandiniyęn wan ji alîyę leßkeręn Tirk ve, hatine ßewitandin. Li gorî agahiyęn bi destketine, leßkeręn girędayî fermandarîya tabűra Cenderme ya Licę, ęriß birine ser gundę Kiralan ku ev gund ji ber ßerekî ku di meha gulanę de qewimîbű, hatiye tawanbarkrin ű ji ber vę yekę hatiye valakirin. Hate zanîn, gundîyęn ku bi armanca hilandina çandinîyęn xwe vedigarîyan gund, rastî lędan ű çewsandina leßkeręn tirk hatine. Hate diyarkirin ku di nav gundiyan de kesęn lędan xwarine, mirovęn kal jî hebűne. Hate hîn bűn ku zevîyęn Genim ű Ceh yęn gundîyan ji aliyę leßkeręn Tirk ve, hatine ßewitandin. Ji aliyę din ve gundîyęn gundę ßixika ya girędayî Navçeya Batman Qebilcewzę ku vegeryabűn gundęn xwe, leßkeręn Tirk çandiyęn wan ji axę derxistin ű xwestin koç bikin. Hęzęn Artęßa Tirk, zor li gundîyęn gundę ßixika kiri bűn da ku bibin cahß. Gundîyęn Kurd di sala 1993 na de, neçar mabűn ku gundę xwe vala bikin. Di van demęn dawî de, gundî ji bo çandinîyęn xwe vegerya bűn gundę xwe. Lę belę di 14ę Tîrmehę de, leßkeręn Tirk ęriß birin ser gund ű bi wesayîtan ketin nava zevîyęn tutinę ű hemű tutina wan ji axę derxistin.

[CTV143]
Partiya Jinęn Karker ęn Kurdistan PJKK bű fermî 
Komîteya Navendî ya PJKK'ę, îro bi daxuyaniyekę diyarkir ku Yekîtiya Azadiya Jinęn Kurdistanę, di kongreya duyemîn ya sazkirinę de, gihîßtine biryara fermîbűna PJKK'ę. Di danezana sazkirinę de tę gotin; PJKK li hemberî polît